Showing posts with label bersîvdan. Show all posts
Showing posts with label bersîvdan. Show all posts

2026/09/04

Asîda absîsî


Asîda absîsî (bi înglîzî: abscisic acid) hormonek riwekan a rêgirê geşebûnê ye, qonaxa mitbûnê han dike û bi bersîvdayînên xwe yên bo stresa hawirdora neguncaw, riwekê diparêze.‌[1][2]

Puxte

Asîda absîsî (kurtenavê wê ABA ye) hormonek rêgir e û alîkariya riwekan dike ko xwe li gor stresa hawirdorê biguncînîn. ABA di riwekê de hevsengiya avê dabîn dike, rê li ber şînbûna embriyoya tovê digire, mitbûna tov û gopikan han dike.[1]

Asîda absîsî di riwekê de ji ber şertên stresdar ên hawirdorê, yên wekî hişkahî (kêmavî), sermahî û kinbûna maweya ronahiya rojê, wekî bertek tê berhemkirin. Çalakiya asîda absîsî gelek bandorên hankirina geşebûnê yên gîberellînan û oksînan berevajî dike.[3]

Asîda absîsî di riwekên lûleyî, hezaz û hin karokan de tê çêkirin.‌[4] ABA cara ewil wekî madeyek ko dibe sedema qetîn an jî weşîna tovdankên (gûzik) pembûyê hat keşîfkirin. Lê xebatên vê dawiyê destnîşan dikin ko rola ABA-yê di kiryara weşînê de pir piçûk e.[3]

Ji ber stresên hawirdorê çalakiya asîda absîsî zêde dibe. Ji ber guherînên di peresîna riwekê de an jî ji ber guherînên hawirdorê, asta xestiya ABA-yê pir zû diguhere. Wekî mînak, dema gihîştina tovê de, ber bi dawiya embriyogenezê de di tovê de asta asîda absîsî herî bilind e. Ji ber kêmaviyê, di riwekê de stresa avê peyda dibe û xestiya asîda absîsî dikare 50 qat zêde bibe. Asîda absîsî stomayên riwekê digire ko ava nav riwekê bi hilmînê neçe derve.‌[5]

Dîrok

Her çiqas di salên 1940an de bandora oksîn û gîberellînan a li ser hankirina geşebûna riwekan ve hatibû famkirin jî, riweknas lêkolîn dikirin ji bo madeyên ko ji aliyê riwekan ve tê berhemkirin, lê rê li ber geşebûna riwekê dikin.[6]

Di salên 1940an de, riwekzanê swêdî Torsten Hemberg dema li zanîngeha Stokholmê li ser geşebûna seriyên kartolan dixebitî. Hemberg bi xebatên xwe da nîşankirin ko di navbera qonaxa mitbûnê (qonaxa bêdengiyê) û çêbûna madeyek asîdî ya rêgirê geşebûna seriyên kartole, heye.[7] Ango li gor xebata wî, madeyek asîdî rê li ber geşebûnê digirt.[6]

Di sala 1963yê de riwekzanê inglîzî Philip Wareing ji gopikên riweka Acer pseudoplatanus, madeya rêgirê geşebûnê bi dest xist û navê dormîn lê kir.[8]

Di riwekzaniyê de ji riwekê bi awayekî asayî qutbûn an jî qetîna pel û fêkiyên gihîştî bi înglîzî bi peyva “abscission” tê îfadekirin.[9] Wekî mînak, payîzê weşîna pelan wekî “leaf abscission” tê navkirin. Asîda absîsî jî navê xwe ji vê peyvê girtiyê.

Di sala 1963yê de sê komên lêkolîner ên ji hev cuda li Dewletên Yekbûyî, Brîtanyaya Mezin û Zelendaya Nû dixbitîn, du madeyên rêgirê geşebûnê keşif kirin.[6] Lêkolîner li ser madeya ko dibû sedema weşîna fêkiyên riweka pembûyê lêkolîn dikirin. Zanyar du madeyên ko dibûn sedema weşîna fêkiyan, ji riwekê cihê kirin û navê absîsîn I û absîsîn II lê kirin. Paşê hat dîtin ko dormîn û absîsîn II heman made ne. Ji lêkolîneran wetrê ev made di riwekê de weşîna pelan û qetîna fêkiyan han dikir, loma di sala 1967ê de navê asîda absîsî lê kirin.[6]Lê paşê bi hin xebatên zanistî hat nîşankirin ko bi eslê xwe weşîna pelan ji ber bandora hormona etîlenê ye û ne ji ber asîda absîsî.[10] Îro hê jî li dewsa asîda absîsî, hin caran navên absîsîn II an jî dormin tê bikaranîn.

Asîda absîsî awêteyek endamî ya 15 karbonî ye.

Pêkhate

Asîda absîsî awêteyek endamî ya 15 karbonî ye, formula wê ya kîmyayî C₁₅H₂₀O₄ e. Asîda absîsî di plastîdan de ji pîgmentên karotenoîdan tê çêkirin.[6]Hema hemû xaneyên ko plastîd lixwe digirin de asîda absîsî tê berhemkirin û bi şaneya darik û şaneya niyan tê guhaztin bo hemû beşên riwekê.[5]Asîda absîsî asîdek lawaz a bi pH-ya 4.7 e.

Erkên asîda absîsî

Di riwekên lûleyî,hezaz û hin karokan de asîda absîsî tê çêkirin.[5]Di riwekan de hema bigire hemû xaneyên kloroplast an jî amîloplast lixwe digirin, asîda absîsî berhem dikin.[5]Berevajî hormonên handerê geşêbûnê yên wekî oksîn, sîtokînîn, gîberellîn û brasînosteroîdan, asîda absîsî geşebûnê hêdî dike.[11]

Asîda absîsî rê li ber çalakiya ARN-yê û çêkirina proteînan digire bi vî awayê riwekê di qonaxa mitbûnê de dihêle.[12]

ABA di gelek qonaxên geşebûn û peresîna riwekê de cih digire. Wekî mînak, gihîştina tovê, qonaxa mitbûnê, zîldana tovê, geşebûna şitilê û tevgerên stomayan bi bandora asîda absîsî rû didin. Herwisa asîda absîsî ji bo bersîvdana riwekê ya bo stresên hawirorê jî kar dike. Wekî mînak, hişkayî (kêmavî), sermahî, şoriya axê, stresa ozmozî, birîndarbûna riwekê û nexweşî dibin sedema çalakbûna asîda absîsî.[8]

Kontrola qonaxa mitbûnê û zîldana tovê

Bersîvdana riwekê ya ji bo asîda absîsî, bi xestiya wê ya nav şaneyê û hestiyariya şaneyê bo asîda abîsîsî ve girêdayî ye.[5]

Di hin şaneyên riwekê de berhemkirin û xestiya asîda absîsî, di dema peresînê an jî di dema bersîvdayînê ya bo guherînên şertên hawirdorê de, bi awayekî berbiçav zêde dibe.[5] Wekî mînak, di tovên ber geşe û peresînê de ne, asta xestiya asîda absîsî dibe ko 100 qat zêde bibe û paşê bi gihîştina tovê, xestiya hormonê dabikeve asta herî nizim.

Dema şert û mercên hawirdorê ji bo geşebûnê ne guncaw in, asîda absîsî metabolîzmaya riwekê hêdî dike an jî radiwestîne.[10] ABA di tovê de bi astengkirina zîldanê û hankirina çêkirina proteînên embarî, mitbûna tovê han dike.[3]Mitbûna tovê egera zîldana tovê di bin şert û mercên guncaw de zêde dike. Heke li hawirdorê de ji bo jiyina tovê bi têra xwe ronahî, germahî,û şê(nem) hebe, mitbûna tovê diqede.[11]

Riwekên ko adapteyê avhewaya hênik bûne, berê zîldana tovê, hewceyê sermaya demek dirêj in. Di demsala zivistanê de hin caran dinya ji bo demek, piçek hênik dibe lê paşê dîsa sermaya zivistanê vedigere û heta biharê didome. Ev xweguncandin, riwekan diparêze ko di dirêjiya zivistanê de şîn nebin. Bergê tovê gelek riwekan asîda absîsî kom dikin.Tov bi bandora asta bilind a asîda absîsî dikevin qonaxa mitbûnê loma heta germahî û nema (şilî) hawira wan ji bo geşebûna şitilê guncaw nebe, hormon rê nade zîldana tovan.[10]

Zivistanê hormona asîda absîsî hêdî bi hêdî hildiweşe, biharê gava şert û merc guncaw dibe, xestiya asîda absîsî kêm dibe tov ji mitbûnê derdikevin û zîl didin.Lê asîda absîsî ne yekane hormon e ko pêvajoya qonaxa mitbûnê kontrol dike. Wekî mînak, heke xestiya gîberellînê were zêdekirin, tov ji qonaxa mitbûnê derdikeve. Di tovan de ji zivistanê heta destpêka biharê asta asîda absîsî her ko diçe kêm dibe û asta gîberellînê zêde dibe. Sîtokînîn jî kar dikin bo dawîbûna qonaxa mitbûnê.Ev rewş dide nişankirin ko bersîvdana riwekê ne ji ber bandora her hormonek ferdî, lê dibe ko ji ber guherîna rêjeyêye hormonan be.[13]

Bi gelemperî rêjeya asîda absîsî ya li gor rêjeya gîberellînan diyar dike ka tov di qonaxa mitbûnê de bimîne an zîl bide.[14]Heke li tovên ko bo zîldanê amadene, asîda absîsî were zêdekirin, zîldana tovan radiwestîne û tovan dîsa dixe qonaxa mitbûnê.[11]

Bandorek din a ABA hankirina peresîna gopikên zivistanê ye; ew navbeynkariya veguherîna merîstema lûtkeyî bo gopikên mitbûnê dike.[3]ABA li derdora gopikên riwekên pirsalî de çêbûna perikên hişk û parêzvan han dike. Gava hawir ji bo jiyanê guncaw dibe, gopik ji qonaxa mitbûnê derdikevin, geşe û peresîna xwe didomînin..[10]

Bersîvdayîna kêmaviyê

Di demên hişkahî de riwek nikarin bi têra xwe av dabîn bikin. Di pelên riwekên bi hişkahî ve rûbirû mayî de asta asîda absîsî gelek zêde dibe. Asta bilind a asîda absîsî dibe sedema girtina stomayan û rê li ber hilmînê tê girtin. Av di riwekê de dimîne û riwek dikare li dij kêmaviyê ji bo demek dirêjtir ber xwe bide.[13]

Asîda absîsî di şaneya darik û niyanê de tê guhaztin, lê bi gelemperî di şileya nav şaneya niyanê de xestiya wê hê zêdetir e.[5]Dema kêmavî (hişkahî) de di xaneyên regê hê pirtir asîda absîsî tê berhemkirin û bi navbeynkariya şaneya darik tê guhaztin bo pelan. Berhemkirina asîda absîsî beşek ji bersîva stresê ya riwekê ye ko dibe sedema girtina stomayan, bi vî awayî ji riwekê derketina avê kêm dibe.[15]Di bin stresa kêmaviyê de, di pelan de, di nav 4 heta 5 saetan de xestiya asîda absîsî dikare 50 qat zêde bibe. Bi avdana riwekê, xestiya hormonê dîsa di nav 4-5 saetan de dadikeve asta asayî. Piştî avdanê, ji ber hilweşîna hormonê, guhaztina hormonê bo beşên din û kêmkirina berhemkirina hormonê, xestîya hormonê dadikeve asta asayî.[5]

Girêdanên derve

Çavkanî

  1.  Bhatla, S.C. and A. Lal, M. (2019) Plant Physiology, development and metabolism Satish C Bhatla, Manju A. Lal. Singapore: Springer
  2. Rittner, Don, and Timothy Lee McCabe. Encyclopedia Of Biology. Facts On File, 2004.
  3.  Rye, C., Wise, R., Jurukovski, V., Desaix, J., Choi, J., & Avissar, Y. (2017).Biology. Houston, Texas : OpenStax College, Rice University,
  4. Taiz, L. et al. (2015) Plant physiology and development. 6Th ed.Sunderland, Massachusetts, U.S.A ISBN 9780197614235
  5.  Taiz, L. and Zeiger, E. (2014) Plant Physiology. 6th edn. Sinauer Associates.
  6.  TBidlack, J.E., Jansky, S. and Stern, K.R. (2018) Stern’s introductory plant biology. 14th edn. New York, NY: McGraw-Hill.
  7. Dörffling, Karl (2015-12-01). "The Discovery of Abscisic Acid: A Retrospect". Journal of Plant Growth Regulation. 34 (4): 795–808.
  8.  Mo W, Zheng X, Shi Q, Zhao X, Chen X, Yang Z, Zuo Z. Unveiling the crucial roles of abscisic acid in plant physiology: implications for enhancing stress tolerance and productivity. Front Plant Sci. 2024 Nov 21;15:1437184. doi: 10.3389/fpls.2024.1437184. PMID: 39640997; PMCID: PMC11617201.
  9. S.W.D. and King, R.C. (2002) A dictionary of genetics. 7th. ed. New York, NY, USD: Oxford University Press.
  10.  Brooker, R., Widmaier, E., Graham, L., & Stiling, P. (2017). Biology (4th ed.).
  11.  Reece, Jane B. Campbell Biology : Jane B. Reece ... [et Al.]. 9th ed., Boston, Ma, Benjamin Cummings, 2011.
  12. Johnson, L. G. (1987). Biology. Dubuque, Iowa: Wm. C. Brown.
  13.  Solomon, E., Martin, C., Martin, D., & Berg, L. (2015).Biology. Stamford: Cengage Learning.
  14. Simon, E. J., Dickey, J.L., Reece, J. B., & Burton, R. A. (2018).Campbell Essential Biology with Physiology (6th ed.). Newyork, United States: Pearson.
  15. Starr, C. (2007). Biology:concepts and applications (7th ed.). Boston, MA: Cengage Learning.

2026/08/01

Oksîn

 


Oksîn
 (bi înglîzî: auxin) navê gelemperî yê komek hormonên riwekan e ko di merîstema lûtkeyî, pelên ciwan û fêkiyan de tên berhemkirin, kar dikin bo rêkxistina geşebûn û peresîna riwekê û bersîvdana berevçûna ronahiyê û berevçûna erdê.

Hormonên riwekan komek madeyên kîmyayî yên endamî ne ko wek sînyalên kîmyayî di nav riwekê de tên veguhaztin û dema ji hêla xaneyên armanc ve têne wergirtin, dibin sedema çêbûna bertekan di riwekê de[1] Hormon bandor li ser geşebûn û peresîna riwekan dikin, loma, hormonên riwekan wekî molekulên rêkxerê geşebûnê jî tên navkirn.

Geşebûn û peresîna riwekan ji aliyê neh hormonên sereke ve tê rêkxistin.‌[2]

Oksîn, sîtokînîn, gîberelîn, etîlen, asîda absîsî, brassinosteroîd (brassinosteroid), jasmonat (jasmonate), asîda salîsîlî û strîgolakton (strigolactone)

Puxte

Di koma oksînê de hormona herî girîng asîda asetî ya îndol e .

Oksîn navê gelemperî yê komek hormonên riwekê ye. Ango oksîn çendan cor hormon lixwe digire. Di koma oksînê de hormona herî girîng asîda asetî ya îndol e (bi înglîzî: indoleacetic acid (IAA)). Asîda asetî ya îndeol(AAÎ) ji asîda amînî ya trîptofan an jî ji hilweşîna karbohîdratên bi navê glîkosîd çêdibin.[3]

Awêteyên ko çalakiya wan a biyolojîkî mîna ya AAÎ ye, anko dikarin di koleoptîl û qedê de dirêjbûna xaneyan han bikin, di qelem û pelên qetandî de çêbûna regên palpiştî han bikin, bi hevkariya sîtokînan di çandiniya şaneyên riwekê de dabeşbûna xaneyan han bikin û karên din ên ya bi AAÎ ve tekîldarin, bi cih bînin, di nav koma oksînê de tên polenkirin.[4]

Peyva oksîn ji peyva “auxein” a yewnanî ya ko tê wateya “geşe bûn” hatiye çêkirin. Oksîn hormonên sereke ne û berpirsiyar in ji bo dirêjbûna xaneyan di berevçûna ronahiyê û berevçûna erdê de. 

Herwisa hormonên oksînê guherîna merîstemê bo şaneya lûleyî kontrol dikin, peresîn û rêzbûna pelan han dikin. Kulîlkdan, çêbûn û gihîştina fêkiyan û astengkirina pelweşînê bersîvdanên din ên riwekan in ko bi awayekî rasterast an jî nerasterat di bin kontrola oksînê de rû didin.[5] Gelek corên oksînan bi awayekî destkarî (sentetîk) tên çêkirin û wekî herbisîd (giyakuj) tên bikaranîn.[5] Bikaranîna bazirganî ya oksînê di baxçeyê riwekan de û ji bo hilberîna beran, berfireh e. Oksîn di qelemçandinê de, ji bo şînbûna regên teniştî di qelemên riwekan de wekî hormona regderxistinê tê bikranîn.[5]

Guhaztina Oksînê di riwekê de

Di hemû beşên riwekê de oksîn heye lê xestiya oksînê di hin beşan da zêdetir e. Di parzûna xaneyên riwekan de proteînên guhêzer hene û tevgera oksînê ya li derveyî xaneyan kontrol dikin. Ev proteîn berpirsin ji bo tevgera tekarasteyî ya oksînê.[6] Merîstema lûtkeyî ya ajê, pelên ciwan û fêkî , navendên herî çalak in bo berhemkirina oksînê ne.[7]Lê piraniya oksînê di lûtkeya ajê de tê berhemkirin û ji xaneyêk ber bi xaneya din, ber bi jêrê qedê ve tê guhaztin. Oksîn ji jorê riwekê ber bi jêrê riwekê ve bi yekarasteyî tê guhaztin. Ji vê guhaztina oksînê re tê gotin guhaztina cemserî (bi înglîzî: polar transport). Oksîn di riwekê de di saetek de bi qasî yek santîmetre cih diguhere.[8]Ji bo veguhaztina oksînê di xaneyên riwekê de enerjiya ATP tê bikaranîn.‌[9] Guhaztina tekarasteyî ya oksînê, di hin beşên riwekê de xestiya oksînê zêde dike, cudahiya xestiya oksînê jî di wê beşa riwekê de hin bersîvdanên taybet han dike.[6]

Rêbaza çalakiya oksînê

Oksîn di riwekê de derbirîna hezaran genên ko wekî “genên bersîvdana oksînê” (bi înglîzî: auxin-response genes) tên zanîn, han dike. Gava di hawirê de xestiya oksînê kêm e, proteînên bi navê “proteînên pestanbarê oksînê/IAA “ (bi înglîzî: Aux/IAA repressor proteins) di xaneyên riwekê de rê li ber derbirîna van genan digirin. Proteînên pestanbar bi girêdana proteînên çalakker li promotorên genê, rê li ber derbirîna genan digirin.

Gava xestiya oksînê bi têra xwe zêde ye, molekulên oksînê proteînên pestanbarê oksînê li ser kompleksek proteînê ya bi navê TIR1 dizeliqînin, ev rewş dibe sedema hilweşîna pestanbaran. Gava proteînên çalakker ji proteînên pestanbar rizgar dibin, derbirîna genên bersîvdana oksînê han dikin.[1]

Li gor xestiya wê an jî hewkarîgeriya wê ya bi hormonên din ve, bandora oksînê ya li ser riwekê guherbar e, dibe ko geşebûn û peresîna riwekê han bike an jî rê li ber geşebûna riwekê bigire.[9]

Bandora oksînê di riwekê de

Bi dirêjbûna xaneyê, ew beşa riwekê geşe dibe.

Dirêjbûna xaneyan

Gava di xaneyê de xestiya oksînê zêde dibe, pompeyên protonê yên li ser parzûna xaneyê hê pirtir dixebitin, loma asîdîbûna dîwarê xaneyê zêde dibe û proteînên bi navê ekspansîn çalak dibin. Ekspansîn bendên çaperest ên di navbera rîşalokên selulozê diqetînin.Bi serbestmayîna rîşlokan, dîwarê xaneyê çemînbar dibe, xane gava ji derve av werdigire, pestoya turgorê di nav xaneyê de bilind dibe, loma xane piçek dirêj dibe.[1]

Zalbûna lûtkeyî

Di hin riwekan de ji ber zalbûna lûtkeyî (bi înglîzî: apical dominance) gopikên teniştî di qonaxa mitbûnê de dimînin, ji teniştê qedê riwekê de çiqilên (şax) nû şîn nabin û riwek ji merîstema lûtkeyî ber bi jor ve dirêj dibe. Di van riwekan de heta ko gopika lûtkeyî hebe, gopikên teniştî bi awayekî sinordar şîn dibin. Zalbûna lûtkeyî ji ber hebûna oksînê ya di gopika lûtkeyî de ye. Oksîna di gopika lûtkeyî de hatiye berhemkirin, rê li ber geşebûna gopikên teniştî yên nêzîkê xwe digire, loma çiqilên nû çênabin. Heke beşa merîstema lûtkeyî were birrîn, berhemanîna oksînê jî li wê beşê radiweste û çiqilên nû ji gopikên teniştî geşe dibin. Ne tenê hormona oksîn, lê hormonên wekî etîlen û sîtokînîn jî di zalbûna lûtkeyî de cih digirin.[6]

Oksînên sirûştî

Çar oksînên sereke bi awayekî sirûştî di riwekan de tên çêkirin.[9]

1) Asîda asetî ya îndol (AAÎ): Di nav oksînan de hormona herî çalak û bi bandor e. Li gor hormonên din, pêkhateya kîmyayî ya AAÎ-yê sade ye, loma di laboratuvaran de jî bi hêsanî tê çêkirin û wekî giyakuj di baxçe û zeviyan de tê bikaranîn.[4]

2) Asîda asetî ya fenîl (bi înglîzî: phenylacetic acid (PAA)), bi gelemperî di riwekê de ji AAÎ-yê zêdetir tê dîtin lê ne bi qasî hormona AAÎ çalak e.

3) Asîda asetî ya 4-kloroîndol (bi înglîzî:4-chloroindoleacetic acid (4-chloroIAA) ) dema zîldana tovê, di tovên hin riwekan de tê dîtin. (wekî mînak, tovê fasuliyê)

4) Asîda buterî ya îndol (bi înglîzî: indolebutyric acid (IBA)) di pelên garisê û hin riwekên dulep de çêdibe. Di baxçewaniyê de ji bo pirbûna vejetayî tê bikaranîn, di qeleman de çêbûna regên palpiştî han dike.

Oksînên destkarî

Oksînên destkarî, madeyên kîmyayî yên kopyayên oksînan in ko ji aliyê mirovan ve hatine çêkirin. Wekî mînak, asîda asetî ya 2,4-dîklorofenoksî (bi înglîzî: 2,4-dichlorophenoxyacetic acid (2,4-D)) û asîda asetî ya 2-metîl-4 klorofenoksî (bi înglîzî: 2-methyl-4-chlorophenoxyacetic acid (MCPA )). Li gel hormonên destkarî hin hormonên sirûştî jî di laboratuvaran de tên berhemkirin.

Bikaranîna oksînan di pîşesaziyê de

Di warê pîşesaziyê de gelek corên oksînên sîrûştî û yên destkarî tên bikaranîn. Wekî mînak, firingiyên di serayê (gulxane) de tên çandin, bi oksînên destkarî, geşebûna fêkiyên xwe wekî firingiyên baxçeyan derve bi asayî didomînin. Li baxçe û zeviyan de bikaranîna oksînê, dema çêbûn û geşebûna fêkiyan rêk dixe, hemû fêkî bi hev re diperisin, bi vî awayî hemû fêkî bi carek ve tên berhevkerin. 

Hin riwekên bêtov, mînak, xiyarê bêtov, bi oksînê dikarin ji kulîlka nehatiye perîn (polen û hêkoke yek nebûne) fêkiyê bêtov çêbikin.[5] Oksîna sirûştî ya asîda butrî ya îndol, di pirbûna vejetayî ya riwekan a bi qelemçandinê de, ji bo çêbûna regên palpiştî tê bikaranîn. Pel an jî çiqil (qelem) ji riwekê tên birrîn û li cihê jêkirî oksîn tê lêxistin, paşê qelem tên çandin nav axê, demek şûnve ji nêzîkê cihê jêkirî de regên palpiştî şîn dibin.[8] Hinek ji oksînên destkarî jî wekî giyakuj (herbisîd) tên bikaranîn. Wekî mînak, asîda asetî ya 2,4-dîklorofenoksî ji bo jinavbirina giyayên dulep tê bikaranîn. Riwekên yeklep ên wekî garis (lazût) dikarin vê oksîna destkarî bi lez bêçalak bikin, lê riwekên dulep nikarin û ji ber xestiya bilind a hormonê dimirin.[8]

Girêdanên derve

Çavkanî

  1.  Brooker, R., Widmaier, E., Graham, L., & Stiling, P. (2017). Biology (4th ed.).
  2.  Taiz, L. et al. (2015) Plant physiology and development. 6Th ed.Sunderland, Massachusetts, U.S.A ISBN 9780197614235
  3.  Barrington, Ernest J.W.. "hormone". Encyclopedia Britannica, 8 Jul. 2026, [1] Accessed 31 July 2026.
  4.  Taiz, L. and Zeiger, E. (2014) Plant Physiology. 6th edn. Sinauer Associates.
  5.  Rye, C., Wise, R., Jurukovski, V., Desaix, J., Choi, J., & Avissar, Y. (2017).Biology. Houston, Texas : OpenStax College, Rice University,
  6.  Solomon, E., Martin, C., Martin, D., & Berg, L. (2015).Biology. Stamford: Cengage Learning.
  7.  SMauseph. (1998). Botany An Introduction To Plant Biology. Jones & Bartlett Pub
  8.  Reece, Jane B. Campbell Biology : Jane B. Reece ... [et Al.]. 9th ed., Boston, Ma, Benjamin Cummings, 2011.
  9.  TBidlack, J.E., Jansky, S. and Stern, K.R. (2018) Stern’s introductory plant biology. 14th edn. New York, NY: McGraw-Hill.