Celadet Alî Bedîrxan

Me zanî ko xweseriya me, di zimanê me de ye û em bi tenê bi hînbûna xwendin û nivîsandina zimanê xwe û parastina wî, di civata miletan de, wek miletekî xweser dikarin bijîn û payedar bin.
Celadet Alî Bedîrxan (1893-1951)
Showing posts with label bomaweyî. Show all posts
Showing posts with label bomaweyî. Show all posts

2023/11/11

Libergirtin

     


Libergirtin (bi înglîzî: transcription), guhaztina zanyariyên bomaweyî ji ADN-yê bo ARN-yê

    Bi alîkariya ARN-polîmeraz û bi bikaranîna bazên temamker, li ser zincîra qalib a ADN-yê de çêkirina ARN, wekî libergirtin tê navkirin.
Ji bo bikaranîna zanyariyên bomaweyî yên di ADN-yê de şîfrekirî, divê gen werin derbirîn. Gava yekem ji beşek zincîra ADN-yê çêkirina zincîra ARN-yê ye. Ango bi libergirtinê, beşek ji zincîra nukleotîdên ADN-yê ji bo çêkirina zîncîra ARN-yê tê kopîkirin.
    Libergirtin di sê qonaxan de rû dide: destpêkirin (bi înglîzî: initiation), dirêjbûn (bi înglîzî: elongation) û dawîbûn (bi înglîzî: termination). Di xaneyên navikrasteqîn de li gel van qonaxan qonaxa çaremîn a bi navê sererastkirina ARN-destpêk (bi înglîzî: pre-mRNA processing) rû dide.
Heke beşa ADN-yê ji bo ARN-ya şîfre dide proteînan hatibe libergirtin (kopîkirin), ARN-ya nûçêbûyî wekî ARN-peyamber tê navkirin. ARN-peyamber (bi înglîzî: messenger RNA), ARN-ya kodkirinê ye. ARN-peyamber, di qonaxa wergeran de, ji bo çêkirina proteîn wekî qalib kar dike.
Ji libergirtina ADN-yê de ARN-yên nekodkirinê jî tên çêkirin. ARN-guhêzer, ARN-rîbozomî, ARN-ya mîkro (bi înglîzî: microRNA), ARN-ya piçûk a navikê (bi înglîzî: small nuclear RNA), ARN-ya piçûk a navikokê (bi înglîzî: small nucleolar RNA) û rîbozîm (bi înglîzî: ribozymes) ARN-yên nekodkirinê ne. Hemû corên ARN di çêkirin, sererastkirin û guherîna proteînan de alîkarî dikin.
    Çalakiyên ji bo libergirtinê ji aliyê enzîma ARN-polîmeraz ve tê birêvebirin. ARN-polîmeraz di navbera rîbonukleotîdan de bendên fosfodîester didin avakirin, bi vî awayî zincîra ARN-yê peyda dibe. Di navikseretayîyan de yek cor ARN-polîmeraz, di xaneyên navikrasteqînan de sê cor ARN-polîmeraz kar dikin bo rûdana libergirtinê.
    Beşa taybet a li ser zincîra ADN-yê ya ji bo girêdana ARN-polîmerazê û destpêkirina libergirtinê wekî promoter tê navkirin.
Ji bo destpêkirina libergirtinê, enzîma ARN-polîmeraz bi beşa promoter a ADN-yê ve dibeste, ADN-ya lûlpeça hevcot vedibe û du zincîr ji hev cihê dibin, zincîra ko nukleotîdên wê temamkerên nukleotîdên ARN-yê ye û ji bo çêkirina ARN-yê kar dike, wekî zîncîra qalip (bi înglîzî: template strand) tê navkirin. Zîncîra din jî wekî zincîra kodkirinê te navkirin.
Dema libergirtinê de ARN-polîmeraz zincîra qalib bi aresteya serê 3 ber bi serê 5 ve (3’-5’) bi kar tîne û şerîdek ARN-ya ko nukleotîdên wê temamkerên nûkleotîdên ADN-ya qalip e çêdike. Rêzeya nukleotîdên ARN-ya nûçêbûyî û ya zincîra kodkirinê heman in. Loma ev zincîra ADN-yê wekî zincîra kodkirinê (bi înglîzî: coding strand) tê navkirin. Lê li dewsa Tîmîn, li zincîra ARN-yê de nukleotîda Urasîl heye.
    Cota nukleotîdên li ser ADN-yê ya ji bo libergirtina nukleotîda yekem a ARN-peyamber wekî cihê +1, an jî cihê destpêkirin tê navkirin.
Nukleotîdên berî cihê destpêkirinê, wekî nukleotîdên jorê zîncîrê (bi înglîzî: upstream nucleotides) tên navkirin û rêzeya nûkleotîdan bi nîşana negatif (-) tên nîşankirin. Nukleotîdên piştê cihê destpêkirinê, ango nukleotîdên li aliyê aresteya libergirtinê jî wekî nukleotîdên jêrê zincîrê (bi înglîzî: downstream nucleotides) tên navkirin û rêzeya nûkleotîdan bi nîşana pozîtîf (+) tên ravekirin.
--Destpêkirin--
    Di qonaxa destpêkirina libergirtinê de, ARN-polîmeraz, beşa taybet a bi navê promoter a li ser ADN-ya lûlpeça hevcot nas dike û xwe li wir girê dide.
ARN-polîmeraz ji bo naskirina beşa promoterê, girêdana bi promotorê ve û ji bo destpêkirina libergirtinê, hin hokarên proteînî yên bi navê “hokarên gelemperî yên libergirtinê” (bi înglîzî: general transcription factors) bi kar tîne.
    Piştî girêdana bi promotorê ve, ARN-polîmeraz zincîrên ADN-yê dihelîne. Di wê beşê de herdu zincîrên ADN-yê ji hev diqetin, bi vî awayî bazên zincîra qalip ji bo wergirtina bazên ARN-yê guncav dibe. ARN-polîmeraz bi qasî 14 cotên bazê ADN-yê dihelîne û ji hev cihê dihle. Ew beşa helandî wekî “bilqa libergirtinê” (bi înglîzî: transcription bubble) tê navkirin. Gava du rîbonukleotîdên zincîra ARN-yê bihevre bi bendên fosfodîester tên girêdan, qonaxa destpêkirina libergirinê jî bi dawî dibe.
--Dirêjbûn--
    ARN-polîmeraz çêkirina ARN-yê di aresteya 5' ber bi 3' de pêk tîne. Ango çêkirina zincîra ARN-yê ji serê 5' ê dest pê dike û nukleotîdên nû li serê 3' tê zêdekirin. Nukleotîdên ko ARN-polîmeraz ji bo çêkirina ARN-yê bi kar tîne, nukleotîdên sêfosfatî ne.(Adenîna sêfosfatî (ATP), Guanîna sêfosfatî (GTP)) . Her ko nukletîdek bi serê 3' ve tên girêdan, herdu fosfatên wê diqetin.
Rîbonukleotîdên li zîncîra ARN-yê tên zêdekirin, temamkerên nukleotîdên zincîra ADN-ya qalib in. Wekî mînak heke rêzeya nukleotîdên zincîra qalib a ADN-yê 3′–TACAATGTAGCC–5′ be, rêzeya rîbonukleotîdên ARN-ya tê çêkirin wê 5′–AUGUUACAUCGG–3′ be.
Li dema qonaxa dirêjbûnê ya libergirtinê de, ARN-polîmeraz li ser zincîra qalip a ADN-yê de her carê bi qasî bazek dilive, li aresteya livîna xwe de herdu zincîrên ADN-yê vedike û li paş wê jî li gel zincîra qalip, zincîra ARN-ya temamkerê zincîra qalip dimîne. Di qonaxa dirêjbûnê de her carê rîbonukleotîdek li serê 3' ya zincîra ARN-yê tê zêdekirin.
Di qonaxa dirêjbûnê de ARN-polîmeraz, ADN-ya qalib û zincîra ARN-ya ko tê çêkirin, bi awayekî xweragir, ji bo demek dirêj bi hevdu re girêdayî dimînin.
Di memikdaran de genek heye ji 2000000 cotên bazan pêk tê. Di germahiya 37oC de leza çêkirina ARN-yê serê xulekê 1000 nukleotîd e, ango ji bo libergirtina vê genê û çêkirina ARN-peyamber, ARN-polîmeraz, ADN-ya qalip û zincîra ARN-ya nû divê ji bo demek ji 24 saetan zêdetir bi hevre girêdayî bimînin.
--Dawîbûn--
    Di qonaxa dawîbûna libergirtinê de, ARN-ya nûçêbûyî, an jî ARN-destpêk ji ARN-polîmerazê tê berdan. Li ser ADN-ya qalip de rêzeyek taybet a nukleotîdan sinyal didin ARN-polîmerazê û ARN-polîmeraz jî ji ADN-ya qalib cihê dibe. Gava ARN-polîmeraz serbest dimîne, êdî dikare carek din kar bike ji bo libergirtina heman genê an jî libergirtina genek nû bide dest pê kirin.
    Her perçeyek ji ADN-yê tê libergirtin, wekî “yekeya libergirtinê” (bi înglîzî: transcription unit) tê navkirin. Di xaneyê navikrasteqînan de yekeya libergirtinê zanyariya ji bo genek lixwe digire, loma tenê molekulek ARN-yê an jî proteînek kod dike. Di xaneya bakteriyan de bi gelemperî komek genên cîran wekî yekeya libergirtinê tên kopîkirin, ji ber vê yekê ARN-peyamber a bakteriyan ji bo çendan corê proteînan zanyarî diguhazîne rîbozoman.
Bi kurtasî, di xaneyê de libergirtin ji van gavên serekî pêk tê:
1. ARN-polîmeraz û hokarên gelemperî yên libergirtinê li beşa promoter a ADN-yê ve tên girêdan.
2. ARN-polîmeraz bi têkşikestina bendên hîdrojenê yên di navbera bazên temamker ên ADN-ya lûlpêça hevcot, zîncîrên ADN-yê ji hev cihê dike û bilqa libergirtinê ava dike.
3. ARN-polîmeraz rîbonukleotîdên ko temamkerên bazên zincîra qalib in, li ser zîncîra ADN-ya qalip zêde dike.
4. Bi alîkariya ARN-polîmeraz, di navbera rîbonukleotîdan de bendên fosfodîester tên avakirin bi vî awayî şerîda ARN-ya ji zincîra şekir-fosfat peyda dibe.
5. Bendên hîdrojenê yên di navbera zincîra qalib a ADN-yê û zincîra ARN-ya nûçêbûyî têk dişkên, ARN-ya nûçêbûyî serbest dimîne.
Heke xane yek ji xaneyên navikrasteqîn be, ARN-ya nûçêbûyî wekî ARN-destpêk tê navkirin. ARN-destpêk, piştê hin sererastkirin û guhertinan çalak dib. Lê di xaneyên navikseretayî de ARN-ya nûçêbûyî rasterast tevlê çalakiya çêkirina proteînan dibe.
--Libergirtin di xaneyên navikseretayî (prokaryot) de --
    Di navikseretayiyan de xebatên derbarê libergirtinê, herî zêde li ser bakteriya bi navê Escherichia coli (E.coli) hatine kirin, ango zanyariyên li jêr jî bi gelemperî ji xebatên ser E.colî hatine bidestxistin.
    Di xaneya bakterî de ARN-polîmeraz corek e û du şêweyî wê heye. ARN-polîmeraza navik (bi înglîzî: RNA core polymerase) û holoenzîm (bi înglîzî: holoenzyme). Polîmeraza navik dikare ji ADN-yê ARN kopî bike lê ji bo destpêkirina libergirtinê pêdiviya wê bi holoenzîm heye.
    Polîmeraza navik ji pênc binebeşan pêk tê: du binebeşên alfa (αI û αII), binebeşek β (beta), binebeşek β′ û binebeşa ω (omega).
Herdu alfayên binebeş pêkhateyên ARN-polîmerazê bihevre û bi molekulên rêkxistîner ve girê didin. Binebeşên β û β′ beşa çalak a enzîmê ye. Binebeşa β' bi zincîra ADN-ya qalib ve, binebeşa β jî bi zincîra rîbonukleotîdan ve girê dibe.
Binebeşa omega (ω) bi binebeşa β' ve girê dibe û wê sabît dike, bi vî awayî alîkariya yekbûna polîmeraza navik dike.
    Bi tevlêbûna binebeşa sîgma (σ), holoenzîm peyda dibe. Holoenzîm sînyalên ADN-yê werdigire û ARN-polîmerazê di destpêka gena tê kopîkirin de cih dike. Piştê destpêkirina libergirtinê, binebeşa sîgma ji ARN-polîmerazê diqete.
    Di dema libergirtinê de promoter ji hêla binebeşa sîgma (σ) ya holoenzîmê ve tê tesbîtkirin û binebeşên ARN-polîmeraz a navik li promoterê girê dibin. Ango binebeşa sîgma promoterê tesbît dike, lê ARN ji aliyê polîmeraza navik ve tê çêkirin. Promoter nayê kopîkirin, lê promoter diyar dike ko libergirtina ji bo gena wê were kopîkirin, wê ji bo carek be, car caran be an jî libergirtin hertim rû bide. Promoterên hemû bakteriyan ne yek in lê bi gelemperî di promoterê hemû bakteriyan de du beş heye. Li jorê beşa destpêkirinê, di beşa rêzeya -10 de, rêzeya nukleotîdên TATAAT cih digire.(wateya -10 eve ko ji vê beşê heta xala destpêka libergirtinê 10 nukleotîd cih digire) Beşa -35 ji rêzeya nukleotîdên TTGACA pêk tê.
    Gava ARN-polîmeraz xala promoterê tespît dike, libergirtin jî dest pê dike. ARN-polîmeraz a navik beşek ji herdu zincîrên ADN yê vedike û bilqa libergirtinê peyda dibe. Beşa rêzeya -10 ya promoterê, TATAAT, ji cota nukleotîdên Adenîn-Tîmîn pêk tê. Navbera A-T de du bendên hîdrojenê, di navbera Guanîn-Sîtozîn de sê bendên hîdrojenê cih digire. Ango di beşa zincîra ADN-yê ya ji nukleotîden A-T pêk tê, bendên hîdrojenê qels in loma ji hev cihêbûna zincîrên ADN-yê ji vir dest pê dike. Ji herdu zincîrên ADN-yê, zincîrek ji bo çêbûna ARN-yê wekî qalib kar dike. Piştê girêdana ARN-polîmeraz û zincîra ADN-yê, libergirtin dest pê dike. Gava dirêjiya zincîra ARN-ya nûçêbûyî dibe 8-9 nukleotîd, binebeşa sîgma ji ADN-yê cihê dibe. ARN-polîmeraz a navik li ser zincîra qalib a ADN-yê de dimîne û dirêjbûna zincîra ARN-yê didome.
Di xaneya bakteriyê de leza çêkirina ARN-peyamber, di çîrkeyek de bi qasî 40 nukleotîd e.
    Her ko dirêjbûna zincîra ARN-yê didome, herdu zincîrên beşa ADN-ya li pêşiya ARN-polîmeraz vedibin, li paşiya ARN-polîmêrazê jî herdu zincîrên vekirî yên ADN-yê dîsa bi hev re tên girêdan.
Bendên di navbera ADN-ya qalib û ARN-ya nû tê çêkirin de bendên qelsin, bi têra xwe xweragir nîn in. Di qonaxa dirêjbûnê de, ARN-polîmeraz, ADN û ARN-yê bi hevre girêdayî dihêlê ko libergirtin bê kêmasî rû bide.
Gava libergirtina gen bi ser ket, divê ARN-polîmeraz ji zincîra qalib a ADN-yê biqete û ARN-ya nûçêbûyî serbest berde. Li gor gena hatiye libergirtin, di bakteriyan de du cor sinyalên dawîbûnê kar dikin ji bo cihêbuna ARN-polîmerazê. Yek bi eslê xwe proteîn e , a din ji ARN yê.
    1. Dawîbûna bi rho ve girêdayî (bi înglîzî: rho-dependent termination)
    2. Dawîbûna bi rho ve negirêdayî (bi înglîzî: rho-independent termination)
Dawîbûna bi rho ve girêdayî ji aliyê proteîna rho (ρ) ve tê kontrolkirin. Proteîna rho li ser zincîra ARN-ya tê çêkirin de, li pey ARN-polîmerazê ye û ARN-polîmerazê dişopîne.
Nêzîkî kotahiya genê, polîmeraz li ser ADN-ya qalib, bi komek nukleotîdên Guanîn re rû bi rû dimîne û leza livîna wê ya li ser ADN-yê kêm dibe. Proteîna rho li ARN-polîmerazê diqelibe û ARN-ya nûçêbûyî ji ADN-ya qalip û ARN-polîmerazê cihê dibe.
    Di dawîbûna bi rho ve negirêdayî de, gava ARN-polîmeraz nêzikê kotahiya gena tê libergirtin dibe, rastê beşek ADN-ya qalib a bi nukleotîdên Sîtozîn û Guanîn dewlemend tê. ARN-peyamber li ser xwe qat dibe û nukleotîdên C-G ên temamker, bi hev re tên girêdan. Bi vî awayî di zincîra ARN-peyamber de pêkhateyek xweragir a bi şêweya berbisk (toqeya por) peyda dibe. Ev beş gava ARN-polîmeraz beşa bi nukleotîdên Adenîn û Tîmîn ve dewlemend kopî dikê, polîmerazê radiwestîne. Beşa temamker a ji Urasîl-Adenîn a ARN-peyamber, bi awayekî lawaz bi ADN-ya qalib ve girêdayî ye. Rawestina ARN-polîmeraz û hebûna bendên lawaz dibe sedema hilweşîna xweragiriya girêdanên navbera ARN-polîmeraza navik, ADN û ARN-peyamberê. ARN-polîmeraz ji zincîra ADN-yê vediqete û ARN-peyamber a nûçêbûyî serbest dimîne. Libergirtin dawî dibe.
--Libergirtin di xaneyên navikrasteqîn (êkaryot) de--
    Di xaneyên navikrasteqînan de mekanîzmaya libergirtinê bi gelemperî, mîna libergirtina zîndewerên navikseretayiyan e. Lê hinek cudahiyên bingehîn jî hene. Ji bo destpêkirina libergirtinê, pêdiviya ARN-polîmeraza bakteriyan tenê bi yek hokarek destpêkirinê (binebeşa sîgma (σ)) heye. Lê di xaneyên navikrasteqînan de ARN-polîmeraz hewceyê çendan hokaran e û wekî “hokarên gelemperi yên libergirtinê” tên navkirin. Herwisa di xaneyên navikrasteqîn de ADN û proteînên hîston bi şêweya kromatîn, li hev pêçayî ne, loma ji hev cihêkirina zincîrên ADN-yê û çêkirina bilqê libergirtinê piçek aloz e.
Di xaneyên navikrasteqînan de ji bo libergirtinê ne yek, lê sê cor ARN-polîmeraz kar dikin.
    ARN-polîmeraz I (Pol I) ji bo çêkirina ARN-rîbozomî kar dike. Bi libergirtinê, ARN-rîbozomî ya destpêk çê dibe.
    Erkê bingehîn a ARN-polîmeraz II (Pol II), çêkirina ARN-peyamber û hin ARN-yên taybet e.
    ARN-polîmeraz III (Pol III), genên ji bo ARN-guhêzer, ARN-rîbozomî ya 5S û hin ARN-yên piçûk ên taybet kopî dike.

    Hinek binebeşên hevbeş ên hersê ARN-polîmerazê dişibin binebeşên αI, αII, β, β′ ARN-polîmeraza E.coli. Ji bilî van binebeşan, hersê ARN-polîmeraz, herî kêm 5 binebeşên din ên hevbeş jî lixwe digirin. Herwisa her yek ji sê ARN-polîmerazan, 4 heta 7 binebeşên nehevbeş, jî lixwe digirin. Di xaneya arkea û ya navikrasteqînan de ARN-polîmeraza navik (bi înglîzî: RNA core polymerase) ji 10 heta 20 binebeşan pêk tê.
    Herwekî ARN-polîmeraza bakteriyan, ARN-polîmerazên navikrasteqînan jî libergirtinê bi aresteya serê 5′ ber bi serê 3′ ve bi re ve dibin û ARN-ya temamkerên zîncîra qalib a ADN-yê çêdikin.
Ji bo libergirtinê pêdivî bi nukleotîdên pêşeng ATP, GTP, CTP û UTP heye. Ji bo girêdana bi promotorê, pêdiviya ARN-polîmerazên navikrasteqînan bi hebûna hin proteînên destpêkê (hokarên libergirtinê) heye.
    Hokarên gelemperî yên libergirtinê ARN-polîmerazê di bêşa rast a promoterê ve cih dikin û ji bo destpêkirina libergirtinê, alîkariya cihêbûna zincîrên ADN-yê dikin. Herwisa ji bo qonaxa dirêjbûnê, ARN-polîmerazê ji promoterê diqetînin. Hokarên libergirtinê komek proteîn in û wekî TFIIA, TFIIB, TFIIC, TFIID û hvd tên navkirin. (TFII kurtenivîs e ji bo “hokarên libergirtinê ji bo polîmeraza II” ango bi înglîzî: transcription factor for polymerase II) Hokarên gelemperî yên libergirtinê bi gelemperî bi hokra sîgma (σ) ya bakteriyan ve heman karê dikin.
    Hokarên libergirtinê bi rêzeya ADN-yê ya bi gelemperî ji Adenîn û Tîmîn pêk tê girê dibin. Ji ber ko ev beş (promoter) bi nukleotîdên Adenîn û Tîmîn dewlemend e, ev rêzeya ADN-yê wekî “rêzeya TATA”(bi înglîzî:TATA sequence) an jî qutuya TATA (bi înglîzî: TATA box) tê navkirin. Rêzeya TATA 25 nukleotîd li jorê cihê destpêkirinê de cih digire. Piştî girêdana hokarên libergirtinê, bi girdana ARN-polîmeraz a bi ADN-ya qalip, libergirtinê dide destpêkirin.
    Di qonaxa dawîbûnê de, ARN-polîmeraz ji bo ARN-destpêk, ji ADN-yê bi navê “sînyala rêzeya fireadenilasyon”(bi înglîzî: polyadenylation signal sequence), rêzeyek (AAUAAA) kopî dike. Paşî ji vê rêzeyê 10 heta 35 nukleotîd şûnve proteînên hokarên libergirtinê ARN ya hatiye libergirtin ji polîmerazê diqetînin, bi vî awayî ARN- destpêk serbest dimîne.
    Qonaxa li pêy, li gor cora ARN-ya tê çêkirin rû dide. Heke ARN-ya nûçebûyî ARN-rîbozomî be, ARN-ya nûçebûyî bi molekulên din ve tên girêdan û rîbozoman ava dikin.
Heke ARN ji bo ko bibe ARN-guhêzer hatibe libergirtin, vê gavê zincîra ARN-ya nûçêbûyî xwe ba dide û qat dibe, bi vî awayî şêweya resen a ARN-guhêzer a çalak peyda dibe.
Bi gelemperî ARN-ya nûçebûyî ji bo çêkirina proteînan şîfre lixwe digire, ev ARN wekî ARN-peyamber tê navkirin. Di navik rasteqînan de ARN-peyamber ji ARN-destpêk tê avakirin.
    Di zîndewerên navikrasteqîn de gen bi gelemperî ji çendan beşên kodkirinê pêk tê. Ji van beşan re tê gotin “egzon”. Egzon ji aliyê beşên nekodkirinê (întron) ji hev hatine cihêkirin. Piştê ARN-polîmeraz bi promoterê ve tê girêdan û tevahiya gen tê libergirtin, ARN-ya nûçêbûyî wekî ARN- destpêk (bi înglîzî: pre-RNA)tê navkirin. Ango zincîra ARN-destpêk li gel beşên kodkirina genê, beşên nekodkirinê jî lixwe digire. Berî ko ARN-despêk ji navikê derbasî sîtoplazmayê bibe, hemû întron ji ARN-yê tên dûrxistin, egzon li dû hev tên rêzkirin û bi hevre tên girêdan. Bi vî awayî ARN-peyamber tê avakirin. Bi gelemperî egzon bi dirêjiya150 heta 300 nukleotîd in. Dirêjiya întronan dibe ko 40 heta zêdetirê 10000 nukleotîd bin. Herwisa li kotahiya zincîra ARN-peyamber de li aliyê serê 3’ de 50 heta 300 nukleotîdên Adenîn li ARN-peyamber tê zêdekirin ev beş wekî kilika fire-A (bi înglîzî: poly-A tail) tê navkirin.
    ARN-peyamber a piraniya navikrasteqînan di serê 5′ ê de pêkhateya bi navê kulavê 5′ (bi înglîzî: 5′ cap) lixwe digirin. Kulavê 5′ ARN-peyamberê ji rîbonukleazan diparêzê. Herwisa ji bo destpêkirina wergeran, kulavê 5′ bi kompleksa proteînên girêdana kulavê (bi înglîzî: cap-binding complex of proteins) ve girê dibe û tevlê girêdana ARN-peyamber a bi rîbozomê ve dibe.
Kulavê 5' û kilika fire-A sê erkên taybet bi cih tînin.
1. Ji navikê derketina ARN-peyamberê hêsan dikin.
2. ARN-peyamberê ji herîskirina enzîman diparêzin
3. Alîkariya rîbozoman dikin ko gava ARN-peyamber gihîşt nav sîtoplazmayê, rîbozom bi serê 5' ê ARN-yê ve were girêdan.
*Ev xebat li ser wîkîpediyaya kurdî jî hat zêdekirin






2023/09/27

Asîda rîbonukleyî

 

ERK Û PÊKHATEYA ASÎDA RÎBONUKLEYÎ (ARN)
    Asîda rîbonukleyî (ARN) yek ji du corên asîdên nukleyî yên xaneyên zîndeweran e.
Di xaneyan de li gel ARN-yê, asîda deoksîrîbonukleyî (ADN) jî cih digire. Hemû zanyariyên bomaweyî di ADN-yê de embarkirî nê. Ango çalakiyên xaneyê li gor ADN-yê tê rêvebirin. ADN jî ji bo birêverina çalakiyên xaneyê, ARN-yê bi kar tîne.
ARN (bi înglîzî: ribonucleic acid (RNA)) di xaneyê de ji bo çêkirina proteînan tê bikaranîn. Herwiha hin vîrus li dewsa ADN, ARN-yê wekî depoya zanyariyên bomaweyî bî kar tînîn, Ji van vîrusan re vîrusên ARN-yî tê gotin
--Pêkhateya ARN-yê--
    ARN ji zincîrek nukleotîdan pêk tê. Nukleotîd bi bendê fosfodîesterê bi hev girêdayî ne. Ango nukleotîd yekeyên asîda rîbonukleyî ne. Nukleotîd ji sê beşên sereke pêk tê, koma fosfatî, şekirê pênckarbonî û baza nîtrojenî. ARN bi gelemperî ji tek şerîdek pêk tê, lê hin corên vîrusên ko li dewsa ADN-yê, ARN-yê wekî molekula embara zanyariyên bomaweyî bi kar tînin de, ARN ji du şerîdan pêk tê
Di xaneyek asayî de heşt cor nukleotîd heye. ADN û ARN her yek çar cor nukleotîd lixwe digirin. Nukleotîdên ARN-yê Adenîn, Guanîn, Sîtozîn û Urasîl in. Nukleotîdên ADN-yê Adenîn, Tîmîn, Guanîn û Sîtozîn in. Di şekirê pênckarbonî yê nuklotîdên ADN-yê de di karbona duyemîn de oksîjenek kêm e loma ev şekir wekî şekirê kêmoksîjenî (deoksîrîboz) tê navkirin. Şekirê ARN-yê wekî rîboz tê navkirin.
    Di hin beşên ARN-yê de di navbera bazên heman zincîrê de bendên hîdrojenê tên avakirin. Di navbera Adenîn û Urasîlê de bendên duyanî, di navbera Guanîn û Sîtozînê de bendên seyanî çêdibe. Di navbera bazên nîtrojenî de avakirina bendên hîdrojenê dibe sedema çêbûna pekhateya duyemî ya ARN-yê, badanên zincîra ARN-yê pêkhateya seyemî ya ARN-yê pêk tîne.
--Çêbûna ARN-yê--
    ARN molekulek firenukleotîdî (polînukleotîdî) ye. Di ARN-yê de nukleotîd bi bendên hevbeş (kovalent) bi hev re girê dibin. Girêdan di navbera rîboza nukleotîdek û fosfata nukleotîda din ve ava dibe. Bi vî awayî stûna zincîra ARN-yê ji dubarebûna girêdana şekir û fosfatan pêk tê. Di Zincîra ARN-yê de di navbera nukleotîdên li pêyhev de bendê hevbeş (kovelendî) ê bi navê bendê fosfodîester ava dibe. Di bendê fosfodîester de, koma fosfata serê 5ê (5’) ya nukletîdek bi koma hîdroksîl a karbona seyemîna rîboza nukleotîda pêş xwe ve tê girêdan.
    Zanyariyên bomaweyî yên zîndeweran li asîda deoksîrîbonukleyî (ADN) ya zîndeweran de bi şêweyê gen cih digirin. Bi qonaxa libergirtinê (kopîkirin), zanyariyên ADN-yê wekî ARN tê kopîkirin.
Ji ber ko ADN du şerîd e û ARN jî tek şerîd e, ARN tenê yek ji du şerîdên ADN-yê tê kopîkirin. Şerîda ko ARN jê tê kopîkirin wekî zincîra qalib (bi înglîzî: template strand) tê navkirin. Şerîda ko di çêbûna ARN-yê de cih nagire, wekî zincîra kodkirinê (bi înglîzî:coding strand) tê navkirin.
    Hemû corên ARN-yê bi navbeynkariya enzîma ARN-polîmeraz, ji aliyê ADN-yê ve tê çêkirin, ev kar wekî libergirtin (kopîkirin) tê navkirin. Di xaneyên navikseretayî (prokaryot) de corek ARN-polîmeraz kar dike ji bo çêkirina hemû corên ARN-yan. Di xaneyên navikrasteqîn (êkaryot) de ji bo çêkirina her corek ARN, corek ARN-polîmeraz kar dike. ARN-polîmeraz I ji bo çêbûna ARN ya rîbozomî kar dike. Bi çalakiya ARN-polîmeraz II, ARN ya peyamber tê çêkirin. ARN ya guhêzer jî bi navbeynkariya ARN-polîmeraz III ve tê çêkirin.
    Ji bo destpêkirina libergirtinê, enzîma ARN-polîmeraz bi beşa promotor a ADN-yê ve dibeste, ADN-ya lûlpeça hevcot vedibe û du zincîr ji hev cihê dibin, zincîra ko nukleotîdên wê temamkerên nukleotîdên ARN-yê ye û ji bo çêkirina ARN-yê kar dike, wekî zîncîra qalip tê navkirin. Zincîra qalip şîfre nade ARN-yê loma hin caran wekî zîncîra nekodkirinê jî tê navkirin.
Dema libergirtinê de ARN-polîmeraz zincîra qalib bi aresteya serê 3 ber bi serê 5 ve (3’-5’) bi kar tîne û şerîdek ARN-ya ko nukleotîdên wê temamkerên nûkleotîdên ADN-ya qalip e çêdike. Rêza nukleotîdên ARN-ya nûçêbûyî û ya zincîra kodkirinê heman in. Loma ev zincîra ADN-yê wekî zincîra kodkirinê tê navkirin. Lê li dewsa Tîmîn, li zincîra ARN-yê de Urasîl heye.
--Corên ARN-yê--
    Gelek corên ARN-yê hene, lê ji vana sê corên sereke, di xaneyên hemû zindewerên de cih digirin û kar dikin ji bo çêkirina proteînan. Di xaneyên navikrasteqîn de hemû corên ARN-yê di navika xaneyê de bi rêberiya zanyariyên ADN-yê tên çêkirin.
ARN-peyamber
ARN-guhêzer
ARN-rîbozomî
    Ji bilî van ARN-yan di xaneyên navikrasteqîn de du cor ARN-yê din jî kar dikin ji bo rêkxistina zincîra ARN-yan.
ARN-ya piçûk a navikê (bi înglîzî: small nuclear RNA (snRNA)) zincîra pêşîn a ARN-peyamberê rêk dixe.
ARN-ya piçûk a navikokê (bi înglîzî: small nucleolar RNA (snoRNA)) kar dikin ji bo rêkxistina rêza zincîra ARN-ya rîbozomî.
    Di xaneyek memikdar de %80yê ARN-ya xaneyê ji ARN-ya rîbozomî pêk tê. Bi qasî % 4ê ARN-ya xaneyê ji ARN-ya peyamber pêk tê.%15-16 yê ARN-ya xaneyê jî ARN-ya guhêzer e.
ARN-peyamber (ARN-p)
    ARN-peyamber (bi înglîzî: messenger RNA (mRNA) ) tek şerîd e, ji bo çêkirina proteînan, zanyariyên bomaweyî ji ADN-yê kopî dike û dibe rîbozomê, di rîbozomê de li gor zanyariyên ji ADN yê hatinê şandin, proteîn tê çêkirin. Di xaneyê de bi qasî corên proteînan, corên ARN-peyamber tê çêkirin.
    Di xaneyên bakteriyan de, ARN-peyamber a nûçebûyî rasterast ji bo çêkirina proteînan tê bikaranîn. Di xaneyên navikrasteqînan (êkaryot) de ARN-ya nûçêbûyî wekî ARN-peyamber a destpêk (bi înglîzî: pre-mRNA) tê navkirin. Di zincîra ARN-ya destpêk de beşên nekodkirinê heye ji van beşan re tê gotin întron (bi înglîzî: introns), beşên kodkirinê yên ARN-ya despêk jî wekî egzon (bi înglîzî: exons) tê navkirin. Ji ARN-ya destpêk beşên întron bi alîkariya ARN-ya piçûk a navikê (snRNA) tên jêkirin û beşên kodkirinê(egzon) bi hevre tên girêdan, bi vî awayî ARN-peyamber peyda dibe. ARN-peyamber ji navikê derbasî nav sîtoplazmayê dibe û xwe digihîne rîbozomê.
    Koma nukleotîdên sêyanî yên ARN-peyamber wekî kodon tê navkirin. Her kodonek (ji bilî kodonên westanê) ango her sê nukleotîdek, şîfre ye ji bo asîdek amînî. Di rîbozomê de kodonên ARN-peyamber tê xwendin, li gor rêza kodonan, asîdên amînî tên rêzkirin û poroteîn tê çêkirin.
ARN-guhêzer (ARN-g)
    ARN-guhêzer (bi înglîzî: transfer RNA (tRNA)) jî pêkhateyek tek şerîdî ye û bi qasî 80 nûkleotîdan lixwe digire. Di hin beşên ARN-guhêzer de di navbera bazên heman zincîrê de bendên hîdrojenê tên avakirin. Di navbera Adenîn û Urasîlê de bendên duyanî, di navbera Guanîn û Sîtozînê de bendên seyanî çêdibe. Ji ber avabûna bendên hîdrojenê, zincîra nûkletîdên şerîda ARN-yê di hin beşan de çêminî ye û sê badokên xelekî pêk aniye. Bi vî awayî şêweyê taybet ê ARN-guhêzer peyda dibe. Pêkhateya duyemî ya ARN-guhêzer dişibe pelê nefelê, pêkhateya seyemî ya wê dişibe “L” ya serberjêr.
Di kotahiya serê 3 (3’) yê zîncîra ARN-guhêzer de ji bo girêdana asîda amînî beşek heye, bi vî awayê ji sîtoplazmayê asîda amînî hildigire û diguhazîne rîbozomê.
    Kotahiyek ARN-guhêzer dijekodon (bi înglîzî: anticodon) lixwe digire. Dijekodon ji sê nukleotîdan pêk tê û tevavkerê kodona ARN-peyamberê ye. Heke dema dirustkirina proteînê de dijekodon û kodon lihev biguncin, asîda amînî ya li ser ARN-guhêzer bi bendê peptîdê, di zîncîra polîpeptîdê de tê zêdekirin.
    Her corek ARN-guhêzer tenê bi corek asîda amînî ve girê dibe û wê diguhazîne rîbozomê. Di xaneyek de herî zêde 61 cor ARN-guhêzer cih digire. Ji ber ko hêjmara corên ARN-guhêzer ji hêjmara corên asîdên amînî zêdetir e, gelek asîdên amînî ji aliyê du an jî zêdetir corên ARN-guhêzer ve tê guhaztin.
ARN-rîbozomî (ARN-r)
    ARN-rîbozomî (bi înglîzî: ribosomal RNA(rRNA)) bi şêweyê gogî ye û di pêkhateya rîbozomê de cih digire. Herwisa dema çêkirina proteînê de wekî enzîm kar dike.
    Molekulên ARN-rîbozomî di navikoka xaneyê de tên çêkirin. Li gor qebareya xwe du cor ARN-ya rîbozomî tê çêkirin, ARN-ya gir û ARN-ya piçûk. Di navikokê de ev herdû beş bi proteînên rîbozomê ve yek dibin û binebeşa piçûk û binebeşa gewre ya rîbozomê pêk tînin. ARN-rîbozomî kar dike ji bo nasîna RNA-peyamber û ARN-guhêzer.
* Ev xebat li ser wîkîpediyaya kurdî jî hat zêdekirin.











2023/03/31

Sendroma Down


    Sendroma Down an jî trîzomiya 21 (bi înglîzî: Down syndrome-trisomy 21) rewşa têkçûnek bomaweyî yê, ji ber cihênebûna (bi înglîzî: nondisjunction) kromozomek laşê peyda dibe. Kesên bi vê nexweşiyê ne, di xaneyên wan de ji kromozoma 21ê sê kopyê hene.

Di xaneyên laşê mirovên asayî de 46 (23 cot) kromozom hene, heke ji ber hin sedeman di xaneyan de hejmara kromozoman biguhere, di mirov de nexweşiya bomaweyî peyda dibe. Bi gelemperî neasayîbûna hejmara kromozoman ji ber cihênebûna kromozoman rû dide.
Cihênebûna kromozoman
    Di mirov de geşebûn û peresîna asayî li gel gellek şert û mercan, bi hejmara kromozoman ve jî girêdayî ye. Heke her xaneyek laş ji her kromozomê cotek, bi tevahî 46 kromozom lixwe negire, ango hejmara kromozomên xaneyan bi hejmara asayî nebe, di mîrov de nexweşiya bomaweyî peyda dibe.
    Di rewşa asayî de kromozomên homolog di miyoza I de, kromatîdên xwîşk jî di miyoza II de ji hev cihê dibin. Bi wî awayê ji xaneyek dîploîdî ya bi 46 kromozomî, gametên haploîdî yên bi 23 kromozomî peyda dibin. Lê mixabîn hin caran cihêbûn têk diçe. Têkçûna cihêbûnê di miyozê de, di navbera kromozomên homolog de an jî di navbera kromotîdên xwîşk de rû dide. Heke di kromozoma homolog de cota kromozoman ji hev cihê nebin, herdu kromozom diçin xaneyek, an jî herdu kromatîdên xwîşk diçin xaneyek. Di encama cihênebûnê de li dewsa gametên asayî yên bi 23 kromozomî, gametên neasayî peyda dibin.     Di sendroma Down de ji ber têkçûna cihêbûnê ya kromozomên homolog, gametek cotek ji kromozoma 21ê lixwe digire ango hejmara kromozomên wê gametê dibe 24 . Lê gameta din kromozoma 21ê lixwe nagire û kromozomên wê dadikeve 22yê. Heke gameta 24 kromozomî bi gameta asayî ya bavanê din ve were pîtandin, zarokek bi sendroma Down peyda dibe.
Di mirov de guherîna hejmara kromozoman
    Hin caran dibe ko kesên bi kromozoma zêde an jî yên bi kromoza kêm ji dayik bibin. Wekî minak, dibe ko hejmara kromozomên kesekî 47 be a kesek din jî 45 be.
    Mînak, heke di pêvajoya çêkirina xaneya hêkê (oogenesîs) de, di miyozê de cihênebûna kromozomên homolog an jî kromatîdên xwîşk rû bide, hêkexaneyên neasayî yên bi 22 û 24 kromozomî peyda dibin. Eger hêkexaneya 24 kromozomî (n+1) bi spermek asayî ya bi 23 kromozomî ve were pîtandin, zarokek bi 47 kromozomî (2n+1) çêdibe. Ji ber ko di kesên 47 kromozomî de sê kopyayên kromozomek hene, ev rewş wekî trîzomî (bi înglîzî:trisomy) tê navkirin. Heke trîzomî di kromozoma 21 de be, ango di xaneyê de ji kromozoma 21ê sê kopya hebin, ev rewş wekî sendroma Down an jî trîzomiya 21 tê navkirin.
    Heke hêkexaneya 22 kromozomî (n-1) ji aliyê spermek asayî ve were pîtandin, vê gavê zarokek 45 kromozomî (2n-1) peyda dibe. Ji ber ko yek kopiyek kromozomek diyarkirî heye ev rewşa tekkromozonî wekî monozomî (bi înglîzî: monosomy) tê navkirin. Heke kromozoma kêm yek ji kromozomên laşê be geşebûn û peresîna zîgota 45 kromozomî rû nade, lê heke kromozoma kêm, yek ji kromozomên X-ê (kromozoma zayendê) be, mêya 45 kromozomî peyda dibe.
Corên sendroma Down
    Sendroma Down ji ber cihênebûna kromozoma 21ê pêk tê. Ango di pêvajoya dabeşbûna miyozî de kromozom bi awayekî asayî cihê nabin. %90 cihênebûna kromozoma 21ê di pêvajoya çêkirina xaneya hêkê de, di dabeşbûna miyozî ya dayikê de rû dide. Herwisa pirraniya cihênebûna kromozoma 21ê di miyoza I de pêk tê. Temenê dayikê çiqas dirêj be, egera rûdana cihênebûna kromozoma 21ê jî zêde dibe. Di dayikên temendirêj de dibe ko necihêbûna kromozoman di pêvajoya miyoz I an ji Miyoz II de rû bide.
Trîzomiya 21
    Cora herî belavbûyî ya sendroma Down, trîzomiya 21 e. Xaneyên kesên bi trîzomiya 21ê, sê kopiyên kromozoma 21ê lixwe digirin. Nexweşiya trîzomiya 21 cara pêşîn di sala 1866ê de ji aliyê bijîşkek brîtanî yê bi navê John Langdon Down ve hat şîrovekirin. Loma navê nexweşiyê sendroma Down ê.%95-97ê nexweşiya sendroma Down bi şêweyê trîzomiya 21 rû dide.

Sendroma Down a veguhaztin (translocation Down syndrome)
    Di vê cora sendroma Down de jî ji kromozoma 21 sê heb hene, lê kromozoma 21ê ya zêde xwe bi kromozomek din ve girê dide. Dibe ko kromozoma zêde ya 21 bi kromozoma 14 an ji bi kromozomek din a wekî kromozoma 13,15 an jî 22yê ve hatibe girêdan.
Hin caran jî ne tevahî lê beşek ji kromozoma 21ê bi kromozomek din ve tê girêdan.%4ê sendroma Down bi vî awayî çêdibe. Bi gelemperî beşa dirêj a milê kromozoma 21ê bi beşa dirêj a kromozomên gir ên wekî kromozoma 14ve tê girêdan. Tenê ev cora sendroma Down nexweşiyek bomaweyî ye, ko ji bavanan dikare derbasî weçeyan bibe.
Sendroma Down a mozayîk (mosaic Down syndrome)
    Ev nexweşî di dema embriyoyî de, ji ber têkçûna mîtoza xaneyên embriyoyê rû dide. Di vê corê de hinek xaneyên kesên nexweş de ji kromozoma 21ê sê kromozom hene, lê hinek xaneyên wan jî cotek ji kromozoma 21ê lixwe digirin. Ango hin xaneyên wan 47 kromozomî, hinek xaneyên wan jî 46 kromozomî ne. Ji ber ko hinek xaneyên wan bi hejmara asayî, ango bi 46 kromozomî ne, di van kesan de nexweşî bi qasî nexweşiya trîzomiya 21ê giran nîn e.
Hinek nîşanên sendroma Down
    Koma nîşaneyên ko bi hevre peyda dibin û hebûna rewşek neasayî an jî nexweşiyek diyarkirî destnişan dikin, wekî sendrom tê navkirin.Evan nîşanên li jêr, sendromên nexweşiya sendroma Downê ne. Lê ne heweceye ko hemû nîşane di her nexweşek de xuya bibe. Li gor cora Sendroma Down û taybetmendiyên kesên nexweş, dibe ko hinek ji van nîşaneyan hê kêmtir an jî hê zêdetir xuya bibin. Ango bandora neyînî ya nexweşê ji bo hemû kesan ne yek e.
• Rûyê pehn glower.
• Difinê pehn.
• Çavên bi şêweyê behîv û ber bi jorîn ve kişiyayî.
• Li ser rengîneya çav de xalên hûrik û spî.
• Zimanê gir û mêyla dirêjkirina ziman ber bi derveyî dev.
• Guhên piçûk.
• Stûyê kurt û stûr.
• Dest û lingên piçûk, tilî û pêçiyên kurt.
• Di kefa destê de hebûna yek xêzek (bi gelemperî di kefa destê de du xêzên(hêl) parelel û xêzek kevanî ya tiliya beranê heye)
• Li gor hemsalanên xwe bejna kurt
• Di tonusa masûlkeyan de bêhêzî an jî sistîbûna gehan
• Sistiya dil
• Di asta jîrî û fehmkirinê de paşketin
Bandora temenê bavanan li ser peydabûna nexweşiyê
    Gava mê hê korpeleyek di malzaroka dayika xwe de ne, di hêkdankên wan de xaneyên hêkê çêdibin, miyozê didin destpêkirin û xaneyên hêkê di qonaxa profaza yekem de, miyozê radiwestinin. Heta dawiya temenê 12-14 saliyê xaneyên hêkê di hêkdankên mêyê de bi awayekî neçalak dimînin, paşê her meh yek ji xaneya hêkê diperise û ji hêkdankê tê berdan. Bi kurtasî, temenê dayikê çend sal be, temenê xaneya hêka wê mehê hatiye berdan jî ewqas e.
Rêjeya rûdana sendroma Down, bi temenê dayikê ve jî girêdayî ye. Bi gelemperî gava temenê dayikê ji 35 salan dirêjtir be, egera çêbûna nexweşiyê jî zêde dibe. Temenê bav ji bo cihênebûna kromozoman ne girîng e. Rêjeya çêbûna nexweşiya sendroma Down ji ber spermên trîzomî li gor hêkexaneyê gellek hindik e.
Ji dayikên bi temenê 20 heta 30 salî egera çêbûna zarokek bi sendroma Down, ji 1400 jidayikbûnê de 1 e (1/1400).
Ji dayikên 30-35 salî de, egera tûşbûnê ji 750 jidayûkbûnê 1 e (1/750).
Lê mixabîn egera çêbûna zarokek bi nexweşiya sendroma Down, ji dayikên 40-45 salî de ji 16 jidayikbûnê 1 e (1/16).
    Piştê jidayikbûnê, di dergûşê de hebûna hin rûxsarên wekî çavên bi şeweyî behîv, rûyê pehn, sistiya masûlkeyan û hvd dibe ko nîşanên sendroma Down bin. Di dema ducaniyê de,heke temenê dayikê ji 35 salî zêdetir be bi pişkinîna amniosentezê (bi înglîzî: amniocentesis) ji şileya seravê hin nimûne tê girtin. Di nav şileya servê de xaneyên ji laşê korpeleyê qetiyayî hene. Xaneyên korpeleyê ji bo bidestxistina karyotîpa korpeleyê tên bikaranîn. Di karyotîpê de neasayîbûna hejmar an jî şêweyên kromozoman tê lekolînkirin.
    Kesên bi sendroma Down, ji nexweşiyê baş nabin, lê heke dê û bav derheqî nexweşiyê de xwediyê agahiyên rast bin, zarokê wan ê bi vê nexweşiyê wê jiyanek baştir bijî.
Perwerdehiya destpêkê dikare alîkariya kesên bi nexweşiya sendroma Down bike. Bi perwerdehiyê zarokên bi vê nexweşiyê fêr dibin ko ka çawa beşdarî çalakiyên asayî yên rojane bibin.
Roja sendroma Down a cihanê
Neteweyên Yekbûyî (NY) di Kanûna 2011yê de biryar da ko ji sala 2012 şûnve wê her sal roja 21ê adarê wekî Roja Sendroma Down a Cîhanê were pîrozkirin. Di vê rojê de li seranserê cîhanê bala mirovan li ser vê nexweşiyê tê kişandin. Ji bo bilindkirina hişyariya gel li ser sendroma Down li dibistan û çapemeniyê de zanyariyên derbarê nexweşiyê tên parvekirin.
*Ev xebat li ser wîkîpediyaya kurdî jî hat zêdekirin.





2023/03/21

Hemofîlî


    Hemofîlî (bi înglîzî: hemophilia) nexweşiyek bomaweyî ya xwînberbûnê ye, ji ber kêmasiya çêkirina hokarên xwînmeyînê peyda dibe.
    Gava mirov birîndar dibe, bi gelemperî xwînberbûn jî dest pê dike û ji beşa birîndarî xwîn diherike derveyî lûleyên xwînê û derveyî laş. Divê rê li ber xwînberbûnê were girtin ko di laş de kêmasiya xwîn rû nede.
    Di kesên asayî (sax) de, sîstema xwînmeyînê xwînberbûnê kontrol dike. Bi pêvajoya xwînmeyînê di demek kurt de li derdora birînê, ji şileya xwînê, meyîna xwînê rû dide, xwîna meyandî hişk dibe û devê birînê digire. Bi vî awayî xwînberbûn tê sekinandin.
Lê di hin kesan de ji ber sedemên cor bi cor meyîna xwînê rû nade û xwînberbûn ji bo demek dirêj didome.
    Hemofîlî corek ji nexweşiyên xwînberbûnê ye ko ji ber têkçûna xwînmeyînê peyda dibe. Di laşê mirov de ji ber têkçûna xwînmeyînê, bi serekî sê cor xwînberbûn rû dide.
1.Xwînberbûna ji ber kêmasiya vîtamîna K.
2.Xwînberbûna ji ber kêmasîya perikên xwînê (bi înglîzî: platelet deficiency).
3.Hemofîlî
Corên hemofîliyê
Di kesên bi nexweşiya hemofîlî de allela ko proteînên taybet (hokar) ên bo xwînmeyînê didin çêkirin ne çalak e. Loma di kesên nexweş de xwînmeyîn bi awayekî asayî rû nade.
Li gor neasayîbûn an jî kêmasiya hokarên xwînmeyînê, sê corên sereke yê hemofîliyê heye; hemofîliya A, hemofîliya B û hemofîliya C.
Neasayîbûn an jî kêmasiya hokara VIII (bi înglîzî: factor VIII) dibe sedema hemofîliya A.
Kêmasiya hokara IX (factor IX) dibe sedema çêbûna nexweşiya hemofîliya B.
Ev herdu cor hemofîlî jî nexweşiyek bomaweyî ne û di kromozoma X-ê de ji ber neasayîbûna allela ko proteînên xwînmeyînê dide çêkirin peyda dibe.
Hemofîliya C ji ber têkçûna genek li ser kromozoma 4mîn rû dide. Allela vê genê kar dike ji bo çêbûna hokara XI (factor XI). Ji ber ko nexweşiyek bi kromozoma laşî ve girêdayî ye, hemofîliya C di mê û nêran de bi heman rêjeyê peyda dibe.
    Di nav mirovên civakekî de, ji hersê cor hemofîliyan , hemofîliya A herî zêde, hemofîliya C jî herî kêmtirîn tê dîtin.
    Ji ber ko di laşê nexweşên bi hemofîliyê de meyîna xwînê an qet rû nade, an jî pir hindik rû dide, ev nexweşî wekî nexweşiya xwînberbûnê jî tê navkirin. Dibe ko xwînberbûna hemofîliyê ji ber birindariyê, di birînek derveyê laş de dest pê bike. Herwisa xwînberbûn dibe ko di nav laş jî, bi gelemperî li derdora gehan de rû bide. Ji ber xwînberbûna hemofîliyê hin caran dibe ko di mirov de nexweşiya kêmxwînî ya giran peyda bibe.
Nîşanên hemofîliyê
Di laş de xwînberbûna xwe bixwe
Ji ber kişandina diran an jî ji ber birînên nekûr û asan, xwînberbûna demdirêjî.
Di coga herisê de an ji di koendama mîzê de xwînberbûn.
Di gehan de piştê xwînberbûnê, êş û werimî.
Di nav mîzê de hebûna xwînê.
Bomaweyî
    Hemofîlî ji ber allelek neasayî ya bezîw a bi kromozoma X-ê ve girêdayî ve peyda dibe û wekî kêmasiya yek an jî zêdetir proteînên xwînmeyînê tê terîfkirin.
    Hê ji demên kevnar ve mirovahî pê derxistiye ko hin nexweşî di nêran de hê pirtir bandordar in. Wekî mînak, rêjeya nexweşiya rengkorî û hemofîlî di mê û nêrên heman civakê de ne wekhev in. Ev herdu nexweşî jî li gor mêyan, di nav nêrên civakê de belavtir e. Ev herdu nexweşî jî ji ber allela bezîw a têkçûyê ya bi kromozoma X-ê ve girêdayî peyda dibin.
    Mêyên ji bo allela nexweşiyê dureg in, ji ber hebûna allela zal, di wan de tu nîşanên nexweşiyê dernakeve, ew hilgirê nexweşiyê ne.
    Di mêyan de kromozomên zayendê, kromozomên homolog in û ji cotek kromozoma X-ê pêk tê.
Tenê gava mê ji bo allelên nexweşiyê yekreg be, ango allelên li ser herdu kromozomên X-ê jî allelên neasayî yên bezîw bin, wê gavê mê bi nexweşiyê dikevin. Ango ji bo peydabûna keçek nexweş, divê keçik hem ji dayika xwe, hem jî ji bavê xwe allela têkçûyî werbigire. Heke keç ji bavanek allela têkçûyî, ji bavanê din allela asayî werbigire, bi nexweşiyê nakeve, lê wekî hilgirê nexweşiyê tê navkirin.
    Di nêran de kromozomên zayendê, kromozomên homolog nîn in. Nêr kromozomek X û kromozomek Y-yê wekî kromozomên zayendê lixwe digirin.
Heke kur ji dayika xwe, bi navbeynkariya kromozoma X-ê allela têkçûyî werbigire, kur bi nexweşiyê dikeve. Na heke ji dayikê allela asayî werbigire, vê gavê tûşî nexweşiyê nabe. Ji ber ko kur ji bavê xwe kromozoma Y-yê werdigirin, kur nexweşiyên bi kromozoma X-ê ve girêdayî tenê ji dayikê werdigirin. Herwisa ji bo tekçûnên bi kromozoma X-ê ve girêdayî de, kur hilgir nabin, an nexweş in, an jî sax in.
Başkirina (tedawî) hemofîliyê
Nexweşî bi tevahî nayê başkirin, lê heke hokarên xwînmeyînê bidin kesen nexweş, bandora neyînî ya nexweşiyê kêm dibe. Ji bo hokarên xwînmeyînê du çavkaniyên sereke heye
Çavkaniya yekem, xwîna mirovên sax e. Hokara VIII an jî hokara IX a ji mirovên sax hatiye bidestxistin, bi derzîkirinê tevlê xwîna nexweşê dikin. Hokarên ji derve hatine girtin di çend saetan de çalak dibin. Hokara nav xwînê di beşa birîndarî de pêvajoya xwînmeyînê dide destpêkirin. Hokar bi qasî 3 roj di laş de çalak dimîne.
Ji bo bidestxistina hokarên xwînmeyînê, heta van salên dawî, yekane çavkanî xwîna mirovên sax bû, lê êdî hokarên VIII û IX ên xwînmeyînê, bi xebatên endezyariya bomaweyî (bi înglîzî: genetic engineering) bi rêbaza teknolojiya ADN-ya dubare pêkhatî (bi înglîzî: recombinant DNA technology) jî li derveyî laşê mirov, bi alîkariya bakteriyan tê berhemkirin.
* Ev xebat li ser wîkîpediyaya kurdî jî hat zêdekirin.