Celadet Alî Bedîrxan

Me zanî ko xweseriya me, di zimanê me de ye û em bi tenê bi hînbûna xwendin û nivîsandina zimanê xwe û parastina wî, di civata miletan de, wek miletekî xweser dikarin bijîn û payedar bin.
Celadet Alî Bedîrxan (1893-1951)
Showing posts with label lûleya xwînê. Show all posts
Showing posts with label lûleya xwînê. Show all posts

2022/05/26

Hormona dijemîztin

 





    Hormona dijemîztin an ji vazopresîn (bi înglîzî: antidiuretic hormone (ADH) - vasopressin) hormonek firepeptîdî (polîpeptîdî) ye. Li hîpotalamusê tê berhemkirin û ji bo hîpofîza paş tê şandin. Derdana hormona dijemîztin ji aliyê hîpofîza paş ve tê kirin.
Di zimanê înglîzî de ji bo tiştên dibin sedema tengbûna lûleyên xwînê û zêdebûna pestoya xwînê peyva “ vasopressor “ tê bikaranîn. Heke xestiya hormona dijemîztin di xwînê de pir zêde bibe, ev rewş dibe sedema qurmiçîna lûleyên xwînê. Lûleyên xwînê teng dibin pestoya xwînê berz dibe, loma hormona dijemîztin wekî vazopresîn (vasopressin) jî tê navkirin.
Hormona dijemîztin ji 9 asîdên amînî pêk tê. Temenê nîvbûnê (bi înglîzî: half-life) ya hormona dijemîztin 18 heta 20 xulek e. Hormona dijemîztin di demarexaneyên nav hîpotalamusê de tê çêkirin, bi tewereyan ber bi hîpofîza paş ve tê guhaztin û li wir tê embarkirin. Bi hankirina hîpotalamusê, hormona dijemîztin a embarkirî ji rijênê hîpofîz tê derdan. Du kartêkir dibin sedema zêdebûna derdana hormona dijemîztin. A yekem zêdebûna xestiya osmozî ya şileya derveyê xaneyan (plazmaya xwînê û şileya navbera xaneyan) e. A duyem jî kêmbûna qebare û pestoya xwînê ye.
Karê serekî yê hormona dijemîztin, kêmkirina deravêtina mîzê û tengkirina mûlûleyên xwînê ye.
--Karê hormona dijemîztin bo rêkxistina hevsengiya ava laş--
Ji bo berdewamiya jiyanê dabînkirina hevsengiya ava laş girîng e. Xestiya ava laşê mirov ji aliyê osmozewergirin li hîpotalamusê ve tê çavderîkirin. Osmozewergir di nav plazmaya xwînê û şileya navbera xaneyan de çavderiya xwê, iyon û madeyên tîwawe dike.Heke ji ber xwêdandanê an jî ji ber kêm vexwarina avê di laş de kêmasiya av peyda bibe, di xwînê de xestiya iyon û madeyên tîwawe zêde dibe. Ev rewş osmozewergiran han dike, demareragihadinên ji osmozewergiran ber bi hîpotlamusê ve tên şandin. Demarexaneyên derdanî yên hîpotalamusê hormona dijemîztin berhem dikin û der didin nav hîpofîza paş. Hormona dijemîztn ji hîpofîza paş tê derdan û tevlê xwînê dibe.
Hormona dijemîztin delînbariya (bi înglîzî: permeability) lûleka badayî ya dûrî û cogên berhevkirinê zêde dike. Bi vî awayê ji şijûyê hê pirtir av dubare tê mijandin.
Xaneyên cogên berhevkirinê wergirên hormona dijemîztin lixwe digirin. Wergir bi kîsikan ve girêdayî ne, kîsik jî cogên avê (bi latînî: aquaporins) lixwe digirin. Cogên avê ji proteînên parzûna xaneyê pêk tên.Di xaneyên cogên berhevkirinê de, cogên avê hertim vekirî nin in. Ji bo vekirîmayina cogên avê, divê di gurçikan de bi têra xwe hormona dijemîztin hebe. Dema xaneyên cogên berhevkirinê ji aliyê hormona dijemîztin ve tên han kirin, cogên avê li beşa parzûna xaneyê ya ko bi mîzê re rûbirû ye ve girê dibe. Bi vî awayê ava nav mîzê ji cogên avê derbasî nav xaneyên coga berhevkirinê dibe. Ava di xaneyên coga berhevkirinê tevlê xwînê dibe û di laş de dimîne. Bi çalakiya cogên avê, qebareya mîzê kêm dibe û xestiya sodyum, klor û madeyên din ên nav mîzê zêde dibe. Ango mîza xest (tîr) peyda dibe.
Bi kurtasî rêkxistina hevsengiya avê di laş de. Wekî gavên li jêr rû dide
Heke ava plazmayê ji asta asayî kêmtir be;
1. Ava laş bi xwêdandanê ji çermê mirov, û bi henasedanê jî wekî hilm ji dev û difin laşê mirov diterikîne. Heke ji dewsa ava çûyî, mirov bi têra xwe av venexwe xestiya osmozî û pestoya osmozî ya plazmaya xwînê zêde dibe. Herwisa gava mirov xurekên şor an jî şirîn dixwe dîsa xestiya osmozî ya xwînê zêde dibe. Mînak, heke mirov penêrê şor biwxe, îyonên xwêya penêr tevlê xwînê dibin û pestoya osmozî ya plazmaya xwînê zêde dikin.
2. Zêdebûna xestiya osmozî osmozewergirên li hîpotalamusê han dike.
3. Du encamên hankirina osmozewrgirên hîpotalamusê heye. A yekem hestê tîbûnê peyda dibe û zorê dide mirov bo vexwarina avê. A duyem jî ji rijêne hîpofîza paş, hormona dijemîztin tê derdan.
4. Hormona dijemîztin ji hîpofîzê tê derdan û tevlê xwînê dibe, bi herrika xwînê digihîje gurçikan. Di gurçikan de bi bandora hormona dijemîztin, delînbariya lûlekên badayî yên dûrî û cogên berhevkirinê zêde dibe.
5. Zêdebûna delînbariyê, di lûlekên badayî yên dûrî û cogên berhevkirinê de dubaremijîna avê zêde dike. Bi vî awayê xestiya osmozî ya mîzê zêde dibe, qebareya mîzê kêm dibe.
6. Bi zêdebûna dubaremijînê, hê pirtir av ji mîzê cihê dibe û vedigere nav şileya laş. Herwisa ji ber hestê tîbûnê vexwarina avê jî zêde dibe. Dawiya dawî xestiya osmozî ya plazmaya xwînê dadikeve asta xwe ya asayî.
Heke ava plazmayê ji asta asayî zêdetir be;
Heke mirov bi qebareyek zêde av an jî şilemenî vebixwe, îcar bûyerên li jor hatine rêzkirin bi awayekî berevajî rû didin.
1.Ava hatiye vexwarin di tevahiya laş de belavê nav şileya laş dibe. Ji ber ko mêjera madeyên tîwawe yên nav şileya laş naguhere, ava lê hatiye zêdekirin, xestiya osmoziya şileya laş kêm dike.
2. Kêmbûna xestiya osmozî di heman demê de dibe sedema kêmbûna pestoya osmozî. Pestoya nizim rê li ber çalakiya osmozewergirên li hîpotalamusê digire.
3. Du encamên rêgirtina çalakiya ozmozewergiran çêdibe. A yekem hestê tîbûnê kêm dibe û loma mirov dil nake ko av vebixwe. A duyem jî, rê li ber derdana hormona dijemîztin tê girtin.
4. Gava ji hîpofîza paş derdana hormona dijemîztin tê kêmkirin, demek şûnve di nav xwînê û herwisa di nav gurçikan de asta hormona dijemîztin dadikeve. Bi vê awayê delînbariya avê ya lûlekên badayî yên dûrî û cogên berhevkirinê tê kêmkirin.
5. Bi kêmbûna delînbariyê, di lûlekên badayî yên dûrî û cogên berhevkirinê de dubaremijîna avê kêm dibe. Av di nav mîzê de dimîne. Loma xestiya osmoziya mîzê kêm dibe lê qebareya wê zêde dibe.
6. Ji ber ko kêmtir av dubare tê mijîn, kêmtir av tevlê xwînê dibe. Herwisa di heman demê de hestê tîbûnê jî li mirov peyda nabe, loma mirov av jî venaxwe. Bi vî awayê xestiya osmozî û pestoya osmozî ya şileya laş ber bi xala asayî zêde dibe.
--Çalakiya koendama demarê bo derdana hormona dijemîztin--
Di hîpotalamus û gurçikan de de demarexaneyên taybet ên bi navê osmozewergir (bi înglîzî: osmoreceptors) heye. Guherînên xestiya osmozî (bi înglîzî: osmotic concentration-osmolality) ya plazmaya xwînê û şileya navbera xaneyan, ji bo osomozewergiran kartêkir (bi înglîzî: stimulant) e. Osmozewergir bersîva guherîna xestiya plazmaya xwînê dide û kar dike ji bo rekxistina rêjeya ava nav xwînê. Osmozewergir bi demarexaneyên çêkerê hormona dijemîztin vê di nav têkilîyêde ne. Hestê tîbûnê ji ber çalakiya osmozewergiran peyda dibe. Di hîpotalamusê û di gurçikan de bi hejmarek zêde osmozewergir heye.
Osmozowergirên li hîpotalamusê, zêdebûna pestoya osmozî ya plazmayê hest dikin û derdana hormona dijemîztin han didin. Zêdebûna pestoya osmozî (ji ber xestiya osmozî) di demarexaneyên çêkerê hormona dijemîztin de erkê kar dide destpêkirin. Li beşa tewerekotahiyê de, li ser parzûna xaneya demarexaneyê de cogên kalsiyumê (Ca2+) yên jêrdestê voltajê(bi înglîzî: voltage-gated Ca2+ channels) heye. Erkê kar di kotahiya tewereya demarexaneyê de cogên kalsiyumê dide vekirin. Her ko kalsiyum ji şileya navbera xaneyan, ber bi nav demarexaneyên çêkerê hormona dijemîztin ve diherike, ji demarexaneyan, hormona dijemîztin tê derdan. Hormona dijemîztin bi verişînê (bi latînî: exocytosis) ji demarexaneyên çêker tê derdan Derdana hormona dijemîztin bi çerxa paşragihandina neyînî (bi înglîzî: negative feedback loop) tê çavderîkirin. Her ko xestiya osmozî ya xwînê kêm dibe osmozewergirên hîpotalamusê guherînê hest dikin û bi qasê kêmbûna xestiya ozmozî, derdana hormona dijemîztinê didin kêmkirin.
--Bandora hormona dijemîztin li ser qurmiçîn û tengkirina lûleyên xwînê--
Ji nişka ve kêmbûna qebareya xwînê jî hormona dijemîztin dide derdan. Wekî mînak, dibe ko dema birîndarbûne de xwînberbûnek xeter rû bide û gellek xwîn ji laş derkeve. Di rewşek wisa de qebareya xwîna laş kêm dibe. Kêmbûna qebaraya xwînê dibe sedema kêmbûna pestoya xwînê. Guherînên pestoya xwînê ji aliyê pestanewergiran (bi înglîzî: baroreceptors) ve tê hestkirin. Pestanewergir li şahxwînberên stûyê mirov û li guhikeya çepê ya dil de cih digirin. Pestanewergir agahiya kêmbûna pestoya xwînê bi demareragihandinan dişînin hipotalamusê, li hîpotalamusê demarexaneyên derdanî ango demarexaneyên çêkerê hormona dijemîztin, dest bi berhemkirin û derdana hormona dijemîztin dikin. Hormona dijemîztin rê li ber deravêtina avê digire ko qebareya xwînê hê pirtir kêm nebe. Bi vê awayê qebare û pestoya xwînê ber bi xala asayî tê guhertin. Gava pestoya xwînê zêde dibe, îcar demarexaneyên derdanî rê li ber derdana hormona dijemîztin digirin, di cogên berhevkirinê de dubaremijîna ava nav mîzê rû nade. Ango deravêtina avê zêde dibe ko pestoya xwînê kêm bibe bo asta asayî.
* Ev xebat li ser wîkîpediyaya kurdî jî hat zêdekirin.





2022/02/10

Hêkdank

 Hêkdank an jî hêlkedan (bi înglîzî: ovary) cotek endamê zaûzê ya mêyan e bo çêkirina xaneya hêkê û berhemanîna hormonên mêyê.

Xaneyên hêkê di hêkdankan de tên embarkirin û persîn heta ko bi hêkdananê ber bi coga hêkê tên avêtin. Hormonên wekî êstrogen, procesteron û înhîbîn ji aliyê xaneyên nav hêkdankan ve tên berhemkirin û derdan.
--Pêkhateya hêkdankê--
Di laşê mêyan de du hêkdank heye û her yek li aliyêkî malzarokê de cih digirin.
Dirêjiya hêkdankan bi qasî 2.5 – 3.5 cm, firehiya wan 2cm û stûriya wan jî 1 cm e.
Hêkdank di hewzekelênê de cih digirin û bi navbeynkariya bestera hêkdankê, bi beşa jorê ya malzarokê ve girêdayî ne. Bestera pehn û bestera hilawestîner a hêkdankê , hêkdankan di nav hewzekelênê de mikûm dikin. Lûleyên xwînê, demar û lûleyên lîmfê di nav bestera hilawestîner de dirêjê nav hêkdankê dibin. Gun û hêkdank endamên homolog in. Endamên ko pêkhate, perisîn û cihê wan di laş de mîna hev in û ji heman cor şaneyên embriyoyê peyda dibin, wekî endamên homolog tên navkirin. Ne hewceye ko erkê endamên homolog heman be. Wekî mînak; mil û destê mirov û baskê balîndeyan endamên homologê hev in. Herwisa gun û hêkdank jî endamên homolog in, ji heman şaneyên embriyoyê pêyda dibin, hormon û xaneyên zaûzêyê berhem dikin, lê ji hin aliyan ve gun û hêkdank ji hev cuda ne.Perisîn û çalakiya hêkdankan ji aliyê hîpotalamus û hîpofîzê ve tê rêkxistin.
Her hêkdank ji du beşan pêk tê: kirok (bi latînî: medulla) û tûkil (bi latînî: cortex)
Kirok beşa navî ye û ji bestereşaneya sist pêk tê. Kirok lûleyên xwînê, lûleyên lîmfê, demarerîşal û gurzeyên lûsesmasûlke lixwe digire.
Beşa aliyê derveyî hêkdankan wekî tûkil tê navkirin. Tûkil bi rûkeşeşaneyê dapoşrav e. Di bin çîna rûkeşeşaneyê de çîna sipîk (bi latînî: tunica albuginea) cih digire. Çikildanên hêkdankê di beşa tûkilê de, di bin çîna sipîk de cih digirin. Çikildan ji xaneya hêkê ya negihîştî û xaneyên derdanî (bi înglîzî: endocrine cells) pêk tê. Hêkexaneya(xaneya hêkê) negihîştî wekî oosît (bi latînî: oocyte ) tê navkirin.
Di başa tûkil a her hekdankek de bi hezaran çikildanên hêkdankê cih digirin. Li gor rêjeya perisînê, ne yek lê çendan cor çikildanên hêkdankê heye. Herwisa li gel çikildanan, pêkhateyên wekî tenê zer û tenê spî jî di hêkdankan de cih digirin.
--Çikildanên hêkdankan--
Çikildana pêşîn (bi înglîzî: primordial follicle)
Çikildanên herî negihîştî yên hêkdankê ne. Ango çikildanên pêşeng in. Ji hêkexane ya negihîştî û ji rêzek çikildanexane (xaneyên çikildanê) yên li derdora hêkexaneyê pêk tê. Di qonaxa çikildana pêşîn de hêkexane ya negihîştî, ango oosît, wekî oosîta yekem (primary oocyte) tê navkirin. Perisîna Oosîtan di qonaxa profaz a miyoza yekem de hatiye rawestandin. Dema ji dayikbûnê de, di hêkdankên dergûşa mê de bi qasî 1.5 milyon çikildanên pêşîn heye. Di temenê pêgihîştinê de ango di temenê 12-14 salî de hêjmara çikildanên pêşîn dadikeve 400 hezarî.
Çikildana yekem (bi înglîzî: primary follicle)
Di temenê pêgihîştinê de (12-14 salî) bi bandora hormona handerê çikildanê (FSH), çikildana pêşîn diperise û çikildana yekem peyda dibe. Di her çikildanek yekem de oosîta yekem, bi rêzek an jî pirtir rêzên çikildanexane yên şeşrûyî dapoşrav e. Di çikildana yekem de çikildanexane êdî wekî xaneyên granuloza(bi înglîzî: granulosacells) tên navkirin. Hormona êstrocen ji xaneyên granuloza tê derdan. Çikildanên yekem hem diperîsîn hem jî hormona êstrocen der didin. Êstrocen û procesteron guherîna navpoşê malzarokê han dikin.
Çikildana duyem
Ji geşbûna çikildana yekem, çikildana duyem çêdibe. Çikildana duyem ji oosîta yekem, gellek çînên xaneyên granuloza û antrumê pêk tê.
Di vê qonaxê de oosîta yekem ji aliyê du pêkhateyên parezêr ve hatiye dorpêçkirin. Ji van pêkhateyan a yekem wekî navçeya ron (bi latînî: zona pellucida) tê navkirin û li ser oosîde de cih digire, pêkhateya din jî wekî taca tîrojî (bi latînî: corona radiata) tê navkirin. Taca tîrojî li ser navçeya ron cih digire. Beşa di navbera taca tîrojî û xaneyên granuloza bi şileyek tijî ye, navê vê beşê antrum e.
Çikildana gihîştî (bi înglîzî: Graafian follicle)
Çikildana gihîştî ji oosîta duyêm a bi navçeya ron û taca tîrojî dorpêçî, ji firerêzên xaneyên granuloza û ji antrumek fireh a bi şile tijî pêk tê. Oosîta duyem miyoza yekem temem kiriye, ango edî haploîdî ye û di qonaxa metefaza miyoza duyem de rawestî ye. Di qonaxa çikildana pêgihîştî de çikildan û antrum gellek mezin xuya dibin.
--Tenê zer--
Bi bandora hormona handerê tenê zer (LH), çikildana pêgihîştî diqelişe û oosîta duyem ber bi coga hêkê tê paldan. Beşa mayî ya çikildanê, di nav hêkdankê de diguhere, qabareya xaneyên çikildane zêde dibe û xane bi çewrî tijî dibin. Çewrî rengê zer dide xaneyên çikildanê. Ev beşa zer a çikildana bêoosît êdî wekî tenê zer (bi latînî: corpus luteum) tê navkirin. Tenê zer di nav hêkdankê de hormonên procesteron û êstrocen berhem dike û der dide. Evan hormonan rûyê navî yê malzarokê stûrtir dikin bo çeqîna embriyoyê.
--Tenê sipî--
Temenê tenê zer bi qasî 12-14 roj e. Paşê tenê zer ji aliyê xaneyên hellûşêner ve tên hilweşandin, pêkhateyêk spî ya ji bestereşane peyda dibe. Navê vê pêkhateyê tenê spî ye (bi latînî: corpus albicans). Piraniya tenê sipî tê mijandin, hinek ji tenê spî jî di nav hêkdankê de mîna lekeyên sipî dimîne.
--Erkê çikildanan--
• Çikildanên hêkdankê xurek dabîn dikin bo hêkexane ya negihîştî.
• Dema hêkdananê (ovulation) rêk dixe.
• Malzarokê, cogên hêkê û zêyê amade dike bo pîtîna hêkê ji aliyê sperm ve.
• Navpoşê malzarokê amade dike ji bo çeqîna hêka pîtandî.
• Di destpêka ducaniyê de bo korpeleyê hormonên êstrocen û procesteron berhem dike, paşê heman hormon ji aliyê hevalbiçûkê (plasenta) ve tê berhemkirin û derdan.
*Ev xebat li ser wîkîpediyaya kurdî jî hat zêdekirin.





2021/01/09

Nînok



    
Nînok, neynok an jî neynûk yek ji endamên poşerekoendama ( bi îngilîzî: integumentary system) mirov e.
Li cîhana ajalan de, serê tilî û pêçiyên mirov û meymûnan bi nînok in, li ajalên din li dewsa nînokan, penc an jî sim heye. Wekî mînak pencê şêran, sîmê hespan heye.
Nînok, epîdermîs û mû ji heman cor xaneyan pêk tên, lê xaneyên nînokê, lewheyên zexm ên keratînî yên bi şeweyî qiloçî (şax) ava dikin. Bi vî awayê serê tilî û pêçiyan diparêzin. Li gel parastinê, hestkirin jî erkêk din a nînokê ye. Serê tilî û pêçiyên mirov gellek hestedemar lixwe digire. Gava mirov tiliyên xwe li ser tiştek digerîne an jî tiştek digire destê xwe, bi alîkariya van hestedemaran, mirov dikare ji qebare û şêweyê wê tiştê ve agahdar bibe. Nînok karê hestkirina serê tiliyan hêsantir dike. Herwisa ji boy xurandina çerm jî nînok tên bikaranîn.
Berevajiyê mûyan, nînok hertim dirêj dibin. Nînokrojê bi qasî 0.1 mîlîmetre dirêj dibin.Nînok zivistanê hedî, havînê zûtir dirêj dibe. Herwisa nînokên dergûş û kal û pîran ji yên ciwanan hedîtir dirêj dibe. Nînokên tiliyê ji yên pêçiyê hê zûtir dirêj dibin.
Pêkhateya Nînokê
Nînok ji şeş beşên serekî pêk tê; reg, besta nînokê, lewheya nînokê, eponîkum (kutîkil), perîonîkum û hîponîkûm.
Reg (kok)
Rega nînokê wekî matrîksa binçîne jî tê navkirin. Reg li binê çerm, li paş nînokê de cih digire. Rega nînokê bi çîna kutîkilê rûpoşî ye. Piraniya qebareya lewheya nînokê û besta nînokê ji rega nînokê peyda dibin.Ango nînok ji regê peyda dibe. Li rega nînokê de xaneyên melanosîtî tune. Loma ev beş bêreng e. Qeraxa matrîksa binçîneyê bi rengê spî ye û bi şêweyê hîvik e, loma ev beş wekî hîvik tê navkirin. Di beşa hivikê de, di binê nînokê de çînek stûr a rûkeşeşane heye, ango lûleyên xwînê ji nînokê dûr in, loma beşa hîvikê ne bi rengê pembeyî lê bi rengê spî xuya dibe. Her wisa hivik, wekî spika ninokê jî tê navkirin. Ji xeynî tiliyên qilîçê , bi gelemperî hemû nînokên tilî û pêçiyan, hivik lixwe digirin.
Besta nînokê
Besta nînokê beşek ji matrîksa nînokê ye û wekî matrîksa stewr (sterîl) tê navkirin. Besta nînokê, ji hîvikê heta cemserê (hîponîkûm) dirêj dibe. Besta nînokê gellek hestedemar, lûleyên xwînê û xaneyên melaninê lixwe digire. Her ko nînok ji regê dirêj dibe, besta nînokê hin madeyan li ser rûyê jêr ê nînokê zêde dike. Bi vî awayê stûriya lewheya nînokê zêde dibe, lewhe zexm dibe. Ji boy derketin û dirêjbûna nînoka asayî, divê rûyê basta nînokê lûs (pehn) be, an na neynûk xiloxawarî derdikeve.
Lewheya nînokê (Tenê nînokê)
Tenê nînokê an jî lewheya nînokê, beşa bingehîn a nînokê ye. Ango di jiyana rojane de lewheya nînokê wekî nînok tê navkirin. Lewheya nînokê li ser besta nînokê ava dibe, serê tilî û pêçiyan ji zexta hawirdore diparêze. Her wisa ji boy hildana(pê girtin)tiştên piçûk jî serê serbest ên nînokêalîkariya tiliyandike. Bi eslê xwe lewheya nînokê nîvçe zelal (ron) e. Lewheya nînokê (tenê nînokê) ji xaneyên keratînî yên mirî pêk tê. Xaneyên lewheya nînokê di rega(kok)nînokê de,ji xaneyên taybet ên epîdermîsê peyda dibin. Besta nînokê dewlemend e bi lûleyên xwînê, loma ji xeynî beşa hîvikê, lewheya nînokanbi rengê pembeyî ne. Li ser rûyê binî ya lewheya nînokê de şovên dirêj û tenik hene, bi navbeynkariya van şovan nînok bi besta nînokê ve tê girêdan.
Hin caran gava tefşû an jî çakûç li tiliya mirov dikeve, li besta nînokê lûleyên xwînê diteqin, xwîn belavê navbera besta nînok û lewheya nînokê dibe. Xwîna ji lûleyan derketî bêoksîjen dimîne loma rengê wê ji sor diguhere ber bi reş û birîna binê lewheya nînokê reş dibe.
Eponîkum
Kutîkila nînokê wekî eponîkum tê navkirin. Kutîkil di navbera çermê tilî lewheya nînokê de cih digire, nînokê bi çerm ve girê dide. Eponîkum li dij avê berbestek sirûştî ava dike, nahêle av an jî hokarên nexweşiyê derbasî rega nînokê bibe. Loma divê ev beş ji nînokê neyê rakirin û jêkirin.
Perîonîkum (Perionychium )
Perîonîkum navê qatên çermên li herdu aliyên nînokê ye, herwisa wekî qatên kêlekî yên nînokê (Lateral nailfold) jî tên navkirin.
Qatên kêlekî yên nînokê li herdu aliyan ve nînokê dipêçin, bi vî awayê lewheya nînokê bi tilî û pêçiyan ve girêdayî dimîne. Hin caran nînok di qata kêlekî de diçe. Qata kêlekiya nînokê diwerme, kul dibe û birîn çê dibe. Bi taybetî nînokên pêçiyê wisa ne.
Hîponîkum
Li binê beşa qeraxa serbest (cemser) a nînokê de hîponîkum ( hyponychium) heye. Hîponîkum di navbera lewheya nînokê û çermê serê tiliyê de cih digire. Hîponîkûm, çînek stûr e, ji qata hişk (stratum corneum ) a epîdermîsê pêk tê. Hîponîkum besta nînokê ji hawirdorê diparêze.
* Ev xebat li ser wîkîpediyaya kurdî jî hat zêdekirin.

https://ku.wikipedia.org/wiki/N%C3%AEnok?veaction=edit