Celadet Alî Bedîrxan

Me zanî ko xweseriya me, di zimanê me de ye û em bi tenê bi hînbûna xwendin û nivîsandina zimanê xwe û parastina wî, di civata miletan de, wek miletekî xweser dikarin bijîn û payedar bin.
Celadet Alî Bedîrxan (1893-1951)
Showing posts with label kulîlk. Show all posts
Showing posts with label kulîlk. Show all posts

2026/02/09

Kulîlk

 

Kulîlk

Here nagîvasyonêHere lêgerînê
Kulîlk bi gelemperî bi rengê biriqî xuya dibin.

Kulîlk (bi înglîzî: flower) di riwekên tovdapoşrav (riwekên kulîlkdar) de pêkhateya bo pirbûna zayendî ye û endamên zaûzê lixwe digire.

Di riwekên tovdar de şêweyî zêdebûnê ya esasî, pirbûna zayendî ye. Piraniya riwekên tovdar (riwekên tovdapoşrav û riwekên tovrût) ji riwekên kulîlkdar pêk tên. Zanyar heta niha bi qasî 250 000 corên riwekên tovdapoşrav keşf kirine û polen kirine. Herwisa hejmara corên riwekên tovrût biqasî 700 cor in.[1]

Hebûna yek an jî zêdetir kulîlk, taybetmendiya riwekên tovdapoşrav e. Loma navê din ê van riwekan riwekên kulîlkdar e. Di riwekên tovrût de kulîlk tune.

Çerxa jiyana riwekan

Pirbûna zayendî, hema di piraniya corên riwekan de bi heman şêweyî rû dide. Di pirbûna zayendî ya riwekan de gavên çêkirina hêk û spermê, ji ya ajalan cudatir e. Ajal di endamên zaûzêyê (gun û hêkdank) de, bi dabeşbûna miyozî ji xaneyên diploîdî rasterast gametên haploîdî çêdikin. Riwek bi miyozê polen û tûrikê embriyoyê çêdikin, paşê di nav polenê de û di tûrikê embriyoyê de, bi dabeşbûna mîtozî gamet tên çêkirin.[2]

Di çerxa jiyana riwekan de du qonaxên cuda heye; qonaxa gametofît (bi înglîzî: gametophyte stage) û qonaxa sporofît (bi înglîzî: sporophyte stage)

Wateya gametofît, “riweka çêkerê gametan” e. Nifşa gametofîtî, haploîdî û firexaneyî ye, gametên (hêk û sperm) mê û nêrê bi mîtozê çêdike. Bi yekbûna gametên nêr û mêyê, zîgotek dîploîdî peyda dibe. Zîgot bi mîtozê geşe dibe û diperise bo nifşa sporofîta dîploîdî. Sporofît nifşa çêkerê sporan e. Ji sporofîta pêgihîştî, bi dabeşbûna miyozê sporên haploîdî tên çêkirin, ji sporan jî bi dabeşbûna mîtozî gametofîtên haploîdî çêdibin. Gametofîta nû gamet çêdike û çerxa guherina nifşa sporofît û gametofîtan didome.[3]Bi kurtasî, di çerxa jiyana riwekan de, nifşa gametofîtî demek şûn ve bi nifşa sporofîtî tê guhertin. Ango heman riwek, di qonaxek jiyana xwe de di nifşa gametofîdî ye, di qonaxek din de jî di nifşa sporofîtî ye.

Heman riwek, di qonaxek jiyana xwe de di nifşa gametofîdî ye, di qonaxek din de jî di nifşa sporofîtî ye.

Di jiyana riwekê de hebûna du qonaxên firexaneyî yên bomaweyiya wan ji hev cuda, wekî dordariya nifşan (bi înglîzî: alternation of generations) tê navkirin. Dordariya nifşan di endamê nêrê û mêyê yê kulîlkê de rû dide.‌[4] Di riwekên lûleyî de qonaxa sporofît zal e. Ango dar û deviyên li derdora me, di qonaxa sporofîtê de ne.[5]

Di riwekên tovdar de gametofît li ser sporofîtê de çêdibe. Wekî mînak, dara sêvê bi regqed û pelên xwe, di qonaxa sporofîtî de ye. Di kulîlkên xwe de gametofîtên nêr û mêyê çêdike.

Serxes riwekek bêtov e. Di çerxa jiyana serxesê de jî qonaxa sporofît zal e, lê gametofît ne li ser sporofîta diploîdî de, lê wekî zîndewerk cuda geşe dibe.

Di hezazan de gametofîta haploîdî li gor sporofîtê hê pirtir berbiçav e. Beşa kesk a hezazê gametofît e. Sporofît li ser gametofîtê de diperise.[6]

Di riwekên lûleyî de nifşa sporofîtî xwejîn e (bi înglîzî: autotroph), bi fotosentezê, xurekê xwe dabîn dike. Lê nifşên gametofîtî pir piçûk in û di xaneyên wan de fotosentez rû nade, loma gametofît neçar in, ji sporofîtê xurek dabîn bikin.[3]

Riwek dema di qonaxa vejetayî ya geşebûnê de ye, di sîstema reg û sîstema ajê de, xane û şaneyên nû çêdike, bi vî awayî qebareya riwekê zêde dibe. Riweka kulîlkdar di qonaxa pirbûnê de di qed û çiqilên xwe de kulîlk çêdikin. Riwekên yeksalî di dirêjiya jiyana xwe de bi gelemperî carek kulîlk çêdikin. Riwekên pirsalî bi gelemperî her sal di dema qonaxa pirbûnê de carek kulîlk vedidin.

Di kulîlkan de geşebûna diyarkirî (bi înglîzî: determinate growth) rû dide. Qebareya kulîlkê sîfetek bomaweyî ye, ango kulîlkên her corek riwekê taybet e bo wê corê. Gava qebareya kulîlkê gihîşt asta diyarkirî, geşebûna kulîlkê jî radiweste.

Çeşîddariya kulîlkan

Piraniya riwekan kulîlkên tam lixwe digirin,lê hin riwek jî bi kulîlkên kêm in.
Kulîlka ko hemû çar endaman jî lixwe digire, wekî kulîlka tam tê navkirin.

Kulîlka ko hemû çar endaman jî lixwe digire, wekî kulîlka tam (bi înglîzî: complete flower) tê navkirin. Kulîlka ko hem mêyîk hem jî nêrikê lixwe digire wekî kulîlka nêremok (bi înglîzî: hermaphrodite) tê navkirin.[6]Ango hemû kulîlkên tam, kulîlkên nêremok in.

Di kulîlkên hin riwekan de ji çar endaman yek an jî du endam tune ne, ji van kulîlkan re tê gotin kulîlka kêm (bi înglîzî: incomplete flower )[5]

Di hin kulîlkên kêm de nêrik heye lê mêyîk tune, ji van kulîlkan re tê gotin kulîlkê nêr (bi înglîzî: staminate flower-male flower). Di hin kulîlkan de jî mêyîk heye lê nêrik tune, ji van kulîlkan re jî tê gotin kulîlka mê (bi înglîzî: carpellate flower- female flower)[6]

Heke di ser riwekek de hem kulîlka mê hem jî di beşek din a riwekê de kulîlka nêr hebe, ev riwek wekî riweka yekmalî (bi înglîzî: monoecious plant) tê navkirin. Wekî mînak, di riweka garis (lazût), riweka gûzê, riweka findiqê, riweka kundirê de, kulîlkên nêr û kulîlkên mê li ser heman riwekê de, lê ji hev cuda ne.

Di hin riwekan de kulîlka nêr li ser riwekek de, kulîlka mê jî li ser riwekek din a heman corê de cih digire. Riweka ko tenê kulîlka mê an jî kulîlka nêr lixwe digire wekî riweka dumali (bi înglîzî: dioecious plant) tê navkirin.[6] Wekî mînak, dara hêjîrê, spîndar, dara xurmeyê û dara biyê riwekên dumalî ne.

Beşên kulîlkê

Piraniya kulîlkan ji çar endaman pêk tên.

Ne hemû, lê piraniya kulîlkan ji çar endaman pêk tên: pelên kaseyê, pelên tacokeyê, nêrik û mêyik. Ev herçar endam li ser textê bi şêweyî xelekên yeknavendî rêz dibin.[7] Ji derve ber bi navenda kulîlkê de rêza endaman, wekî pelên kaseyê, pelên tacokeyê, nêrik û mêyik e.[3]

Serê bistîka kulîlkê piçek fireh e û wekî text (bi înglîzî: receptacle) tê navkirin. Endamên riwekê li ser textê de rêzbûyî ne. Herçar endamên kulîlkê jî girîng in ji bo kiryara pirbûnê, lê tenê nêrik û mêyik, gamet lixwe digirin û rasterast tevlê pirbûna zayendî dibin.[3]

Pelê kaseyê

Pelê kaseyê (bi înglîzî: sepal) di beşa herî jêrîn û derveyî ya kulîlkê de cih digire. Koma pelên kaseyê wekî kase (bi înglîzî: calyx) tê navkirin. Pelên kaseyê bi eslê xwe ji pelên riwekê hatine gorîn. Kase hemû beşên kulîlkê ji derve dipêçîne. Pelên kaseyê, beşa herî stûr û qayimtir a kulîlkê ye. Herwisa bi gelemperî pelên kaseyê bi rengê kesk in û rûyê wan bi çînek stûr a şimayê (bi înglîzî: wax) dapoşrav e. Di dema geşe û peresîna gopikê de, gopika kulîlkê ji aliyê kaseyê ve tê parastin. Kase bakterî, û sporên karokan ji gopikê dûr dixe, ji gopikê windabûna avê kêm dike û rê nade kêzikan ko gopikê bixwin.[5]

Pelê tacokeyê

Pelê tacokeyê (bi înglîzî petal) ji ber panbûn, firehbûn û tenikbûnê, dişibe pelê riwekê yên fotosentezî. Lê di vakuolên pelê tacokeyê de li dewsa klorofîlê pîgmentên bi rengên din hene. Bi gelemperî pelên tacokeyê an hîç, an jî pir hindik sklerenkîmaya rîşalî lixwe digirin, loma ji pelê riwekê teniktir û naziktir in.[5]Bi gelemperî pelên tacokeyê bi rengên biriqî û bi bîhna xweş in, ev guncandina pelê ji bo serkeftina pirbûna zayendîyê ye. Di kulîlkê de koma pelên tacokeyê (bi înglîzî: petals) wekî tacoke (bi înglîzî: corolla) tê navkirin. Kulîk rengê xwe ji tacokeyê digire, wekî mînak, di gula sor de, pelên tacokeyê sor in.[3]

Kase û tacoke bi hev re bergê kulîlkê yê bi navê perîant (bi înglîzî: perianth) pêk tînin.‌[8]Di hin kulîlkan de cudahiya kase û tacokeyê tune, herdu jî mîna hev û bi heman rengê xuya dibin, vê gavê li dewsa kase û tacokeyê, peyva petal ji bo pelên herdu xelekan tê bikaranîn.‌[9]

Bi gelemperî di navbera hejmara pelen kaseyê û hêjmara pelên tacokeyê de têkilî heye. Wekî mînak, gava di kulîlkê de pênc pelên kaseyê hebin, pênc pelên tacokeyê jî hene. Hin caran jî hêjmara pelên tacokeyê qatên hejmara pelên kaseyê ne. Wekî mînak, dibe ko di kulîlkek de li gel çar pelên kaseyê, heyşt pelên tacokê hebin.[10]

Nêrik

Birgeha dirêjkî ya gopika kulîlkê di riweka gula sor de.

Nêrik (bi înglîzî: stamen) di kulîlkan de pêkhateya zaûzê ya nêrê ye. Nerik ji du beşên serekî pêk tê; porg û dezî. Porg (bi înglîzî: anther) ji du pilan pêk tê. Her pil jî cotek kîsikê polenê lixwe digire. Ango bi gelemperî di porgek de ji bo çêkirina polenan, çar spordank (kîsikê polenê) cih digire.[11]Di her spordankek de gelek dayikexaneyên mîkrospor hene.[12]Her dayikexaneya mîkrospor, bi miyozê çar sporên haploîdî çêdike. Ji ber ko spor pir hûrik in, bi gelemperî tîreya wan bi qasî 25–50 µm ye, ji van sporan re tê gotin mîkrospor[13]

Porg li ser deziyê de cih digire û bi navbeynkariya deziyê bi textê kulîlkê ve girêdayîye. Dezî (bi înglîzî: filament) pêkhateyek zirav û nîvçereq e, porgê hildigire. Dezî şaneya lûleyî lixwe digire, xurekên ji riweka sporofîtê, diguhazîne porgê.[13] Di kulîlkê de koma nêrikan wekî androsyum (bi înglîzî: androecium) tê navkirin.[6]

Mêyik

Mêyik (bi înglîzî: carpel) di riwekên tovdar de endamê zaûzê yê mêyê ye û li ser textê de xeleka herî navî ye. Şiklê meyîkê dişibe guldanka (vazo) devgirtî. Mêyîk ji beşên kosp (bi înglîzî: stigma), borîka mêyîkê (bi înglîzî: style) û hêkdankê (bi înglîzî: ovary) pêk tê. Di kulîlkek de koma mêyikan wekî gînosyum (bi înglîzî: gynoecium) tê navkirin.[6]

Kosp beşa herî jorîn a mêyîkê ye. Rûyê kospê ji bo qefaltina polenan, piçek fireh e, bi gelemperî girûzî ye û bi lîncemade dapoşrav e. Kosp li ser stûnek zirav a bi navê borîka mêyîkê de cih digire. Borîka mêyîkê di navbera kosp û hêkdankê de navbeynkariya guhaztina polenê dike. Polen li ser kospê dest bi çêkirina boriya polenê dike. Boriya polenê di nav borîka mêyîkê de derbas dibe û digihîje hekokeya nav hêkdankê.[14] Hêkdank beşa herî jêr a mêyîkê ye. Di nav hêkdankê de yek an jî zêdetir hêkoke (bi înglîzî: ovule) hene. Xaneya hêkê di hêkokeyê de çêdibe û tê pîtandin. Piştî pîtandinê, hêkoke diperise bo tovê, dîwarê hêkokeyê jî dibe qalikê tovê. Ango her tov, bi eslê xwe hêkokeyek pêgihîştî ye.[12]Piştê pîtîna hêkê, hêkdanka mêyîkê jî diperise bo fekiyê.[8]

Peresîna gametofîta nêrê

Her porgek ji çar kîsikên polenê an jî bi navê wê yê din, spordanka nêrê (bi îngîlîzî: microsporangia) pêk tê. Di kîsikên polenê de gelek xaneyên dîplodî hene û wekî dayikexaneyên mîkrosporê (bi înglîzî: microsporocytes) tên navkirin.[15] Rûyê navî yê kisikê polenê bi çînek xaneyên bi navê tapetum dapoşrav e. Çîna tapetum ji bo mîkrosporan xurek dabîn dike û pêkhateya dîwarê polenê rêk dixe.[6]

Ji her dayikexaneya mîkrosporek, bi dabeşbûna miyozê, çar mîkrosporên haploîdî çêdibe. Her mîkrosporek bi mîtozê dabeş dibe, diperise û pêkhateya bi navê gametofîta nêrê ya duxaneyî peyda dibe û êdî wekî polen tê navkirin.

Herdu xaneyên gametofîta nêrê, xaneya durisker (bi înglîzî: generative cell) û xaneya borî (bi înglîzî: tube cell) ne. Di gametofîta pêgihîştî de xaneya duristker dikeve nav xaneya boriyê û ev pêkhate bi dîwarê spore tê pêçandin. Ev herdu xane û dîwarê sporê, bi hev re, wekî hebika polenê tê navkirin. Dîwarê polenê hem ji materyalên mîkrosporê hem jî ji yê porgê pêk tê. Nexşê dîwarê polenê taybet e bo cora riwekê.[15]Diwarê polenê ji du çînan pêk tê; çîna derve stûr e û wekî egzîn (bi înglîzî: exine) tê navkirin. Çîna navî jî wekî întîn (bi înglîzî: intine) tê navkirin.[2]Egzîn pêkhateyek bi navê sporopolenîn lixwe digire. Sporopolenîn ji aliyê çîna tapetum ve tê dabînkirin, madeyek dijav e. Sporopolenîn di bin şert û mercên dijvar de polenê ji xeteriyên hawirdorê diparêzê.[6]

Bi vebûna kîsikê polenê, polen ji porgê tên berdan. Heke polen were guhaztin ser kospa hemen cor kulîlkê, xaneya boriyê, boriya polenê çê dike. Boriya polenê di nav borika mêyê de heta derkokeyê dirêj dibe.

Boriya polenê gelek bi lez dirêj dibe, dibe ko leza dirêjbûna wê, saetek de bi qasî 1 cm an jî zêdetir be.[15] Her ko boriya polenê di nav borîka mê yê dirêj dibe, xaneya duristker dabeş dibe û du xaneyên sperm peyda dibe. Sperm di nav boriya polenê de heta hêkdankê tên guhaztin. di nêzîkê gametofîta mêyê de, sperm tên berdan.[15]

Peresîna gametofîta mêyê

Di spordanka mêyê de dayikexaneya megaspor heye. Spordank û çîna întegumetê ya dora wê, wekî hêkoke tê navkirn.[16]Di hêkdanka mêyîkê de yek an jî zêdetir hêkoke hene. Di nav spordankê de ji dayikexaneya megasporê bi dabeşbûna miyozî û sîtokînezê, çar xaneyên haploîdî peyda dibin. Gava xaneyên haploîdî çêdibin, bergek parezvan ê bi navê întegument (bi înglîzî:integument) li derdora wan geşe dibe. Întegument li gel parastina hêkokeyê, piştî pîtinê, ji tovê re xurek dabîn dike û tovê diparêze. Di riwekên tovrût te întegument ji çînek, di riwekên tovdapoşrav de ji du çînan pêktê.[17]Întegument hêkokeyê bi temamî napêçîne, di beşa derkokeyê (bi înglîzî: micropyle) de întegument tune. Sê ji çar xaneyên haploîdî hildiweşin, xaneyek megaspor dimîne. Xaneya megaspor li pêyhev sê dabeşbûna mîtozî dike, lê di van dabeşbûnan de sîtokînez rû nade. Ango piştî dabeşbûna bi mîtozê, xaneyek bi heyşt navikî peyda dibe. Paşê di vê xaneyê de sîtokînez rû dide û tûrikê embriyoyê ya heft xaneyî çê dibe, ji re tê gotin gametofîta mêyê.[12]

Di hemû cor riwekên kulîlkdar de, 8 navik bi heman awayê di tûrikê embriyoyê belav dibin. navikek li nezî derkokeyê di nav xaneya hêkê de cih dibe. Du navik jî, her yek li aliyekê hêkê de, di nav xaneyên sînerjît de cih dibin. Du navik di nav xaneyek de di navenda tûrikê embriyoyê de cih dibin, ji van navikan re tê gotin navikên cemserî (bi înglîzî: polar nuclei). Sê navikên mayî jî her yek di xaneyek de di cemserê dijberê hêkê de cih dibin, ji van hersê xaneyan re tê gotin xaneyên antîpod (bi înglîzî: antipodal cells )[18]

Perîn

 Gotara bingehîn: Perîn
Riwek bi gelemperî bi hin rêbazan, rê li ber perîna xweyî digirin, û bi perîna têkel pir dibin.

Ji bo yekbûna hêk û spermê rû bide û zîgot peyda bibe, divê spermên nav polenê xwe bigihînin hêkokeyê. Guhaztina polênê ji porgê nêrikê bo kospa mêyikê wekî perîn (bi înglîzî: pollination) tê navkirin. Dibe ko perîn di navbera nêrik û meyîka heman kulîlkê de an jî meyîka kulîlkek din a heman riwekê de rû bide, ev cor perîn wekî perîna xweyî tê navkirin. Heke polenên kulîlkê werin guhaztin bo meyîka riwekek din a heman corê, vê gavê ev perîn wekî perîna têkel tê navkirin.Di perîna têkel de sperm û hêk ne ji heman riwekê lê ji riwekên heman corê ne.

Guhaztina polenê di hin cor kulîlkan de bi hokarên nezindî yên wekî ba û avê pêk tê. Di hin kulîlkan de guhaztina polenê bi alîkariya hokarên zindî yên wekî mêşhingiv, kêzik, balînde û hin ajalên din rû dide.

Ji %80 zêdetirê riwekên tovdapoşrav ji bo perînek serkeftî, ajalan wekî perîner bi kar tînin.[6]Riwekên ko bi navbeynkariya perînerên zindî, polenênên xwe diguhazînin, bi gelemperî xwediyê kulîlkên behnxweş in, tacokeyên wan bi rengên biriqî ne û nektar a bi çêja şîrîn derdidin. Ev taybetmnendiyên kulîlkê bala perînera dikişîne ser xwe.

Riwekên ko bo perînê bayê bi kar tînin, bi gelemperî kulîlkên wan rengîn ninin. Wekî mînak, riweka genim, darberû û riweka garisê.

Zîldana polenê û pîtîn

Gava hebika polenê dikeve ser kospê, kosp wekî mîna dergevanek, kontrol dike ka ev polen ji nerîkê cora wê ye an ji ya corek biyanî ye. Ango heke polenên kulîlkên ji corên cuda xwe bigihînin ser kospê jî, ji aliyê kospê ve nayên naskirin û zîl nadin. Wekî mînak, heke polenên riweka sêvê, were ser kospa kulîlka riweka hirmiyê, Kospa hirmiyê rê nade polenê sêvê ko zîl bide û here hêkokeya hirmiyê bipîtîne.

Dema polen û kosp endamên heman cor riwekê bin, polen ji kospê av dimijîne û zîl dide. Gava pêşîn, ji aliyê xaneya boriyê ve çêkirina boriya polenê ye. Boriya polenê ji borika mêyîkê derbas dibe û ber bi hêkdankê dirêj dibe. Di nav boriya polenê de xaneya duristker bi dabeşbûna mîtozî dabeş dibe û du xaneyên spermê çêdike. Ji aliyê xaneyên sînerjît ve hin madeyên kîmyayî tê berdan, boriya polenê bi alîkariya van madeyan ber bi hêkokeyê ve dirêj dibe. Dema boriya polenê gihîşt hêkokeyê, di derkokeyê de derbasî nav hêkokeyê dibe û spermên xwe berdide nav hêkokeyê (gametofîta mêyê).[19]

Piştî berdana sperman, di hêkokeyê de ne yek lê du pîtîn rû dide. Yek ji sperman bi pîtandinê, bi xaneya hêkê ve yek dibe û zîgota dîploîdî peyda dibe. Sperma din jî bi du navikên cemserî ve yek dibin û pêkhateya trîploîdî (3n) peyda dibe. Ev pêkhate bi dabeşbûna mîtozî zêde dibe û şaneya xurekdar a bi navê endosperm peyda dibe.[13] Şaneya endosperm ji bo geşebûna embriyoya nav tovê, xurek dabîn dike.[19]

Di pirbûna riwekên kulîlkdar de, kiryara ko spermek hêkê dipitîne, sperma din jî bi navikên cemserîve ve yek dibe, wekî cotepîtîn (bi înglîzî: double fertilization) tê navkirin.[20]Pîtîn li gel geşe û peresîna zîgotê, guherîna hêkokeyê bo tovê û a hêkdankê bo mêweyê jî dide destpêkirin. Peresîna embriyoyê, ya tovê û mêweyê di heman demê de rû didin.[13]

Bi gelemperî ne yek lê dibe ko gellek polen li ser kospê de zîl bidin. Lê tenê yek polenek di pîtîna hêka nav tûrikê embriyoyê de cih digire. Ango spermên kîjan polenê pêşî xwe bigihîne hêkokeyê, ew polen tevlê pîtînê dibe.[21]

Hêkokeya pîtandî geşe dibe û diperise, dibe tov. Hêkdank diperise û dibe mêwe (fêkî). Di piraniya riwekan de endosperma tovê, proteînçewrî û nîşa embar dike. Piştî zîldana tovê xurekên embarkirî ji bo geşebûna riweka şitil tê bikaranîn. Di hin rîwekan de jî endospor ji bo çêkirina pelên tovê ango lepan (kotîledon) tê bikaranîn.[19]

Bikaranîna kulîlkan

Bi hezaran salan, mirovan li çaraliyê cîhanê ji bo gelek armancên wekî çêkirina derman[22],çay, gulav (parfum) [23], biharat (bi înglîzî: spice) û xurekan[24], kulîlkan bi kar anîne.

Gelek kulîlk tên xwarin. Wekî mînak, piraniya riweka gulkelem (bi înglîzî: cauliflower) û qernabît (bi înglîzî: broccoli) ji kulîlkê pêk tê û ev herdu riwek jî tên xwarin.Kulîlkên dara axlamurê, an jî kulîlkên beybûnê tên hişkkirin û wekî çay tên bikaranîn.[25] Qeranfîl û zeferan (bi înglîzî: saffron) biharatên ji kûlîlkê van riwkan in.[24]

Ji pelên tacokeyên kulîlkan hin rûnên pêwîst tên derxistin.Wekî mînak, ji pelên tacokeyê yên kulîlka gulê, rûnê gulê tê derxistin û di warê bijîjkîyê û parfumkariyê de tên bikaranîn.

Kulîlk wekî berhemek bazirganiyê tê bikaranîn. Berhemkirin û firotina kulîlkan, wekî kulîlkvanî (bi înglîzî: floristry)tê navkirin.

Girêdanên derve

Çavkanî

  1. ^ Simon, E. J., Dickey, J.L., Reece, J. B., & Burton, R. A. (2018).Campbell Essential Biology with Physiology (6th ed.). Newyork, United States: Pearson.
  2. Jump up to:a b Jones, M., Fosbery, R., Gregory, J., & Taylor, D. (2014). Cambridge International AS and A Level Biology Coursebook with CD-ROM (4th ed.). Cambridge, MA: Cambridge University Press
  3. Jump up to:a b c d e Solomon, E., Martin, C., Martin, D., & Berg, L. (2015).Biology. Stamford: Cengage Learning.
  4. ^ Taiz, L. et al. (2015) Plant physiology and development. 6Th ed.Sunderland, Massachusetts, U.S.A ISBN 9780197614235
  5. Jump up to:a b c d SMauseph. (1998). Botany An Introduction To Plant Biology. Jones & Bartlett Pub
  6. Jump up to:a b c d e f g h i Rye, C., Wise, R., Jurukovski, V., Desaix, J., Choi, J., & Avissar, Y. (2017).Biology. Houston, Texas : OpenStax College, Rice University,
  7. ^ Bhatla, S.C. and A. Lal, M. (2019) Plant Physiology, development and metabolism Satish C Bhatla, Manju A. Lal. Singapore: Springer
  8. Jump up to:a b TBidlack, J.E., Jansky, S. and Stern, K.R. (2018) Stern’s introductory plant biology. 14th edn. New York, NY: McGraw-Hill.
  9. ^ Glimn-Lacy, J., & Kaufman, P. B. (2006). Botany illustrated: Introduction to plants, major groups, flowering plant families (2nd ed.). Janice Glimn-Lacy and Peter B. Kaufman.
  10. ^ Britannica Editors. "calyx". Encyclopedia Britannica, 4 Aug. 2025, https://www.britannica.com/science/calyx-plant-anatomy. Accessed 2 February 2026.
  11. ^ Britannica Editors. "anther". Encyclopedia Britannica, 15 Oct. 2025, https://www.britannica.com/science/anther. Accessed 3 February 2026.
  12. Jump up to:a b c Starr, C. (2007). Biology:concepts and applications (7th ed.). Boston, MA: Cengage Learning.
  13. Jump up to:a b c d Brooker, R., Widmaier, E., Graham, L., & Stiling, P. (2017). Biology (4th ed.).
  14. ^ Zimmermann, Martin Huldrych, Stevens, Peter, Berry, Paul E., Cronquist, Arthur, Stevenson, Dennis William, Dilcher, David L.. "angiosperm". Encyclopedia Britannica, 2 Jan. 2026, https://www.britannica.com/plant/angiosperm. Accessed 5 February 2026.
  15. Jump up to:a b c d Reece, Jane B. Campbell Biology : Jane B. Reece ... [et Al.]. 9th ed., Boston, Ma, Benjamin Cummings, 2011.
  16. ^ Postlethwait, J. H., & Hopson, J. L. (2006). Modern Biology. NY, United states: Holt Rinehart & Winston.
  17. ^ Matilla AJ. Seed coat formation: its evolution and regulation. Seed Science Research. 2019;29(4):215-226. doi:10.1017/S0960258519000254
  18. ^ Losos, J., Mason, K., Johnson,G., Raven, P., & Singer, S. (2016). Biology (11th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
  19. Jump up to:a b c Cullen, K. E. (2009).Encyclopedia of Life Science. Newyork: Facts On File, Inc
  20. ^ Britannica Editors. "double fertilization". Encyclopedia Britannica, 22 Sep. 2022, https://www.britannica.com/science/double-fertilization. Accessed 6 February 2026.
  21. ^ Britannica Editors. "flower". Encyclopedia Britannica, 28 Dec. 2025, https://www.britannica.com/science/flower. Accessed 5 February 2026.
  22. ^ Coyago-Cruz, Elena; Moya, Melany; Méndez, Gabriela; Villacís, Michael; Rojas-Silva, Patricio; Corell, Mireia; Mapelli-Brahm, Paula; Vicario, Isabel M.; Meléndez-Martínez, Antonio J. (2023). "Exploring Plants with Flowers: From Therapeutic Nutritional Benefits to Innovative Sustainable Uses". Foods. 12 (22): 4066. doi:10.3390/foods12224066. PMC 10671036. PMID 38002124.
  23. ^ Buchmann, Stephen L. (2016). The reason for flowers: their history, culture, biology, and how they change our lives (1st ed.). Scribner. 
  24. Jump up to:a b Vázquez-Fresno, Rosa; Rosana, Albert Remus R.; Sajed, Tanvir; Onookome-Okome, Tuviere; Wishart, Noah A.; Wishart, David S. (2019). "Herbs and spices- biomarkers of intake based on human intervention studies – a systematic review". Genes & Nutrition. 14 (1): 18. doi:10.1186/s12263-019-0636-8. PMC 6532192. PMID 31143299.
  25. ^ Vu, Danh C.; Alvarez, Sophie (2021). "Phenolic, carotenoid and saccharide compositions of Vietnamese Camellia sinensis teas and herbal teas". Molecules. 26 (21): 6496. doi:10.3390/molecules26216496. PMC 8587765. PMID 34770903.