Tewere,
rîşaledemar an jî akson (bi îngilîzî: axon) beşekî
demarexaneyê yê. Xaneya demar bi şeweyê
liqdar e, li gel gellek liqin kurt, bi
gelemperî liqek dirêj jî ji parzûna
xaneyê ber bi derveyî
demarexaneyan dirêj dibe. Ev liqê
dirêj wekî tewere tê navkirin. Ango tewere liqê
dirêjtirîn ê
demarexaneyê ye ko demareragihandinan
vediguhazîne dûrê laşexaneya demarexaneyê.
Anatomiya
tewereyê
Bi gelemperî xaneyên demar yek an jî du tewere lixwe digirin, lê hin demarexane bê tewere ne. Wekî mînak di çîna koroyîdî ya çavê mirov de bi navê amacrine hin xaneyên demar hene ko bê tewere ne.
Dirêjiya
tewereyê li hin demarexaneyan ji metreyek dirêjtir e.
Tewere
pêkhateyek rîşalî ye, lê kotahiya tewereyê liqdar e.
Tewere
ji laşê demarexaneyê dirêj dibe, beşa demarexaneya ko tewere jê
derdikeve wekî tûmika (tepik) tewereyê tê navkirin. Herwisa
tûmika tewereyê wekî kerta peşîn (seretayî) jî tê navkirin Kartêkir ji hawirdorê bi navbeykariya dendirîtan tên wergirtin
û ber bi laşê xaneya demar ve tên şandin. Kartêkir ji
laşexaneyê di beşa kerta pêşîn de bi şeweyê erkê kar (bi
îngilîzî: action potential) derbasî tewereyê dibe. Kartêkir li
ser parzûna laşê xaneyê de erkê kar peyda dike. Laşexane
kartêkiran bi şêweyê demareragihandin arasteyê tewereyê dike.
Tewereyê hin xaneyên demarê bi pêkhateyek çewrî dorpêçî ye.
Ev pêkhate wekî bergê maylînî tê navkirin. Bergê maylînî,
tewereyan ji hev dadibirrine, herwisa guhaztina erkê kar leztir
dike. Ji xeynî xaneyên demarekoendama navendî, bergê maylînî yê
tewereyê demarexaneyan ji xaneyên Schwann pêk tê. Lê bergê
maylînî yên xaneyên demarekoendama navendî ji xaneyên
olîgodendrosît pêk tê. Xaneyên olîgodendrosît xaneyên
palpiştin ji bo demarexaneyan.
Di
navbera rêza xaneyên Schwann de, ango di navbera du bergên maylînê
de, hin beşên tewereyê bêmaylînî ye, ev beşên navbera bergê
maylînî wekî girêya Ranvier tê navkirin. Kotahiya tewereyê
liqdar e, serê van liqan wekî kotahiya tewereyê (bi îngilîzî:
axon terminal) an jî demarekotahî bi nav dibe. Erkê kar li
demarakotahî de bi dawî dibe, ragîhandin ji tewereyê bi awayekî kîmyayî derbasî xaneyek din dibe. Kotahiyên teweryê bi xaneyên
paşgehîn ve raste rast bi temasê de nîn in. Di navbera kotahiya
tewereyê û parzûna xaneya paşgehîn de valahî heye. Ev devera ko
kotahiya demarexane û xaneya paşgehîn rastê hev tên, wekî
gehînkeya demarî an jî gehînke (bi
îngilîzî:synapse) tê navkirin.
Erkê
Tewereyê
Tewere
erkê guhaztina demareragihandin pêk tînê, ji laşêxaneyê ber bi
dûrê demarexaneye. Kartêkirên
ji hawirdorê hatine girtin, bi şeweyê demareragihandin, bi riya
tewereyê, tên veguhaztin bo xaneyek din. Dibe ko ev xaneya din
xaneyek demar, xaneyek masûlke an jî xaneyek rijênê be. Li
tewereyê demareregîhandin bi şeweyê erkê kar dirûst dibe. Li
tewereyê erkê kar bi çalakiya elektrîkî pêk tê. Erkê kar di
parzûna tewereyê de li beşên girêyên Ranvier de bi alûgorkirina
îyonên sodyum(Na+) û potasyumê( K+) çê dibe. Heke ji ber
darbeyek, ziyan bigehîje tewereyê û tewere birîndar bibe, xaneyên
Schwann palpişta tewereyê dikin û cihê ziyangirtî baş dikin.
Hin
caran koendama bergiriya mirov li dij bergê maylînî ya tewereyê
bergirî dabîn dike. Ji koendama bergiriya van mîrovan wetrê,
bergê maylînê ne beşek ji laşê mirov e, loma divê were tunekirin. Bi taybetî xaneyên T yên lîmfê, êrîşê bergê
maylînî ya xaneyên demarekoendama navendî dike. Ji ber
têkşikestina bergê maylînî, demareragihandin têk diçe an jî
pir hêdî tê guhaztin. Hin caran dibe ko ne tenê bergê maylînî,
lê tevahiya demarexaneyê jî bimre. Ev rewş dibe sedema reqbûna
gellek demarxaneyan, loma navê nexweşiyê fire reqbûna
demarerîşal e (bi îngilîzî:multiple sclerosis (MS))