Celadet Alî Bedîrxan

Me zanî ko xweseriya me, di zimanê me de ye û em bi tenê bi hînbûna xwendin û nivîsandina zimanê xwe û parastina wî, di civata miletan de, wek miletekî xweser dikarin bijîn û payedar bin.
Celadet Alî Bedîrxan (1893-1951)
Showing posts with label tûşbûn. Show all posts
Showing posts with label tûşbûn. Show all posts

2024/12/05

Çerxa şîbûnê

 

Çerxa şîbûnê (bi înglîzî: lytic cycle) yek ji du corên çerxa duhendebûna vîrusan e ko li dawiya çerxê de xaneya xanexwê hildiweşe û dimire.

Ji ber ko di qonaxa dawî ya çerxê de xaneya xanexwê bi şîbûnê parçe dibe (dihele) û vîrus (vîrîon) bi carek ve belavê hawirdorê dibin, ev çerx wekî çerxa şîbûnê tê navkirin.[1] Çerxa şîbûne bi gelemperî ji bo pirbûna bakteriyofajan (vîrusên tenê tûşî bakteriyan dibin) tê bikaranîn, lê hin vîrusên din jî bi çerxa şîbûnê duhende dibin. Wekî mînak vîrusa îflîca mindalan (bi înglîzî:poliovirus)[2]


Qonaxên çerxa duhendebûna vîrusan





Piştî tûşbûnê, bakteriyofaj di nav xaneya xanexwê de tê duhendekirin, bi zêdebûna hejmara fajên nû, şîbûneya xaneya xanexwê rû dide, xane hildiweşe û vîrus belavê havirdorê dibin.

Di piraniya vîrusan de çerxa duhendebûnê ji pênc gavên serekî pêk tê.[3] 

1.Pêvegirêbûn (attachment):

]

Di vîrusan de glîkoproteînên bergê an jî proteînên taybet ên poşerê wekî proteînên girêdanê kar dikin. Proteînên girêdanê bi awayekî kîmyayî, wergirên taybet ên li ser parzûna xaneya xanexwêyê nas dikin, û vîrûsê bi xaneyê ve girê didin. Ango heke proteînên girêdanê yên vîrusê, li ser parzûna xaneyek de restê wergirên guncav werin, vîrus bi navbeynkariya proteînên girêdanê, xwe bi wergirên xaneyê ve girê dide. Proteînên girêdanê yên vîrusê taybet e ji bo wergirên xaneya xanexwê, loma vîrus tenê hin corên xaneyan wekî xaneya xanexwê bi kar tînin.

2.Têketin (penetration):

Genoma vîrusê (ADN an jî ARN) ji parzûna xaneyê derbasî nav sîtoplazmaya xaneya xanexwêyê dibe.

3. Duhendebûn û sentez (replication and synthesis):

ADN an jî ARN-ya vîrusê, ji bo çêkirina asîdên nukleyî û proteînên vîrusê, kiryarên libergirtin û wergeranê ya xaneya xanexwêyê digirin bin kontrola xwe.

4. Xwerêxistin (assembly):

Hemû parçeyên nûçêbûyî (asîda nûkleyî, enzîm, poşer hwd) bi hev re tên yekkirin û vîrusek nû peyda dibe.

5. Derpirandin (release):

Xaneya xanexwê hildiweşe, vîrusên nû duhendebûne, ji xaneyê tên berdan, di vê qonaxa li derveyê xaneyê de, vîrus wekî vîrîon tê navkirin.[3]

Çerxa şîbûnê di bakteriyofajan de

Vîrusên ko tenê dikarin tûşê bakteriyan bibin û di nav xaneya bakteriyê de duhende bibin, wekî bakteriyofaj (bi înglîzî:bacteriophage) an jî bi kurtî wekî faj (phage) tên navkirin.[4]

Piştî tûşbûnê, bakteriyofaj di nav xaneya xanexwê de tê duhendekirin, bi zêdebûna hejmara fajên nû, şîbûneya xaneya xanexwê rû dide, xane hildiweşe û vîrus belavê havirdorê dibin.[5]

Pêkhateya faj T4ê

Ango di çerxa şîbûnêyê de bakterî dimire. Bakteriyofajên ko tenê bi çerxa şîbûneyê duhende dibin (zêde dibin), wekî fajên tundrew (bi înglîzî: virulent phage) tên navkirin.

Pêkhateya bakteriyofajê

 

Di nav bakteriyofajan de herî zêde li ser bakteriyofaja T4ê de xebatên zanistî hatiye kirin. Loma li vir bakteriyofaja T4 wekî mînak tê nîşankirin. Faj T4 tûşê bakteriya ya Escherichia coli dibe. Faj T4 taybetmendiyên vîrusên lûlpêçî (bi inglîzî: helical) û firerûyî (bi înglîzî: polyhedral) lixwe digirin, loma ji van vîrusan re tê gotin vîrusên aloz. Serê van vîrusên aloz dişibe vîrusên bîstrûyî (bi înglîzî: icosahedral), kilikên wan jî dişibe vîrusên rîşalî.[6]

Faj T4 ji sê beşên serekî; ji serî, stû û kilikê pêk tê. Di baktriyofaja T4ê de genoma vîrusê, ango ADN di nav serê firerûyî de cih digire. Kilik bi kalanê kilikê ve pêçayî ye. Kalanê kilikî girjok e û bi şeweyî lûlpêçî ye. Li kotahiya kilikê de binik cih digire. Rîşalên kilîkê bi binikê ve girêdayî ne. Di faj T4ê de şeş heb rîşalên kilîkê hene û ji bo naskirina xaneya xanexwê wekî wergir kar dikin.Y[7]

Pêvajoya çerxa şîbûnê

Çerxa şîbûnê ya duhendebûna bakteriyofajê bi nasîna xaneya xanexwê dest pê dike. Bakteriyofaj bi rîşalên kilikê, bakteriyê (xaneya xanexwê) nas dike û xwe bi wergirên ser rûyê xaneyê ve girê dide. Piştê pêvegirêbûnê, têketina genomê dest pê dike.Kilika fajê di nav dîwar û parzûna bakteriyê de derbas dibe, hin enzîm û ADN-ya fajê, bi girjbûnên kalanê kilikê, ber bi sîtoplazmaya bakteriyê tên paldan.[8] Ango kilik wekî cogek kar dike, ADN-ya di beşa serîyê vîrusê de ye, diguhazîne nav xaneya xanexwêyê.[9]Rîşalên kilikê, kilik û poşerê fajê nakeve nav bakteriyê.

Li gel ADN-yê, vîrus enzîma endonukleaz jî dişîne nav xaneyê. Ev enzîm ADN-ya bakteriyê hûr dike. ADN-ya fajê, bakteriyê dike bin kontrola xwe û qonaxa duhendebûn û sentez dest pê dike. Di vê qonaxê de genoma bakteriyofajê, xaneya bakteriyê ji bo berhemkirina beşên vîrusên nû (kapsomer, ADN, kalan, rîşalên kilikê,enzîmên fajê) bi kar tîne.[8]

Di qonaxa xwerêxistinê de, beşen vîrûsê bi hev re tên girêdan û vîrusên nû peyda dibin. Di qonaxa derpirandinê de, enzîmên şîbûnê (bi înglîzî: lytic enzymes) yên ji aliyê fajê ve hatibûn çêkirin, parzûna xaneya bakteriyê hildiweşînin. Bi hilweşîna parzûn û dîwarê xaneyê, vîrusên nû (vîrîon) bi nişka ve û carekê de ji xaneya bakteriyê tên derpirandin.Vîrusên hatine derpirandin, tûşê xaneyên din dibin û çerx ji nû ve dest pê dike. Çerxa duhendebûna vîrusê ji qonaxa pêvegirêdanê heta qonaxa derpirandinê di nav 20 heta 60 xulekan de rû dide.[10]

Girêdanên derve

Çavkanî

  1. ^ Reece, Jane B. Campbell Biology : Jane B. Reece ... [et Al.].9th ed., Boston, Ma, Benjamin Cummings, 2011.
  2. ^ Daley JK, Gechman LA, Skipworth J, Rall GF. Poliovirus replication and spread in primary neuron cultures. Virology. 2005 Sep 15;340(1):10-20. doi: 10.1016/j.virol.2005.05.032. PMID: 16009390.
  3. Jump up to:a b Starr, C. (2007). Biology:concepts and applications (7th ed.). Boston, MA: Cengage Learning.
  4. ^ Kasman LM, Porter LD. Bacteriophages. [Updated 2022 Sep 26]. In: StatPearls [Internet]. Treasure Island (FL): StatPearls Publishing; 2024 Jan-. Available from: [1]
  5. ^ Zhang M, Zhang T, Yu M, Chen YL, Jin M. The Life Cycle Transitions of Temperate Phages: Regulating Factors and Potential Ecological Implications. Viruses. 2022 Aug 28;14(9):1904. doi: 10.3390/v14091904. PMID: 36146712; PMCID: PMC9502458.
  6. ^ Rye, C., Wise, R., Jurukovski, V., Desaix, J., Choi, J., & Avissar, Y. (2017).Biology. Houston, Texas : OpenStax College, Rice University,
  7. ^ ap ML, Rossmann MG. Structure and function of bacteriophage T4. Future Microbiol. 2014;9(12):1319-27. doi: 10.2217/fmb.14.91. PMID: 25517898; PMCID: PMC4275845.
  8. Jump up to:a b Parker, N., Schneegurt, M., Tu, A. T., Forster, B. M., & Lister, P. (2016). Microbiology. Houston, Texas: Rice University.
  9. ^ Losos, J., Mason, K., Johnson,G., Raven, P., & Singer, S. (2016). Biology (11th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
  10. ^ Solomon, E., Martin, C., Martin, D., & Berg, L. (2015).Biology. Stamford: Cengage Learning.

2019/12/01

AIDS (Nîşana nemana bergiriya destketî)



           
          
AIDS, Nîşana nemana bergiriya destketî (bi înglîzî: Acquired immune deficiency syndrome (AIDS)) nexweşiyek ji ber tûşbûna vîrûsa nemana bergiriyê li mirov e (bi îngilîzî: Human immunodeficiency virus (HIV)) . Ango AIDS navê nexweşiyê ye, HIV navê hokara nexweşiyê ye.

Pêkhateya HIVê

Nexweşiya AIDS (bixwîne: eyds) di navbera mirovan de cara ewil, di sala 1981ê de peyda bû . Çavkaniya nexweşiyê rojhilatê Efrîqayê ye. Mirovahî ji zû da ji hokara vê nexweşiyê hayadar bû, lê ev nexweşî hetanê salên 1980 tûşê mirov nedibû, tenê hin meymun bi nexweşiya AIDSê diketin. Lê paşê, ji ber rûdana bazdanê (mutasyon), bomaweyî ya vîrûsa HIVê guherî û corekî nû yê vîrûsa HIVê peyda bû, ev vîrûsa nû êdî dikarîbû tûşê xaneyên mirov jî bibe. Vîrûsa HIVê, virûsek ARNyî yê, ango zanyariyên bomaweyî yên vîrûsê li ser zincira asîda rîbonukleyî (ARN) ye. Asîda rîbonukleyî (bi îngilîzî: RNA (Ribonucleic acid) ji zincîrek nukleotîdan pêk tê, ev zincîra ARNyê bi hêsanî rastê bazdanê tê û diguhere, loma heta niha li dij virûsa HIVê kutav (vaksîn) an jî dermanek bi bandor bi dest neketiye. HIV hokara nexweşiyek bêderman e.


Rêbaza tûşbînê bi xaneyên lîmfê ve

Vîrûsa HIVê êrîşê xaneyên lîmfê dike, loma koendama bergiriya mirovê bi HIVê tûşbûyî qels dibe, laşê mirov li hember hokarên nexweşiyê bêparastin dimînê. Li ser rûyê parzûna xaneyên T alîkar û xaneyên hellûşenera gewre de wergirên taybet ên bi navê CD4 û CCR5 heye. Vîrûsa HIVê xwe bi van wergiran ve girê dide bi vî awayê tûşî xaneyên lîmfê dibe. Xaneyên tûşî hokarên nexweşiyê bûne, wekî xaneyên mêvandar tên navkirin. Vîrûsa HIVê di nav xaneya mêvandar de ARNya xwe wekî bingeh (qalib) bi kar tîne û bi navbeynkariya xaneya mêvandar, ADN (Asîda deoksîrîbonukleyî) dide berhmkirin . ADNya vîrûsî ya nû çêbûyî, zanyariyên bomaweyî yê vîrûsa HÎVê lixwe digire. Paşê ev ADNya HIVê tevlê ADNya xaneya mêvandar dibe. Bi vî awayî  xaneya mêvandar hemû derfetên xwe ji bo çêkirina vîrûsên nû bi kar tîne, hejmara vîrûsan di nav xaneyê de zêdetir dibe. Vîrusên nû ji xaneya mêvandar derdikevin û tûşê hin xaneyên din dibin, bi vî awayê hokara nexweşiyê belavî hemû beşên laş dibe. 1-2 hefte piştê tûşbûna bi vîrûsa HIVê, hê jî di nav laşê mirov de nîşaneyên nexweşiya AIDSê peyda nabe. Lê mirov hin caran dibe ku ji ber hebûna HIVê, wekî bi nexweşiya arsimê ketiye hest bike .


Qonaxên nexweşiyê

 
Piştê tûşbûna bi HÎVê, di laşê mirov de sê qonaxên taybet rû dide, di qonaxa sêyem de nîşanên nexweşiya AIDSê xuya dibe. Dirêjiya Ev hersê qonax 10 heta 12 sal ê, ango mirov ji bo demek dirêj pê ji nexweşiyê nahese .


Qonaxa yekem

Ev qonax wekê qonaxa hilgirtinê bi nav dibe. Di vê qonaxê de hema tu nîşaneyên nexweşiyê peyda nabe. Lê hejmara vîrûsa HIVê di nav xaneyan de zêde dibe. Loma, koendama bergiriyê çalak dibe, xaneyên plazma dijeten berhem dike û der dide. Dijeten hêjmara vîrûsên nav xwîn û şileya laş de kêm dike. Mirovê tûşbûyî di qonaxa yekem de xwe ne wekî yekî nexweş, lê wekî kesek sax hest dike. Lê ji ber ko di laşê mirovê tûşbûyî de vîrûs heye, eger heye ko vîrûs ji wî tûşe hin kesên din jî bibe. Qonaxa yekêm hin caran ji 10 salan zêdetir didome. Di qonaxa yekem de di nav xwîna mirovê tûşbûyî de li dij HIVê dijeten tê berhemkirin, bi taqîkirina xwînê, mirov ji van dijetenan hayadar dibe, zêdebûna dijeten nîşana hebûna HIV ye, loma evan kesan wekî kesên HIV+ (HIV pozîtîv) tê navkirin.

Qonaxa duyem

Di qonaxa duyem de nîşaneyên nexweşiyê xuya dibin. Xaneyên B ji bo têkbirina vîrûsa HIVê hê pirtir dijeten berhem dike, lê ji ber çalakiya HÎVê, hê pirtir ji xaneyên B tûşî vîrûsê dibin. Ji ber zêdebûna HIVê hejmara lîmfexaneyan, bi taybetî hêjmara xaneyên T, kêm dibe, dawiya dawî koendama bergiriya mirov têk diçe. Loma di laşê mirov de lîmfegirê diwerimin, ta tê mirov, hêjarbûn (zeîfbûn) rû dide. Herwisa dibe ko zikçûn çê be û bo demek dirêj bidome. Hin caran hişê mirov jî ji ber nexweşiyê têk diçe.

Qonaxa sêyem

Têkbirina xaneyên T alîkar ji aliyê HIVê ve didome, loma hejmara xaneyên T alîkar gellek kêm dibe, êdî xaneyên T alîkar nikare xaneyên B û xaneyên T jehravî han bike ji bo têkşikestina hokarên nexweşiyê. Ev rewş dibe sedema kêmbûna dijetenan. Li dij hokarên nexweşiyê bergirya laş lawaz dibe. Di nav xwîna mirovê tendûrist de ji bo mîlîlîtreyek xwînê 600-700 heb xaneya T alîkar heye. Di qonaxa sêyem de di laşê mirovê tûşbûyî de ji bo mîlîlîtreyek xwînê, hêjmara xaneyên T alîkar ji 200î kêmtir dibe. Di rewşek wisa da êdî ew kes wekî nexweşê AIDSê, ango nexweşê nîşana nemana bergiriya destketî tê navkirin.
Mirov raste rast ji ber AIDS namire, vîrûsa HIVê koendama bergiriya mirov lawaz dike û têk dişkîne. Gava bergiriya mirov lawaz be, îcar hokarên nexweşiyê bi hêsanî di laşê mirov de zêde dibin û mirov nexweş dikin. Wekî mînak ji ber kêmbûna bergiriya laş, dibe ku mirov ji ber şêrpenceyê an jî ji ber nexweşiya siyê (tuberkuloz) nexweş bikeve. Di laşê mirov de hin hokarên nexweşiyê hene bi navê hokarên helperest (oportunîst), di demên asayî de, ji ber hebûn û berevaniya koendama bergiriya mirov, hokarên helperest nikarin mirov nexweş bikin, lê gava bergiriya laş ji ber hebûna vîrûsa HIVê lawaz dibe, fersend dikeve destê wana ku di nav laş de zêde bibin û mirov bi nexweşiyê bixin.

Riyên veguhaztina HIVê

Kesên bi nexweşiya AIDSê ketine, an jî tûşî vîrûsa HIVê bûne lê hê bi nexweşiya AIDSê neketine, dibin sedema belavbûna nexweşiya AIDSê. Di nav xwîn û şileya laşê van kesan de vîrûsa HIVê heye, heke xwîna van kesan an jî şileya laşê van kesan bi xwîna kesek sax ve têkil bibe, vîrûsa HIVê jî ji kesê nexweş diguhaze kesê sax. Plazmaya xwînê û şileya koendama zaûzê ya mê û nêrên bi HIV+, gellek virusên HIVê lixwe digire. Berevajiyê piraniya corên vîrûsan, HIV li derveyî laş an jî li derveyî şileya laş de lawaz e û zû hildiweşe. Heke vîrûsa HIVê bi qasî 20 xulek bi oksîjen û atmosferê ve rû bi rû bimîne, pêkhateya vîrûsê xira dibe û metirsiya tûşbûna laşê mirov bi HIVê kêmtir dibe. Ango HIV tenê di nav şileya laş de tê guhaztin bo kesek din.

-Bi kesên tûşbûyî ve peywendiya seksî (zayendî), riya herî bingehîn e ji boy veguhaztina vîrûsa HIVê .

-Bikaranîna derziyek bi awayekî hewbeş, ji bo derzîdana madeyên hişber an jî ji boy tiştek din jî rê li ber veguhaztina HIVê ve dike.

-Heke dayik tûşî HIVê be, dema ducaniyê, bi riya xwînê, piştê zaroknînê bi riya şîrê dayikê vîrûsa HIVê ji dayik diguhaze derguşê.


-HIV nayê veguhaztin bi riya destavê, pêvêdana mêşan, bi riya henasedanê an jî xwarin û vexwarinê. Herwisa maçkirina dest, rû û lêvê kesê bi nexweşiya AIDSê jî nabe sedema guhaztina nexweşiyê.


          Kurdîno! li xwe miqayit bin, tûşî vîrusa HIVê nebin.