Celadet Alî Bedîrxan

Me zanî ko xweseriya me, di zimanê me de ye û em bi tenê bi hînbûna xwendin û nivîsandina zimanê xwe û parastina wî, di civata miletan de, wek miletekî xweser dikarin bijîn û payedar bin.
Celadet Alî Bedîrxan (1893-1951)

2022/03/28

Mîz


 Mîz (bi înglîzî: urine) şilemenîyek laş e ji aliyê gurçikan ve ji plazmaya xwînê tê berhemkirin, di mîzdankê de tê embarkirin û bi mîzerê ji laş tê avêtin.

Di gurçikan de mîz ji plazmaya xwînê bi sê gavên serekî tê cihêkirin; parzûnkirin, dubaremijîn û derdan. Çêbûna mîzê di nefronên gûrçikan de bi parzûnkirina plazmaya xwînê dest pê dike. Her ko şilemenî di nefronan de derbas dibe, hinek av û molekulên kêrhatî ji nefronan dubare tên mijîn û derbasî nav xwînê dibin, paşmayî û madeyên bêkêr di nefronan de dimîne. Di heman demê de hin paşmayîyên nav palzmaya xwînê yên nehatine parzûnkirin, bi derdanê derbasî nav nefronan dibin. Bi vî awayê mîz peyda dibe. Ango çavkaniya mîzê xwîna mirov e. Mîz ji gurçikan derbasî mîzdankê dibe û li wir tê embarkirin. Dema mîzkirinê, mîz ji mîzdankê ber bi mîzerê diherike, mîz ji mîzerêyê ji laş tê deravêtin.
--Pêkhateya mîzê--
Mîz şilemeniyek avî ye. Av, paşmayîyên nîtrojenî, xwêyên zêdeyî û madeyên bêkêr pêkhateyên serekî yên mîzê ne.
% 96ê mîzê ji avê, % 2.5 ji paşmayîyên nîtrojenî, % 1.5ê mîzê ji xwêyan pêk tê.
Taybetmendî û pêkhateya mîzê guherbar e, li gor mêjara vexwarina avê, germahiya hawirdorê, cora xurekên hatine xwarin û çalakiya laş rêjeya pêkhateyên nav mîzê diguhere. Wekî minak; rojên ko mirov karên giran dike û gellek xwêdan dide, rengê mîza mirov ji rengê zer a vekirî diguhere bo zer a tarî û ji mîza mirov piçek zêdetir bêhn ra dibe.
Qebareya mîza di rojek de tê berhemkirin, guherbar e. Li gor mêjera vexwarina avê û madeyên tîwawe yên nav ava mîzê, qebare û xestiya mîzê jî diguhere.
Mirovek tendurist rojê 1 heta 2 lître mîz bi mîzkirinê ji laş davêje. Ji bo dûrxistina paşmayîyên ziyanbexş, divê gurçik rojê herî kêm nîv lître mîz berhem bike û ji laş dûr bixe.
Paşmayiyên ji tekşikestina xirokên sor, bandor li ser rengê mîzê dikin. Xirokên sor proteîna hemoglobînê lixwe digirin. Her hemoglobînek jî çar komeleyên hem lixwe digire. Komeleyên hem di kezebê de tên guhertin û ji bo berhemanîna zeravê tên bikaranîn. Mîza asayî rengê xwe ji zeravê digire, lê hin derman, vîtamîn an jî hin cor xurek jî bandor li ser rengê mîzê dikin.
Heke mirov ji bo demek vexwarina avê kêm bike, qebareya miza mirov jî kêm dibe, mîz xest(tîr) û zer dibe, lê heke mirov di demek kurt de mêjarek zêde av vebixwe, vê gavê qebareya mîza mirov zêde,dibe, mîz ron û bêrenk dibe. Koendama mîzê bo rêkxistina hevsengiya osmozî çevderiya mêjera av û tîwaweyên nav şilemeniya laş dike. Heke di laş de av zêde be, ava zêdeyî bi navbeynkariya gurçikan ji xwînê tê parzûnkirin û di nav mîza ron û bêrenk de ji laş tê avêtin. Herwisa heke di nav xwînê de mêjera tîwaweyên wekî îyonên sodyum, potasyum hvd zêde be, vê gavê evan îyon û xwêyan di nav mîza tîr û zer de tên avêtin.
Çêbûna mîzê ji bo paqijkirana xwînê ye. Mîz şilemenîyek asîdî ya bi pH ya 4.5 heta 8 e. Ji ber zîndeçalakiyên laş gellek asîd peyda dibe. Lê pH ya asayî ya xwîna mirov 7.4 e û divê di xwînê de pH neguhere. Bi gelemperî îyonên hîdrojenê (H +) dibin sedema zêdebûna asîdîya hawirdorê. Gurçik bi du rêkan rê li ber guherîna pH ya xwînê digire. Gurçik ji bo kêmkirina pHa xwînê, iyonên bîkarbonatê (HCO 3– ) ji şilemeniya mîzê dubare dimijîne nav xwînê. An jî Îyonên hîdrojenê yên nav xwînê der dide nav şileya mîzê û ji laş dûr dixe.
--Testa mîzê--
Mîza asayî ya mirovek tendurist xwediyê hin taybetmendiyan e, guherîna van taybetmendiyan dibe ko nîşana hin nexweşiyan be. Loma gava pirsgirekên tendrustiyê li mirov peyda dibe, doktor bi testa mîzê hewl didin ko ji laşê nexweşê hê pirtir agahî bistînin.
% 95ê qebareya mîza asayî ji avê pêk tê. Mîza asayî bi rengê zerê vekirî an jî bêreng e, bêbêhn e. pH ya mîza asayî di navbera 4.5 û 8 de ye. Di mîza asayî de xirokên sor cih nagire, hejmara xirokên sipî pir hindik e. Mîza asayî proteîn û glukoz lixwe nagire, an jî bi mêjerek hindik lixwe digire. Di pêkhateya mîza asayî de keton û nîtrît cih nagirin. Herwisa mîza asayî madeyên wekî ure, klor, sodyum, potasyum, kreatîn û hin madeyên din lixwe digire û asta rêjeya heryekê van madeyan jî ji bo mirovê tendirust dîyar e.
Divê di mîza mirovê tendurist da xaneyên xwînê hema qet tune bin. Di mîzê de hebûna xirokên sor nîşana kulbûna nefronan e. Herwisa divê di mîzê de hejmara xirokên spî jî gellek kêm be, di nav mîzê de hejmara zêde ya xirokên spî nîşana hebûna birîn û kûlbûniyên coga mîzê, stûyê malzarokê an jî zêyê ye.
Di nav mîzê de hebûna belûrên(krîstal) kalsiyumê, magnezyumê û yên amonyumê tiştek asayî ye. Lê heke belûrên sîstîn( cystine) û tîrozînê ( tyrosine) di mîzê de were dîtin, dibe ko ev nîşana nexweşiyên kezebê be.
Gava asta glukoza xwînê ji 180 mg/dL bilindtir dibe, di mîzê de glukoz jî tê dîtin. Di nav mîzê de hebûna glukozê dibe ko nîşana nexweşiya şekir (diyabet) be.
Di nav mîzê de bi mêjerek zêde hebûna proteînan, bi taybetî hebûna albumîn nexweşiya gurçikan destnîşan dike(--3a).
Keton paşmayî yê çewriyan e. Heke di nav mîzê de bi mêjerek zêde keton were dîtin, ev rewş dide nîşankirin ko xane ji bo destxistina enerjiya ATP yê, li dewsa glukozê asîdên çewriyê bikar tîne. Her wisa heke di laş de kêmasiya karbohîdrat û proteînan hebe, asta rêjeya ketona mîzê jî bilind dibe.
*Ev xebat li ser wîkîpediyaya kurdî jî hat zêdekirin.



2022/03/23

Paşragihandina erenî

 

    Paşragihandina erenî (bi înglîzî: positive feedback); mekanîzmayek taybet e ko bi xurtkirina bandora kartêkirê, lezandin an jî bihêztirkirina zîndeçalakiyê dabîn dike.
    Ji rijênek derdana hormon, di laş de bersîvek sirûştî peyda dike. Hin pêkhateyên vê bersîvê bi ragihandinên xwe bi awayekî rasterast an jî nerasterast bandor dikin li ser heman rijênê hormonçêker, ev rewş wekî paşragihandin tê navkirin. Di laşê zîndeweran de koendama hormonan û koendama demar, bi hev re bo çerxa paşragihandinê kar dikin. Di piraniya paşragihandinan de erkê sereke yê hormonan e. Lê di laşê mirov de hin çerxên paşaragihandinê tenê bi navbeynkariya koendama demarê rû dide. Wekî mînak; germahiya laşê mirov bi mekanîzmaya paşaragihandinê tê rêkxistin. Di rêkxistina germahiya laş de ne hormon lê koendama demar kar dikin bo dabînkirina hevsengiyê.
Du corê paşragihandinê heye; paşragihandina neyînî û paşragihandina erenî
    Paşragihandina neyînî ji bo rêkxistina hevsengiya navekî kar dike. Bi bandora paşragihandina neyînî aresteya çalakiyê diguhere. Ango heke tiştek di laş de zêde bûye, wê kêm dike, na heke kêm bûye wê zêde dike û asta wê tiştê nêzîkê xala asayî dike. Di laşê zîndeweran de piraniya zîndeçalakî bi paşragihandina neyînî tên kontrolkirin.
--Rêbaza paşragihandina erenî--
    Berevajiyê paşragihandina neyînî, paşragihandina erenî di laşê mirov de hevsengiyê rêk naxe, lêza çalakiyê kêm nake, lê bandora kartêkirê xurt dike. Ango erkê paşragihandina erenî, ne ji bo dabînkirina sabitmayina rewşa laş û hevsengiya navekî ya laş e. Di mekanîzmayên paşragihandina erenî de bandora kartêkira destpêkê gav bi gav zêde dibe, loma her ko kartêkir çalakiya xwe didomîne, di şane an jî endama armanc de bertek jî her ko diçe zêde dibe.
Paşragihandina erenî bandor li ser çalakiya destpêkirî dike, ango zîndeçalikiyê ji nûve nade destpêkirin. An berdewamiya çalakiyê dabîn dike an jî leza çalakiyê zêde dike bi vî awayê çalakiyê taw dike (bi înglîzî: to accelerate)
Di laşê zîndeweran de hejmara zindeçalakiyên ko bi navbeynkariya paşragihandina erenî rû didin, hindik in.
--Mînakên paşragihandina erenî di laşê mirov de--
Hin mînakên paşragihandina erenî di laşê mirov de:
• Di dema birîndarbûyînê de rûdana xwînmeyînê,
• Di dema zayînê (zarokanîn) de girjbûna masûlkeyên malzarokê.
• Kontrola derdana şîrê dayikê bi şîrmijîna dergûşê
• Kontrola hêkdanê bi zêdebûna rêjeya hormona êstrocênê
    Dema di laş de birindarbûn rû dide, lûleyên xwînê dipelixin an jî diqelişin. Di nav xwînê de perikên xwînê (bi latinî: platelets) heye. Perikên xwînê li derdora beşa ziyangirtî de kom dibin. Derdanên kîmyayî yên ji perikên xwînê bi paşragihandina erenî hê pirtir perikên xwînê li ser xwe kom dikin. Paşê koma perikan bi rêzeçalakiyên kîmyayî, bi meyîna xwînê, li ser birînê qalikek ava dikin û rê li ber xwînberbûnê tê girtin.
    Dema zayînê (zarokanîn) ji ber paldana serê dergûşê, li dîwarê stuyê malzarokê de pesto peyda dibe, pesto wekî kartêkirek kar dike. Wergirên li stuyê malzarokê(bi latînî: cervix) kartêkirê ber bi demaxê dişîne. Ji demax, hormona oksîtosîn (bi grekî: oxytocin) tê derdan bo girjbûna malzarokê. Girjbûna malzarokê pestoya li stuyê malzarokê zêdetir dike, pestoya stuyê malzarokê jî dîsa wergiran han dike ko ji hîpotalamusê hê pirtir oksîtosîn were berhemkirin û bi navbeynkariya hîpofîzê were derdan. Derdana oksîtosînê masûlkeyên malzarokê hê pirtir girj dike, masûlkeyên girjbûyî, dergûşê ber bi zêyê pal didin. Bi vê awayê masûlkeyên stuyê malzarokê hê pirtir vedikêşin, pestoyek hê zêdetir peyda dibe, ev pesto jî dîsa ji aliyê wergiran ve ber bi demax ve tê şandin. Ev çerx heta dawiya zayîna dergûşê didome. Piştê zayînê, kartêkir (vekêşina stuyê malzarokê) namîne, loma derdana oksîtosînê jî radiweste. Di vê mînakê de em dibînin ko paşragihandina erenî alîkarî dike bo temambûna çalakiyê, heke masûlkeyên malzarokê bi têra xwe girj nebin, zayîna dergûşê (çalakî) jî temam nabe.
    Şîrê dayikê jî bi paşragihandina erenî tê derdan. Li derdora gopika memikê de wergir hene. Gava dergûş memik dimije, wergir sinyal dişînin hîpotalamusê. Hîpotalmus, hîpofîza pêş han dike bo derdana prolaktînê, hîpofîza paş jî han dike bo derdana oksîtosînê. Ev herdu hormon bi navbeynkariya xwînê digihîje memikan. Prolaktîn berhemkirina şîr, oksîtosîn jî derdana şîr rêk dixe. Her ko şîr tê derdan, dergûş jî memikan dimije û hîpotalamusê han dike. Bi vê awayê çerxa paşragihandina erenî didome heta ko di memikan de şîr nemîne an jî dergûş dev ji mijînê berde, paşê derdana şîr diqede.
    Di qonaxa çikildanê ya çerxa mehane de ji ber hormona derpirandinê, ji hîpofîza pêş hormonên FSH û LH tê derdan. Hormona FSH û LH di hêkdankê de bandor li çikildanan dike û perisîna çikildnan dest pê dike. Ji xaneyên granuloza yên çikildanan, hormona êstrocen tê derdan. Êstrocen bi paşragihandina erenî bandor li hîpotalamusê dike ko hê pirtir ji hormona derpirandina der bide. Bi derdana hormona derpirandinê hê pirtir FSH û LH ji hîpofîzê tê derdan. Derdana FSH û LH jî dibe sedema derdana hê pirtirîn êstrocen. Ev rewş dibe sedema zêdebûna xestiya LHyê. Çerxa paşragihandina erenî heta hêkdananê didome.
*Ev xebat li ser wîkîpediyaya kurdî jî hat zêdekirin.




2022/03/16

Paşragihandina neyînî

 


    Paşragihandina neyînî (bi înglîzî: negative feedback) rêbazek hevsengiya navekî ye ko berhema dawî ya rêzeçalakiyê, rê li ber heman rêzeçalakiyê digire.
    Ji ber zîndeçalakiyên xane û şaneyên zîndwerê an jî ji ber hawîrdora derve ya zîndewerê, di hawirdora navî ya zîndewerê de kêmbûn an jî zêdebûna hin tiştan peyda dibe. Ango di hawirdora navî ya zîndewerê de asta asayî (bi înglîzî: set point) ya hin tiştan diguhere, lê divê hemû guherîn bêne sererastkirin. Ji bo hevsengiya navekî, divê zîndewer ji guherînên hawirdora derveye û hawirdora navî ya laşê xwe agahdar be. Zîndewer bi wergirên xwe ji hawirdora xwe agahî tov dike.
Zîndewer ji bo hevsengiya navekî du cor paşragihandin bi kar tînin:
paşragihandina neyînî û
paşragihandina erenî (bi înglîzî: positive feedback).
    Paşragihandina neyînî rêbaza bingehîn e bo rêkxistina hevsengiya navekî ya ajalan. Paşragihandina neyînî di kontrolkirina hevsengiya navekî de, pêvajoya guhertina aresteya kartêkirê dabîn dike. Guherînên wekî mîna pH a xwînê, asta glukoza xwînê, germahiya laş, rêjeya kalsiyuma laş û hvd bi rêbaza paşragihandina neyînî, ber bi nêzîkê xala asayî ve tên zivirîn. Heke guherîn ber bi jorê xala asayî be, paşragihandina neyînî guherînê dadixîne xala asayî. Na heke guherîn ber bi jêrê xala asayî be, vê gavê paşragihandina neyînê guherînê ber bi asta xala asayî bilind dike.
Wekî mînak, xala asayî ya glukoza xwîna mirov 90 mg/100 ml ye, heke di xwînê de ji ber hin sedeman asta glukozê ji xala asayî bilindtir bibe, ango rêjeya şekira xwînê zêde bibe, bi alîkariya hormona însulînê asata glukozê ber bi xala asayî tê nizimkirin. Ev çalakî paşragihandina neyînî ye. Herwisa heke asta glukoza xwînê ji xala asayî nizimtir bibe, vê gavê bi alîkariya hormona glukagonê asta glukoza xwînê ber bi xala asayî tê zêdekirin, ev çalakî jî paşragihandina neyînî ye.
    Pêvajoya hevsengiya navekî bi rêzeçalakiyan rû dide, dawiyê de berhemek peyda dibe. Ev berhema dawî bandor li ser gava yekem a rêzeçalakiyê dike û arasteya rêzeçalakiyê diguherîne. Ji bo rêkxistina piraniya hormonan, paşragihandina neyî tê bikaranîn. Bi vî awayê rê li ber zêdebûna asta hormonên xwînê tê girtin.
    Sê pêkhateyên serkî yên hevsengiya navekî heye: wergir, navenda kontrolê û pekhateya armanc.
    Wergir (bi înglîzî: sensor) ji guherînên hawirdora navî agahdar dibe û agahî dişîne navenda kontrolê.

    Navenda kontrolê (bi înglîzî: control center) agahiyên ji wergiran û xala asayî dide ber hev, heke di navbera agahiya wergir û xala asayî de cudahî hebe, navenda kontrolê pekhateya armanc çalak dike.

    Pêkhateya armanc (bi înglîzî: effector) xane, şane an jî endamên taybet in û guherînan bir bi xala asayî sererast dikin. Piştê sererastkirinê êdî çalakiya wergirê radiweste.
Ango hebûna paşragihandina neyînî bi dabînkirina hevsengiya navekî de diqede.
Wekî mînak, gava di laşê mirov de asta pestoya xwînê bilind dibe, wergirên hestê (pestanewergir) navenda kontrolê (demax ) ji bilindbûna pestoyê agahdar dike. Navend, şandina sînyalan bo masûlkeyan diwarê xwînberan dide sekandin. Xwînber xav dibin û fireh dibin bi vî awayê qebareya xwînberan zêde dibe, pestoya xwîna nav xwînberan kêm dibe. Gava pestoya xwînê daket asta asyî, êdî hestewergir sînyal naşînin navenda kontrolê..
*Ev xebat li ser wîkîpediyaya kurdî jî hat zêdekirin.





2022/03/13

Hevsengiya navekî

 


Hevsengiya navekî (bi latînî: homeostasis) li dij guherînên hawirdorê, çalakiyên xane û şaneyan ji bo dabînkirina rewşa asayî ya zîndewerê.

Ji bo berdewamiya jiyanê divê zîndewer pêkhateya şileya derdora xaneyên xwe rêk bixe. Divê astek asayî ya sabît ji bo pH û germahiya laşê xwe dabîn bike û nehêle guherînên zêde çêbibe. Herwisa divê di laşê zîndewerê de xestiya xurek, oksîcen û gazên din her tim bi têra xwe be.
Di nav laş de çalakiyên bo dabînkirina hawirdorek ne guherbar, wekî “hevsengiya navekî” tê navkirin. Hevsengiya navekî yek ji taybetmendiyên bingehîn ên zîndeweran e. Xane, şane, endam û koendamên zîndeweran, li dij guherînên navî û derveyî, bi çalakiyên xwe rê li ber guherinan digirin, rewşa xwe li dij guherînan sabît dihêlin.
Xane û şaneyên zîndeweran di bin şert û mercen hawirdorek sabit (neguherbar) de çalakiyên xwe hê baştir pêk tînin. Lê hawirdora zîndeweran guherbar e. Wekî mînak; di laşê mirovek tendurist de germahiya laş bi qasî 37 pile santîgrat e, pH a xwînê 7.4 e, rêjeya asayî ya glukoza xwînê 90 mg/100ml ye û hvd. Dibe ko ji ber cor û rêjeya xurekan, ji ber zîndeçalakiyên xaneyan an jî ji ber germahî û sermahiya hawirdorê hin guherîn di laşê mirov de rû bidin. Heke guherînên hawirdorê di navberek teng de bimîne, guherîn biçûk be, zîndewer dikare li ber xwe bide. Lê heke guherînên hawirdorê zêde bin, dibe ko ev guherîn bibe sedema sistbûn an jî têkçûna xane, şane û endamên zîndewerê. Loma divê zîndewer di hawirdorek guherbar de, bi çalakiyên xane û şaneyên xwe, hawirdora xwe rêk bixe bo asta asayî. Asta asayî ya hawirdorê ji bo hemû zîndeweran ne heman e. Wekî mînak; hemû zîndeçalakiyên xane û şaneyan di germahiyek taybet dê rû didin, ev germahî ji bo laşê mirov 37 pile santîgrat e. Ango ji bo germahiya laşê mirov xala asayî (bi înglîzî: set point) 37 pile santîgrat e. Dibe ko germahiya hawirdorê zêde bibe an jî kêm bibe, ango germahiya laş ji xala asayî dûr bikeve, lê laşê mirov dîsa jî hewl dide ko asta germahiya laşê xwe ber bi xala asayî bizivirîne. Bi vê awayê di germahiya havînê de û di sermahiya zivastanê de germahiya asayî ya laşê mirov li der dora 37 pile santîgratê de dimîne. Hewldana rêkxistina pileya germahiya laş, mînake ji bo hevsengiya navekî.
Hemû zîndewer bi rêkxistina hevsengiya navekî, ji bona xwe hawirdorek guncav ava dikin. Xane, şane an jî endamên mirov li dij guherînên hawirdorê bertek nîşan didin, bi vî awayê di laşê mirov de hewlên bo asayîkrina rewşa nû dest pê dike. Ji bo berdewamiya hevsengiya navekî, divê rêje û mêjera madeyên nav laş, çalakiya endam û koendamên laş, hertim ji aliyê laş ve werin rêkxistin..
Di laş de hawirdora navî ji şileya derveyê xaneyê (bi înglîzî: extracellular fluid) pêk tê. Xane di nav vê şileyê de dijîn.Qebareya şileya derveyê ya mirov bi qasî 15 litre ye. Şileya derveyê xaneyê ji plazmaya xwînê û ji şileya navbera xaneyan (bi înglîzî: interstitial fluid) pêk tê. Şileya derveyê xaneyan, xurek, iyon, hormon av û madeyên pêwist ên bo berdewamiya jiyana xaneyan lixwe digire. Şileya nav xaneyê (bi înglîzî:intracellular fluid) piraniya sîtoplazmayê pêk tîne. Ji bo berdewamiya jiyanê, divê di pêkhateya şileya nav xaneyan an jî şilaya navbera xaneyan de guherînên mezin çênebe û hawirdor hema neguherbar bimîne. Hemû guherînên nav xaneyê an jî guherînên hawirdora navî, çalakiyên bo rêkxistina hevsengiya navekî dide destpêkirin.
--Kontrola hevsengiya navekî--
Dema di hawirdora zîndewerek de guherîn çêbibe, divê ev guherîn demildest were sererastkirin û hawirdor vegere rewşa xwe ya asayî. Guherînên di hawirdora navî an jî hawirdora derveyî, wekî kartêkir (bi latînî: stimulus) tên navkirin. Kartêkir ji aliyê wergiran ve tên tespîtkirin. Wekî bersîvek ji bo wergiran, endam û koendamên mirov, guherînan ber bi xala asayî sererast dike.
Ji bo rêkxistina hevsengiya navekî, zîndewer ji her beşênlaş ve agahdarî tov dike û diguhezîne. Hevsengiya navekî bi du rêyan tê rêkxistin; bi koendama demarê û bi koendama rijênan.
Di koendama demarê de agahiyên hawirdorê bi şêweyê kartêkirên elektrîkî, bi navbeynkariya demarexaneyan ber bi demarekoendama navendî tê guhêztin. Di koendama rijênan de agahî bi navbeynkariya peyamberên kîmyayî (hormon) yên nav xwînê tê guhêztin.
Bi gelemperî, çalakiya hevsengiya navekî bi kontrolkirina pêkhateya xwînê rû dide, bi vî awayê şileya navbera xaneyan û şaneyan jî tê kontrolkirin.
Heke di laş de asta asayî ya madeyek an jî hawirdorek biguhere, wekî mînak; xala asayî ya pH a xwînê biguhere ev rewş wekî mîna kartêkir bandor li ser laş dike û hîpotalamusê ji rewşa nû agahtar dike. Hîpotalamus bi ragihandina demarî bandor li ser koendaman dike û pH a xwînê ber bi xala asayî sererast dike. Çalakiyên hevsengiya navekî li ser bingeha paşragihandina neyînî hatine sazkirin. Di laşê zîndeweran de gelemperiya hevsengiya navekî bi rêbaza paşragihandina neyînî rû dide.Paşragihandina neyînî kar dike bo kêmkirin an jî ji hole rakirina guherînên ji aliyê wergiran ve hatiyê tespîtkirin. Ango zîndewer bi rêbaza paşragihandina neyînî, guherînan dizivirîne xala asayî.
--Mînakên sereke yê hevsengiya navekî di laşê mirov de--
• Di laş de rêkxistina mêjera av û mîneralan. Ev kar wekî rêkxistina hevsengiya osmozî tê navkirin û bi gelemperî di gurçikan de rû dide.
• Dûrxistina madeyên paşmayî. Ev çalakî wekî deravêtin (bi înglîzî: excretion) tê navkirin. Çerm, pişik û gurçik endamên deravêtinê ne ko hevsengiya navekî rêk dixin.
• Rêkxistina germahiya laş. Piraniya xebat ji aliyê çerm ve tê kirin.
• Rêkxistina asta glukoza xwînê. Kezeb û pankreas ji vê karê berpirsiyar in. Însulîn û glukagon ji aliyê pankreasê ve tê berhemkirin û derdan bo rêkxistana glukoza nav xwînê.
• Rêkxistina pH a xwînê. Pişik bi alûgorkirina oksîcen û karbona dîoksîdê piliya asayî ya pH a laş dabîn dike.
• Rêkxistina asta mîneralên wekî hesin, sodyum, kalsiyum, potasyum û hvd .
*Ev xebat li ser wîkîpediyaya kurdî jî hat zêdekirin.





2022/02/22

Çerxa mehane

 

Çerxa mehane (bi înglîzî: menstrual cycle) navê pêvajoya bûyerên rîtmî ne ko di koendama zaûzê ya mêyan de, di destpêka temenê pêgihîştinê heta menopozê, mehê carek dûbare dibin.

Hêkdank û malzarok du pêkhateyên bingehîn in ji bo koendama zaûzê ya mêyan. Ji bo rûdana ducanîbûnek biserkeftî, divê hêkdank û malzarok di nav têkilîyê de bin û bi aheng kar bikin.
Mînak: heke xaneya hêkê di hêkdankê de biperise û di coga hêkê de were pîtandin, lê navpoşê malzarokê bi têra xwe stûr nebe, hêkapîtandî nikare xwe li navpoşê malzarokê biçeqînê. Ango ducanîbûn rû nade. Hemahengiya xebatên hêkdank û malzarokê ji aliyê hormonan ve tê rêkxistin.
Çerxa mehane ya cara ewil, nîşana destpêka temenê pêgihîştinê ye û bi gelemperî di temenê 12 - 14 salî de dest pê dike. Destpêka temenê pêgihîştinê (bi înglîzî: puberty) ji ber zanyariyên bomaweyî û bandorên hawirdorê dibe ko li nav mirovan de ne yek be. Çerxa mehane heta temenê 45-50 salî bi awayekî asayî didome, paşê hêdî hêdî rîtma wê xira dibe, di salên menapozê de çerxa mehane bi awayekî mayînde radiweste.
Çerxa mehane di roja yekem a xwîndîtinê dest pê dike heta roja yekem a xwîndîtina meha din didome. Ango hejmara rojên di navbera roja destpêk a xwîndîtinek heta xwîndîtina meha din, dirêjiya dema çerxa mehaneyê diyar dike.
Dirêjiya dema çerxa mehaneyê bi gelemperî 28 roj e. Lê dibe ko ji ber hin sedeman, dirêjiya vê demê biguhere bo 20 heta 40 rojan. Di mêyan de du hêkdank heye, lê di her çerxa mehaneyê de yek hêkdank çalak dibe. Ango hêkdank dor bi dor di pêvajoya çerxa mehne ya de cih digirin.
Çerxa mehane ji du çerxên cuda; çerxa hêkdankê( bi înglîzî: ovarian cycle) û çerxa malzarokê (bi înglîzî: uterine cycle) pêk tê. Çerxa hêkdankê guherînên çikildanên hêkadankê rêk dixe,li gel karê perisîn û derdana hêkê, karê amedekirina şaneyên rijênan jî bi rê ve dibe. Çerxa hêkdankê ji qonaxa çikildanê, qonaxa hêkdananê û qona tenê zer pêk tê.
Çerxa malzarokê guherînên navpoşê malzarokê rêk dixe,karê amadekirin û domandina stûriya navpoşê malzarokê bi rê ve dibe. Çerxa malzarokê ji qonaxa xwîndîtinê, qonaxa stûrbûne û qonaxa derdanê pêk tê.
Her çiqas çerxa mehane ji çerxa hêkdank û çerxa malzarokê pêk were jî, bi gelemperî pêvajoya çerxa mehane di çar qonaxan de tê pêşkêşkirin. Ev çar qonax guherînên li hêkdank û yên li malzarokê lixwe digirin.
--Qonaxa xwîndîtinê--
Heke xaneya hêkê di coga hêkê de rastê sperman neyê, ango pîtîn rû nede, tenê zer hildiweşe. Bi hilweşîna tenê zer, asta rêjeya hormonên procesteron û êstrocen ji nişka ve dadikeve. Ji ber kêmbûna hormonan, xwînberên firehbûyî yên navpoşê malzarokê (bi latînî: endometrium) teng dibin, herrika xwînê kêm dibe, navpoşê malzarokê ji xwînê bêpar dimîne. Kêmbûna herrika xwînê dibe sedema hilweşîna navpoşê malzarokê. Di heman demê de masûlkeyên malzarokê girj dibin. Xwîn ji xwînberan belavê nav şane û şileya navpoşê malzarokê dibe. Di encamê de xwîndîtin (bi înglîzî: menstruation) rû dide.
Şileya xwînditinê ji derdanên rijênên navpoşê malzarokê, xaneyên navpoşê malzarokê, xwîna ji xwînberên malzarokê û xaneya hêkê ya nepîtandî pêk tê. Di qonaxa xwîndîtina asayî de bi qasî 25 heta 60 mîlîlître xwîn ji laş tê avêtin. Pirraniya xwînê di sê rojên ewil a xwîndîtinê de tê berdan.
Şileya xwîndîtinê ji malzarokê ber bi zêyê tê derdan. Qonaxa xwîndîtinê bi qasî 3 heta 5 roj didome, di heman demê de di hêkdankê de çikildanên nû dest bi perisînê dikin. Di roja yekem a xwîndîtinê de çerxa mehane bi dawî dibe û roja yekem a çerxa mehane ya nû dest pê dike. Heke ducanî rû bide, çerxa mehane radiweste. Piştî zarokanînê heke dergûş tenê bi şîrê dayikê were xwedîkirin, dibe ko çerxa mehane heta ji şîr ve kirinê (dawî anîna mijandinê) dest pê neke.
--Qonaxa çikildanê--
Guhrînên li hêkadankê
Çikildanên hêkdankê pêkhateyên derdanî ne û di tûkila hêkdankê de cih digirin. Her çikildanek dişibe kîsikek. Dîwarê kîsikê ji xaneyên granuloza pêk tê. Di hundirê kîsikê de xaneya hêkê ya negihîştî cih digire. Di her hekdankek de bi hezaran çikildanên hêkdankê cih digirin. Di destpêka vê qonaxê de çikildanên hêkdankê ji çikldanên pêşîn û çikildanên yekem pêk tê. Qonaxa çikildanê bi qonaxa xwnîdîtinê dest pê dike heta roja hêkdananê didome. Ango dirêjiya qonaxa çikildanê bi qasî 14 roj e.
Qonaxa çikildanê bi derdana hîpotalamusê dest pê dike. Ji hîpotalamusê hormona derpirandinê ya rijênên zaûzê tê derdan. Hormona derpirandinê (GnRH) hîpofîza pêş han dike bo derdana hinek FSH û LHyê. Hormona handerê çikildanê (FSH) bandor li çikildanên hêkdankê dik, bi qasî 20 çikildan diperisin. Di roja heftan a qonaxa çikildanê de ji nav 20 çikildanan, çikildanek ji yên din hê pirtir diperise û dibe çikildana serdest. Ji vê çikildanê hinek êstrocen û înhîbîn tên derdan. Êstrocen bi paşragihandina neyînî bandor li ser hîpotalamus û hîpofîzê dike û rê li ber derdana FSH û LHyê digire, bi vî awayê di xwînê de rêjeya FSH û LH di astek nizim de dimîne. Kêmbûna xestiya FSHyê perisîna çikildanên din radiwestîne. Çikildana serdest hê pirtir diperise, gir dibe û êstrocen der dide. Xestiya êstrocena nav xwînê her diçe zêdetir dibe. Zêdebûna êstrocenê bi paşragihandina erenî bandor li ser hîpotalamus û hîpofîzê dike bo derdana FSH û LHyê. Bi taybetî derdana hormona handerê tenê zer (LH) hê zêdetir dibe. Li ser xaneyên çikildanê, wergirên bo hormona LHyê hene. Bi bandora LHyê perisîna çikildanê didome û çikildanek pêgihîştî peyda dibe. Çikildana pêgihîştî ber bi rûyê derve yê tûkila hêkdankê dilive, qonaxa çikildanê dawî dibe û qonaxa hêkdananê dest pê dike.
Oosîta yekem a çikildana serdest, di qonaxa çikildanê de pêvajoya miyoza yekemê diqedîne û oosîda duyem a haploîdî peyda dibe. Paşê di oosîda duyem de miyoza duyem dest pê dike, lê miyoza duyem di qonaxa metafazê de radiweste. Ango gava xaneya hêkê ji hêkdankê tê derdan, miyoza duyem hê temam nebûye. Heke di coga hêkê de, xaneya hêkê rastê spermê were û pîtîn rû bide, miyoza duyem jî didome, lê heke pîtîn rû nede vê gavê, oosîda duyem beyî ko miyoza duyem temam bibe, ji laş tê avêtin.
Guherînên li malzarokê
Di nav xwînê de bilindbûna xestiya êstrocenê, birînên navpoşê malzarokê û xwînberên ziyangirtî yên ji çerxa mehaneya berê baş dike. Herwisa êstrocen di xaneyên navpoşê malzarokê de dabeşbûna mîtozê dide destpêkirin. Derdana lincemade zêde dibe. Di vê qonaxê de rijênên malzarokê jî diperisin lê çalak nabin. Ji ber ko xaneyên navpoşê malzarokê pir dibin, lûleyên xwînê zêde dibin, dîwarê malzarokê stûr dibe û dişibe îsfencê, ev qonax wekî qonaxa stûrbûnê (bi înglîzî: proliferative phase) tê navkirin. Qonaxa stûrbûnê di malzarokê de, qonaxa çikildanê jî di hêkdankê de di heman demê de rû dide. Qonaxa stûrbûnê li dawiya qonaxa xwîndîtinê dest pê dike heta hêkdananê, bi qasî 10 roj didome.
--Qonaxa hêkdananê--
Berê hêkdananê, hormonên procesteron û êstrocen malzarokê han didin bo amadekirina çeqîna embriyoyê û destpêkirina ducaniyê. Di xwînê de zêdebûna xestiya êstrocenê, hîpotalamusê han dike ko hê zêdetir GnRH der bide. Zêdebûna GnRH bandor li hîpofîza pêş dike, bi vî awayê hê zêdetir hormona handerê tenê zer (LH) tê derdan. Xestiya LHyê zêde dibe, ji ber bandora LHyê çikildana pêgihîştî dipeqe, xaneya hêkê (oosîta duyem) û şileya çikildanê ji çikildana qelişî, ber bi coga hêkê tên berdan. Peqîna çikildan û avêtina hêkê wekî hêkdanan (bi înglîzî: ovulation) tê navkirin. Bi gelemperî qonaxa hêkdananê di roja 14mîn a çerxa mehaneyê de rû dide. Di qonaxa hêkdananê de êşa zik peyda dibe. Kîjan hêkdank çalak be ew beşa zik diêşê. Herwisa di dema hêkdananê de asta germahiya laş jî piçek bilind dibe.
--Qonaxa tenê zer--
Guherînên li hêkdankê
Piştê hêkdananê, paşmayiyên çikildanê (xaneyên çikildanê) diguherin bo pêkhateyek derdanî ya bi navê tenê zer. Bi hankirina LHyê, ji tenê zer hormona procesteron û êstrocen tê berhemkirin û derdan. Bi vî awayê her ko diçe rêjeya êstrocen û procesteronê zêde dibe. Zêdebûna van hormonan, bi paşragihandina neyînî bandor li hîpotalamus û hîpofîzê dike, derdana LH û FSHyê kêm dike. Temenê tenê zer 14 roj e. Qonaxa tenê zer ji roja 15mîn heta roja 28mîn a çerxa mehan didome.
Ber bi dawiya qonaxa tenê zer, ji ber rêjeya kêm a FSH û LHyê tenê zer hildiweşe. Hilweşîna tenê zer dibe sedema kêmbûna xestiya êstrocen û procesteronê. Kêmbûna xestiya FSH û LHyê, hîpotalamus û hîpofîzê ji bandora neyînî ya van hormonan xilas dike. Bi vî awayê ji hîpofîzê bi têra xwe FSH tê derdan ko bandor li ser hêkdanê bike bo perisîna çikildanên nû.
Guherînên li malzarokê
Bi bandora hormonên êstrocen û procesteronê, xwînberên malzarokê bi şêweyê lûlpêç fireh dibin, rijênên malzarokê gir dibin. Ji van rijênan bo embriyoyê şilemeniya xurek tê derdan. Şileya derdanê bi glîkocen dewlemend e.
Loma ev qonaxa malzarokê wekî qonaxa derdanê (bi înglîzî: secretory phase)tê navkirin. Derdana xurek hê ko embriyo li nav diwerê malzarokê cih nebûye dest pê dike. Bi taybetî di xwînê de xestiya bilind a procesteronê hê pirtir bandor li ser qonaxa derdanê ya malzarokê dike.
--Bi kurtî pêvajoya çerxa mehaneyê--
Di laşê mêyan de çerxa mehane bi destpêka salên temenê pêgihîştinê dest pê dike heta salên menopozê didome. Di laşê mêyan de berhemkirina xaneya hêkê û amdekirina laşê mêyê bo ducaniyê, du erkên sereke yê çerxa mehane ye. Çerxa mehane ji qonaxa xwîndîtine, qonaxa çikildanê, qonaxa hêkdananê û qonaxa tenê zer pêk tê. Ji ber ko di qonaxa xwînditinê de ji zêyê xwîn tê, qonaxa xwîndîtinê qonaxa herî berçav a çerxa mehane ye. Roja yekem a dîtina xwînê wekî destpêka çerxa mehaneyek nû tê hesîbandin. Her Çerxek mehane bi qasî 28 roj didome. Di qonaxa xwîndîtinê de hêka nepîtandî, şaneya navpoşê malzarokê û hinek xwîn tê avêtin. Qonaxa çikildanê bi derdana hormonên FSH û LHyê dest pê dike. Di hêkdankê de komek çikildan dest bi geşbûnê dikin û êstrocen der didin. Di heman demê de navpoşê malzarokê jî dest bi stûrbûnê dike. Di xwînê de xestiya LHyê zêde dibe, di hêkdankê de çikildanek diperise û dibe çikildana pêgihîştî. Çikildana pêgihîştî dipeqe, xaneya hêkê ya nav çikildanê derbasê nav coga hêkê dibe. Xaneyên çikildana peqiyayî di hêkdankê de dimînin û diguherin bo tenê zer. Di qonaxa tenê zer de,ji tenê zer procesteron tê derdan, procesteron stûriya navpoşê malzarokê diparêze. Heke xaneya hêkê di coga hêkê de rastê spermê were, pîtîn rû dide zîgot derbasê malzarokê dibe û xwe di navpoşê malzarokê de diçeqîne, bi vî awayê ducanî dest pê dike û çerxa mehane radiweste. Na heke sperm tune be û xaneya hêkê neyê pîtandin, tenê zer hildiweşe, xestiya procesteronê kêm dibe loma navpoşê malzarokê ji rûyê malzarokê diqete, ango xwîndîtin rû dide. Bi dîtinaxwînê çerxa mehaneyek nû dest pê dike. Xwîndîtin bi qasî 5 roj didome.
*Ev xebat li ser wîkîpediyaya kurdî jî hat zêdekirin





2022/02/17

Tenê zer

Tenê zer (bi latînî: corpus luteum) pêkhateyek derdanî ya bi rengê zer e, piştî hêkdananê ji xaneyên çikildana gihiştî peyda dibe.
Ji hîpofîza pêş hormona handerê tenê zer (LH) tê derdan. Di xwînê de zêdebûna xestiya LHyê bandor dike li ser peqîna çikildanê û çêbûna tenê zer.
--Pêkhateya tenê zer--
Ji ber bandora hormona FSH û LHyê, çikildana nav hêkdankê bi têra xwe diperise û ber bi dîwarê hêkdankê cih diguherîne. Çikildana pêgihîştî oosîda duyem lixwe digire. Oosîda duyem bi xaneyên granuloza û xaneyên teka dorpêçî ye. Piştê peqîna çikildana gihîştî, xaneya hêkê (oosîda duyem) ji çikildanê ber bi coga hêkê tê berdan, ev bûyer wekî hêkdanan (bi înglîzî: ovulation) tê navkirin. Paşmayiyên çikildanê, ango xaneyên granuloza û xaneyên teka nav hêkdankê de dimînin. Tenê zer ji van xaneyan peyda dibe. Piştê hêkdananê tenê zer gir dibe û di nav 7-8 rojan de digihîje qebareya asayî. Tîreya tenê zer a pêgihîştî bi qasê 1.5 cm ye.
Xaneyên granuloza û xaneyên teka diguherin bo xaneyên granuloza yên zer (bi înglîzî: granulosa lutein cells) û xaneyên teka yên zer (bi înglîzî: theca lutein cells). Xaneyên granuloza yên zer çewrî û pîgmenta zer lixwe digirin. Hebûna pîgmentê, rengê zer dide paşmayiyên çikildanê loma koma xaneyên çikildanê wekî tenê zer tê navkirin. Xaneyên teka yên zer jî çewrî lixwe digirin lê bêpîgment in. Piştê hêkdananê, cihê xaneya hêkê, di nav çikildanê de wekî valahiyêk dimîne, ev valahî demek şûnve bi xwînê tijî dibe. Xwîna nav tenê zer hêdî hêdî dimeyîne.
--Erkê tenê zer--
Du erkên sereke yên tenê zer heye: derdana hormonan û di mehên destpêkê ya ducaniyê de alîkirina bo berdewamiya ducaniyê.
Tenê zer mîna rijênek demkî kar dike. Bi mijêrek gellek zêde procesteron û hinek êstrocen û înhîbîn berhem dike û der dide. Xaneyên granuloza yên zer hormonên procesteron, êstrocen û înhîbîn berhem dikin û der didin. Xaneyên teka jî testosteron berhem dikin, lê piraniya testosteronê di xaneyên granuloza de tê guhertin bo êstrocenê. Procesteron û êstrocen girîng in bo berdewamiya ducaniyê. Ev herdu hormon diwarê malzarokê stûr dikin, rijênên navpoşê malzarokê diperisînin. Ji rijênan xurek tê derdan bo xwedîkirina embriyoyê. Bi kurtasî procesteron û êstrocen navpoşê malzarokê (bi latînî: endometrium) amade dikin ji bo egera rûdana ducaniyê. Di destpêka ducaniyê de embriyo xwe diçeqîne nav diwarê malzarokê û li wir biperise.
Heke xaneya hêkê neyê pîtandin, tenê zer di nav 10 heta 14 rojan de têk dişikê. Ji tenê zer tenê spî ( bi latînî : corpus albicans) peyda dibe. Her ko tenê zer hildiweşe, xestiya êstrocen û procesterona nav xwînê kêm dibe. Ev rewş dibe sedema hilweşîna navpoşê malzarokê û xwîndîtin (bi înglîzî:menstruation) rû dide.
Heke pîtîn rû bide, tenê zer hilnaweşe û derdanên xwe didome. Heta 3 mehî ya ducaniyê, procesteron ji aliyê tenê zer ve tê berhemkirin û derdan, paşê hevalbiçûk diperise, tenê zer hildiweşe. Êdî heta dawiya ducaniyê, procesteron ji aliyê hevalbiçûkê ve tê derdan.
* Ev xebat li ser wîkîpediyaya kurdî jî hat zêdekirin.







2022/02/10

Hêkdank

 Hêkdank an jî hêlkedan (bi înglîzî: ovary) cotek endamê zaûzê ya mêyan e bo çêkirina xaneya hêkê û berhemanîna hormonên mêyê.

Xaneyên hêkê di hêkdankan de tên embarkirin û persîn heta ko bi hêkdananê ber bi coga hêkê tên avêtin. Hormonên wekî êstrogen, procesteron û înhîbîn ji aliyê xaneyên nav hêkdankan ve tên berhemkirin û derdan.
--Pêkhateya hêkdankê--
Di laşê mêyan de du hêkdank heye û her yek li aliyêkî malzarokê de cih digirin.
Dirêjiya hêkdankan bi qasî 2.5 – 3.5 cm, firehiya wan 2cm û stûriya wan jî 1 cm e.
Hêkdank di hewzekelênê de cih digirin û bi navbeynkariya bestera hêkdankê, bi beşa jorê ya malzarokê ve girêdayî ne. Bestera pehn û bestera hilawestîner a hêkdankê , hêkdankan di nav hewzekelênê de mikûm dikin. Lûleyên xwînê, demar û lûleyên lîmfê di nav bestera hilawestîner de dirêjê nav hêkdankê dibin. Gun û hêkdank endamên homolog in. Endamên ko pêkhate, perisîn û cihê wan di laş de mîna hev in û ji heman cor şaneyên embriyoyê peyda dibin, wekî endamên homolog tên navkirin. Ne hewceye ko erkê endamên homolog heman be. Wekî mînak; mil û destê mirov û baskê balîndeyan endamên homologê hev in. Herwisa gun û hêkdank jî endamên homolog in, ji heman şaneyên embriyoyê pêyda dibin, hormon û xaneyên zaûzêyê berhem dikin, lê ji hin aliyan ve gun û hêkdank ji hev cuda ne.Perisîn û çalakiya hêkdankan ji aliyê hîpotalamus û hîpofîzê ve tê rêkxistin.
Her hêkdank ji du beşan pêk tê: kirok (bi latînî: medulla) û tûkil (bi latînî: cortex)
Kirok beşa navî ye û ji bestereşaneya sist pêk tê. Kirok lûleyên xwînê, lûleyên lîmfê, demarerîşal û gurzeyên lûsesmasûlke lixwe digire.
Beşa aliyê derveyî hêkdankan wekî tûkil tê navkirin. Tûkil bi rûkeşeşaneyê dapoşrav e. Di bin çîna rûkeşeşaneyê de çîna sipîk (bi latînî: tunica albuginea) cih digire. Çikildanên hêkdankê di beşa tûkilê de, di bin çîna sipîk de cih digirin. Çikildan ji xaneya hêkê ya negihîştî û xaneyên derdanî (bi înglîzî: endocrine cells) pêk tê. Hêkexaneya(xaneya hêkê) negihîştî wekî oosît (bi latînî: oocyte ) tê navkirin.
Di başa tûkil a her hekdankek de bi hezaran çikildanên hêkdankê cih digirin. Li gor rêjeya perisînê, ne yek lê çendan cor çikildanên hêkdankê heye. Herwisa li gel çikildanan, pêkhateyên wekî tenê zer û tenê spî jî di hêkdankan de cih digirin.
--Çikildanên hêkdankan--
Çikildana pêşîn (bi înglîzî: primordial follicle)
Çikildanên herî negihîştî yên hêkdankê ne. Ango çikildanên pêşeng in. Ji hêkexane ya negihîştî û ji rêzek çikildanexane (xaneyên çikildanê) yên li derdora hêkexaneyê pêk tê. Di qonaxa çikildana pêşîn de hêkexane ya negihîştî, ango oosît, wekî oosîta yekem (primary oocyte) tê navkirin. Perisîna Oosîtan di qonaxa profaz a miyoza yekem de hatiye rawestandin. Dema ji dayikbûnê de, di hêkdankên dergûşa mê de bi qasî 1.5 milyon çikildanên pêşîn heye. Di temenê pêgihîştinê de ango di temenê 12-14 salî de hêjmara çikildanên pêşîn dadikeve 400 hezarî.
Çikildana yekem (bi înglîzî: primary follicle)
Di temenê pêgihîştinê de (12-14 salî) bi bandora hormona handerê çikildanê (FSH), çikildana pêşîn diperise û çikildana yekem peyda dibe. Di her çikildanek yekem de oosîta yekem, bi rêzek an jî pirtir rêzên çikildanexane yên şeşrûyî dapoşrav e. Di çikildana yekem de çikildanexane êdî wekî xaneyên granuloza(bi înglîzî: granulosacells) tên navkirin. Hormona êstrocen ji xaneyên granuloza tê derdan. Çikildanên yekem hem diperîsîn hem jî hormona êstrocen der didin. Êstrocen û procesteron guherîna navpoşê malzarokê han dikin.
Çikildana duyem
Ji geşbûna çikildana yekem, çikildana duyem çêdibe. Çikildana duyem ji oosîta yekem, gellek çînên xaneyên granuloza û antrumê pêk tê.
Di vê qonaxê de oosîta yekem ji aliyê du pêkhateyên parezêr ve hatiye dorpêçkirin. Ji van pêkhateyan a yekem wekî navçeya ron (bi latînî: zona pellucida) tê navkirin û li ser oosîde de cih digire, pêkhateya din jî wekî taca tîrojî (bi latînî: corona radiata) tê navkirin. Taca tîrojî li ser navçeya ron cih digire. Beşa di navbera taca tîrojî û xaneyên granuloza bi şileyek tijî ye, navê vê beşê antrum e.
Çikildana gihîştî (bi înglîzî: Graafian follicle)
Çikildana gihîştî ji oosîta duyêm a bi navçeya ron û taca tîrojî dorpêçî, ji firerêzên xaneyên granuloza û ji antrumek fireh a bi şile tijî pêk tê. Oosîta duyem miyoza yekem temem kiriye, ango edî haploîdî ye û di qonaxa metefaza miyoza duyem de rawestî ye. Di qonaxa çikildana pêgihîştî de çikildan û antrum gellek mezin xuya dibin.
--Tenê zer--
Bi bandora hormona handerê tenê zer (LH), çikildana pêgihîştî diqelişe û oosîta duyem ber bi coga hêkê tê paldan. Beşa mayî ya çikildanê, di nav hêkdankê de diguhere, qabareya xaneyên çikildane zêde dibe û xane bi çewrî tijî dibin. Çewrî rengê zer dide xaneyên çikildanê. Ev beşa zer a çikildana bêoosît êdî wekî tenê zer (bi latînî: corpus luteum) tê navkirin. Tenê zer di nav hêkdankê de hormonên procesteron û êstrocen berhem dike û der dide. Evan hormonan rûyê navî yê malzarokê stûrtir dikin bo çeqîna embriyoyê.
--Tenê sipî--
Temenê tenê zer bi qasî 12-14 roj e. Paşê tenê zer ji aliyê xaneyên hellûşêner ve tên hilweşandin, pêkhateyêk spî ya ji bestereşane peyda dibe. Navê vê pêkhateyê tenê spî ye (bi latînî: corpus albicans). Piraniya tenê sipî tê mijandin, hinek ji tenê spî jî di nav hêkdankê de mîna lekeyên sipî dimîne.
--Erkê çikildanan--
• Çikildanên hêkdankê xurek dabîn dikin bo hêkexane ya negihîştî.
• Dema hêkdananê (ovulation) rêk dixe.
• Malzarokê, cogên hêkê û zêyê amade dike bo pîtîna hêkê ji aliyê sperm ve.
• Navpoşê malzarokê amade dike ji bo çeqîna hêka pîtandî.
• Di destpêka ducaniyê de bo korpeleyê hormonên êstrocen û procesteron berhem dike, paşê heman hormon ji aliyê hevalbiçûkê (plasenta) ve tê berhemkirin û derdan.
*Ev xebat li ser wîkîpediyaya kurdî jî hat zêdekirin.





2022/02/08

Procesteron


Procesteron an jî procîstiron (bi înglîzî: progesterone), hormona koendama zaûzêya mêyan e ko bi gelemperî ji bo dabînkirin û parastina stûriya dîwarê malzarokê kar dike
Procesteron li gel hormonên din, ji bo rêkxistiana çerxa mehaneyê (bi înglîzî: menstrual cycle) kar dike. Herwisa laşê mêyê amade dike bo ducanîbûnê û heke ducanîbuyîn rû bide, berdewamkirina ducaniyê dabîn dike. Loma hin caran procesteron wekî “hormona ducaniyê” jî tê navkirin.
--Pêkhateya procesteronê--
Procesteron hormonek steroîdî ye. Molekulên steroîdî çewriyên taybet in, çar xelekên hîdrokarbonên bi hev re girêdayî bingehîna molekulê pêk tînin. Koma erkdar (bi înglîzî: functional group) bi xelekên hîdrokarbonan ve girêdayî ye.Hormonên steroîdî ji kolesterolê tên berhemkirin.
Temenê nîvbûnê ya progcesteronê 4-5 xulek e. Procesteron jî mîna êsterocenê bi navbeynkariya albumîn û globulîn ve tê guhêztin. Albumîn û globulîn proteînên plazmaya xwînê ne. Piştê derdanê, procesteron di nav çend xulekan de tê hilweşandin. Hema hemû procesteron di kezebê de tê hilweşandin û ji wê êstrocen tê bi destxistin.
--Çavkaniyên procesteronê--
Procesteron ji hêkdankan, ji hevalbiçûkê û ji rijênên adrenalê tê derdan.
Ji ber bandora hormona handerê tenê zer (LH), çikildana hêkê diqelişe, xaneya hêkê derbasê nav coga hêkê dibe. Xaneyên çikildana vala, çewrî embar dikin û çikildan wekî pêkhatyeyek bi rengê zer di nav hêkdankê de dimîne. Ji vê pêkhateya zer re tê gotin “tenê zer”(bi latînî corpus luteum). Tenê zer mîna rijêne kar dike, procesteron û êstrocen der dide. Pirraniya precesteronê di hêkdankan de di tenê zer de tê berhemkirin û derdan. Berê hêkdananê(bi înglîzî: ovulation) ,di xwînê de rêjeya procesteronê gellek hindik e., hefteyek piştê hêkdananê, rêjeya procesteronê ji nişke ve zêde dibe.
Dema mê bi ducanî nebe, di çikildanên hêkdankê de xaneyên teka (theca cells) ji kolesterolê procesteron berhem dikin. Heke xaneya hêkê (oosîta duyem) neyê pîtandin. Tenê zer di nav 10 heta 13 rojan de hildiweşe, diguhere û dibe tenê sipî (bi latînî: corpus albicans). Bi helweşîna tenê zer, derdana procesteronê jî kêm dibe. Lê heke pîtandin rû bide û hêka pîtandî xwe bigihîne heta navpoşê malzarokê û xwe di diwarê malzarokê de biçeqîne, tenê zer hilnaweşe û derdana wê ya procesteronê didome. Ji destpêkê heta 3 mehî ya ducaniyê, procesteron ji aliyê tenê zer ve tê berhemkirin û derdan, paşê hevalpiçûk diperise, tenê zer hildiweşe. Êdî heta dawiya ducaniyê, procesteron ji aliyê hevalbiçûkê ve tê derdan.
Her çiqas procesteron wekî hormonek mêyîtiyê were zanîn jî, bi eslê xwe nêr jî dikarin procesteron berhem bikin. Di rijenê adrenal û gunan de hinek procesteron tê berhemkirin û derdan. Ev procesteron bi taybetî di demarexaneyan de ji bo çêbûna bergê maylînî tê bikaranîn. Herwisa procesteron giring e bo berhemanîna testosteronê.
--Erkên procesteronê--
• Procesteron û êstrocen girîng in bo berdewamiya ducaniyê. Procesteron navpoşê malzarokê amade dike ji bo egere rûdana ducaniyê. Diwarê malzarokê stûr dike ko embriyo biçeqe nav diwarê malzarokê û li wir biperise. Çeqîna embriyoyê dibe sedema çêbûna hevalbiçûkê. Di dirêjiya ducaniyê de hevalbiçûk procesteron berhem dike û der dide bi vî awayê dîwarê navpoşê malzarokê zexm dike, nahêlê hevalbiçûk ji malzarokê biqete.
• Dema ducaniyê de procesteron û êstrocen girbûna rijênên şîrê û cogên şîrê han didin.
• Procesteron destek dide çalakiyên bo derdana lincemadeyê ji cogên hêkê. Perdeya lincemade li ser rûyê navpoşê cogên hêkê de dimîne. Derdana lîncemade girîng e bo xureka hêka pîtandî ya nav coga hêkê.
• Procesteron çalakiyên derdaniyê ya navpoşê malzarokê (bi latînî: endometrium) han dide. Bi vî awayê malzarok amade dibe bo çeqîna hêka pîtandî. Bi zêdekirina hêjmara xaneyan û qebareya xaneyan, stûriya navpoşê malzarokê zêde dike. Stûriya navpoşê malzarokê ji 1milîmetre ye,derdixe 5 heta 6 mîlîmetreyê. Procesteron qebareya rijênên malzarokê zêde dike, badekên rijênan hê pirtir dike. Çalakiya derdanî ya rûkeşexaneyên rijênên malzarokê han dide.
• Di xaneyên navpoşê malzarokê de embarkirina çewrî û glîkocenê zêde dike. Ji bo ko hê pirtir xwîn bigihîje, di navpoşê malzarokê de qebareya lûleyên xwînê zêde dike.
• Procesteron di dirêjiya ducaniyê de dubarebûna girjbûna masûlkeyên malzarokê kêm dike, bi vê awayê embriyoya bi dîwarê malzarokê ve girêdayî tê parastin.
• Di egera ducanîmayînê de, procesteron xestiya lincemadeya stûyê malzarokê (bi latînî: cervix) zêde dike. Bi vî awayê rê li ber sperman tê girtin ko derbasê malzarokê nebin.
--Rêkxistina derdana procesteronê--
Bi bandora hormona handerê çikildanê(FSH), çikildan diperisin û hormona êstrocên der didin. Gava di xwînê de xestiya êstrocenê digihîje astek taybet, êstrocen hîpotalamusê han dide bo derdana hormona derpirandinê ya tenê zer (GnRH). GnRH bandor li hîpofîza pêş dike û ji hîpofîzê hormona handerê tenê zer (LH) tê derdan. LH tenê zer han dike bo derdana procesteronê. Her ko tenê zer an jî hevalbiçûk procesteron der dide, asta rêjeya procesterona xwînê bilind dibe. Procesteron bi paşragîhandina neyînî bandor li ser hîpotalamus û hîpofîzê dike, derdana FSH û LHyê dide rawestandin. Bi vî awayê di dirêjiya ducaniyê de di hêkdankan de xaneyên nû yên hêkê naperisin û çerxa hêkdankê û çerxa mehane radiweste. Heke pîtîna hêkê rû nede, tenê zer derdana procesteronê bo çend rojan didomîne,paşê derdana procesteronê kêm dike ko dawî li perisîna navpoşê malzarokê were û dîwarê malzarokê hilweşe.
--Dermanên rêgirê ducaniyê--
Hinek ji hebên rigirê ducaniyê ji procesterona destkarî (procestîn) û êstrocena destkarî pêk tên. Ev hebên rêgirê ducaniyê bi paşragihandina neyînî bandor li hîpotalamus û hîpofîzê dikin. Ji hîpotalamusê derdana hormona derpirandinê rijenên zaûzê(GnRH) tê rawestandin. Kêmbûna hormona derpirandinê, ji hîpofîzê derdana FSH û LHyê radiwestîne. Bi vî awayê di hêkdankê de çikildan naperisin û hêkdanan rû nade. Di coga hêkê de tunebûna xaneya hêkê, rê li ber ducaniyê digire.
*Ev xebat li ser wîkîpediyaya kurdî jî hat zêdekirin.