Celadet Alî Bedîrxan

Me zanî ko xweseriya me, di zimanê me de ye û em bi tenê bi hînbûna xwendin û nivîsandina zimanê xwe û parastina wî, di civata miletan de, wek miletekî xweser dikarin bijîn û payedar bin.
Celadet Alî Bedîrxan (1893-1951)
Showing posts with label şaneyên riwekan. Show all posts
Showing posts with label şaneyên riwekan. Show all posts

2025/10/25

Şaneya binçîne

 


Here nagîvasyonêHere lêgerînê

Şaneya binçîne (bi înglîzî: ground tissue) yek ji şaneyên riwekê ye ko kar dike bo çêkirin û embarkirina xurekemadeyen û dabînkirina palpiştî bo riwekê.[1]

Erk û pêkhate

Piraniya laşê riwekê ji şaneya binçîne pêk tê, ji bilî şaneya rûpoşî û şaneya lûleyî, hemû beşên riwekê ji şaneya binçîne pêk tê.[2]Di reg û qedê de beşa şaneya binçîne ya li aliyê hundirê şaneya lûleyî de cih digire, wekî kirok (bi înglîzî: pith) tê navkirin. Şaneya binçîne ya di navbera şaneya lûleyî û şaneya rûpoşî jî wekî tûkil (bi înglîzî: cortex) tê navkirin.[3] Şaneya binçîne ji aliyê merîstema binçîne ve tê çêkirin. Li gel dabînkrina palpiştî û qayîmiyê, zîndeçalakiyên wekî fotosentez û embarkirina xurekemadeyan jî di xaneyên şaneya binçîne de pêk tên.

Şaneya binçîne ji sê şaneyan pêk tê; şaneya parenkîma, şaneya kolenkîma û şaneya sklerenkîma. Beşa şaneya binçîne ya ji xaneyên parenkîma pêk tê, bi gelemperî erkên wekî embarkirina xurekemadeyan, derdan û fotosentezê bi cih tine. Şaneya binçîne ya ko ji şaneya kolenkîma û sklerenkîmayê pêk tê palpiştî, qayîmî û parastina riwekê dabîn dikin.[4] Xaneya parenkîma (bi înglîzî: parenchyma), xaneya kolenkîma (bi înglîzî: collenchyma) û xaneya sklerenkîma (bi înglîzî: sclerechyma) xaneyên şaneya binçîne ne.[5]Ev hersê cor xaneyên şaneya binçîne, bi taybetî li gor pêkhateya dîwarê xaneyê ji hev tên cudakirin. Di hemû xaneyên riwekan de dîwarê xaneyê heye, lê stûrî û pêkhateya dîwarê xaneyê di hemû xaneyan de ne yek e. Di riwekan de, xaneya nû her ko geşe dibe û diperise, pêkhateyên ji bo dîwarê xaneyê jî berhem dike û li aliyê derveyî parzûna xaneyê de çînek tenik a dîwerê xaneyê ava dike. Di destpêkê de dîwarê xaneyê piçek qayişokî ye û her ko xane geşe dibe û qebareya xaneyê zêde dibe, dîwarê xaneyê jî dirêj dibe û fireh dibe.[6] Gava di xaneyê de geşebûn temam dibe û qebareya xaneyê êdî zêde nabe, hin xane bi derdanên xwe, dîwerekî din çêdikin. Di navbera parzûna xaneyê û dîwarê seretayî de dîwarê xaneyê yê duyem tê çêkirin. Ango di hin corên xaneyên riwekan de, dîwarê xaneyê yek e û tenik e, lê di hin xaneyan de jî dîwarê duyem ê stûr jî heye.[6]

Şaneya parenkîma

Piraniya şaneya binçîne ji şaneya parenkîma pêk tê. Wekî mînak, kirok û tûkila qedê, şaneya mezofîlê ya pelan, tûkila regê, fêkî, û endosperma tovê ji şaneya parenkîma pêk tên.[7] Beşên nerm ên riwekê, wekî mînak, di sêvkartol û gêzer de beşên ko tên xwarinê, bi gelemperiya xwe ji şaneya parenkîmayê pêk tên.[6] Şaneya parenkîma, şaneyek sade ye û ji xaneyên parenkîma peyda dibe. Xaneyên parenkîma zindî ne, xwediyê sîtoplazmanavik û endamokên xaneyê ne. Loma piraniya zîndeçalakiyên wekî henaseya xaneyêheriskirin, fotosentez û embarkirina xurekemadeyan di xaneyên parenkîma de rû didin.[5] Diwarê xaneyê, di xaneyên parenkîma de tenik e. Vakuola xaneyê gir e.

Xaneyên parenkîma temen dirêj in, wekî mînak, di hin kaktusan de dibe ko ji sed salî zêdetir zindî bimînin.[4] Xaneyên parenkîma yên pêgihîştî û hatine guncandin jî dikarin dabeş bibin. Ango xaneyên şaneya parenkîmayê wekî mîna xaneyên merîstemî dimînin, gava pêdivî bi dabeşbûna xaneyê hebe, dikarin dabeş bibin. Regê teniştî û gopikên teniştî ji aliyê xaneyên parenkîma ve tên çêkirin.

Di reg û qedên riwekan de, di şaneya parenkîmayê de danikên nîşa, proteîn, dilopikên rûn (çewrî) û av mîneral tê embarkirin. Herwiha xaneyên parenkîma kar dike bo derdan, fotosentez û embarkirina xurek û avê. Di riwekên pirsalî de bi gelemperî di beşa mezofîl a pelan de û di pel û qedên riwekên giyayî de parenkîmayên bi kloroplast, karlêkên fotosentezê pêk tînin.[4] Hormonenzîm, nektar, şîrêz (bi înglîzî: resin), tanîn (bi înglîzî: tannin) mînak in bo derdanên xaneyên parenkîmayê.[6]

Di qedê kaktusan de gellek ji xaneyên parenkîma hene bo embarkirina avê di nav xaneyê de.[8] Bi taybetî, gava riwek birîndar dibe, şaneya parenkîmayê ya nêzîkê birînê diguherin bo xane û şaneyên birindarbûyî û birînê sax dikin. Wekî mînak, heke di beşek riwekê de ziyan bigihîje şaneya darik (bi înglîzî: xylem) û şaneya darik hilweşe, xaneyên parenkîma yên cîran di nav çend rojan de dabeş dibin û diguherin bo şaneya darik a nû.[6]

Şaneya kollenkîma

Şaneya kolenkîma jî wekî mîna şaneya parenkîma û sklerenkîmayê, şaneya sade ye û tenê ji koma xaneyên yekcorî pêk tê. Xaneyên şaneya kolenkîma bi taybetî di beşên geşebûnê yên wekî qed û pelan de palpiştî didin riwekê.[9] Dîwarê xaneyê yê xaneyên kolenkîma stûr e û li gel selulozê pektîn jî lixwe digire.[10] Stûriya dîwar li her derê xaneyê de ne yek e. Xaneyên kollenkîma li gor şêweyî stûrbûna diwarê xaneyê jî tên polenkirin. Xaneyên kolenkîma yên pêgihîştî zindî ne, piçek nerm û gelek elastîkî in, di bin hêzê de bi hêsanî dirêj dibin û tên vêkişîn.[6]

Şaneya kolenkîma bi gelemperî di tûkila qed û pelan de cih digirin. Kolenkîma di qedê riwekê de li aliyê teniştê, li bin şaneya rûpoşî de cih digire.[5] Herwiha di bistîka pelê de û li derdora gurzên lûleyî yên pelê de jî şaneya kolenkîma heye. Şaneya kollenkîma gurza lûleyan bihev re digire. Ji bo riwekên giyayî palpiştiya herî xurt ji aliyê şaneya kolenkîma ve tê dabînkirin. Riwek bi alîkariya şaneya kolenkîmayê, beyî ko werin şikestin, bi hêsanî ditewin û rast dibin.[4] Di riwekên darî de, şaneya kollenkîma ji bo demek kurt çalak e, paşê ji aliyê şaneya darik a duyem ve tê pelçîqandin.

Şaneya sklerenkîma

Şaneya sklerenkîma ji xaneyên sklerenkîma pêk tê. Şaneya sklerenkîma qayîmî dide riwekê û palpiştiya riwekê dike. Bi taybetî beşên sift û xurt ên ko êdî geşe nabin bi şaneya sklerenkîma dewlemend in. Wekî mînak, di beşa darî ya qedên riwekan, û di qalikên gûzan de şaneya sklerenkîma zêde ye.

Bi gelemperî xaneyên sklerenkîma yên pêgihîştî mirî ne. Xaneyên sklerenkîma diwarê xaneyê yê duyem jî lixwe digirin. Di pêkhateya dîwarê xaneyê de li gel selûlozê, lîgînîn jî cih digire. Lîgînîn zexmbûnê dide xaneyan, loma xaneyên mirî hê jî dikarin palpiştî bidin rîwekê.[9]

Xaneyên sklerenkîma du cor in; rîşal (bi înglîzî: fiber) û sklereîd (bi înglîzî: sclereid). Koma xaneyên rîşal bi gelemperî di qedê riwekê de mîna gurzê deziyan dirêj dibin. Herwiha di pelên riwekan de, li gurzê şaneya lûleyî de jî xaneyên rîşal cih digirin. Rîşal gelek qayim in, zû parçe nabin û naqetin. Di pîşesaziyê de rîşalên sklerenkîma ji bo çêkirina werîs û caw tên bikaranîn. Di riweka ketenê de, di şaneya niyan de gurzên xaneyên rîşal hene, rîşalên riweka ketenê ji bo çêkirina cawê keten tên bikaranîn.[4]

Xaneyên sklerid mîna xaneyên rîşal dirêj nîn in, di riwekê de yek bi yek an jî wekî şaneyek ji koma xaneyên sklerîd cih digirin. Xaneyên sklereîd bi gelemperî di qalikê tovan de cih digirin, tovê ji darbeyên hawirdorê diparêzin.

Girêdanên derve

Çavkanî

  1. ^ Schraer D.W, Stoltze H.J,(1995). Biology (6th ed.). USA: prentice Hall, ISBN 0-13-806630-2.
  2. ^ Reece, Jane B. Campbell Biology : Jane B. Reece ... [et Al.]. 9th ed., Boston, Ma, Benjamin Cummings, 2011.
  3. ^ Rye, C., Wise, R., Jurukovski, V., Desaix, J., Choi, J., & Avissar, Y. (2017).Biology. Houston, Texas : OpenStax College, Rice University,
  4. Jump up to:a b c d e Losos, J., Mason, K., Johnson,G., Raven, P., & Singer, S. (2016). Biology (11th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
  5. Jump up to:a b c The Editors of Encyclopaedia Britannica. "meristem". Encyclopedia Britannica, 20 May. 2023, [1] Accessed 19 October 2025.
  6. Jump up to:a b c d e f Solomon, E., Martin, C., Martin, D., & Berg, L. (2015).Biology. Stamford: Cengage Learning.
  7. ^ Berry, Paul E., Dilcher, David L., Cronquist, Arthur, Stevenson, Dennis William, Stevens, Peter, Zimmermann, Martin Huldrych. "angiosperm". Encyclopedia Britannica, 26 Sep. 2025, [2] Accessed 19 October 2025.
  8. ^ Postlethwait, J. H., & Hopson, J. L. (2006). Modern Biology. NY, United states: Holt Rinehart & Winston.
  9. Jump up to:a b Brooker, R., Widmaier, E., Graham, L., & Stiling, P. (2017). Biology (4th ed.).
  10. ^ Johnson, L. G. (1987). Biology. Dubuque, Iowa: Wm. C. Brown.