Rûkeşeşane an jî şaneya rûkeş (bi înglîzî: yekjimar,”epithelium” pirjimar “epithelia”) yek ji çar şaneyên laşê ajalan e ko ji bergê rûkeşexaneyan pêk tê û beşa derve ya laş, rûyê kelênên laş, cogên laş û endamên laş dapoş dike.[1]
Mirov jî tê de, di laşê ajalan de çar cor şane hene; rûkeşeşane, masûlkeşane, demareşane û bestereşane.
Erkên rûkeşeşaneyê

Rûyê derve yê çerm, rûyê navî yê coga henaseyê, coga herisê, coga mîze, rûyê endaman û coga zaûzê bi rûkeşeşaneyê dapoşî ne. Ango her tiştê ko dikeve hundirê laş an jî ji laş derdikeve, ji rûkeşeşaneyê derbas dibe.[2]
Karên wekî parezvanî, mijîn, derdan û hestkirin jî tê de, rûkeşeşane di laş de gellek kar dikin. Rûkeşeşane ji bo bergiriya laş, berbesta yekem e. Çîna epîdermîs a çerm (pest) ji rûkeşeşaneyê pêk tê, rûkeşeşaneya çerm, laşê mirov ji madeyên zîyanbexş û hokarên nexweşiyê diparêze, rê li ber ziwabûna laş digire. Rûkeşeşaneya coga herîsê, xurek û ava nav rûvîyan dimijîne bo xaneyên laş. Hin wergir ji rûkeşexaneyan pêk tên, wekî mînak, kîmîkewergirên ser zimanê mirov ji bo çêbûna hestê çêjtinê kar dikin.[3] Hormon, enzîm, şîr, xwêdan, lîk û lîncemade ji aliyê xaneyên rûkeşeşaneyê ve tên berhemkirin û derdan.
Pêkhate
Xaneyên ko şaneya rûkeşê pêk tînin wekî rûkeşexane an jî xaneyên rûkeş (bi înglîzî: epithelial cells) tên navkirin. Rêzbendî û stûriya çîna rûkeşeşane di hemû beşên laş de ne yek e, li gor cor û rêza xaneyan corbicor e. Wekî mînak, mûlûleyên xwînê bi çînek rûkeşexaneyê navpoşkirî ne, lê çermê mirov çendan çînên rûkeşexaneyê lixwe digire.
Xaneyên rûkeşeşaneyê bi şidayî bi hev re girêdayî ne, loma li dij hokarên nexeşiyê û birîndarbûnê wekî berbesta yekem kar dikin û bergirî dabîn dikin.[4] Bi awayekî şidî bi hev re gîrêbûna rûkeşexaneyan, rê nade lûleyên xwînê ko di navbera xaneyan de dirêj bibin, xurek û oksîjenê bigihînin rukeşeşaneyê. Rûkeşeşane xurek, madeyên pêwist û oksîjenê ne ji mûlûleyên xwînê lê ji şaneyên binê xwe an jî ji hawirdora xwe, bi dîfuzyonê an jî bi mijînê werdigirin.
Du rûyên (alî) cuda yê rûkeşeşaneyê hene, rûyê serik (gupik) û rûyê rûyê binik. Rûyê serik serbest e û bi hawirdora laş ve an jî bi valahiya cogên endaman re rûbirû ye. Ango dibe ko rûyê serik ê rûkeşeşaneyê bi hewayê re an jî bi şileya laş ve di temasê de be.[5]Bi gelemperî di rûyê serik de pêkhateyên taybet hene. Wekî mînak, rûyê serik ê xaneyên rûkeşeşaneya rûviya zirav bi wirdememîleyan ve dewlemend e. Wirdememîle mijîna xurekan bo nav xaneyê hêsan dikin. Aliyê berevajîyê rûyê serik, rûyê binik e û bi çîna binyat (bi înglîzî: basal lamina) ve girêdayî ye. Çîna binyat, ji proteîn û polîsakadrîdan pêk tê.[6]Rûyê binik, rûkeşeşaneyê ji şaneyên binê wê cuda dike.[4]
Ekseriyên xaneyên rûkeşeşaneyê, ji xaneyên pehn (bi înglîzî: squamous (flattened)), xaneyên şeşepalû (bi înglîzî:cuboidal) an jî ji xaneyên bi şêweyê stûnî (bi înglîzî: columnar) pêk tên. Hinek ji xaneyên rûkeşeşaneyê kûlkdar in, hinekî jî xaneyên derdanî ne. Wekî mînak, di coga henaseya mirov de,di navpoşê borrîhewayê de, xaneyên kûlkdar ên lîncemade der didin hene. Di navpoşê (rûyê navî) rûvî û gurçikan de hin xaneyên rûkeşeşaneyê, erkê mijînê bi cih tînin. Di van xaneyan de parzûn ber bi derve mîna tiliyan dirêj dibe. Ev pêkhate wekî wirdememîle tên navkirin. Wirdememîle ji bo mijîna madeyan rûyê xaneyê fireh dike.[5]
Rûkeşexaneyên derdanî

Rûkeşeşane xaneyên derdanî lixwe digire. Xaneyên derdanî yên rûkeşeşaneyê madeyên wekî hormon, enzîm, lîk, lîncemade, şîr, xwêdan, çewrî û hwd berhem dikin û der didin. Dibe ko xaneya derdanî bi tena serê xwe kar bike an jî bi komek xaneyên derdanî ve, pêkhateya rijên pêk bînin.[5]Ango rijên ji yek an jî zêdetir rûkeşexaneyan pêk tê. Rûkeşexaneyên rijenê hin madeyan berhem dikin û derdidin. Hormon, ji aliyê rijênan va tên derdan, rijên ji rûkeşeşaneyê pêk tên.
Hin rûkeşexane ji bo derdana lîncemade (mûkûs) hatine guncandin, ji van rûkeşexaneyan re tê gotin xaneya goblet. Şiklê xaneya goblet dişibe kasê, loma vê navê lê kirine. Xaneyên goblet di coga herisê û coga henaseyê de di nav çîna rûkeşeşaneyê de cih digirin.
Peresîna rûkeşeşaşneyê
Xaneyên rûkeşeşaneyê ji sê çînên embriyoyê çê dibin. Rûkeşexaneyên epîdermîsa çerm, hinek beşên dev, difin û komê (anus) ji çîna derve (ektoderm) diperisin.
Rûkeşexaneyên coga herisê û coga henaseyê navpoş dikin, ji çîna navî (endoderm) peyda dibin.
Rûkeşexaneyên lûleyên xwînê, lûleyên lîmfê û dil navpoş dikin, ji çîna naverast çê dibin û wekî endotelyum tên navkirin. Rûkeşeşaneya dil wekî endokardiyum tê navkirin.[7]
Nûbûna rûkeşeşaneyê
Xaneyên rûkeşeşaneyê temenkurt in, lê dikarin bi nûbûnê (bi înglîzî: regeneration), li dewsa xaneyên ziyangirtî an jî mirî, xaneyên nû çêbikin.[7]Ji ber ko aliyê serik ê xaneyên rûkeşeşaneyê bi hawirdora re rûbirû dimînin, ziyan digihêje rûkeşexanyan û xane dimirin. Wekî mînak, ji ber germahî, sarî an jî hişkayî ya xurekan xaneyên rûkeşeşaneya coga herîsê zû hildiweşin û dimirin, loma, rûkeşexaneyên gedeyê dikarin di nav 2-3 rojan de bi tevahî nû dibin. Herwisa rûkeşeşaneya çerm jî di her du hefteyan de nû dibe.[2]
Polenkirina rûkeşeşaneyê
Rûkeşeşane li gor şiklê rûkeşexaneyan an jî li gor hejmara çînên rûkeşexaneyan tê polenkirin.[8]
Rûkeşeşaneya sade (bi înglîzî: simple epithelium) ji çînek xaneyên rûkeş pêk tên. Rûkeşeşaneya fireçînî (bi înglîzî: stratified epithelium) ji du an jî zêdetir çînên xaneyan pêk tê.
Dibe ko şiklê xaneyên rûkeşeşaneyê pehn (bi înglîzî: squamous), şeşpalû (bi înglîzî: cuboidal) an jî stûnî (bi înglîzî: columnar) bin. Herwisa dibe ko di şaneyê de hejmara çînên xaneyê yek an jî zêdetir bin. Li gor van esasan şeş corên rûkeşeşaneyê çêdibe. Bi rûkeşeşaneya zirfireçînî û rûkeşeşaneya guherbar hejmara corên rûkeşeşaneyê dibe heşt.[9]
Rûkeşeşaneya sade
Rûkeşeşaneya sade ji qorek (çînek) rûkeşexaneyê pêk tê. Rûyê binik ê her xaneyê bi perdeya binyat ve girêdayî ye. Rûkeşeşaneya sade li gor şiklê rûkeşexaneyên şaneyê tê navkirin û polenkirin.
Rûkeşeşaneya pehn a sade
Cihên ko alûgorkirina gaz û madeyên kîmyayî bi awayekî lez rû dide, bi rûkeşaşaneya pehn a sade (bi înglîzî: simple squamous epithelium) dapoşrav in. Xaneyên pehn ên rûkeşeşaneya sade di navpoşê endamên dilelûleyî û lîmfê de cih digirin. Herwisa di pişikan de sikildanokên hewayê, di gurçikan de lûlekên nefronan û cogên berhevkirinê ji bi rûkeşeşaneya pehn a sade ve dapoşrav in.[7]

Rûkeşeşaneya şeşpalû ya sade
Xaneyên rûkeşeşaneya şeşpalû ya sade (bi înglîzî: simple cuboidal epithelium) kar dikin bo derdan û mijîna molekulan. Lulekên gurçikan û cogên rijênan bi rûkeşeşaneya şeşpalû ya sade dapoşrav in.
Rûkeşeşaneya stûnî ya sade
Hin beşên koendama herisê û coga zaûzê ya mêyan bi rûkeşeşaneya stûnî ya sade (bi înglîzî: simple columnar epithelium) dapoşrav in. Di hin corên xaneyên stûnî de di rûyê serik de kûlk (bi înglîzî: cilium) hene. Xaneyên rûkeşeşaneya coga hêkê kûlkdar in. Herwisa di coga henaseyê de jî rûkeşexaneyên kûlkdar ên stûnî hene. Bi livîna kûlkan, di coga hêkê de hêk ber bi malzarokê tê paldan. Xaneyên kûlkdar ên rûkeşeşaneya coga henaseyê jî rê li ber toz û pêkhateyên ziyanbexş digin û wan ber bi gewriyê pal didin. Di rûviya zirav de rûkeşexaneyên stûnî xwediyê wirdememîleyan in. Wirdememîle (bi înglîzî: microvullus) beşek ji parzûna rûkeşexaneyê ye, rûyê parzûnê fireh dike ko mijîna xurekan hêsantir bibe.[2]
Rûkeşexaneya stûnî ya zirfireçînî
Rûkeşeşaneya stûnî ya zirfireçînî (bi înglîzî: pseudostratified columnar epithelium) bi eslê xwe ji çînek xaneyan stûnî pêk tê, lê ji ber ko qebare û şiklê xaneyan neasayî ye û bêrêkûpêk e, rûkeşeşane wekî şaneyek fireçînî xuya dibe. Hinek ji xaneyên vê şaneyê kûlkdar in û di coga henaseyê de cih digirin.
Rûkeşeşanaya fireçînî
Rûkeşeşaneya fireçînî (bi înglîzî: stratified epithelium) ji çendan qorên rûkeşexaneyan pêk tê. Ev şane laşê mirov li dij ziyanên fîzîkî û kîmyayî yên hawirdorê diparêzê, nahêlê şane an jî endamên wê dewerê bimaşin. Rûkeşeşaneya fireçînî li gor şikla rûkeşexaneyên aliyê rûyê serbest (rûyê serik), wekî rûkeşeşaneya pehn a fireçînî , rûkeşeşaneya şeşpalû ya fireçînî û rûkeşeşaneya stûnî ya fireçînî tê polenkirin.
Di laşê mirov de herî zêde rûkeşeşaneya pehn a fireçînî heye. Di vê cora şaneyê de, xaneyên aliyê serik, rûkeşexaneyên pehn in, li aliyê binik, rûkeşexaneyên şeşpalû an jî rûkeşexaneyên stûnî cih digirin. Hin caran rûyê serbest ê rûkeşeşaneya fireçînî bi xaneyên keretînî yên mirî ve pêçandî ye. Wekî mînak, çermê mirov.[10]
Di navpoşê devê mirov de rûkeşeşaneya şeşpalû ya fireçînî cih digire. Herwisa rûkeşeşaneya stûnî ya fireçînî jî di pêkhateya rijenên lîkê de cih digire.
Rûkeşeşaneya guherbar
Corek din a rûkeşeşaneya fireçînî jî wekî rûkeşeşaneya guherbar (bi înglîzî: transitional epithelium) tê navkirin. Ji ber ko şiklê rûkeşexaneyên aliyê serik hêdî hêdî diguherin, vê navê lê kirine. Wekî mînak, navpoşê borrîmîz û mîzdanka mirov, rûkeşeşaneya guherbar lixwe digire. Dema mîzdank vala ye, qebareya mîzdankê piçûk e, û rûkeşexaneyên aliyê rûyê serik bi şiklê şeşpalû ne. Her ko mîzdank hedî hedî bi mîzê tijî dibe, qebareya wê jî zêde dibe, şiklê xaneyên serikê jî ji şeşpalû diguherin bo rûkeşexaneyên pehn.[7]
Çavkanî
- ^ Cullen, K. E. (2009).Encyclopedia of Life Science. Newyork: Facts On File, Inc
- ^ ab c Losos, J., Mason, K., Johnson,G., Raven, P., & Singer, S. (2016). Biology (11th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
- ^ Solomon, E., Martin, C., Martin, D., & Berg, L. (2015).Biology. Stamford: Cengage Learning.
- ^ ab Reece, Jane B. Campbell Biology : Jane B. Reece ... [et Al.]. 9th ed., Boston, Ma, Benjamin Cummings, 2011.
- ^ ab c Starr, C. (2007). Biology:concepts and applications (7th ed.). Boston, MA: Cengage Learning.
- ^ Fox, Stuart Ira.Human Physiology. McGraw-Hill Education, 2016.
- ^ ab c d Betts, J., Desaix, P., Johnson, E., Johnson, J., Korol, O., & Kruse, D. et al. (2017). Anatomy & physiology. Houston, Texas: OpenStax College, Rice University,
- ^ Rye, C., Wise, R., Jurukovski, V., Desaix, J., Choi, J., & Avissar, Y. (2017).Biology. Houston, Texas : OpenStax College, Rice University,
- ^ Ireland, K. A. (2010). Visualizing Human Biology (3rd ed.). Hoboken, NJ: John Wiley & Sons.
- ^ McKinley, M., & O'Loughlin, V. (2011). Human Anatomy (3rd ed.). New York, NY: McGraw-Hill