Celadet Alî Bedîrxan

Me zanî ko xweseriya me, di zimanê me de ye û em bi tenê bi hînbûna xwendin û nivîsandina zimanê xwe û parastina wî, di civata miletan de, wek miletekî xweser dikarin bijîn û payedar bin.
Celadet Alî Bedîrxan (1893-1951)
Showing posts with label lûleya guhêzer. Show all posts
Showing posts with label lûleya guhêzer. Show all posts

2021/12/18

Lûleya guhêzer

 

Lûleya guhêzer an jî coga guhêzer (bi latînî: vas deferens an jî ductus deferens) navê borriyên masûlkî ye di navbera alozeyan û mîzerê de.

Di zimanê latînî de ‘vas’ bi wateya lûle, ‘deferens’ bi wateya guhêztin, kişandin,birin tê bikaranîn. Ango ‘wateya vas deferens’ lûleya guhêzer e. Hin caran li dewsa vas deferens, peyva ductus deferens, ango coga guhêzer jî tê bikaranîn. Du erkên lûleya guhêzer heye; embarkirina sperman û guhêztina sperman.
--Anatomiya lûleya guhêzer--
Ji her gunek lûleyek guhêzer dirêj dibe, ango di laşê mirovê nêr de du lûleyên guhêzer heye. Spermên ji alozeyê derdikevin, dikevin nav lûleya guhêzer.
Lûleya guhêzer borriyek bi dirêjiya 50 cm ê, ji alozeyê di nav bendikê gunê (bi înglîzî: spermatic
cord) de ber bi jor dirêj dibe, di nav zikekelênê de ji bendikê gunê cihê dibe, li ser mîzdankê derbas dibe û li paş mîzdankê ber bi jêr dirêj dibe, digihîje coga avêtinê. Dirêjiya lûleya guhêzerê ji bo embarkirina sperman tê bikaranîn. Li nêzikê rijênê prostat, kotahiya lûleyên guhêzer piçek fireh dibe ev beşa firehbûyî dişibe kûpê. Di zimanê latînî de ji bo kûpên biçembil ên ji axê hatine çêkirin re peyva ‘amphora’ tê bikaranîn. Di zimanê înglîzî de amphora guheriye û bûye ampulla. Loma kotahiya firehbûyî ya lûleya guhêzer wekî ampulla tê navkirin. Kûp (ampulla) ji bo sperman wekî embar kar dikin. Cogên avêtinê bi mîzerê yê ve girêdayî ne. Heke ji bo demek dirêj sperm ji lûleya gûhêzer neyên avêtin, ji aliyê xaneyên li ser borrîka alozeyê ve tên hilweşandin û mijandin.
Ampulla bi çikildanê tovavê ve girê dibe û coga avêtinê peyda dibe. Herdu cogên avêtinê di nav rijênê prostat de bi mîzerêyê ve girêdayî ne.
--Pêkhateya lûleya guhêzer--
Lûleya guhêzer dîwarek stûr lixwe digire. Dîwarê lûleya guhêzer ji sê çînan pêk tê. çîna navî lînceperde ye, ji rûkeşeşaneyê pêk tê. Kûlkexaneyên rûkeş (bi înglîzî: ciliated epithelium), kulkên xwe dirêjê nav cogê dikin. Rûyê çîna navî qatqatî û qurmiçî ye û bi sperman ve di nav têkilîyê de ye. Çîna naverast a lûleya guhêzer, çînek masûlkî ye. Çîna naverast ji sê çînên lûsemasûlke pêk tê. Çîna navî ya masûlkî ji lûsemasûlkeyên dirêjkî, çîna naverast ji lûsemasûlkeyên bazinî û çîna derve jî disa ji lûsemasûlkeyên dirêjkî pêk tê. Masûlkeyên lûleya guhêzer dor bi dor, bi ahengî girj dibin û xav dibin çalakiya van masûlkeyan wekî perîstalsî tê navkirin. Arasteya perîstalsiya masûlkeyên lûleya guhêzer, ji alozeyê ber bi mîzerê ye. Ango sperm ji ber çalakiya lûsemasûlkeyên lûleya guhêzer, ber bi mîzerê tên paldan.
Çîna derve ya lûleleya guhêzer ji bestereşaneyê pêk tê. Lûleyên xwînê, lûleyên lîmfê û demar di nav çîna bestereşaneyê de cih digirin.
--Vazektomî, stewkirina nêran--
Vazektomî (bi înglîzî: vasectomy) corek niştergerî ye bo rêgirtina ducaniyê. Di nêran de lûleyên guhêzer tên birrîn û girêdan bi vî awayê avêtina sperman tê rawstandin.
Bi gelemperî vazektomî ji bo rêgirtina rûdana ducaniyê tê bikaranîn. Lê hin caran dibe ko di aloze an jî gunan de kulbûn (înfeksiyon) peyda bibe, vê gavê ji bo pêşî li kulbûnê were girtin û ziyan negihîje gunan, bi vazektomiyê pêwendiya gun û mîzerê tê qutkirin.
Piştê vazektomiyê di gunan de berhemanîna sperm û hormonan nasekine, didome, lê ji ber ko lûleyên guhêzer bi alozeyan ve girdayî nîn in, sperm di alozeyê de dimîne. Hormon bi navbeynkariya xwînê belavî laş dibin, loma vazektomî bandor li ser rêjaya hormonên nêrîneyê nake. Kesên vazektomî bûye dikare bi awayekî asayî bikeve têkiliya zayendî. Çûkê van kesan bi awayekî asayî rep dibe û avêtin disa rû dide. Di tovava avêtinê de tenê derdanên rijenê Cowper, prostat û çikildanên tovavê heye. Ango ji bo pîtîna hêkê sperm tune, loma her çiqas avêtin di nav zêyê de bêne berdan jî pîtîn û ducanî rû nade.
* Ev xebat li ser wîkîpediyaya kurdî jî hat zêdekirn





2021/12/08

Aloze


Aloze (bi înglîzî: epididymis) giloka borrikeyek dirêj û li hev pêçayî ye, taybet e bo endamê zaûzê yê nêran.
Di cemserê jor ê gun de hemû spermeborrikên gun digihîjên hev û torekî ji 15-20 cogikên badayî pêk tînin. Ji wan cogikan re tê gotin cogikên derketî (bi latînî: ductuli efferentes). Li beşa serî ya alozeyê de hemû cogikên derketî bi lûleyek firehtir ve yek dibin, ev lûle wekî coga alozeyê an jî borrika alozeyê tê navkirin. Alozê ji giloka borrîkê pêk tê. Aloze li ser aliyê rûyê pişt ê gunan de cih digire.
Di zimanê grekî de ji bo alozeyê, peyva “epididumis” tê bikaranîn. Epididumis ji peyven epi + didumoipek tê. Wateya epî ‘li ser’, wateya didumis jî ‘cot an jî gun’e ango aloze pekhteyek li ser gun e.
Her alozeyek ji sê beşan pek tê; ser, ten û kilik.
Ser, beşa herî jor û ya herî gir a alozeyê ye, li aliyê jorê gun de cih digire. Ten li aliyê pişta gun ve girêdayî ye û ji jor heta jêrê gun dirêj dibe. Kilik beşa herî biçûk a alozeyê ye, li hêla jêrê gun de cih digire û bi gun ve girêdayî nin e. Di beşa dawî ya kilikê de, aloze ji gun cihê dibe û êdî wekî lûleya guhêzer tê navkirin.
Perisîn û gehîştina sperman di serî û tenê alozêyê de rû dide. Sperm di kilik de tên embarkirin.
Spermên negihîştî û nelîvbar ji spermeborrikan derbasî nav alozeyê dibin û li wir diperisîn. Xaneyên derdanî yên li ser dîwarê alozeyê, hin madeyan derdidin bo perisîna sperman[. Lûsemasûlkeyên borrîka alozeyê girj dibin, spermên nav alozeyê, ji serî ber bi kilikê tên guhêztin. Borrika alozeyê bi qasî 6 metre dirêj e, loma ji beşa ser heta kilikê guhêztina sperman dibe ko di 1 heta 12 rojan de pêk were. Her ko sperm di borrîka alozeyê de derbas dibin, sperm diperisin û dibin xwediyê şiyana livînê. Spermên gihîştî, heta avêtinê di kilikê de tên embarkirin. Borrîka alozeyê ji beşa ser û beşa ten heta beşa kilikê dirêj dibe. Li dawiya beşa kilikê de borrîka alozeyê firehtir dibe û lûlên (pêç) wê kêm dibe, ev borrîk êdî wekî lûleya guhêzer (bi latînî: vas deferens) tê navkirin. Dema avêtinê (bi înglîzî: ejaculation) ji herdu alozeyan, sperm ber bi lûleya guhêzer ve tên paldan. Heke spermên gihîştî bi avêtinê ji alozeyê neyên derpirandin, sperm dikarin bi qasî çend mehan di alozeyê de bi awayekî çalak bimînin. Dawiya dawî heke spermên gihîştî neyên avêtin, ji aliyê xaneyên li ser borrîka alozeyê ve tên hilweşandin û mijandin.

*Ev xebat li ser wîkîpediyaya kurdî jî hat zêdekirn.
https://ku.wikipedia.org/wiki/Aloze

 

2021/11/23

Çikildanên tovavê

 


Çikildanê tovavê an jî tovaveçikildan (bi înglîzî: seminal vesicle) cotek rijênên cogedar in di laşê nêran de.


Pêkhateya çikildanên tovavê

Di laşê mirovê bi temenê pêgihîştî de dirêjiya çikildanê tovavê 5-7 cm, firehiya wî 2-3 cm e. Her çikildanek ji lûleya pêçayî û badayî ya bi dirêjiya 15 cm pêk te. Lûle bi bestereşaneyê dapoşrav e. Di bestereşê; lûleyên xwînê, lûleyên lîmfê, rîşalên demar û şaneya palpişt lixwe digire. Lûleya çikildanê ji sê çînan pêk tê. Rûyê çîna navî şil û qurmiçînî ye û ji lînceperdeyê pêk tê. Rûkeşexaneyên vê çînê şileya tovavê berhem dikin û der didin. Çîna navarast ji masûlkeyên bazinî û dirêjkî pêk tê. Çîna dervayê çikildanê jî ji şaneya rîşalên qaîşokî pêk tê.
Li paş mîzdankê li herdu aliyên rijênê prostat de cih digirin. Her çikildanek ji aliyê serê jêr ve bi cogek kurt ve girêdayî ye, ev cog wekî coga avêtinê (bi înglîzî: ejaculatory duct) tê navkirin. Coga avêtinê bi lûleya guhêzer ve girêdayî ye. %60ê qebareya tovavê ji cota çikildanên tovavê tê derdan.

Derdan û erkê çikildanên tovavê

Şileya çikildana tovavê şileyek tîr û lîncî ye, gellek fruktoz, asîda sîtrîk,proteîn û hin xurekemadeyên din lixwe digire. Şileya çikildana tovavê şileyek alkalî ye, ango asta pH a şileyê bilind e. Paşmayiyên asîdî yên li nav mîzerê û nav coga endama zaûzêya mê, bi navbeynkariya vê şileyê tên nêtarkirin. Herwisa şileya çikildana tovavê prostaglandîn û fîbrînojen jî lixwe digire. Fruktoza tovavê ji aliyê mîtokondriyên sperman ve ji bo bidestxistina ATP tên bikaranîn. Prostaglandîn madeyek mîna hormon e, bi sînyalan masûlkeyên malzarokê hander dike, masûlke girj dibin bi vî awayê sperm ber bi coga hêkê tên paldan. Piştê avêtinê, fîbrînojena nav tovavê diguhere bo fîbrîn. Fîbrîn tovavê piçek dimeyîne, tovav hê pirtir tîr dibe.
Şileya çikildanên tovavê bi navbeynkariya coga avêtinê tevlê spermên nav lûleya guhêzer dibe û ber bi rijênê prostatê ve tên guhêztin.

* Ev xebat li ser wîkîpedyaya kurdî jî hat zêdekirin
https://ku.wikipedia.org/wiki/%C3%87ikildan%C3%AAn_tovav%C3%AA