
Bestereşane an jî şaneya bester (bi înglîzî: connective tissue), yek ji çar corên şaneyên ajalan e.
Her wekî ji navê wê jî diyar e, bestereşane di laşê ajalan de erkê bestinê (girêdanê) bi cih tîne. Beşên laş bi hev re girê dide û destek dide laş. Di laşê mirov de şaneya herî zêde û berbelav, bestereşane ye.[1]Bestereşane hemû beşên laş bi hev re girê dide, palpişta laş dike, şane û endaman ji hev cihê dike ko pêkhate bikaribin erkên xwe bi cih bînin. Her wisa embarkirin û guhaztina xurek û madeyên pêwîst, alîkariya bo dabînkirina bergiriya laş û saxkirina birînan, hin jî karên serekî yên bestereşaneyê ne.[2]
Pêkhate
Bestereşane çendan cor in, lê di hemû coran de sê pêkhate hevbeş e; xane, madeya bingehîn û rîşalên proteînê. Li gor erkê şaneyê, şêwe û mêjara van pêkhateyan jî ji hev cuda ne.
Matrîksa bestereşaneyê
Xaneyên bestereşaneyê di nav matrîksêk de belavî ne. Matrîks ji madeyên derveyê xaneyê (bi înglîzî: extracellular materials) pêk tê. Bi gelemperî matrîks ji aliyê xaneyên bestereşaneyê ve tê berhemkirin. Piraniya matrîksê ji madeya bingehîn (bi înglîzî: ground substance) pêk tê. Di nav madeya bingehîn de rîşalên proteînî cih digirin. Ango matrîks ji madeya bingehîn û rîşalên proteînî pêk tê.[3] Bestereşane ji matrîks û xaneyên bestereşaneyê pêk tê. Madeya bingehîn bi gelemperî şile ye, lê dibe ko di hin şaneyan de madeya bingehîn req be, wekî mînak, şaneya hestî.[4] Ji bilî şaneya xwînê û lîmfê, di hemû bestereşaneyan de xaneyên sereke fîbroblast in. Fîbroblast di nav şaneyê de sabît nîn in û dikarin cih biguherin. Fîbroblast dikarin bi dabeşbûna mîtozê pir bibin. Di hin bestereşaneyan de xaneyên wekî makrofaj, lîmfosît û hin caran jî lêkosît jî cih digirin.[5]
Rîşalên bestereşaneyê
Ji bilî xwîn û lîmfê, hemû corên bestereşaneyê rîşal lixwe digirin. Dibe ko rîşal di nav matrîksê de bi awayekî şidî an jî sîstî cih girtibin. Rîşal ji bestereşaneyê re palpiştî û qayimî dabîn dikin. Cor û mêjara rîşalan, cor û asta qayimî ya besterşaneyê diyar dike.[6]
Bestereşane sê cor rîşal lixwe digire; rîşala kolojen (bi înglîzî: collagen fiber), rîşala kayişokî (bi înglîzî: elastic fiber) û rîşala torî (bi înglîzî: reticular fiber).[7]Rîşalên bestereşaneyê ji aliyê xaneyên fîbroblast ve tên çêkirin.[8]
Di bestereşaneyan de herî zêde rîşalên kolojen hene. Rîşalên kolojen ji proteîna kolojenê pêk tên. Kolojen gelek zexm e. Rîşalên kolojen pêlpêlkî ne û çemînbariya wan kêm e, lê gelek qayim in. Gava şane ji ber hêzek tê kişandin, an jî tê tepisandin, rîşal nahêlên ziyan bigihîje şaneyê.[9]
Rîşalên kayîşokî ji proteîna elastîn pêk tên.[9]Taybetmendiya serekî ya elastînê ev ko heke were kişandin, bi bandora hêzê dirêj dibe lê paşê dikare vegere şikla xwe yê resen. Wekî mînak, çermê mirovê ciwan bi rîşalên qayişokî dewlemend e.
Rîşalên torî bi eslê xwe rîşalên kolojen in, lê pir zirav in û liqdar in. Hema di hemû beşên laş de hene lê di endamên wekî kezeb û sipilê de hê pirtir in.[10]
Madeya bengihîn
Madeya bingehîn di nav hemû valahiyên navbera rîşal û xaneyên bestereşaneyê de cih digire. Li gel av û xwêyan, piraniya madeya bingehîn ji proteoglîkanan pêk tê. Proteoglîkanên madeya bingehîn %5 ji proteînan û %95 ji polîsakkarîdan pêk tê. Polîsakkarîd û proteîn bi hevdu re bi bendên kovalendî girêdayî ne.[11]Madeya bingehîn dibe ko şile (xwîn), nîvçereq (kirikirk) an jî req (hestî) be.
Xaneyên bestereşaneyê
Her corek besterşaneyê xaneyek taybet lixwe digire. Wekî mînak, besterşaneya serekî xaneyên fîbroblast lixwe digirin. Çewriyeşane, xaneyên çewriyê (bi înglîzî: adipocytes), şaneya kirkirk kondrosît, şaneya hestî osteosît, şaneya xwîn jî xirokên spî û xirokên sor lixwe digirin. Xaneyên besterşaneyê bi gelemperî rasterast bi hev re temas nakin, di navbera xaneyan de matrîks heye.[6]
Bestereşaneya embriyonî
Hemû corên bestereşaneyê ji çîna mezodermê çêdibin. Mezenşîm (bi înglîzî: mesenchyme) bestereşaneya yekem e ko di mezoderma embriyoyê de diperise. Hemû bestereşaneyên din ji xaneyên bineratî (bi înglîzî: stem cells) yên mezenşîmê peyda dibin. Guşiyên xaneyên mezenşîmê belavê laş dibin, di temenê gihîştiyê de, li dewsa xaneyên mirî an jî ziyangirtî yên bestereşaneyê. xaneyên nû peyda dikin.
Corek din a bestereşaneya embriyonî di navikebendikê de çêdibe û wekî bestereşaneya lîncî tê navkirin. Ev şane piştê jidayikbûnê, tune dibe lê hinek xaneyên mezenşîmê ji bestereşaneya lîncî belavê laş dibin.[4]
Bestereşaneya serekî

Bestereşaneya sist
Di ajalên birbiredar (bi înglîzî: vertebrate) de besterşaneya herî berbelav, bestereşaneya sist e. Ev şane, rûkeşeşaneyê bi şaneyên binê wê ve girê dide û cih û pozîsyona endaman sabît dike.[12] Di bestereşaneya sist de xaneyên şaneyê di nav matrîksê de belavî ne û xestiya madeya bingehîn a matrîksê zêde ye. Madeya bingehîn a bi şêweyî jelatîn bi rîşalên proteînî tê zeximkirin. Lê rêjeya rîşalan ji rîşalên bestereşaneya şidî kêmtir e. Rîşalên kolojen li gel rîşalên qayişokî û torî, di nav matrîksê de bi awayekî sist û hevdûr cih digirin. Ev rewş ji bo lûleyên xwînê, demar û pêkhateyên din cih dabîn dike.[13]
Çemînbariya bestereşaneya sist zêde ye.[14] Hema di hemû beşen laş de bestereşaneya sist heye, lê bi taybetî li derûdora lûleyên xwînê û lîmfê de, di coga herisê de, di navbera masûlkeyan de bestereşaneya sist zêde ye û qayîmî û qaîşokiyê dabîn dike.[15]Bi gelemperî, rûkeşeşane xurekên xwe ji bestereşaneya sist dabîn dikin.
Di salên berê de bestereşaneya sist, wekî bestereşaneya torî (bi înglîzî: reticular), bestereşaneya çewrî (bi înglîzî: adîpose tissue) û bestereşaneya kunkunî (bi înglîzî: areolar) dihat polenkirin. Lê êdî bestereşaneya çewerî wekî liqek besterşaneya taybet tê hesibandin. Bestereşanaya kunkinî û torî jî di nav bestereşaneya sist de tên nîşankirin. Hin caran li dewsa bestereşaneya sist, peyva bestereşaneya kunkinî jî tê bikaranîn.
Bestereşaneya şidî

Besterşaneya şidî hin caran wekî besterşaneya rîşalî (bi înglîzî: fibrous connective tissues) jî tê navkirin.[5]Di matrîksa bestereşaneya şidî de rêjeya madeya bingehîn kêm e û rîşalên kolojen gelek in, loma bestereşaneya şidî qayîm (zexim) e.[16]
Li gor bestereşaneya sist, di bestereşaneya şidî de xestiya (çîrî) rîşalan gelek zêde ye. Dibe ko rîşalên bestereşaneya şidî bi awayekî rêkûpêk bin. Wekî mînak, di jê (bi înglîzî: tendon) û besteran (bi înglîzî: ligaments) de rîşal bi paralelê hev dirêj dibin. [17] Jê, masûlkeyan bi hestî ve girê didin, bester hestiyê bi hestiyek din ve girê didin.[3]
Di hin corên bestereşaneya şidî de rîşal bi awayekî bêrêkûpêk cih digirin. Di bestereşaneya şidî ya bêrêkûpêk de rîşal rêzkirî nîn in, bi awayekî serbest di matrîksê de cih digirin. Bi vî awayî şane dikare di her arasteyê de bergirî û qayîmî dabîn bike. Wekî mînak, rîşalên çîna dermîs a çerm û rîşalên perdeya dil (perîkardiyum), bergê gurçik û bergê masûlkeyan.
Di hin besterşaneyên şidî de mêjera rîşalên qayişokî zêde ye, ji vê şaneyê re tê gotin bestereşaneya qayişokî. Di laş de bi taybetî cihên ko firehbûn û tengbûn li dû hev rû didin de bestereşaneya qayîşokî heye. Wekî mînak şaneyên pişikê û xwînberên sereke ji vê şaneyê lixwe digirin.[9]
Bestereşaneya taybet
Şaneya çewrî, kirkirk, hestî, xwîn û lîmf corên bestereşaneya taybet in. Her yek ji van şaneyan li gor erkê xwe hatine guncandin, loma şikil û pêkhateya xane û matrîksa van şaneyan ji hev cuda ne.[7]
Bestereşaneya çewrî

Bestereşaneya çewrî di çewriyexaneyên (bi înglîzî: adipocytes-adipose cells) nav matrîksîde de çewrî (rûn) embar dikin. Çewriyexane jî ji fîbroblstan çêdibin. Rîşalên çewriyeşaneyê gelek hindik e.[5]
Çewriyeşane du cor in, çewriyeşaneyên spî û çewriyeşaneyên qehweyî. Xaneya çewriyeşaneya spî dilopek çewrî, ya çewriyeşaneyên qehweyî jî çendan dilopên çewrî embar dikin. Rêjeya karlêkên metabolî di çewriyexaneyên qehweyî de li gor yên spî, hê zêdetir in. Çewriyeşaneya qehweyî di laşên nûza (pitik) de hê pirtir e.[15]
Şaneya çewrî wekî mîna balîfek, endamên laş ji darbeyên hawirdorê û sermaya hawirdorê diparêze. Ji bo dabînkirina enerjiyê, bestereşaneya çewrî wekî çavkaniya xurekê tê bikaranîn. Gava pêdivî bi enerjiyê heye, çewriyexane trîglîserîdê hildiweşîne û asîdên rûnê berdide nav xwînê.[12]
Xaneyên çewriyeşaneyê nikarin dabeş bibin. Ango hejmara xaneyên çewrî di laşê mirov de hema sabît e. Gava mirov qelew dibe hejmara xaneyên çewriyeşaneyê zêde nabe, lê qebareya xaneyê bi dilopa rûn zêde dibe, xane diwerime û gir dibe. Bi xerckirina dilopên rûnê, çewriyexane piçûk dibe.[7]
Hormona bi navê leptîn ji aliyê şaneya çewrî ve tê berhemkirin û derdan. Leptîn di mejî de navenda kontola madê (îşteh) rêk dixe. Şaneya çewrî herî zêde di binê çermê mirov de, li derdora gurçikan de û li ser rûyê dil de heye.[10]
Bestereşaneya kirkirk

Şaneya kirkirk û şaneya hestî cora bestereşaneya palpişt (bi înglîzî: supportive connective tissue) a besterşaneya taybet in. Şaneya kirkirk (bi înglîzî: cartilage tissue) ji xaneyên kondrosît (bi înglîzî:chondrocytes) û matrîksa nîvçereq a lastîkî pêk tê. Qayimiya kirkirkê ji ber rîşlên kolojenê ye. Rîşalên kolojen ji aliyê kondrosîtan ve tên çêkirin û di matrîksê de cih digirin. Xaneyên kirkirkê di matrîksê de, di nav kelênên piçûk de cih digirin, ji van kelênan re tê gotin lakun (bi înglîzî: lacunae). Dibe ko lakun yek, du an jî çar xaneyan lixwe bigire. Di şaneya kirkirk de lûleyên xwînê, lîmf û demar tune ne. Xaneyên kirkirkê (kondrosît) xurek û oksîjenê bi difuzyonê ji matrîksê dabîn dikin.[9]
Bestereşaneya hestî
Şaneya hestî bestereşaneya herî req e. Endamên laş ji ziyanên hawirdorê diparêze, destek dide laş, xaneyên xwînê çêdike û hin mîneralan embar dike.[4]
Matrîksa şaneya hestî req e û bi gelemperî rîşalên kolojenê lixwe digire. Rîşal di nav madeya bingehîn a mîneralbûyî de noqbûyî ne. Madeya bingehîn a hestiyeşaneyê bi ekserî ji kalsiyum fosfatê pêk tê. Xaneyên hestî (bi înglîzî: osteocytes) jî wekî mîna xaneyên kirkirkê, di nav lakun de cih digirin. Şaneya hestî do cor in, hestiyeşaneya pitew (bi înglîzî: compact bone tissue) û hestiyeşaneya isfencî (bi înglîzî: spongy bone tissue). Di besterşaneya hestî de lûleyên xwînê û demar hene.[18] Loma di rewşa bîrîndarbûn an jî şikestina hestiyan de, bi gelemperî di demek kurt de hestî baş dibin.[4]Hestiyên mirov bi kiryara hestîbûnê ji kirkirkê çêdibin.
Bestereşaneya xwîn
Şaneya xwîn û şaneya lîmf cora bestereşaneya herikbar (bi înglîzî: fluid connective tissue) a bestereşaneya taybet in. Plazmaya xwînê, matrîksa şaneya xwînê ye. Di matrîksê de li dewsa rîşalan, proteînên rîşalê cih digirin, madeya bingehîn jî şileya xwînê ye. Xaneyên xwînê di nav plazmayê de cih digirin. Xurek, xwê, gaz, hormon û madeyên paşmayî di nav plazmayê de tên guhaztin. Xaneyên şaneya xwînê, xirokên sor û xirokên spî ne. Herwisa perikên xwînê jî di nav plazmayê de cih digirin.[6]Xaneyên xwînê ji aliyê moxê hestî ve tên çêkirin. Xirokên sor oksîjenê ji pişikan diguhazîne tevahiya laş. Xirokên spî ji bo dabînkirina bergiriya laş kar dikin. Perikên xwînê jî di dema birîndarbûnê de di karlêkên xwînmeyînê de cih digirin.[4]
Bestereşaneya lîmf
Lîmf matrîsek şile û xirokên spî lixwe digire. Lîmfeşane hin molekul û şileyê ji valahiya navbera xaneyan werdigire û bi navbeynkariya lûleyên lîmfê heta dil diguhazîne û tevlî xwînê dike. Şaneya lîmfê bo avakirina bergiriya laş kar dike. Herwisa çewriyên di rûviyan de hatine mijîn. bi şaneya lîmfê tê guhaztin bo xwînê.
Girêdanên derve
Çavkanî
- ^ Ireland, K. A. (2010). Visualizing Human Biology (3rd ed.). Hoboken, NJ: John Wiley & Sons.
- ^ Starr, C. (2007). Biology:concepts and applications (7th ed.). Boston, MA: Cengage Learning.
- ^ ab Starr, C., & McMillan, B. (2010). Human Biology (8th ed.). Pacific Grove, CA: Brooks/Cole Publishing Company.
- ^ ab c d e Betts, J., Desaix, P., Johnson, E., Johnson, J., Korol, O., & Kruse, D. et al. (2017). Anatomy & physiology. Houston, Texas: OpenStax College, Rice University,
- ^ ab c Rye, C., Wise, R., Jurukovski, V., Desaix, J., Choi, J., & Avissar, Y. (2017).Biology. Houston, Texas : OpenStax College, Rice University,
- ^ ab c McKinley, M., & O'Loughlin, V. (2011). Human Anatomy (3rd ed.). New York, NY: McGraw-Hill
- ^ ab c Losos, J., Mason, K., Johnson,G., Raven, P., & Singer, S. (2016). Biology (11th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
- ^ Cullen, K. E. (2009).Encyclopedia of Life Science. Newyork: Facts On File, Inc
- ^ ab c d Solomon, E., Martin, C., Martin, D., & Berg, L. (2015).Biology. Stamford: Cengage Learning.
- ^ ab Mader, S., & Windelspecht, M. (2017). Human Biology (15th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
- ^ "Blue Histology – Connective Tissues". https://www.lab.anhb.uwa.edu.au/mb140/CorePages/Connective/Connect.htm]School of Anatomy and Human Biology - The University of Western Australia
- ^ ab Reece, Jane B. Campbell Biology : Jane B. Reece ... [et Al.]. 9th ed., Boston, Ma, Benjamin Cummings, 2011.
- ^ Fox, Stuart Ira.Human Physiology. McGraw-Hill Education, 2016.
- ^ Brooker, R., Widmaier, E., Graham, L., & Stiling, P. (2017). Biology (4th ed.).
- ^ ab Waugh, A., Grant, A., Chambers, G., Ross, J., & Wilson, K. (2014).Ross and Wilson anatomy and physiology in health and illness (12th ed.). Edinburg: Elsevier.
- ^ Johnson, L. G. (1987). Biology. Dubuque, Iowa: Wm. C. Brown.
- ^ Kamrani P, Marston G, Arbor TC, et al. Anatomy, Connective Tissue. [Updated 2023 Mar 5]. In: StatPearls [Internet]. Treasure Island (FL): StatPearls Publishing; 2025 Jan-. Available from: [1]
- ^ SEER Training Modules, Module Name. U. S. National Institutes of Health, National Cancer Institute. 25.04.2025 [2].
No comments:
Post a Comment