Celadet Alî Bedîrxan

Me zanî ko xweseriya me, di zimanê me de ye û em bi tenê bi hînbûna xwendin û nivîsandina zimanê xwe û parastina wî, di civata miletan de, wek miletekî xweser dikarin bijîn û payedar bin.
Celadet Alî Bedîrxan (1893-1951)

2020/01/30

Erkê kar




             Hemû tişt an jî guherîn ko li hawîrdora zîndewer de peyda dibe û koendama demar a zîndewerê hander dike boy têkeve tevgerê û li dij vê guherînê bersîv bide, wekî kartêkir (bi îngilîzî: stimulus) tê navkirin. Mirov ji kartêkirên hawirdorê bi navbeynkariya hestewergiran hayadar dibe.
Wergirtina ragihandinek elektrîkî, kîmyayî an jî mekanîkî ji demarexaneyek din, an jî wergirtina kartêkirek ji hawirdorê, dawî li qonaxa cemsergiriyê, ango erkê bêhnvedanê tîne. Xerabûna erkê parzûnê (bi îngilîzî: membrane potential) dibe sedema çêbûna demareragihandinê. Ji tûmika tewereyê ber bi kotahiya tewereyê li ser parzûna tewereyê de veguhaztina demareragihandin, wekî erkê kar tê navkirin(bi îngilîzî:action potential). Alûgorkirina iyonên sodyum (Na+) û potasyumê(K+)yên li herdu aliyên parzûnê dibe sedema guherîna cemsergiriya xaneyê. Guherîna cemsergiriyê jî dibe sedema peydabûna herrika elektrîkê, erkê kar ji herrika elektrîkî peyda dibe.Erkê kar li demarexaneyan de dibe sedema çêbûna demareragihandinê, lê li xaneyên masûlkeyan de dibe sedema girjbûna masûlkeyan.
              Demarexane bi dirustkirina sinyalên elektrîkî, bertek nîşan dide ji boy hin kartêkiran. Erkê kar, ragihandinên demarî an jî sînyalên demarî ne ko li ser parzûna tewereyê de tên veguhaztin. 

Rêbaza "hemû yan hîç"

Demarexane li dij kartêkiran li gor rêbaza “hemû yan hîç” (îngilîzî: all or none) bertek nîşan dide bi. Her kartêkir nikare cemsergeriya xaneyê hilweşîne, ji boy destpêkirina erkê kar divê hêza kartêkir ji asta derazînkê (bi îngilîzî: threshold level) ya demarexaneyê bilindtir be. Kartêkirên ko hêza wan ji asta derazînkê kêmtir in, nabin sedema çêbûna erkê kar, lê heke asta hêza kartêkir bi asta derazînkê re wekhev be, an jî ji asta derazînkê zêdetir be erkê kar dest pê dike. Gava hêza kartêkir ji asta derazînkê pir zêdetir be jî, şêwe û hêza erkê kar naguhere.

Berevajîbûna cemsergeriyê

            Kartêkir an jî sinyalên ji hawirdorê, bandor li ser parzûna demarexaneyê dikin û dibin sedema vebûna hinek cogên sodyumê. Dema erkê bêhnvedanê de xestiya iyonên sodyumê li rûyê derveyî parzûnê ji ya nav xaneyê 10 car zêdetir e. Loma bi vebûna cogan, sodyum ji devera xestiya bilind (derveyî parzûnê), ber bi devera xestiya nizim ve di nav cogên iyonî yên sodyumê de diherikin. Bi hatina iyonên sodyumê, di wê beşa tewereyê de bargeyê nava xaneyê dibe pozîtîv, û bargeya nav xaneyê ji -70mV ber bi -55mV ve zêde dibe. Lê hê jî erkê kar dest pê nake. Ji boy destpêkirina erkê kar divê guherîna bargeya elektrîkî ya nav xaneyê heta astek diyarkirî bidome. -55mV ji bo destpêkirina erkê kar asta derazînkê(asta şêmûkê) ye, heke bargeya nav xaneyê ji -55mV zêdetir bibe, wê gavê hê pirtir ji cogên sodyumê vedibin û erkê kar ango guhaztina iyonan a li ser parzûnê dest pê dike. Di asta derazînkê de cemsergeriya parzûnê hildiweşe ev rewş wekî berevajîbûna cemsergiriyê (bi îngilîzî: depolarization) tê navkirin. Pêçewanebûna cemsergirî ji ber cudahiya xestiya sodyumê rû dide, iyonên sodyumê bi belavbûnî, bê ko ATP xerc bike ji parzûnê derbasî nav xaneyê dibe. Ango bargeyên parzûna demarexaneyê dema erkê kar de, berevajiyê dema erkê bêhnvedanê ye, nava tewereyê pozîtîv, derveyî parzûna tewereyê bi bargeyê negatîv barkirî ye. Di qonaxa erkê kar de, xestiya Na+ li nav xaneyê zêde ye, xestiya potasyumê jî li derveyî xaneyê zêde ye. 
            Hilweşîna cemsergeriyê ango guherîna erkê parzûnê bi carekî de, li tevahiya rûyê tewereyê de rû nade. Cogên sodyumê ji tûmika tewereyê heta kotahiya tewereyê li ser parzûna tewereyê de rêzbûyî ne. Vebûna cogên sodyumê di laşê xaneyê de, ji tûmika tewereyê dest pê dike, ji parzûnê derbasbûna sodyume dibe sedema çêbûna herrika elektrîkê. Elektrîk cogên sodyumê yên cîran hander dike ji boy vebûnê. Gava cogên sodyumê yên jêrdestê voltajê yên cîran vedibin, cemsergiriya wê beşa tewereyê hildiweşe, îcar ev rewş dibe sedema çêbûna herrika elektrîkê, ev herrika elektrîkê jî hin cogen din ên sodyumê yen jêrdestê voltajê hander dike. Bi vî awayê erkê kar ji tûmika tewereyê dest pê dike gav bi gav ber bi tewerekotahiyê didome. Arasteya erkê kar ji laşê xaneyê ber bi tewerekotahiyê yek alî ye.
Ragihandina bazdar

                  Li tewereyên bi bergê maylînî pêçayî, erkê kar di gireyên Ranvier de çê dibe. Bergê maylînî rê nade ji boy guhaztina iyonan, loma erkê kar ji gireya Ranvier a pêş, baz dide giriya Ranvier a paş. Ew veguhaztina li ser parzûna tewereyê wekî ragihandina bazdar tê navkirin( bi îngilîzî: saltatory conduction). Xane bi ragihandina bazdar, hê kêmtir ATP xerc dike û erkê kar hê lêztir rû dide. Girêyên Ranvier cogên jêrdestê voltajê yên sodyum û potasyumê lixwe digirin. Leza veguhaztina demareragihandin li tewereyên bê bergê maylînî de çîrkeyek de bi qasî mêtreyek e. Tewereyên bi bergê maylînî demareragihandinan bi leza 100 metre serê çîrkeyek de diguhazînin. Herwiha erkê kar li tewereyên stûr(qalind) de li gor tewereyên zirav hê leztir tê ragihandin.

Vegeryana cemsergirî

                 Her ko iyonên sodyumê diherrikin nav xaneyê, bargeya xaneyê ji -55mV diguhere, heta +40 mV . Cemsergeriya demarexaneyê di bargeya +40mV de bi tevahî hildiweşe.
Xane tenê di qonaxa erkê bêhnvedanê de ji boy wergirtina kartêkir amade ye, loma divê demarexane demildest vegere qonaxa erkê bêhnvedanê, ango divê li ser rûyê parzûna demarexaneyê de cemsergirî dubare bê avakirin. Di heman demê de cogên potasyumê yên jêrdestê voltajê jî vedibin. Ji ber ko xestiya potasyumê li nav xaneyê de zêde ye, iyonên potasyumê ji xaneyê, ber bi derve belavbûnî dibin. Bi derketina iyonên potasyumê, bargeya hundirê xaneyê cardin ber bi negativê diguhere. Belavbûniya potasyumê didome heta xestiya potasyumê li herdu aliyê parzûnê de yeksan dibe. ji ber kêmbûna iyonên potasyumê bargeya xaneyê ji cemsergeriya asayî ya -70mV kêmtir dibe. Bi vî awayê dawî li erkê kar tê, lê xane hê jî cemsergiriyê ango erkê bêhnvedanê ava nake. Gava asta bargeya nav xaneyê gihîşt +40mV, cogên sodyumê tên girtin û heta dawiya vegeriyana cemsergeriyê girtî dimînin, loma xane di vê demê de nikare ji hawirdorê kartêkir werbigire. Vê dema xaneyê wekîmaweya nehêlanî(bi îngilîzî refractory period) tê navkirin.

Pompeya sodyum-potasyumê

                    Pompeyên alûgorkirina sodyum-potasyumê kar dikin ji boy vegeriyana cemsergiriyê. Pompeya sodyum- potasyumê ji boy alûgorkirina iyonan enerjiya ATP xerc dike. Ango Sodyum û potasyum bi veguhaztina çalak di parzûna demarexaneyê de tên alûgorkirin.
Pompeya sodyum -potasyume her carêk sê iyonên sodyumê derdixe derveyî parzûnê, di heman demê de ji derveyî parzûnê du iyonên potasyumê digire nav xaneyê. Bi çalakiya pompeyên sodyum -potasyumê rêjeya iyonên sodyum û potasyumê li herdu aliyê parzûna demarexaneyê de digihîje asta asayî ya erkê bêhnvedanê. Ji vî gavê şûn de êdî xane amade yê ji boy wergirtina kartêkirek nû.


* Ev xebat li ser wîkîpediyakurdî jî hat zêdekirin: https://ku.wikipedia.org/wiki/Erk%C3%AA_kar




2020/01/23

Erkê bêhnvedanê



         Dema demarexaneyêk ji derdora xwe kartêkir negire an jî demareragihandin nediguhazîne, demarexane di qonaxa bêhnvedanê da ye. Ev rewşa xaneya demarê wekî cemsergerî (bi îngilîzî:polarization)tê navkirin. Di qonaxa cemsergerî de, di navbera herdu aliyên parzûna demarexaneyê de cudahiya bargeyê elektrîkê peyda dibe. Ev bargeyê elektrîkî ji ber hebûna iyonan çê dibe. Aliyê hundirê parzûnê bi bargeya negativ, aliyê derveyî parzûnê jî bi bargeya pozîtiv ve barkirî tê hiştin. Di qonaxa cemsergerî de xestiya potasyuma(K+) nav xaneyê ji xestiya potasyuma derve zêdetir e. Li derveyê parzûna xaneyê de xestiya sodyumê(Na+) û ya Klorînê (Cl-) ji ya hundir zêdetir e. Sodyum(Na+) û potasyum(K+) herdu jî îyonên bi bargeyê pozîtîv in, lê di nav xaneyê de ji bilî K+ ê hin iyonên din jî hene û bargeyên wan negatîv e. Wekî mînak hin proteînên gewre û iyonên fosfatê bi bargeyê negatîv barkirî ne. Di nav xaneyê de kêmbûna iyonên sodyumê û hebûna proteînên gewre yên bi bargeya negatîvî barkirî, bargeya nava xaneyê dike negatîv. Dema erkê bêhnvedenê de erkê parzûna xaneyê bi qasî -70 mV(mîlîvolt) e. Ango di navbra aliyê derve û hundirê parzûnê de cudahiya elektrîkê 70 mV e. Wateya negatîvê (-) ev e ko hundirê xaneyê li gor derveyî xaneyê bi bargeyên negatîv barkirî ye.


 Parzûna xaneya demarexaneyan jî her wekî hemû xaneyên din, ji du çînên çewrî pêk tê her wisa di nav molekulên çewrî de hin proteîn jî hene, wekî mînak; proteînên hilgir ên cogê iyonan û pompeya îyonan ji molekulên proteînî pêk tên. Asîdên çewrî dijav in (bi îngilîzî:hydrophobe), loma molekulên çewrî rê nade piraniya iyon û molekulan ko bi tena serê xwe ji parzûna xaneyê, di nav çîna çewrî de derbasî aliyê din bibin. Iyonên sodyum(Na+) û potasyumê(K+) bi navbeynkariya cogên taybet ên proteînî û pompeya iyonan li parzûna xaneyê de tên guhaztin. Parzûna demarexaneyan jî wekî mîna parzûnên hemû xaneyan nîvdelînbar e ( bi îngilîzî:semi permeable), ango rê dide hin molekulan, lê li hin molekulan jî rê digire nahêle ji parzûnê derbasî aliyê din bibin. Di navbera herdu aliyê parzûna demarexaneyê de xestiya iyonan ne wekhev e, ev rewş wekî cudahiya xestiyê (bi îngilîzî:concentration gradient ) tê  navkirin. Delînbariya parzûnê ya ji boy iyonên potasyumê(K+), ji delînbariya wê ya ji boy sodyumê(Na+) zêdetir e. Loma, dema erkê bêhnvedanê de ji ber cudahiya xestiyê, potasyum(K+) û klorîn (Cl-) ji aliyek parzûnê belavbûnî dibin ji boy aliyê din, lê sodyuma(Na+) derveyê xaneyê nikare derbasî nav xaneyê bibe.
Alûgorkirina iyonan di dema erkê bênvedanê de
Di qonaxa erkê bêhnvedanê( cemsergerî) de, xane bi awayek çalak, cudahiya xestiyê ava dike. Demarexane enerjiya ATPyê xerc dike û pompeyên sodyum-potasyum bikar tîne ji boy Alûgorkirina iyonan. Guhaztina iyonan a bi pompeya iyonan, wekî guhaztina çalak (bi îngilîzî: active transport) tê  navkirin. Her yek ji pompeya sodyum -potasyumê her carê sê iyonên sodyumê(Na+) ji nav xaneyê diguhazîne derve, di heman demê de ji derve du îyonên potasyumê(K+) digire nav xaneyê. Ji ber ko hê pirtir iyonên sodyumê li rûyê derve ya parzûna demarexaneyê de kom dibe, cudahiya xestiya sodyumê di navbera derve û nava xaneyê de ava dibe. Li gel pompeyên sodyum-potasumê, li ser parzûna demarexaneyan de hin proteîn hene ko cogên iyonê dirust dikin. Iyon li cogê iyonan bi hêsanî, bi awayek sist(pasîf) tên guhaztin. Her cogek iyonê taybete ji bo cureyek iyonê, ango hin cog ji boy guhaztina sodyumê(Na+), hin ji boy guhaztina potasyumê(K+) hinek ji ji boy guhaztina klorînê(Cl-) çalakin, lê rê nadin iyonên din. Guhaztina Sodyum(Na+) û potasyum(K+) a li nav cogên iyonan, li gor rêjeya cudahiya xestiyê van iyonan rû dide. Xestiya iyon li kîjan aliyê zêde be, ji wî aliyê ber bi aliyê xestiya nizm ve belavbûnî(bi înglîzî:diffusion) rû dide. Ji boy belavbûniya iyonan a bi navbeynkariya cogên iyonê, pedivî bi enerjiya ATP nin e, iyon ji ber hêza cudahiya xestiyê ji devera xestiya bilind ber bi devera xestiya nizim ve diherikin. Ev cureya guhaztinê wekî guhaztina sade (bi îngilîzî:passive transport) tê navkirin.
Cureya cogên îyonê
Ne yek lê gellek cureyên cogên iyonê heye, ji ber wê yekê hemû cogên iyonan bi hev re vekirî an jî girtî namînin, dibe ko li ser parzûna xaneyê hin cureyên cogên iyonan vekirî bin, lê di heman demê de hinekan jî girtî bin. Di qonaxa erkê bêhnvedanê de cogên potasyumê yê demarexaneyê vekirî, cogên sodyumê jî girtî ne. Loma gava iyonên sodyumê bi pompeya sodyum-potasyumê ber bi derveyê parzûnê tên guhaztin, sodyum ji boy vegera nav xaneyê rê nabîne û li derve kom dibe. Lê potasyumên(K+) nava xaneyê bi navbeynkariya cogên potasyume ji devera xestiya bilind(hundirê xaneyê) ber bi devera xestiya nizm(rûyê derve ya parzûnê) ve belavbûnî dibe. Ev belavbûniya potasyumê(K+) heta ko erkê bêhnvedanê ya parzûnê digihîje -70 mîlîvoltê didome. Cogên iyonê ji ber bandora kartêkir an jî ragihandinek vedibin, an jî tên girtin.Wekî mînak; hin cog li gor asta erkê perdeyê vedibin, ango dema bargeya elektrîkî ya navbera herdu aliyê parzûnê digihîje astek taybet, wê gavê coga îyonê vedibe. Ji vê cureya cogê re coga jêrdestê voltajê tê gotin.(bi îngilîzî:voltage-gated ion channel). Hin cogên iyonan jî ji ber hebûna molekulek din vedibin, ango molekulek xwe bi rûyê cogê ve girê dide, paşê coga iyonê vedibe û rê li ber herrika iyonan vedike. Navê van cogan, coga jêrdestê lîgandê ye.(bi îngilîzî ligand- gated ion channel). Hin cogên iyonê jî ji ber hêzek fîzîkî vedibin. Wekî mînak guherîna pestoya hawirdora xaneyê dibe sedema vebûna van cogan. Navê van cogan jî coga jêrdestê mekanîkî ye ( bi îngilîzî mechanically-gated ion channel). Cogên iyonê ji boy dabînkirina erkê bêhnvedanê û cemsergeriyê kar dikin, lê ji bo berdewamiya cemsergeriyê ango erkê bêhnvedanê, karê bingehîn ji aliyê pompeyên sodyum -potasyume ve tê birêvebirîn.
*Ev xebat li ser wîkîpediyaya kurdi jî hat zêdekirin. https://ku.wikipedia.org/wiki/Erk%C3%AA_b%C3%AAnvedan%C3%AA




2019/12/31

Gehînke





Gehînkeya demarî, demaregehînke an jî gehînke.

           Gehînke (bi îngilîzî: Synapse) pêkhateya taybet a demarekoendamê ye ji bo guhaztina ragîhandinan, ji demarexaneyek ber bi demarexaneya din, an jî xaneyek din. Ango xala ko du an jî zêdetir demarexane digihêjin hev wekî gehînkeya demarî tê navkirin.

Pêkhate

           Gelemperiyê xala gehînkeya demarî, ji beşên xaneya pêşgehînke, xaneya paşgehînke, gelîşa gehînkeyê, çikildana gehînkeyê,demareguhêzeran, cogên iyonan û proteînên wergir pêk tê.
 Hemû tewere li beşa kotahiyê de liqdar in, li cemserê her liqek tewerê de beşek heye bi şêweyê girêkî, ev beş wekî tewerekotahî tê  navkirin. Demarexane bi navbeynkariya gehînkeyên demarî, di nav têkiliyê da ne. Demarekothî li gel dendirîdên demarexaneyan, dibe ko bi xaneyên masûlke an jî bi xaneyên rijên jî gehînke ava bike. Tewerekotahiya xaneya pêşgehînke bi hemû beşên bê bergên maylînî ya demarexaneya paşgehînke ve demaregehînke ava dike. 
Wekî mînak;
 tewerekotahî bi dendrît, laşexane an jî tewereya demarexaneya paşgehînke ve gehînkeya demarî ava dike. Li gehînkeyê ragîhandin(demareragihandin) bi şeweyê kîmyayî an jî elektrîkî pêk tê, lê piraniya ragihandinan bi şeweye kîmyayî rû dide. Xaneya pêşgehînke ragîhandinan diguhazîne ber bi gehînkeyê. Xaneya paşgehînke ji gehînkeyê ragihandin werdigire. 
          Li kotahiya tewereya demarexaneyan de çikildanên gehînkeyê heye. Di nav çikildanên gehînkeyê de demareguhêzer hene. Demareguhêzer madeyên kîmyayî ne. Demareguhêzer di laşêxaneya demerexaneyê de tê berhemkirin. Paşê bi navbeynkariya tewereyê ber bi demarekotahiyê ve tên guhaztin, li wir, di nav çikildanên gehînkeyê de tên embarkirin. 

Ji çavkaniyê heta xaneya armanc, demareragihandin bi navbeynkariya du an jî zêdetit demarexaneyan ve tê guhaztin.             
          Demarexane li paş hev rêz dibin lê herdu xane raste rast nagihînin hev. Di navbera xaneya pêşgehînke û ya paşgehînke de valahîyek piçûk dimîne, ev valahî wekî qelîşa gehînkeyê (gehînkeqelîş) bi nav dibe. Gehînkeqelîş bi firehiya 0.02 mîkron e, ango navbera du demarexaneyan de valahiyek bi qasî 0.02mîkron heye. Demarexaneyên ko ragihandinan bi şeweyê elektrîkî li gehînkeyê de diguhazin, raste rast bi hev re girêdayî ne, loma iyon ji xaneya pêşgehînke derbasî xaneya paşgehînke dibe. Ango pêdivî bi demareguhêzeran nin e.


            
Demareragihandin li gehînkeya demarî de

      Gava erkê kar ji dendrîdan gehîşt demarekotahiyê, çikildanên gehînkê diqelişin û demareguhêzeran ber didin nav gehînkeqelîşê. Demareguhêzer li nav gehînkeqelîşê de belavbûnî dibin û li ser wergirên xaneyên paşgehînkê de tên girêdan. Bi vî awayî erkê kar ji xaneya pêşgehînke derbasî xaneya paşgehînkeyê dibe. Ango demareragihandin bi şêweyê kîmyayî bi navbeynkariya demareguhêzeran ji xaneyek derbasî xaneya din dibe. 

    Piştê guhaztina erkê kar, demareguhêzerên nav gihinkeqelîşê ji aliyê enzîman ve tê hilweşandin. Hinek ji demareguhêzeran jî ji aliyê parzûna xaneya peşgehînke ve tên mijandin. 
            Li beşa koendama demara navendî de ji 50yê zêdetir cor demareguhêzer heye. Adrenalîn (epînefrîn), noradrenalî (norepînefrîn), dopamîn, hîstamîn, seretonîn hin ji wan coran e.





2019/12/29

Dendrît




Dendrît, liq û pop an jî zêdehiya çeqdar. 

          Ji laşê xaneyên demar, pêkhateyên wekî liqên kurt ên çeqdar, ber bi derveyî xaneyê dirêj dibe, ev zêdehiyên çeqdar wekî dendrît an jî liq û pop bi nav dibin. Dendrît ji peyva dendronê çê bûye. Di zimanê yewnanî de peyva dendron ji bo dar an jî tiştê mîna daran tê bi kar anîn.


           Dendrît, kartêkiran ji demarexaneyên din an jî ji xaneyên din werdigirin û ber bi laşexaneyê ve dibin. Dendrît kartêkiran raste rast ji xaneyan wernagire, di navbera dendrît û xaneya pêşgehînke de valahiyek heye ev valahî wekî qelîşa gehînkeyê (gehînkeqelîş) tê navkirin (bi îngilîz: synaptic cleft). Kartêkir an jî demareragihandin bi şêweyê kîmyayî di gehînkegelîşê de ji xaneya pêşgehînke derbasî dendrîtê dibe. Kartêkir bi şeweyê demareragihadin ji dendrîtê ber bi tewereyê ve tê guhaztin. 

           Dendrît, bi parzûna xaneyê dorpêçî ne û kartêkiran ji dewrûberên xwe digirin û arasteyê laşê xaneyê dikin. Berevajî tewereyê, ne yek lê gellek dendirît ji parzûna demarexaneyê ve dirêjî derve dibin. Dendrît ji teweryê kurttir e. Dendrît ji laşê xaneyê mîna antenan dirêj dibe, bi vî awayê ji bo wergirtina kartêkiran, rûyek fireh peyda dibe. Hejmara dendrîdên demarexaneyek çiqas pir be, xane hê zêdetir kartêkir ji hawirdore digre û dişîne laşexaneyê . Li ser rûyê dendrîdan pêkhateyên tûj ên mîna strî hene, ev beşên tûj wekî striyê dendrîdî (bi îngilîzî: dendritic spine) tê  navkirin. Striyên dendrîdî li beşa demaregehînke ya demarexaneyan de cih digire. 



            Ji bilî demarexaneyên hestê, serê dendrîdan bi navbeynkariya gehînkeya demariyê, bi xaneyek din ve di têkiliyê de ye. Lê li hin demarexaneyên hestê, dendirît wekî wergirên hestê dirêjê nav xane û şaneyan dibe. 
            Dendirît bi bergê maylînî peçî nîn in, ango bê maylînî ne . Bi gelemperî, dendrît ji demarakotahiya xaneya pêşgehînke demareragîhandin werdigire û dişîne laşê xanayê, tewere jî demareragîhandinan diguhazîne bo xaneya paşgehînke. Lê hin caran dibe ko di navbera dendrîdên du demarexaneyan de (dendrît-dendrît) an jî di navbera dendrît û xaneyek laş de gehînke ava bibe û ji dendrîtan ragîhandin bêne guhaztin bo van xaneyan. Herwisa hin demarexane tewere lixwe nagirin, di van xaneyan de, demareragihandin ji aliyê dendrîtan ve tê guhaztin


2019/12/21

Tewere




        Tewere, rîşaledemar an jî akson (bi îngilîzî: axon) beşekî demarexaneyê yê. Xaneya demar bi şeweyê liqdar e, li gel gellek liqin kurt, bi gelemperî liqek dirêj jî ji parzûna xaneyê ber bi derveyî demarexaneyan dirêj dibe. Ev liqê dirêj wekî tewere tê  navkirin. Ango tewere liqê dirêjtirîn ê demarexaneyê ye ko demareragihandinan vediguhazîne dûrê laşexaneya demarexaneyê.

Anatomiya tewereyê

        Bi gelemperî xaneyên demar yek an jî du tewere lixwe digirin, lê hin demarexane bê tewere ne. Wekî mînak di çîna koroyîdî ya çavê mirov de bi navê amacrine hin xaneyên demar hene ko bê tewere ne.
Dirêjiya tewereyê li hin demarexaneyan ji metreyek dirêjtir e.
Tewere pêkhateyek rîşalî ye, lê kotahiya tewereyê liqdar e.


         Tewere ji laşê demarexaneyê dirêj dibe, beşa demarexaneya ko tewere jê derdikeve wekî tûmika (tepik) tewereyê tê navkirin. Herwisa tûmika tewereyê wekî kerta peşîn (seretayî) jî tê navkirin Kartêkir ji hawirdorê bi navbeykariya dendirîtan tên wergirtin û ber bi laşê xaneya demar ve tên şandin. Kartêkir ji laşexaneyê di beşa kerta pêşîn de bi şeweyê erkê kar (bi îngilîzî: action potential) derbasî tewereyê dibe. Kartêkir li ser parzûna laşê xaneyê de erkê kar peyda dike. Laşexane kartêkiran bi şêweyê demareragihandin arasteyê tewereyê dike. 
         Tewereyê hin xaneyên demarê bi pêkhateyek çewrî dorpêçî ye. Ev pêkhate wekî bergê maylînî tê navkirin. Bergê maylînî, tewereyan ji hev dadibirrine, herwisa guhaztina erkê kar leztir dike. Ji xeynî xaneyên demarekoendama navendî, bergê maylînî yê tewereyê demarexaneyan ji xaneyên Schwann pêk tê. Lê bergê maylînî yên xaneyên demarekoendama navendî ji xaneyên olîgodendrosît pêk tê. Xaneyên olîgodendrosît xaneyên palpiştin ji bo demarexaneyan. 

          Di navbera rêza xaneyên Schwann de, ango di navbera du bergên maylînê de,  hin beşên tewereyê bêmaylînî ye, ev beşên navbera bergê maylînî wekî girêya Ranvier tê navkirin. Kotahiya tewereyê liqdar e, serê van liqan wekî kotahiya tewereyê (bi îngilîzî: axon terminal) an jî demarekotahî bi nav dibe. Erkê kar li demarakotahî de bi dawî dibe, ragîhandin ji tewereyê bi awayekî kîmyayî derbasî xaneyek din dibe. Kotahiyên teweryê bi xaneyên paşgehîn ve raste rast bi temasê de nîn in. Di navbera kotahiya tewereyê û parzûna xaneya paşgehîn de valahî heye. Ev devera ko kotahiya demarexane û xaneya paşgehîn rastê hev tên, wekî gehînkeya demarî an jî gehînke (bi îngilîzî:synapse) tê navkirin.

Erkê Tewereyê

          Tewere erkê guhaztina demareragihandin pêk tînê, ji laşêxaneyê ber bi dûrê demarexaneye. Kartêkirên ji hawirdorê hatine girtin, bi şeweyê demareragihandin, bi riya tewereyê, tên veguhaztin bo xaneyek din. Dibe ko ev xaneya din xaneyek demar, xaneyek masûlke an jî xaneyek rijênê be. Li tewereyê demareregîhandin bi şeweyê erkê kar dirûst dibe. Li tewereyê erkê kar bi çalakiya elektrîkî pêk tê. Erkê kar di parzûna tewereyê de li beşên girêyên Ranvier de bi alûgorkirina îyonên sodyum(Na+) û potasyumê( K+) çê dibe. Heke ji ber darbeyek, ziyan bigehîje tewereyê û tewere birîndar bibe, xaneyên Schwann palpişta tewereyê dikin û cihê ziyangirtî baş dikin.


           Hin caran koendama bergiriya mirov li dij bergê maylînî ya tewereyê bergirî dabîn dike. Ji koendama bergiriya van mîrovan wetrê, bergê maylînê ne beşek ji laşê mirov e, loma divê were tunekirin. Bi taybetî xaneyên T yên lîmfê, êrîşê bergê maylînî ya xaneyên demarekoendama navendî dike. Ji ber têkşikestina bergê maylînî, demareragihandin têk diçe an jî pir hêdî tê guhaztin. Hin caran dibe ko ne tenê bergê maylînî, lê tevahiya demarexaneyê jî bimre. Ev rewş dibe sedema reqbûna gellek demarxaneyan, loma navê nexweşiyê fire reqbûna demarerîşal e (bi îngilîzî:multiple sclerosis (MS))




2019/12/01

AIDS (Nîşana nemana bergiriya destketî)



           
          
AIDS, Nîşana nemana bergiriya destketî (bi înglîzî: Acquired immune deficiency syndrome (AIDS)) nexweşiyek ji ber tûşbûna vîrûsa nemana bergiriyê li mirov e (bi îngilîzî: Human immunodeficiency virus (HIV)) . Ango AIDS navê nexweşiyê ye, HIV navê hokara nexweşiyê ye.

Pêkhateya HIVê

Nexweşiya AIDS (bixwîne: eyds) di navbera mirovan de cara ewil, di sala 1981ê de peyda bû . Çavkaniya nexweşiyê rojhilatê Efrîqayê ye. Mirovahî ji zû da ji hokara vê nexweşiyê hayadar bû, lê ev nexweşî hetanê salên 1980 tûşê mirov nedibû, tenê hin meymun bi nexweşiya AIDSê diketin. Lê paşê, ji ber rûdana bazdanê (mutasyon), bomaweyî ya vîrûsa HIVê guherî û corekî nû yê vîrûsa HIVê peyda bû, ev vîrûsa nû êdî dikarîbû tûşê xaneyên mirov jî bibe. Vîrûsa HIVê, virûsek ARNyî yê, ango zanyariyên bomaweyî yên vîrûsê li ser zincira asîda rîbonukleyî (ARN) ye. Asîda rîbonukleyî (bi îngilîzî: RNA (Ribonucleic acid) ji zincîrek nukleotîdan pêk tê, ev zincîra ARNyê bi hêsanî rastê bazdanê tê û diguhere, loma heta niha li dij virûsa HIVê kutav (vaksîn) an jî dermanek bi bandor bi dest neketiye. HIV hokara nexweşiyek bêderman e.


Rêbaza tûşbînê bi xaneyên lîmfê ve

Vîrûsa HIVê êrîşê xaneyên lîmfê dike, loma koendama bergiriya mirovê bi HIVê tûşbûyî qels dibe, laşê mirov li hember hokarên nexweşiyê bêparastin dimînê. Li ser rûyê parzûna xaneyên T alîkar û xaneyên hellûşenera gewre de wergirên taybet ên bi navê CD4 û CCR5 heye. Vîrûsa HIVê xwe bi van wergiran ve girê dide bi vî awayê tûşî xaneyên lîmfê dibe. Xaneyên tûşî hokarên nexweşiyê bûne, wekî xaneyên mêvandar tên navkirin. Vîrûsa HIVê di nav xaneya mêvandar de ARNya xwe wekî bingeh (qalib) bi kar tîne û bi navbeynkariya xaneya mêvandar, ADN (Asîda deoksîrîbonukleyî) dide berhmkirin . ADNya vîrûsî ya nû çêbûyî, zanyariyên bomaweyî yê vîrûsa HÎVê lixwe digire. Paşê ev ADNya HIVê tevlê ADNya xaneya mêvandar dibe. Bi vî awayî  xaneya mêvandar hemû derfetên xwe ji bo çêkirina vîrûsên nû bi kar tîne, hejmara vîrûsan di nav xaneyê de zêdetir dibe. Vîrusên nû ji xaneya mêvandar derdikevin û tûşê hin xaneyên din dibin, bi vî awayê hokara nexweşiyê belavî hemû beşên laş dibe. 1-2 hefte piştê tûşbûna bi vîrûsa HIVê, hê jî di nav laşê mirov de nîşaneyên nexweşiya AIDSê peyda nabe. Lê mirov hin caran dibe ku ji ber hebûna HIVê, wekî bi nexweşiya arsimê ketiye hest bike .


Qonaxên nexweşiyê

 
Piştê tûşbûna bi HÎVê, di laşê mirov de sê qonaxên taybet rû dide, di qonaxa sêyem de nîşanên nexweşiya AIDSê xuya dibe. Dirêjiya Ev hersê qonax 10 heta 12 sal ê, ango mirov ji bo demek dirêj pê ji nexweşiyê nahese .


Qonaxa yekem

Ev qonax wekê qonaxa hilgirtinê bi nav dibe. Di vê qonaxê de hema tu nîşaneyên nexweşiyê peyda nabe. Lê hejmara vîrûsa HIVê di nav xaneyan de zêde dibe. Loma, koendama bergiriyê çalak dibe, xaneyên plazma dijeten berhem dike û der dide. Dijeten hêjmara vîrûsên nav xwîn û şileya laş de kêm dike. Mirovê tûşbûyî di qonaxa yekem de xwe ne wekî yekî nexweş, lê wekî kesek sax hest dike. Lê ji ber ko di laşê mirovê tûşbûyî de vîrûs heye, eger heye ko vîrûs ji wî tûşe hin kesên din jî bibe. Qonaxa yekêm hin caran ji 10 salan zêdetir didome. Di qonaxa yekem de di nav xwîna mirovê tûşbûyî de li dij HIVê dijeten tê berhemkirin, bi taqîkirina xwînê, mirov ji van dijetenan hayadar dibe, zêdebûna dijeten nîşana hebûna HIV ye, loma evan kesan wekî kesên HIV+ (HIV pozîtîv) tê navkirin.

Qonaxa duyem

Di qonaxa duyem de nîşaneyên nexweşiyê xuya dibin. Xaneyên B ji bo têkbirina vîrûsa HIVê hê pirtir dijeten berhem dike, lê ji ber çalakiya HÎVê, hê pirtir ji xaneyên B tûşî vîrûsê dibin. Ji ber zêdebûna HIVê hejmara lîmfexaneyan, bi taybetî hêjmara xaneyên T, kêm dibe, dawiya dawî koendama bergiriya mirov têk diçe. Loma di laşê mirov de lîmfegirê diwerimin, ta tê mirov, hêjarbûn (zeîfbûn) rû dide. Herwisa dibe ko zikçûn çê be û bo demek dirêj bidome. Hin caran hişê mirov jî ji ber nexweşiyê têk diçe.

Qonaxa sêyem

Têkbirina xaneyên T alîkar ji aliyê HIVê ve didome, loma hejmara xaneyên T alîkar gellek kêm dibe, êdî xaneyên T alîkar nikare xaneyên B û xaneyên T jehravî han bike ji bo têkşikestina hokarên nexweşiyê. Ev rewş dibe sedema kêmbûna dijetenan. Li dij hokarên nexweşiyê bergirya laş lawaz dibe. Di nav xwîna mirovê tendûrist de ji bo mîlîlîtreyek xwînê 600-700 heb xaneya T alîkar heye. Di qonaxa sêyem de di laşê mirovê tûşbûyî de ji bo mîlîlîtreyek xwînê, hêjmara xaneyên T alîkar ji 200î kêmtir dibe. Di rewşek wisa da êdî ew kes wekî nexweşê AIDSê, ango nexweşê nîşana nemana bergiriya destketî tê navkirin.
Mirov raste rast ji ber AIDS namire, vîrûsa HIVê koendama bergiriya mirov lawaz dike û têk dişkîne. Gava bergiriya mirov lawaz be, îcar hokarên nexweşiyê bi hêsanî di laşê mirov de zêde dibin û mirov nexweş dikin. Wekî mînak ji ber kêmbûna bergiriya laş, dibe ku mirov ji ber şêrpenceyê an jî ji ber nexweşiya siyê (tuberkuloz) nexweş bikeve. Di laşê mirov de hin hokarên nexweşiyê hene bi navê hokarên helperest (oportunîst), di demên asayî de, ji ber hebûn û berevaniya koendama bergiriya mirov, hokarên helperest nikarin mirov nexweş bikin, lê gava bergiriya laş ji ber hebûna vîrûsa HIVê lawaz dibe, fersend dikeve destê wana ku di nav laş de zêde bibin û mirov bi nexweşiyê bixin.

Riyên veguhaztina HIVê

Kesên bi nexweşiya AIDSê ketine, an jî tûşî vîrûsa HIVê bûne lê hê bi nexweşiya AIDSê neketine, dibin sedema belavbûna nexweşiya AIDSê. Di nav xwîn û şileya laşê van kesan de vîrûsa HIVê heye, heke xwîna van kesan an jî şileya laşê van kesan bi xwîna kesek sax ve têkil bibe, vîrûsa HIVê jî ji kesê nexweş diguhaze kesê sax. Plazmaya xwînê û şileya koendama zaûzê ya mê û nêrên bi HIV+, gellek virusên HIVê lixwe digire. Berevajiyê piraniya corên vîrûsan, HIV li derveyî laş an jî li derveyî şileya laş de lawaz e û zû hildiweşe. Heke vîrûsa HIVê bi qasî 20 xulek bi oksîjen û atmosferê ve rû bi rû bimîne, pêkhateya vîrûsê xira dibe û metirsiya tûşbûna laşê mirov bi HIVê kêmtir dibe. Ango HIV tenê di nav şileya laş de tê guhaztin bo kesek din.

-Bi kesên tûşbûyî ve peywendiya seksî (zayendî), riya herî bingehîn e ji boy veguhaztina vîrûsa HIVê .

-Bikaranîna derziyek bi awayekî hewbeş, ji bo derzîdana madeyên hişber an jî ji boy tiştek din jî rê li ber veguhaztina HIVê ve dike.

-Heke dayik tûşî HIVê be, dema ducaniyê, bi riya xwînê, piştê zaroknînê bi riya şîrê dayikê vîrûsa HIVê ji dayik diguhaze derguşê.


-HIV nayê veguhaztin bi riya destavê, pêvêdana mêşan, bi riya henasedanê an jî xwarin û vexwarinê. Herwisa maçkirina dest, rû û lêvê kesê bi nexweşiya AIDSê jî nabe sedema guhaztina nexweşiyê.


          Kurdîno! li xwe miqayit bin, tûşî vîrusa HIVê nebin.

2019/11/19

Guhaztina karbona dîoksîde di nav xwînê de


Xurekên wekî glukoz, asîdên amînî û çewrî di nav xaneyên de tên hilweşandin ji boy bi destxistina gerda ATP yê. Ev karê xaneyê wekî henasedana xaneyî tê navkirin. Bi henasedana xaneyî li gel ATPyê hin madeyên din ên wekî av, karbona dîoksîd(CO2) û amonyak jî peyda dibin. Karbona dîoksîd û ji boy xaneyê madeyek ziyanbexş e, divê ji xaneyê bê dûrxistin. Xane ji pişik û sikildanokên hewayê dûr in, loma divê CO2 a xaneyê bi navbeynkariya xwînê ber bi pişikan ve bê guhaztin.
Aresteya guhaztina CO2ê, ji xaneyên şaneyan ber bi pişikan ve ye. Xestiya CO2a xaneyan, ango pestoya qismî CO2a xaneyan ji ya nav xwînê bilintir e, loma CO2 bi hêsanî ji parzûna xaneyê belavbûniya nav xwînê dibe.
CO2 bi sê rêbazê cuda di nav xwînê de tê guhaztin.
1. Guhaztina di nav plazmaya xwînê de bi şêweyî gaza CO2
CO2 li gor Oksîjenê, hê pirtir tiwaweyê li nav xwînê de. Bi qasî % 7ê CO2ê di nav plazmaya xwînê de dihele(ditiwawe). Karbona dîoksîd bi şeweyî tiwawe ber bi pişikan ve tê guhaztin. Di mûlûleyên xwînê yên li derdora sikildanokên hewayê de ji plazmaya xwînê derbasî nav sikildanokên hewayê dibe, bi henasedayinê ji laş tê dûrxistin.
2.Guhaztina li gel hemoglobînê bi şeweyî karbamînohemoglobîn
Hinek ji CO2 bi hemoglobînê an jî bi proteînên plazmayê ve girêdan çê dikin bi van proteînan ve tên guhaztin. % 23ê gaza CO2ê bi navbeynkariya xirokên sor, li ser hemoglobînê tê guhaztin. Bi hev re girêdana CO2 û hemoglobînê wekî karbamînohemoglobîn tê navkirin. Di xirokên sor de, CO2 ne li komeleya hemê lê bi asîdên amînî yên proteînên hemoglobînê ve tê girêdan. Girêdana CO2ê ya bi hemoglobînê reaksiyonek pêçewane ye. Ango aresteya reaksiyonê dualî ye. Gava CO2a bi hemoglobînê ve girêdayî digihîje pişikan, CO2 ji hemoglobînê vediqete.
3. Guhaztina di nav plazmaya xwînê de bi şeweyî bîkarbonat


Pirraniya CO2 jî bi şêweyî HCO3 di nav plazmaya xwînê de û wekî (H+) bi hemoglobînê ve gîrêdayî tê gugaztin.
Bi qasî % 70yê karbona dîoksîdê bi şêweyî îyonên bîkarbonat di nav plazmaya xwînê de tê guhaztin. Pêşî, CO2 dikeve nav xirokên sor, di nav xirokên sor de bi navê anhîdraza karbonî( bi îngilizî: carbonic anhydrase) enzîmek heye. Enzîma anhîdraza karbonî, CO2ê bi avê ve girê dide û asîda karbonî peyda dibe. Ji ber ko CO2 bi zûkahî diguhere boy asîda karbonî, di nav xwînê de xestiya CO2ê zêde nabe, loma ji xaneyan, ber bi xwînê, belevbûniya CO2 nasekine. Asîda karbonî asîdek lawaz e. Ji ber wê yekê, bi hêsanî hildiweşe boy îyonên bîkarbonat û hîdrojenê. Piraniya îyonên hîdrojenê bi hemoglobînê ve tên girêdan û ligel xirokên sor, di nav xwînê de ber bi pişikan ve tên guhaztin. Heke rêjeya îyonên hîdrojenê di nav xwînê de zêde bibe, wê gavê asîdîbûna xwînê zêde dibe, ango pHa xwînê kêm dibe. Girêdana hîdrojenê ya bi hemoglobînê, derfet e ji boy rêkxistina pH xwînê. Hinek ji îyonên hîdrojenê jî bi proteînên plazmaya xwînê ve girêdan çê dikin û di nav plazmayê de tên guhaztin. Her ko hilweşîna asîda karbonî didome, xestiya îyonên bîkarbonatên di nav xirokên sor de zêde dibe. Ji boy hevsengkirina xestiya bîkarbonata plazmayê û ya xirokên sor, îyonên bîkarbonat ji xirokên sor derbasî nav plazmaya xwînê dibin. Di heman demê de ji plazmayê jî îyonên klorînê (Cl – ) derbasî nav xirokên sor dibin. Alûgorkirina îyonên bîkarbonat û klorînê bêxerckirina enerjiya ATP rû dide. Ji ber ko her du îyon jî bi barê nerênî(negatîf) barkirî ne, alûgorkirina bîkarbonatê bi klorê ve, tu bandor li ser guharina barên elektrîkê ya hawîrdorê nake. Hemû bîkarbonat di nav plazmayê de tê guhaztin ji boy pişikan. Gava xwîn digihîje sikildanokên hewayê, di nav xwîna mûlûleyên pişikan de, îyonên bîkarbonatê bi îyonên hîdrojenê ve yek dibin û carek din asîda karbonî peyda dibe. Bi alîkariya anhîdraza karbonî, asîda karbonî tê hilweşandin ji boy av û karbona dîoksîdê. Di heman demê de Karbona dîoksîda bi hemoglobînê ve girêdayî jî serbest dimîne. Di xwînê de pestoya qismî ya CO2ê ji ya hewayê nav sikildanokan bilintir e, loma CO2ji xwînê belavbûniya nav sikildanokên hewayê dibe.