Celadet Alî Bedîrxan

Me zanî ko xweseriya me, di zimanê me de ye û em bi tenê bi hînbûna xwendin û nivîsandina zimanê xwe û parastina wî, di civata miletan de, wek miletekî xweser dikarin bijîn û payedar bin.
Celadet Alî Bedîrxan (1893-1951)
Showing posts with label enerjiya ronahiyê. Show all posts
Showing posts with label enerjiya ronahiyê. Show all posts

2024/10/25

Çerxa Calvin

 

Çerxa Calvin (bi înglîzî: Calvin cycle), di karlêkên fotosentezê de rêçeyek çerxî ya kîmyayazîndeyî (bi înglîzî: biochemical) ye ko bi berhemanîna karbohîdrata sêkarbonî encam dide.[1]

Danasîn

Riwek, protîst û bakteriyên fotosentezî, bi karlêkên fotosentezê ji molekulên neendamî yên wekî av û karbona dîoksîdê, molekulên endamî yên wekî glukozasîda amînîçewrî û hwd çêdikin.

Karlêkên fotosentezê ji du beşên serekî pêk tên; karlêkên ronahiyê (karlêkên jêrdestê ronahiyê) û karlêkên nejêrdestê ronahiyê.

Di dawiya karlêkên ronahiyê de ATP û NADPH wekî berhemên karlekan peyda dibin. Di karlêkên nejêrdestê ronahiyê de, bi enerjiya ATP-yê, elektron û hîdrojenên NADPH-yê û karbon û oksîjenên karbona dîoksîdê, ji bo çêkirina karbohîdrat û awêteyên endamî tên bikaranîn.[2]

Ji bo karlêkên jêrdestê ronahiyê, ronahî pêwist e, lê ji bo karlêkên nejêrdestê ronahiyê, pêdiviya rasterast bi ronahiyê nîn e.

RuBP (rîbuloza bîsfosfatî)

Rîbuloza 1, 5-bîsfosfatî (bi înglîzî:ribulose bisphosphate (RuBP)) awêteyek pênc karbonî ye. Di çerxa Calvin (bixwîne wekî “Kalvîn”) de wergira yekemîn a karbona dioksîdê ye. Ango çerxa Calvin bi molekula RuBP-yê dest pê dike. Heke di awêteyek de du fosfat li dû hev girêdayî bin, peyva du(di)fosfatî tê bikaranîn. Wekî mînak ADP du fosfatên li dû hev lixwe digire, loma wekî adenozîna dufosfatî (bi înglîzî: adenozîna diphosphate) tê navkirin. RuBP jî du fosfat lixwe digire, lê fosfatên wê ne li du hev in, rasterast bi hev ve girêdayî nîn in. Fosfatek bi karbona yekem, a din bi karbona pêncem a RuBP-yê ve girêdayî ye. Ji bo diyarkirina hebûna van herdu fosfatên rîbulozê li dewsa du, pêşgira bîs(bis) tê bikaranîn û awête jî wekî rîbuloza 1, 5-bîsfosfatî tê navkirin.

RuBisCO

RuBisCO kurtenavê enzîma karlêkê çerxa Calvin e. Navê enzîmê bi eslê xwe “rîbuloza bisfosfatî ya karboksîlaz-oksîjenaz” e û bi kurtî wekî “RuBisCO” tê navkirin.[3] RuBisCO enzîmek aloz û gewre ye ji 16 binebeşan pêk tê.[4]

Bi rîbuloza bîsfosfatî ve çespandina karbona dioksîdê, ji aliyê enzîmê RuBisCO ve tê hankirin. RuBisCO atoma karbonê ya karbona dîoksîdê bi RuBP-ya pênckarbonî ve girê dide.[2]

Di kloroplastê de proteîna herî zêde enzîma RuBisCO ye. Herwisa li ser erdê jî proteîna herî zêde û belav RuBisCO ye.[5]

Çerxa Calvin

Çerxa Calvin rêçeyek çerxî ya kîmyayî ye ko bi berhamanîna karbohîdrata sêkarbonî encam dide.

Karlêkên çerxa Calvin wekî karlêkên neronahiyê an jî karlêkên nejêrdestê ronahiyê tên navkirin.(bi înglîzî: light independent reactions). Ango ji bo rûdana karlêkan, çavkaniya enerjiyê rasterast ronahî nin e, loma hewceya karlêkan bi ronahiyê nîn e.

Di çerxa Calvin de, ATP wekî çavkaniya enerjiyê tên xerckirin û NADPH jî bo kêmkirinê tên bikaranîn ko elektronên bi enerjiya bilind ji bo çêkirina karbohîdrat werin xerckirin. Karbon bi şeweyê karbona dîoksîd tevlê çerxa Calvin dibe û bi şêweyê şekir (awêteya endamî) çerxê diterikîne.[6]

Berhema pêşîn a çerxa Calvîn awêteyek sêkarbonî ya bi navê glîseraldehîd 3-fosfat, bi kurtî G3P ye. (bi înglîzî: glyceraldehyde 3-phosphate (G3P)). Ji bo berhemanîna molekulek G3P-ê divê karlêkên çerxa Calvîn sê caran rû bidin ko sê molekulên karbona dîoksîdê werin girêdan.[6]

Ji bo çerxek, 2 NADPH û 3 ATP tên xerckirin. Ji bo berhemanîna yek molekulek G3P, di çerxa Calvîn de neh molekul ATP û şeş molekul NADPH tên xerckirin. Di karlêkên ronahiyê dê ATP û NADPH cardin tên çêkirin. Awêteyên endamî yên wekî glukoz, asîdên çewrî, asîdên amînî bi rêçeyên metabolî ji G3P tên çêkirin.[7]Çerxa Calvin di riwek û kevzên avê de di stromaya kloroplastan de rû dide, di siyanobakteriyan de karlêkên çerxa Calvin di nav sîtoplazmayê de pêk tên.[3]

Di çerxa Calvin de 13 cor karlêk rû dide, karlêkên çerxa Calvin ji aliyê 11 cor enzîman ve tên hankirin.[8]Enzîmên bo karlêkên çerxa Calvin, ji aliyê pH-ya stromayê ve tên rêkxistin.[9]

Karlêkên çerxa Calvin di sê qonaxên serekî de tên şîrovekirin:

1. Çespandina karbon (Girêdana karbon)

2. Kêmkirin û berhemanîna karbohîdrat

3. Dubare çêkirina rîbuloza bîsfosfatî (RuBP)

Çespandina karbon

Di çerxê de her carê molekulek karbona dîoksîdê tê girêdan. Di qonaxa çespandina karbonê de, karbona dîoksîd tevlê rîbuloza bisfosfatî (RuBP) dibe. RuBisCO vê karlêkê han dike. Wateya çespandina karbonê ev e ko, karbona di pêkhateya awêteya neendamî, ji atmosferê tê girtin û bi molekulek endamî ve tê girêdan.

Berhema karlêkê, awêteyek şeşkarbonî ya xwenegir e (bi înglîzî:unstable) û demildest parçeyê du beşan dibe, du molekulên 3-fosfoglîserat (3PG) a sêkarbonî peyda dibe.

Ji ber ko berhema pêşîn a ji çespendanina karbonê, berhemek sêkarbonî ye, çerxa Calvin wekî “rêçeya C3” (bi înglîzî:C3 pathway) jî tê navkirin.[5]

Kêmkirin

Her molekulek 3-fosfoglîseratê, ji ATP-yê komek fosfatê werdigire û dibe 1,3-bîsfosfoglîserat. Paşê cotek elektronên NADPH-yê tevlê koma karboksîlê ya 1,3-bîfosfoglîseratê dibin, posfatek jî jê diqete û ji 1,3-bîsfosfoglîseratê, glîseraldehîd 3-fosfat (G3P) peyda dibe. G3P hê pirtir enerjî lixwe digire.

Gava sê molekulên karbona dîoksîdê yek bi yek tevlê çerxa Calvin dibin, ji G3P-yê şeş molekul peyda dibe. Ji vana tenê yek molekulek G3P-yê wekî berhema karlêkên çerxê, ji çerxê cihê dibe. Ev molekula sêkarbonî, di xaneyên riwekê de ji bo çêkirina molekulên endamî tê bikaranîn. 5 molekulên G3P-yê jî ji bo çêkirina 3 molekulên RuBP-yê dubare tên bikaranîn.[6]

Dubare çêkirina rîbuloza bîsfosfatî (RuBP)

Pênc molekulên G3P-ya sêkarbonî, bi rêzekarlêkên aloz, û bi xerckirina sê ATP-yan ji nû ve rêz dibin û sê molekûlên RuBP-ya pênckarbonî peyda dibe û çerxa Calvin ji nû ve dest pê dike.[6]

Encam

Ji bo berhemanîna molekulek G3P-yê, çerxa Calvin sê caran rû dide, 9 molekulên ATP-yê û 6 NADPH tên xerckirin. Glîseraldehîd 3-fosfat ji bo berhemanîna glukoz û awêteyên endamî yên wekî sukroz, nîşa, asîdên çewrî hwd tê xerckirin.

Ji bo berhemanîna molekulek glukozê çerxa Calvin 6 caran rû dide. Ji bo karlêkan, 6 molekul karbona dîoksîd wekî çavkaniya karbon û oksîjenên nav karbohîdratan tê xerckirin. Ji karlêkên ronahiyê 18 ATP û 12 NADPH tên bikaranîn.[10] Ji bo karlêkan, 6 molekul karbona dîoksîd wekî çavkaniya karbon û oksîjenên nav karbohîdratan tê xerckirin. Ji karlêkên ronahiyê 18 ATP û 12 NADPH tên bikaranîn.[5]

12 NADPH + 18 ATP + 6 CO2  C6H12O6 + 12 NADP+ + 18 ADP + 18 Pi + 6 H2O

Dîrok

Çerxa Calvin bi xebatên di salên 1940an heta 1950yan de ji aliyê kîmyager Melvin Calvin (1911–1997), Andrew Benson (1917-2015), James Alan Bassham (1922 – 2012) û hevkarên wan ve hat diyarkirin. Ev çerx bi gelemperî wekî “çerxa Calvin” tê navkirin lê ji ber ko di xebatê de ne tenê yek kes lê keda sê zanyaran heye, hin caran ev çerx wekî “çerxa Calvin-Benson” an jî “çerxa Calvin-Benson-Bassam” tê navkirin.

Ji bo xebatên wê yên li ser karlêkên çespandina karbona dioksîdê, Melvin Calvin di sala 1961ê de di warê kîmyayê de bi xelata Nobelê hat xelatkirin.[11]

Girêdanên derve

Çavkanî

  1. ^ Cullen, K. E. (2009).Encyclopedia of Life Science. Newyork: Facts On File, Inc
  2. Jump up to:a b Starr, C. (2007). Biology:concepts and applications (7th ed.). Boston, MA: Cengage Learning.
  3. Jump up to:a b Brooker, R., Widmaier, E., Graham, L., & Stiling, P. (2017). Biology (4th ed.).
  4. ^ Losos, J., Mason, K., Johnson,G., Raven, P., & Singer, S. (2016). Biology (11th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
  5. Jump up to:a b c Solomon, E., Martin, C., Martin, D., & Berg, L. (2015).Biology. Stamford: Cengage Learning.
  6. Jump up to:a b c d Reece, Jane B. Campbell Biology : Jane B. Reece ... [et Al.]. 9th ed., Boston, Ma, Benjamin Cummings, 2011.
  7. ^ Postlethwait, J. H., & Hopson, J. L. (2006). Modern Biology. NY, United states: Holt Rinehart & Winston.
  8. ^ Ludwig, Martha - Hartwell, James - Raines, Christine A.- Simkin, Andrew J. Seminars in Cell & Developmental Biology. VL - 155 SP - 10 EP 2024/03/01/ [1]
  9. ^ Biochemistry. : Rawn, J.D. (1989) Biochemistry. Burlington, NC: Neil Patterson Publishers, Carolina Biological Supply Company. ISBN- 0-89278-400-8
  10. ^ Tymoczko, J.L., Berg, J.M. and Lubert Stryer (2015) Biochemistry, a short course. New York: W.H. Freeman & Company, A Macmillan Education Imprint.
  11. ^ The Nobel Prize in Chemistry 1961. NobelPrize.org. Nobel Prize Outreach AB 2024. Fri. 25 Oct 2024. [2]

2024/09/20

Fotosîstem

 


Here nagîvasyonêHere lêgerînê
Guhertina enerjiya ronahiyê bo enerjiya kîmyayî di fotosîsteman de rû dide.

Fotosîstem (bi înglîzî: photosystem) pêkhateya ji kompleksa pîgment û proteînan pêk tê û tîrojên ronahiyê dimijîne bo karlêkên fotosentezê.

Klorofîl û karotenoîd di guşiyên ji çend sed molekulên pîgmentê de di parzûna tîlakoidê de hatine komkirin. Her guşiyek molekulên pîgmentan û proteînên ko pîgment di nav wan de ne, wekî fotosîstem tê navkirin.[1]

Guhertina enerjiya ronahiyê bo enerjiya kîmyayî di fotosîsteman de rû dide.[2] Fotosîstem di riwek, kevzên avê û bakteriyan de ji bo wergirtina ronahiyê û guhaztina elektronan kar dike.

Du corên fotosîstemê hene, fotosîstema I (PSI) û fotosîstema II (PSII).[3]Fotosîstemên fotosenteza neoksîjenî ji ya fotosenteza oksîjenî cuda ye. Fotosîstemên bakteriyên fotosenteza neoksîjenî P870 an jî P840 e, her bakterî tenê yek ji van fotosîsteman bi kar tîne.[4]

Herdu fotosîstemên riwek, kevzên avê û siyanobakteriyan li gor dora keşfkirina wan hatine navkirin. Cara pêşîn fotosîstema I, paşê fotosîstema II hatiyê keşfkirin. Lê di karlêkên fotosentezê de pêşî elektron di fotosîstema II de tên hankirin paşê tên guhaztin bo fotosîstema I-ê.[5]Ev herdu fotosîstem bi kompleksa navparzûnî ya bi navê sîtokrom b6f (Cyt b6f) û du guhêzerên elektronan, bi awayekî elektronîkî bi hev re girêdayî ne.[6]

Herdu fotosîstem dema karlêkên ronahiyê de bi hev re kar dikin.[7] Bi hev re xebata herdu fotosîsteman, bi guhaztina elektronan a neçerxî (bi înglîzî: noncyclic), ATP û NADPH tên çêkirin.[8] Fotosîstema I û Fotosîstema II herdu jî di navenda karlêkê xwe de heman cor klorofîlê, klorofîla a lixwe digirin, lê molekulên derdora wan ji hev cuda ne.[9] Ji ber cudahiya molekulan, dabeşiya elektronan jî di herdu fotosîsteman de ne yek e. Ev rewş bandor li ser taybetmendiyên fotosîsteman dike loma şebenga mijîna ronahiyê li cem herdu fotosîsteman ji hev cudaye.[10]

Pêkhateya Fotosîstemê

Fotosîstem ji kompleksa anten û navenda karlêkê pêk tê. Anten enerjiya ronahiyê kom dike. Navenda karlêkê, ji kompleksa proteîn û klorofîlan pêk tê û di nav parzûna tîlakoîdê de cih digire.[5]

Hemû molekulên pîgmentên fotosîstemê dikarin ronahiyê bimijînin, lê tenê hinek molekulên klorofîlê yên di navenda karlêkê, dikarin enerjiya ronahiyê biguherînin bo enerjiya kîmyayî. Molekulên pigmentên din ji bo berhevkirina ronahiyê kar dikin û wekî molekulên antenê tên navkirin. Molekulên pîgmentên berhevkirina ronahiyê, enerjiya ronahiyê dimijînin û bi lez diguhazînin bo navenda karlêkê ya fotosîstemê.[4]

Antena fotosîstemê

Her fotosîstem, guşiyek ji çend sed molekulên pîgmentan lixwe digire. Ev guşiya molekulên pîgmentan ji bo komkirina ronahiyê wekî antenek kar dikin.[11]Kompleksa antênê ya bo wergirtina ronahiyê ji molekulên klorofîlê û pîgmentên alîkar ên bi çend zincîrên proteînê ve girêdayî pêk tê.[8]

Gava fotonek tîroja ronahiyê di beşa antênê de li molekula pîgmetê dixe, enerjiya fotonê ji wê molekulê ber bi molekula din ve baz dide heta ko bigihîje navenda karlêkê ya fotosîstemê.[11]

Klorofîlên a, klorofîlên b û molekulên pîgmentên alîkar bi proteînên girêdanê pîgmentê (bi înglîzî: pigment-binding proteins) di parzûna tîlakoîd de, di nav yekîneyên bi navê kompleksên antenê têne rêkxistin. Pigment û proteînên têkildar ên ko bi qasî 250 molekulên klorofîlê yên bi enzîmên taybet û proteînên din ve girêdayî ne, bi şeweyê komên pir nîzamî hatine rêzkirin.Her yek ji kompleksa antenê, enerjiya ronahiyê dimijîne û diguhezîne bo navenda karlêkê. Navenda karlêkê ji molekulên klorofîla a û proteînên ko pêkhateyên guhaztina elektronan jî lixwe digirin pêk tê.[12]

Heke kompleksa antênê neba, klorofîla a ya di navenda karlêkê nikaribû bi têra xwe foton bimijîne. Klorofîla a tenê dikarê hinek tîrojên bînraw bimijîne. Lê di kompleksa antênê de bi hebûna klorofîla a, klorofîla b û karotenoîdan, hê pirtir enerjiya ronahiyê digihîje navenda karlêkê.[13]

Di fotosîstemê de, enerjiya ji fotonên tîrojên ronahiyê hatiye bidestxistin, di navenda karlêkê de bi rêzek karlêkên guhaztina elektronan ve tê guhertin bo enerjiya kîmyayî.[12]

Di navenda karlêkê de li gel kompleksa proteînan, cotek klorofîla a heye. Enerjiya ji aliyê antenê ve hatiye komkirin di navenda karlêkê de arasteyê klorofîlê dibe, bi enerjiya fotonê elektronek klorofîla a-yê han dibe an jî klorofîl bi vê enerjiyê ji bexşînerek elektronê (minak, av), elektronan ber bi xwe dikişîne.[5] Molekulên li derdora klorofîla a-yê ko ji klorofîla a-yê elektrona hanbûyî werdigrin, wekî “wergira elektronê ya yekemîn”(bi înglîzî: primary electron acceptor) tê navkirin. Wergira elektronê ya yekemîn, elektrona hanbûyî ya klorofîla a-yê di navenda karlêkê de digire û di karlêkên ronahiyê yên fotosentezê de enerjiya ji elektronê ji bo çêkirina ATP û NADPH-yê bi kar tîne.[11]

Fotosîstema I

Fotosîstem ji kompleksa anten û navenda karlêkê pêk tê. Anten enerjiya ronahiyê kom dike. Navenda karlêkê, ji kompleksa proteîn û klorofîlan pêk tê û di nav parzûna tîlakoîdê de cih digire.

Klorofîla asayî tîrojên bi dirêjiya pêlê ya 660 nm baş dimijîne. Lê cota klorofîlên navenda karlêkê ya fotosîstema I, ronahiyên heta bi dirêjiya pêlê ya 700 nm hê baştir dimijînin. Navenda karlêkê ya Fotosîstema I wekî P700 tê navkirin. Wateya P700 eve ko pîgmentên di navenda karlêka wê sîstemê, herî baş tîrojên ronahiyê yên bi dirêjiya pêlê ya 700 nanometreyê dimijînin. Ango di fotosîstema I de tîpa P peyva pîgmentê, 700 jî dirêjiya pêlê ya bi nanometreyê diyar dike.[12]

Fotosîstema I ji bo kêmkirina NADP+ bo NADPH-ê, elektronan dabîn dike. Fotosîstema I ji 14 zincîrên firepeptîd, gelek proteîn û kofaktorên têkildar lixwe digire.[13]Fotosîstema I proteînên hesin sulfur lixwe digire û ji plastosiyanînê elektron diguhazîne ber bi ferredoksînê.[7]

Navenda karlêkê ya fotosîstema I ji kompleksa navparzûnê (bi înglîzî: transmembrane complex) ya kompleksa proteînan û du molekulên klorofîla P700 pêk tê. Kompleksa antenê ya ji klorofîl û pîgmentên alîkar pêk tê, enerjiya fotosîstema I-ê dabîn dike.[8] Di fotosîstema I de mêjera klorofîla a ji klorofîla b-yê zêdetir e. Elektron ji klorofîla a- ya di navenda karlêkê tê guhaztin bo proteîna ferodoksîn Fe-S (hesin-sulfur), paşê elektron tê guhaztin bo NADP-yê ko NADPH were berhemkirin.[4]

Fotosîstema II

Navenda karlêka ya fotosîstema II ji navikek ji 10 binebeşên proteînên navparzûnê (bi înglîzî: transmembrane protein) yên bi pêkhateyên guhaztina elektronan û du molekulên klorofîla P680 ko li derdora vê navikê de rêzbûyî pêk tê.[8]

Cota klorofîlên a yên navenda karlêkê ya fotosîstema II-yê, herî baş tîrojên bi dirêjiya pêlê ya 680 nanometreyê dimijînin, loma navenda karlêkê ya fotosîstema II wekî P680 tê navkirin.[12]

Fotosîstema II ji kompleksa çêbûna oksîjenê (bi înglîzî: oxygen-evolving complex), elktronan diguhazîne bo plastokînon.[7] Ango fotosîstema II ji bo fotosîstema I elektron dabîn dike. Fotosîstema II ji kombûna zêdetirê 20 binebeşan pêk tê.[13]

Di fotosîstema II de mêjera klorofîla a û klorofîla b hema yeksan e.[4]Ji aliyê ronahiyê ve çalakbûna fotosîstema II, rê li ber parçebûna avê, çêbûna ATP û herika elektronan a ber bi fotosîstema I vedike.[14]

Gava enerjiya fotonên tîroja ronahiyê digihîjin klorofîla a ya li navenda karlêkê, elektronek ji klorofîla a han dibe û ji klorofîlê dûr dikeve. Bi navbeynkariya zincîra guhaztina elektronan, ev elektron tê şandin bo fotosîstema I. Klorofîla a ya fotosîstema II, li dewsa wê elektronê, ji hilweşîna avê elektronek werdigire.[14]

Navenda karlêkê ya fotosîstema II ya fotosenteza oksîjenî, ji ya fotosenteza neoksîjenî ya baktriyan cuda ye. Di navenda karlêka fotosîstema II ya fotosenteza oksîjenî de çar atomên manganazê jî cih digirin. Atomên manganezê girîng in ji bo oksandina avê (fotolîz).Di biyolojiyê de tenê fotosîstema II dikare ji avê elektron derbixe û oksîjenê jî wekî madeyek paşmamyî çêbike.[5]

Girêdanên derve

  1. ^ Postlethwait, J. H., & Hopson, J. L. (2006). Modern Biology. NY, United states: Holt Rinehart & Winston.
  2. ^ Rye, C., Wise, R., Jurukovski, V., Desaix, J., Choi, J., & Avissar, Y. (2017).Biology. Houston, Texas : OpenStax College, Rice University,
  3. ^ Gao Jinlan , Wang Hao , Yuan Qipeng , Feng Yue -Structure and Function of the Photosystem Supercomplexes- Frontiers in Plant Science, v=9,2018 [1] DOI=10.3389/fpls.2018.00357
  4. Jump up to:a b c d David L. NelsonMichael M. Cox(2013). Lehninger Principles of Biochemistry. : W. H. FREEMAN AND COMPANY • New York ISBN-13: 978-1-4641-0962-1
  5. Jump up to:a b c d Alberts, B., Johnson, A., Lewis, J., Morgan, D., Raff, M., Roberts, K., & Walter, P. (2014). Molecular Biology of the Cell (6th ed.). NY: Garland Science.
  6. ^ Caffarri S, Tibiletti T, Jennings RC, Santabarbara S. A comparison between plant photosystem I and photosystem II architecture and functioning. Curr Protein Pept Sci. 2014;15(4):296-331. doi: 10.2174/1389203715666140327102218. PMID: 24678674; PMCID: PMC4030627.
  7. Jump up to:a b c Rittner, Don, and Timothy Lee McCabe. Encyclopedia Of Biology. Facts On File, 2004.
  8. Jump up to:a b c d Losos, J., Mason, K., Johnson,G., Raven, P., & Singer, S. (2016). Biology (11th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
  9. ^ Reece, Jane B. Campbell Biology : Jane B. Reece ... [et Al.]. 9th ed., Boston, Ma, Benjamin Cummings, 2011.
  10. ^ Cullen, K. E. (2009).Encyclopedia of Life Science. Newyork: Facts On File, Inc
  11. Jump up to:a b c Simon, E. J., Dickey, J.L., Reece, J. B., & Burton, R. A. (2018).Campbell Essential Biology with Physiology (6th ed.). Newyork, United States: Pearson.
  12. Jump up to:a b c d Solomon, E., Martin, C., Martin, D., & Berg, L. (2015).Biology. Stamford: Cengage Learning.
  13. Jump up to:a b c Tymoczko, J.L., Berg, J.M. and Lubert Stryer (2015) Biochemistry, a short course. New York: W.H. Freeman & Company, A Macmillan Education Imprint.
  14. Jump up to:a b Lawrence, E. (2005). Hendersons dictionary of biology. Harlow: Pearson/Prentice Hall. ISBN 978-0-13-127384-9