Showing posts with label berevçûn. Show all posts
Showing posts with label berevçûn. Show all posts

2026/07/23

Berevçûna erdê

 

Berevçûna erdê, geşebûna ajê ya ber bi jorê rûyê erdê û geşebûna regan a ber bi jêrê rûyê erdê dabîn dike.

Di riwek û hin karokan de geşeya arastekî ya endamên zîndewerê ya ji ber bersîvdana erdkêşê wekî berevçûna erdê (bi înglîzî: gravitropism) tê navkirin.[1]

Li her derê dinyayê de hêza erdkêşê riwek jî di nav de, li ser geşebûn û arastebûna hemû zîndeweran de bandor dike.[2] Berevçûna erdê, geşebûna ajê (bi înglîzî: shoot) ya ber bi jorê rûyê erdê û geşebûna regan a ber bi jêrê rûyê erdê dabîn dike. Ber bi jorê ve geşebûna lûtkeya ajê wekî berevçûna erdê ya neyînî, û geşebûna regan a ber bi jêr ve jî wekî berevçûna erdê ya erenî tê navkirin.[3] Bi berevçûna erdê ya erenî reg ber bi aresteya erdkêşê, ber bi jêrê erdê ve geşe dibe ko xwe bigihîne av û mîneralan. Bi heman awayî ajê riwekan jî bi awayekî stûnî, ber bi jorê rûyê erdê ve geşe dibin ko ji bo karlêkên fotosentezê hê pirtir ronahî û karbona dîoksîd werbigirin.[2]

Riwek bi çar gavên serekî bersîvdana berevçûna erdê saz dikin.[4]

1. Xane erdkêşê hest dikin.

2. Sînyalek mekanîkî di xaneyên hestkerê erdkêşê de tê veguhaztin bo sînyala fîzyolojîkî.

3. Sînyala fîzyolojîkî di nav xaneyê de û herwisa ji bo xaneyên din ên derve jî tê veguhaztin

4. Di navbera xaneyan de cudahiya dirêjbûnê çêdibe, ko bandorê li xaneyên li aliyên "jor" û "jêr" ên reg an jî ajê dike.

Bi zîldana tovê, di embriyoyê de berevçûna erdê jî peyda dibe û piştrast dike ko pozîsyona tovê di nav axê de çawa dibe bila be, reg di nav axê de ber bi jêr, ajê riwekê jî ber tîrojên ronahiyê, ber bi jor ve geşe bibin.[5]

Mekanîzmaya berevçûna erdê

Di serikê regê de, li aliyê bînî de, xestiya bilind a oksînê, rê li ber geşebûna xaneyên regê digire, lê xaneyên aliyê jor bi awayekî asayî dirêj dibin, loma reg ber bi aliyê jêrê ve ditewe.

Di reg de, kulavê regê navenda têgihîştina erdkêşê ye. Bersîvdana berevçûna erdê ji aliyê xaneyên bi navê statosît (bi înglîzî: statocyte) ve tê dabînkirin. Di nav statosîtan de hebikên nîşayê hene û wekî statolît tên navkirin. Şaneyên ko statosît lixwe digirin, wekî şaneya statenkîma (bi înglîzî: statenchyma) tê navkirin. Statosît ji xaneyên stûnî yên kulavê regê ne.[2]Gava kulavê regê were jêkirin, geşebûna regê didome, lê şiyana wê ya têgihîştina erdkêşê winda dibe.[6]

Di aj û koleoptîlê de, bersîvdana erdkêşê di çînek xaneyên ko şaneya lûleyî dipêçîne û wekî kalanê nîşayê (bi înglîzî: starch sheath) tê navkirin de peyda dibe. Amîloplast di xaneyên kalanê nîşayê de cih digirin.‌[7]

Di rewşa asayî de riwek di arasteya hêza erdkêşê de bi stûnî geşe dibin û diperisin. Amîloplast (ko wekî statolît jî tên zanîn) plastîdên taybet in ko hebikên nîşayê lixwe digirin. Hebikên nîşayê ji sîtoplazmayê girantir in, loma di sîtoplazmaya xaneyê de li aliyê jêr de noq dibin.[2]

Dema riweka stûnî ji ber hêzek, ber bi aliyek ve tê tewandin, ji arasteya hêza erdkêşê dûr dikeve, bi berevçûna erdê, çendan saetan şûnve, xaneyên ajê riwekê an jî regê riwekê, di arasteya stûnî ya nû de dest bi geşebûnê dikin.

Li ajê riwekê de bandora oksînê beravajî ye. Li aliyê jêrê ajê de, oksîna bi xestiya bilind, dirêjbûn û geşebûna xaneyan han dike, li aliyê jor de xane bi têra xwe dirêj nabin, xaneyên aliyê jêr li ser xaneyên aliyê jor ve ditewin û aj ber bi jorê ve geşe dibe.

Gava riweka stûnî ber bi aliyek ve xwar dibe, statolît ji ber hêza erdkêşê dilivin û ji jêrê xaneyê, ber bi aliyê “jêrê nû” yê xaneyê ve cih diguherin.

Di nav xaneyan de cihê statolîtan, bandor li ser belavkirina hormonên geşê (IAA) dike.[8] Gava amîloplast li aliyê jêrê xaneyê de cih dibin, rasterast temasê retîkûlûma endoplazmî dikin, û dibin sedema berdana îyonên kalsiyumê ji nav retîkûlûma endoplazmî. Îyonên kalsiyumê wekî sinyal kar dikin, hormona riwekê ya bi navê oksîn (IAA), ji ber sînyalan di xaneyên aliyê jêr de kom dibe. Xestiya zêde ya IAA di regan de rê li ber dirêjbûna xaneyê digire.

Li aliyê bînî de, xestiya bilind a oksînê, rê li ber geşebûna xaneyên regê digire, lê xaneyên aliyê jor bi awayekî asayî dirêj dibin, loma reg ber bi aliyê jêrê ve ditewe.[1]

Li ajê riwekê de bandora IAA beravajî ye. Li aliyê jêrê ajê de, IAA ya bi xestiya bilind, dirêjbûn û geşebûna xaneyan han dike, li aliyê jor de xane bi têra xwe dirêj nabin, xaneyên aliyê jêr li ser xaneyên aliyê jor ve ditewin û aj ber bi jorê ve geşe dibe.[3]

Hîpotezên din jî hene ji bo berevçûna erdê. Di hin hîpotezan de tê pêşniyarkirin ko ne tenê amîloplast, lê tevahiya xaneyê kar dike bo bersivdana erdkêşê. Di hin xaneyên mutant de amîloplast tune lê dîsa jî di van riwekan de berevçûna erdê ya lawaz çêdibe.

Bi hin lêkolînan hatiye nîşankirin ko hin riwekên ko di kulavê regê wan de amîloplast tune, hê jî dikarin erdkêşê hest bikin û berevçûna erdê saz bikin.‌[9]

Lêkolînek din jî pêşniyar dike ko proteînên li derveyî parzûnê plazmayê yên kêleka dîwarê xaneyê, dibe ko ji bo hestkirina erdkêşê girîng bin û ne amîloplst tenê, lê tevahiya protoplastê di çêbûna berevçûna erdê de cih bigire.[9]

Girêdanên derve

Çavkanî

  1.  Simon, E. J., Dickey, J.L., Reece, J. B., & Burton, R. A. (2018).Campbell Essential Biology with Physiology (6th ed.). Newyork, United States: Pearson.
  2.  Bhatla, S.C. and A. Lal, M. (2019) Plant Physiology, development and metabolism Satish C Bhatla, Manju A. Lal. Singapore: Springer
  3.  Rye, C., Wise, R., Jurukovski, V., Desaix, J., Choi, J., & Avissar, Y. (2017).Biology. Houston, Texas : OpenStax College, Rice University,
  4.  Losos, J., Mason, K., Johnson,G., Raven, P., & Singer, S. (2016). Biology (11th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
  5.  Berk, A., Kaiser, C. A., Lodish, H., Amon, A., Ploegh, H., Bretscher, A., & Krieger, M. (2005). Molecular Cell Biology (5th ed.). CA.
  6.  Solomon, E., Martin, C., Martin, D., & Berg, L. (2015).Biology. Stamford: Cengage Learning.
  7.  Taiz, L. and Zeiger, E. (2014) Plant Physiology. 6th edn. Sinauer Associates.
  8.  Cullen, K. E. (2009).Encyclopedia of Life Science. Newyork: Facts On File, Inc
  9.  TBidlack, J.E., Jansky, S. and Stern, K.R. (2018) Stern’s introductory plant biology. 14th edn. New York, NY: McGraw-Hill.