Celadet Alî Bedîrxan

Me zanî ko xweseriya me, di zimanê me de ye û em bi tenê bi hînbûna xwendin û nivîsandina zimanê xwe û parastina wî, di civata miletan de, wek miletekî xweser dikarin bijîn û payedar bin.
Celadet Alî Bedîrxan (1893-1951)

2022/04/28

Badoka Henle

 


    Badoka Henle an jî badoka nefronê (bi înglîzî: loop of Henle -nephron loop) êkhateyek bi şêweyê U ye, di tûkila gurçikê de ji kotahiya lûleka badayî ya nêzikî dest pê dike, heta destpêka lûleka badayî ya dûrî dirêj dibe.

Lûleka nefronê (lûleka gurçikê) ji sê beşên serekî pêk tê.

1. Lûleka badayî ya nêzikî (bi înglîzî: proximal convoluted tubule)

2. Badoka Henle,

3. Lûleka badayî ya durî (bi înglîzî: distal convoluted tubule)

Li gor dirêjiya badoka Henle du cor nefron heye. Giloka mûlûleyan a hin nefronan li nezîkê beşa derve ya tûkila gurçikê de cih digire, nefronên wisa, wekî nefronên tûkilî (bi înglîzî: cortical nephrons) tên navkirin.% 85 ê nefronên gurçikê ji nefronên tûkilî pêk tê. Badoka Henle ya nefronên tûkilî kurt e û dirêjiya wan a di nav kiroka gurçikê de hindik e.

Badoka Henle ya % 15 yê nefronên gurçikan dirêj e. Ji van nefronan re tê gotin nefronên kêleka kirokê (bi înglîzî: juxtamedullary nephrones). Giloka mûlûleyan a nefrona kêleka kirokê li aliyê jêrê tûkilê, li nêzîkî kiroka gurçikê de cih digire.

Pêkhateya badoka Henle

Du milên badoka Henle heye, milê dakêşayî (bi înglîzî: descending limb) ji tûkilê ber bi kiroka gurçikê dirêj dibe. Milê hilkêşayî (bi înglîzî: ascending limb ) yê badoka Henle jî ji kirokê dîsa dirêjê tûkilê dibe. Beşa destpêkê ya milê dakêşayî yê badokê piçek stûr e û wekî milê dakêşayî yê stûr tê navkirin. Tîreya milê dakêşayî di nav tûkilê de kêm dibe û wekî milê dakêşayî yê zirav tê navkirin. Milê hilkêşayî bi beşa zirav dest pê dike û di nav tûkilê de coga lûlekê hê firehtir dibe. Ev beşên milê hilkêşayî jî wekî milê hilkêşayî yê zirav û milê hilkêşayî yê stûr tên navkirin.

Milê dakêşayî yê stûr ji rûkeşexaneyên şeşpalû yên sade (bi înglîzî:simple cuboidal epithelium), milê dakêşayî yê zirav jî ji rûkeşexaneyên pehn ên sade(bi înglîzî: simple squamous epithelium) pêk tê. Rûkeşexaneyên şeşpalû yê milê dakêşayî yê stûr ji bo firehtirkirina rûyê coga lûlekê, gellek wirdememîle (bi înglîzî: microvillus) lixwe digirin.

Di navpoşê milê hilkêşayî yê zirav de rûkeşexaneyên pêhn ên sade û navpoşê milê hilkêşayî yê stûr de rûkeşexaneyên şeşpalû cih digirin. Di ser rûyê rûkeşexaneyên şeşpalû yê milê hilkêşayî de wirdememîle tune.

Erkê badoka Henle

Badoka Henle dubaremijîna av û sodyum klorur (NaCl ) a nav şijûyê rêk dixe.

Milê dakêşayî ya Badoka Henle (descending limb of the loop of Henle)

Dubaremijîna avê di nav badoka Henle ya dakêşayî de didome. Li vir cogên avê yên bi navê akuaporîn (aquaporin) derbasbûna avê hêsantir dikin. Ji bo derbasbûna xwê û madeyên tîwawe yê din bi têra xwe cog tune. Ji ber kêmbûna avê, xestiya şijûyê di nav badoka Henle ya dakêşî de zêde dibe.

Milê hilkêşayî ya badoka Henle (ascending limb of the loop of Henle)

Milê hilkêşayî ji kirokê ber bi tûkila gurçikê dirêj dibe û bi lûleka badayî ya dûrî ve yek dibe.

Berevajiyê badoka dakêşayî, milê hilkêşayî ya badoka Henle cogên iyonan lixwe digire, lê cogên avê lixwe nagire. Ango ev beşa badokê rê nade derbasbûna ava nav şijûyê. Di badoka hilkêşayî ya Henle de NaCl ji cogan derbasê nav şileya navbera xaneyan dibe. Di beşa stûr a milê hêlkêşayî de sodyum bi veguhaztina çalak, Klor(Cl-) bi veguhastina neçalak derbasê şileya navbera xaneyan dibe. Ji ber kêmbûna xwêyê û mayîna avê, şijûya xestî ya nav lûlekê, hê rohntir dibe.

* Ev xebat li ser wîkîpediyaya kurdî jî hat zêdekirin

https://ku.wikipedia.org/wiki/Badoka_Henle

2022/04/20

Qepsûla Bowman



Qepsûla Bowman an jî qepsûla glomerulê (bi înglîzî: Bowman's capsule / glomerular capsule)

Nefron bi eslê xwe ji lûlekek pêk tê. Serê lûleka nefronê (lûleka gûrçikê) girtî ye (kor e) kotahiya lûleka nefronê jî bi coga berhevkirinê ve girêdayî ye. Serê kor bi şêweyê kovik an jî bi şeweyê fîncanê ye, glomerulê dipêçîne û wekî qepsûla Bowman tê navkirin.

Ev pêkhate cara pêşîn di sala 1841ê de ji aliyê zanyarê Înglîz William Bowman ve hatiye keşfkirin loma ev pêkhate bi paşnavê vî zanyarê hatiye navkirin. Lê hin caran li dewsa Qepsûla Bowman, peyva “qepsûla glomerulê” jî tê bikaranîn.

Qepsûla Bowman û glomerul bi hev re wekî “tenolkeyê gurçikê” tên navkirin. Tenolke di tûkila gurçikê de cih digirin. Şileya ji glomerulê hatiye parzûnkirin, diherrike nav qepsûla Bowman. Şileya parzûnbûyê ji qepsûla Bowman ber bi lûleka badayî ya nêzîkî ve tê arastekirin.

Qepsûla Bowman ji du çînan (tebaqe) pêk tê. Çîna  navî (bi înglîzî: visceral layer) û çîna derveyî (bi înglîzî: parietal layer)

Çîna navî glomerulê dipêçe û rasterast li ser giloka mûlûleyan de dirêj dibe. Çîna navî ji xaneyên taybet ên bi navê podosît (bi latînî: podocytes), çîna derveyî jî ji rûkeşexaneyên pehn ên sade (bi înglîzî: simple squamous epithelium) pêk tê. Di navbera herdu çînan de valahiya qepsûlê heye. Her ko xwîn di giloka mûlûleyan de derbas dibe, madeyên tîwawe û ava nav xwînê ji giloka mûlûleyan tên parzûnkirin û derbasê valahiya qepsûlê dibin. Tu erkê çîna derve bi parzûnkirina plazmayê nîn e.

Xaneyên podosît ên çîna navî niçikên dirêj lixwe digirin. Ji niçikên podosîtan re pedîsel tê gotin (pedicellus= piyê biçûk). Pedîsel derdora mûlûleyên gilokê dipêçînin bo destek bidin diwarê mûlûleyan, lê tevahiya mûleyên xwînê bi pedîselan dapoşî nîn e. Di navbera pedîselan de qelîştokên zirav hene û wekî gelîştokên parzûnkirinê tên navkirin. Madeyen nav plazmaya xwînê di qelîştokên parzûnkirinê de derbasê valahiya qepsûle dibin. Herwisa mûlûleyên gilokê jî kunikdar in, ango ji bo parzûnkirina madeyan li ser mûlûleyên gilokê de kunik (bi înglîzî: pore) hene. Qelîştokên parzûnkirinê yên podosîtan û kunikên mûlûleyên gilokê wekî perdeya parzûnkirinê ya giloka mûlûleyan tê navkirin.

Mezinahiya qelîştokên parzûnkirini rê li ber parzûnbûna molekulên gir û xaneyên xwînê digire. Wekî mînak proteîna albumîn û xaneyên xwînê yên xiroka sor û perikên xwînê, nayên parzûnkirin. Molekulên hûrik ên wekî av, xwê, glukoz, asîdên amînî, ure, vîtamîn û hvd bi hêsanî tên parzûnkirin.

Bi parzûnkirina xwînê, hinek ji şileya plazmayê xwînê, ji perdeya parzûnkirinê derbasê nav qepsûla Bowman dibe. Şileya parzûnbûyî êdî wekî şijû (bi înglîsî: flitrate) tê navkirin. Şijuya nav valahiya Qepsula Bowman, hê nebûye mîz û dişibe plazmaya xwînê. Lê divi di nav şijuya plazmaya mirovek tendirust de proteînên gir û xirokên sor tune bin.

 

2022/04/17

Glomerul - Giloka mûlûleyan

 


Glomerul an jî giloka mûlûleyan (bi latînî: glomerulus) tora mûlûleyên bi şêweya gilokê ye, di beşa tenolkeyê gurçikê (bi latînî: renal corpuscle) de ji aliyê qepsûla Bowman ve pêçayî ye.

--Pêkhateya glomerulê--
Her wekî ji navê wê jî diyar e, giloka mûlûleyan ji koma mûlûleyên xwînê yên bi qepsûla Bowman dorpêçî pêk tê.
Giloka mûlûleyan (glomerul) di navbera xwînberokan de cih digire. Xwîna ji dil tê bi xwînberoka hatî digihîje glomerulê. Xwîn bi navbenkariya xwînberoka derketî ji glomerulê tê dûrxistin. Ango herdu lûleyên glomerulê jî ji xwînberokan pêk tê. Mûlûleyên glomerulê ji xwînberoka hatî şax didin. Xînberoka hatî di nav qepsûla Bowman de dabeş dibe û şax dide bo 4-5 mûlûleyan. Ev mûlûleyan jî şax didin bo pirtir mûlûleyên biçûktir. Bi badokên mûlûleyan, giloka mûlûleyan ango glomerul peyda dibe. Di navbera badokên mûlûleyên gilokê de bi navbeynkariya mûlûleyên hê biçûktir girêdanên nû tên avakirin, bi vî awayê glomerul dişibe torek ji mûlûleyên xwînê.
Mûlûleyên glomerulê ji çînek xaneyên rûkeş (bi înglîzî: epithelial cells) pêk tên. Rûkeşexane (xaneyên rûkeş) li perdeya binçîne (bi îngîzî: basement membrane) ve girêdayî ne. Di navbera xaneyên rûkeş de gellek kunikên parzûnkirinê (bi înglîzî: filtration pores) hene. Tîreya her kunek bi qasî 0.1 µ e. Erkê parzûnkirinê ya glomerulê ji aliyê van kunikên parzûnkirinê ve tê dabînkirin. Çîna navî (bi înglîzî: visceral layer) ya qepsûla Bowman rasterast li ser mûlûleyên glomerulê de dirêj dibe. Çîna navî ji xaneyên taybet ên bi navê podosît( bi latînî: podocytes) pêk tê. Xaneyên podosît ên çîna navî niçikên dirêj lixwe digirin. Ji niçikên podosîtan re pedîsel tê gotin (pedicellus= piyê biçûk). Pedîsel derdora mûlûleyên glomerulê dipêçînin bo destek bidin diwarê mûlûleyan, lê pedîsel her derê mûlûleyan dapoş nakin. Di navbera pedîselan de qelîştokên zirav hene û wekî gelîştokên parzûnkirinê tên navkirin. Madeyen nav plazmaya xwînê di qelîştokên parzûnkirinê de derbasê valahiya qepsûle dibin. Li gor vê esasê, dema xwîna nav glomerulê tê parzûnkirin, madeyên parzûnbûyî ji sê pêkhateyan derbas dibin; ji kunikên xaneyên rûkêş, ji perdeya binçîne û ji qelîştokên parzûnkirinê.
Xwîna di nav mûlûleyên glomerulê de maye û nehatiye parzûnkirin, bi navbeynkariya xwînberoka derketî, tenolkeyê gurçikê diterikîne. Xwînberoka derketî ji yekbûna mûlûleyên glomerulê peyda dibe.
--Erkê glomerulê--
Erkê sereke yê glomerulê parzûnkirina plazmaya xwînê ye. Glomerul mîna amarekî bêjingê ye. Çawa ko tiştên hûrik di bêjingê de derbas dibin û yên gir li ser bêjingê de dimîne, herwisa madeyên hûrik ên nav plazmaya xwînê jî di glomerulê de derbas dibin lê proteînên gir û xaneyên xwînê derbas nabin.
Tîreya xwînberoka derketî ji ya xwînberoka hatî kêmtir e. Ango xwînberoka derketî ziravtir e. Tengbûna xwînberoka derketî dibe sedema zêdebûna pestoya xwîna nav mûlûleyên glomerulê. Bilindbûna pestoya xwînê parzûnkirina li giloka mûlûleyan hêsantir dike. Pestoya xwîna xwînberoka hatî, zorê dide plazmaya xwîna nav glomerulê û %20ê plazmaya xwînê bi parzûnkirinê derbasê nav qepsûla Bowman dibe. Pestoya bilind a xwîna nav glomerulê, rê dide hin madeyên nav plazmaya xwînê werin parzûnkirin û derbasî qepsûla Bowman bibin. Xaneyên xwînê, perikên xwînê, proteîn û hin madeyên din ên gir, ji kunikên mulûleyan derbas nabin loma di nav xwînê de dimînin. Av û tîwaweyên hûrik ên wekî glukoz, asîdên amînê, sodyum, ure vîtamîn,xwê û hvd tên parzûnkirin.
--Hokarên bandor dikin li ser parzûnkirina li glomerulê --
1. Xwînberoka hatî ,li gor xwînberoka derketî xwediyê tîreyek mezintir e loma xwîna xwînberoka hatî bi pestoyek bilind dikeve nav giloka mûlûleyan. Pestoya bilind ji giloka mûlûleyan parzunkirina madeyan hêsantir dike.
2. Hebûna kunikan li ser dîwarê mûlûleyên glomerulê rê dide hinek plazma û madeyên nav plazmayê werin parzûnkirin.
3. Qelîştokên parzûnkirinê yên navbera pedîselan, rê dide madeyên parzûnbûyî bi hêsanî derbasê valahiya qepsûlê bibin.
4. Mûlûleyên badayî yên glomerulê ji bo parzûnkirinê rûyê fireh dabîn dikin.
*Ev xebat li ser wîkîpediyaya kurdî jî hat zêdekirin.













2022/04/07

Gurçik

     Gurçik (bi înglîzî: kidney) endamên serekî yên koendama deravêtinê ya mirov û ajalên birrbirredar e.

Li gel erkê deravêtinê, gurçik hormon berhem dike, hevsengiya ava laş, hevsengiya ozmosa laş, hevsengiya iyonên xwînê û rêkxistina asta pH ya laş dabîn dike. Cotek gurçik li aliyê paşî yê zikekelênê de li jêrê navpencikê de li herdu aliyên birrbirreya piştê de cih digirin. Di laşê mirov de gurçika aliyê rastê ji ber şeweya kezebê, ji gurçika aliyê çepê bi qasî 2 cm nizimtir e.Gurçik ji asta birrbirreya 12mîn a sîngê heta birrbirreya 3yemîn a kêlekê dirêj dibin.
--Şêwe û pêkhateya gurçikan--
Gurçik bi şêweyê fasûlî û bi rengê sor a qehweyî ne. Qebareya gurçikek mirov bi qasî kulma mirov e. Giraniya gurçikek mirov bi qasî 100 gram e. Dirêjiya gurçikê biqasî 12 cm, panî (firehî) ya wê bi qasî 6.5 cm û stûriya wê jî 2.5 cm e.
Beşên jor û jêr ên gurçikê wekî cemser tên navkirin. Li ser cemsera jorê ya her gurçikek de rijênek adrenal cih digire. Rijênê adrenal endamên koendama mîzê nîn in, lê bi berhemkirin û derdana hormona aldosteronê, gurçikan han dikin bo dubare mijîna sodyumê.
Beşa gurçikê ya li aliyê birrbirreyê rûçal (bi înglîzî: concave) e û wekî hîlum (bi latînî: hilum) tê navkirin. Beşa rûçal a herdu gurçikan rûbirûyê hev de cih digirin. Lûleyên xwînê, lûleyên lîmfe, demar û borriya mîzê bi rêya hîlumê derbasê gurçikê dibin an jî ji gurçikê der dikevin.
Gurçik bi qaşilê gurçikê dapoşrav e. Qaşilê gurçikê qaşilek zexm e û ji bestereşaneya rîşalî pêk tê.Qaşilê gurçikê bi çînek çewrî dapoşrav e. Çewrî mîna balîfek gurçikan dipêçin û wan ji darbeyên hawirdorê diparêzin.
Birgeha dirêjkî ya gurçika mirov li aliyê derve ji tûkila gurçikê (bi înglîzî: renal cortex), li aliyê navî ji kiroka gurçikê (bi înglîzî: renal medulla) pêk tê. Gurzên lûlek û mûlûeyên gurçikê di herdu beşên gurçikêde cih digirin. Tûkila gurçikê ji ber mûlûleyên xwînê, danikî ye û bi rengê sorê qehweyî xuya dibe. Kiroka gurçikê ji ber hebûna lûlek û mûlleyan, xêzikî xuya dibe.
Nefron yekeya parzûnkirinê ya gurçikan e û pêkhateyek lûlekî (bi înglîzî:tubule)ye. Nefron ji tûkilê dadikêşin nav kiroka gurçikê û ji kirokê jî dîsa hildikêşin nav tûkila gurçikê. Di her gurçikek mirov de bi qasî mîlyonek nefron û gellek cogên berhevkirinê hene. Dirêjiya lûlek û cogên nav gurçikê bi qasî 80 km ye.
Ji tûkilê ber bi kiroka gurçikê, stûnên gurçikê (bi înglîzî: renal columns ) dirêj dibin. Stûnên gurçikê ji bestereşaneyê pêk tê, di navbera qoçekên gurçikan de dirêj dibin û qoçekên gurçikê ji hev cihê dikin.Kirok ji 8 heta 15 qoçekên gurçikê(bi înglîzî: renal pyramid) pêk tê. Stûnên gurçikê, cihê girêdan û destekê ye ji bo lûleyên xwînê yên ji tûkilê derbas dibin. Gurçik ji aliyê stûnên gurçikan ve dabeşê 6 heta 8 pilan dibe.
Li serê qoçekên gurçikê de goçkeyên gurçikê (bi latînî: renal papilla) hene, mîza di nav gurçik de çedibe, bi navbeynkariya cogên berhevkirinê, ji goçkeyên gurçikê derbasê hewza gurçikê (bi înglîzî: renal pelvis) dibe. Hewza gurçikê pêkhateyek bi şeweyê kovik e û bi borriya mîzê ve girêdayî ye.
--Gîhandina xwînê di gurçikan de--
Di her dillêdanekê de %25ê xwîna ji dil hatiye pompekirin, bo gurçikan tê şandin. Xwîn di nav gurçikan de di nav tora lûleyên xwînê de diherrike.
1. Xwîna nav xwînbera sereke (şaxwînber) bi nabeynkariya xwînbera gurçikê derbasî nav gurçikê dibe.
2. Xwînbera gurçikê şax dide bo xwînberên pila (lobe) gurçikê, bi vî awayê xwîn digihîje qoçekên gurçikê. Ji xwînberên pila gurçikê, xwînberên hê ziravtir ber bi navbera qoçekan dirêj dibin, ji vana re tê gotin xwînberên navbera pilan.
3. Xwînberên navbera pilan xwînê digihîjinin tûkilê gurçikê. Li tûkil, xwînber he pirtir şax didin û dibin xwînberoka hatî, xwînberoka derketî û mûlûleyên xwînê. Xwînberoka hatî xwînê digihîjinê gloka mûllûleyan (glomerulus), xwînberoka derketî jî xwînê ji gloka mûlûleyan dûr dixe.
4.Xwîna parzûnbûyî bi navbeynkariya xwînberokên derketî ji giloka mûlûleyan ber bi xwînhênerên navbera pilan. ji wir jî derbas dibe nav xwînhênerên pila. Xwînhênerên pilan jî digihîjin hev û wekî xwînhênera gurçikê ji gurçikê derdikevin, bi vî awayê xwîna parzûnbûyê tevlê xwînhênera sereke ya jêrîn dibe.
--Erkên Gurçikan--
Karê serekî yên gurçikan rêkxistina şileya derveyê xaneyan (plazma û şileya navber) e. Hevsengiya şileya hawirdora navî bi çêkirina mîzê tê dabînkirin.
Gûrçik gava mîzê ji xwînê parzûn dike;
1. Qebareya plazmayê û pestoya xwînê,
2. Xestiya paşmayiyên nav plazmayê,
3. Xestiya iyonên wekî sodyum, potasyum û bîkarbonata nav plazmayê,
4. Asta pH ya plazmayê
jî rêk dixe
1. Erkên bo hevsengiya navekî
Dabînkirina hevsengiya navekî karê serekî yê gurçikan e. Hevsengiya navekî bi çêbûna mîzê rû dide. Bi çêbûna mîzê gurçik hin çalakiyan laş rêk dixe, bi vî awayê hevsengiya nevekî dabîn dike.
A. Deravêtina madeyên paşmayî
Ji ber zîndeçalakiyan di laş de madeyên paşmayî an jî madeyên bêkêr peyda dibe evan madeyan ji aliyê gurçikan ve ji laş tê deravêtin.
Hin paşmayîyên tên deravêtinê;
a. ure (paşmayiya metabolîzmaya asîdên amînî)
b. Asîda ureyî (paşmayîya metabolîzmaya asîdên nukleyî)
c. Kreatîn (paşmayîya metabolîzmaya masûlkeyan)
d. Bilîrûbîn (paşmayîya hilweşîna hemoglobînê)
e. Paşmayîyên ji metabolîzmaya madeyên din.
Gurçik li gel van madeyan madeyên kîmyayî yên zîyanbexş ên wekî jehr, derman, metalên giran û hvd jî derdavêje.
B. Dabînkirina hevsengiya avê.
Gava av di laş de zêde be, gurçik avê di nav mîzê de an jî bi xwêdanê ji laş dûr dixe. Lê heke di laş de av kêm bibe, rê li ber deravêtina avê digire, avê di laş de dihêle. Bi vî awayê hevsengiya navekî ya avê dabîn dike. Hevsengiya avê bi navbeynkariya hormona dijemîztîn tê dabînkirin. Gava di laş de asta avê kêm be, ji hîpofîzê derdana hormona dijemîztin (bi înglîzî: antidiuretic hormone) (ADH) ) zêdetir dibe. ADH bi navbeynkariya xwînê digihîje gurçikan. ADH di gurçikan de dubare mijina avê dide zêdekirin. Ji lûlekên nefronan û ji cogên berhevkirinê, av ji mîzê cihê dibe, tevlê xwînê dibê. Bi vî awayê rê li ber kêmbûna ava laş tê girtin. Mîza kêmav a bi xestiyek bilind û bi rengê zerê tarî ji laş tê deravêtin. Lê heke di laş de asta avê bilind be, derdana ADH tê kêmkirin. Dubare mijîna avê tê kêmkirin, ava zêde di nav mîza rohn a bi rengê zerê vekirî ji laş tê deravêtin.
C. Dabînkirina hevsengiya elektrolîdan
Heke xestiya osmozî ya ava laş kêm bibe, gurçik sodyumê di laş de digire, lê heke xestiya osmozî ya ava laş zêde bibe vê gavê gurçik sodyumê ji laş davêje.
D. Dabînkirina hevsengiya pH yê
pH ya xwînê dive li derdora 7.4 be û pir neguhere. Di laş de ji ber zîndeçalakiyan, asîdî ya hawirdora navî zêde dibe. Gurçik û pişik rê li ber zêdebûna asîdiya laş digirin.
Îyonên bîkarbonat (HCO 3 −) û îyonên hîdrojenê(H +) kar dikin bo dabînkirina hevsengiya pH ya xwînê. Heke asîdiya xwînê bilind bibe, ango pH ya xwînê ji 7.4ê nizimtir bibe, ji lûlekên nefronan dubare mijîna îonên bîkarbonatê zêde dibe, îyonên hîdrojenê bi derdanê ji xwînê ber bi lûlekên nefronan tê avêtin û di nav mîzê de ji laş tê dûrxistin bi vî awayê asîdiya xwînê kêm dibe, pH ya xwînê ber 7.4ê bilind dibe. Na heke pH ya xwînê ji 7.4ê bilintir bibe, vê gavê dubare mijîna iyonên bîkarbonatê tê kêmkirin, iyonên bîkarbonatê tevlê mîzê ji laş tê deravêtin. Herwisa derdana iyonên hîdrojenê jî tê kêmkirin. Ev rewş dibe sedema kêmbûna alkalîbûna xwînê û pH ya xwînê ber bi 7.4 ê dadikeve.
2. Erkê çêkirina xwînê
Gurçik hormona eritropoietîn (bi latînî: erythropoietin) der dide, ev hormon çêbûna xirokên sor han dide. Herwisa gurçik hormona trombopoietîn (bi latînî: thrombopoietin) jî der dide bo berhemkirina perikên xwînê.
3. Erkê derdanê
Gurçik gellek hormon der dide. Hormonên gurçikê;
Eritropoietîn (erythropoietin): Bo berhemkirina xirokên sor
Trombopoietîn(thrombopoietin): Bo berhemkirina perikên xwînê
Renîn (renin): Hormona renîn hin caran wekî enzîm jî tê navkirin. Renîn bo bilindkirina pestoya xwînê kar dike.
Kalsîtrîol (calcitriol): Bo zêdekirina rêjeya kalsiyuma xwînê.
Prostaglandîn (prostaglandins): bo zêdekirina deravêtina xwêyê. Bandor li çalakiya renîn û erîtropoîetînê dike.
--Gavên çêbûna mîzê di gurçikan de--
Mîz ji pêkhateyên nav xwînê, di nefronên gurçikan de çêdibe. Pêvajoya çêbûna mîzê bi sê qonaxan rû dide: parzûnkirin, dubare mijîn û derdan.
1. Parzûnkirin (bi înglîzî: filtration):
Xwîn di nefronên gurçikan de tê parzûnkirin. Ji bilî xaneyên xwînê û proteînên plazmayê, pirraniya pêkhateyên plazmaya xwînê, ji mûlûleyên xwînê derbasî nav lûlekên nefronan dibe.
2. Dubare mijîn (bi înglîzî: reabsorption)
Dubare mijîn, tevgera bijartî ya madeyên bikêr ên nav lûlekên nefronan e. Glukoz, asîdên amînî, hin cor iyon û av bi dubare mijînê ji lûlekên nefronan derbasî nav şileya derveyî, ji wir jî dikeve nav mûlûleyên xwînê yên derdora lûlekên nefronan. Madeyên bêkêr an jî ziyanbexş di lûlekên nefronan de dimînin û ber bi cogên berhevkirinê diherrikin. Dubare mijîn bi guhaztina çalak an jî bi guhaztina neçalak rû dide.
3. Derdan(bi înglîzî: secretion):
Derdan, tevgera madeyan a ji xwînê ber bi şileya derveyî (bi înglîzî: extracellular fluid)ye. Madeyên hatine derdan ji şileya derveyî derbasî lûlekên nefronan dibin. Bi gelemperî madeyên jehrî bi derdanê ji xwînê tên dûrxistin.
--Nexweşiyên gurçikê--
Nexweşiya şekir, xwîna bi pestoya bilind, girêkên li gurçikê, hin derman, kulbûna nefronan an jî xwîna bi pestoya nizm û zanyariya bomaweyî ya mirov hin sedemên serekî ne bo nexweşiya gurçikan. Dibe ko hin caran gurçikek mirov ji kar bikeve, mirov dikare bi gurçikek sax jî bijî.
Kevirê gurçikan
Ji ber hin cor xurek, kêm av vexwarin, qelewî û zanyariyên bomaweyî, li mirov de egera tûşbûna nexweşiya kevirên gurçikê rû dide. Îyonên nav mîzê yekdigirin, pêkhateyak bi şeweyê krîstalî peyda dibe, ji vê pakhateyê re tê gotin kevirê gurçikê(bi înglîzî: kidney stone). Bi gelemperî di hewza gurçikan de ji ber zêdebûna xestiyê, hin xwêyên nav mîzê telp dibin û wekî kevirên hurik di hewzê gurçikê de an jî di borriya mîzê de berhev dibin. Kevirên gurçikê bi gelemperî ji kalsiyum okzalat an jî asîda ureyî pêk tên.Qebareya kevirên gurçikê guharbar e.
Diyalîza gurçikan
Hin caran li mirov de sistîya gurçikan an jî têkçûna gurçikan rû dide. Di rewşek wisa da gurçik têra xwe karê paqijkirina xwînê û dabînkirina hevsengiya navekî nake. Ji bo mîrovên bi vê nexweşiyê, li dewsa gurçikên mirov, gurçikek destkar tê bikaranîn. Ev rewş wekî diyalîz, hemodiyalîz an jî diyalîza gurçkê tê navkirin. Xwîna mirovê nexweş li derveyê laş di makîneya diyalîzê de tê parzûnkirin û paqijkirin.
Makîneya diyalîza gurçikê bi eslê xwe gurçikek destkarî e. Madeyên paşmayî û yên bêkêr di makîneya diyalîzê de ji xwînê tên cihê kirin. Herwisa heke di xwînê de kêmasiya hin madeyan hebe, madeyên pêwîst jî dîsa di makîneya dîyalîzê de tevlê xwînê dibin. Bi vî awayê xwîna paqij a bi pH ya guncav ji makîneya diyalîzê vedigere nav laşê nexweşê.
Mirovên nexweş bi gelemperî hefteyek de sê car bi diyalîza gurçikan xwîna xwe dide paqijkirin. Lê ji bo hin nexweşan, pêdiviya diyalîzê rojê carek e.
Çandiniya gurçik ji bexşerê tendurist
Hin caran li herdu gurçikên mirov jî têkşikestin rû dide. Di rewşek wisa da çareseriya herî baş çandiniya gurçik e. Ji mirovek tendurist û guncav gurçikek tê girtin û wekî gurçika sêyem di laşê nexweşê gurçikê de tê çandin. Ji bo çandinek serkeftî, divê zanyariyên bomaweyî (genetîk) yê bexşînerê gurçik û yê gurçikwergir li hev werin, an na lihevnehatina şaneyan rû dide. Bi gelemperî gurçikên endamên heman malbatê li aliyê bomaweyî de hê pirtir dişîbin hev, loma şaneyên gurçika bexşîner û şaneyên gurçikwergir ên heman malbatê jî hê pirtir lihevhati ne.

* Ev xebat li ser wîkîpediyaya kurdî jî hat zêdekirin




2022/03/28

Mîz


 Mîz (bi înglîzî: urine) şilemenîyek laş e ji aliyê gurçikan ve ji plazmaya xwînê tê berhemkirin, di mîzdankê de tê embarkirin û bi mîzerê ji laş tê avêtin.

Di gurçikan de mîz ji plazmaya xwînê bi sê gavên serekî tê cihêkirin; parzûnkirin, dubaremijîn û derdan. Çêbûna mîzê di nefronên gûrçikan de bi parzûnkirina plazmaya xwînê dest pê dike. Her ko şilemenî di nefronan de derbas dibe, hinek av û molekulên kêrhatî ji nefronan dubare tên mijîn û derbasî nav xwînê dibin, paşmayî û madeyên bêkêr di nefronan de dimîne. Di heman demê de hin paşmayîyên nav palzmaya xwînê yên nehatine parzûnkirin, bi derdanê derbasî nav nefronan dibin. Bi vî awayê mîz peyda dibe. Ango çavkaniya mîzê xwîna mirov e. Mîz ji gurçikan derbasî mîzdankê dibe û li wir tê embarkirin. Dema mîzkirinê, mîz ji mîzdankê ber bi mîzerê diherike, mîz ji mîzerêyê ji laş tê deravêtin.
--Pêkhateya mîzê--
Mîz şilemeniyek avî ye. Av, paşmayîyên nîtrojenî, xwêyên zêdeyî û madeyên bêkêr pêkhateyên serekî yên mîzê ne.
% 96ê mîzê ji avê, % 2.5 ji paşmayîyên nîtrojenî, % 1.5ê mîzê ji xwêyan pêk tê.
Taybetmendî û pêkhateya mîzê guherbar e, li gor mêjara vexwarina avê, germahiya hawirdorê, cora xurekên hatine xwarin û çalakiya laş rêjeya pêkhateyên nav mîzê diguhere. Wekî minak; rojên ko mirov karên giran dike û gellek xwêdan dide, rengê mîza mirov ji rengê zer a vekirî diguhere bo zer a tarî û ji mîza mirov piçek zêdetir bêhn ra dibe.
Qebareya mîza di rojek de tê berhemkirin, guherbar e. Li gor mêjera vexwarina avê û madeyên tîwawe yên nav ava mîzê, qebare û xestiya mîzê jî diguhere.
Mirovek tendurist rojê 1 heta 2 lître mîz bi mîzkirinê ji laş davêje. Ji bo dûrxistina paşmayîyên ziyanbexş, divê gurçik rojê herî kêm nîv lître mîz berhem bike û ji laş dûr bixe.
Paşmayiyên ji tekşikestina xirokên sor, bandor li ser rengê mîzê dikin. Xirokên sor proteîna hemoglobînê lixwe digirin. Her hemoglobînek jî çar komeleyên hem lixwe digire. Komeleyên hem di kezebê de tên guhertin û ji bo berhemanîna zeravê tên bikaranîn. Mîza asayî rengê xwe ji zeravê digire, lê hin derman, vîtamîn an jî hin cor xurek jî bandor li ser rengê mîzê dikin.
Heke mirov ji bo demek vexwarina avê kêm bike, qebareya miza mirov jî kêm dibe, mîz xest(tîr) û zer dibe, lê heke mirov di demek kurt de mêjarek zêde av vebixwe, vê gavê qebareya mîza mirov zêde,dibe, mîz ron û bêrenk dibe. Koendama mîzê bo rêkxistina hevsengiya osmozî çevderiya mêjera av û tîwaweyên nav şilemeniya laş dike. Heke di laş de av zêde be, ava zêdeyî bi navbeynkariya gurçikan ji xwînê tê parzûnkirin û di nav mîza ron û bêrenk de ji laş tê avêtin. Herwisa heke di nav xwînê de mêjera tîwaweyên wekî îyonên sodyum, potasyum hvd zêde be, vê gavê evan îyon û xwêyan di nav mîza tîr û zer de tên avêtin.
Çêbûna mîzê ji bo paqijkirana xwînê ye. Mîz şilemenîyek asîdî ya bi pH ya 4.5 heta 8 e. Ji ber zîndeçalakiyên laş gellek asîd peyda dibe. Lê pH ya asayî ya xwîna mirov 7.4 e û divê di xwînê de pH neguhere. Bi gelemperî îyonên hîdrojenê (H +) dibin sedema zêdebûna asîdîya hawirdorê. Gurçik bi du rêkan rê li ber guherîna pH ya xwînê digire. Gurçik ji bo kêmkirina pHa xwînê, iyonên bîkarbonatê (HCO 3– ) ji şilemeniya mîzê dubare dimijîne nav xwînê. An jî Îyonên hîdrojenê yên nav xwînê der dide nav şileya mîzê û ji laş dûr dixe.
--Testa mîzê--
Mîza asayî ya mirovek tendurist xwediyê hin taybetmendiyan e, guherîna van taybetmendiyan dibe ko nîşana hin nexweşiyan be. Loma gava pirsgirekên tendrustiyê li mirov peyda dibe, doktor bi testa mîzê hewl didin ko ji laşê nexweşê hê pirtir agahî bistînin.
% 95ê qebareya mîza asayî ji avê pêk tê. Mîza asayî bi rengê zerê vekirî an jî bêreng e, bêbêhn e. pH ya mîza asayî di navbera 4.5 û 8 de ye. Di mîza asayî de xirokên sor cih nagire, hejmara xirokên sipî pir hindik e. Mîza asayî proteîn û glukoz lixwe nagire, an jî bi mêjerek hindik lixwe digire. Di pêkhateya mîza asayî de keton û nîtrît cih nagirin. Herwisa mîza asayî madeyên wekî ure, klor, sodyum, potasyum, kreatîn û hin madeyên din lixwe digire û asta rêjeya heryekê van madeyan jî ji bo mirovê tendirust dîyar e.
Divê di mîza mirovê tendurist da xaneyên xwînê hema qet tune bin. Di mîzê de hebûna xirokên sor nîşana kulbûna nefronan e. Herwisa divê di mîzê de hejmara xirokên spî jî gellek kêm be, di nav mîzê de hejmara zêde ya xirokên spî nîşana hebûna birîn û kûlbûniyên coga mîzê, stûyê malzarokê an jî zêyê ye.
Di nav mîzê de hebûna belûrên(krîstal) kalsiyumê, magnezyumê û yên amonyumê tiştek asayî ye. Lê heke belûrên sîstîn( cystine) û tîrozînê ( tyrosine) di mîzê de were dîtin, dibe ko ev nîşana nexweşiyên kezebê be.
Gava asta glukoza xwînê ji 180 mg/dL bilindtir dibe, di mîzê de glukoz jî tê dîtin. Di nav mîzê de hebûna glukozê dibe ko nîşana nexweşiya şekir (diyabet) be.
Di nav mîzê de bi mêjerek zêde hebûna proteînan, bi taybetî hebûna albumîn nexweşiya gurçikan destnîşan dike(--3a).
Keton paşmayî yê çewriyan e. Heke di nav mîzê de bi mêjerek zêde keton were dîtin, ev rewş dide nîşankirin ko xane ji bo destxistina enerjiya ATP yê, li dewsa glukozê asîdên çewriyê bikar tîne. Her wisa heke di laş de kêmasiya karbohîdrat û proteînan hebe, asta rêjeya ketona mîzê jî bilind dibe.
*Ev xebat li ser wîkîpediyaya kurdî jî hat zêdekirin.



2022/03/23

Paşragihandina erenî

 

    Paşragihandina erenî (bi înglîzî: positive feedback); mekanîzmayek taybet e ko bi xurtkirina bandora kartêkirê, lezandin an jî bihêztirkirina zîndeçalakiyê dabîn dike.
    Ji rijênek derdana hormon, di laş de bersîvek sirûştî peyda dike. Hin pêkhateyên vê bersîvê bi ragihandinên xwe bi awayekî rasterast an jî nerasterast bandor dikin li ser heman rijênê hormonçêker, ev rewş wekî paşragihandin tê navkirin. Di laşê zîndeweran de koendama hormonan û koendama demar, bi hev re bo çerxa paşragihandinê kar dikin. Di piraniya paşragihandinan de erkê sereke yê hormonan e. Lê di laşê mirov de hin çerxên paşaragihandinê tenê bi navbeynkariya koendama demarê rû dide. Wekî mînak; germahiya laşê mirov bi mekanîzmaya paşaragihandinê tê rêkxistin. Di rêkxistina germahiya laş de ne hormon lê koendama demar kar dikin bo dabînkirina hevsengiyê.
Du corê paşragihandinê heye; paşragihandina neyînî û paşragihandina erenî
    Paşragihandina neyînî ji bo rêkxistina hevsengiya navekî kar dike. Bi bandora paşragihandina neyînî aresteya çalakiyê diguhere. Ango heke tiştek di laş de zêde bûye, wê kêm dike, na heke kêm bûye wê zêde dike û asta wê tiştê nêzîkê xala asayî dike. Di laşê zîndeweran de piraniya zîndeçalakî bi paşragihandina neyînî tên kontrolkirin.
--Rêbaza paşragihandina erenî--
    Berevajiyê paşragihandina neyînî, paşragihandina erenî di laşê mirov de hevsengiyê rêk naxe, lêza çalakiyê kêm nake, lê bandora kartêkirê xurt dike. Ango erkê paşragihandina erenî, ne ji bo dabînkirina sabitmayina rewşa laş û hevsengiya navekî ya laş e. Di mekanîzmayên paşragihandina erenî de bandora kartêkira destpêkê gav bi gav zêde dibe, loma her ko kartêkir çalakiya xwe didomîne, di şane an jî endama armanc de bertek jî her ko diçe zêde dibe.
Paşragihandina erenî bandor li ser çalakiya destpêkirî dike, ango zîndeçalikiyê ji nûve nade destpêkirin. An berdewamiya çalakiyê dabîn dike an jî leza çalakiyê zêde dike bi vî awayê çalakiyê taw dike (bi înglîzî: to accelerate)
Di laşê zîndeweran de hejmara zindeçalakiyên ko bi navbeynkariya paşragihandina erenî rû didin, hindik in.
--Mînakên paşragihandina erenî di laşê mirov de--
Hin mînakên paşragihandina erenî di laşê mirov de:
• Di dema birîndarbûyînê de rûdana xwînmeyînê,
• Di dema zayînê (zarokanîn) de girjbûna masûlkeyên malzarokê.
• Kontrola derdana şîrê dayikê bi şîrmijîna dergûşê
• Kontrola hêkdanê bi zêdebûna rêjeya hormona êstrocênê
    Dema di laş de birindarbûn rû dide, lûleyên xwînê dipelixin an jî diqelişin. Di nav xwînê de perikên xwînê (bi latinî: platelets) heye. Perikên xwînê li derdora beşa ziyangirtî de kom dibin. Derdanên kîmyayî yên ji perikên xwînê bi paşragihandina erenî hê pirtir perikên xwînê li ser xwe kom dikin. Paşê koma perikan bi rêzeçalakiyên kîmyayî, bi meyîna xwînê, li ser birînê qalikek ava dikin û rê li ber xwînberbûnê tê girtin.
    Dema zayînê (zarokanîn) ji ber paldana serê dergûşê, li dîwarê stuyê malzarokê de pesto peyda dibe, pesto wekî kartêkirek kar dike. Wergirên li stuyê malzarokê(bi latînî: cervix) kartêkirê ber bi demaxê dişîne. Ji demax, hormona oksîtosîn (bi grekî: oxytocin) tê derdan bo girjbûna malzarokê. Girjbûna malzarokê pestoya li stuyê malzarokê zêdetir dike, pestoya stuyê malzarokê jî dîsa wergiran han dike ko ji hîpotalamusê hê pirtir oksîtosîn were berhemkirin û bi navbeynkariya hîpofîzê were derdan. Derdana oksîtosînê masûlkeyên malzarokê hê pirtir girj dike, masûlkeyên girjbûyî, dergûşê ber bi zêyê pal didin. Bi vê awayê masûlkeyên stuyê malzarokê hê pirtir vedikêşin, pestoyek hê zêdetir peyda dibe, ev pesto jî dîsa ji aliyê wergiran ve ber bi demax ve tê şandin. Ev çerx heta dawiya zayîna dergûşê didome. Piştê zayînê, kartêkir (vekêşina stuyê malzarokê) namîne, loma derdana oksîtosînê jî radiweste. Di vê mînakê de em dibînin ko paşragihandina erenî alîkarî dike bo temambûna çalakiyê, heke masûlkeyên malzarokê bi têra xwe girj nebin, zayîna dergûşê (çalakî) jî temam nabe.
    Şîrê dayikê jî bi paşragihandina erenî tê derdan. Li derdora gopika memikê de wergir hene. Gava dergûş memik dimije, wergir sinyal dişînin hîpotalamusê. Hîpotalmus, hîpofîza pêş han dike bo derdana prolaktînê, hîpofîza paş jî han dike bo derdana oksîtosînê. Ev herdu hormon bi navbeynkariya xwînê digihîje memikan. Prolaktîn berhemkirina şîr, oksîtosîn jî derdana şîr rêk dixe. Her ko şîr tê derdan, dergûş jî memikan dimije û hîpotalamusê han dike. Bi vê awayê çerxa paşragihandina erenî didome heta ko di memikan de şîr nemîne an jî dergûş dev ji mijînê berde, paşê derdana şîr diqede.
    Di qonaxa çikildanê ya çerxa mehane de ji ber hormona derpirandinê, ji hîpofîza pêş hormonên FSH û LH tê derdan. Hormona FSH û LH di hêkdankê de bandor li çikildanan dike û perisîna çikildnan dest pê dike. Ji xaneyên granuloza yên çikildanan, hormona êstrocen tê derdan. Êstrocen bi paşragihandina erenî bandor li hîpotalamusê dike ko hê pirtir ji hormona derpirandina der bide. Bi derdana hormona derpirandinê hê pirtir FSH û LH ji hîpofîzê tê derdan. Derdana FSH û LH jî dibe sedema derdana hê pirtirîn êstrocen. Ev rewş dibe sedema zêdebûna xestiya LHyê. Çerxa paşragihandina erenî heta hêkdananê didome.
*Ev xebat li ser wîkîpediyaya kurdî jî hat zêdekirin.




2022/03/16

Paşragihandina neyînî

 


    Paşragihandina neyînî (bi înglîzî: negative feedback) rêbazek hevsengiya navekî ye ko berhema dawî ya rêzeçalakiyê, rê li ber heman rêzeçalakiyê digire.
    Ji ber zîndeçalakiyên xane û şaneyên zîndwerê an jî ji ber hawîrdora derve ya zîndewerê, di hawirdora navî ya zîndewerê de kêmbûn an jî zêdebûna hin tiştan peyda dibe. Ango di hawirdora navî ya zîndewerê de asta asayî (bi înglîzî: set point) ya hin tiştan diguhere, lê divê hemû guherîn bêne sererastkirin. Ji bo hevsengiya navekî, divê zîndewer ji guherînên hawirdora derveye û hawirdora navî ya laşê xwe agahdar be. Zîndewer bi wergirên xwe ji hawirdora xwe agahî tov dike.
Zîndewer ji bo hevsengiya navekî du cor paşragihandin bi kar tînin:
paşragihandina neyînî û
paşragihandina erenî (bi înglîzî: positive feedback).
    Paşragihandina neyînî rêbaza bingehîn e bo rêkxistina hevsengiya navekî ya ajalan. Paşragihandina neyînî di kontrolkirina hevsengiya navekî de, pêvajoya guhertina aresteya kartêkirê dabîn dike. Guherînên wekî mîna pH a xwînê, asta glukoza xwînê, germahiya laş, rêjeya kalsiyuma laş û hvd bi rêbaza paşragihandina neyînî, ber bi nêzîkê xala asayî ve tên zivirîn. Heke guherîn ber bi jorê xala asayî be, paşragihandina neyînî guherînê dadixîne xala asayî. Na heke guherîn ber bi jêrê xala asayî be, vê gavê paşragihandina neyînê guherînê ber bi asta xala asayî bilind dike.
Wekî mînak, xala asayî ya glukoza xwîna mirov 90 mg/100 ml ye, heke di xwînê de ji ber hin sedeman asta glukozê ji xala asayî bilindtir bibe, ango rêjeya şekira xwînê zêde bibe, bi alîkariya hormona însulînê asata glukozê ber bi xala asayî tê nizimkirin. Ev çalakî paşragihandina neyînî ye. Herwisa heke asta glukoza xwînê ji xala asayî nizimtir bibe, vê gavê bi alîkariya hormona glukagonê asta glukoza xwînê ber bi xala asayî tê zêdekirin, ev çalakî jî paşragihandina neyînî ye.
    Pêvajoya hevsengiya navekî bi rêzeçalakiyan rû dide, dawiyê de berhemek peyda dibe. Ev berhema dawî bandor li ser gava yekem a rêzeçalakiyê dike û arasteya rêzeçalakiyê diguherîne. Ji bo rêkxistina piraniya hormonan, paşragihandina neyî tê bikaranîn. Bi vî awayê rê li ber zêdebûna asta hormonên xwînê tê girtin.
    Sê pêkhateyên serkî yên hevsengiya navekî heye: wergir, navenda kontrolê û pekhateya armanc.
    Wergir (bi înglîzî: sensor) ji guherînên hawirdora navî agahdar dibe û agahî dişîne navenda kontrolê.

    Navenda kontrolê (bi înglîzî: control center) agahiyên ji wergiran û xala asayî dide ber hev, heke di navbera agahiya wergir û xala asayî de cudahî hebe, navenda kontrolê pekhateya armanc çalak dike.

    Pêkhateya armanc (bi înglîzî: effector) xane, şane an jî endamên taybet in û guherînan bir bi xala asayî sererast dikin. Piştê sererastkirinê êdî çalakiya wergirê radiweste.
Ango hebûna paşragihandina neyînî bi dabînkirina hevsengiya navekî de diqede.
Wekî mînak, gava di laşê mirov de asta pestoya xwînê bilind dibe, wergirên hestê (pestanewergir) navenda kontrolê (demax ) ji bilindbûna pestoyê agahdar dike. Navend, şandina sînyalan bo masûlkeyan diwarê xwînberan dide sekandin. Xwînber xav dibin û fireh dibin bi vî awayê qebareya xwînberan zêde dibe, pestoya xwîna nav xwînberan kêm dibe. Gava pestoya xwînê daket asta asyî, êdî hestewergir sînyal naşînin navenda kontrolê..
*Ev xebat li ser wîkîpediyaya kurdî jî hat zêdekirin.





2022/03/13

Hevsengiya navekî

 


Hevsengiya navekî (bi latînî: homeostasis) li dij guherînên hawirdorê, çalakiyên xane û şaneyan ji bo dabînkirina rewşa asayî ya zîndewerê.

Ji bo berdewamiya jiyanê divê zîndewer pêkhateya şileya derdora xaneyên xwe rêk bixe. Divê astek asayî ya sabît ji bo pH û germahiya laşê xwe dabîn bike û nehêle guherînên zêde çêbibe. Herwisa divê di laşê zîndewerê de xestiya xurek, oksîcen û gazên din her tim bi têra xwe be.
Di nav laş de çalakiyên bo dabînkirina hawirdorek ne guherbar, wekî “hevsengiya navekî” tê navkirin. Hevsengiya navekî yek ji taybetmendiyên bingehîn ên zîndeweran e. Xane, şane, endam û koendamên zîndeweran, li dij guherînên navî û derveyî, bi çalakiyên xwe rê li ber guherinan digirin, rewşa xwe li dij guherînan sabît dihêlin.
Xane û şaneyên zîndeweran di bin şert û mercen hawirdorek sabit (neguherbar) de çalakiyên xwe hê baştir pêk tînin. Lê hawirdora zîndeweran guherbar e. Wekî mînak; di laşê mirovek tendurist de germahiya laş bi qasî 37 pile santîgrat e, pH a xwînê 7.4 e, rêjeya asayî ya glukoza xwînê 90 mg/100ml ye û hvd. Dibe ko ji ber cor û rêjeya xurekan, ji ber zîndeçalakiyên xaneyan an jî ji ber germahî û sermahiya hawirdorê hin guherîn di laşê mirov de rû bidin. Heke guherînên hawirdorê di navberek teng de bimîne, guherîn biçûk be, zîndewer dikare li ber xwe bide. Lê heke guherînên hawirdorê zêde bin, dibe ko ev guherîn bibe sedema sistbûn an jî têkçûna xane, şane û endamên zîndewerê. Loma divê zîndewer di hawirdorek guherbar de, bi çalakiyên xane û şaneyên xwe, hawirdora xwe rêk bixe bo asta asayî. Asta asayî ya hawirdorê ji bo hemû zîndeweran ne heman e. Wekî mînak; hemû zîndeçalakiyên xane û şaneyan di germahiyek taybet dê rû didin, ev germahî ji bo laşê mirov 37 pile santîgrat e. Ango ji bo germahiya laşê mirov xala asayî (bi înglîzî: set point) 37 pile santîgrat e. Dibe ko germahiya hawirdorê zêde bibe an jî kêm bibe, ango germahiya laş ji xala asayî dûr bikeve, lê laşê mirov dîsa jî hewl dide ko asta germahiya laşê xwe ber bi xala asayî bizivirîne. Bi vê awayê di germahiya havînê de û di sermahiya zivastanê de germahiya asayî ya laşê mirov li der dora 37 pile santîgratê de dimîne. Hewldana rêkxistina pileya germahiya laş, mînake ji bo hevsengiya navekî.
Hemû zîndewer bi rêkxistina hevsengiya navekî, ji bona xwe hawirdorek guncav ava dikin. Xane, şane an jî endamên mirov li dij guherînên hawirdorê bertek nîşan didin, bi vî awayê di laşê mirov de hewlên bo asayîkrina rewşa nû dest pê dike. Ji bo berdewamiya hevsengiya navekî, divê rêje û mêjera madeyên nav laş, çalakiya endam û koendamên laş, hertim ji aliyê laş ve werin rêkxistin..
Di laş de hawirdora navî ji şileya derveyê xaneyê (bi înglîzî: extracellular fluid) pêk tê. Xane di nav vê şileyê de dijîn.Qebareya şileya derveyê ya mirov bi qasî 15 litre ye. Şileya derveyê xaneyê ji plazmaya xwînê û ji şileya navbera xaneyan (bi înglîzî: interstitial fluid) pêk tê. Şileya derveyê xaneyan, xurek, iyon, hormon av û madeyên pêwist ên bo berdewamiya jiyana xaneyan lixwe digire. Şileya nav xaneyê (bi înglîzî:intracellular fluid) piraniya sîtoplazmayê pêk tîne. Ji bo berdewamiya jiyanê, divê di pêkhateya şileya nav xaneyan an jî şilaya navbera xaneyan de guherînên mezin çênebe û hawirdor hema neguherbar bimîne. Hemû guherînên nav xaneyê an jî guherînên hawirdora navî, çalakiyên bo rêkxistina hevsengiya navekî dide destpêkirin.
--Kontrola hevsengiya navekî--
Dema di hawirdora zîndewerek de guherîn çêbibe, divê ev guherîn demildest were sererastkirin û hawirdor vegere rewşa xwe ya asayî. Guherînên di hawirdora navî an jî hawirdora derveyî, wekî kartêkir (bi latînî: stimulus) tên navkirin. Kartêkir ji aliyê wergiran ve tên tespîtkirin. Wekî bersîvek ji bo wergiran, endam û koendamên mirov, guherînan ber bi xala asayî sererast dike.
Ji bo rêkxistina hevsengiya navekî, zîndewer ji her beşênlaş ve agahdarî tov dike û diguhezîne. Hevsengiya navekî bi du rêyan tê rêkxistin; bi koendama demarê û bi koendama rijênan.
Di koendama demarê de agahiyên hawirdorê bi şêweyê kartêkirên elektrîkî, bi navbeynkariya demarexaneyan ber bi demarekoendama navendî tê guhêztin. Di koendama rijênan de agahî bi navbeynkariya peyamberên kîmyayî (hormon) yên nav xwînê tê guhêztin.
Bi gelemperî, çalakiya hevsengiya navekî bi kontrolkirina pêkhateya xwînê rû dide, bi vî awayê şileya navbera xaneyan û şaneyan jî tê kontrolkirin.
Heke di laş de asta asayî ya madeyek an jî hawirdorek biguhere, wekî mînak; xala asayî ya pH a xwînê biguhere ev rewş wekî mîna kartêkir bandor li ser laş dike û hîpotalamusê ji rewşa nû agahtar dike. Hîpotalamus bi ragihandina demarî bandor li ser koendaman dike û pH a xwînê ber bi xala asayî sererast dike. Çalakiyên hevsengiya navekî li ser bingeha paşragihandina neyînî hatine sazkirin. Di laşê zîndeweran de gelemperiya hevsengiya navekî bi rêbaza paşragihandina neyînî rû dide.Paşragihandina neyînî kar dike bo kêmkirin an jî ji hole rakirina guherînên ji aliyê wergiran ve hatiyê tespîtkirin. Ango zîndewer bi rêbaza paşragihandina neyînî, guherînan dizivirîne xala asayî.
--Mînakên sereke yê hevsengiya navekî di laşê mirov de--
• Di laş de rêkxistina mêjera av û mîneralan. Ev kar wekî rêkxistina hevsengiya osmozî tê navkirin û bi gelemperî di gurçikan de rû dide.
• Dûrxistina madeyên paşmayî. Ev çalakî wekî deravêtin (bi înglîzî: excretion) tê navkirin. Çerm, pişik û gurçik endamên deravêtinê ne ko hevsengiya navekî rêk dixin.
• Rêkxistina germahiya laş. Piraniya xebat ji aliyê çerm ve tê kirin.
• Rêkxistina asta glukoza xwînê. Kezeb û pankreas ji vê karê berpirsiyar in. Însulîn û glukagon ji aliyê pankreasê ve tê berhemkirin û derdan bo rêkxistana glukoza nav xwînê.
• Rêkxistina pH a xwînê. Pişik bi alûgorkirina oksîcen û karbona dîoksîdê piliya asayî ya pH a laş dabîn dike.
• Rêkxistina asta mîneralên wekî hesin, sodyum, kalsiyum, potasyum û hvd .
*Ev xebat li ser wîkîpediyaya kurdî jî hat zêdekirin.





2022/02/22

Çerxa mehane

 

Çerxa mehane (bi înglîzî: menstrual cycle) navê pêvajoya bûyerên rîtmî ne ko di koendama zaûzê ya mêyan de, di destpêka temenê pêgihîştinê heta menopozê, mehê carek dûbare dibin.

Hêkdank û malzarok du pêkhateyên bingehîn in ji bo koendama zaûzê ya mêyan. Ji bo rûdana ducanîbûnek biserkeftî, divê hêkdank û malzarok di nav têkilîyê de bin û bi aheng kar bikin.
Mînak: heke xaneya hêkê di hêkdankê de biperise û di coga hêkê de were pîtandin, lê navpoşê malzarokê bi têra xwe stûr nebe, hêkapîtandî nikare xwe li navpoşê malzarokê biçeqînê. Ango ducanîbûn rû nade. Hemahengiya xebatên hêkdank û malzarokê ji aliyê hormonan ve tê rêkxistin.
Çerxa mehane ya cara ewil, nîşana destpêka temenê pêgihîştinê ye û bi gelemperî di temenê 12 - 14 salî de dest pê dike. Destpêka temenê pêgihîştinê (bi înglîzî: puberty) ji ber zanyariyên bomaweyî û bandorên hawirdorê dibe ko li nav mirovan de ne yek be. Çerxa mehane heta temenê 45-50 salî bi awayekî asayî didome, paşê hêdî hêdî rîtma wê xira dibe, di salên menapozê de çerxa mehane bi awayekî mayînde radiweste.
Çerxa mehane di roja yekem a xwîndîtinê dest pê dike heta roja yekem a xwîndîtina meha din didome. Ango hejmara rojên di navbera roja destpêk a xwîndîtinek heta xwîndîtina meha din, dirêjiya dema çerxa mehaneyê diyar dike.
Dirêjiya dema çerxa mehaneyê bi gelemperî 28 roj e. Lê dibe ko ji ber hin sedeman, dirêjiya vê demê biguhere bo 20 heta 40 rojan. Di mêyan de du hêkdank heye, lê di her çerxa mehaneyê de yek hêkdank çalak dibe. Ango hêkdank dor bi dor di pêvajoya çerxa mehne ya de cih digirin.
Çerxa mehane ji du çerxên cuda; çerxa hêkdankê( bi înglîzî: ovarian cycle) û çerxa malzarokê (bi înglîzî: uterine cycle) pêk tê. Çerxa hêkdankê guherînên çikildanên hêkadankê rêk dixe,li gel karê perisîn û derdana hêkê, karê amedekirina şaneyên rijênan jî bi rê ve dibe. Çerxa hêkdankê ji qonaxa çikildanê, qonaxa hêkdananê û qona tenê zer pêk tê.
Çerxa malzarokê guherînên navpoşê malzarokê rêk dixe,karê amadekirin û domandina stûriya navpoşê malzarokê bi rê ve dibe. Çerxa malzarokê ji qonaxa xwîndîtinê, qonaxa stûrbûne û qonaxa derdanê pêk tê.
Her çiqas çerxa mehane ji çerxa hêkdank û çerxa malzarokê pêk were jî, bi gelemperî pêvajoya çerxa mehane di çar qonaxan de tê pêşkêşkirin. Ev çar qonax guherînên li hêkdank û yên li malzarokê lixwe digirin.
--Qonaxa xwîndîtinê--
Heke xaneya hêkê di coga hêkê de rastê sperman neyê, ango pîtîn rû nede, tenê zer hildiweşe. Bi hilweşîna tenê zer, asta rêjeya hormonên procesteron û êstrocen ji nişka ve dadikeve. Ji ber kêmbûna hormonan, xwînberên firehbûyî yên navpoşê malzarokê (bi latînî: endometrium) teng dibin, herrika xwînê kêm dibe, navpoşê malzarokê ji xwînê bêpar dimîne. Kêmbûna herrika xwînê dibe sedema hilweşîna navpoşê malzarokê. Di heman demê de masûlkeyên malzarokê girj dibin. Xwîn ji xwînberan belavê nav şane û şileya navpoşê malzarokê dibe. Di encamê de xwîndîtin (bi înglîzî: menstruation) rû dide.
Şileya xwînditinê ji derdanên rijênên navpoşê malzarokê, xaneyên navpoşê malzarokê, xwîna ji xwînberên malzarokê û xaneya hêkê ya nepîtandî pêk tê. Di qonaxa xwîndîtina asayî de bi qasî 25 heta 60 mîlîlître xwîn ji laş tê avêtin. Pirraniya xwînê di sê rojên ewil a xwîndîtinê de tê berdan.
Şileya xwîndîtinê ji malzarokê ber bi zêyê tê derdan. Qonaxa xwîndîtinê bi qasî 3 heta 5 roj didome, di heman demê de di hêkdankê de çikildanên nû dest bi perisînê dikin. Di roja yekem a xwîndîtinê de çerxa mehane bi dawî dibe û roja yekem a çerxa mehane ya nû dest pê dike. Heke ducanî rû bide, çerxa mehane radiweste. Piştî zarokanînê heke dergûş tenê bi şîrê dayikê were xwedîkirin, dibe ko çerxa mehane heta ji şîr ve kirinê (dawî anîna mijandinê) dest pê neke.
--Qonaxa çikildanê--
Guhrînên li hêkadankê
Çikildanên hêkdankê pêkhateyên derdanî ne û di tûkila hêkdankê de cih digirin. Her çikildanek dişibe kîsikek. Dîwarê kîsikê ji xaneyên granuloza pêk tê. Di hundirê kîsikê de xaneya hêkê ya negihîştî cih digire. Di her hekdankek de bi hezaran çikildanên hêkdankê cih digirin. Di destpêka vê qonaxê de çikildanên hêkdankê ji çikldanên pêşîn û çikildanên yekem pêk tê. Qonaxa çikildanê bi qonaxa xwnîdîtinê dest pê dike heta roja hêkdananê didome. Ango dirêjiya qonaxa çikildanê bi qasî 14 roj e.
Qonaxa çikildanê bi derdana hîpotalamusê dest pê dike. Ji hîpotalamusê hormona derpirandinê ya rijênên zaûzê tê derdan. Hormona derpirandinê (GnRH) hîpofîza pêş han dike bo derdana hinek FSH û LHyê. Hormona handerê çikildanê (FSH) bandor li çikildanên hêkdankê dik, bi qasî 20 çikildan diperisin. Di roja heftan a qonaxa çikildanê de ji nav 20 çikildanan, çikildanek ji yên din hê pirtir diperise û dibe çikildana serdest. Ji vê çikildanê hinek êstrocen û înhîbîn tên derdan. Êstrocen bi paşragihandina neyînî bandor li ser hîpotalamus û hîpofîzê dike û rê li ber derdana FSH û LHyê digire, bi vî awayê di xwînê de rêjeya FSH û LH di astek nizim de dimîne. Kêmbûna xestiya FSHyê perisîna çikildanên din radiwestîne. Çikildana serdest hê pirtir diperise, gir dibe û êstrocen der dide. Xestiya êstrocena nav xwînê her diçe zêdetir dibe. Zêdebûna êstrocenê bi paşragihandina erenî bandor li ser hîpotalamus û hîpofîzê dike bo derdana FSH û LHyê. Bi taybetî derdana hormona handerê tenê zer (LH) hê zêdetir dibe. Li ser xaneyên çikildanê, wergirên bo hormona LHyê hene. Bi bandora LHyê perisîna çikildanê didome û çikildanek pêgihîştî peyda dibe. Çikildana pêgihîştî ber bi rûyê derve yê tûkila hêkdankê dilive, qonaxa çikildanê dawî dibe û qonaxa hêkdananê dest pê dike.
Oosîta yekem a çikildana serdest, di qonaxa çikildanê de pêvajoya miyoza yekemê diqedîne û oosîda duyem a haploîdî peyda dibe. Paşê di oosîda duyem de miyoza duyem dest pê dike, lê miyoza duyem di qonaxa metafazê de radiweste. Ango gava xaneya hêkê ji hêkdankê tê derdan, miyoza duyem hê temam nebûye. Heke di coga hêkê de, xaneya hêkê rastê spermê were û pîtîn rû bide, miyoza duyem jî didome, lê heke pîtîn rû nede vê gavê, oosîda duyem beyî ko miyoza duyem temam bibe, ji laş tê avêtin.
Guherînên li malzarokê
Di nav xwînê de bilindbûna xestiya êstrocenê, birînên navpoşê malzarokê û xwînberên ziyangirtî yên ji çerxa mehaneya berê baş dike. Herwisa êstrocen di xaneyên navpoşê malzarokê de dabeşbûna mîtozê dide destpêkirin. Derdana lincemade zêde dibe. Di vê qonaxê de rijênên malzarokê jî diperisin lê çalak nabin. Ji ber ko xaneyên navpoşê malzarokê pir dibin, lûleyên xwînê zêde dibin, dîwarê malzarokê stûr dibe û dişibe îsfencê, ev qonax wekî qonaxa stûrbûnê (bi înglîzî: proliferative phase) tê navkirin. Qonaxa stûrbûnê di malzarokê de, qonaxa çikildanê jî di hêkdankê de di heman demê de rû dide. Qonaxa stûrbûnê li dawiya qonaxa xwîndîtinê dest pê dike heta hêkdananê, bi qasî 10 roj didome.
--Qonaxa hêkdananê--
Berê hêkdananê, hormonên procesteron û êstrocen malzarokê han didin bo amadekirina çeqîna embriyoyê û destpêkirina ducaniyê. Di xwînê de zêdebûna xestiya êstrocenê, hîpotalamusê han dike ko hê zêdetir GnRH der bide. Zêdebûna GnRH bandor li hîpofîza pêş dike, bi vî awayê hê zêdetir hormona handerê tenê zer (LH) tê derdan. Xestiya LHyê zêde dibe, ji ber bandora LHyê çikildana pêgihîştî dipeqe, xaneya hêkê (oosîta duyem) û şileya çikildanê ji çikildana qelişî, ber bi coga hêkê tên berdan. Peqîna çikildan û avêtina hêkê wekî hêkdanan (bi înglîzî: ovulation) tê navkirin. Bi gelemperî qonaxa hêkdananê di roja 14mîn a çerxa mehaneyê de rû dide. Di qonaxa hêkdananê de êşa zik peyda dibe. Kîjan hêkdank çalak be ew beşa zik diêşê. Herwisa di dema hêkdananê de asta germahiya laş jî piçek bilind dibe.
--Qonaxa tenê zer--
Guherînên li hêkdankê
Piştê hêkdananê, paşmayiyên çikildanê (xaneyên çikildanê) diguherin bo pêkhateyek derdanî ya bi navê tenê zer. Bi hankirina LHyê, ji tenê zer hormona procesteron û êstrocen tê berhemkirin û derdan. Bi vî awayê her ko diçe rêjeya êstrocen û procesteronê zêde dibe. Zêdebûna van hormonan, bi paşragihandina neyînî bandor li hîpotalamus û hîpofîzê dike, derdana LH û FSHyê kêm dike. Temenê tenê zer 14 roj e. Qonaxa tenê zer ji roja 15mîn heta roja 28mîn a çerxa mehan didome.
Ber bi dawiya qonaxa tenê zer, ji ber rêjeya kêm a FSH û LHyê tenê zer hildiweşe. Hilweşîna tenê zer dibe sedema kêmbûna xestiya êstrocen û procesteronê. Kêmbûna xestiya FSH û LHyê, hîpotalamus û hîpofîzê ji bandora neyînî ya van hormonan xilas dike. Bi vî awayê ji hîpofîzê bi têra xwe FSH tê derdan ko bandor li ser hêkdanê bike bo perisîna çikildanên nû.
Guherînên li malzarokê
Bi bandora hormonên êstrocen û procesteronê, xwînberên malzarokê bi şêweyê lûlpêç fireh dibin, rijênên malzarokê gir dibin. Ji van rijênan bo embriyoyê şilemeniya xurek tê derdan. Şileya derdanê bi glîkocen dewlemend e.
Loma ev qonaxa malzarokê wekî qonaxa derdanê (bi înglîzî: secretory phase)tê navkirin. Derdana xurek hê ko embriyo li nav diwerê malzarokê cih nebûye dest pê dike. Bi taybetî di xwînê de xestiya bilind a procesteronê hê pirtir bandor li ser qonaxa derdanê ya malzarokê dike.
--Bi kurtî pêvajoya çerxa mehaneyê--
Di laşê mêyan de çerxa mehane bi destpêka salên temenê pêgihîştinê dest pê dike heta salên menopozê didome. Di laşê mêyan de berhemkirina xaneya hêkê û amdekirina laşê mêyê bo ducaniyê, du erkên sereke yê çerxa mehane ye. Çerxa mehane ji qonaxa xwîndîtine, qonaxa çikildanê, qonaxa hêkdananê û qonaxa tenê zer pêk tê. Ji ber ko di qonaxa xwînditinê de ji zêyê xwîn tê, qonaxa xwîndîtinê qonaxa herî berçav a çerxa mehane ye. Roja yekem a dîtina xwînê wekî destpêka çerxa mehaneyek nû tê hesîbandin. Her Çerxek mehane bi qasî 28 roj didome. Di qonaxa xwîndîtinê de hêka nepîtandî, şaneya navpoşê malzarokê û hinek xwîn tê avêtin. Qonaxa çikildanê bi derdana hormonên FSH û LHyê dest pê dike. Di hêkdankê de komek çikildan dest bi geşbûnê dikin û êstrocen der didin. Di heman demê de navpoşê malzarokê jî dest bi stûrbûnê dike. Di xwînê de xestiya LHyê zêde dibe, di hêkdankê de çikildanek diperise û dibe çikildana pêgihîştî. Çikildana pêgihîştî dipeqe, xaneya hêkê ya nav çikildanê derbasê nav coga hêkê dibe. Xaneyên çikildana peqiyayî di hêkdankê de dimînin û diguherin bo tenê zer. Di qonaxa tenê zer de,ji tenê zer procesteron tê derdan, procesteron stûriya navpoşê malzarokê diparêze. Heke xaneya hêkê di coga hêkê de rastê spermê were, pîtîn rû dide zîgot derbasê malzarokê dibe û xwe di navpoşê malzarokê de diçeqîne, bi vî awayê ducanî dest pê dike û çerxa mehane radiweste. Na heke sperm tune be û xaneya hêkê neyê pîtandin, tenê zer hildiweşe, xestiya procesteronê kêm dibe loma navpoşê malzarokê ji rûyê malzarokê diqete, ango xwîndîtin rû dide. Bi dîtinaxwînê çerxa mehaneyek nû dest pê dike. Xwîndîtin bi qasî 5 roj didome.
*Ev xebat li ser wîkîpediyaya kurdî jî hat zêdekirin