Şaneya lûleyî (bi înglîzî: vascular tissue) şaneyek aloz e, ji çendan cor xaneyan pêk tê, di riwekên lûleyî de ji bo veguhaztina av û xurekemadeyan kar dike û palpiştî dide riwekê.
Şaneya lûleyî ji gurzên lûleyî (bi înglîzî: vascular bundles) pêk tê. Gurzên lûleyî şaneya darik û şaneya niyan lixwe digirin û her gurzek ji hev cuda wekî mîna gurzê deziyan di nav şaneya lûleyî de dirêj dibin. [1]
Taybetmendî

Rêzbûna gurzên lûleyî di qedên riwekên dulep de bi şêweyî bazineyî ye. Di qedên riwekên yeklep de gurzên lûleyî di nav şaneya binçîne de bi şêweyî bêrêz belavbûyî ne.[2]
Di hemû riwekên lûleyî de şaneya lûleyî heye. Di riwekên giyayî de şaneya lûleyî ji şaneya lûleyî ya seretayî pêk tê. Di riwekên darî (pirsalî) de li dewsa şaneya lûleyî ya seretayî di reg û qedên riwekê de, bi geşeya duyem şaneya lûleyî ya duyem çêdibe.[3]
Merîstema lûtkeyî ji prokambiyumê, şaneya lûleyî ya seretayî dide çêkirin. Şaneya lûleyî ya duyem ji aliyê kambiyuma lûleyî ya merîstema teniştî ve tê çêkirin.[4]
Hemû şaneyên lûleyî yên di nav riwekek diyarkirî, bi hev re sîstema şaneyên lûleyî (bi înglîzî: vascular tissue system) yên wê riwekê pêk tînin.
Niyan (bi înglîzî: phloem) û darik (bi înglîzî: xylem) du şaneyên serekî yên sîstema şaneya lûleyî ne. Av û xurekemadeyan di nav van herdu şaneyan de tên guhaztin. Herwiha du merîstemên teniştî jî bi şaneya lûleyî ve di têkilîyêde ne: kambiyuma lûleyî û kambiyuma tepedorî.
Şanaya darik

Şaneya darik an jî bi kurtî darik, av û xwêyan ji regê ber bi hemû beşên riwekê ve diguhazîne. Arasteya veguhaztinê ji reg ber bi pelan e.
Di riwekên tovdapoşrav (riwekên kûlîlkdar) de şaneya darik ji çar cor xaneyan pêk tê: borrîke (bi înglîzî: tracheids), yekeyên lûleyî (bi înglîzî: vessel elements), parenkîmaya darik (bi înglîzî: xylem parenchyma) û rîşlên darik (xylem fibers). Ji van xaneyan, borrîke û yekeyên lûleyî xaneyên mirî ne, tenê ji diwarê xaneyê pêk tên û hundirê xaneyan vala ye. Di van herdu cor xaneyan de jî diwarê xaneyê yê duyem heye û ligînîn lixwe digirin û ji bo guhaztina av û xwêyan kar dikin.[4]
Xaneyên parenkîma xurekemadeyan embar dikin û di riwekê de guhaztina berwarî ya av û xwêyan dabîn dikin. Rîşalên darik jî palpiştiya riwekê dikin.[5]
Borrîke xaneyek dirêj a sklerenkîmayê ye û dîwarê xaneyê yê duyem ê bi ligînîn lixwe digire, dîwarê xaneyê gellek stûr e. Di dîwarê borrîkeyan de kun hene û wekî qulik (bi înglîzî: pit) tên navkirin. Di beşa qulik de diwarê xaneyê yê duyem tune. Av ji borrîkeyek bi navbeynkariya qulikan tê guhaztin bo borrîkeyek din.
Yekeyên lûleyî ji borrîkeyan kurtir û stûrtir in, dîwarê xaneyên wan teniktir in. Li aliyê tenîşta yekeyên lûlelî de kun hene, av bi navbeynkariya kunan, di navbera yekeyan de, bi berwarî jî tê guhaztin. Gellek yekeyên lûleyî li dû hev rêz dibin, ji loda yekeyan, lûleya darik (bi înglîzî: vessel) peyda dibe Lûleya darik dişibe borrîyê. Hemû riwekên lûleyî, borrîke lixwe digirin, lê lûleya darik bi gelemperî tenê di pêkhateya riwekên tovdapoşrav de cih digire. Ango piraniya riwekên tovrût û hemû riwekên lûleyî yên bêtov, lûleyên darik lixwe nagirin.[5]
Şaneya niyan
Şaneya niyan an jî bi kurtî niyan, madeyên endamî yên wekî şekir, asîdên amînî, proteîn, hormon, ARN û hin mîneralan di nav avê de diguhazîne.[3]Guhaztina madeyan ji pelan ber bi qed û regê, an jî ji regê ber bi qed û pelan ve ye. Ango guhaztina madeyan cot arasteyî ye.
Di riwekên tovdapoşrav de şaneya niyan ji çar cor xaneyan pêk tê: yekeya lûleya bêjîngî, hevalexane, parenkîmaya niyan û rîşalên niyan.
Yekeyên lûleya bêjîngî (bi înglîzî: sieve tube elements) corek xaneyan in ko kar dikin bo guhaztina madeyên endamî bo tevahiya riwekê.[6] Yekeyên lûleya bêjîngî zindî ne, lê di yên pêgihîştî de piraniya endamokên xaneyê yên wekî navik, mîtokondrî û rîbozom hildiweşin an jî piçûktir û kêmtir dibin.[5]
Di riwekên tovdapoşrav de yekeyên lûleya bêjingî li li pêy hev rêz dibin û lûleya bêjîngî (bi înglîzî: sieve tube) ya dirêj peyda dibe.[5]Di navbera dîwarê xaneyê yên xaneyên cîran de lewheya kunkunî pêyda dibe, ji vê pêkhateyê re tê gotin lewheya bêjingî (bi înglîzî: sieve plate). Bi navbeynkariya kunên li ser lewheya bêjîngî, ji yekeya lûleyî sîtoplazma dirêjê yekeya lûleyî ya din dibe.
Di riwekên tovrût û riwekên bêtov ên wekî serxesan de li dewsa lûleya bêjîngî, rêzên xaneyên bêjîngî hene û karên lûleya bêjîngî dikin.[7]
Di kêleka xaneyên lûleya bêjîngî de hevalexane (bi înglîzî: companion cells)hene. Hevalexane bo karlêkên metabolî destek didin xaneyên lûleya bêjîngî.
Rîşalên şaneya niyan bi eslê xwe xaneyên sklerenkîma ne. Dîwarê xaneyên wan stûr û zexm e. Dirêjiya rîşalên niyanê dibe ko 20 heta 50 milîmetre bin.[3] Rîşalên nîyanî palpiştî didin riwekê.
Di riwekên dulep (bi înglîzî: dicotyledon) û riwekên tovrût de di navbera şaneya niyan û darik de merîstema teniştî ya bi navê kambiyuma lûleyî (bi înglîzî: vascular cambium) cih digire. Kambiyuma lûleyî bi dabeşbûnê, darik û niyanên duyem çêdike. Bi dabeşbûna kambiyuma lûleyî, tîreya reg û qedê riwekê zêde dibe.[8]
Girêdanên derve
Çavkanî
- ^ Zimmermann, Martin Huldrych, Stevenson, Dennis William, Berry, Paul E., Stevens, Peter, Cronquist, Arthur, Dilcher, David L.. "angiosperm". Encyclopedia Britannica, 26 Sep. 2025, [1]Accessed 28 October 2025.
- ^ Rye, C., Wise, R., Jurukovski, V., Desaix, J., Choi, J., & Avissar, Y. (2017).Biology. Houston, Texas : OpenStax College, Rice University,
- ^ a b c Brooker, R., Widmaier, E., Graham, L., & Stiling, P. (2017). Biology (4th ed.).
- ^ a b Losos, J., Mason, K., Johnson,G., Raven, P., & Singer, S. (2016). Biology (11th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
- ^ a b c d Solomon, E., Martin, C., Martin, D., & Berg, L. (2015).Biology. Stamford: Cengage Learning.
- ^ Raven, Peter H.; Evert, R.F.; Eichhorn, S.E. (1992). Biology of Plants. New York, NY, U.S.A.: Worth Publishers. p. 791. ISBN .
- ^ The Editors of Encyclopaedia Britannica. "sieve element". Encyclopedia Britannica, 2 Feb. 2022, [2] Accessed 31 October 2025.
- ^ Simon, E. J., Dickey, J.L., Reece, J. B., & Burton, R. A. (2018).Campbell Essential Biology with Physiology (6th ed.). Newyork, United States: Pearson.