Showing posts with label fototropîn. Show all posts
Showing posts with label fototropîn. Show all posts

2026/07/11

Berevçûna ronahiyê

 

Di riweka Solanum lycopersicum de berevçûna ronahiyê ya êrenî.

Berevçûna ronahiyê an jî fototropîzm (bi înglîzî: photothropism), livîn an jî geşebûna arastekî ya zîndewerê ya ber bi çavkaniya ronahiyê an jî pêçewaneyê arasteya çavkaniya ronahiyê.[1]

Ji bo jiyana riwekan, hestkirina ronahiya hawirdorê meseleya man û neman e. Ronahiya jîngehê ji bo şiyana pêşbazîkirina riwekê û saxmayîna riwekê girîng e. Heke tîrojên ronahiyê ji yek aliyekî ve werin ser riwekê, qed an jî pelên riwekê lez û arasteya geşebûna xwe wisa rêk dixin ko riwek ber bi aliyê çavkaniya ronahiyê geşe dibe.[2]

Bi berevçûna ronahiyê pel û qedê riwekê ber bi ronahiya rojê ve geşe dibin ko hê pirtir tîrojên ronahiyê bimijînin û ji bo karlêkên fotosentezê bi kar bînin.[3] Ji serxesan heta riwekên kulîlkdar de berevçûna ronahiyê tê dîtin. Herwisa li gel riwekan hin karok jî bi berevçûnê bersîvdana ronahiyê didin.[4]

Ber bi aliyê çavkaniya ronahiyê ve livîn, wekî berevçûna ronahiyê ya erenî tê navkirin.  Heke livîn an jî geşebûna riwekê berevajî arasteya çavkaniya ronahiyê be, vê gavê wekî berevçûna ronahiyê ya neyînî tê navkirin.[5] Bersîvdana ji ronahiyê re, di serikê (lûtke) ajê piraniya riwekan de bi berevçûna ronahiya erenî rû dide. Regên riwekan an bertek nîşanê ronahiyê nakin, an jî ji ronahiyê re bersîva wan bi şêweyî berevçûna ronahiyê ya neyînî ye.‌[6]

Fototropîn

Ji bo riwek berteka biyolojîkî bidin ronahiyê, divê xwediyê madeyên ko ronahiyê hest dikin û dimijînin bin, ango divê ronahiyewergir (bi înglîzî: photoreceptor ) lixwe bigirin.[7] Bersîva riwekan a bo ronahiyê, ji aliyê ronahiyewergirên cuda ve tên rêkxistin. Ronahiyewergir ji proteîn û pîgmenta bi navê kromofor pêk tê. Kromofor ronahiyê dimijîne. Proteîn û kromofor bi bendê kovalendî girêdayî nê û ev herdû pêkhate bi hev re, wekî kromoproteîn tê navkirin.

Ronahiyewergir fotonên tîrojên ronahiyê dimijînin û enerjiya ji fotonê wek sînyala bo destpêkirina bersîvdana ronahiyê bi kar tînin.‌[8] Ronahiya şîn a dirêjiya pêlê wê ji 500 nanometreyê kêmtir dikare berevçûnê ronahiyê bide destpêkirin.[7]

Ronahiyewergira ronahiya şîn dimijîne û bersîvdana berevçûna ronahiyê û bersîvdanên din (wekî mînak, vekirina stomayan) dike, ji koma pîgmentên zer in ko wekî fototropîn (bi înglîzî:phototropin) tên navkirin.[9] Fototropîn wergirên proteîn-bingehîn in û berpirsiyarê navbeynkariya bersivdana fototropîk in. Fototropîn di nav parzûna plazmayê de cih digirin û gava bi ronahiya şîn ve rûbirû dimînin xwe vedikin û ji bo dirêjbûna xaneyê çalakiyên rêzê didin destpêkirin.[6]

Wekî hemû ronahiyawergirên riwekan, fototropîn jî ji beşa proteîn û beşa mijerê ronahiyê ya bi navê kromofor pêk tê. Di fototropînan de, kromofor molekula flavîn a bi bendê kovelendî girêdayî ye, loma fototropîn di nav koma proteînên bi navê flavoproteîn de cih digirin. Li gel bersîvdana berevçûnê, vebûn û girtina pelan, livîna kloroplastan di nav sîtoplazmayê de û vekirina stomayan jî di bin kontrola fototropînan de ne.[9] Herçiqas ev hemû bersîvdan ji aliyê fototropînan ve werin kontrolkirin jî, ji vana, herî zêde li ser berevçûnê xebatên kûr û dirêj hatine kirin û rêbaza berevçûnê baş hatiye famkirin. Du cor flavoprotein, fototropîn1 û fototropîn2 berevçûna ronahiyê rêk dixin.[8] Di bin ronahiya şîn a lawaz de fototropîn1 wergira serekê ye bo kontrolkirina berevçûna ronahiyê. Lê di ronahiya şîn a bi hêza asayî an jî ronahiya şîn a xurt de, herdu fototropîn bi hev re kar dikin.[10]

Kifşa berevçûna ronahiyê

Ronahiya ji lambê (1) guherînek hawirdorê ye û riwek dikare vê guherînê hest bike. Wekî encam riwek berteka bersîdayîna berevçûna ronahiyê dide(2) û ber bi çavkaniya ronahiyê gêşe dibe.

Di sala 1880yê de di gotra bi navê “Şiyana Livînê di Riwekan de”, Charls Darwin û kurê wî Francis, cara pêşîn berevçûnê wekî “tewîna şitilan a ber bi ronahiyê ve” pênase kirin.[1] Darwin xebata xwe li ser şitila riweka xamkêsan û hin giyayên din de saz kirin. Gava giya şîn dibin û ji axê derdikevin, ajê giya ji bo were parastin, bi pelên guhertî ve pêçayî yê, ji wê pêkhateya parezvan re tê gotin koleoptîl (bi înglîzî:coleoptile).‌[4]

Darwîn di çavderiya şînbûna şitilê de ditibûn ko şitila xamkêsanê ya ko di nav koleoptîlê de şîn dibe, tenê heke serikê (lûtke) şitilê hebe dikare xwe ber bi aliyê çavkaniya ronahiyê bitewîne. Heke serikê şitilê jê were birîn, koleoptîl natewe. Herwisa heke serik bi kulavek zelal (ron) were pêçandin şitil ber bi ronahiyê ditewe lê heke bi kulavek lêl (opak) ko rê nade derbasbûna ronahiyê ve were pêçandin, vê gavê şitil ber bi ronahiyê ve dirêj nabe. Herwisa heke jêrê serikê koleoptîlê bi tiştek zelal jî were pêçandin, an jî bi tiştek lêl jî wêre pêçandin, rê li ber tewîna ber bi ronahiyê nayê girtin.

Darwîn di xabata xwe de dîtin ko ronahî ji aliyê lûtkeya riwekê (merîstema lûtkeyî) ve tê hestkirin, lê bersîvdan (tewandin) di beşek din a riwekê de rû dide. Ew ji vê rewşê gihîştin encame ko; divê ji bo bersîvdanê, sînyal ji merîstema lûtkeyî ber bi jêrê riwekê ve biçin.[11]

Di sala 1913yê de riwekzan Peter Boysen Jensen diyar kir ko sînyalên kîmyayî yên di lûtkeya riwekê de tên berhemkirin, berpirsiyar e bo tewîna beşên jêrê riwekê. Di xebata xwe de Boysen serikê şitilê jê kir, çînek jeletînê danî ser cihê jêkirî û serikê jî danî ser jelatînê. Gava şitil bi ronahiya arastekî (yekalî) hat ronîkirin, demek şûnve şitil xwe ber bi ronahiyê ve tewand. Lê gava di navbera serik û beşa jêrîna riwekê de li dewsa jelatînê, lewheya ji mîkayê hat cihkirin û şitil di bin ronahiya arstekî de hat ronîkirin, vê carê şitil ber bi ronahiyê netewiya. Gava lewheya mîkayê di beşa ronî de hat cihkirin, riwek xwe ber bi ronahiyê ve tewand. Piştî çendan ceribandinan aşkere bû ko sînyal ji lûtkeyê, di aliyê tarî (sîber) de derbasî jêrê riwekê dibin. Ji ber ko di bersîvdana berevçûna ronahiyê de xaneyên beşa sîber li gor xaneyên bin ronahiyê, hê pirtir dirêj dibin, sînyala kîmyayî ya di lûtkeyê de tê çêkirin, handerkerê geşebûnê ye.[1]

Madeya ko hebûna wê ji aliye riwekzan Peter Boysen Jensen hatibu kifşkirin ko wek sînyalên kîmyayî kar dikir û berpirsiyarê tewîna riwekê bû, di salên 1920an de ji aliyê riwekzan Frits Went ve wekî oksîn (bi înglîzî: auxin) hat navkirin.[12] Her çiqas pêkhateya kîmyayî ya oksînê heta sala 1934ê nehatibe kifşkirin jî, lê dîsa jî Frits Went gelek ezmûn saz kir û di xebatên xwe de nîşan kir ka oksîn çawa dixebite. Di encama xebatên xwe de Frits Went da destnîşankirin ko ronahî dibe sedem ko oksîn ji aliyê ronî ber bi aliyê sîber ve cih biguhere. Di riwekê de belavbûna asîmetrî ya oksînê dibe sedema tewîna riwekê ber bi ronahiyê ve.[12]

Îro êdî em dizanin ko hormona oksîn navê ne yek lê komek hokarên geşebûna riwekan e û kar dikin bo dirêjbûna xaneyan, şînbûna regê, bersîvdanên bervçûnê yên wekî berevçûna ronahiyê û berevçûna erdê. Di nav koma hormona oksînê de hormona sereke, hormona bi navê asîda asetî ya îndîol ê (bi înglîzî: Indole-3-acetic acid (IAA)).[11]

Mekanîzmaya berevçûna ronahiyê

Di riwekê de belavbûna asîmetrî ya oksînê dibe sedema tewînê.1.Tîrojên rojê rasterast ji jor ve tên ser riwekê. Oksîn ( xalên pembeyî) geşebûna riwekê ber bi jor ve han dike.2,3,4. Tîrojên rojê ji aliyê rastê ve tên ser riwekê. Oksîn li aliyê sîber de kom dibe geşebûna qedê ya ber bi çavkaniya ronahiyê han dike, riwek ber bi aliyê ronahiyê ditewe.

Di riwekan de berevçûna ronahiyê bi sê qonaxên serekî rû dide:

1. Qonaxa seretayî de, wergir çavkaniya ronahiyê ya ji aliyek ve tê ser riwekê, hest dikin.

2. Di qonaxa duyem de, veguherîna hormona IAA ji aliyê ronî ber bi aliyê sîber(tarî) ve pêk tê.

3. Di qonaxa dawî de, ji ber ko xaneyên li aliyê sîber hê pirtir dirêj dibin, êw beşa riwekê ber bi xaneyên kurt in li aliyê ronî ve ditewe.

Gava ronahî di nav qedê riwekê de derbas dibe, tê şikestin û belav dibe, li seranserê qedê de fototropînê dide çalakkirin. Berevçûna ronahiyê ji ber bersîvdana ronahiya şîn peyda dibe. Pîgmentên nefotosentezî yên bi navê flavoproteîn ronahiya şîn dimijînin û enerjiya wê wediguherînin sînyalên taybet ko oksînê (IAA) ji beşa ronî dişîne beşa sîdar a ajê an jî koleoptîlê. Piraniya çalakiyên berevçûnê li aliyê ronî de rû dide. Di encamê de xaneyên aliyê sîber ji ber hormona oksînê, li gor xaneyên aliyê ronî hê zûtir dirêj dibin. Ji ber dirêjbûna xaneyên aliyê sîber, ajê riwekê an jî di koleoptîl ber bi aliyê xaneyên kurt, ango ber bi aliyê ronî ve ditewin.[2]

Girêdanên derve

Çavkanî

  1.  Rye, C., Wise, R., Jurukovski, V., Desaix, J., Choi, J., & Avissar, Y. (2017).Biology. Houston, Texas : OpenStax College, Rice University,
  2.  Starr, C. (2007). Biology:concepts and applications (7th ed.). Boston, MA: Cengage Learning.
  3.  Simon, E. J., Dickey, J.L., Reece, J. B., & Burton, R. A. (2018).Campbell Essential Biology with Physiology (6th ed.). Newyork, United States: Pearson.
  4.  Taiz, L. and Zeiger, E. (2014) Plant Physiology. 6th edn. Sinauer Associates.
  5.  Cullen, K. E. (2009).Encyclopedia of Life Science. Newyork: Facts On File, Inc
  6.  TBidlack, J.E., Jansky, S. and Stern, K.R. (2018) Stern’s introductory plant biology. 14th edn. New York, NY: McGraw-Hill.
  7.  Solomon, E., Martin, C., Martin, D., & Berg, L. (2015).Biology. Stamford: Cengage Learning.
  8.  Taiz, L. et al. (2015) Plant physiology and development. 6Th ed.Sunderland, Massachusetts, U.S.A ISBN 9780197614235
  9.  Bhatla, S.C. and A. Lal, M. (2019) Plant Physiology, development and metabolism Satish C Bhatla, Manju A. Lal. Singapore: Springer
  10.  Liscum E, Askinosie SK, Leuchtman DL, Morrow J, Willenburg KT, Coats DR. Phototropism: growing towards an understanding of plant movement. Plant Cell. 2014 Jan;26(1):38-55. doi: 10.1105/tpc.113.119727. Epub 2014 Jan 30. PMID: 24481074; PMCID: PMC3963583.
  11.  Reece, Jane B. Campbell Biology : Jane B. Reece ... [et Al.]. 9th ed., Boston, Ma, Benjamin Cummings, 2011.
  12.  Brooker, R., Widmaier, E., Graham, L., & Stiling, P. (2017). Biology (4th ed.).