Gehînkeya demarûmasûlke (bi înglîzî: neuromuscular junction ) cihê taybet e ko tewerekotahiya demarexaneyê û masûlkerîşal rastê hev tên.
Gehînkeya demarûmasûlke, gehînkeyek kîmyayî ye di navbera demarexane û masûlkexaneyê de. Peykeremasûlke di bin bandora koendama demarê de kar dikin. Demareragihandinên ji demax an jî ji dirkepetikê dibin sedema girjbûna peykeremasûlkeyê. Rîşalên demarexaneyê bi masûlkerîşalan ve gehînkeya kîmyayî ava dikin. Di her masûlkerîşalek peykeremasûlkeyê de, ji bo girêdana demarexaneya livînê, gehînkeya demarûmasûlke heye. Ango her peykeremasûlkeyek ji aliyê demarexaneya livinê tê kontrolkirin.
Demarexaneyên livînê ji demax an jî ji dirkepetikê ragîhandinên demarî digihînin masûlkerîşalan. Dawiya beşa tewereyê demarexaneyê wekî tewerekotahî tê navkirin. Beşa sarkolemaya masûlkerîşalê ya ko bi kotahiya tewereyê ve di nav têkiliyêde ye wekî lewheya serê ya livînê ( bi înglîzî: motor end plate) tê navkirin.
Tewere raste rast bi lewheya serê ya livînê re temas nake. Di navbera kotahiya tewereyê û ya sarkolemayê de valahiyek biçûk heye, ji re dibêjin gehînkeqelîş . Sînyalên elektrîkî bi şeweyê erkê kar ji laşê demarexanêyê derbasî tewereyê dibin, heta kotahiya tewereyê tên guhêztin. Erkê kar li tewerekotahiyê de dibin sedema hilweşîna cemsergiriya parzûnê, ango berevajîbûna cemsergirî rû dide.

Gava asetîlkolîn li ser wergirên asetîlkolînê dimînin cogên sodyumê jî vekirî dimînin, ango masûlerîşal çalak dimîne. Lê divê piştî ragihandinê,heta demareragihandinek nû, divê çalakiya masûlkeyê jî raweste. Ji bo girtina cogên sodyumê dive asetîlkolîn ji gehînkeqelîşê bêne dûrxistin. Di gehînkeqelîşê de enzîmek heye bi navê asetîlkolînesteraz (bi înglîzî: acetylcholinesterase). Ev enzîm hilweşînerê asetîlkolînê ye. Enzîma asetîlkolînesteraz, asetîlkolînê hildiweşîne bo asetîl û kolînê. Hinek ji asetîlkolînê jî bê ko bên hilweşandin, ji gehînkeqelîşê ber bi kotahiya tewereyê tê mijandin. Bi vî awayê cogên sadyumê yên li ser sarkolemaya masûlkerîşalê tên girtin ko çalakiya masûlkeyan raweste.
*Ev xebat li ser wîkîpediyaya kurdî jî hat zêdekirin.