2025/10/31

Şaneya lûleyî

Here nagîvasyonê

Here lêgerînê


Şaneya lûleyî (bi înglîzî: vascular tissueşaneyek aloz e, ji çendan cor xaneyan pêk tê, di riwekên lûleyî de ji bo veguhaztina av û xurekemadeyan kar dike û palpiştî dide riwekê.

Şaneya lûleyî ji gurzên lûleyî (bi înglîzî: vascular bundles) pêk tê. Gurzên lûleyî şaneya darik û şaneya niyan lixwe digirin û her gurzek ji hev cuda wekî mîna gurzê deziyan di nav şaneya lûleyî de dirêj dibin. [1]

Taybetmendî

Di panîbirgeha bistîka kerefsê de gurzên lûleyan ko niyan û darik lixwe digirin.

Rêzbûna gurzên lûleyî di qedên riwekên dulep de bi şêweyî bazineyî ye. Di qedên riwekên yeklep de gurzên lûleyî di nav şaneya binçîne de bi şêweyî bêrêz belavbûyî ne.[2]

Di hemû riwekên lûleyî de şaneya lûleyî heye. Di riwekên giyayî de şaneya lûleyî ji şaneya lûleyî ya seretayî pêk tê. Di riwekên darî (pirsalî) de li dewsa şaneya lûleyî ya seretayî di reg û qedên riwekê de, bi geşeya duyem şaneya lûleyî ya duyem çêdibe.[3]

Merîstema lûtkeyî ji prokambiyumê, şaneya lûleyî ya seretayî dide çêkirin. Şaneya lûleyî ya duyem ji aliyê kambiyuma lûleyî ya merîstema teniştî ve tê çêkirin.[4]

Hemû şaneyên lûleyî yên di nav riwekek diyarkirî, bi hev re sîstema şaneyên lûleyî (bi înglîzî: vascular tissue system) yên wê riwekê pêk tînin.

Niyan (bi înglîzî: phloem) û darik (bi înglîzî: xylem) du şaneyên serekî yên sîstema şaneya lûleyî ne. Av û xurekemadeyan di nav van herdu şaneyan de tên guhaztin. Herwiha du merîstemên teniştî jî bi şaneya lûleyî ve di têkilîyêde ne: kambiyuma lûleyî û kambiyuma tepedorî.

Şanaya darik

Rêzbûna gurzên lûleyî di qedên riwekên dulep de bi şêweyî bazineyî ye. Di qedên riwekên yeklep de gurzên lûleyî di nav şaneya binçîne de bi şêweyî bêrêz belavbûyî ne

Şaneya darik an jî bi kurtî darik, av û xwêyan ji regê ber bi hemû beşên riwekê ve diguhazîne. Arasteya veguhaztinê ji reg ber bi pelan e.

Di riwekên tovdapoşrav (riwekên kûlîlkdar) de şaneya darik ji çar cor xaneyan pêk tê: borrîke (bi înglîzî: tracheids), yekeyên lûleyî (bi înglîzî: vessel elements), parenkîmaya darik (bi înglîzî: xylem parenchyma) û rîşlên darik (xylem fibers). Ji van xaneyan, borrîke û yekeyên lûleyî xaneyên mirî ne, tenê ji diwarê xaneyê pêk tên û hundirê xaneyan vala ye. Di van herdu cor xaneyan de jî diwarê xaneyê yê duyem heye û ligînîn lixwe digirin û ji bo guhaztina av û xwêyan kar dikin.[4]

Xaneyên parenkîma xurekemadeyan embar dikin û di riwekê de guhaztina berwarî ya av û xwêyan dabîn dikin. Rîşalên darik jî palpiştiya riwekê dikin.[5]

Borrîke xaneyek dirêj a sklerenkîmayê ye û dîwarê xaneyê yê duyem ê bi ligînîn lixwe digire, dîwarê xaneyê gellek stûr e. Di dîwarê borrîkeyan de kun hene û wekî qulik (bi înglîzî: pit) tên navkirin. Di beşa qulik de diwarê xaneyê yê duyem tune. Av ji borrîkeyek bi navbeynkariya qulikan tê guhaztin bo borrîkeyek din.

Yekeyên lûleyî ji borrîkeyan kurtir û stûrtir in, dîwarê xaneyên wan teniktir in. Li aliyê tenîşta yekeyên lûlelî de kun hene, av bi navbeynkariya kunan, di navbera yekeyan de, bi berwarî jî tê guhaztin. Gellek yekeyên lûleyî li dû hev rêz dibin, ji loda yekeyan, lûleya darik (bi înglîzî: vessel) peyda dibe Lûleya darik dişibe borrîyê. Hemû riwekên lûleyî, borrîke lixwe digirin, lê lûleya darik bi gelemperî tenê di pêkhateya riwekên tovdapoşrav de cih digire. Ango piraniya riwekên tovrût û hemû riwekên lûleyî yên bêtov, lûleyên darik lixwe nagirin.[5]

Şaneya niyan

Şaneya niyan an jî bi kurtî niyan, madeyên endamî yên wekî şekir, asîdên amînîproteînhormonARN û hin mîneralan di nav avê de diguhazîne.[3]Guhaztina madeyan ji pelan ber bi qed û regê, an jî ji regê ber bi qed û pelan ve ye. Ango guhaztina madeyan cot arasteyî ye.

Di riwekên tovdapoşrav de şaneya niyan ji çar cor xaneyan pêk tê: yekeya lûleya bêjîngî, hevalexane, parenkîmaya niyan û rîşalên niyan.

Yekeyên lûleya bêjîngî (bi înglîzî: sieve tube elements) corek xaneyan in ko kar dikin bo guhaztina madeyên endamî bo tevahiya riwekê.[6] Yekeyên lûleya bêjîngî zindî ne, lê di yên pêgihîştî de piraniya endamokên xaneyê yên wekî navikmîtokondrî û rîbozom hildiweşin an jî piçûktir û kêmtir dibin.[5]

Di riwekên tovdapoşrav de yekeyên lûleya bêjingî li li pêy hev rêz dibin û lûleya bêjîngî (bi înglîzî: sieve tube) ya dirêj peyda dibe.[5]Di navbera dîwarê xaneyê yên xaneyên cîran de lewheya kunkunî pêyda dibe, ji vê pêkhateyê re tê gotin lewheya bêjingî (bi înglîzî: sieve plate). Bi navbeynkariya kunên li ser lewheya bêjîngî, ji yekeya lûleyî sîtoplazma dirêjê yekeya lûleyî ya din dibe.

Di riwekên tovrût û riwekên bêtov ên wekî serxesan de li dewsa lûleya bêjîngî, rêzên xaneyên bêjîngî hene û karên lûleya bêjîngî dikin.[7]

Di kêleka xaneyên lûleya bêjîngî de hevalexane (bi înglîzî: companion cells)hene. Hevalexane bo karlêkên metabolî destek didin xaneyên lûleya bêjîngî.

Rîşalên şaneya niyan bi eslê xwe xaneyên sklerenkîma ne. Dîwarê xaneyên wan stûr û zexm e. Dirêjiya rîşalên niyanê dibe ko 20 heta 50 milîmetre bin.[3] Rîşalên nîyanî palpiştî didin riwekê.

Di riwekên dulep (bi înglîzî: dicotyledon) û riwekên tovrût de di navbera şaneya niyan û darik de merîstema teniştî ya bi navê kambiyuma lûleyî (bi înglîzî: vascular cambium) cih digire. Kambiyuma lûleyî bi dabeşbûnê, darik û niyanên duyem çêdike. Bi dabeşbûna kambiyuma lûleyî, tîreya reg û qedê riwekê zêde dibe.[8]

Girêdanên derve

Çavkanî

  1. ^ Zimmermann, Martin Huldrych, Stevenson, Dennis William, Berry, Paul E., Stevens, Peter, Cronquist, Arthur, Dilcher, David L.. "angiosperm". Encyclopedia Britannica, 26 Sep. 2025, [1]Accessed 28 October 2025.
  2. ^ Rye, C., Wise, R., Jurukovski, V., Desaix, J., Choi, J., & Avissar, Y. (2017).Biology. Houston, Texas : OpenStax College, Rice University,
  3. Jump up to:a b c Brooker, R., Widmaier, E., Graham, L., & Stiling, P. (2017). Biology (4th ed.).
  4. Jump up to:a b Losos, J., Mason, K., Johnson,G., Raven, P., & Singer, S. (2016). Biology (11th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
  5. Jump up to:a b c d Solomon, E., Martin, C., Martin, D., & Berg, L. (2015).Biology. Stamford: Cengage Learning.
  6. ^ Raven, Peter H.; Evert, R.F.; Eichhorn, S.E. (1992). Biology of Plants. New York, NY, U.S.A.: Worth Publishers. p. 791. ISBN .
  7. ^ The Editors of Encyclopaedia Britannica. "sieve element". Encyclopedia Britannica, 2 Feb. 2022, [2] Accessed 31 October 2025.
  8. ^ Simon, E. J., Dickey, J.L., Reece, J. B., & Burton, R. A. (2018).Campbell Essential Biology with Physiology (6th ed.). Newyork, United States: Pearson.

2025/10/25

Şaneya binçîne

 


Here nagîvasyonêHere lêgerînê

Şaneya binçîne (bi înglîzî: ground tissue) yek ji şaneyên riwekê ye ko kar dike bo çêkirin û embarkirina xurekemadeyen û dabînkirina palpiştî bo riwekê.[1]

Erk û pêkhate

Piraniya laşê riwekê ji şaneya binçîne pêk tê, ji bilî şaneya rûpoşî û şaneya lûleyî, hemû beşên riwekê ji şaneya binçîne pêk tê.[2]Di reg û qedê de beşa şaneya binçîne ya li aliyê hundirê şaneya lûleyî de cih digire, wekî kirok (bi înglîzî: pith) tê navkirin. Şaneya binçîne ya di navbera şaneya lûleyî û şaneya rûpoşî jî wekî tûkil (bi înglîzî: cortex) tê navkirin.[3] Şaneya binçîne ji aliyê merîstema binçîne ve tê çêkirin. Li gel dabînkrina palpiştî û qayîmiyê, zîndeçalakiyên wekî fotosentez û embarkirina xurekemadeyan jî di xaneyên şaneya binçîne de pêk tên.

Şaneya binçîne ji sê şaneyan pêk tê; şaneya parenkîma, şaneya kolenkîma û şaneya sklerenkîma. Beşa şaneya binçîne ya ji xaneyên parenkîma pêk tê, bi gelemperî erkên wekî embarkirina xurekemadeyan, derdan û fotosentezê bi cih tine. Şaneya binçîne ya ko ji şaneya kolenkîma û sklerenkîmayê pêk tê palpiştî, qayîmî û parastina riwekê dabîn dikin.[4] Xaneya parenkîma (bi înglîzî: parenchyma), xaneya kolenkîma (bi înglîzî: collenchyma) û xaneya sklerenkîma (bi înglîzî: sclerechyma) xaneyên şaneya binçîne ne.[5]Ev hersê cor xaneyên şaneya binçîne, bi taybetî li gor pêkhateya dîwarê xaneyê ji hev tên cudakirin. Di hemû xaneyên riwekan de dîwarê xaneyê heye, lê stûrî û pêkhateya dîwarê xaneyê di hemû xaneyan de ne yek e. Di riwekan de, xaneya nû her ko geşe dibe û diperise, pêkhateyên ji bo dîwarê xaneyê jî berhem dike û li aliyê derveyî parzûna xaneyê de çînek tenik a dîwerê xaneyê ava dike. Di destpêkê de dîwarê xaneyê piçek qayişokî ye û her ko xane geşe dibe û qebareya xaneyê zêde dibe, dîwarê xaneyê jî dirêj dibe û fireh dibe.[6] Gava di xaneyê de geşebûn temam dibe û qebareya xaneyê êdî zêde nabe, hin xane bi derdanên xwe, dîwerekî din çêdikin. Di navbera parzûna xaneyê û dîwarê seretayî de dîwarê xaneyê yê duyem tê çêkirin. Ango di hin corên xaneyên riwekan de, dîwarê xaneyê yek e û tenik e, lê di hin xaneyan de jî dîwarê duyem ê stûr jî heye.[6]

Şaneya parenkîma

Piraniya şaneya binçîne ji şaneya parenkîma pêk tê. Wekî mînak, kirok û tûkila qedê, şaneya mezofîlê ya pelan, tûkila regê, fêkî, û endosperma tovê ji şaneya parenkîma pêk tên.[7] Beşên nerm ên riwekê, wekî mînak, di sêvkartol û gêzer de beşên ko tên xwarinê, bi gelemperiya xwe ji şaneya parenkîmayê pêk tên.[6] Şaneya parenkîma, şaneyek sade ye û ji xaneyên parenkîma peyda dibe. Xaneyên parenkîma zindî ne, xwediyê sîtoplazmanavik û endamokên xaneyê ne. Loma piraniya zîndeçalakiyên wekî henaseya xaneyêheriskirin, fotosentez û embarkirina xurekemadeyan di xaneyên parenkîma de rû didin.[5] Diwarê xaneyê, di xaneyên parenkîma de tenik e. Vakuola xaneyê gir e.

Xaneyên parenkîma temen dirêj in, wekî mînak, di hin kaktusan de dibe ko ji sed salî zêdetir zindî bimînin.[4] Xaneyên parenkîma yên pêgihîştî û hatine guncandin jî dikarin dabeş bibin. Ango xaneyên şaneya parenkîmayê wekî mîna xaneyên merîstemî dimînin, gava pêdivî bi dabeşbûna xaneyê hebe, dikarin dabeş bibin. Regê teniştî û gopikên teniştî ji aliyê xaneyên parenkîma ve tên çêkirin.

Di reg û qedên riwekan de, di şaneya parenkîmayê de danikên nîşa, proteîn, dilopikên rûn (çewrî) û av mîneral tê embarkirin. Herwiha xaneyên parenkîma kar dike bo derdan, fotosentez û embarkirina xurek û avê. Di riwekên pirsalî de bi gelemperî di beşa mezofîl a pelan de û di pel û qedên riwekên giyayî de parenkîmayên bi kloroplast, karlêkên fotosentezê pêk tînin.[4] Hormonenzîm, nektar, şîrêz (bi înglîzî: resin), tanîn (bi înglîzî: tannin) mînak in bo derdanên xaneyên parenkîmayê.[6]

Di qedê kaktusan de gellek ji xaneyên parenkîma hene bo embarkirina avê di nav xaneyê de.[8] Bi taybetî, gava riwek birîndar dibe, şaneya parenkîmayê ya nêzîkê birînê diguherin bo xane û şaneyên birindarbûyî û birînê sax dikin. Wekî mînak, heke di beşek riwekê de ziyan bigihîje şaneya darik (bi înglîzî: xylem) û şaneya darik hilweşe, xaneyên parenkîma yên cîran di nav çend rojan de dabeş dibin û diguherin bo şaneya darik a nû.[6]

Şaneya kollenkîma

Şaneya kolenkîma jî wekî mîna şaneya parenkîma û sklerenkîmayê, şaneya sade ye û tenê ji koma xaneyên yekcorî pêk tê. Xaneyên şaneya kolenkîma bi taybetî di beşên geşebûnê yên wekî qed û pelan de palpiştî didin riwekê.[9] Dîwarê xaneyê yê xaneyên kolenkîma stûr e û li gel selulozê pektîn jî lixwe digire.[10] Stûriya dîwar li her derê xaneyê de ne yek e. Xaneyên kollenkîma li gor şêweyî stûrbûna diwarê xaneyê jî tên polenkirin. Xaneyên kolenkîma yên pêgihîştî zindî ne, piçek nerm û gelek elastîkî in, di bin hêzê de bi hêsanî dirêj dibin û tên vêkişîn.[6]

Şaneya kolenkîma bi gelemperî di tûkila qed û pelan de cih digirin. Kolenkîma di qedê riwekê de li aliyê teniştê, li bin şaneya rûpoşî de cih digire.[5] Herwiha di bistîka pelê de û li derdora gurzên lûleyî yên pelê de jî şaneya kolenkîma heye. Şaneya kollenkîma gurza lûleyan bihev re digire. Ji bo riwekên giyayî palpiştiya herî xurt ji aliyê şaneya kolenkîma ve tê dabînkirin. Riwek bi alîkariya şaneya kolenkîmayê, beyî ko werin şikestin, bi hêsanî ditewin û rast dibin.[4] Di riwekên darî de, şaneya kollenkîma ji bo demek kurt çalak e, paşê ji aliyê şaneya darik a duyem ve tê pelçîqandin.

Şaneya sklerenkîma

Şaneya sklerenkîma ji xaneyên sklerenkîma pêk tê. Şaneya sklerenkîma qayîmî dide riwekê û palpiştiya riwekê dike. Bi taybetî beşên sift û xurt ên ko êdî geşe nabin bi şaneya sklerenkîma dewlemend in. Wekî mînak, di beşa darî ya qedên riwekan, û di qalikên gûzan de şaneya sklerenkîma zêde ye.

Bi gelemperî xaneyên sklerenkîma yên pêgihîştî mirî ne. Xaneyên sklerenkîma diwarê xaneyê yê duyem jî lixwe digirin. Di pêkhateya dîwarê xaneyê de li gel selûlozê, lîgînîn jî cih digire. Lîgînîn zexmbûnê dide xaneyan, loma xaneyên mirî hê jî dikarin palpiştî bidin rîwekê.[9]

Xaneyên sklerenkîma du cor in; rîşal (bi înglîzî: fiber) û sklereîd (bi înglîzî: sclereid). Koma xaneyên rîşal bi gelemperî di qedê riwekê de mîna gurzê deziyan dirêj dibin. Herwiha di pelên riwekan de, li gurzê şaneya lûleyî de jî xaneyên rîşal cih digirin. Rîşal gelek qayim in, zû parçe nabin û naqetin. Di pîşesaziyê de rîşalên sklerenkîma ji bo çêkirina werîs û caw tên bikaranîn. Di riweka ketenê de, di şaneya niyan de gurzên xaneyên rîşal hene, rîşalên riweka ketenê ji bo çêkirina cawê keten tên bikaranîn.[4]

Xaneyên sklerid mîna xaneyên rîşal dirêj nîn in, di riwekê de yek bi yek an jî wekî şaneyek ji koma xaneyên sklerîd cih digirin. Xaneyên sklereîd bi gelemperî di qalikê tovan de cih digirin, tovê ji darbeyên hawirdorê diparêzin.

Girêdanên derve

Çavkanî

  1. ^ Schraer D.W, Stoltze H.J,(1995). Biology (6th ed.). USA: prentice Hall, ISBN 0-13-806630-2.
  2. ^ Reece, Jane B. Campbell Biology : Jane B. Reece ... [et Al.]. 9th ed., Boston, Ma, Benjamin Cummings, 2011.
  3. ^ Rye, C., Wise, R., Jurukovski, V., Desaix, J., Choi, J., & Avissar, Y. (2017).Biology. Houston, Texas : OpenStax College, Rice University,
  4. Jump up to:a b c d e Losos, J., Mason, K., Johnson,G., Raven, P., & Singer, S. (2016). Biology (11th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
  5. Jump up to:a b c The Editors of Encyclopaedia Britannica. "meristem". Encyclopedia Britannica, 20 May. 2023, [1] Accessed 19 October 2025.
  6. Jump up to:a b c d e f Solomon, E., Martin, C., Martin, D., & Berg, L. (2015).Biology. Stamford: Cengage Learning.
  7. ^ Berry, Paul E., Dilcher, David L., Cronquist, Arthur, Stevenson, Dennis William, Stevens, Peter, Zimmermann, Martin Huldrych. "angiosperm". Encyclopedia Britannica, 26 Sep. 2025, [2] Accessed 19 October 2025.
  8. ^ Postlethwait, J. H., & Hopson, J. L. (2006). Modern Biology. NY, United states: Holt Rinehart & Winston.
  9. Jump up to:a b Brooker, R., Widmaier, E., Graham, L., & Stiling, P. (2017). Biology (4th ed.).
  10. ^ Johnson, L. G. (1987). Biology. Dubuque, Iowa: Wm. C. Brown.

2025/10/18

Şaneya merîstemî

 

Şaneya merîstemî

Here nagîvasyonêHere lêgerînê
Şaneya merîstem li gor cih an jî li gor çavakniya xwe tên polenkirin.

Şaneya merîstemî (bi înglîzî: meristematic tissue), koma xaneyên ko berdewamî dabeş dibin û diguherin bo hemû xane û şaneyên riwekê.

Di ajalan de piştî pîtinêzîgota tekxaneyî bi dabeşbûnê, xaneyên nû çê dike. Ev xaneyên nû jî embriyoyê pêk tînin. Xaneyên embriyoyê xaneyên bineratî (bi înglîzî: stem cells) ne û dikarin bi gorankariyê biguherin bo hemû cor xane û şaneyên ajalan. Ango hemû şane û endamên ajalan, bi dabaşbûn û gorankariya xaneyên embriyoyê çêdibin. Geşebûn û peresîna ajalan heta astekî diyarkirî didome, paşê xaneyên bineretî dikevin qonaxa mitbûnê û bêdeng dibin. Geşebûna ajalan hetanê temenê pêgihîştînê didome û sinordar e.

Di riwekan de hebûna geşebûna nediyarkirî (bi înglîzî: indeterminate growth), taybetmendiyek serekî ye ko riwekan ji ajalan cihê dike. Laşê riwekan jî ji aliyê xaneyên embriyoyî ve tên çêkirin. Di riwekan de jî mîna xaneyên embriyoyî yên ajalan, komên xaneyên bineretî hene. Cihê komên xaneyên bineretî, wekî merîstem tên navkirin û xaneyên wir jî, wekî xaneyên merîstemê tên navkirin. Peyva merîstem ji peyva “merizein” a yewnanî çêbûye û wateya wê “dabeşbûn” e. Ango beşa ko koma xaneyên embriyoyî lixwe digire wekî merîstem tê navkirin.[1]

Xaneyên merîstemê dikarin berdewam dabeş bibin, loma şaneya merîstemî dikare xwe nû bike an jî xwe biguncîne bo xane û şaneyên din ên riwekê.Ango berevajiyê ajalan, di beşa merîstemî ya riwekan de, xane berdewam dabeş dibin û hejmara xaneyan zêde dibe. Hemû xaneyên riwekê ji dabeşbûn û gorankariya xaneyên merîstemê çêdibin û riwek geşe dibe.Gava xaneyek merîstemê dabeş dibe, yek ji cota xaneyên nû xwe diguncîne bo xaneyên din ên şaneyên riwekê û riwek geşe dibe, xaneya din jî wekî xaneya bavan dimîne û dabeş dibe bo xaneyên nû.Taybetmendiya geşebûna nediyarkirî ya riwekan ji aliyê şaneya merîstemî ve tê dabînkirin.

Di riwekên pirsalî de (riwekên darî) geşebûna nediyarkirî hê baştir xuya dibe.Di riwekên darî de geşebûna riwekê ne sinordar e û ranaweste.[2] Her ko temenê darê zêde dibe, regged, şax û guliyên darê jî hê dirêjtir û stûrtir dibin.Lê di hin beşên riwekên darî de geşebûna diyarkirî (bi înglîzî: determinate growth) rû dide. Wekî minak, qebareya pel û mêweyên (fêkî) daran, heta astekî taybet zêde dibe, paşê geşebûna wan radiweste. Ango di dara sêvê ya 5 salî û ya 25 salî de qebareya pel û fêkiyan hema wekhev in, lê reg, qed û çiqilên dara sêvê ya 25 salî dirêjtir û stûrtir in.

Hin taybetmendiyên xaneyên şaneya merîstemî

  • Xaneyên merîstemî çavkaniya geşebûna riwekê ye. Di riwekê de şaneyên hemîşeyî (bi înglîzî: permanet tisssue) ji xaneyên şanya merîstemî çêdibin.
  • Ji ber ko xaneyên merîstemî ji bo karekî taybet nehatine peresîn, dikarin bi berdewam dabeş bibin û bi gorankariyê biguherin bo xaneyên din ên şaneyên riwekê.[3]
  • Piraniya riwekan de di dirêjiya zivistanê de, xaneyên merîstemî bêdeng in an jî asta metabolîzmaya wan pir kêm dibe.
  • Li Kurdîstanê werzê geşebûnê bo riwekan, di demsala biharê dest pê dike heta payîzê didome. Xaneyên merîstemî di bin şert û mercên guncav de dikarin ji demsala biharê heta payîzê bi awayekî berdewamî dabeş dibin.
  • Di merîstemê de xaneyên merîstemî bi awayekî şidî rêzbûyî ne, di navbera xaneyan de valahî çênabe.
  • Xaneyên merîstemê vakuola navendî lixwe nagirin, lê çend vakuolên piçûk lixwe digirin. [4]
  • Xaneyên merîstemî tek navikek gir lixwe digirin.
  • Dîwarê xaneyê yê xaneyên merîstemê tenik e.
  • Xestiya sîtoplazmaya xaneyên merîstemî zêde ye.
  • Di xaneyên merîstemî de asta çalakiyên metabolîzmayê bilind e.
  • Birînên riwekê ji aliyê xaneyên merîstemê ve tên saxkirin.

Geşebûna riwekan

Riwekên darî her sal geşe dibin.

Di riwekan de du cor geşebûn rû dide; geşeya seretayî û geşeya duyem.

Heke geşebûna riwekê wekî dirêjbûna riwekê rû bide, ev geşebûna riwekê wekî geşeya seretayî (bi înglîzî: primary growth) tê navkirin. Riwekên giyayî ji geşeya seretayî pêk tên. Di riwekên pirsalî de li gel geşeya seretayî, geşeya duyem jî rû dide.[2] Bi geşeya duyem stûriya reg û qedê riwekê sal bi sal zêde dibe.

Li gorî cihê wan, di riwekan de şaneya merîstemî sê cor in; merîstema lûtkeyî (bi înglîzî: apical meristem), merîstema navberî (bi înglîzî: intercalary meristem) û merîstema teniştî (bi înglîzî: lateral meristem)

Merîstema lûtkeyî

Xaneyên merîstema lûtkeyî ya regê ji aliyê kulavê regê ve pêçayî ne.

Di hemû riwekan de geşeya seretayî bi çalakiya merîstema lûtkeyî rû dide. Di serê (lûtke) reg û qedê riwekan de merîstema lûtkeyî heye, ev merîstem dirêjiya regê û bilindahiya gedê zêde dike. Herwisa li qedê riwekê de, dibe ko hin girê (bi înglîzî: node) jî gopik (bi înglîzî: bud) lixwe bigirin. Ev gopik jî merîstema seretayî (lûtkeyî) lixwe digirin. Merîstemên van gopikan di qonaxa mitbûnê de ne, gava çalak dibin diperisin bo çiqilên nû.[5]

Merîstema lûtkeyî ji xaneyên nazik pêk tên, xane hewceyê parastinê ne. Xaneyên merîstema lûtkeyî ya regê ji aliyê kulavê regê (bi înglîzî: root cap) ve pêçayî ne. Di serê qedê de, şaneya lûtkeyî bi pelokan (pelên pêşîn ên hê neperisîne) pêçayî ye. Pelok şaneya merîstemê ji bandora neyî ya hawirdorê diparêze (serma, germahî, ba hwd) Di werzê geşebûnê de pelok diperisin bo pelên riwekê.

Şaneyên ji merîstema lûtkeyî hatine çêkirin, wekî şaneyên seretayî tên navkirin. Riwekên giyayî an jî riwekên darî yên yeksalî tenê ji şaneyên seretayî pêk tên. Req û qedên van riwekan terr in.[3]

Merîstema lûtkeyî wekî merîstema seretayî jî tê navkirin. Ji merîstema lûtkeyî, bi navên protoderm (bi înglîzî: protoderm), prokambiyum (bi înglîzî: procambium) û merîstema binçîne (bi înglîzî: ground meristem), sê merîstemên seretayî çê dibin. Ji merîstema protodermê şaneya epîdermîs diperise. Merîstema prokambiyumê şaneya lûleyî ya seratayî (niyana seretayî û darika seretayî) çêdike. Xaneyên merîstema binçîne jî diguherin bo şaneya binçîne.[3]

Merîstema navberî

Di riwekên yeklep (bi înglîzî: monocot plants) de di binê tîxa pelê û di gopkeyê de merîstema navberî heye. Merîstema navberî pelên yeklepan ji binê pelê ve dirêj dike. Wekî mînak gava çîmen tên çînîn, merîstema navberî ya binê tîxa pelê, bi dabeşbûna mîtozî dabeş dibe û xaneyên nû ji bo dirêjkirina pelên kurtbûyî tên bikaranîn.[6]

Dirêjiya navberegirêyan (bi înglîzî: internodes) jî ji aliyê merîstema navberî ya li gopkeyê ve tê zêdekirin. Wekî mînak, di riweka garisê de, li gel merîstema teniştî, merîstema navberî jî heye. Merîstema navberî di navberegirê de dirêjbûna qedê garisê dabîn dike.[3]

Merîstema teniştî

Bi geşeya duyem, tîreya reg û qedê riwekên pirsalî zêde dibe.Di weneyê de penîbirgeha qedê riwekê ya yeksalî û ya dusalî xuya dibe.

Merîstema teniştî di riwekên darî(bi înglîzî: woody plants), ango di riwekên pirsalî de xelekek xanayên zindî û dabeşbûner e. Merîstema teniştî ji şaneya binçîne çêdibe. Şaneya binçîne jî ji gorankariya xaneyên merîstema lûtkeyî çêdibin. Merîstema teniştî geşaya duyem dide destpêkirin.[7]

Şaneyên ko ji merîstema teniştî çêdibin, wekî şaneyên duyem tên navkirin. Reg, qed û çiqilên dar û deviyên pirsalî şaneyên duyem in. Hin riwekên giyayî yên wekî riweka gulberrojê jî bi geşeya duyem tîreya reg û qedên xwe heta astekî stûr dikin.[5]

Ji ber ko di riwekên pirsalî de bi geşebûna duyem dabîn dike, meristema teniştî wekî merîstema duyem ji tê navkirin. Di riwekên pirsalî yên darî de du corên merîstema teniştî heye; Kambiyuma lûleyî û kambiyuma tepedorî.

Kambiyuma lûleyî (bi înglîzî: vascular cambium) di navbera şanaya darik û şaneya niyan de cih digire û şaneyên lûleyî berhem dike. Bi dabeşbûna xaneyên kambiyuma lûleyî, darik û niyanên duyem tên çêkirin.[2]

Kambiyuma tepedorî (bi înglîzî: cork cambium) li aliyê derveyî şaneya niyan de cih digire û ber bi aliyê derve xaneyên tepedorî, ber bi hundir ve jî parenkimaya tepedorî berhem dike.[5] Di riwekên darî de, di reg û qedê riwekê de, xaneyên tepedorî cihê xaneyên epîdermîsê digirin û çînek stûr a ji xaneyên mirî ava dikin.[7]

Girêdanên derve

Çavkanî

  1. ^ Brooker, R., Widmaier, E., Graham, L., & Stiling, P. (2017). Biology (4th ed.).
  2. Jump up to:a b c Reece, Jane B. Campbell Biology : Jane B. Reece ... [et Al.]. 9th ed., Boston, Ma, Benjamin Cummings, 2011.
  3. Jump up to:a b c d Losos, J., Mason, K., Johnson,G., Raven, P., & Singer, S. (2016). Biology (11th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
  4. ^ The Editors of Encyclopaedia Britannica. "meristem". Encyclopedia Britannica, 20 May. 2023, [1]. Accessed 10 October 2025
  5. Jump up to:a b c Solomon, E., Martin, C., Martin, D., & Berg, L. (2015).Biology. Stamford: Cengage Learning.
  6. ^ Rye, C., Wise, R., Jurukovski, V., Desaix, J., Choi, J., & Avissar, Y. (2017).Biology. Houston, Texas : OpenStax College, Rice University,
  7. Jump up to:a b Postlethwait, J. H., & Hopson, J. L. (2006). Modern Biology. NY, United states: Holt Rinehart & Winston.