Gîberellîn (bi înglîzî: gibberellin) komek ji hormonên geşê ne ko di riwekan de ji bo hankirina dabeşbûn û dirêjkirina xaneyan û hin kiryarên peresînê yên wekî dirêjbûna qedê, zîldana tovê, dawîkirina mitbûnê, derbirîna zayenda kulîlkê û derengxistina pîrbûna pel û fêkiyan kar dikin.[1]
Puxte

Hormonên gîberellînê di riwekên kulîlkdar, riwekên tovrût, serxes, hezaz û hin karokan de tên berhemkirin.[2]Gîberellîn bi hankirina geşebûn û dabeşbûna xaneyan, dirêjbûna qed û pelên riwekê dabîn dikin. Li gel vê karê, di riwekan de kiryarên wekî geşebûna fêkiyan, dawîbûna mitbûnê, zîldana tovan jî bi bandora gîberellînan rû didin.[3]Di warê bazirganiyê de, gîberellîn herî zêde ji bo bidestxistina tiriyên bi hebikên gir û bêdendik tê bikaranîn. Li ser riwekê de reşandina giberellînê, navbera girêyên gûşiya tiriyê dirêj dike, bi wî awayê ji bo libên tiriyê cih firehtir dibe. Bi gelemperî gîberellîn bi oksînê hevakrî dike bo geşebûn û peresîna fêkiyan. Bi reşandina oksîn û gîberellînê, di kulîlkên sêv, kişmiş û balicanê de bêyî ko perîn rû bide û tov çêbibe, fêkî geşe dibin û diperisin.[4]
Dîrok
Di salên 1920an de biyologên japonî li ser nexweşiyek riweka birincê de lêkolîn dikirin.Di vê nexweşiyê de şitilên birincê yên tûşê nexweşiyê bûnê, li gor şitilên sax, bi qasî du qat hê pirirtir dirêj dibûn û zirav diman.[5]Ji ber ko qedê riweka birincê pir dirêj û zirav bû, zû ditewiyan û dişikestin, loma beyî ko libên birincê gir bibin, riwek dimirî.[6]
Di sala 1926ê de riwekzanê japonî Eiichi Kurosawa da zanîn ko wî hokara nexweşiya birincê keşf kiriye. Li gor xebatên wî, hokara nexweşiyê, karoka mişexwer a bi navê Gibberella fujikuroi bû. Gava şitilê birincê tûşê vê karokê dibû, qedê riwekê pir dirêj dibû. Kurosawa xebatên xwe pêşve bir û dît ko heke şileya ji parçeyêyên karokê hatiye bidestxistin (bi înglîzî: extract), li riwekek sax were lêxistin jî, birincê tûşê nexweşiyê dike.[2]
Neh sal şûnve zanyarên din ên japonî madeya ko dibe sedema nexweşiyê, ji şileya parçeyên karokan cihê kirin. Ji ber ko ew madeya kîmyayî ya hokarê nexweşiyê ji karoka Gibberella fujikuroi hatibû bidestxistin, zanyar navê gîberellîn dan madeyê.[6]
Di salên 1950an de lêkolîner keşif kirin ko li gel karokan, çeqên tenîştî yên riwekan jî gîberellîn berhem dikin.[3]
Pêkhateya kîmyayî ya gîberellînê di navbera salên 1950-1960ê de ji aliyê koma lêkolînerên brîtanî û koma lêkolînerên amerikî ve hat zelalkirin.[5]
Pêkhate
Gîberellîn bi gelemperî di plastîdan de ji glîseraldehîdê an jî ji pîruvatê tên berhemkirin.[1] Tovên hê negihîştî (bi gelemperî tovên dulepan), serikê regê, lûtkeya ajê, pelên ciwan û karok gîberellîn lixwe digirin.[7][5]Gîberellîn bi şaneya darik û şaneya niyan belavê hemû beşên riwekê dibin.[5]
Di pêkhateya kîmyayî ya hemû gîberellînan de sîstema xeleka giberellanê heye.[8]Hemû gîberellîn ji koma asîdên dîterpenoîd in, ango gîberellîn asîdên endamî yên lawaz in, loma gelek caran ne wekî gîberellîn, lê wekî asîda giberellîn tên navkirin û wekî GA (bi înglîzî: gibberellic acid) tên ravekirin. Gîberellîn pêkhateyên 19 an jî 20 karbonî ne. Di riwekan de bi gelemperî gîberellînên 19 karbonî wekî hormon kar dikin, lê riwek gîberllînên din jî lixwe digirin.[1]
Gîberellîn wekî GA1, GA2, GA3...tên navkirin. Bi gelemperî GA1, GA2 û GA4 sê gîberellînên çalak ên herî berbelav in ko wekî hormon kar dikin.[1]Îro êdî tê zanîn ko ji 100 zêdetir gîberellîn di riwekan bi awayekî sirûştî tên berhemkirin[9]
Hin corên gîberellînan di serxesan de wekî feremon kar dikin. Feremona gîberellînî ya ji gametofîtek tê berdan, dikare di gametofîta cîran de peresîna pêkhateyên nêrê han bike.[9]
- Gîberellîn A1 (GA1)
- Asîda gîberellî (GA3)
Erkên gîberellînê
Di gelek corên riwekan de bikaranîna gîberellînan, dirêjbûna navbera girêyan han dike. Di riwekên yeklep (bi înglîzî: monocot plants) de, di binê tîxa pelê û di gopkeyê de merîstema navberî (bi înglîzî: intercalary meristem) heye. Gîberellîn bandor li merîstema navberî dike riwekê ji binê pelê ve dirêj dike.[10]
Di tovan de dawîkirina qonaxa mitbûnê, seferberkirina xurekên endospermê hin ji gelek kiryarên zîldan û peresîna tovê ne ko ji aliyê gîberellînan ve tên kontrolkirin.[10] Embriyoya tovê çavkaniyek dewlemend e bo gîberellînan. Gava tov ji dorhêla xwe av digire, ji embriyoyê berdana gîberellînan sinyal dide tovê ko dawî li mitbûnê bîne û zîl bide.[3]
Di jîngehê de ji bo dawîbûna qonaxa mitbûnê û destpêkirina zîldanê, pêdiviya gelek tovan bi rûbirûmayina sermayê an jî ronahiyê heye, paşê tovê wan zîl didin. Lê hin tov bi alîkariya gîberellînê dikarin zîl bidin. Wekî mînak, heke gîberellîn li ser tovên titûn û xamkêsanê yên di qonaxa mitbûnê de ne, were reşandin, pêdiviya van bi ronahiyê an jî sermayê namîne, tov ji qonaxa mitbûnê derdikevin û bi asayî zîl didin.[4][6]
Tirîyên bêtov bi rêbazên çandiniyê yên standard têne bidestxistin û tovên piçûk ên nexuya lixwe digrin, tovên wan naperisin. Ji ber ko gîberellîn ji aliyê tovan ve tê berhemkirin û peresîna fêkiyan û dirêjbûna bistîkê di bin kontrola gîberellînê de ne, van corên tiriyê bi gelemperî xwediyê gûşiyên gûr ên bi fêkiyên piçûk in. Tiriyên ber bi gihîştinê bi gîberellînê tên dermankirin bo hankirina çêbûna fêkiyên bi qebareya gir û gûşiyên bi fêkiyên seyrek. Ev rewş rê li ber egera tûşbûna hokarên nexweşiyê yên wekî kûfikê digire.[11]

Gava tov ji qonaxa mitbûnê derdikevin û şîn dibin, enerjiya xwe ji xurekên ko di nav tovê de embarkirî dabîn dikin. Di tovên giyayan de, wekî mînak di tovê ceh de, xurek di endospermê de bi şêweyî nîşa embarkiriye. Nîşa rasterast nayê bikaranîn, divê pêşî bi alîkariya enzîman were hilweşandin bo glukozê.[12] Her çiqas enzîm di gelek corên tovan de nîşaya embarkirî ji bo bikaranîna embriyoyê biherisînin jî, kontrola gîberellînê ya li ser enzîmên tovan, tenê bi genim û hin giyayên din ve sinordari ye. Di xebata li ser zîldana tovên ceh de, lêkolîner dan nîşandan ko ji embriyoyê berdana gîberellînê dibe sedema derbirîna genên kodkirina α-amîlazê.[13]
Piştî çêbûna wê, enzîma. α-amîlaz di endospermê de nîşayê diherisîne bo maltozê. Maltoz ji aliyê enzîmên din ve tê parçekirin bo glukozê. Glukoz jî ji aliyê embriyoyê ve tê mijîn û bo karlêkên metabolî tê bikaranîn.[6]Ango gîberellîn di tovê de bi hankirina enzîmên herisê yên wekî α-amîlaz, xurekên embarkirî seferber dike, bi vî awayî geşebûna tovên dexlê destek dike.[3]
Riwekên ciwan nikarin kulîlk çêbikin, lê riwekên gihîştî di bin şert û mercên guncaw de kulîlk vedidin. Di riwekên ciwan de bikaranîna asîda gîberellînî, guherîna pelên ciwan bo pelên gihîştî leztir dike.[5]
Li ser fêkiyan de reşandina gîberellîna GA3, dirêjbûna fêkiyê han dike û şîrîntiya wan zêde dike.[1]
Pîşesazî
Gîberellîn di pîşesaziyê de ji bo dirêjkirina navbera girêyan tê bikaranîn. Dirêjbûna nevberegirêyan(bi înglîzî: internodes), kulîlkên gûşiyê ji hev dûr dixe, bi vî awayî ji bo girbûna fêkiyan hê pirtir valahî peyda dibe.Wekî encama bikaranîna gîberellînê, gûşiyên gir ên bi libên tirîyên gir tên bidestxistin.[9] Herwisa dirêjbûna gûşiyê, di nav libên fêkiyê de herika hewayê hêsantir dike, rê li ber hokarên nexweşiyê tê girtin ko tûşê fêkiyan nebin.[3]
Gîberellîn, bi taybetî GA3, ji bo zêdekirina berhemdariya fêkiyan, zêdekirina şekirê nav qamîşê şekir û bo malta cehê jî li ser riwekê tê reşandin an jî riwekê noqê gîberellînê dikin.
Di fekiyên narenciye (lîmon, porteqal hwd) de gîberellîn pîrbûna fêkiyan dereng dixe, bi vî awayî fêkî ji bo demek dirêjtir li darê dimînîn û hêdî bi hêdî tên firotin.[10]
Girêdanên derve
Çavkanî
- Bhatla, S.C. and A. Lal, M. (2019) Plant Physiology, development and metabolism Satish C Bhatla, Manju A. Lal. Singapore: Springer
- Starr, C. (2007). Biology:concepts and applications (7th ed.). Boston, MA: Cengage Learning.
- Reece, Jane B. Campbell Biology : Jane B. Reece ... [et Al.]. 9th ed., Boston, Ma, Benjamin Cummings, 2011.
- Simon, E. J., Dickey, J.L., Reece, J. B., & Burton, R. A. (2018).Campbell Essential Biology with Physiology (6th ed.). Newyork, United States: Pearson.
- TBidlack, J.E., Jansky, S. and Stern, K.R. (2018) Stern’s introductory plant biology. 14th edn. New York, NY: McGraw-Hill.
- Solomon, E., Martin, C., Martin, D., & Berg, L. (2015).Biology. Stamford: Cengage Learning.
- Brooker, R., Widmaier, E., Graham, L., & Stiling, P. (2017). Biology (4th ed.).
- SMauseph. (1998). Botany An Introduction To Plant Biology. Jones & Bartlett Pub
- Losos, J., Mason, K., Johnson,G., Raven, P., & Singer, S. (2016). Biology (11th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
- Taiz, L. and Zeiger, E. (2014) Plant Physiology. 6th edn. Sinauer Associates.
- Rye, C., Wise, R., Jurukovski, V., Desaix, J., Choi, J., & Avissar, Y. (2017).Biology. Houston, Texas : OpenStax College, Rice University,
- Johnson, L. G. (1987). Biology. Dubuque, Iowa: Wm. C. Brown.
- M. Abercrombie, M. Hickman, M. L. Johnson, M. Thain.. The new penguin dictionary of biology.Eighth edition (1990)