Celadet Alî Bedîrxan

Me zanî ko xweseriya me, di zimanê me de ye û em bi tenê bi hînbûna xwendin û nivîsandina zimanê xwe û parastina wî, di civata miletan de, wek miletekî xweser dikarin bijîn û payedar bin.
Celadet Alî Bedîrxan (1893-1951)

2025/10/07

Şaneya rûpoşî

 


Here nagîvasyonêHere lêgerînê
Şaneya rûpoşî yek ji şaneyên mayînde yên riwekan e.

Şaneya rûpoşî (bi înglîzî: dermal tissue) bergek parêzer e li aliyê rûyê derveyî riwekan de.

Wekî mîna çermê mirov, şaneya rûpoşî jî rûyê derve yê regqedpelkûlîlkmêwe û tovên riwekan dadipoşîne. Di riwekên darî de, ango riwekên pirsalî de şaneya rûpoşî ji epîdermîs û perîdermê pêk tê. Di riwekên gihayî de şaneya rûpoşî tenê ji epîdrmîsê pêk tê.[1]

Epidermis

Xaneyên epîdermîsê ji rêzek xaneyên bêklorofîl pêk tên. Xane zindî ne û bêyî ko di navbera xaneyan de valahi bimîne lipeyhev rêz dibin. Xaneyên epîdermîsê ji beşa protoderm a şaneya merîstemî çêdibin.[2]Di riwekên gîhayî an jî riwekên yeksalî de, tevahiya laşê riwekê ji aliyê derve ve bi xaneyên epîdermîsê ve dapoşî ye. Ji ber ko xaneyên epîdermîsê de kloroplast tune ne, xane ron in û ronahiya rojê di nav xaneyên epîdermîsê de bi hêsanî derbasî xaneyên fotosentezî yên bin çîna epîdermîsê dibin.[1]Epîdermîs li dij ziyanên hawirdorê û hokarên nexweşiyê berbestek parêzer dabîn dikin. Ji regê mijîna avê, ji pel û qedên gihayî jî, berdana avê kontrol dikin. Herwisa alûgorkirina oksîjen û karbona dîoksîdê, berhemkirin û derdana hin madeyan jî ji aliyê şaneya rûpoş ve tê rêkxistin.[3]

Bi xwegûncandina xaneyên epîdermîsê, di nav şaneya epîdermîsê de hin xaneyên taybet peyda dibin. Wekî mînak, çavkaniya xaneyên pasevan (bi înglîzî: guard cells), trîkom (bi înglîzî: trichome) û mûyên regê (bi înglîzî: root hairs) şaneya epîdermîsî ye.[4]

Xaneyên pasevan

Panîbirgeha pelê.

Xaneyên pasevan cotek xaneyên bi şeweyî hebên fasûlî ne û di navbera wan de kunlikek heye. Berevajî xaneyên din ên epîdermîsê, xaneyên pasevan kloroplast lixwe digirin. Cota xaneyên pasevan dişibin lêvên mirov û valahiya navbera herdu xaneyan jî dişibe devê mirov. Valahiya di navbera herdu xaneyên pasevan wekî stoma tê navkirin. Ango di şaneya epîdermîsê de kuna bi cotek xaneyên pasevan ve dorpêçî wekî stoma tê navkirin. Vebûn û girtina stomayê ji aliyê xaneyên pasevan ve tê kontrolkirin.[5]Bi gelemperî stoma di epîdermîsa pelên riwekê de hene, lê dibe ko di qedên ciwan de jî stoma hebin.[6]Du erkên serekî yên stomayan hene; danûstendina oksîjen û karbona dîoksîdê, û bi kiryara hilmînê (bi înglîzî: transpiration), ji riwekê ber bi hawirdorê ve dîfuzyona avê. Pitiriya riwekan de li aliyê rûyê jêrîn ên pelan de li gor rûyê jorîn hê pirtir stoma hene.[4]

Trîkom

Trîkom û stomayên pelên riweka tûtinê di bin mîkroskoba elektronî de.

Trîkom pêkhateyên tekxaneyî an jî firexaneyî yên mîna  ne û ji epîdermîsê ber bi derve dirêj dibin. Trîkom bi gelemperî li ser qed, pel û endamên zaûzê de peyda dibin û di bin mîkroskobê de mîna mûyên (pirç) ser çermê ajalan xuya dibin.[4]Trîkom riwekê ji germahiya rojê diparêzin, trîkomên li derdora stomayê, ji riwekê hilmbûna avê kêm dikin. Li serê hin trîkoman de kîsik heye, kîsik bi derdanên taybet tijî ne. Di hin trîkoman de jî trîkom bi şêweyî strî ne û bi derdanên taybet tijî ne. Bi gelemperî derdanên trîkomê ji bo xweparastina riwekê ye. Wekî mînak di pelên riweka gezgezokê de trîkomên bi şêweyî striyên piçûk hene. Gava mirov destê xwe li pelên gezgezokê dixe, striyên trîkomê diteqin û derdanên nav striyê belavê hawirorê dibin. Ji ber ko madeyên wekî asîda formîk û hîstamîn lixwe digire, derdana trîkomên gezgezokê di çermê mirov û ajalan de hestê şewatê peyda dike.

Çîna kutîkil

Riwekên bejayî de ba û germahiya jîngehê dibe sedema hilmbûna ava riwekê û riwek bi kêmaviyê re rûbirû dimîne. Di riwekan de beşên bi hewayê ve rûbirû ne, wekî mînak, xaneyên epîdermîsî yên beşen qed, pel kûlîlk û mêweyên riwekên bejayî, madeyek bi navê kutîn (bi înglîzî: cutin) berhem dikin û der dikin. Kutîn bi eslê xwe şima ye.[7]Li ser rûyê aliyê dereveyê xaneyên epîdermîsê de ji kutînê çînek şima peyda dibe, ji vê çînê re tê gotin kutîkil (bi înglîzî: cuticle). Kutikil di navbera xaneyên epîdermîsê û hewayê de wekî berbestek kar dike. Kutikil madeyek dijav e, rê li ber ava riwekê digire ko av bi hilmbûnê belavê hewayê nebe û riwek bêav nemîne û neçilmise.[1]

Mûyên regê

Mûyên regê an jî regemû niçikên lûleyî yên xaneyên epîdrmîsê ne ko di beşa ciwan û nû ya regên hê diperisin de geşe dibin. Ango regemû bi tena serê xwe xane nîn e, lê beşek ji xaneya epîdermîsê ye, sîtoplazmaya regemû û xaneya epîdermîsê hevpar e. Regemû ji bo mijîna av û xwêyan rûberek firehtir dabîn dikin.

Perîderm

Qedê daran sal bi sal bi geşebûna duyemîn,stûr dibe û edî wekî qurm tê navkirin. Şaneya serekî ya qalika qurmê, perîderm e.

Şaneya perîderm, di reg û qedên riwekên darî de di encama geşebûna duyemîn de wekî şaneya rûpoşî ya duyemîn peyda dibe. Ango perîderm di riwekên pirsalî yên wekî dar û devî de heye, lê di pêkhateya riwekên gîhayî û yeksalî de tune ye.[8]Şaneya perîdem, ji aliyê şaneya merîstemî ya tenîştî (bi înglîzî: lateral meristem) ve tê çêkirin. Xaneyên aliyê derveyî yên şaneya merîstemî ya tenîştî wekî kambiyuma tepedorî (bi înglîzî: cork cambium) tê navkirin. Di qonaxa geşebûna duyemîn de xaneyên kambiyuma tepodorî dabeş dibin û xanyen tepedorî û xaneyên parenkîma (parenkîmaya tepedorî) tên çêkirin. Koma kambiyuma tepedorî, xaneyên tepedorî û xaneyên parenkîma bi hev re wekî perîderm tê navkirin. Li dewsa epîdermîsê di reg û qedên riwekên pirsalî de perîderm wekî şaneya rûpoş cih digire.[1] Xaneyên tepedorî li aliyê derveyî kambiyuma tepedorî de çêdibin. Xaneyên tepedorî yên pêgihîştî mirî ne û çînek stûr pêk tînin. Dîwarê xaneyê yên xaneyên tepedorî, suberîn û şima (bi înglîzî: wax) lixwe digirin û dijav in.[8]Xaneyên tepedorî riwekê ji ziyanên hawirdorê diparêzên.

Xaneyên parenkîma yên ji dabeşbûna kambiyuma tepedorî hatine çêkirin wekî feloderm (bi înglîzî: phelloderm) tên navkirin û li aliyê navî yê kambiyuma tepedorî de cih digirin. Çîna feloderm bi qasî çîna xaneyên tepedorî stûr nîn e. Parenkîmayên tepedorî av û nîşa embar dikin.[1] Di riwekên darî de bi gelemperî qalika riwekê stûr e. Şaneya perîdem û şanaya niyan a duyem, qalika riwekê (bi înglîzî: bark) pêk tînin. Ango piraniya qalika riwekê ji perîdermê pêk tê.

Girêdanên derve

Çavkanî

  1. Jump up to:a b c d e Solomon, E., Martin, C., Martin, D., & Berg, L. (2015).Biology. Stamford: Cengage Learning.
  2. ^ The Editors of Encyclopaedia Britannica. "meristem". Encyclopedia Britannica, 20 May. 2023, [1]. Accessed 7 October 2025.
  3. ^ The Editors of Encyclopaedia Britannica. "epidermis". Encyclopedia Britannica, 25 Nov. 2014, [2] Accessed 2 October 2025.
  4. Jump up to:a b c Losos, J., Mason, K., Johnson,G., Raven, P., & Singer, S. (2016). Biology (11th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
  5. ^ Rye, C., Wise, R., Jurukovski, V., Desaix, J., Choi, J., & Avissar, Y. (2017).Biology. Houston, Texas : OpenStax College, Rice University,
  6. ^ The Editors of Encyclopaedia Britannica. "stomate". Encyclopedia Britannica, 25 Feb. 2022, [3]. Accessed 6 October 2025
  7. ^ Starr, C. (2007). Biology:concepts and applications (7th ed.). Boston, MA: Cengage Learning.
  8. Jump up to:a b Reece, Jane B. Campbell Biology : Jane B. Reece ... [et Al.]. 9th ed., Boston, Ma, Benjamin Cummings, 2011.

No comments: