Showing posts with label zîldan. Show all posts
Showing posts with label zîldan. Show all posts

2026/08/25

Gîberellîn


Gîberellîn (bi înglîzî: gibberellin) komek ji hormonên geşê ne ko di riwekan de ji bo hankirina dabeşbûn û dirêjkirina xaneyan û hin kiryarên peresînê yên wekî dirêjbûna qedê, zîldana tovê, dawîkirina mitbûnê, derbirîna zayenda kulîlkê û derengxistina pîrbûna pel û fêkiyan kar dikin.[1]

Puxte

Ji van herdu şitilên cehê, şitila milê çepê mutant e,nikare bi têra xwe gîberellîn berhem bike, ji ber kêmasiya gîberellînê ceh piçûk maye. Rêjeya gîberellînê di şitila aliyê milê raste de di asta asayî de ye, loma şitil bi asayî dirêj bûye.

Hormonên gîberellînê di riwekên kulîlkdar, riwekên tovrût, serxes, hezaz û hin karokan de tên berhemkirin.[2]Gîberellîn bi hankirina geşebûn û dabeşbûna xaneyan, dirêjbûna qed û pelên riwekê dabîn dikin. Li gel vê karê, di riwekan de kiryarên wekî geşebûna fêkiyan, dawîbûna mitbûnê, zîldana tovan jî bi bandora gîberellînan rû didin.[3]Di warê bazirganiyê de, gîberellîn herî zêde ji bo bidestxistina tiriyên bi hebikên gir û bêdendik tê bikaranîn. Li ser riwekê de reşandina giberellînê, navbera girêyên gûşiya tiriyê dirêj dike, bi wî awayê ji bo libên tiriyê cih firehtir dibe. Bi gelemperî gîberellîn bi oksînê hevakrî dike bo geşebûn û peresîna fêkiyan. Bi reşandina oksîn û gîberellînê, di kulîlkên sêv, kişmiş û balicanê de bêyî ko perîn rû bide û tov çêbibe, fêkî geşe dibin û diperisin.[4]

Dîrok

Di salên 1920an de biyologên japonî li ser nexweşiyek riweka birincê de lêkolîn dikirin.Di vê nexweşiyê de şitilên birincê yên tûşê nexweşiyê bûnê, li gor şitilên sax, bi qasî du qat hê pirirtir dirêj dibûn û zirav diman.‌[5]Ji ber ko qedê riweka birincê pir dirêj û zirav bû, zû ditewiyan û dişikestin, loma beyî ko libên birincê gir bibin, riwek dimirî.[6]

Di sala 1926ê de riwekzanê japonî Eiichi Kurosawa da zanîn ko wî hokara nexweşiya birincê keşf kiriye. Li gor xebatên wî, hokara nexweşiyê, karoka mişexwer a bi navê Gibberella fujikuroi bû. Gava şitilê birincê tûşê vê karokê dibû, qedê riwekê pir dirêj dibû. Kurosawa xebatên xwe pêşve bir û dît ko heke şileya ji parçeyêyên karokê hatiye bidestxistin (bi înglîzî: extract), li riwekek sax were lêxistin jî, birincê tûşê nexweşiyê dike.[2]

Neh sal şûnve zanyarên din ên japonî madeya ko dibe sedema nexweşiyê, ji şileya parçeyên karokan cihê kirin. Ji ber ko ew madeya kîmyayî ya hokarê nexweşiyê ji karoka Gibberella fujikuroi hatibû bidestxistin, zanyar navê gîberellîn dan madeyê.[6]

Di salên 1950an de lêkolîner keşif kirin ko li gel karokan, çeqên tenîştî yên riwekan jî gîberellîn berhem dikin.[3]

Pêkhateya kîmyayî ya gîberellînê di navbera salên 1950-1960ê de ji aliyê koma lêkolînerên brîtanî û koma lêkolînerên amerikî ve hat zelalkirin.[5]

Pêkhate

Gîberellîn bi gelemperî di plastîdan de ji glîseraldehîdê an jî ji pîruvatê tên berhemkirin.‌[1] Tovên hê negihîştî (bi gelemperî tovên dulepan), serikê regê, lûtkeya ajê, pelên ciwan û karok gîberellîn lixwe digirin.[7][5]Gîberellîn bi şaneya darik û şaneya niyan belavê hemû beşên riwekê dibin.[5]

Di pêkhateya kîmyayî ya hemû gîberellînan de sîstema xeleka giberellanê heye.[8]Hemû gîberellîn ji koma asîdên dîterpenoîd in, ango gîberellîn asîdên endamî yên lawaz in, loma gelek caran ne wekî gîberellîn, lê wekî asîda giberellîn tên navkirin û wekî GA (bi înglîzî: gibberellic acid) tên ravekirin. Gîberellîn pêkhateyên 19 an jî 20 karbonî ne. Di riwekan de bi gelemperî gîberellînên 19 karbonî wekî hormon kar dikin, lê riwek gîberllînên din jî lixwe digirin.[1]

Gîberellîn wekî GA1, GA2, GA3...tên navkirin. Bi gelemperî GA1, GA2 û GA4 sê gîberellînên çalak ên herî berbelav in ko wekî hormon kar dikin.[1]Îro êdî tê zanîn ko ji 100 zêdetir gîberellîn di riwekan bi awayekî sirûştî tên berhemkirin[9]

Hin corên gîberellînan di serxesan de wekî feremon kar dikin. Feremona gîberellînî ya ji gametofîtek tê berdan, dikare di gametofîta cîran de peresîna pêkhateyên nêrê han bike.[9]

Erkên gîberellînê

Di gelek corên riwekan de bikaranîna gîberellînan, dirêjbûna navbera girêyan han dike. Di riwekên yeklep (bi înglîzî: monocot plants) de, di binê tîxa pelê û di gopkeyê de merîstema navberî (bi înglîzî: intercalary meristem) heye. Gîberellîn bandor li merîstema navberî dike riwekê ji binê pelê ve dirêj dike.‌[10]

Di tovan de dawîkirina qonaxa mitbûnê, seferberkirina xurekên endospermê hin ji gelek kiryarên zîldan û peresîna tovê ne ko ji aliyê gîberellînan ve tên kontrolkirin.[10] Embriyoya tovê çavkaniyek dewlemend e bo gîberellînan. Gava tov ji dorhêla xwe av digire, ji embriyoyê berdana gîberellînan sinyal dide tovê ko dawî li mitbûnê bîne û zîl bide.[3]

Di jîngehê de ji bo dawîbûna qonaxa mitbûnê û destpêkirina zîldanê, pêdiviya gelek tovan bi rûbirûmayina sermayê an jî ronahiyê heye, paşê tovê wan zîl didin. Lê hin tov bi alîkariya gîberellînê dikarin zîl bidin. Wekî mînak, heke gîberellîn li ser tovên titûn û xamkêsanê yên di qonaxa mitbûnê de ne, were reşandin, pêdiviya van bi ronahiyê an jî sermayê namîne, tov ji qonaxa mitbûnê derdikevin û bi asayî zîl didin.[4][6]

Tirîyên bêtov bi rêbazên çandiniyê yên standard têne bidestxistin û tovên piçûk ên nexuya lixwe digrin, tovên wan naperisin. Ji ber ko gîberellîn ji aliyê tovan ve tê berhemkirin û peresîna fêkiyan û dirêjbûna bistîkê di bin kontrola gîberellînê de ne, van corên tiriyê bi gelemperî xwediyê gûşiyên gûr ên bi fêkiyên piçûk in. Tiriyên ber bi gihîştinê bi gîberellînê tên dermankirin bo hankirina çêbûna fêkiyên bi qebareya gir û gûşiyên bi fêkiyên seyrek. Ev rewş rê li ber egera tûşbûna hokarên nexweşiyê yên wekî kûfikê digire.[11]

Ji embriyoyê berdana hormona gîberellînê, çêkirina amîlazê han dike.

Gava tov ji qonaxa mitbûnê derdikevin û şîn dibin, enerjiya xwe ji xurekên ko di nav tovê de embarkirî dabîn dikin. Di tovên giyayan de, wekî mînak di tovê ceh de, xurek di endospermê de bi şêweyî nîşa embarkiriye. Nîşa rasterast nayê bikaranîn, divê pêşî bi alîkariya enzîman were hilweşandin bo glukozê.[12] Her çiqas enzîm di gelek corên tovan de nîşaya embarkirî ji bo bikaranîna embriyoyê biherisînin jî, kontrola gîberellînê ya li ser enzîmên tovan, tenê bi genim û hin giyayên din ve sinordari ye. Di xebata li ser zîldana tovên ceh de, lêkolîner dan nîşandan ko ji embriyoyê berdana gîberellînê dibe sedema derbirîna genên kodkirina α-amîlazê.[13]

Piştî çêbûna wê, enzîma. α-amîlaz di endospermê de nîşayê diherisîne bo maltozê. Maltoz ji aliyê enzîmên din ve tê parçekirin bo glukozê. Glukoz jî ji aliyê embriyoyê ve tê mijîn û bo karlêkên metabolî tê bikaranîn.[6]Ango gîberellîn di tovê de bi hankirina enzîmên herisê yên wekî α-amîlaz, xurekên embarkirî seferber dike, bi vî awayî geşebûna tovên dexlê destek dike.[3]

Riwekên ciwan nikarin kulîlk çêbikin, lê riwekên gihîştî di bin şert û mercên guncaw de kulîlk vedidin. Di riwekên ciwan de bikaranîna asîda gîberellînî, guherîna pelên ciwan bo pelên gihîştî leztir dike.[5]

Li ser fêkiyan de reşandina gîberellîna GA3, dirêjbûna fêkiyê han dike û şîrîntiya wan zêde dike.[1]

Pîşesazî

Gîberellîn di pîşesaziyê de ji bo dirêjkirina navbera girêyan tê bikaranîn. Dirêjbûna nevberegirêyan(bi înglîzî: internodes), kulîlkên gûşiyê ji hev dûr dixe, bi vî awayî ji bo girbûna fêkiyan hê pirtir valahî peyda dibe.Wekî encama bikaranîna gîberellînê, gûşiyên gir ên bi libên tirîyên gir tên bidestxistin.[9] Herwisa dirêjbûna gûşiyê, di nav libên fêkiyê de herika hewayê hêsantir dike, rê li ber hokarên nexweşiyê tê girtin ko tûşê fêkiyan nebin.[3]

Gîberellîn, bi taybetî GA3, ji bo zêdekirina berhemdariya fêkiyan, zêdekirina şekirê nav qamîşê şekir û bo malta cehê jî li ser riwekê tê reşandin an jî riwekê noqê gîberellînê dikin.

Di fekiyên narenciye (lîmon, porteqal hwd) de gîberellîn pîrbûna fêkiyan dereng dixe, bi vî awayî fêkî ji bo demek dirêjtir li darê dimînîn û hêdî bi hêdî tên firotin.[10]

Girêdanên derve

Çavkanî

  1.  Bhatla, S.C. and A. Lal, M. (2019) Plant Physiology, development and metabolism Satish C Bhatla, Manju A. Lal. Singapore: Springer
  2.  Starr, C. (2007). Biology:concepts and applications (7th ed.). Boston, MA: Cengage Learning.
  3.  Reece, Jane B. Campbell Biology : Jane B. Reece ... [et Al.]. 9th ed., Boston, Ma, Benjamin Cummings, 2011.
  4.  Simon, E. J., Dickey, J.L., Reece, J. B., & Burton, R. A. (2018).Campbell Essential Biology with Physiology (6th ed.). Newyork, United States: Pearson.
  5.  TBidlack, J.E., Jansky, S. and Stern, K.R. (2018) Stern’s introductory plant biology. 14th edn. New York, NY: McGraw-Hill.
  6.  Solomon, E., Martin, C., Martin, D., & Berg, L. (2015).Biology. Stamford: Cengage Learning.
  7. Brooker, R., Widmaier, E., Graham, L., & Stiling, P. (2017). Biology (4th ed.).
  8. SMauseph. (1998). Botany An Introduction To Plant Biology. Jones & Bartlett Pub
  9.  Losos, J., Mason, K., Johnson,G., Raven, P., & Singer, S. (2016). Biology (11th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
  10.  Taiz, L. and Zeiger, E. (2014) Plant Physiology. 6th edn. Sinauer Associates.
  11. Rye, C., Wise, R., Jurukovski, V., Desaix, J., Choi, J., & Avissar, Y. (2017).Biology. Houston, Texas : OpenStax College, Rice University,
  12. Johnson, L. G. (1987). Biology. Dubuque, Iowa: Wm. C. Brown.
  13. M. Abercrombie, M. Hickman, M. L. Johnson, M. Thain.. The new penguin dictionary of biology.Eighth edition (1990)

2026/04/18

Tov


Pêkhateya tovê riweka gûzê

Tov (bi înglîzî: seed) di riwekên tovrût û tavdapoşrav de hêkokeya gihîştî ye ko ji embriyoyê, embara xurekê û bergê tovê pêk tê.[1]

Di riwekên tovdar de piştî pîtînê, hêkoke diperise dibe tov, û hêkdank jî dibe fêkî.[2] Jiyana riwekên tovdar bi çêbûn û zîldana tovê dest pê dike. Tov gelek hindik av lixwe digirin, pêkhateyên gelek hişk in û di qonaxa mitbûnê (xewê) de ne. Tovên riwekan bi qebare û şêweyên cor bi cor in. Wekî mînak, tovên herî hûrik, ên orkîdeyê ne û giraniya tovê biqasî 0.0000006 gram e. Giraniya tovê hin corên gûza hînde jî dibe ko bi qasî 30 kîlogram be. Hin tov temenkurt in û heke zîl nedin dimirin. Wekî mînak, tovên dara biyê bi qasî hefteyek dijîn. Lê bi gelemperî tov ji bo demek dirêj dikarin di qonaxa mitbûnê (bi înglîzî: dormancy) de zindî bimînin. Wekî mînak, tovên dara mîmozayê dikarin bi qasî 200 sal zindî bimînin û paşê di bin şert û mercên guncav de zîl bidin.‌[3] Giraniya tovekî gihîştî bi qasî %5 heta %20 ji avê pêk tê. Ango ava tovê pir hindik e, ji ber ko ji bo çalakiya enzîman pêdivî bi avê heye, di vî rewşê de zîndeçalakiyên tov û riwekoka nav tovê gelek bi hêdî rû didin. Heta ko bi têra xwe av û oksîjen negihîje embriyoyê, zîldan û şînbûna tovê jî rû nade.[4]

Tov embriyoya riwekê ye ko bi embara xurekê, di nav bergê tovê de pêçayî ye.[5]

Bergê Tovê

Tov li gel hêkokeyê, ji aliyê bergê tovê (bi înglîzî: seed coat) ve jî tê parastin. Di tovê gihîştî de bergê tovê ji çînên xaneyên mirî pêk tê. Bergê tovê ji integumentên kîsikê hêkokeyê çêdibe.[4]Di riwekên dulep de bergê tovê ji du beşên cuda pêk tê: bergê derve yê bi navê testa û bergê navî yê bi navê tegmen.Bergê tovê gelek rîşal lixwe digire, loma ji bo tenduristiya koendama herisê ya mirov gelek sûdbexş e. Bergê tovê lîgînîn û polîsakarîd lixwe digire. Ev herdu made jî neherîsbar in loma di nav rûviyan de derbasûna xurekan hêsan dikin. Herwisa bergê tovê ji aliyê antîoksîdantan jî dewlemend e.[3]

Peresîna embriyoyê di nav tovê de

Qonaxên peresîna embriyoyê di riweka dulep de.

Di zîgota hê dest bi dabeşbûnê nekiriye de, pêşî cemsergirî (polarîzasyon) rû dide. Xaneya zîgotê xwe dirêj dike. Aliyê jorê zîgotê bi sîtoplazmayê dewlemend e, lê beşa jêrîn a zîgotê jî vakuolek gir a navendî lixwe digire. Dabeşbûna yekem a zîgotê, bi berwarkî û bi awayekî ne yeksan rû dide. Bi dabeşbûna zîgotê, du xane peyda dibin: xaneya jorîn (bi înglîzî: apical cell) û xaneya binî (bi înglîzî: basal cell). Xaneya jorîn piçûk e, a binî gir e. Ji dabeşbûna xaneya gir, zincîrek xaneyên bi navê hilawestîner peyda dibe. Hilawestîner li nêzîkê derkokeyê de girêdayî ye û embriyoyê bi makeriwekê ve girê dide. Hilawestîner ji makeriwekê xurek û hormon diguhazîne bo embriyoyê. Di hin corên riwekan de xurekên ji endospermê, bi navbeynkariya hilawestînerê tê guhaztin bo embriyoyê.[6] Xaneya jorîn (xaneya piçûk) jî dabeş dibe û diperise bo embriyoya pêşîn a bi şêweyî gogî û bi hilawestînerê ve girêdayî.[7] Embriyoya nav tovê ji zîgotê diperise û heta astek diyarkirî di nav makeriwekê de geşe dibe, paşe geşebûna tovê radiweste. Embriyoyek gihîştî, ji rega embriyonî (regoke), ajê embriyonî, û yek an jî du pelên tovê (lep) pêk tê.[2]Eksenê embriyonî ji sê beşan pêk tê: plumul, regoke û hîpokotîl. Beşa embriyoyê ya navbera regokeyê û cihê girêdana lepê (an jî lepan) wekî hîpokotîl tê navkirin (wateya hîpokotîl ”jêrê lepan”e). Eksenê embriyonî di regokeyê de bi dawî dibe. Regoke rega embriyonî ye û wê biperise bo rega riwekê. Di riwekên dulep de hîpokotîl ji rûyê erdê dirêjê jor dibe û tevlê çêbûna qedê riwekê dibe. Di riwekên yeklep de ji ber ko dirêjbûna qedê rû nade, hîpokotîl li ser rûyê axê xuya nabin. Beşa ji eksena embriyoyî ya li jorê lepan dirêj dibe, wekî epîkotîl (“jorê lepan”) tê navkirin. Plumul, ji epîkotîl, pelên ciwan ên fotosentezî, û merîstema lûtkeyî ya ajê pêk tê.

Lep

Lep (bi înglîzî: cotyledon) beşek embriyoya nav tovê ye û berê zîldana tovê, bi reg û ajê embriyoyê ve çêdibe. Herwisa lep wekî pelên embriyoyî jî tên zanîn.[3] Lepên gelek riwekan, wekî endamê embarkirinê kar dikin. Dema geşebûna lepên embriyoyê de proteîn, nîşa û çewrî (rûn) tê berhemkirin û di lepan de tê embarkirin. Ev embara xurekan dema zîldana tovê, heta destpêka fototosentezê, ji bo geşe û peresîna şitilê tên bikaranîn.‌[8] Lep ji ber embarkirina xurekan, stûr in û bi şêweyî goştî ne. Tovên ko xurekê di lepan de embar dikin, endospermê wan pir piçûk e an jî qet tune. Mînak, lepên tovên fasulî, gulberrojê û tovên fistiqê xurek embar dikin, stûr û goştî ne. Tovên genim û garisê endosperm lixwe digirin, lepê van riwekan tenik e, û xurek embar nake, xurek di şaneya endospermê de embarkirî ye.[2] Riwekên tovdapoşrav li gor hejmara lepan dabeşê du komên sereke dibin. Riwekên ko embriyoyê wan tenê yek lep lixwe digire, wekî riwekên yeklep (bi înglîzî: monocots) û riwekên bi du lepan jî wekî riwekên dulep (bi înglîzî: dicots) tên navkirin. Lepên riwekan bi gelemperî xurek emabar dikin, ev xurek di qonaxên destpêkê yên zîldana tovê de tê bikaranîn.[3]Di piraniya riwekan de lep ji bergê tovê (testa) derdikevin û ji bin axê ber bi jorê erdê ve dirêj dibin. Lep li ser erdê bi bandora tîrojên rojê kloroplast çêdikin û bi fotosentezê xurek çêdikin. Bi gelemperî piştî çêbûna pelên pêşîn ên fotosentezî, lep diweşin.

Endosperm

Hebên genim, garis û gelek riwekên yeklep û hin riwekên dulep di endospermê de xurek embar dikin.

Endosperm şaneyek bêhempa ye di tovên riwekên tovdapoşravan (bi înglîzî: angiosperms) de. Xurekên di endospermê de embarkirî ji bo embriyoyê enerjî dabîn dikin. Tovên ko endosperm lixwe digirin, wekî tovên biendosperm (bi înglîzî: endospermous seeds) tên navkirin.[9] Hebên genim, garis û gelek riwekên yeklep û hin riwekên dulep di endospermê de xurek embar dikin. Piraniya riwekên dulep de xurek di lepan de tê embarkirin, lê di dulepên biendodsperm de, xurek ne di lepan de, lê di endospermê de tê embarkirin. Loma dema zîldanê, herdu lep wekî endamê mijînê kar dikin. Evana jî mîna yeklepan, xurekên embarkirî yên bi enzîman hatiye heriskirin digire û dişîne embriyoyê. Riweka tûtinê (Nicotiana tabaccum), firingî (Solanum lycopersicum), û îsot (Capsicum annuum) mînak in bo riwekên dulep ên tovê biendosperm. Tovên ko şaneya endosperm lixwe nagirin, wekî tovên bêendosperm (bi înglîzî: non-endospermous seeds) tên navkirin. Di dulepên bêendosperm de, piştî cotepîtînê endosperma trîploîdî diperise, lê xurekên di endospermê de embarkirî, tên guhaztin bo lêpên hê ber geşebûnê ne û li wir tên embarkirin. Du nîvên tovê fistiqê (Arachis hypogaea) û herdu nivên tovê fasuliyê, her yekê wan lep (kotîledon) in û xurek embar dikin. Di hin tovan de, wekî mînak, tovê orkîdeyan de endosperm û embara xurekê tune. Tovên evan riwekan dema zîldanê, bi karokên endomîkorîzî ve dikevin nav têkiliya sîmbiyozî.[3]

Di tovê de pêkhateya endospermê di hemû riwekan ne heman e. Di hin riwekan de şaneya endosperm ji çînek xaneyan pêk tê, di hinek riwekan de jî şaneya endospermê gir e û rûn an jî nîşa embar dike. Endosperm ji du şaneyên ji hev cuda: ji endosperma nîşayî û aleronê pêk tê. Endosperma nîşayî enzîman lixwe digire lê tovê gihîştî de xaneyên endosperma nîşayî mirî ne. Di tovên gihîştî de çîna aleron ji xaneyên zindî pêk tê. Di tovên birinc û ceh de stûriya çîna aleronê bi qasî sê heta çar rêzên xaneyan e. Di tovên garis û genimê de şaneya aleron ji çînek xaneyan pêk tê.[3]

Bi gelemperî endosperm berê embriyoyê diperise. Di riwekên tovdapoşrav de piştî cotepîtîne, navika trîploîdî ya navenda hekokeyê dabeş dibe. Bi dabeşbûna wê, xaneyek firenavikî ya bi şeweyî şîrî peyda dibe. Pêkhateya firenavikî bi rûdana sîtokînezê, di navbera navikan de parzûn ava dike û endosperma firexaneyî peyda dibe. Gava xaneyên endospermê dîwarê xaneyê çêdikin, endosperma şîrî êdî req (hişk) dibe.[7] Ev xurek piştî zîldana tovê, ji aliyê şitilê ve tê bikaranîn.

Di hinek riwekên dulep de, heta peresîna tovê temam bibe, tevahiya xurekên endospermê tê guhaztin bo herdu lepan. Di van riwekên dulep de tova gihîştî endosperm lixwe nagire.[7]Di tovên riwekên tovdapoşrav de embarkirina xurekê, di yeklep û dulepan de ji hev cuda ye. Di yeklepên wekî mîna garis û genimê de, tek lepek a bi navê skutellum heye. Skutellum bi navbeynkariya şaneya lûleyî (darik û niyan) rasterast bi embriyoyê ve girêdayî ye. Rezervên xurekê ne di skutellumê de, lê di nav endospermê de tê embarkirin. Bi destpêkirina zîldanê, ji aleronê enzîm tên derdan. Aleron ji çînek an jî çendan çînên xaneyan pêk tê, di binê bergê tovê de, endosperm û embriyoyê dipêçîne. Enzîm, karbohîdrat, proteîn û çewriyên embarkirî hildiweşînin. Berhemên hilweşandinê ji aliyê skutellumê ve tên mijîn û bi navbeynkariya şaneya lûleyî tên şandin bo embriyoyê. Di riwekên yeklep de skutellum ne endamê embarê, lê endamê bo mîjînê ye.[9] Di tovên riwekên dulep de, herdu lep û embriyo bi lûleyan girêdayî hev in.

Xurekên di tovê de embarkirî ne tenê ji bo embriyo û şitila riwekê ye, herwisa ji bo mirovahî û ajalên din jî çavkaniya xurekê ye.[2]Ji zêdetirê %50yê enerjiya mirov û %47ê proteînan ji tovan tên bidestxistin. Çavkaniya %90ê xurekên dinyayê, 17 cor riwek in. Li gel çewrî (rûn), polîsakarîd, û proteînan, tov mîneralan jî embar dikin. Danên nîşayê û karbohîdratên dîwarê xaneyê wekî rezervên xurekê yên sereke, di tovan de piraniya polîsakarîdên embarê pêk tînin.[3]

Xweguncandinên tovê

Tov amûr e ji bo belavbûna embriyoyê bo deverên dûr. Embriyo ya ji aliyê çîna parêzvan a tovê ve hatiye pêçandin, di hawîrdorên ko riwekên gihîştî nikarin bijîn de jî dijîn. Xweguncandina tovan bi çar rêkên serekî rû daye.[4]

1.Tov di bin şert û mercên hawirdorek neguncav de di qonaxa mitbûnê de, di xewê de dimîne heta ko rewşa hawirdorê ber bi başiyê ve here.

2. Tov di qonaxa herî nazîk a peresîna riwekokê de, ango di destpêka geşebûna riwekokê de, riwekokê ji bandorên neyînî yên hawirdorê diparêze.

3. Tov xurek lixwe digire, heta di riwekokê de karlêkên fotosentezê dest pê bikin, xurekê riwekokê dabîn dike.

4. Tov ji bo belavbûnê hatine guncandin, bi belavbûna tovê genotîpa riwekê jî tê guhaztin bo habîtatên nû.[4]

Zîldana Tovê

Bi mijîna avê, tov diwerime û bergê tovê diqelişe. Av dikeve nav tovê, enzîm çalak dibin û karlêkên metabolî dest pê dikin.

Piştî gihîştinê, gelek tov dikevin serdemek bêçalaktiyê, an jî di xaneyên xwe de asta çalakiyên metabolî pir kêm dikin. Ji vê dema bêdengiya tovê re tê gotin qonaxa mitbûnê. Mitbûna tovê dibe ko bi mehan, salan heta dibe ko bi sedsalan bidome. Bi mitbûnê, tov di bin şert û mercên neguncav de zindî dimîne lê zîl nade. Dema şertên hawirdorê diguhere û jîngeh ji bo tovê guncav dibe, zîldana tovê jî dest pê dike.[9]

Ji bo hemû corên tovan, şert û mercên guncav ne yek e. Bi gelemperî ji bo zîldanê, pêdiviya tovê bi av, oksîjen û germahiyek guncav heye. Lê dibe ko li gel vana, pêdiviya hin tovan bi ronahiyê, sermayê, an şewatê, an jî bi rûbirûmayîna hin madeyên kîmyayî hebe. Gelek şitil piştî baranên gur ji axê derdikevin. Şewatên li daristanan jî rê li ber zîldana hin tovan vedikin. Hin corên tovan jî, heta ko ji bo demek di sermayê de nemîn, zîl nadin. Ev rewş ji bo riwekên li deverên avûheweya hênik de dijîn re garantiye ko tovên wan heta biharê zîl nedin. Tovên hin corên riwekên li deverên germ de dijîn, wisa guherîne ko, hetanê li hawirdora tovê de şewat dernekeve û germahî pir zêde nebe, tov zîl nadin. Di gelek tovan de bergê tovê stûr e, şîyana zîldana tovê asteng dike.[7] Berê zîldanê bi hin rêbazên kîmyayî û makanîkî bergê tovê tê nermkirin. Dibe ko tov pêşî di ava germ de were şilkirin, an jî di nav hawirdorek asîdî ya mîna coga herisê ya ajalan re derbas bibe.

Zîldana tovê bi mijîna avê ve girêdayî ye, di tovê hişk de av pir hindik e. Bi mijîna avê, tov diwerime û bergê tovê diqelişe. Av dikeve nav tovê, enzîm çalak dibin û karlêkên metabolî dest pê dikin. Av tovê han dike bo çêkirina hormonên gîberellîn. Gîberellîn navê komek hormonan e ko yek ji karên wan ê serekî di tovê de pêk tê. Gîberellîn dawî li qonaxa mitbûnê tînin û zîldana tovê didin destpêkirin. Hormonên gîberellîn bandor li çîna aleronê dikin û xaneyên aleronê enzîma amîlaz berhem dikin û der didin. Amîlaz nîşaya di endospermê de an jî ya di lepan de diherisînine bo maltozê.Maltoz tê guhaztin bo embriyoyê. Embriyo ji maltozê enerjî bi dest dixe.[10]

Li gor qebareya tovê, dema ji bo şînbûna şitilê derbas dibe, guherbar e. Corên ko tovên wan gir in, bi têra xwe xurekên embarkirî lixwe digirin, loma dikarin di bin erdê de, di nav axa kur de jî zîl bidin û epîkotîlê xwe ji axê ber bi derve dirêj bikin. Tovên ko qebareya wan piçûk in, bi gelemperî ji bo şînbûnê hewceyê ronahiyê ne.[11] Ev rewş piştrast dike ko tov tenê li ser rûyê axê an jî nêzikî rûyê axê (cihê ronî) de were zîldan. Heke evan tovan di bin axê de cihê kûr de zîl bidin, şitila li ber geşebûnê bi têra xwe xurek dabîn nakê ko ji bin axê derkeve û biperise.[9]

Regoke, ango rega embriyonî, endama yekem e ko ji tovê dirêj dibe. Paşê serikê ajê, axê diqelişîne û derdike ser rûyê erdê.[7] Di dema zîldana tovên dulep de, epîkotîl mîna çengelek tê badan û plumula ser wî jî arasteyê jêr dibe. Ev şiklê epîkotîlê wekî çengela plumulê tê navkirin. Her ko zîldana tovê di tariyê de didome, epîkotîl jî bi şêweyî çengel dirêj dibe. Gava çengela plumulê axa li ser tovê ber bi jor ve tehn dide û diqelişîne, plumul ji ziyanên axa hişk û zivir tê parastin. Bi ronahiyê re, çengela hîpokotîl rast dibe, pelên ciwan ber bi rojê ve diçin û fireh dibin, dirêjbûna epîkotîl didome. Di wê demê de regoke jî geşe dibe û rega seretayî çêdibe. Herko rega seretayî ber bi jêrî ve geşe dibe, rega singî diperise û regên teniştî jî ji rega singî şax didin. Bi vî awayî sîstema rega singî ya riweka dulep a asayî peyda dibe.

Di tovên yeklep de beşên testa û tegmen ên bergê tovê yek dibin. Bi zîldana tovê, rega seretayî derdikeve. Serikê rega seretayî ji aliyê koleorîza ve pêçayî ye û tê parastin. Paşê, ajê seretayî dirêj dibe. Serikê ajê bi pêkhateya parêzvan a bi navê koleoptîl ve pêçayî ye. Bi derketina ronahiyê re (ango, dema ko plumul ji axê derketiye û êdî pêdivî bi parastina koleoptilê nîne), dirêjbûna koleoptilê radiweste û pel fireh dibin û vedibin ko tîrojên ronahiyê bimijin. Li kotahiya din a eksenê embriyoyê de, rega seretayî dimire. Li dewsa wê, ji binikê qedê, regên palpiştî (regên ko ji cihê asayî dernakevin) derdikevin û sîstema rega rîşalî ya yeklep peyda dibe.[9]

Girêdanên derve

Çavkanî

  1.  Starr, C. (2007). Biology:concepts and applications (7th ed.). Boston, MA: Cengage Learning.
  2.  Solomon, E., Martin, C., Martin, D., & Berg, L. (2015).Biology. Stamford: Cengage Learning.
  3.  Bhatla, S.C. and A. Lal, M. (2019) Plant Physiology, development and metabolism Satish C Bhatla, Manju A. Lal. Singapore: Springer
  4.  Losos, J., Mason, K., Johnson,G., Raven, P., & Singer, S. (2016). Biology (11th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
  5.  Simon, E. J., Dickey, J.L., Reece, J. B., & Burton, R. A. (2018).Campbell Essential Biology with Physiology (6th ed.). Newyork, United States: Pearson.
  6.  Brooker, R., Widmaier, E., Graham, L., & Stiling, P. (2017). Biology (4th ed.).
  7.  Reece, Jane B. Campbell Biology : Jane B. Reece ... [et Al.]. 9th ed., Boston, Ma, Benjamin Cummings, 2011.
  8.  Taiz, L. and Zeiger, E. (2014) Plant Physiology. 6th edn. Sinauer Associates.
  9.  Rye, C., Wise, R., Jurukovski, V., Desaix, J., Choi, J., & Avissar, Y. (2017).Biology. Houston, Texas : OpenStax College, Rice University,
  10.  Jones, M., Fosbery, R., Gregory, J., & Taylor, D. (2014). Cambridge International AS and A Level Biology Coursebook with CD-ROM (4th ed.). Cambridge, MA: Cambridge University Press
  11.  Postlethwait, J. H., & Hopson, J. L. (2006). Modern Biology. NY, United states: Holt Rinehart & Winston.