Celadet Alî Bedîrxan

Me zanî ko xweseriya me, di zimanê me de ye û em bi tenê bi hînbûna xwendin û nivîsandina zimanê xwe û parastina wî, di civata miletan de, wek miletekî xweser dikarin bijîn û payedar bin.
Celadet Alî Bedîrxan (1893-1951)

2025/08/25

Hezaz

 Here nagîvasyonê

Here lêgerînê
Di cîhana riwekan de, hezaz endamê riwekên nelûleyî ne.

Hezaz (bi înglîzî: mosses) di cîhana riwekan de liqek ji riwekên nelûleyî û bêtov in.

Hezaz (bi înglîzî: mosses) di cîhana riwekan de liqek ji riwekên nelûleyî û bêtov in.

Hezaz, wekî riweka briyofît (bi înglîzî: bryophyte) jî tê naskirin. Li gel liqê (bi înglîzî: division) giyayê kezebî (bi înglîzî: liverwort) û liqê giyayê qiloçî (bi înglîzî: hornwort) di bin koma briyofîta (bi înglîzî: bryophyta) de tê polenkirin. Hemû endamên briyofîta, riwekên nelûleyî û bêtov in.[1]

Taybetmendî

Hezaz ji sermaya antartîkayê bigire heta germahiya çolê hema li herderê dinyayê dijîn, lê bi gelemperî di daristan û cihên şêdar (şil) de hê baştir geşe dibin.[2] Li ser rûyê erdê bi qasî 14 500 corên hezazan heye.[3]

Hin caran hezaz wekî kevza bejayî jî tê navkirin, lê bi eslê xwe hezaz kevz nin e, riwek e. Hezaz û hemû riwek, ji kevza kesk a teravê (ava çem û golan) hatine peresendin.[4] Ji ber ko bavanê heazê kevz e, hezaz bi gelemperî li cihên şêdar û nezîkê avê de hê baştir geşe dibin.

Ji ber tunebûna lûleyan, di laşê hezazan de av û xurek bi difuzyon û ozmozê tên guhaztin. Loma divê hezaz pir gir û dirêj nebin ko av û xurek bigihîje hemû beşên laş. Bilindahiya hezazan a ji rûyê erdê bi gelemperî bi qasî 1-2 cm ye, lê hin hezazên dirêjtir jî hene. Herwisa hezaz tov berhem nakin û bi sporên haploîdî pir dibin.[5] Riweka hezaz ne yek bi yek, lê bi şêweyî kolonî dijîn. Bi hezaran hezaz mîna xalîçeyek Ii ser axê, kevir an jî qedê daran de şîn dibin.

Pêkhate

Hezaza pêgihîştî ji beşên gametofît û sporofîtê pêk tê.

Riweka hezazê ya pêgihîştî ji du beşên serekî pek tê; beşa gametofît û beşa sporofît. Herdu beş wekî nifşên cuda yên heman riwekê jî tên hesîbandin. Loma herdu beş wekî nifşa gametofîtî û nifşa sporotîfî jî tên navkirin.

Nifşa gametofîtî

 

Nifşa gametofîtî ji zîldana sporek haploîdî diperise. Ango gametofîta hezazê haploîdî ye. Ji ber ko bi dabeşbûna mîtozî, gametên haploîdî çêdike, beşa haploîdî ya hezazê wekî nifşa gametofîtî (bi înglîzî: gametophyte generation) tê navkirin. Nifşa gametofîtî ya hezazê ji sê beşen serekî pêk tê; nîvçereg, nîvçeqed, nîvçepel

Hezaz bi navbeynkariya nîvçeregan (bi înglîzî: rhizoids) xwe bi rûyê axê, kevir an jî daran ve girê dide. Nîvçereg dişibin regên rasteqîn, lê ji rişalên xaneyan pêk tên û ne wekî regên riwekên lûleyî kar dikin. Ango karên serekî yê nîvçeregan ne mijîna av û xurek e, lê bestîna hezazê ye. Nîvçereg pêşengê regên riwekan e. Xaneyên nîvçereg bêklorîfîl in, ango fotosentez nakin.

Beşa hezazê ya ko bi rengê kesk xuya dike ji nivçeqed û nîvçepelan pêk tê. Xaneyên nîvçeqedê di hemû corên hezazan de ne yek in. Lê bi gelemperî piraniya nîvçeqed çendan çînên xaneyan lixwe digirin. Hin ji van xaneyan li gel fotosentezê, destek û parastinê dabîn dikin. Hinek ji xaneyên nîvçeqedê jî guhaztina avê rêk dixin.

Pêkhateyên kesk û pehn ên hezazê dişibin pelên rasteqîn, lê bi eslê xwe di van pêkheteyan de şaneya lûleyî tune, loma van pelên hezazan wekî nîvçepel tên navkirin. Di hezazan de nîvçepel bi awayekî lûlpêçî li ser nîvçeqedê de rûzbûyî ne û fotosentez dikin. Nîvçepel bi gelemperî ji çînek xaneyan pêk tê, loma hezaz dikarin av û xurekên hawirdorê rasterast bi navbeynkariya nîvçepelan bimijînin.

Bi gelemperî gametofîta hê ji zîgotê nû çêbûye û negihîştiye wekî protonema tê navkirin. Gametofîta pêgihîştî jî wekî gametofor (bi înglîzî: gametophore) tê navkirin. Wateya gametofor “hilgirê gamet” e. Ji ber ko hezaza gametofît li aliyê serî de endamên çêkerê gametan lixwe digire, vê navê girtiye.[6]

Di çerxa jiyana hezazê de, di beşa gametofît de du cor gamet tên çêkirin. Anteridyum edamê nêrînê ye û li wir sperm tên çêkirin. Arkegonyumê jî endamê mêyînê ye û tê de xaneya hêkê tê çêkirin.

Ji ber ko nifşa gametofîtî dikarê ji nifşa sporofîtî cuda jî bi awayekî serbixwe bijî, di çerxa jiyana hezazan de qonaxa gametofît, qonaxa zal e.[5]

Nifşa sporofîtî

Gava herdu gametên (hêk û sperm) nifşa gametofîtî yek dibin, di çerxa jiyana hezazê de perisîna beşa dîploîdî ya bi navê nifşa sporofîtî (bi înglîzî: sporophyte generation) dest pê dike. Nifşa sporofîtî, bi dabeşbûna miyozî, sporên haploîdî çêdike.[5]

Di destpêkê de sporafît bi rengê kesk e û di xaneyên wê de fotosentez rû dide. Rengê sporofîta pêgihîştî ber bi zer û qehweyî diguhere. Sporofît ji sê beşên serekî pêk tê: pî (bi înglîzî: foot), qemçik (bi înglîzî: seta-stalk) û qepsûl (bi înglîzî: capsule). Beşa pî, sporofîtê bi gametofîtê ve dibestîne û ji gametofîtê xurek û mîneralan dimijîne.[3]

Qepsûl makexaneyên sporan lixwe digire. Di hin corên hezazan de qepsûl bi kumikek dapoşî ye, ji vê pêkhateyê re tê gotin kalîptra (bi înglîzî:calyptra). Kalîptra ji xaneyên arkegoniyumê peyda dibe, ango xaneyên wê haploîdî ne.[5] Di navbera beşa pî û qepsûlê de qemçik cih digire.

Sporofîta hezazê piçûk e û hertim bi gametofîtê ve girêdayî dimîne, sporofît liqdar nîn in û temen kurt in.[7]Di gametofîtek de tenê yek sporofît çêdibe.

Pirbûna hezazan

Di çerxa jiyana hezan de dordariya nifşan (bi înglîzî:alternation of generations) rû dide. Nifşa gametofîtî ji zîldana sporê, bi şêweyî pirbûna nezayendî peyda dibe. Di nifşa gametofîtî de bi dabeşbûna mitozî, di endamên zayendê de ango di gametçêkeran de sperm û hêk tên berhemkirin. Bi yekbûna hêk û sperm zîgot peyda dibe. Zîgot bi pirbûna zayendî çêdibe. Ji geşebûn û peresîna zîgotê nifşa sporofîtî peyda dibe. Di spordankên sporofîtê de, bi dabeşbûna miyozî spor tên çêkirin. Spor di hawirdora guncav de zîl dide, bi vî awayî bi dabeşbûna nezayendî, nifşa gametofîtî peyda dibe.[8]

Bi kurtasî, bi dordariya nifşan, di çerxa jiyana hezazê de pirbûna zayendî û pirbûna nezayendî (pirbûna bi sporê) lidûhev rû didin û di heman zîndewerê de nifşên haploîdî û diploîdî çêdibin.[9]

Hezaz dikarin bi pirbûna vejetayî jî zêde bibin. Di vê pirbûna nezayendî de, ji parçeyên nîvçereg, nîvçeqed an jî nîvçepelan di hawirdora guncav de bi dabeşbûna mîtozî hezazên nû geşe dibin.[10]

Pirbûna zayendî

Bi dordariya nifşan, di çerxa jiyana hezazê de pirbûna zayendî û pirbûna nezayendî lidûhev rû didin û di heman zîndewerê de nifşên haploîdî û diploîdî çêdibin.

Di beşa gametofît a hezazê de, li aliyê serî, di kotahiya nivçeqedê de, gametçêkerên (gametangia) firexaneyî peyda dibin. Gametçêkerên mêyî wekî arkegoniyum (bi înglîzî: yekjimar; archegonium, pirjimar; archegonia), gametçêkerên nêrî jî wekî anterîdiyum (bi înglîzî: yekjimar; antheridium, pirjimar; antheridia) tên navkirin. Li gor cora hezazê, dibe ko gametçêkerên meyî û nêrî di heman riwekê de li ser heman gametofîtê de geşe bibin. An jî dibe ko gametçêker li ser gametofîtên cuda de geşe bibin, di vê rewşê de gametofît wekî gametofîta nêr û gametofîta mê tên navkirin.

Arkegoniyum pêkhateyek mîna kîsik e. Li aliyê jor stûyek dirêj û aliyê binî jî bi şêweyê gogî werimî ye. Di nav cihê werimî de hekek tê çêkirin. Ango her arkegoniyum xaneyek hêkê lixwe digire. Lê di anteridyumê de ne yek lê gelek spermên bi qamçî tên çêkirin. Xaneyên hêk û sperm di gametçêkeran de, bi dabeşbûna mîtozî tên çêkirin.[7]

Ji arkegoniyumê molekulên taybet tên berdan, ev molekulan rê nişanê sperman didin.[7]Gava sperm ji anteridyumê tên berdan di nav avê de bi alikariya qamçiyên xwe ber bi arkegoniyumê ve avjenî dikin. Ango ji bo pirbûna hezazan, divê bi têra xwe av hebe. Dibe ko ev av dilopek ava baranê be an jî dilopek ji ava şevnemê be.[3]

Sperma haploîdî, heka haploîdî dipitîne, ji pîtandinê zîgota diploîdî peyda dibe. Zîgot bi dabeşbûna mîtozî hejmara xaneyên xwe zêde dike û diperise bo sporofîta dîploîdî ya li ser gametofîta haploîdî.

Pirbûna nezayendî (Spordan)

Beşa sporofît a hezazê ji qemçik û qepsûla bi navê spordankê pêk tê. Spordank an jî kisikê sporan (bi înglîzî: sporangium) bi şêweyî lûlekî (bi înglîzî: cylindrical) an jî bi şêweyî gurz e. Di nav spordankê de her yek ji makexaneya spor, bi dabeşbûna miyozî çar sporên haploîdî çêdikin. Ji ber ko spor bi miyozê tên çêkirin, ji aliyê bomaweyî ve spor ji hev cuda ne. Beşa sporofît bi navbeynkariya qemçikê (stalk) xurek û madeyên pêwist ji beşa gametofîtê werdigire.

Di piraniya corên hezazan de, di qonaxa pêgihîştinê de spordank diqelişe û spor tên berdan. Spor bi bayê an jî bi navbeynkariya ajalan belavê hawirdorê dibin. Gava spor rastê jîngehek guncav, ango jîngehek bi têra xwe şêdar û hênik were, spor zîl dide û . Bi dabeşbûna mîtozî hejmara xaneyan zêde dibe, pêkhateyek ji rîşala xaneyan a mîna dezî peyda dibe, jê re tê gotin protonema. Protonema gellek dişibe kevzên kesk ên rîşalî. Protonema gopikan çêdike, ji her gopikek gametofîtek bi nîvçereg,nîvçeqed bi nîvçepel diperise.[5]

Hezaz û jingeh

Gava hezaz dimirin û hişk dibin, çînek ax a bi madeyên endamî ve dewlemend peyda dibe.

Di hawirdorê de hezaz herçiqas ne mîna riwekên lûleyî li ber çavan bin jî, di jîngehê de karên wan girîng e. Hezaz di çêbûna axê de cih digirin. Hezazên ko li ser kevir û daran mîna xalîçeyek geşe dibin û diperisin, di dawiya dawî de dimirin û hişk dibin. Xaliçeya ji bermahiyên hezazan, li ser kevir, ax û daran de çînek axa bi madeyên endamî ve dewlemend çêdike. Giha û riwekên din dikarin li ser vê çînê geşe bibin. Bi vî awayî li wê deverê çêbûn xakê rû dide.[11] Gurahiya koloniyên hezazê yên li ser axê geşe dibin, axê bi hev re girê dide û rê li ber erezyonê digire. Herwisa hezaz ji bo xwe û zindewerên din, şêdariya hawirdorê jî diparêzin.

Girêdanên derve

Çavkanî

  1. ^ Rye, C., Wise, R., Jurukovski, V., Desaix, J., Choi, J., & Avissar, Y. (2017).Biology. Houston, Texas : OpenStax College, Rice University,
  2. ^ Cullen, K. E. (2009).Encyclopedia of Life Science. Newyork: Facts On File, Inc
  3. Jump up to:a b c Johnson, L. G. (1987). Biology. Dubuque, Iowa: Wm. C. Brown.
  4. ^ Losos, J., Mason, K., Johnson,G., Raven, P., & Singer, S. (2016). Biology (11th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
  5. Jump up to:a b c d e Solomon, E., Martin, C., Martin, D., & Berg, L. (2015).Biology. Stamford: Cengage Learning.
  6. ^ Volker M. Lueth, Ralf Reski,Mosses,Current Biology, Volume 33, Issue 22,2023, ISSN 0960-9822, [1][2]
  7. Jump up to:a b c Brooker, R., Widmaier, E., Graham, L., & Stiling, P. (2017). Biology (4th ed.).
  8. ^ The Editors of Encyclopaedia Britannica. "moss". Encyclopedia Britannica, 5 Jul. 2025, [3]Accessed 24 August 2025.
  9. ^ Simon, E. J., Dickey, J.L., Reece, J. B., & Burton, R. A. (2018).Campbell Essential Biology with Physiology (6th ed.). Newyork, United States: Pearson.
  10. ^ Bopp, M., Bhatla, S. C., & Schofield, W. B. (1990). Physiology of sexual reproduction in mosses. Critical Reviews in Plant Sciences9(4), 317–327 [4]
  11. ^ Postlethwait, J. H., & Hopson, J. L. (2006). Modern Biology. NY, United states: Holt Rinehart & Winston.

2025/08/08

Spor


Here nagîvasyonêHere lêgerînê
Sporên hezazê di bin mîkroskobê de 400 car hatine mezinkirin.

Spor (bi înglîzî: spore) xaneyek haploîdî ya pirbûnê ye, beyî ko bi xaneyek din a pirbûnê ve yek bibe, dikare bi tena serê xwe di jîngeha guncav de geşe bibe û biperise bo zîndewerek nû ya haploîdî.[1]

Peyva spor ji peyva “sporā” ya grekî hatiye girtin. Di grekî de “sporā” bi wateya tov û çandina tov tê bikaranîn.[2]

Karok (bi înglîzî: fungi), kevzên avê (bi înglîzî: algae) û hin riwekên wekî hezaz (kevzên bejayî) (bi înglîzî:moss) û serxes (bi înglîzî: fern) bi spordanê spor berhem dikin. Herwisa hin corên bakteriyan jî spor çêdikin lê ev spor ne ji bo pirbûnê ye, bakteriyê di jîngeha neguncav de ji mirinê diparêze. Spora bakteriyan wekî endospor tê navkirin.

Pêkhate

Spor pir hûrik in, loma dikare ji bo demek dirêj di atmosferê de deliqandî bimîne. Bi gelemperî spor bi bayê an jî bi herika avê belavê hawirdorê dibin. Gava spor ji bo cihek guncav tên guhaztin, zîl didin û zîndewerek nû peyda dibe.

Sporên ji pêkhateya haploîdî, bi dabeşbûna mîtozî hatine çêkirin wekî sporên nezayendî tên navkirin. Sporên ji zîgota dîploîdî, bi dabeşbûna miyozî hatine çêkirin jî wekî sporên zayendî tên navkirin. Di karokan de çêbûna sporên zayendî ji sê gavên li dû hev pêk tê: plazmogamy, karyogamy, û miyoz.[3]

Cudahiya sporan ji gamet, polen û tovan

 
Di çerxa jiyana hin zîndeweran de pirbûna zayendî û ya nezayendî li dû hev rû didin Ev çerxa pirbûnê wekî dordariya nifşan tê navkirin


Spor xaneyên haploîdî ne, bi dabeşbûna mîtozî zindewerek firexaneyî ya haploîdî çêdikin. Ji ber ko spor xaneya pirbûnê ye û haploîdî ye, dişibe xaneya hêk û spermê. Lê spor ji hêk, sperm an jî polenê cuda ye. Spor yekeya pirbûna nezayendî ye, lê gamet yekeyên pirbûna zayendî ne. Hêk û sperm jî xaneyên haploîdî yên pirbûnê ne û wekî gamet tên navkirin. Bi yekbûna gametan (sperm û hêk) zîgota dîplodî çêdibe. Bi geşebûn û peresîna zîgotê jî zîndewerek dîploîdî peyda dibe. Polen jî mîna sporan belavê hawirdorê dibin, lê polen nikarin bi tena serê xwe riwekek nû çêbikin. Di nav polenê de xaneya sperm heye. Heke sperma nav polenê xwe bigihîne hêkokeya riwekê û hêk were pîtandin, vê gavê zîgota dîploîdî peyda dibe, geşe dibe û diperise bo tovê riwekek nû.

Hewisa spor û tov jî ji hev cuda ne. Herçiqas herdu jî di jîngeha guncav de dikarin zîl bidin û biperisin bo zîndewerek nû, bi eslê xwe tov pêkhateyek firexaneyî ye û embriyoya dîploîdî lixwe digire. Bi zîldana sporê, gametofîta haploîdî çêdibe, lê bi zîldana tovê sporofîta dîploîdî peyda dibe. Tov ji bo zîldanê embara xurekê ya bi navê endosperm lixwe digirin, lê di sporan de endosperm tune.[4]

Sporên riwekên spordar

Di riweka serxesê de kîsikên sporê li aliyê rûyê binî yên pelên serxesê de cih digirin

Di riwekên bêtow (bi înglîzî: seedless plants) de ango di riwekên spordar de, sporên haploîdî bi dabeşbûna miyozî, di kîsikên sporê yên bi navê spordankê (sporangiyum) de tên berhemkirin. Beşa riwekê ya spor dide çêkirin diploîdî ye û wekî sporofît tê navkirin.[1]

Rîwekên wekî serxes û hezaz riwekên bêtov in. Di riweka serxes de spor di di beşa riweka sporafîtê (bi înglîzî: sporophyte) de, di kîsikên sporê yên bi navê sporangiyumê (bi latînî; yekjimar: sporangium, pirjimar: sporangia) de tên berhemkirin. Di riweka serxesê de kîsikên sporê li aliyê rûyê binî yên pelên serxesê de cih digirin.[5]

Gava ji riweka serxesê sporên haploîdî belavê hawirdorê dibin, di jîngeha guncav de spor zîl didin û bi dabeşbûna mîtozî, riwekek (nifşek) firexaneyî ya haploîdî peyda dibe. Ji vê riweka nû re tê gotin gametofît (bi înglîzî: gametophyte). Gametofît geşe dibe û diperise, bi dabeşbûna mîtozî gametan çêdike. Bi yekbûna herdu gametan (hêk û sperm), li ser riweka gametofîtê, zîgota dîploîdî peyda dibe. Zîgot jî geşe dibe û diperise bo sporofîtek nû. Sporofît bi dabeşbûna miyozî sporên haploîdî çêdike.

Di çerxa jiyana riwekên bêtov de pirbûna nezayendî û pirbûna zayendî di heman zîndewerê de bi dorê rû didin. Ango bi pirbûna nezayendî, ji sporê nifşa haploîdî peyda dibe, ji geşebûn û peresîna nifşa haploîdî jî bi pirbûna zayendî nifşa dîploîdî çêdibe ji vê rewşê re tê gotin dordariya nifşan (bi înglîzî: alternation of generations). Karok, riwekên bêtov, û kevzên avê hin mînak in bo zîndewerên ko di çerxa jiyana wan de dordariya nifşan tê dîtin.[6]

Sporên karokan

Duration: 12 seconds.
Di kuvarka fîsegur de spor belavê hawirdorê dibin.

Gelemperiya karokan bi sporan pir dibin. Sporên karokan mîna tovên riwekan kar dikin. Spor di beşên taybet ên karokan de tên berhemkirin. Wekî mînak, di kuvarkan de spor di beşa tenêber (bi înglîzî: fruiting body) de tên berhemkirin. Sporên karokan jî wekî tovên riwekan, di jîngeha guncav de zîl didin, geşe dibin û diperisin bo karokek nû. Ji bo zîldana sporan, jîngeha bi têra xwe bi şêdar, germ û xwediyê xurek, jîngeha guncav e. Herçiqas çêkirina sporan ji bo pirbûna nezayendî be jî, gellek karokên ko bi spor pir dibin, dikarin bi pirbûna zayendî jî zêde bibin.

Sporên kevzê avê

Qebareya sporan di hemû kevzan de ne yek e. Di kevzên kehweyî û kesk de bi gelemperî tîreya sporan ji 10µm yê kêmtir e. Lê di hin kevzên sor de dibe ko tîreya sporan ji 100µm yê zêdetir be.[7]

Kevzên avê yên cora sor, sporek bi navê monospor berhem dikin.[8] Monospor xaneyêk glover a haploîdî ye, bi dîwarê xaneyê dorpêçî ye û bêkilik e. Monospor bi pêl û herika avê tên guhaztin û zîl didin bo zîndewerk nû.

Hinek ji kevzên avê yên kesk sporên neliv (bi înglîzî: nonmotile) ên bi navê aplanospor berhem dikin. Hinek kevzên avê yên kesk jî sporên livdar ên bi navê zoospor berhem dikin. Zoospor dîwarê xaneyê lixwe nagirin lê yek an jî du qamçî lixwe digirin. Monospor û aplanospor tenê bi guhaztina neçalak bi pêlên avê cih diguherin. Lê qamçî alîkariya zoosporan dike ko ber bi jîngeha guncav ve cih biguherin.

 
  • Sporangiyospor (sporangiospore): Sporên di kîsikê sporan de tên berhemkirin.
  • Zîgospor (zygospore): Sporên zayendî yên karokên zîgomîkotayan nin.Bi dîwarê stûr pêçayî ye û zîgot lixwe digire.Zîgospori beşa zîgosporangiyumê de tên çêkirin.[9]
  • Askospor (ascospore): sporên zayendî yên karokên liqê askomîkotayan nin, di pêkhateya tûrikî ya bi navê askus de tên berhemkirin.
  • Bazîdiyospor (basidiospore): Sporên zayendî yên karokên bazîdiyomîkotayan e, di pêkhateya bi navê bazîdiyumê de tên behemkirin.
  • Asîospor (aeciospore): sporên cotnavikî yên karokên kufikê, di beşa asiyumê (bi înglîzî:aecium) ya karoka kufikê de tên berhemkirin.
  • Uredîospor (urediospore): sporên karokên jengê. Di çerxa jiyana karokên jengê de di qonaxa urediyumê (bi înglîzî: uredium) de tên berhemkirin.
  • Telîospor (teliospore) Di liqê bazîdiyomîkotayan de sporên karokên jengê. Sopor bi dîwarê stûr pêçayî ne û di qonaxa mitbûnê de ne,di beşa teliyum (bi înglîzî: telium) a karokê de tên berhemkirin.[10]
  • Oospor (oospore): sporên bi dîwarê stûr in. Di oosifera (bi înglîzî: oosphere) pîtandî ya hin kevzên avê, karok û karokên avê de tên berhemkirin.
  • Karpospor (carpospore): Sporên dîploîdî yên kevzê avê yên cora sor in. Piştî pîtandinê di beşa karpogoniyuma (bi înglîzî: carpogonium) kevzê de tên berhemkirin.
  • Tetraspor (tetraspore):Di kevzên avê yên sor de di carek de çebûna koma sporan a ji çar sporan ko, du spor diperisin bo kevzên mê û du spor jî diperisin bo kevzên nêr.[11]
  • Endospor-Spora navekî (endospore): Xaneyek bi bergê stûr, bi bergiriya qayim û di qonaxa mîtbûnê de ko di jingeha neguncav de di nav xaneya hin bakteriyan de tê çêkirin. Endospor bakteriyê ji bandora neyînî ya hawirdorê diparêze, gava şert û mercên jîngehê guncav bû, spor ji qonaxa mitbûnê derdikeve û diperise bo bakteriyê.
 
  • Miyospor (meiospore): spora bi dabeşbûna miyozê hatiye çêkirin
  • Mîtospor an jî konîdiyum (mitospore or conidium): spora bi dabeşbûna mîtozê hatiye çêkirin.
  • Mîkrospor (microspore): spora haploîdî ya riweka kûlîlkdar, diperise bo polenê.
  • Megaspor an jî makrospor (megaspore or macrospore): spora haploîdî ya di hêkdanka riwaka kulîlkdar de çêdibe û diperise bo gametofîta mê ya bi hêkoke yê.[12]
  • Zoospor (zoospore): Di hin bakterî, karok û kevzên avê de tê berhemkirin. Spora nezayendî ye, dîwarê xaneyê lixwe nagire, xwediyê du qamçiyan e û bi alikariya qamçiyê cih diguherîne.
  • Aplanospor (aplanospore): Spora bêqamçî û neliv a nezayendî ya ji aliyê hin karok û kevzan ve tê berhemkirin.[13].
  • Otospor (autospore): spora neliv a kevzên avê ye, he ko ji xaneya mak nehatiye berdan, geşe û peresîna xwe temam dike.[14]
  • Balîstospor( ballistospore): Spora ji spordanka karokê ber bi hewayê bi zorê tê paldan.[15]
  • Statîsmospor (statismospore): Spora ko beyî xerckirina enerjiyê, ji spordanka karokê tê berdan.[16]

Girêdanên derve

Çavkanî

  1. Jump up to:a b Losos, J., Mason, K., Johnson,G., Raven, P., & Singer, S. (2016). Biology (11th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
  2. ^ Spore. Merriam-Webster.com Dictionary, Merriam-Webster, [1]. Accessed 7 Aug. 2025.
  3. ^ Cullen, K. E. (2009).Encyclopedia of Life Science. Newyork: Facts On File, Inc
  4. ^ Panawala, Lakna. (2017). Difference Between Spores and Seeds.
  5. ^ Solomon, E., Martin, C., Martin, D., & Berg, L. (2015).Biology. Stamford: Cengage Learning.
  6. ^ The Editors of Encyclopaedia Britannica. "spore". Encyclopedia Britannica, 25 Jul. 2023, [2]. Accessed 29 July 2025.
  7. ^ Maggs, Christine & Callow, Maureen. (2003). Algal Spores. 10.1038/npg.els.0000311.
  8. ^ monospore. Oxford Reference. Retrieved 6 Aug. 2025, from [3]
  9. ^ Rye, C., Wise, R., Jurukovski, V., Desaix, J., Choi, J., & Avissar, Y. (2017).Biology. Houston, Texas : OpenStax College, Rice University,
  10. ^ The Editors of Encyclopaedia Britannica. "teliospore". Encyclopedia Britannica, 7 Nov. 2016,[4]. Accessed 6 August 2025.
  11. ^ Andersen, Robert A., Lewin, Ralph A.. "algae". Encyclopedia Britannica, 9 Jun. 2025, [5] Accessed 7 August 2025.
  12. ^ Starr, C. (2007). Biology:concepts and applications (7th ed.). Boston, MA: Cengage Learning.
  13. ^ "aplanospore ." A Dictionary of Plant Sciences. . Encyclopedia.com. 18 Jul. 2025 [6]
  14. ^ “Autospore.” Merriam-Webster.com Dictionary, Merriam-Webster, [7]. Accessed 5 Aug. 2025.
  15. ^ The Editors of Encyclopaedia Britannica. "ballistospore". Encyclopedia Britannica, 24 Aug. 2015, [8]. Accessed 5 August 2025.
  16. ^ Statismospore. Oxford Reference. Retrieved 5 Aug. 2025, from [9]