Oksîn (bi înglîzî: auxin) navê gelemperî yê komek hormonên riwekan e ko di merîstema lûtkeyî, pelên ciwan û fêkiyan de tên berhemkirin, kar dikin bo rêkxistina geşebûn û peresîna riwekê û bersîvdana berevçûna ronahiyê û berevçûna erdê.
Hormonên riwekan komek madeyên kîmyayî yên endamî ne ko wek sînyalên kîmyayî di nav riwekê de tên veguhaztin û dema ji hêla xaneyên armanc ve têne wergirtin, dibin sedema çêbûna bertekan di riwekê de[1] Hormon bandor li ser geşebûn û peresîna riwekan dikin, loma, hormonên riwekan wekî molekulên rêkxerê geşebûnê jî tên navkirn.
Geşebûn û peresîna riwekan ji aliyê neh hormonên sereke ve tê rêkxistin.[2]
Oksîn, sîtokînîn, gîberelîn, etîlen, asîda absîsî, brassinosteroîd (brassinosteroid), jasmonat (jasmonate), asîda salîsîlî û strîgolakton (strigolactone)
Puxte

Oksîn navê gelemperî yê komek hormonên riwekê ye. Ango oksîn çendan cor hormon lixwe digire. Di koma oksînê de hormona herî girîng asîda asetî ya îndol e (bi înglîzî: indoleacetic acid (IAA)). Asîda asetî ya îndeol(AAÎ) ji asîda amînî ya trîptofan an jî ji hilweşîna karbohîdratên bi navê glîkosîd çêdibin.[3]
Awêteyên ko çalakiya wan a biyolojîkî mîna ya AAÎ ye, anko dikarin di koleoptîl û qedê de dirêjbûna xaneyan han bikin, di qelem û pelên qetandî de çêbûna regên palpiştî han bikin, bi hevkariya sîtokînan di çandiniya şaneyên riwekê de dabeşbûna xaneyan han bikin û karên din ên ya bi AAÎ ve tekîldarin, bi cih bînin, di nav koma oksînê de tên polenkirin.[4]
Peyva oksîn ji peyva “auxein” a yewnanî ya ko tê wateya “geşe bûn” hatiye çêkirin. Oksîn hormonên sereke ne û berpirsiyar in ji bo dirêjbûna xaneyan di berevçûna ronahiyê û berevçûna erdê de.
Herwisa hormonên oksînê guherîna merîstemê bo şaneya lûleyî kontrol dikin, peresîn û rêzbûna pelan han dikin. Kulîlkdan, çêbûn û gihîştina fêkiyan û astengkirina pelweşînê bersîvdanên din ên riwekan in ko bi awayekî rasterast an jî nerasterat di bin kontrola oksînê de rû didin.[5] Gelek corên oksînan bi awayekî destkarî (sentetîk) tên çêkirin û wekî herbisîd (giyakuj) tên bikaranîn.[5] Bikaranîna bazirganî ya oksînê di baxçeyê riwekan de û ji bo hilberîna beran, berfireh e. Oksîn di qelemçandinê de, ji bo şînbûna regên teniştî di qelemên riwekan de wekî hormona regderxistinê tê bikranîn.[5]
Guhaztina Oksînê di riwekê de
Di hemû beşên riwekê de oksîn heye lê xestiya oksînê di hin beşan da zêdetir e. Di parzûna xaneyên riwekan de proteînên guhêzer hene û tevgera oksînê ya li derveyî xaneyan kontrol dikin. Ev proteîn berpirsin ji bo tevgera tekarasteyî ya oksînê.[6] Merîstema lûtkeyî ya ajê, pelên ciwan û fêkî , navendên herî çalak in bo berhemkirina oksînê ne.[7]Lê piraniya oksînê di lûtkeya ajê de tê berhemkirin û ji xaneyêk ber bi xaneya din, ber bi jêrê qedê ve tê guhaztin. Oksîn ji jorê riwekê ber bi jêrê riwekê ve bi yekarasteyî tê guhaztin. Ji vê guhaztina oksînê re tê gotin guhaztina cemserî (bi înglîzî: polar transport). Oksîn di riwekê de di saetek de bi qasî yek santîmetre cih diguhere.[8]Ji bo veguhaztina oksînê di xaneyên riwekê de enerjiya ATP tê bikaranîn.[9] Guhaztina tekarasteyî ya oksînê, di hin beşên riwekê de xestiya oksînê zêde dike, cudahiya xestiya oksînê jî di wê beşa riwekê de hin bersîvdanên taybet han dike.[6]
Rêbaza çalakiya oksînê
Oksîn di riwekê de derbirîna hezaran genên ko wekî “genên bersîvdana oksînê” (bi înglîzî: auxin-response genes) tên zanîn, han dike. Gava di hawirê de xestiya oksînê kêm e, proteînên bi navê “proteînên pestanbarê oksînê/IAA “ (bi înglîzî: Aux/IAA repressor proteins) di xaneyên riwekê de rê li ber derbirîna van genan digirin. Proteînên pestanbar bi girêdana proteînên çalakker li promotorên genê, rê li ber derbirîna genan digirin.
Gava xestiya oksînê bi têra xwe zêde ye, molekulên oksînê proteînên pestanbarê oksînê li ser kompleksek proteînê ya bi navê TIR1 dizeliqînin, ev rewş dibe sedema hilweşîna pestanbaran. Gava proteînên çalakker ji proteînên pestanbar rizgar dibin, derbirîna genên bersîvdana oksînê han dikin.[1]
Li gor xestiya wê an jî hewkarîgeriya wê ya bi hormonên din ve, bandora oksînê ya li ser riwekê guherbar e, dibe ko geşebûn û peresîna riwekê han bike an jî rê li ber geşebûna riwekê bigire.[9]
Bandora oksînê di riwekê de

Dirêjbûna xaneyan
Gava di xaneyê de xestiya oksînê zêde dibe, pompeyên protonê yên li ser parzûna xaneyê hê pirtir dixebitin, loma asîdîbûna dîwarê xaneyê zêde dibe û proteînên bi navê ekspansîn çalak dibin. Ekspansîn bendên çaperest ên di navbera rîşalokên selulozê diqetînin.Bi serbestmayîna rîşlokan, dîwarê xaneyê çemînbar dibe, xane gava ji derve av werdigire, pestoya turgorê di nav xaneyê de bilind dibe, loma xane piçek dirêj dibe.[1]
Zalbûna lûtkeyî
Di hin riwekan de ji ber zalbûna lûtkeyî (bi înglîzî: apical dominance) gopikên teniştî di qonaxa mitbûnê de dimînin, ji teniştê qedê riwekê de çiqilên (şax) nû şîn nabin û riwek ji merîstema lûtkeyî ber bi jor ve dirêj dibe. Di van riwekan de heta ko gopika lûtkeyî hebe, gopikên teniştî bi awayekî sinordar şîn dibin. Zalbûna lûtkeyî ji ber hebûna oksînê ya di gopika lûtkeyî de ye. Oksîna di gopika lûtkeyî de hatiye berhemkirin, rê li ber geşebûna gopikên teniştî yên nêzîkê xwe digire, loma çiqilên nû çênabin. Heke beşa merîstema lûtkeyî were birrîn, berhemanîna oksînê jî li wê beşê radiweste û çiqilên nû ji gopikên teniştî geşe dibin. Ne tenê hormona oksîn, lê hormonên wekî etîlen û sîtokînîn jî di zalbûna lûtkeyî de cih digirin.[6]
Oksînên sirûştî
Çar oksînên sereke bi awayekî sirûştî di riwekan de tên çêkirin.[9]
1) Asîda asetî ya îndol (AAÎ): Di nav oksînan de hormona herî çalak û bi bandor e. Li gor hormonên din, pêkhateya kîmyayî ya AAÎ-yê sade ye, loma di laboratuvaran de jî bi hêsanî tê çêkirin û wekî giyakuj di baxçe û zeviyan de tê bikaranîn.[4]
2) Asîda asetî ya fenîl (bi înglîzî: phenylacetic acid (PAA)), bi gelemperî di riwekê de ji AAÎ-yê zêdetir tê dîtin lê ne bi qasî hormona AAÎ çalak e.
3) Asîda asetî ya 4-kloroîndol (bi înglîzî:4-chloroindoleacetic acid (4-chloroIAA) ) dema zîldana tovê, di tovên hin riwekan de tê dîtin. (wekî mînak, tovê fasuliyê)
4) Asîda buterî ya îndol (bi înglîzî: indolebutyric acid (IBA)) di pelên garisê û hin riwekên dulep de çêdibe. Di baxçewaniyê de ji bo pirbûna vejetayî tê bikaranîn, di qeleman de çêbûna regên palpiştî han dike.
Oksînên destkarî
Oksînên destkarî, madeyên kîmyayî yên kopyayên oksînan in ko ji aliyê mirovan ve hatine çêkirin. Wekî mînak, asîda asetî ya 2,4-dîklorofenoksî (bi înglîzî: 2,4-dichlorophenoxyacetic acid (2,4-D)) û asîda asetî ya 2-metîl-4 klorofenoksî (bi înglîzî: 2-methyl-4-chlorophenoxyacetic acid (MCPA )). Li gel hormonên destkarî hin hormonên sirûştî jî di laboratuvaran de tên berhemkirin.
Bikaranîna oksînan di pîşesaziyê de
Di warê pîşesaziyê de gelek corên oksînên sîrûştî û yên destkarî tên bikaranîn. Wekî mînak, firingiyên di serayê (gulxane) de tên çandin, bi oksînên destkarî, geşebûna fêkiyên xwe wekî firingiyên baxçeyan derve bi asayî didomînin. Li baxçe û zeviyan de bikaranîna oksînê, dema çêbûn û geşebûna fêkiyan rêk dixe, hemû fêkî bi hev re diperisin, bi vî awayî hemû fêkî bi carek ve tên berhevkerin.
Hin riwekên bêtov, mînak, xiyarê bêtov, bi oksînê dikarin ji kulîlka nehatiye perîn (polen û hêkoke yek nebûne) fêkiyê bêtov çêbikin.[5] Oksîna sirûştî ya asîda butrî ya îndol, di pirbûna vejetayî ya riwekan a bi qelemçandinê de, ji bo çêbûna regên palpiştî tê bikaranîn. Pel an jî çiqil (qelem) ji riwekê tên birrîn û li cihê jêkirî oksîn tê lêxistin, paşê qelem tên çandin nav axê, demek şûnve ji nêzîkê cihê jêkirî de regên palpiştî şîn dibin.[8] Hinek ji oksînên destkarî jî wekî giyakuj (herbisîd) tên bikaranîn. Wekî mînak, asîda asetî ya 2,4-dîklorofenoksî ji bo jinavbirina giyayên dulep tê bikaranîn. Riwekên yeklep ên wekî garis (lazût) dikarin vê oksîna destkarî bi lez bêçalak bikin, lê riwekên dulep nikarin û ji ber xestiya bilind a hormonê dimirin.[8]
Girêdanên derve
Çavkanî
- Brooker, R., Widmaier, E., Graham, L., & Stiling, P. (2017). Biology (4th ed.).
- Taiz, L. et al. (2015) Plant physiology and development. 6Th ed.Sunderland, Massachusetts, U.S.A ISBN 9780197614235
- Barrington, Ernest J.W.. "hormone". Encyclopedia Britannica, 8 Jul. 2026, [1] Accessed 31 July 2026.
- Taiz, L. and Zeiger, E. (2014) Plant Physiology. 6th edn. Sinauer Associates.
- Rye, C., Wise, R., Jurukovski, V., Desaix, J., Choi, J., & Avissar, Y. (2017).Biology. Houston, Texas : OpenStax College, Rice University,
- Solomon, E., Martin, C., Martin, D., & Berg, L. (2015).Biology. Stamford: Cengage Learning.
- SMauseph. (1998). Botany An Introduction To Plant Biology. Jones & Bartlett Pub
- Reece, Jane B. Campbell Biology : Jane B. Reece ... [et Al.]. 9th ed., Boston, Ma, Benjamin Cummings, 2011.
- TBidlack, J.E., Jansky, S. and Stern, K.R. (2018) Stern’s introductory plant biology. 14th edn. New York, NY: McGraw-Hill.

No comments:
Post a Comment