
Etîlen (bi înglîzî: ethylene ) fîtohormonek (hormona riwekan) bêreng û di forma gazê de ye ko di peresîn, gihîştin û bersivên bergiriyê yên riwekan de roleke serekî dilîze.
Puxte
Etîlen bi gihîştina fêkiyan, bi çilmisîna kûlîlkan û bi weşîna pelan ve têkildar e. Berevajî hormonên din ên mîna oksîn an jî gîberellîn, etîlen ji ber ko gaz e, dikare bi hêsanî di navbera xane û şaneyan de û herwisa di navbera riwekên cîran de belav bibe. Ev taybetmendî rê dide etîlenê ko ew mîna peyamberekî hawirdorê bixebite. Di salên 1800an de dema lembeyên kolanan ên gazê li kolanên bajêran hatin danîn, paşê hat dîtin ko qurmê darên nêzîkê lembeyan, li gor darên din hê pirtir stûr, badayî û tewiyayî ne û dar pelên xwe ji darên din zûtir diweşînin. Paşê hat famkirin ko ji lembeyan ber bi hewayê ve belevbûna etîlênê, bibû sedema van guherînên daran.[1]
Reg, merîstema lûtkeyî, kulîlkên gihîştî, fêkiyên gihîştî, pelên kevn (gihîştî) û girêyên qedê etîlen berhem dikin.[2][1] Bandora herî naskirî ya hormona etîlenê, hankirina gihîştina fêkiyan e. Di riwekan de guherîna nîşa û asîdan bo şekiran, bi hankirina etîlenê rû dide û çêja fêkiyê şîrîntir dibe. Hin kes fêkiyên xag (negihîştî), wekî mînak avakadoyên xag, di kîsikek kaxizî de vedişêrin da ko gihîştina fêkiyan zûtir rû bide. Di kîsikê de gaza (etîlen) ji aliyê fêkiya yekem a gihîştî ve tê berdan, gihîştina fêkiyên mayî leztir dike. Herwisa etîlen weşîna pel û rijîna fêkiyan, çilmisîn û ketina kulîlkan, şînbûna hin dexlan û zîldana pîvaz û kartolan jî han dike. Etîlen di warê çandiniyê de bi berfirehî tê bikaranîn. Cotkarên fêkiyên bazirganiyê, bi sepandina gazê, dikarin dema gihîştina fêkiyan bigirin bin kontrola xwe. Baxçevan etîlênê bi fanên hewayê ji serayan dûr dixin ko rê li ber pelweşîna riwekên xemlandinê bigirin.[1]
Dîrok
Çavdêriyên destpêkê yên derbarê keşîfa etîlenê, ji raporeke George Fahnestock a sala 1858an pêk tê. Di wê raporê de dihat gotin ku tişta ko ji şewata gaza lembeyên ronahiyê yên kolanan derdikeve ziyan dide riwekan.
Di sala 1896ê de ji zanîngeha Sen Petersburgê Dimitry Neljubow destnîşan kir ko etîlen pêkhateyek çalak a nav gaza lembeyane ko bandor li ser geşebûna riwekan dike.[3]
Neljubow di berdewamiya xebatên xwe de, di sala 1901ê de da ravekirin ko etîlen geşebûna şitilên polkeya etiyolekirî (şitilên di bêronahiyê de geşe dibin û bê klorofîl in) diguherîne û dibe sedema çêbûna hîpokotîlên kintir û stûrtir. Herwisa şitil ne stûnî lê pêşî bi berwarkî dirêj dibin.[4]Eva yekem bandora biyolojîkî ya etîlenê ya li ser riwekan bû ko hatibû ragihandin. Ev bandora etîlenê paşê wekî “bersivdayina sêalî (bi înglîzî: triple response) ya şitilên bêronahîmayî (bi înglîzî:etiolated) li hember etîlenê” hat naskirin.[5]
Di sala 1913yê de Crocker û hevkarên wî, bersîva sêaliyê ji bo analîzkirina etîlenê wekî rêbazek biyolojîkî ya hesas destnîşankirin.
Di sala 1910ê de kîmyazanê brîtanî Herbert H. Cousins bo cara yekem diyar kir ko riwek bi karlêkên kîmyayî etîlen berhem dikin. Wî bi xebatên xwe diyar kir ko porteqelên tûşê karok bûne (bi kufikê ketine), gazek berhem dikin ko gihîştina fêkiyê mûzê leztir dike.[5]
Di sala 1934ê de biyologê înglîzî Richard Gane da nîşankirin ko di sêvê de etîlen tê berhemkirin. Ango beyî ko hokarên derveyî yên wekî birîndarbûna riwekê an jî tûşbûna bi karokan, sêv di çerxa jiyana xwe ya asayî de etîlen berhem dikirin.
Di sala 1935ê de William Crocker û hevkarên wî Alfred Hitchcock û Percy Zimmerman pêşniyar kirin ko etîlen yek ji hormonek riwekan e.[5]
Lêbelê, piştî ku kromatografiya gazê di lêkolînên etîlenê de di sala 1959ê de hat bikaranîn, girîngiya etîlenê ji nû ve hat keşîfkirin û erkê wê yê di rêkxistina geşebûna riwekan, hat pêjîrandin.[6]
Pêkhate û taybetmendî
Di riwekên kulîlkdar de, piraniya endamên riwekê dikarin etîlen berhem bikin. Şaneyên kevn (pîrbûyî) û fêkiyên gihîştî ji şaneyên ciwan zêdetir etîlen berhem dikin. Riwekên tovrût, riwekên sade yên wekî serxes, hezaz û hin siyanobakterî jî dikarin etîlen berhem bikin.[6]
Etîlen awêteya herî sade ya pêkhateya endamî ya ji koma alkenan e ko cotbendên karbon-karbon lixwe digire. Molekula etîlenê ji du karbon û çar hîdrojenan pêk tê.Etîlen ji hewayê siviktir e, bi rêbaza kromotografiyê dikare were tesbîtkirin û pîvandin.[6]
Etîlen gazek bêreng, agirgir û bi çêj û behna şîrîn e, di riwekan de wekî hormon tê berhemkirin lê, di xwezayê de gaza sirûştî û petrol çavkaniyên sirûştî yên etîlenê ne.[7] Di xaneyê de ji asîda amînî ya metîonîn, bi karlêkên kîmyayî etîlen tê berhemkirin.
Etîlen dikare di parzûna xaneyê de û di nav sîtoplazmayê de bi hêsanî belav bibe. Di nav xaneyê de etîlen bi wergirên di retîkuluma endoplazmî ve tê girêdan. Gava wergir ji aliyê etîlênê ve tên çalakkirin, proteîn kînazek bi navê CTR1-ê bêçalak dikin. Ev rewş di dawiyê de hokarên libergirtinê (bi înglîzî: transcription factors) han dike bo libergirtina genên corbicor.[4]
Di bin stresên hawirdorê yên wekî hişkahî, lehî, sermahî, rûbirûmayîna bi ozonê, an jî birîndarbûnê de berhemkirina etîlenê zêde dibe. Etîlena stresê di destpêkirina bersîvdayînên bo stresê yên wekî pelweşîn, pîrbûn, başkirina bîrînan û zêdebûna bergiriya nexweşiyan de cih digire.[6]
Di riwekên lûleyî de hema di hemû beşên girîng ên wekî pel, qed, reg, kulîlk, fêkî û tov de etîlen tê berhemkirin. Berhemkirina etîlenê ji aliyê hokarên peresînê û hokarên hawirdorê ve tê rêkxistin. Di dirêjiya jiyana riwekê de di hin qonaxên geşe û peresînê de, wekî mînak, zîldan û şînbûna tovê, gihîştina fêkiyan, weşîna pelan û çilmisîna (hişkbûn) kulîlkan de berhemkirina etîlenê zêde dibe. Di riwekê de çêkirina etîlênê ji ber hin hokarên derveyî (hawirdor) jî han dibe. Birîndarbûna riwekê, stresên hawirdorê yên wekî zêdebûna şoriya axê, hin madeyên kîmyayî yên wekî oksîn û rêkxistinêrên din, hokarên hawirdorê ne ko bandor li ser çêbûna etîlenê dikin.[8]
Hin cudahiyên etîlenê ji hormonên negazî (bi înglîzî: nongaseous) yên riwekan heye, evana:
I. Etîlen li gor hawira avî, di nav parzûna xaneyê ya lîpîda duqatî de hê baştir dihele û bi serbestî di parzûna xaneyê de derbas dibe.[6]
II. Ji bo xwe bigihîne xaneyên armanc, pêdiviya etîlenê bi proteînên guhezer ve tune.
III. Berevajî hormonên din ên riwekan, etîlen ji bo embarkirina navxaneyî an jî bêçalakkirinê, bi madeyên din ve nayê girêdan. Gava pêdivî pê nema, ji riwekê tê berdan.[5]
IV. Etîlen dikare were hilweşandin bo karbona dioksîdê an jî bo etîlen oksîdê[9]
Erk
Etîlen, weşîna pel, fêkî û kulîlkan kontrol dike, gihîştina fêkiyan han dike û dirêjbûna qed û regan asteng dike. Zîldana tovê û zalbûna lûtkeyî han dike Li dijî hokarên nexweşiyê, birindarbûnê an jî giyaxuran, bersîvdana bergiriyê dabîn dike.[2][10]
Fêkiyên wekî avakado, mûz, firingî, sêv û hêjîr, fêkiyên klîmakterî (bi înglîzî: climacteric fruits) in. Evan fêkiyan hedî bi hêdî digihêjin lê ber bi dawiya qonaxên peresînê de gelek guherînên peresînê bi lez rû didin. Nîşa tên hilweşîn bo şekirên sade, dîwarê xaneyan hildiweşîn û nerm dibin, çêj û bêhna fêkiyê baştir dibe, reng diguhere. Ev hemû guherîn ji aliyê etîlenê ve tên hankirin, di destpêkê de xestiya etîlenê hindik e, loma guherîn hêdî rû didin. Lê di van riwekan de bandorek din a etîlenê jî heye, etîlen bi sîstema paşragihandina erenî (bi înglîzî: positive feedback system), riwekê han dike ko hê zêdetir etîlen çêbike. Xestiya etîlenê di nav demek kurt de pir zêde dibe û gihîştina fêkiyê rû dide.
Fêkiyên wekî trî, lîmon, gêlaz û porteqal, fêkiyên neklîmakterî ne.[11][9] Di van fêkiyan de etîlen çêkirina xwe han nake, loma di van fêkiyan de asta etîlenê sabît dimîne û berê gihîştinê pir zêde nabe, ji nişka ve guherîn çênabin.[5]
Bersîvdayîna sêalî bo stresa mekanîkî
Gava tov di bin axê de zîl dide û şitil geşe dibe, şitil axê ber bi jor ve tehn dide ko axê biqelişîne û xwe bigihîne ronahiyê. Dema şitil di nav axê de rastê astengek were, wekî mînak, rastê kevirek were an jî rastê axa hişk û zexm were, şitil zorê dide xwe ko ew astengê tehn bike. Her ko şitil astengê tehn dike, stresa ser şitilê, çêkirina etîlenê han dike. Bi zêdebûna etîlenê, di riwekê de pêvajoya geşebûnê ya bi navê bersîvdana sêalî dest pê dike û ajê riwekê xwe ji astengê dûr dixe.[12]
Di pêvajoya bersîvdayina sêalî de wekî gava yekem, etîlen rê li ber dirêjbûna qed û regê digire. Di gava duyem de hormon reg û qedê han dike ko biwerimin û stûriya wan zêde bibe. Di gava sêyem de qedê şitilê wisa diteve ko pelen embriyonî û merîstema nazik bi berwarkî geşe bibin. Bi kêmbûna bandora destpêkê ya etîlenê, beşek qedê ditewe, mîna çengelek ber bi jorê axê ve dirêj dibe û axê diqelişîne. Bi vî awayî pel û merîstem ji axê ziyan nagirin û derdikevin derve.[4]
Gihîştina fêkiyan

Fêkiyên goştî yên xag (fêkiyên negihîştî) bi gelemperî tirş, hişk û kesk in û tovê negihîştî lixwe digirin. Ev taybetmendiya fêkiyê, tovê ber gihîştinê, ji giyaxuran diparêze.[12]
Piştî gihîştina tovê, fêkî edî bala ajalan dikişîne ko giyaxur fêkiyê bixwin û tovên fêkiyê belavê hawirdorê bikin.Bi gelemperî ji nişkê ve zêdebûna etîlenê, di fêkiyê de kiryarên bo gihîştinê han dike. Dîwarê xaneyan ji aliyê enzîman ve tê hilweşandin, bi vî awayê fêkî nerm dibe. Nîşa û asîd tên guhertin bo şekirên wekî fruktoz û glukozan, loma çêja fêkiyê şîrîn dibe. Rengê kesk ber bi rengên wekî zer, sor, binefşî diguhere.Ev reng ji dûr ve bala ajalan dikişînin ser fêkiyê. Di pêvajoya gihîştinê de etîlen gihîştina fêkiyan han dike, fêkiyên gihîştî jî hê zêdetir etîlen berhem dikin. Ji ber ko etîlen hormonek gazî ye, sînyala gihîştînê ji fêkiyek ber bi fêkiyên din ve belav dibe.
Weşîna pelan
Weşîna pelan ji aliyê du hormonên dijhev, etîlen û oksîn ve tê kontrolkirn. Gava payîz nêzîk dibe, pelên darên pelweşan (bi înglîzî: deciduous trees) jî êdî pîr dibin, xestiya oksînê di pelan de kêm dibe.Di heman demê de xaneyên di tebeqeya qetînê ya binikê bistîka pelê (cihê ko wê pel ji qedê biqete), dest bi berhemkirina etîlenê dikin.[10]
Di pelên ciwan de oksîn hestiyariya xaneyan bo etîlenê kêm dike û rê li ber weşîna pelê digire.[5]Payîzê kinbûna rojê û kêmbûna germahiyê, hokarên hawirdorê ne ko karlêkên bo pelweşînê didin destpêkirin.Weşîna pelan ji ber bandora etîlenê rû dide.Guherînên demsala payîzê dibin sedema guherîna hevsengiya oksîn û etîlenê.[13]
Etîlen, berhemkirina oksînê dide kêmkirin, guhaztina oksînê hêdî dike û hilweşîna oksînê han dike ko çalakiyên oksînê asteng bike.[5]Pelên kevn (pîr) her diçe hê kêmtir oksîn berhem dikin. Di binika bistîka pelê de (beşa ko bistîk bi qedê ve girêdayîye) hestiyariya xaneyan bo etîlenê zêdetir dibe û xane enzîmên herisê berhem dikin. Enzîm seluloz û pêkhateyên din ên dîwarê xaneyê hildiweşînin.[12]Ji ber hilweşîna dîwarê xaneyan, di binikê bistîkê de sistî peyda dibe. Ji ber giraniya pelê û bayê payîzê, pel ji beşa binikê ya bistîkê de diqete û ji riwekê diweşe.[13]Hê ko pel neweşiyaye, li aliyê qedê de derdora beşa ko wê pel biqete de çînek tepedorî ya parezvan tê çêkirin. Ev tebeqe piştî pelweşînê rê li ber hokarên nexweşiyê digire ko nekevin hundirê riwekê.[12]
Pîşesazî
Ji bo fêkî bi awayekî yeksan bigihîjin, di bazirganiyê de etîlen tê bikaranîn. Wekî mînak, firingî û mûz dema hê kesk in tên berhevkirin û tên şandin bo heremên ko wê werin firotin. Berî ko li firoşgehan werin belavkirin, etîlen direşînin ser fêkiyan û fêkî digihîjin.[10]
Ji ber ko di atmosferê de zû belav dibe, etîlen raste rast di zevî û baxçeyan de nayê bikaranîn. Hin awêteyên wekî etefon (bi înglîzî: ethephon), an jî asîda 2-kloroetîlfosfonî (bi înglîzî:2-chloroethylphosphonic acid) ji bo reşendina etîlenê tên bikaranîn. Ji bo van awêteyan di warê bazirganiyê de çendan nav tên bikaranîn, ethrel ya herî navdar e. Ethrel di nav avê de li ser riwekê tê reşandin, ji aliyê riwekê ve tê mijîn û bi karlêkên kîmyayî etîlen ber dide. Etîlen jî erkê xwe cih tîne.[6]
Etîlen ji ber ku gihîştina fêkiyan û pîrbûna kulîlkan lez dike, temenê refê kurt dike. Ev yek bi taybetî di dema barkirin, veguhastin û depokirinê de dibe sedema zirarên mezin ên aborî ji bo kulîlkfiroş û bazaran. Ji bo ku rê li ber vê zerarê were girtin, astengkerên etîlenê (yên wekî Aminoethoxyvinylglycine (AVG), asîda amînoksalî an xwêyên zîvê) tên bikar anîn.[14][15] Rêyek din a bi bandor jî astengkirina têgihîştina etîlenê ye; ji bo vê yekê pêkhateya 1-methylcyclopropene (1-MCP) tê bikar anîn ko hestiyariya fêkî û kulîlkan li hember gaza etîlenê (çi ya ji hundir dertê çi jî ya ji derve) kêm bibe.
Girêdanên derve
Çavkanî
- Rye, C., Wise, R., Jurukovski, V., Desaix, J., Choi, J., & Avissar, Y. (2017).Biology. Houston, Texas : OpenStax College, Rice University,
- Losos, J., Mason, K., Johnson,G., Raven, P., & Singer, S. (2016). Biology (11th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
- Chang C. Q&A: How do plants respond to ethylene and what is its importance? BMC Biol. 2016 Jan 27;14:7. doi: 10.1186/s12915-016-0230-0. PMID: 26819080; PMCID: PMC4730734
- Brooker, R., Widmaier, E., Graham, L., & Stiling, P. (2017). Biology (4th ed.).
- Bhatla, S.C. and A. Lal, M. (2019) Plant Physiology, development and metabolism Satish C Bhatla, Manju A. Lal. Singapore: Springer
- Taiz, L. and Zeiger, E. (2014) Plant Physiology. 6th edn. Sinauer Associates.
- Carey, Francis A.. "ethylene". Encyclopedia Britannica, 7 Aug. 2026, Accessed 11 September 2026.
- Yang SF, Hoffman 1984 Ethylene biosynthesis and its regulation in higher plants. Plant Physiol.volume=35.issue=1 pages=155–89 |doi=10.1146/annurev.pp.35.060184.001103
- SMauseph. (1998). Botany An Introduction To Plant Biology. Jones & Bartlett Pub
- Solomon, E., Martin, C., Martin, D., & Berg, L. (2015).Biology. Stamford: Cengage Learning.
- TBidlack, J.E., Jansky, S. and Stern, K.R. (2018) Stern’s introductory plant biology. 14th edn. New York, NY: McGraw-Hill.
- Reece, Jane B. Campbell Biology : Jane B. Reece ... [et Al.]. 9th ed., Boston, Ma, Benjamin Cummings, 2011.
- Simon, E. J., Dickey, J.L., Reece, J. B., & Burton, R. A. (2018).Campbell Essential Biology with Physiology (6th ed.). Newyork, United States: Pearson.
- Cassells AC, Gahan PB (2006). Dictionary of plant tissue culture. Haworth Press. p. 77. ISBN .978-1-56022-919-3
- Constabel F, Shyluk JP (1994). "1: Initiation, Nutrition, and Maintenance of Plant Cell and Tissue Cultures". Plant Cell and Tissue Culture. Springer. p. 5. ISBN .978-0-7923-2493-5

No comments:
Post a Comment