Celadet Alî Bedîrxan

Me zanî ko xweseriya me, di zimanê me de ye û em bi tenê bi hînbûna xwendin û nivîsandina zimanê xwe û parastina wî, di civata miletan de, wek miletekî xweser dikarin bijîn û payedar bin.
Celadet Alî Bedîrxan (1893-1951)

2023/09/27

Asîda rîbonukleyî

 

ERK Û PÊKHATEYA ASÎDA RÎBONUKLEYÎ (ARN)
    Asîda rîbonukleyî (ARN) yek ji du corên asîdên nukleyî yên xaneyên zîndeweran e.
Di xaneyan de li gel ARN-yê, asîda deoksîrîbonukleyî (ADN) jî cih digire. Hemû zanyariyên bomaweyî di ADN-yê de embarkirî nê. Ango çalakiyên xaneyê li gor ADN-yê tê rêvebirin. ADN jî ji bo birêverina çalakiyên xaneyê, ARN-yê bi kar tîne.
ARN (bi înglîzî: ribonucleic acid (RNA)) di xaneyê de ji bo çêkirina proteînan tê bikaranîn. Herwiha hin vîrus li dewsa ADN, ARN-yê wekî depoya zanyariyên bomaweyî bî kar tînîn, Ji van vîrusan re vîrusên ARN-yî tê gotin
--Pêkhateya ARN-yê--
    ARN ji zincîrek nukleotîdan pêk tê. Nukleotîd bi bendê fosfodîesterê bi hev girêdayî ne. Ango nukleotîd yekeyên asîda rîbonukleyî ne. Nukleotîd ji sê beşên sereke pêk tê, koma fosfatî, şekirê pênckarbonî û baza nîtrojenî. ARN bi gelemperî ji tek şerîdek pêk tê, lê hin corên vîrusên ko li dewsa ADN-yê, ARN-yê wekî molekula embara zanyariyên bomaweyî bi kar tînin de, ARN ji du şerîdan pêk tê
Di xaneyek asayî de heşt cor nukleotîd heye. ADN û ARN her yek çar cor nukleotîd lixwe digirin. Nukleotîdên ARN-yê Adenîn, Guanîn, Sîtozîn û Urasîl in. Nukleotîdên ADN-yê Adenîn, Tîmîn, Guanîn û Sîtozîn in. Di şekirê pênckarbonî yê nuklotîdên ADN-yê de di karbona duyemîn de oksîjenek kêm e loma ev şekir wekî şekirê kêmoksîjenî (deoksîrîboz) tê navkirin. Şekirê ARN-yê wekî rîboz tê navkirin.
    Di hin beşên ARN-yê de di navbera bazên heman zincîrê de bendên hîdrojenê tên avakirin. Di navbera Adenîn û Urasîlê de bendên duyanî, di navbera Guanîn û Sîtozînê de bendên seyanî çêdibe. Di navbera bazên nîtrojenî de avakirina bendên hîdrojenê dibe sedema çêbûna pekhateya duyemî ya ARN-yê, badanên zincîra ARN-yê pêkhateya seyemî ya ARN-yê pêk tîne.
--Çêbûna ARN-yê--
    ARN molekulek firenukleotîdî (polînukleotîdî) ye. Di ARN-yê de nukleotîd bi bendên hevbeş (kovalent) bi hev re girê dibin. Girêdan di navbera rîboza nukleotîdek û fosfata nukleotîda din ve ava dibe. Bi vî awayî stûna zincîra ARN-yê ji dubarebûna girêdana şekir û fosfatan pêk tê. Di Zincîra ARN-yê de di navbera nukleotîdên li pêyhev de bendê hevbeş (kovelendî) ê bi navê bendê fosfodîester ava dibe. Di bendê fosfodîester de, koma fosfata serê 5ê (5’) ya nukletîdek bi koma hîdroksîl a karbona seyemîna rîboza nukleotîda pêş xwe ve tê girêdan.
    Zanyariyên bomaweyî yên zîndeweran li asîda deoksîrîbonukleyî (ADN) ya zîndeweran de bi şêweyê gen cih digirin. Bi qonaxa libergirtinê (kopîkirin), zanyariyên ADN-yê wekî ARN tê kopîkirin.
Ji ber ko ADN du şerîd e û ARN jî tek şerîd e, ARN tenê yek ji du şerîdên ADN-yê tê kopîkirin. Şerîda ko ARN jê tê kopîkirin wekî zincîra qalib (bi înglîzî: template strand) tê navkirin. Şerîda ko di çêbûna ARN-yê de cih nagire, wekî zincîra kodkirinê (bi înglîzî:coding strand) tê navkirin.
    Hemû corên ARN-yê bi navbeynkariya enzîma ARN-polîmeraz, ji aliyê ADN-yê ve tê çêkirin, ev kar wekî libergirtin (kopîkirin) tê navkirin. Di xaneyên navikseretayî (prokaryot) de corek ARN-polîmeraz kar dike ji bo çêkirina hemû corên ARN-yan. Di xaneyên navikrasteqîn (êkaryot) de ji bo çêkirina her corek ARN, corek ARN-polîmeraz kar dike. ARN-polîmeraz I ji bo çêbûna ARN ya rîbozomî kar dike. Bi çalakiya ARN-polîmeraz II, ARN ya peyamber tê çêkirin. ARN ya guhêzer jî bi navbeynkariya ARN-polîmeraz III ve tê çêkirin.
    Ji bo destpêkirina libergirtinê, enzîma ARN-polîmeraz bi beşa promotor a ADN-yê ve dibeste, ADN-ya lûlpeça hevcot vedibe û du zincîr ji hev cihê dibin, zincîra ko nukleotîdên wê temamkerên nukleotîdên ARN-yê ye û ji bo çêkirina ARN-yê kar dike, wekî zîncîra qalip tê navkirin. Zincîra qalip şîfre nade ARN-yê loma hin caran wekî zîncîra nekodkirinê jî tê navkirin.
Dema libergirtinê de ARN-polîmeraz zincîra qalib bi aresteya serê 3 ber bi serê 5 ve (3’-5’) bi kar tîne û şerîdek ARN-ya ko nukleotîdên wê temamkerên nûkleotîdên ADN-ya qalip e çêdike. Rêza nukleotîdên ARN-ya nûçêbûyî û ya zincîra kodkirinê heman in. Loma ev zincîra ADN-yê wekî zincîra kodkirinê tê navkirin. Lê li dewsa Tîmîn, li zincîra ARN-yê de Urasîl heye.
--Corên ARN-yê--
    Gelek corên ARN-yê hene, lê ji vana sê corên sereke, di xaneyên hemû zindewerên de cih digirin û kar dikin ji bo çêkirina proteînan. Di xaneyên navikrasteqîn de hemû corên ARN-yê di navika xaneyê de bi rêberiya zanyariyên ADN-yê tên çêkirin.
ARN-peyamber
ARN-guhêzer
ARN-rîbozomî
    Ji bilî van ARN-yan di xaneyên navikrasteqîn de du cor ARN-yê din jî kar dikin ji bo rêkxistina zincîra ARN-yan.
ARN-ya piçûk a navikê (bi înglîzî: small nuclear RNA (snRNA)) zincîra pêşîn a ARN-peyamberê rêk dixe.
ARN-ya piçûk a navikokê (bi înglîzî: small nucleolar RNA (snoRNA)) kar dikin ji bo rêkxistina rêza zincîra ARN-ya rîbozomî.
    Di xaneyek memikdar de %80yê ARN-ya xaneyê ji ARN-ya rîbozomî pêk tê. Bi qasî % 4ê ARN-ya xaneyê ji ARN-ya peyamber pêk tê.%15-16 yê ARN-ya xaneyê jî ARN-ya guhêzer e.
ARN-peyamber (ARN-p)
    ARN-peyamber (bi înglîzî: messenger RNA (mRNA) ) tek şerîd e, ji bo çêkirina proteînan, zanyariyên bomaweyî ji ADN-yê kopî dike û dibe rîbozomê, di rîbozomê de li gor zanyariyên ji ADN yê hatinê şandin, proteîn tê çêkirin. Di xaneyê de bi qasî corên proteînan, corên ARN-peyamber tê çêkirin.
    Di xaneyên bakteriyan de, ARN-peyamber a nûçebûyî rasterast ji bo çêkirina proteînan tê bikaranîn. Di xaneyên navikrasteqînan (êkaryot) de ARN-ya nûçêbûyî wekî ARN-peyamber a destpêk (bi înglîzî: pre-mRNA) tê navkirin. Di zincîra ARN-ya destpêk de beşên nekodkirinê heye ji van beşan re tê gotin întron (bi înglîzî: introns), beşên kodkirinê yên ARN-ya despêk jî wekî egzon (bi înglîzî: exons) tê navkirin. Ji ARN-ya destpêk beşên întron bi alîkariya ARN-ya piçûk a navikê (snRNA) tên jêkirin û beşên kodkirinê(egzon) bi hevre tên girêdan, bi vî awayî ARN-peyamber peyda dibe. ARN-peyamber ji navikê derbasî nav sîtoplazmayê dibe û xwe digihîne rîbozomê.
    Koma nukleotîdên sêyanî yên ARN-peyamber wekî kodon tê navkirin. Her kodonek (ji bilî kodonên westanê) ango her sê nukleotîdek, şîfre ye ji bo asîdek amînî. Di rîbozomê de kodonên ARN-peyamber tê xwendin, li gor rêza kodonan, asîdên amînî tên rêzkirin û poroteîn tê çêkirin.
ARN-guhêzer (ARN-g)
    ARN-guhêzer (bi înglîzî: transfer RNA (tRNA)) jî pêkhateyek tek şerîdî ye û bi qasî 80 nûkleotîdan lixwe digire. Di hin beşên ARN-guhêzer de di navbera bazên heman zincîrê de bendên hîdrojenê tên avakirin. Di navbera Adenîn û Urasîlê de bendên duyanî, di navbera Guanîn û Sîtozînê de bendên seyanî çêdibe. Ji ber avabûna bendên hîdrojenê, zincîra nûkletîdên şerîda ARN-yê di hin beşan de çêminî ye û sê badokên xelekî pêk aniye. Bi vî awayî şêweyê taybet ê ARN-guhêzer peyda dibe. Pêkhateya duyemî ya ARN-guhêzer dişibe pelê nefelê, pêkhateya seyemî ya wê dişibe “L” ya serberjêr.
Di kotahiya serê 3 (3’) yê zîncîra ARN-guhêzer de ji bo girêdana asîda amînî beşek heye, bi vî awayê ji sîtoplazmayê asîda amînî hildigire û diguhazîne rîbozomê.
    Kotahiyek ARN-guhêzer dijekodon (bi înglîzî: anticodon) lixwe digire. Dijekodon ji sê nukleotîdan pêk tê û tevavkerê kodona ARN-peyamberê ye. Heke dema dirustkirina proteînê de dijekodon û kodon lihev biguncin, asîda amînî ya li ser ARN-guhêzer bi bendê peptîdê, di zîncîra polîpeptîdê de tê zêdekirin.
    Her corek ARN-guhêzer tenê bi corek asîda amînî ve girê dibe û wê diguhazîne rîbozomê. Di xaneyek de herî zêde 61 cor ARN-guhêzer cih digire. Ji ber ko hêjmara corên ARN-guhêzer ji hêjmara corên asîdên amînî zêdetir e, gelek asîdên amînî ji aliyê du an jî zêdetir corên ARN-guhêzer ve tê guhaztin.
ARN-rîbozomî (ARN-r)
    ARN-rîbozomî (bi înglîzî: ribosomal RNA(rRNA)) bi şêweyê gogî ye û di pêkhateya rîbozomê de cih digire. Herwisa dema çêkirina proteînê de wekî enzîm kar dike.
    Molekulên ARN-rîbozomî di navikoka xaneyê de tên çêkirin. Li gor qebareya xwe du cor ARN-ya rîbozomî tê çêkirin, ARN-ya gir û ARN-ya piçûk. Di navikokê de ev herdû beş bi proteînên rîbozomê ve yek dibin û binebeşa piçûk û binebeşa gewre ya rîbozomê pêk tînin. ARN-rîbozomî kar dike ji bo nasîna RNA-peyamber û ARN-guhêzer.
* Ev xebat li ser wîkîpediyaya kurdî jî hat zêdekirin.











2023/09/03

Pêkhate û taybetmendiyên proteînan




Pêkhate û taybetmendiya proteînan



    Proteîn molekulên aloz (makromolekul) û polîmer in, ji yek an jî zêdetir zincîrên asîdên amînî pêk tên.
Di xaneyên zîndeweran de karbohîdrad, çewrî, proteîn, vîtamîn û asîdên nukleyî molekulên endamî(organîk) yên sereke ne.Lê di xaneyê de herî zêde molekûlên proteînî cih digire. Zêdetirê ji %50 yê giraniya (giraniya ziwa) xaneyê ji proteînan pêk tê. Di xaneyên zindeweran de ne yek lê gelek corên proteinan heye. Zanyariyên bomaweyî yên li ser ADN-yê cora proteîna zindewerê diyar dike. Li gor zanyariyên bomaweyî di navbera asîdên amînî de bendên kîmyayî ava dibe û proteîn peyda dibe. Cor, rêz û hejmara asîdên amînî yên bi hev re bi bendên peptîdî hatine girêdan, cora proteînê diyar dike. Her xaneyek bi hezaran cor proteîn lixwe digire. Xaneyên laşê mirov bi qasî 32000 corên proteînan lixwe digire.
    Herwisa di laşê zindewerk de jî dibe ko her endam proteinek taybet lixwe bigire. Wekî mînak, proteînên masûlkeyên mirov, ji yên mejî û kezeba mirov cudatir in.

    Molekulên proteînê li gor molekulên şekir an jî molekulên rûnê (çewrî) gelek gir in û ji girêdana gelek asîdên amînî pêk tên. Piraniya proteînan bi dirêjiya 50 heta 2000 asîdên amînî ne.

    Proteîn di laş de gelek erkên girîng pêk tînin. Tora proteînên nav xaneyê, peykerê xaneyê, şêweyê xaneyê sabît dike û hemû pêkhateyên xaneyê ji belavbûnê diparêze.
Rîşalên proteînên aktîn û miyozîn girjbûna masûlkeyan rêk dixe.
Proteîna hemoglobîn di nav xwînê de oksîjen û hinek karbona dioksîd diguhazîne.
Dijeten ji proteînan pêk tên. Di laş de di nav xwînê û lîmfê de li dij hokarên nexweşiyê kar dikin. Hema hemû enzîm ji proteînan pêk tên. Enzîm bandor li karlêkên (reaksiyon) kîmyayî dikin bo bi destxistina enerjî, sazkirina malekulên nû an jî hilweşîna molekulan. Herwisa enzîm kar dikin ji bo çêkirina proteînan û duhendebûna ADN-yê.
Proteînên wergir rê dide xaneyê ko hormon û guherînên hawirdorê hest bike û bertek nîşan bide.
Herwisa hestî, jê, bester, çerm, por û nînokên mirovan zexmiya xwe ji proteînan digirin. Hin corên hormonan ji proteînê pêk tên. Wekî mînak hormona însulîn û hormona geşê, proteînên gogî ne.

    Ji bakterîyek heta mirovan, proteînên her zîndewerek taybet e ji bo wê zîndewerê. Proteînên her mirovek ji mirovek din piçek cihê ye, wekî mînak, rengê çavê mirov, porê mirov û rengê çermê mirov ji hev piçek cihê ne. Her wisa komeleya xwîna mîrovan jî ji hev cudatir e. Sedemên van cudahiyan, cudahiya proteînan in. Tenê proteînên cêwiyên tekzîgotê (yekhêkê) wekî hev in.
Her çiqas proteînên zîndeweran ji hev cuda bin jî, lê proteînên hemû zîndeweran ji 20 cor asîdên amînî pêk tên. Ango mirov, riwek an jî bakterî heman asîdên amînî bi kar tînên û proteînên xwe yên taybet çêdikin. Hemû zindewer proteînên xwe ji asîdên amînî yên di xaneyên xwe de çêdikin. Di rewşa asayî de di xaneyekê de ji 20 corên asîdên amînî bi têra xwe heye. Gava pêdiviya xaneyê bi proteînek hebe, asîdên amînî yen nav xaneyê tên bikaranîn. Heke di xaneyê de ji asîdek amînî ya bingehîn bi têra xwe tune be, çêbûna proteîn hêdî dibe an jî tê sekinandin. Cora proteînan, şêwe û erkê xaneyê diyar dike. Wekî mînak, xaneyên masûlke ji bo girjbûn û xavbûnê, bi qebareyek zêde ji proteînên miyozîn û aktîn lixwe digirin. Di xirokên sor de herî zêde proteîna hemoglobîn cih digire, hemoglobîn kar dike bo guhaztina oksîjen û hinek karbona dîoksîde di nav xwînê de.

Bendê peptîdî

    Gava du asîdên amînî bi hevdu re tên girêdan, ji koma karboksîle ya asîda amînî ya yekem, îyona hîdroksîl (OH-), ji koma amînî ya asîda amînî ya duyem jî hîdrojenek (H+) diqete. Bi vî awayî di asîda amînî ya yekem de di atoma karbonê de, di asîda amînî ya duyem de di atoma nîtrojenê de bendek serbest (vala) dimîne. Ev herdu bendên vala bi hev re tên girêdan, ev girêdana navbera asîdên amînî wekî “bendê peptîdî” tê navkirin. Hîdroksîl(OH-) û hîdrojena (H+) ji asîdên amînî hatine berdan yek dibin û molekulek av (H2O) peyda dibe.

    Molekula ji du asîdên amînî yên bi bendê peptîdê girêdayî pêk tê, wekî “dîpeptîd” tê navkirin. Heke sê asîdên amînî bi hev re werin girêdan, molekula nû wekî “trîpeptîd”, bi yekbûna çar asîdên amînî molekûla nû wekî “tetrapeptîd” tê navkirin. Gava gelek asîdên amînî bi bendên peptîdê bi hev re tên girêdan û ji asîdên amînî zincîrek dirêj ava dikin, ev zîncîr jî wekî polîpeptîd (firepeptîd) tê navkirin. Peyva polîpeptîd û peyva proteîn ne heman tişt in. Proteînek dibe ko ji yek an jî zêdetir polîpeptîdan pêk were. Proteînek çalak bi gelemperî ji polîpeptîdên bi şeweyek taybet badayî û qatbûyî pêk tê.


    
Gava zincîra polîpeptîdê tê avakirin, asîdên amînî bi awayekî taybet li dû hev rêz dibin. Di zincîrê de asîda amînî ya yekem bi beşa koma karboksîlê ve bi koma amînî ya asîda amînî ya li pêy xwe ve girêdana peptîdî ava dike. Ango koma amînî(NH2) ya asîda amînîya yekem serbest dimîne, loma ev kotahî wekî kotahiya -N (N-terminus) tê navkirin. Di zîncîra polîpeptîdê de koma amînî ya asîda amînî ya dawî bi koma karboksîlê ya asîda amînîya pêş xwe ve girê dibe. Bi vî awayî di asîda amînî ya dawîn de koma karboksîlê serbest dimîne, ev ebeş wekî kotahiya-C (C-terminus) tê navkirin. Gava polîpeptîd tê avakirin, zincîra polîpeptîdê ji kotahiya-N ber bi kotahiya-C ve dirêj dibe.

Şêwe û pêkhateya proteînan

    Şeweyê proteîn raste rast bandor li ser erk û çalakiya proteînê dike. Wekî mînak, enzîmek dikare tenê bi corek substrat ve were girêdan. Rûxarê çalak a enzîmê û rûyê substradê li hev diguncin. Heke ji ber hin sedeman rûxarê çalak a enzîmê biguhere, enzîm nikare bi substaradê ve were girêdan û çalakiya enzîmê radiweste. Şêweyê hormonên proteînî taybet e ji bo wergirên ser rûyê xaneyê. Loma hormon dikarin xwe bi wergirên xaneya armanc ve girê bidin.

    Di zîncîra polîpeptîda proteînê de guherîna yek asîdek amînî, dibe ko bibe sedema guherînek mezin di şêwe û erkê proteînê de. Wekî mînak, di nexweşiya kêmxwîniya xaneya dasî de, di hemoglobîna asayî de guherîna asîdek amînî rû dide. Hemoglobîna asayî proteînek gogî ye, lê di kesên bi kêmxwîniya xaneya dasî de, hemoglobîn gava bi oksîjenê ve girêdayî ye, bi şêweyê gogî ye, lê gava oksîjenê ber dide şêweyê hemoglobînê diguhere. Herwisa guherîna hemoglobînan bandor li ser xirokên sor (xaneyên xwînê) jî dike. Xirokên sor ên asayî bi şêweyê xepleyî ne, guherîna asîda amînî şeweyê xirokên sor diguherîne bo şeweyê dasî. Ev xirokên sor ên bi şêweyê dasî di hin beşên mûlûleyên xwînê de kom dibin û naherikin, loma kesên bi vê nexweşiyê ne, dibe ko di xane û şaneyên wan de bi têra xwe oksîjen belav nebe.

    Proteîn li gor pêkhateya molekula xwe, çar cor in, pekhateya yekemî (bi înglîzî: primary structure), pêkhateya duyemî (bi înglîzî: secondary structure), pêkhateya sêyemî (bi înglîzî: tertiary structure) û pêkhateya çaremî (bi înglîzî: quaternary structure).

    Herwisa proteîn li gor şeweyê xwe jî dabeşî du cora dibin, proteînên gogî û proteînên rîşalî. Hemoglobîn, amîlaz û însulîn mînak in ji bo proteînên gogî. Aktîn û miyozîn jî proteînên rîşalî ne.Proteînên rîşalî bi pêkhateya duyemî, proteînên gogî jî bi pêkhateya seyemî an jî çaremî ne.


Pêkhateya yekemî

Zincîra asîdên amînî yên polîpeptîdê, pêkhateya yekemî ya proteînê ye. Ji ber ko rêza asîdên amînî yen polîpeptîdê ji aliyê ADN-yê ve tê diyarkirin, ji 20 corên asîdên amînî her asîdek amînî dibe ko di zîncîra proteînê de bi hejmarek corbicor û di rêzek cuda de cih bigire, loma pekhateya yekemî ya her proteînek ji ya din cuda ye.

Pêkhateya duyemî

    Pêkhateya duyemî ya proteînê bi avakirina bendên hîdrojenê, bi badan û kurîşkên polîpeptîdê ava dibe. Bendê hîdrojenê di navbera koma N-H û koma C=O ya zincîra polîpeptîdêk an jî polîpeptîdan de ava dibe.
    Bi gelemperî du corên pêkhateya duyemî ya proteînan heye, lûlpêça alfa û pela kurîşkî ya beta.
Keratîn û kolojen proteînên bi pêkhateya duyemî ne. Por û nînokên mirov, hirî û qiloçên ajal ji proteîna keratînê çêbuyî ne. Herwisa proteîna kolojenê di nav hestî, kirkirik û masûlkeyên ajalan da gelek pir e.
    Du an jî zêdetir deverên zincîra polîpeptîdê li kêlaka hev dirêj dibin û bi bendên hîdrojenê bi hev re tên girêdan, bi vî awayê pela kurîşkî ya beta peyda dibe. Proteîna fîbroîn, beşa sereke ya pêkhateya hevrişîmê (bi înglîzî: silk) ye. Fîbroîn mînak e ji bo pekhateya duyemî ya proteînên cora pela kurîşkî ya beta.

    Di lûlpêça alfa de, oksîjena ji koma karboksîl a her bendek peptîdê, bi hîdrojena koma amînî ya asîda amînî ya çaremîn a ber bi kotahiya -C ve, bi bendê hîdrojenê tê girêdan. Avakirina bendan di dirêjiya polîpeptîdê de didome, bi badana vê beşa polîpeptîdê, polîpeptîda bi şêweyê lûlpêç peyda dibe.
Çerm, por, nînokên mirov, qiloç û simên ajalan, proteîna alfa keratîn lixwe digirin. Proteîna alfa keratîn proteînek bi pêkhateya duyemî û ji cora lûlpêça alfa ye.

    Pêkhateya lûlpêça alfa û pela kurîşkî ya beta di nav pirraniya proteînên gogî û rîşalî de cih digirin.
Herdu corên pêkhateya duyemî jî bi awayekî herî zêde rê vedikin ji bo bendên hîdrojenê, loma proteînên bi pêkhateya duyemî molekulên xweragir in.

Pêkhateya sêyemî

    Şêweyê sê dûrî (3D) ya tevahiya zincîra polîpeptîdê wekî pêkhateya sêyemî tê navkirin. Şeweyê sê dûrî ji aliyên çar hokarên serekeyên ko bi têkiliya navbera komên-R (komên fermanî) yên heman polîpeptîdê ve tê diyarkirin.Bi alîkariya van hokaran zincîra polîpepdîdê ya ko ji beşên lûlpêça alfa û beşên pela kurîşki ya beta pêk tê, hê pirtir tên badan, lûlkirin û qatkrin bi vî awayê pêkhateya seyemî ya bi şeweyê sê dûrî ya proteînê peyda dibe.

Hokarên dîyarkerê pêkhateya sêyemî

1. Avakirina bendên hîdrojenê: Di navbera koma fermanî ya hin asîdên amînî yên polîpeptîdê de bendên hîdrojenî tê avakirin.
2. Avakirina bendên iyonî: Di navbera koma fermani ya bi bargeya negatîf û komek fermanî ya bi bargeya pozîtîf de bendê îyonî tê avakirin. Herwiha di proteînê de komên fermanî yên nebargeyî jî di navbera xwe de bendên îyonî ava dikin.
3. Hevkarîgeriyên dijavî (bi înglîzî: hydrophobic interactions) : Ava hawirdorê komên fermanî yên necemser tehn didin, komên fermanî ji aliyê hawirdora avî dûr dikevin û li aliyê navî yê goga proteînê de kom dibin.
4. Avakirina bendên hevbeş (kovelendî): Di navbera atomên sulfura du sîstînên polîpeptîdê de bendê kovelendî ava dibin, ev bend wekî bendên dîsulfîd an jî pirên dîsulfîd (bi înglîzî: disulfide bridges) tên navkirin.
Bendên hîdrojenê, bendên îyonî û hokara dijavî (hydrophobic interactions), hevkarîgeriyên lawaz in, bendên dîsulfîdî yên kovelendî bendên bihêz in.

Pêkhateya çaremî

    Pêkhateya çaremî ya proteînê jî wekî mîna pêkhateya sêyemî bi bandora bendên hîdrojenê, bendên îyonî, hevkarîgeriyên dijavî û bendên kovelendî ava dibe. Pêkhateya çaremî ya proteînan ji çendan polîpeptîdan pêk tê. Wekî mînak kolojen proteînek rîşalî ye û ji sê polîpepdîdan pêk tê, hemoglobîn proteînek gogî ye û ji çar polîpeptîdan pêk tê. Herwisa dijeten jî ji çar zincîrên polîpeptîdê yên bi bendên dusulfîdî girêdayî pêk tê û kar dike ji bo bergiriya laş.

Şaperon

    Gava di rîbozoman de proteîn tên çêkirin, pêkhateya pêşîn zîncîra polîpeptîdê ye. Zincîra polîpeptîd bi badan, çemîn û qatan şêweyê xwe yê sê dûrî yê taybet çêdike. Bi gelemperî qatbûn û badana proteînê bi xwe rû dide, lê gelek caran jî proteînên taybet ên bi navê şaperon (bi înglîzî:chaperone) alîkarî dike ji bo qatbûn û çemîna polîpeptîdê. Herwiha hin caran qatên proteînan vedibin, şaperon qatên vebûyî cardin qat dike. Şaperon alîkariya qatbûn û badanan dike lê, şêweyê dawî yê proteînê ji aliyê asîdên amînî yên polîpeptîdê ve tê diyarkirin.


Erkê Proteînan

    Ji ber ko di xaneyê de proteîn gelek in, piraniya çalakiyên xaneyê ji aliyê proteînan ve tê rêvebirin. Dabînkirina şewe û pêkhateya xanayê, rêkxistina genan, duhendebûna ADN-yê, di nav xaneyê de guhaztina madeyan, di navbera xaneyê û hawirdorê de alûgorkirina madeyan, çêkirina enzîm, dijeten û pirraniya hormonan hin karên sereke yên proteînên xaneyê ne.
Hin proteîn, wekî proteînên di çerm, bester, jê û masûlkeyan de, ji bo xane û şaneyan wekî yekîneyên binyadî kar dikin. Hin proteîn dibin enzîm û di laş de leza karlêkên kîmyayî rêk dixin. Hinek ji proteînan di pêkhateya hormon de cîh digirin, wekî mînak însulîn. Wergirên li ser rûyê parzûna xaneyê û dijeten ên bo bergiriya laş proteîn in.
Dema dabeşbûna xaneyê de, di xalên kontrolê (bi înglîzî: checkpoints) de gavên dabeşbûnê ji aliyê proteînan ve tê kontrolkirin.

1. Çalakiya enzîman
Di biyolojiyê de katalîzorên xaneyê wekî enzîm tên navkirin. Enzîm hin karlêkên (reaksiyon) kîmyayî hêsan dike û leza wê zêde dike. Ji ber vê sedemê, peydabûna enzîman yek ji girîngtirîn bûyerên peresîna jiyanê ye. Enzîm proteînên gogî yên sê dûrî (3D) ne. Enzîm li dora substratê (madeya ko enzîm bandor lê dike) cih dibe. Guncîna rûyê enzîmê bi rûyê substartê, karlêkên kîmyayî leztir dikin.


2. Bergirî
Hin proteînên gogî, şêweyê xwe ji bo naskirina hokarên nexweşiyê û xaneyên şêrpenceyê bi kar tînin. Ev proteîn wekî wergirên rûyê xaneyê kar dikin û binyata koendama korerijen (hormon) û koendama bergiriyê pêk tînin. Dijeten proteînên taybet in ji bo dabînkirina bergiriya laş. Dijeten di nav xwînê û di nav lîmfê de di tevahiya laş de digerin û hokarên nexweşiyê têk dibin.

3. Guhaztin û embarkirin
Proteîn bi hin molekulan ve girê dibe û wan diguhazîne. Proteinên gogî molekul û iyonên piçûk diguhazînin. Wekî mînak, hemoglobîn proteîna guhaztinê ye, di nav xwînê de oksîjen û hinek karbona dîoksîdê diguhazîne. Miyoglobîn di xaneyên peykeremasûlkeyê de bi oksîjenê ve girê dibe û oksîjen embar dike.Proteînên guhaztinê yên parzûna xaneyê, alîkarî dikin bo iyon û molekulan ko ji parzûnê (perdeyê) derbas bibin. Transferîn hesin diguhazînê bo kezebê, di kezebê de proteîna ferritîn hesinê di kezebê de embar dike. Rûnên nav xurekan piştê herisê bi navbeynkariya lîpoproteînan di nav xwînê de tên guhaztin.
Proteînên hilgir û proteînên kanalî yen li ser parzûna xaneyê, di navbera xane û hawirdorê de alûgorkirina madeyan rêk dixin.

4.Piştgirî
Proteînên rîşalî di pêkhateya hin beşên laş de cih digirin. Keratîna nav por, fîbrîna nav xwîna meyînî de û kolojen hin mînakin bo proteînên rîşalî. Kolojen di çêbûna matrîksa çerm, bester, jê û hestiyan de kar dike. Di laşê birrbirredaran de proteîna herî zêde kolojen e.

5. Livîn
Girjbûna masûlkeyan bi xilisîna rîşalên proteînî yên bi navê deziyê aktîn û deziyê miyozîn rû dide. Miyozîn deziyê aktînê li ser xwe de kaş dike û masûlke girj dibin. Herwiha proteînên girjker kar dikin bo pêkanîna kakûtê xaneyê û guhaztina madeyan di nav xaneyê de.

6. Rêkxistin
Proteînên piçûk ên wekî hormon tên navkirin, di xanyên zîndeweran de wek peyamberên navxaneyî kar dikin. Proteîn di xaneyê de ji bo rêkxistina gelek zîndeçalakiyan kar dikin wekî mînak, dema peresînê de, hin genên xaneyê vedikin hinekan jî digirin bi vî awayê geşe û peresîna xaneyê rêk dixin. Herwiha proteîn li ser parzûna xaneyê de wekî wergirên rûyê xaneyê kar dikin û ji hawirdorê agahî kom dikin. Di xaneyê de sinyalên demarî bi navbeynkariya wergirên ji proteînî yên li ser parzûna xaneyê ve tên wergirtin.
Albumîn, globîlîn û fîbrînojen proteînên plazmayê ne. Proteînên plazmaya xwînê ji bo rêkxistina pestoya osmozî kar dikin, fîbrînojen dema brîndarbûnê de çalak dibe û dibe fîbrîn. Fîbrîn alîkarî dike ji bo meyîna xwîna ser birînê.

8. Dabînkirina enerjî
Mirov li gel karbohîdrat û çewriyan, di birçîmayîna demdirêjî de ji proteînan jî enerjî bi dest dixin. Lê di laş de embara proteînan tûne, loma bikaranîna proteînan bi taybetî ziyan dide masûlkeyan û masûlke lawaz dibin.

9.Tevlêbûna pêkhateyê
Proteînên binyadî, di gelek beşên xaneyê de cih digirin. Dûçika spermê, dûçika bakteriyan, ji proteînan pêk tê û kar dikin ji bo livîna xaneyê. Mîkrotubulên nav xaneyê proteînên taybet in, di nav xaneyê de guhaztina madeyan dabîn dikin û wekî peykerê mirov, piştgiriyê didin xaneyê. Di xaneyên masûlkeyan de proteînên rîşalî girjbûn û xavbûna masûlkeyê rêk dixin. Herwisa li derveyê xaneyan jî kolojen û keratîn proteîna herî belavî ye, di pêkhateya hestî, jê, bester, por çerm û neynûkan de cih digirin.

Proteînên hevgirtî

    Komek mezin a proteînan wekî proteînên hevgirtî (bi înglîzî: conjugated proteins) tên navkirin. Proteînên hevgirtî ji yekbûna proteîn û beşa neproteînî pêk tên.
Heke proteîn û molekulên çewrî yekgirtî bin, navê wê lîpoproteîn e.
Heke proteîn bi molekulên karbohîdradî ve girêdayî be vê gavê navê wê glîkoproteîn e.
Heke proteîn bi fosfatê ve yekbûyî be, navê wê fosfoproteîn e.
Proteinên bi koma hem ve girêdan avakirîne, wekî hemoproteîn tên navkirin. Wekî mînak hemoglobîn û miyoglobîn.
Proteînên bi pîgmentên karotenoîd, pîgmentên zeravê an jî melanînê ve girêdayî jî wekî kromoproteîn tên navkirin.
Hin proteîn jî bi asîdên nukleyî ve hevgirtîne, navê van proteînan nukleoproteîn e.

Proteînên parzûna xaneyê

    Li ser parzûna xaneyê de gelek corên proteînan cih digire, her yek ji bo karek taybet e. Ji bo proteînên ser parzûna xaneyê, navê “proteînên perdeyê” tê bikaranîn.

Proteînên cogî (bi înglîzî: channel proteins): Ji parzûna xaneyê de derbasbûna madeyên dijav an jî madeyên di nav avê de dihelin bi navbeynkariya proteînên cogî rû dide.

Proteînên hilgir (bi înglîzî: transport proteins): Di parzûna xaneyê de difuzyona hêsankirî (bi înglîzî: facilitated diffusion) bi navbeynkariya van proteînan rû dide.Wekî mînak glukoz bi navbeynkariya van proteînan derbasî nav xaneyê dibe. Herwisa proteînên hilgir bi veguhaztina çalak, bi xerckirina enerjiya ATP-yê jî hin molekulan ji parzûna xaneyê derbas dikin.

Proteînên nasînê (bi înglîzî: recognition proteins): Evana glîkoproteînên taybet in ji bo naskirina xaneyên cîran.

Proteînên nüsek (bi înglîzî: adhesion proteins): Xaneyê bi xaneya cîran ve girê dide, an jî ji bo rîşal û tubulên navxaneyê girêdanê dabîn dikin ko peykerê xaneyê zexm bibe.

Proteînên wergir (bi înglîzî: receptor proteins): Ev proteîn gava hormon an jî madeyêk hander bi proteîna wergir ve girê dibe, proteîn di xaneyê de berteka guncav dide destpêkirin.

Proteînên guhaztînerê elektronan (bi înglîzî: electron transfer proteins) : Dema karlêkên kîmyayî rû dide, ev proteînan elektronan ji molekulek diguhazînin bo molekula din.

Denaturasyona proteînan

    Dema proteîn rastê germahiya zêde, asîda bihêz, baza bihêz an jî hin rewşên neasayî tê, pêkhateya wê xira dibe şêweyê wê yê asayî diguhere, ji vê rewşa proteînê re denaturasyon (bi înglîzî: denaturation) tê gotin. Denaturasyon guherîna kîmyayî an jî fîzîkî ya pêkhateya proteînê ye. Tiştên ko dibin sedema rûdana denaturasyonê jî wekî hokarên denaturasyonê tên navkirin.
Proteîna denaturebûyî ji ber ko şeweyê xwe yê taybet winda dike, êdî nikare erkê xwe bîne cih.
Wekî mînak heke hinek ava leymûnê li şîr were zêdekirin, dî nav şîrê de hinek ji proteînên ji hev cuda, ji ber asîda bihêz a ava leymûnê, bi hev ve dizeliqin û wekî gilokên hûrik di nav şileyê de kom dibin, hinek proteîn jî di nav ava şîrê de wekî şijû dimînin, ev rewş wekî qûsîna şîr tê navkirin. Şîrê qûsiyaye, pH-ya wê cardin were bilindkirin jî, êdî venagere rewşa berê. Ango denaturasyona proteînan bi gelemperî mayînde ye. Herwiha germahiya bi pileya bilind jî dibe sedema denaturasyona gelek proteînan. Mînak, gava hêk tê kelandin, ji ber germahiya hawirdorê qat û badokên proteînên spîka hêkê vedibin, şêweyê asayî yê proteînan diguhere û di navbera proteînan de girêdanên nû ava dibe. Ev şêweyê nû ya proteînan êdî ne herîkbar, lê req e. Hêka kelandî were sarkirin jî venagere şêweyê xwe yê berê.
    Di denaturasyonê de pêkhateya yekemî ya proteînê naguhere, loma hin caran proteîna ko denaturê bûye, ango şêweyê wê yê asayî guheriye, heke hokara denaturasyonê ji hawirdorê were dûrxistin, vedigere şeweyê xwe yê asayî û herwiha erkê xwe yê asayî.


* Ev xebat li ser wîkîpediyaya kurdî jî hat zêdekirin
https://ku.wikipedia.org/wiki/Prote%C3%AEn











 

2023/06/17

Asîda amînî

 

    Asîda amînî an jî tirşa amînî (bi înglîzî: amino acid) yekeya pêkhateya proteînan ê.
Navê asîda amînî ji navê du koman, koma amînî û koma asîda karboksîlê pêk tê.
Her çiqas navê wan asîda amînî be jî, hemû asîdên amînî ne asîdî ne. Asîda glutamî (glutamic acid) û asîda aspartî (aspartic acid) taybetmendiyên asîdê lixwe digirin loma wekî asîd tên hesibandin.
    Di laşê mirov de gellek erkên asîdên amînî hene. Di pêkhateya proteînan de cihgirtin, erkê sereke yê asîdên amînî ye. Lê di xaneyê de asîdên amînî ji bo çêkirina bazên nîtrojenî yên nukleotîdên ADN, ARN-yê jî tên bikaranîn. Herwisa hin hormon û demareguhêzer (neurotransmitter) jî ji asîdên amînî peyda dibin.
    Ji bo kurtenavê asîda amînî sê tîp an jî tîpek tê bikaranin. Wekî mînak kurtenavê asîda amînê ya alanîn “Ala”, an jî “A” ye ( Alanîn= Ala= A). Herwisa peyava asîda amînî jî bi kurtî wekî “aa” tê nivîsin.
--Pêkhateya asîda amînî --
    Di hemû asîdên amînî de karbonek navendî heye, ev karbon bi çar bendan bi molekulan ve girêdayî ye û wekî karbona alfa tê navkirin. Bendek karbonê bi hîdrojenê ve girêdayî ye, benda duyem bi koma karboksîlê, a sêyem bi koma amînê ve giredayî ye. Van hersê bêş di pêkhateya hemû asîdên amînî de hevpişk in. Benda çaremîn a karbona navendî bi zincîra talî (koma guhêrbar) ve girêdayî ye. Zincîra talî wekî koma fermanî (bi înglîzî: functional group) tê navkirin û bi tîpa R tê nîşankirin.
    Cudahiya asîdên amînî ji ber cora koma fermanî ye. Ango di xaneyên mirov de 21 corên koma fermanî (R) heye. Her asîdek amînî, koma fermaniyek bêhempa lixwe digire. Di hin aa de koma fermanî sade ye. Wekî mînak zincîra talî ya asîda amînî ya glîsîn (glycin) tenê ji hîdrojenek pêk tê. Zîncîra talî di asîdên amînîyên din de aloztir e. Zincîra talî di hinek aa de çeqdar e, di hinek aa de xelekî ye.
--Hejmara asîdên amînî--
    Li gor pirraniya çavkaniyan, di pêkhateya proteînên mirov de 20 cor asîdên amînî cih digire. Di van salên dawî de di xaneyên zîndeweran de du asîdên amînî yên nû hat keşfkirin. Ji vana asîda amînî ya bi navê seleonosîstîn (bi înglîzî: selenocysteine) di sala 1986ê de hat keşfkirin, ev aa di xaneyên mirov de cih digire, lê asîda amînî ya bi navê pîrolîzîn (bi înglîzî: pyrrolysine) a ko di sala 2002 de hat kefşkirin di pêkhateya proteînên mirov de cih nagire. Ango di xaneyên zîndeweran de herî zêde 22 cor asîdên amînî heye, lê di proteînên xaneyên mirov de 21 cor aa heye.
    Di pêkhateya hin proteînan de ji bilî 21 asîdên amînî, hin asîdên amînî yên neasayî jî cih digirin. Ev asîdên amînî ji guhertina asîdên amînî yên asayî tên çêkirin. Wekî mînak, di pêvajoya dirustbûna kolojenê de, asîda amînî ya lîzîn û ya prolîn tên guhertin bo asîdên amînî yên hîdroksîlîzîn (bi înglîzî: hydroxylysine) û hîdroxsîprolîn (bi înglîzî: hydroxyproline). Ev herdu asîdên amînî yên nû, di navbera bendên peptîdî yên kolojenê de girêdanên çeprast ava dikin. Bi vî awayî molekula kolojenê zexmtir dibe, kolojen xurtî û qewînî dide kirkirk û hestiyan.
--Çavkaniya asîdên amînî yên laşê mirov--
    Baweriya gellek zanyar ev e ko asîdên amînî yek ji molekulên pêşîn in ko li ser ruyê erdê peyda bûnê. Wisa tê pêşbinîkirin ko cara ewil, asîdên amînî di deryayê de peyda bûne.
Ji bo asîdên amînî yên laşê mirov du çavkanî heye. Mirov di xaneyên xwe de ji molekulên din (asîdên çewrî, glukoz) asîdên amînî berhem dike. Herwisa xurekên bi proteînî jî çavkaniya duyem e ji bo dabînkirina asîdên amînî.
    Li gel hin istisnayan, riwek û zîndewerên navikseretayî (bakterî û arke), dikarin hemû corên asîdên amînî di xaneyên xwe de ji molekulên din berehem bikin. Ajal di xaneyên xwe de ne hemû lê dikarin hinek asîdên amînî berhem bikin. Asîdên amînî yên ko di xaneyên ajalan de nayên berhemkirin wekî asîdên amînî yên bingehîn (bi înglîzî: essential amino acids ) tên navkirin.
Mirov asîdên amînî yên bingehîn ji xurekên biproteînî bi dest dixe. Goşt bi proteînan dewlemende. Gava mirov goştê ajalek dixwe, proteînên wê ajalê werdigire. Di laşê mirov de proteîn ji aliyê koendama herisê ve tê heriskirin. Ji hilweşîna proteînan, asîdên amînî peyda dibe. Asîdên amînî tevlê xwîna mirov dibe û di xaneyan de ji bo çêkirina proteînên mirov tên bikranîn.
    Hejmara asîdên amînî yên bingehîn ji bo zarokan 10, ji bo mirovên pêgihiştî 9 e.
Îzolusîn (isoleucine), lusîn (leucine), lîzîn (lysine), metîonîn (methionine), fenîlalanîn (phenylalanine), tireonîn(threonine), trîptofan (tryptophan), valîn (valine), û hîstîdîn (histidine) 9 asîdên amînî yên bingehîn in ji bo mirovên pêgihiştî. Zarok li gel van 9 aa, nikarin bi têra xwe asîda amînî ya arjînîn (arginine) jî di xaneyên xwe de berhem bikin.
--Asîdên amînî û rêkxistina pH-ya hawîrdorê--
    Asîdên amînî di gîraweya pH-ya nêtar (neutral) de bi gelemperî bi şêweyê îyonên ducemser in. Ango di xaneyê de koma karboksîl (—COOH) hîdrojenek dide û dibe îyona (—COO )-. Herwisa koma amîn (—NH2) jî hîdrojenek digire û dibe îyona —NH3+. Bi vî awayî koma karboksîlî ya asîda amînî bi bargeya negatîf, koma amînî jî bi bargeya pozîtîf tê barkirin.
Ji ber ko koma karboksîl û koma amîn a asîdên amînî hîdrojen berdidin an jî hîdrojen werdigirin, asîdên amînî wekî rêkxistinerê pH-yê (buffer) kar dikin û xaneyê ji guherîna pH-yê diparêzin.
Asîdên amînî wekî molekulên amfoter (amphoteric) tên navkirin. Di hawirdora asîdî de koma amînî ya asîda amînî mîna baz (tift) bi asîda hawîrdorê dikeve reaksiyonê û asîdiya hawirdorê hinek kêm dike. Herwisa di hawirdorek alkalî de koma karboksîl jî mîna asîd bi baza hawîrdorê dikeve reaksiyonê û asta alkalîbûna hawirdorê hinek kêm dike. Ango asîdên amînî ji ber taybetmendiyên xwe yên amfoterî, pH-ya hawirdorê rêk dixin.
    Hemû asîdên amînî di şileya laş a derdora pH-ya ≈ 7- 7.4 de bi şêweyê iyonî ne. Koma karboksîlê bi bargeya negatîf, koma amînî jî bi bargeya pozîtîf barkiriyê.
Heke di molekulek de bargeya negatîf a komek û bargeya pozatîf a koma heman molekulê yeksan bin ew molekul wekî molekula zwîtterîon (bi almanî: zwitterion) tê navkirin. Peyva “zwitter” di zimanê almanî de ji bo rewşa duregbûnê an jî hermafrodîtiyê tê bikaranin. Hemû asîdên amînî di pH-yek taybet de zwîtterîon in. Asîdên amînî yên necemsergir û yên cemsergir û nebibargeyî di laş de di rewşa zwîtterîon de ne. Asîdên amînî yên cemsergir ên bargeyî jî di pH-yek diyarkirî de digihîjin asta zwîtterîonê. Zwîtterîoniya asîdên amînî kar dike bo rêkxistina pH-ya xaneyê an ji şileya laş.

--Corên asîdên amînî li gor rewşa cemsergiriyê--
    Ji ber ko di hin beşên proteînê de, di navbera zincîrên talî de girêdan ava dibe, pêkhateya kîmyayî ya zincîra talî girîng e ji bo pêkhateya proteînê. Ango zincîra talî (koma fermanî) bandor li ser şêweya proteînê dike.Asîdên amînî li gor taybetmendiya kîmyayî ya zîncîra talî tên polenkirin. Di zîncîra talî de rewşa dabeşbûna bargeyên karabe ya bi şeweyê neyeksanî,wekî cemsergirî tê navkirin.
--Asîdên amînî yên necemsergir--
    Pirraniya asîdên amînî zincira talî ya necemsergir (bi îngîlîzî: nonpolar) lixwe digirin. Neh asîdên amînî zincira talî ya necemsergir lixwe digirin. Koma-R ya van asîdên amînî -CH2 an jî -CH3 lixwe digirin. Alanîn, valîn, lusîn, îzolusîn, prolîn, fenîlalanîn, metîonîn, trîptofan û glîsîn asîdên amînî yên necemsergir in.
--Asîdên amînî yên cemsergir û bibargeyî--
    Hin asîdên amînî cemsergir in (bi înglîzî: polar) û zincîra talî ya bargeyî (bi înglîzî: charged) ya bi bargeya pozîtîf an jî ya bi bargeya negatîf lixwe digirin. Di vê komê de şeş asîdên amînî cih digire. Zincîra talî ya van asîdên amînî îyonê asît an jî îyonê baz lixwe digirin. Lîzîn, arjîn, pîrolîzîn û hîstîdîn asîdên amînî yên bi taybetmendiya baz (tift) in. Asîda glutamî û asîda aspartî jî asîdên amînî yên bi taybetmendiya asîd in.
-Asîdên amînî yên cemsergir û nebargeyî-
    Hinek ji asîdên amînî cemsergir in lê zincîra talî ya nebargeyî (bi înglîzî:uncharged) lixwe digirin. Koma asidên amînî yên cemsergir ên nebargeyî ji şeş asîdên amînî pêk tê. Sîstîn, tîrozîn, glutamîn, asparajîn, trîonîn, serîn û selenosîstîn aa yên cemsergir ên nebargeyî ne. Ji xeynî sîstînê, di pêkhateya zincîra talî ya van asîdên amînî de oksîjen an jî koma hîdroksîl (OH) cih digire.
--Asîdên amînî yên aromatî--
    Zincîra talî ya hin asîdên amînî, molekulek xelekî ya şeşgoşeyî lixwe digre, ji van asîdên amînî re tê gotên asîdên amînî yên aromatî (bi înglîzî: aromatic amino acids). Ji koma asîdên amînî yên necemsergir, fenîlalanîn û trîptofan di vê kome de jî tê polenkirin. Herwisa tîrozîn jî li gel koma asîdên amînî yen cemsergir ên bêbargeyî, di vê komê de jî tê polenkirin.
--Dijavbûn û avxwazbûna asîdên amînî--
    Asîdên amînî li gor taybetmendiya dijavbûn an jî avxwazbûna koma fermanî (koma talî), di du beşan de tên polenkirin. Asîdên amînî yên dijav (bi înglîzî: hydrophobic) û asîdên amînî yên avxwaz (bi înglîzî: hydrophilic). Asîdên amînî yên dijav, molekulên avê then (pal) didin, loma di hawirdorek avî de aa ya dijaw, di aliyê navî yê proteînê de, ji avê dûr cih dibe. Asîdên amînî yên dijav di hawirdora avî ya bi bi pH-ya nêtar (pH ≈ 7) de îyonîbûn (ionize) nabin, di avakirina bendên hîdrojenî de cih nagirin. Asîdên amîni yên necemsergir dijav in.
Asîdên amînî yên avxwaz di hawirdora avî de çalak in, li aliyê derveyê proteînê de cih digirin û dikarin bendên hîdrojenê ava bikin. Asîdên amînî yên cemsergir avxwaz in. Asîdên amînî yên avxwaz dabeşê sê koman dibin; aa yên cemsergir ên bêbargeyî, aa yên cemsergir ên bi koma talî ya bi bargeya pozîtîf (asîdî), aa yên cemsergir ên bi koma talî ya bi bargeya negatîf (bazî (tiftî).
    Asîdên amînî yên ko di koma talî de koma karboksîlê lixwe digirin û bi bargeya negatîf barkirî ne aa yên asîdî ne.(asîda glutamî û asîda aspartî). aa yên ko di koma talî de koma amînî lixwe digirin û bi bargeya pozîtîf barkirînê aa yên bazî (tiftî) ne. Pîrolîzîn, lîzîn, hîstîdîn û arjînîn aa yên bi taybetmeniya bazî ne. Ji ber ko di asîdên amînî yên asîdî û bazî de koma talî cemsergir e, koma talî yê van asîdên amînî jî avxwaz e.
* Ev xebat li ser wîkîpediyaya kurdî jî hat zêdekirin.





2023/05/28

Mutasyon (Bazdan)

 

MUTASYON (BAZDAN)

    Di rêza nukleotîdên ADN-ya zîndewerê de rûdana guherînên mayînde wekî mutasyon an jî bazdan (bi înglîzî: mutation) tê navkirin.
Zanyariyên bomaweyî yên hin vîrûsan ne di ADN-yê de, lê di ARN-yê de cih digirin. Di van vîrûsan de mutasyon (bazdan) ji ber guherîna rêz, cor an jî hêjmara nukleotîdên ARN-yê rû dide.
    Peyva mutasyon ji peyva mutare ya latînî çêbûye. Di latînî de ji bo “guherîn”, peyva “mutare” tê bikaranîn.
    Di nav komek zindeweran de, zîndewera ko rastê mutasyonê hatiye wekî mutant tê navkirin. Di komek zîndeweran de, pirraniya endamên komê ji zindewerên tûşî mutasyonê nebûnê pêk tê û wekî cora kûvî (bi înglîzî: wild type) tên navkirin. Di xwezayê de herî zêde rûxsarebabeta (bi înglîzî: phenotype) cora kûvî tê dîtin. Di komek zîndewerên diyarkirî de rûxsarebabeta mutant ji ya cora kûvî cudatir xuya dibe.
Mutasyon bi gelemperî di xaneyê de wekî ”ji kar ketin” an jî “kar bidestxistin” rû didin.
Di encama mutasyona ji kar ketin (bi înglîzî: loss-of-function mutation) de, genek neçalak an jî genek bi çalakiya sist peyda dibe.
Di mutasyona kar bidestxistin (bi înglîzî: gain-of-function mutation) de genek zêde çalak peyda dibe, gen di dema şaş an jî di cihê şaş de kar dike. An jî ne bi şêweya asayî lê bi awayek nû kar dike.
Pêwendiya mutasyon, gen û proteînan
    Gen yekîneya bomamweyî ye, ji bavan diguhaze bo weçeyan. Gen beşek ji ADN-yê ye, şîfre dide bo çêkirina proteînên zîndewerê an jî bo hin zîndeçalakiyên zîndewerê.
Zanyariyên di zincira ADN-yê de hatine şîfrekirin (gen), rêz, hêjmar û cora asîdên amînî yên her molekulek proteînê diyar dike. Ango erk û pêkhateya proteînên xaneyê ji aliyê ADN-yê ve tê diyarkirin.
    Di xaneyê de çêkirina proteînek bi du gavê sereke pêk tê. Di qonaxa yekem de libergirtin (bi înglîzî: transcription) rû dide. Di vê qonaxê de zanyariyên bomaweyî yên ADN-yê, ango kodên ADN-yê ji bo diristkirina ARN-ya peyamber tên bikaranîn. Qonaxa duyem wergeran (bi înglîzî: translation) e. Di rîbozoman de li gor rêz û cora kodonên ARN-ya pêyamber, asîdên amînî bihevre tên girêdan û molekula firepeptîd (proteîn) çêdibe. Li gor rêza kodên ADN-yê, di xaneyê de bi sedan cor proteîn tên berhemkirin.Rengê çavê mirov, komeleya xwîna mîrov, hemoglobîna xirokên sor, hemû enzîm, dijeten û hvd ji proteînan pêk tê. Herwisa molekula herî zêde ya pêkhateya xaneyê de cih digire proteîn e. Ango heke ji ber mutasyonê, proteînek bi têra xwe berhem nebe, an jî proteîn bi awayek rast neyê çêkirin, zindeçalakiyên xaneyê têk diçe. Proteînên xaneyê di rîbozoman de bi navbeynkariya ARN-yan, li gor rêza nûkleotîdên ADN-yê tên çêkirin. Mutasyonên di ARN-ya veguhezer (tRNA) û ARN-ya rîbozomî (rRNA) rû didin, dibin sedema çêbûna gellek pirsgirêkên girîng.
Sedemên mutasyonan
    Pirraniya mutasyonan ji aliyê enzîmên taybet (wekî mînak, ADN polîmeraz) ên xaneyê ve bi demildest tên çakkirin, loma di laş de pirsgirekên girîng peyda nabe.
Lê hin caran ji ber şaşiyên ADN polîmeraz, mutasyon rû dide. Bi gelemperî mutasyon di dema duhendebûna ADN-yê de xwe bixwe (spontane) çêdibin. Di dema duhendebûna ADN-yê de dibe ko enzîma ADN polîmeraz ji bo çêkirina zîncîra nû ya ADN-yê, nukleotîdek xelet li zincîrê girê bide û bibe sedema mutasyonê. Rêjeya rûdana mutasyonên xwe bixwe (bi înglîzî:spontaneous mutations) di xaneya her zîndewerê de ne yek e. Lê ji bo gellek coran, di dabeşbûna xaneyek de, ji bo milyonek gen tenê genek rastî mutasyona xwe bixwe tê. Ango rêjeya mutasyona xwe bixwe di her dabeşbûnek xaneyê de bi qasî 1/1000000 e. Ev mutasyon çavkaniya peresendin (bi înglîzî: evolution)û çeşîddariya zîndeweran e.
    Hinek mutasyon jî ji ber hokarên hawirdorê yên wekî tîrojên X-ê, tîrojên gammayê, hin madeyên kîmyayî, vîrus hwd çêdibê. Ji vê cora mutasyonê re tê gotin mutasyona hanbûyî (bi înglîzî: induced mutation).
Mutajen
    Hokara ko di ADN-yê de dibe sedema rûdana mutasyonê, wekî mutajen (bi înglîz: mutagen) tê navkirin. Mutajen rêjeya mutasyona xaneyê zêde dike.
Mutajenên kîmyayî :
    Gellek madeyên kîmyayî bandor li ser ADN-yê dikin û rêza nûkleotîdên zîncira ADN-yê, an jî şêweya ADN-yê diguherînin. Mutajenên kîmyayî dibe ko di xaneyê de wekî bermahiyên zîndeçalikiyên xaneyê peyda bibin, an jî ji hawîrdorê bandor li ser xaneyê bikin. Hin mutajenên kîmyayî wekî analogên nukleozîdê (bi înglîzî:nucleoside analogs) tên navkirin.(nukleozîd beşek nukleotîdê ye, ji bazek nîtrojenî û şekirek pênckarbonî pêk tê. Ango bi kurtasî, nukleotîda bê koma fosfatî wekî nukleozîd tê navkirin.)
Analogên nukleozîdê dişibin nukleozîdên asayî û di dema duhendebûna ADN-yê de, xwe di zîncîra nû ya ADN-yê de cih dikin.
Wekî mînak, 2-amînopurîn nukleozîd (bi înglîzî: 2-aminopurine nucleoside), analoga nukleozîda adenînê ye. Lê ev nukleozîda analog ne bi baza tîmîn, lê bi baza Sîtozînê ya zincîra bineretî ya ADN-yê ve girêdan ava dike. Ango di wê beşa zîncîra ADN-yên nû de li dewsa bazên Adenîn-Tîmîn(A-T) de bazên Guanîn- Sîtozîn(G-C) cih digirin, ev rewş dibe ko bibe sedema mutasyonê.
    Hin mutajenên kîmyayî di pekhateya baza asayî ya ADN-yê de guherîn çêdikin.Wekî mînak, asîda nîtroz (bi înglîzî: nitrous acid) koma amînî ya sîtozînê jê dibe ev rewş wekî deamînasyon (bi înglîzî: deamination) tê navkirin.Heke di xala sîtozîn-guanîn (C-G) a ADN-yê de bi deamînasyonê, ji sîtozînê koma amînê were jêbirin, sîtozîn diguhere bo baza urasîl. Di duhendebûna ADN-yê de gava zincîra nû tê çêkirin, urasîl bi baza adenînê ve tê girêdan. Piştî çend duhendebûnan êdî di wê xalê de, li dewsa cota sîtozîn-guanîn, cota bazên adenîn-tîmîn (A-T) cih dibe.
Radyasyon :
    Tîrojên X û tîrojên gamma dikarin yek an jî herdu zincîrên ADN-yê bişkînin, an jî ji zincîrên nukleotîdên ADN-yê yek an ji zêdetir baz jê bibin. Herwisa Tîrojên X û tîrojên gamma bi deamînasyonê, pêkhateya bazên ADN-yê diguherînin. Wekî mînak ev tîroj dikarin mîna asîta nîtrozê, sîtozînê biguherînin urasîlê.
    Tîrojên serbinefşî (bi înglîzî: ultraviolet rays (UV)) di zincîra nukleotîdên ADN-yê de, navbera du tîmîn an jî du sîtozînên li pêy hev de çêbûna dîmerê han dikin.
Awête (pêkhate) ya kîmyayî ya ji du binebeşên wekhev pêk tê, wekî dîmer (bi înglîzî: dimer) tê navkirin. Bi gelemperî tîrojên serbinefşî di zîncîrek ADN-yê de di navbera du tîmînên li pêy hev de, bi du bendê kovalendî girêdan dide avakirin. Heke herdu tîmîn ji hev neyên cihêkirin, di wê xalê de mutasyona xalî an jî mutasyona ladan (frameshift mutation) peyda dibe.
Bomaweya mutasyonê
    Gava xane dabeş dibe, pêşî ADN duhende dibe. Heke di zincîra bazên nûkleotîda ADN-ya resen de guherîn çêbibe û mutasyon rû bide, ADN-ya nû jî bi wê mutasyonê çêdibe, bi vî awayî mutasyon derbasî xaneyên nû dibe.
Di zîndewerên tekxaneyî de, bi dabeşbûna zîndewerê, mutasyon diguhaze nifşên nû.Ango di zîndewerên tekxaneyî de mutasyon bomaweyî ne.
Hemû mutasyonên di xaneyên zîndewerên firexaneyî de rû didin, mutasyonên bomaweyî nîn in.             Heke mutasyon di xaneya zayendê de (gamet) rû bide, ev mutasyonyona bomaweyî ye û ji bavan diguhaze weçeyan. Mutasyon di weçeyan de wekî nexweşiya bomaweyî xuya dibe. Ango heke li ser kromozoma xaneya gametê de gena mutant hebe, mutasyon diguhaze nifşên nû.Wekî mînak, nexweşiya fenilketonurî ji ber mutasyonek bomaweyî rû dide. Nexweşiya fenilketonurî ji ber mutasyona li ser allela kromozoma 12mîn pêk tê. Xaneyên laş û xaneyên gametê herdu jî kromozoma 12mîn lixwe digirin, loma mutasyon bi navbeynkariya xaneyên gamet derbasî weçeyê dibe.
Lê heke mutasyon tenê di xaneyên laş de rû bide, mutasyonek bomaweyî nîn e. Mutasyonên di xaneyên laş de peyda dibin, wekî mutasyonên destketî (bi înglîzî:acquired mutations) tên navkirin. Wekî mînak dibe ko di kesek de ji ber guherîna zîncîra ADN-yê, xaneyek çerm tûşê şêrpenceya çerm bibe. Xaneya mutant a çerm bi dabeşbûnê xaneyên mîna xwe çêdike, di laşê wî/wê kesî de xaneyên bi şêrpenceya çerm zêde dibin, lê ADN-ya van xaneyên mutant, derbasî zarokên wan nabe.
Corên mutasyonan
Mutasyona kujer :
    Hin caran mutasyon dibe sedema kuştina xaneyê, ji van mutasyonan re tê gotin mutasyonên kujer. Mutasyonên kujer rê li ber hin çalakiyên xaneyê digire, xane hin zîndeçalkiyên giring bi cih naîne û dimire. Hin caran jî xaneya rastê mutasyonê hatiyê (xaneya mutant) ji aliyê xaneyên bergiriyê ve tê sehkirin. Ji ber ko xaneya mutant ne xaneyek asayî ye, xaneyên bergiriyê wê dikujin. Bi mirina xaneyê, mutasyon jî bi xaneyê ve têk dişkê.
Mutasyonên ziyanbexş :
    Pirraniya mutasyonan ziyanbexş in, dibin sedema çêbûna nexweşî an jî têkçûna zîndeçalakiyên asayî di xane û şaneyên zindewerê de.Di mutasyonên ziyanbexş de xaneyên mutant nayên kujtin, loma mutasyon zindeçalakiyên xaneyê bi awayekî neyînî diguherînin. Wekî mînak, şêrpence mutasyonek ziyanbexş e,hin caran jî mutasyonek kujer e.Herwisa nexweşiya rengkoriya sor û kesk jî mînak e ji bo mutasyona ziyanbexş.
Mutasyonên sûdbexş :
    Di xaneyên zîndeweran de kêmcaran mutasyonên sûdbexş jî rû didin. Mutasyonên sûdbexş, di hawîrdorek neguncav de derfeta jiyanê baştir dike.
Wekî mînak, di kromozomên homolog de peydabûna allelan bi gelemperî ji ber mutasyonan pêk tê. Ango mutasyon bingehek esasî ye ji bo çeşîddariya bomaweyî ya mirovan.
Hin bakterî bi rûdana mutasyonên sûdbexş li dij antîbiyotîkan (dijezîndeyî) bergirî dabîn dikin.Mutasyon bandora antîbiyotîkan lawaz dike. Ango mutasyon van bakteriyan ji mirinê xilas dike.
Cora mutasyonan li gor bandora ser ADN-yê
    Di xaneyê de guherîna rêje û pêkhateya zanyariya bomaweyî dibe ko ji ber guherîna di pêkhate û hejmara kromozoman an jî ji ber guherîna rêza nukleotîdek rû bide.
Mutasyona xalî :
    Guhertin, jêbirîn, tevlêbûna nukleotîdek an jî guherîna rêza nukleotîdek di zincîra ADN an jî ARN-ya zîndewerê de wekî mutasyona xalî (bi înglîzî: point mutation) tê navkirin. Mutasyona xalî bi du awayî rû dide; dibe ko rêza bazên nukleotîda genê were guhertin an jî dibe ko yek an jî zêdetir bazên nukleotîdê ji rêza bazên genê biqetin, an jî tevlê bazên genê bibin.
Mutasyona kromozoman:
    Heke mutasyon ne di yek lê zêdetir genan de rû bide, ev mutasyon wekî mutasyona kromozomê (bi înglîzî: chromosomal mutation) tê navkirin. Ji ber ko bandor li ser erk û pêkhateya tevahiya molekula ADN-yê dike, mutasyona kromozoman mutasyonên gir in.
Guherînên di şêwe û pekhateya kromozoman, ango mutasyona kromozoman ji ber hokarên hawirdore rû dide. Tîrojên serbinefşî, tîrojên gama, tîrojên X, hin madeyên kîmyayî,hinek ji hokarên hawîrdorê ne ko di zîndewerê de dibin sedema rûdana mutasyona kromozomê. Mutajen (hokarên mutasyonê) zincîra ADN-ya kromozoman dişkînin û beşên kromozomê ji hev diqetînin. Di rewşa asayî de beşên qetiyayî disa bi hevre bi awayekî guncav tên girêdan û zincîra ADN-yê tê çakkirin. Lê hin caran çakkirin bi ser nakeve û mutasyona kromozomê rû dide.
Mutasyon û şêrpence
Şêrpence navê komek nexweşiyê ye ko ji ber dabaşbûna bêkontrolî ya xaneyê rû dide.Ango xaneyên tûşê şêrpenceyê bûne bi awayek neasayî dabeş dibin
Hemû corên şêrpenceyê ji ber mutasyonê peyda dibin, lê her mutasyon xaneyê tûşê şêrpenceyê nake. Wekî mînak, nexweşiya kêmxwîniya dasî ji ber mutasyonê peyda dibe, lê kesên bi vê nexweşiyê ne, nexweşên şêrpenceyê nin in. Herwisa şerpenceya pişik, şêrpenceya çerm, şêrpenceya rûviyan hvd ji ber mutasyona laşexananeyên mirov rû didin.
*Ev xebat li ser wîkîpediyaya kurdî jî hat zêdekirin.





2023/05/22

Neasayîtiya kromozoman

 


    Ji ber mutasyonan an jî ji ber cihebûna neasayî, di kromozomê de guherîna şewe, hejmar an jî rêza zincîra ADN-yê wekî neasayîtiya kromozomê (bi înglîzî: chromosome abnormality) tê navkirin.

    Guherîna hejmara kromozoman bi gelemperî dema dabeşbûna xaneyê de, ji ber cihênebûna kromzoman rû dide.
    Guherîna şêwe û rêza zincîra ADN-ya kromozomê jî ji ber mutasyonan pêk tê.
Heke mutasyon ne di yek lê zêdetir genan de rû bide, ev mutasyon wekî mutasyona kromozomî (bi înglîzî: chromosomal mutation tê navkirin. Ji ber ko bandor li ser erk û pêkhateya tevahiya molekula ADN-yê dike, mutasyona kromozoman mutasyonên gir in.
--Corên mutasyona kromozoman--

Jêbirin (bi înglîzî: deletion)
    Heke ji kotahiya kromozomê beşek biqete an jî kromozom dabeşê çendan perçeyan bibe û perçeyek ji kromozomê kêm bibe û kromozom kurtir bibe, ev rewş wekî mutasyona jêbirin tê navkirin. Dibe ko mutasyon tenê di kromotîdek kromozomê de rû bide û kromotîda din sax bimîne, lê disa jî ev mutasyon di zîndewerê de dibe sedema peydabûna rewşek neasyî.
Dibe ko bi beşa windabûyî re bi mijarek zêde zanyarî jî winda bibe û mirina zîndewerê pêk were. Ango mutasyona jêbirin, hin caran wekî mutasyonek kujer rû dide.
    Nexweşiya cri-du-chat (krî du şa) ji ber mutasyona jêbirînê peyda dibe. Ji milê kurt a kromozoma 5 de beşek diqete. Zarokên bi vê nexweşiyê ne mîna “qêrîna pisikê”(bi frensî: cri-du-chat ) deng der dixin. Kesên bi vê nexweşiyê ne, bi pirsgirekên henaseyê rû bi rû dimînin. Bi gelemperî nexweşên cri-du-chat temenkurt in.

Wergeriyan (bi înglîzî: inversion)

    Kromozom di du beşan de dişkê, beşa şikestî 180 pile dizivire û bi heman kromozomê ve dizeliqe. Heke şikestina kromozomê ziyan nedabe genê, ango cihê qetiyayî ne li ser genek be, dibe ko tu bandora wergeriyanê di rûxsarebabeta zîndewerê de xuya nebe.
    Her çiqas hemû mirovahî bi heman cor û hejmar kromozom û heman cor sîfetan lixwe digirin, lê dîsa jî di zincîra ADN-yê de rêza genên her mirovek ji hev piçek cuda ye. Ji ber ko mutasyona wergeriyan di her mirovek de, di heman kromozomê de û di heman beşê de rû nade, rêza genên mîrovan jî ji hev cuda ne.

Ducarbûn (bi înglîzî: duplication)

    Di kromozomek de hebûna du an jî zêdetir kopiyên parçeyek diyarkirî ya kromozome wekî ducarbûn tê navkirin. Ango beşek kromozomê duhende dibe û xwe li pêy beşa resen ve girê dide, bi vî awayî li ser kromozomek de ji beşek ADN-yê du an jî zêdetir kopiyên hev cih digirin.
Bi ducarbûnê, ji ber ko beşên nû li ser kromozomê zêde dibin, kromozom dirêjtir dibe.

Veguhaztin (bi înglîzî: translocation)

    Du corê mutasyona veguhaztinê heye, veguhaztina beramber (bi înglîzî: reciprocal translocation) û veguhaztina neberamber (bi înglîzî: nonreciprocal translocation)
    Di navbera du kromozomên nehomolog de alûgorkirina parçeyek kromozomê wekî veguhaztina berambera tê navkirin. Ango ji du kromozoman parçe diqete, parçeya kromozomek bi ya din ve bi beramberê hev tê guhertin, bi vî awayî rêza ADN-ya herdu kromozomê jî bi parçeyên nû diguhere.
Veguhaztina beramber ji parçe guherînê (bi înglîzî: crossing-over) cuda ye. Di veguhaztinê de parçeya ji kromozmê diqete ne bi kromozoma homolog re, lê bi kromozomek din ve yek dibe.
    Di veguhaztina neberamber de kromozomek perçe winda dike, kromozoma din jî parçeyek li ser xwe zêde dike. Hin caran ev rewş vekî lêzêdebûn (bi înglîzî: insertion) jî tê navkirin. Ango di veguhaztina neberamber de di kromozomek de jêbirin rû dide, di kromozoma din de jî lêzêdebûn rû dide. Guhaztina parçêya kromozomê ne bi beramberê hev, lê bi yekalî rû dide.

--Sedemên mutasyona kromozoman--

    Guherînên di şêwe û pekhateya kromozoman, ango mutasyona kromozoman ji ber hokarên hawirdore rû dide. Tîrojên serbinefşî (bi înglîzî: ultraviolet rays (UV)), tîrojên gama, tîrojên X, hin madeyên kîmyayî û hin vîrûs, hokarên hawîrdorê ne ko di zîndewerê de dibin sedema rûdana mutasyonê.
    Mutajen (hokarên mutasyonê) zincîra ADN-ya kromozoman dişkînin û beşên kromozomê ji hev diqetînin. Di rewşa asayî de beşên qetiyayî disa bi hevre bi awayekî guncav tên girêdan û zincîra ADN-yê tê çakkirin. Lê hin caran çakkirin bi ser nakeve û mutasyona kromozomê rû dide.

--Neasayîtiya kromozoman ji ber cihênebûnê--

    Di xaneyên zîndewerên dîploîdî de kromozom bi komeleya cot in û wekî 2n tên nîşankirin. Wekî mînak, laşexaneyên mirov diploîd in û 2n = 46 kromozom lixwe digirin. Ango ji her kromozomê 2 kopî heye. Heke di xaneyên zîndewerêk dîploîdî de, ji kromozomek diyarkirî de li dewsa du kopîyê, yek an jî sê kopî hebe, ev rewş wekî anoploîdî (bi înglîzî: aneuploidy) tê navkirin. Anoploîdî ji ber cihênebûna kromozoman rû dide. Du corên sereke yên anoploîdiyê heye, monosomî (2n-1) û trîzomî (2n+1).
    Têkçûna cihêbûnê bi gelemperî di miyozê de, di navbera kromozomên homolog de an jî di navbera kromotîdên xwîşk de rû dide. Heke di kromozoma homolog de cota kromozoman ji hev cihê nebin, herdu kromozom diçin xaneyek, an jî herdu kromatîdên xwîşk diçin xaneyek. Di encama cihênebûnê de li dewsa gametên asayî yên bi 23 kromozomî, gametên neasayî peyda dibin.
Hin caran di dabeşbûna mîtozî de jî cihênebûna kromatîdan rû dide. Wekî mînak, sendroma Down a mozayîk bi vî awayê çêdibe. Têkçûna cihêbûnê dibe ko di kromozomên laşê an jî di kromozomên zayendê de rû bide. Ji ber têkçûna cihêbûna kromozoman, dibe ko kesên bi kromozoma zêde an jî yên bi kromoza kêm ji dayik bibin.
Mînak, heke di pêvajoya çêkirina xaneya hêkê (oogenesîs) de, di miyozê de cihênebûna kromozomên homolog an jî kromatîdên xwîşk rû bide, hêkexaneyên neasayî yên bi 22 û 24 kromozomî peyda dibin.
     Eger hêkexaneya 24 kromozomî (n+1) bi spermek asayî ya bi 23 kromozomî ve were pîtandin, zarokek bi 47 kromozomî (2n+1) çêdibe. Ji ber ko di kesên 47 kromozomî de sê kopyayên kromozomek hene, ev rewş wekî trîzomî (bi înglîzî:trisomy) tê navkirin. Sendroma Down mînak e ji bo rewşa trîzomiyê, kesên bi sendroma Down 47 kromozomî ne.
    Heke hêkexaneya 22 kromozomî (n-1) ji aliyê spermek asayî ve were pîtandin, vê gavê zarokek 45 kromozomî (2n-1) peyda dibe. Ji ber ko yek kopyayek kromozomek diyarkirî heye ev rewşa tekkromozonî wekî monozomî (bi înglîzî: monosomy) tê navkirin. Sendroma Turner mînak e ji bo rewşa monozomiyê.

* Ev xebat li ser wîkîpediyaya kurdî jî hat zêdekirin.