Celadet Alî Bedîrxan

Me zanî ko xweseriya me, di zimanê me de ye û em bi tenê bi hînbûna xwendin û nivîsandina zimanê xwe û parastina wî, di civata miletan de, wek miletekî xweser dikarin bijîn û payedar bin.
Celadet Alî Bedîrxan (1893-1951)

2022/11/25

Asîda deoksîrîbonukleyî (ADN)



    Asîda deoksîrîbonukleyî, an jî bi kurtenav ADN (bi înglîzî: deoxyribonucleic acid(DNA)) molekulek aloz e, di nav xaneyên zîndeweran de embarkarina zanyariyên bomaweyî dike. Hemû xaneyên navikseretayî (prokaryotî) û navikrasteqîn(êkaryotî) ADN lixwe digirin.Herwisa gellek corên vîrusan jî ADNyê lixwe digirin, ji van vîrusan re tê gotin vîrusên ADNyî
ADN ji bo du erkê serekî kar dike
1.ADN çavkaniya zanyariyê ye ji bo diristkirina proteînên xaneyê û zindewerê .
2. Zanyariyên bomaweyî bi navbeynkariya ADNyê ji bavan derbasî xaneya nû an jî weçeyê (bi înglîzî: offspring) dibe.
    Molekula sereke ya zanyariyên bomaweyî ADN ye, pêwendiya ADNyê bi gen û kromozoman heye. Gen yekeya bingehîna zanyariyên bomaweyî ye. Gen ji koma nukleotîdên li ser ADNyê pêk tê. Cihê her genek li ser kromozomê de taybet e. Ev cihên genan wekî lokus bi nav dibe. ADN xwe li ser proteînên hîstonê dipêçîne, bi vî awayî kurttir dibe, ev pêkhate wekî kromotîn tê navkirin. Dema dabeşbûna xaneyê dest pê dike, kromotîn xwe li dor xwe dipêçînîn, hê kurtir û stûrtir dibin. Di vê qonaxê de kromatîn êdî wekî kromozom tên navkirin. Kromozom ji ADN û proteînên hîstonê pêk tê. Ango di xaneyek mirov de 46 kromozom an jî 46 molekulên ADNyê heye.
--Dîroka Keşfa Asîda Deoksîrîbonukleyî --
    Mirovahî cara pêşîn di sala 1869ê de bi xebatên biyokîmyagerê Swisrî Friedrich Miescher(1844-1895) ji hebûna asîdên nûkleyî (ADN û ARN) agahdar bû. Di salên pêşî de asîdên nukleyî wekî “nukleîn” hatin navkirin. Di 1874ê de Miescher, pêkhateya ko em îro wê wekî ADN dizanin, wekî asîda nukleyî da nasîn.
    Phoebus Levene (1863-1940) zanyarêk Emerîkî bû, di sala 1905e de li Enstîtuya Rockefellerê de dest bi xebata li ser pêkhatina asîdên nukleyî kir. Levene bi xebatên xwe yên navbera 1909-1929an de cara pêşîn yekeya ADNyê wekî nukleotîd bi nav kir. Herwisa yekeyên nukleotîdê jî wêkî komeleya fosfatî, şekir û baza nîtrojenî diyar kir. Li gel wan xebatên wî, Levene şekirê rîboz û ê deoksîrîbozê jî keşf kir. Levene der barê pekhatina ADNyê de hîpoteza “tetranukleotid”ê pêşvazî kir. Li gor vê hîpotezê, ADN ji Adenîn, Guanîn, Tîmîn û Sîtozînê pêk dihat û di ADNyê de hejmara hemû bazên nîtrojenî wekhev bû.(A=G=T=C) Lê mixabin Levene erkê ADNyê bi awayekî rast fam nekirî bû. Li gor dîtina wî, ADN molekulek hêsan bû, loma nedibû ko zanyariyên bomaweyî li ser vê molekulê ba.
    Hîpoteza Levene bi du ezmûnan hat pûçkirin. Ezmûna yekemîn di sala 1928an de ji aliyê Frederick Griffith(1879–1941), a duyemîn ko berdewamiya a yekemînê ye, di sala 1944ê de ji aliyê Oswald Avery û karhevalên wî ve hat kirin. Di van herdu ezmûnan da êdî bi awayekî bêşik derket holê ko zanyariyên bomaweyî li ser molekula ADNyê ye.
    Zanyarek Emerîkî, Erwin Chargaf (1905-2002) di sala 1950 de pêşniyar kir ko di molekula ADNyê de hêjmara Adenîn û Tîmîn heman wekhev e. Her wisa hejmara Guanîn û a Sîtozîne jî wekhev e. Chargaf di xebata xwe de eşkere kir ko, rêjeya A-T ya bi G-C ji bo her corêk zîndewer taybet e. Ev her du xebatên Chargaf wekî Zagonên Chargaf (bi înglîzî: Chargaff’s rules) tên navkirin.
Di sala 1952 de Alfred Hershey û Martha Chase bi ezmûnek piştrast kirin ko di vîrûsan de molekula bo zanyariyên bomaweyî ne proteîn lê ADN ye.
    Di sala 1952yê de kîmyagera Britanî, Rosalind Franklin (1920 – 1958) bi rêbaza şikestina tirojên-X (bi înglîzî:X-ray diffraction )wêneyê ADNyê bi dest xist
    sala 1953yê de şeweyê ADNyê ji aliyê du zanyarên zanîngeha Kembrîçê(Cambridge University) ve hat aşkerekirin. Herdu zanyar, Francis Crick û James Watson şeweyê ADNyê wekî “lûlpêçê hevcot” diyar kirin. Herwisa bi xebatên xwe, pêvajoya duhendîbûna ADNyê jî aşkere kirin.
--Pêkhateya ADNyê--
    ADN ji karbon, oksîjen, hîdrojen, nîtrojen û fosforê pêk tê. Du zincîrê ADNyê heye. Zincîrên ADNyê bi arasteya dij hev ango antîparalel li ba hev dirêj dibin.Her zincîrek ADNyê ji milyonan nukleotîdan pêk tê. Ango nukleotîd yekeyên ADNyê ne.
Nukleotîd ji sê beşan pêk tê; koma fosfatî, şekirê pênckarbonî û baza nîtrojenî. Ne tenê ADN, lê ARN û molekulên Wekî ATP, ADP jî ji nukleotîdan pêk tên.
    Nukleotîdên zincîrên ADNyê bi bendên fosfodîesterê bi hev re girêdayî ne. Di navbera şekirê nukleotîdek û koma fosfata nukleotîda din de, bi bendên kovalendî girêdan tê avakirin. Karbona sêyem a şekirê nukleodîdek bi fosfata nukleotîda din ve bi bendê fosfodîester, girêdana kovalendî ava dike. Bi vî awayî bi girêdana şekir-fosfat-şekir-fosfat... zincrek dirêj a nukleotîdan pêk tê, ji vê pêkhateyê re tê gotin peykerê şekir-fosfat (bi înglîzî: sugar-phosphate backbone ). Li aliyê hundirin ê peykerê şekir - fosfat a herdu zincirên ADNyê de, bazên nîtrojenî yên zincîrek bi bazên zincîra din ve bi bendên qels ên hîdrojenî girêdayî ne.
    Dirêjiya zincîrên ADNyê çiqas dibe bila bibe, dîsa jî ji herdu serên zîncîrê, a yek wekî serê 5, a din jî wekî serê 3 tê navkirin. Di serê 5 de karbona pêncem a şekirê nukleotîda kotahiyê bi koma fosfatî ve girêdayî ye. Ango li serê 5 de beşa koma fosfatî ya nukleotîdê serbest e. Di serê din ê zincîra ADNyê de, koma hîdroksîl (OH) bi karbona sêyem a şekirê nukleotîdê ve girêdayî ye, ango li vî serî de karbona sêyem a şekirê serbest e. Gava nukleotîdek nû li zincîrê tê zêdekirin, koma fosfatî ya nukleotîda nû bi serê 3 yê zîncîrê ve tê girêdan. Ji ber ko herdu zincîrên ADNyê li gel hev bi şeweyê antîparalel dirêj dibin, li aliyê serê 5ê zîncirêk, serê 3yê zîncîra din cih digire.
    Her nûkleotid ji molekula şekirê kêmoksîjenî , koma fosfat, û yek ji çar corên bazên nîtrojenî pêk tê. Ji nukleotîdên ADNyê re tê gotin nukleotîdên deoksîrîbonukleyî. Şekirê nukleotîdên ADNyê monosakkaridek pênckarbonî ye û wekî rîboz tê navkirin. Lê ji ber ko riboza nûkleotîdên ADNyê de oksîjenek kêm e, ev rîboz wekî rîboza kêmoksîjenî (deoksîrîboz) tê navkirin.
    Nukleotîdên ADNyê çar cor in; Adenîn, Tîmîn, Guanîn û Sîtozîn. Nukleotîd navê xwe ji cora baza nîtrojenî digirin. Wekî mînak, deoksîrîbonukleyî ya Adenîn, li gel koma fosfat û şekirê pênckarbonî, baza nîtrojenî ya bi navê Adenîn jî lixwe digire.
Di ADNya asayî de bazên Adenîn hertim bi Tîmîn ve, bazên Guanîn jî hertim bi Sîtozînê ve bi bendên hîdrojenî girêdan ava dikin. Di navbera baza Adenîn û Tîmînê de du bendên hîdrojenî, navbera Guanîn û Sîtozînê de sê bendên hîdrojenî çêdibe.
Ji van nukleotîdan, Adenîn û Guanîn wekî purîn(bi înglîzî: purines), Sîtozîn û Tîmîn jî wekî pîrîmîdîn (bi înglîzî: pyrimidine) tên navkirin. Lê ji ber ko hin bazên nîtrojenî (purîn) cot xelekî ne, hinekî jî yek xelekî ne(pîrîmîdîn), hertim purîn bi prîmîdan re hevbeşî dikin. Bi vî awayî firehiya navbera herdu şerîdan hertim sabit dimîne.
    Li gor zagona Chargaf, di molekulek ADNyê de hejmara nukleotîdên Adenînê bi qasî nukleotîdên Tîmînê ye(A=T). Herwisa hejmara nukleoîdên Guanînê û hejmara Sîtozînê jî heman in(G=C). Heke rêjeya corek baza ADNyê diyar be, mirov dikare rêjeya bazên din ên wê ADNyê jî pê derxe.
Wekî mînak, heke molekulek ADNyê %20 ji bazên Adenînê pêk hatibe, divê di heman molekulê de rêjeya bazên Tîmîn jî % 20 be. Ango %40ê ADNyê ji Adenîn û Tîmîn pêk tê. Vê gavê divê rêjeya Guanîn + Sîtozîn jî %60 be. Ji ber ko hejmara Guanîn û Sîtozînê yeksan e, divê di molekula ADNyê de rêjeya Guanîn %30 û rêjeya Sîtozîn jî %30 be.
    Di molekula ADNyê de herdu zincîr li dora hev bi awayekî lûleyî hatine pêçandin. Ji ber vê pêçînê, şeweyê ADN wekî lûlpêçê hevcot (bi înglîzî: double helix) tê navkirin.
Di xaneyên navikrasteqînan de ADN proteînên hîston dipêçînê, pêkhateya ji ADN û hîston peyda dibe wekî kromatîn tê navkirin. Di pêvajoya dabeşbûna xaneyê de piştî qonaxa înterfazê, kromatînên zirav û dirêj xwe li dor xwe ba didin û xwe gilok dikin, bi vî awayî kromatîn kin û stûr dibin. Ev şiklê kromatîn wekî kromozom tê navkirin. Dibe ko kromozomek bi deh hezaran gen lixwe bigire.Yekeya zanyariyên bomaweyî wekî gen tê navkirin. Gen ji beşek ADNyê pêk tê. Pirraniya genan, zanyariyên ji bo berhemkirina proteînan lixwe digirin. Hinek ji genan jî zanyariyên bo diristkirina ARNyan lixwe digirin. ADN bi vekirina(çalakkirin) genan an jî bi girtina(rawestandina çalakiyê) genan, hemû çalakiyên xaneyê kontrol dike.
    Di xaneyên navikrasteqînan de molekulên ADNyê di bi şêweyê xêzî (linear) di navikê de cih digirin. ADN bi proteîna hîston ve girêdayî ye û wekî kromozom tê navkirin. Ango kromozom ji ADN û proteîna hîstonpêk tê. Di xaneyên navikrasteqînan de kromozom di nav navika xaneyê de cih digirin.
    ADNya xaneyên navikseretayiyan (bakterî, arkea), ya mîtokondriyan, ya kloroplastan û ya hin vîrusan bi şeweyî xelekî (helqeyî) ye.
ADNya nav navika xaneyê, hin caran wekî ADNya navikî (bi înglîzî: nuclear DNA) jî tê navkirin. ADNya navikî li gor ADNya mîtokonriyê gellek aloztir e.
--Duhendebûna ADN--
Di destpêka jiyanê de laşê mirov ji yek xaneyek, ango ji zîgotê pêk tê. Zîgot, bi dabeşbûnê zêde dibe û hejmara xaneyên mirov digihîje mîlyaran. Ne tenê hejmara xaneyan lê erk û şiklê xaneyan jî diguhere. Şane û organ li gor erkê xwe dibin çerm, xwîn, gurçik, hestî hwd. Di laşê mirov de li gor erk, şikl û şemal, ji 200î zêdetir cor xane heye. Lê di laşê mirovek de, rêz, hejmar û mêjera nukleotîdên ADNyê di hemû xaneyên wî de wekhev in. Kromozomên hemû xaneyan kopîyên hev in. Ev kopîyên kromozoman bi kopîbûna ADNyê (bi înglîzî: DNA replication), ango bi duhendebûna ADNyê çêdibin. ADN di qonaxa interfazê ya dabeşbûna xaneyê de duhende dibe.
Gavên Duhendebûnê
-Du zincîrên ADNyê tewawkerên hev in û herdu zincîr bi bendên hîdrojenî bi awayekî antîparalel bi hev re girêdayî ne. Ango zîncîrek ADNyê li gor zîncîra din serberjêr e. Ji bo duhendebûna ADNyê gava yekem hilweşandina bendên hîdrojenî ye.
Bendên hîdrojenî di navbera bazên nukleotîdên hevbeş de cih digirin. Bendên hîdrojenî, bi navbeynkariya enzîmên topoîzomeraz û ADN helîkaz tên hilweşandin. Dema bendên hîdrojenî hildiweşin, herdu zincîrên ADNye di wê beşê de ji hev dûr dikevin û du heb duriyanê duhendebûn peyda dibin. Duriyanê duhendebûn dişibe tîpa Y. Navbera herdu duriyanê duhendebûnan de peqikek(bi înglîzî: bubble) çêdibe. Peqik wekî beşa destpêka dûhendebûnê (origin of replication) kar dike. Duhendebûn li herdu duruyanê duhendebûnê de dest pê dike û ber bi herdu aliyên ADNyê ve didome.
- Proteînên li ser zincîrên bineretî (SSB-single strand binding protein) zincîran vekirî dihêle, bernade ko zincîr cardin li hev bipêçin.
-Ev herdu zincîrên vekirî ji bo çêkirina zîncîrên nû, wekî zincîrên bineretî(qalib) kar dikin. Hilweşandina bendên hîdrojenê di gellek beşên ADNyê de di heman demê de dest pê dike. Bi vî awayî duhendebûn di demek kurt de bi dawî dibe.
-Ji ber ko herdu zincîrên ADNyê bi awayekî antîparalel bi hev re girêdayine, zincîra yek bi serê 3’-5’ be a din bi serê 5’-3’ li hemberî wê dirêj dibe.
-Nukleotîdek nû bi serê 3’ (ango bi karbona sêyemîn) bi komeleya fosfatî ya nûkleotîda pêş ve tê girêdan. Di zîncîra bineretî ya bi serê 3’-5’ de karê duhendebûnê ber bi duriyanê duhendebûnê bi rê ve diçe. Zincîra nû ya ko li hember vê zincîrê tê çêkirin, wekî zincîra bênavber (bi înglîzî: leading strand) tê navkirin.
Ji bo destpêkirina girêdana nûkleotîdan, pêşî divê ARN destpêk(bi înglîzî: RNA primer) li ser zincîra bineratî ve tê girêdan. Paşê enzîma bi navê “ ADN polîmeraz”, dest bi xebatê dike. ADN polîmeraz li hember zincîra bineretî ya 3’-5’, zincîra bênavber a 5’-3’çê dike. ADN lîgaz navbera nukleotîden zincîra bênavber da bi bendê fosfodîester, girêdan ava dike, bi vî awayî ji zîncîrek bineretî, zincîrek nû tê çêkirin.
-Zincîra bineratiya din jî bi serê 5’-3’ ye. Li hember vê zincîra bineretî divê zincîra nû ya tewawker, bi serê 3’-5’ be. Lê enzîma polîmeraz di duriyanê duhenendebûnê de tenê bi arasteya serê 5’ ber bi serê 3’ ve dikare zincîra nû ava bike. Loma di vê zincîrê de karê duhendebûnê, bi arasteyê dûr li duriyanê duhendebûnê ve bi rê ve diçe. Bi alîkariya ARN polîmeraz li ser hin beşên zincîra bineretî de pirtkên ARN destpêk tê çêkirin. Bi vî awayî girêdana nukleotîdan ji aliyê serê 3’ dest pê dike û bi arasteyê dûr ji duriyanê duhendebûne ve bi rê ve diçe. Di vê demê de perçeyên piçûk ên ji 100 heta 2000 nukleotîdan peyda dibe ji van perçeyan re tê gotin pirtikên Okazakî. Zincîra nû jî wekî zincîra binavber (bi înglîzî: lagging strand) tê navkirin. Paşê corek din a ADN polîmeraz, ARN destpêkan hildiweşîne û li şûna wan, ADN çêdike. Bi vî awaye pirtikên Okazakî digêhêjin hev û zîncîra binavber dibe yek perçe. ADN lîgaz navbera pirtikên ADN’ê de bendên fosfodîester ava dike û duhendebûn bi dawî dibe.
--Duhendebûna nîvparezî--
    Pêkhateya ADNyê di sala 1953yan da hat aşkere kirin, lê zanyariyên rasteqîn ê der barê duhendebûna ADNyê, hata sala 1958an ne dîyar bû. Herdu zanyarên Emerîkî, Matthew Stanley Meselson û Franklin William Stahl di sala 1958an bi ezmûnekî, pêvajoya duhendebûna ADN diyar kirin. Ev ezmûn wekî ezmûna Meselson û Sthal (bi înglîzî: Meselson and Stahl experiment) tê navkirin.
    Meselson û Sthal ezmûnê li ser ADN ya bakteriya bi navê E.colî de saz kirin. Ji bo şopandina ADNyên nû,15N (Nîtrojena giran) bi kar anîn. Li siruştê nîtrojena asayî, ya 14N e. Hemû bazên nîtrojenî yên nukleotîdan di pêkhateya xwe da nîtrojena asayî, ango 14N lixwe digirin.
Di navika nîtrojena asayî de 7 proton û 7 nêtron hene. Nêtronek 15N-yê zêde ye, ango 7 proton û 8 nêtronê 15N-yê hene. Ango 14N û 15N îzotopê hev in. Ji ber ko nêtronekî wê zêdeye, 15N wekî nîtrojena giran tê navkirin. Taybetmendiya 15N-yê ev e ko, mîna 14N-yê bi hêsanî tevlê çêkirina bazên nûkleotîdan dibe. Zanyar jî ev taybetmendiya 15N-yê ji bo nîşankirina ADNyê bi kar anîn.
Di destpêka ezmûnê de zanyar îyonên amonyumê (15N H4)+ didin bakteriya E.colî û rê didin ko bakterî bi dabeşbûnê pir bibe(--22). Bakterî ji bo debaşbûnê ji dorhêla xwe nîtrojena di nav amonyuma giran digirin û ev nîtrojenê di çêkirina nukleotîd û proteînên nû de bi kar tînin. Bakterî di nav dorhêla 15N-yê de gellek nifşên nû çêdike, êdî ADNya hemû bakteriyan 15N lixwe digirin.
Xwêya bi navê Sezyum klorûr(CsCl) ji bo cudakirina ADN ya 15N ji ya 14N tên bi kar anîn.
Xestiya Sezyum klorûr û ya ADNyê wek hev in. Xestiya herduyan jî 1.710 g/cm3 e.
Xestiya ADNya giran 1.724 g/cm3, ya ADNya dureg (hîbrîd) jî 1.717 g/cm3 e.
    Zanyar ji bakteriyên 15N-yê hinek bakterî digrin û di nav dorhêla 14N-yê de diçînin. Bakterî di dorhêla 14N-yê de bi qasî 4 nifşan pir dibin.
Zanyar di her nifşê de ADNya hinek bakteriyan ji xaneya bakteriyan der dixin û dikin nav Sezyum klorûrê. Paşê, Sezyum klorûr, di nav lûlikên ezmûne de bi santrîfujê bi qasî 20-30 seat tê santrîfujkirin. Di vê demê de ADNyên di nav Sezyum klorûrê li gor giraniya xwe di lûlikên ezmûnê de rêz dibin. Zanyar giraniya ADN-ya her nifşê didin ber hev. ADN-ya herî giran li binê lûlikê, ya asayî (a sivik) li jorê lûlikê ya durreg jî di navbera herduyan de kom dibe.
Bi vê ezmûnê hat piştrastkirin ko ADN bi awayekî nîvparezî (bi înglîzî: semiconservative replication) duhende dibe. Piştî duhendebunê, molekula ADNya nû ji zîncîrek nû û zincîrek kevn (zincîra bineratî) pêk tê.
---ADN ya xaneyên navikseretayî(prokaryotî)--
Bakterî û arkea, zîndewrên navikseretayî ne.Di xaneyên navikseretayî de navik tune, loma kromozom di nav sîtoplazmayê de belavî ye. Bi gelemperî, tenê kromozomek bazineyî yên navikseretayiyan heye, lê hin bakterî kromozoma xêzî(linear) lixwe digirin. Hin corên bakteriyan jî ne yek lê du an jî zêdetir ADNya bazinî lixwe digirin. Ji ber ko ADN ya navikseretayiyan bi proteîn dorpêçî nîn e, kromozomên prokaryotiyan ji ne wek kromozomên navikrasteqînan (êkaryot) ê. Kromozoma navikseretayiyan bi şeweyî bazineyî (xelekî) ye û wekî kromozoma bazineyî (xelekî) an jî ADNyê navikseretayî tê bi nav kirin.
Her wekî hemû zindewerên din, ADNya bakteriyan jî 4 cor bazên nîtrojenî lixwe digirin. Nukleotîd li gor zagonên Chargaf rêz dibin. ADNya bakteriyan jî bi şeweyî lûlpêçêhevcot e.
Ji xeynî ADNya navendî, di xaneyên bakteriyan de hin perçeyên ADNyê jî heye. Ji van perçeyên bazineyî re tê gotin plazmîd (bi înglîzî: plasmid). Ne yek lê gellek plazmîd di xaneyên bakterî de cih digirin.
Di dema duhendebûnê de, di ADNya bakteriyan de tenê yek orjîn(destpêka duhendebûnê) peyda dibe, ev destpêka duhendebûne ji 100-200 nûkleotîdan pêk tê. Li vê bêşa duhendebûnê ya ADNyê de bendên qels ên hîdrojenî pir e. Piraniya bazên tewawker A=T ye. Loma duhendebûna ADNyê ji vir dest pê dike. Pirtikên Okazakî yên li ser zincîra ADNya navikseretiyan ji yên navikrasteqiyan girtir in (1000 - 2000 nukleotîd). Duhendebûna ADNyê jî ji ya navikrasteqiyan leztir rû dide.
*Ev xebat li ser wîkîpediyaya kurdî jî hat zêdekirin.













2022/11/05

Geşebûn û Peresîn di qonaxa pêşzayînê de

 


    Di malzarokê de geşebûn û peresîna weçeyê wekî ducanî tê navkirin. Ji pîtîna xaneya hêkê, heta jidayikbûnê di pêvajoya ducaniyê de bûyerên wekî dabeşbûna xaneyan, koça xaneyan, gorankariya xaneyan, çêbûna şane û endaman rû dide. Bi van çalakiyan, ji xaneyek pîtandî (zîgot), korpeleyek bi graniya 3- 4 kîlo û bi bejna 50 cm dirist dibe. Ev dabeşbûn û gorankariya xaneyan a ji bo diristikirina korpeleyê wekî geşebûn û peresîn tê navkirin.
Geşebûn
Geşebûn (bi înglîzî: growth) yek ji taybetemendiyên bingehîn ê zîndeweran e. Hemû zîndewer geşe dibin. Geşebûn bi zêdebûna qebare û giraniya zîndewerê pêk tê.
Ji bo zîndewerên firexaneyî, zêdebûna di hejmar û barîsteya xaneyan dibe sedema zêdebûna qebare û giraniya laşê zîndewerê.
Xaneyên mirov dabeş dibin û hejmara wan zêde dibe. Herwiha xaneyên nû, endamok û sîtoplazmaya xwe zêde dikin, bi vî awayî mirov geşe dibe.
Geşebûna ajalan sinordar e, lê geşebûna riwekên pirsalî bêdawî ye, ango her ko riwek dijî, sal bi sal geşebûna riwekê jî didome. Di laşê mirov de hormona geşê bandor li ser geşebûna mirov dike. Hormona geşê heta temenê 20-22 saliyê ji hîpofîz pêş tê derdan, paşê derdana hormona geşê tê kêmkirin. Loma mirov heta wê temenê geşe dibe.
Peresîn
Ji bo dabînkirina erkên xwe yên asayî, gihîştina şane, endam û koendamên laş wekî peresîn tê navkirin. Her peresînek pêşveçûn e, zîndewer bi peresînê endam û koendamên laşê xwe hê baştir bi kar tîne. Bi peresînê zîndewer derfetên hawirdorê ji bo berjewendiya xwe bi kar tînê, şansê jiyîna xwe zêdetir dike.
Bi peresînê, di laşê mirov de li gor zanyariyên bomaweyî û hokarên hawirdorê, di xane û şaneyan de hin gorankarî rû dide. Bi gorankariyan, kapasîteya (qebîliyata) çalakiyên laş zêde dibe. Ango bi peresînî, hemû endam û koendamên laşê mirov bi hev re têkilî ava dikin û ji bo berdewamiya jiyanê bi ahengî kar dikin. Wekî mînak, masûlkeyên çîp û lingê dergûşa sê mehî heye lê dergûş nikare bi tena serê xwe li ser piyên xwe bimeşe. Zimanê dergûşê heye lê dergûş nikare bipeyive. Gava dergûş li ser piyên xwe dimeşe an jî dema dergûş dest bi axaftinê dike, ev peresîn e. Berevajiyê geşebûnê, peresîn di dirêjiya jiyana mirov de rû dide. Peresîna mirov dabeşê du qonaxên serekî dibe, peresîna pêşzayînê (bi înglîzî:prenatal development) û peresîna paşzayînê (bi înglîzî: postnatal period).
Geşebûn û peresîn di pêvajoya pêşzayînê de
Peresîna pêşzayînê bi pîtîna hêkexaneyê dest pê dike, bi diristbûna embriyo û korpeleyê didome, jidayikbûnê bi dawî dibe.
Peresîna di dirêjiya du hefteyên destpêkê ya piştî pîtînê, wekî qonaxa pêşembriyoyî (bi înglîzî: pre-embryonic stage) tê navkirin. Di vê qonaxê de dabeşbûna zîgotê (hêkexaneya pîtandî) rû dide, zîgot li pê hev dabeş dibe, ji vê kiryarê re tê gotin şeqbûn. Bi şeqbûnê hejmara xaneyan zêde dibe û gorankariya xaneyan dest pê dike.
Ji hefteya sêyem heta hefteya 8em a ducaniyê de weçe wekî embriyo tê navkirin. Li dewsa qonaxa embriyoyî, hin caran ev qonax wekî “qonaxa çêbûna endaman” (bi înglîzî: period of organogenesis) jî tê navkirin. Di qonaxa embriyoyî de hema hemû endaman laş dirist dibin.
Maweya ji hefteya 9em heta jidayikbûnê ya peresînê jî wekî qonaxa korpeleyî (bi înglîzî: fetal period) tê navkirin. Di vê qonaxê de ji bo weçeyê, êdî ne peyva embriyo lê peyva korpele(bi înglîzî: fetus) tê bikaranin. Di qonaxa korpeleyî de şane û endam diperisin, laşê korpeleyê geşe dibe.
--Qonaxa pêşembriyoyî û qonaxa embriyoyî ya peresînê --
Hefteyên 1 heta 4ê ducaniyê de,
Peresîna du hefteyên pêşîn, wekî peresîna pêşembriyoyî tê navkirin. Hêkexane di coga hêkê de rastê spermê tê û pîtîn rû dide. Hêka pîtandî (zîgot) dest bi dabeşbûnê dike û pêkhateyek firexaneyî ya bi navê blastoçikildan peyda dibe. Hefteyek piştî pîtinê, blastoçikildan xwe bi rûyê navpoşê malzarokê ve girê dide, ev bûyer wekî çeqîn tê navkirin. Hefteya duyemîn a ducaniyê de plasenta dirist dibe. Çînên diristker ên yekem û piştebendik diperise.
Di hefteya çarem a ducaniyê de êdî çêbûna endaman (bi înglîzî: organogenesis) dest pê dike. Kelênên pêşîn yê demaxê, û kelênên laşê embriyoyê diperise, demarîbûn (bi înglîzî: neurulation) dest pê dike. Diristbûna lûleyên xwînê dest pê dike. Di tûrikê zerikê, elentoyis û koriyonê de xwîn dirist dibe.. Dil dirist dibe û dest bi lêdanê dike. Embriyo xuya dibe. Coga pêşîn a herisê peyda dibe. Gopikên ling û mil peyda dibin. Çav û guh dest bi peresînê dikin. Kilik peyda dibe. Di dawiya hefteya çarem a ducaniyê de dirêjiya embriyoyê bi qasî 5 mîlîmetre ye.
Hefteyên 5 heta 8ê ducaniyê de,
Dirêjiya embriyoyê bi qasî 3 cm û giraniya wê jî bi qasî gramek e. Mil û ling diyar dibe. Dil diperise û dibe çar çavî. Difin diperise û pehn xuya dibe. Palikên çav bi hev re zeliqî ne, çav ji hev dûr in. Hestîbûn dest pê dike. Di kezebê de berhemanîna xaneyên xwînê dest pê dike. Gorankariya endamên zaûzê yên derve pêk tê. Lûleyên xwînê yên serekî dirist dibin. Endamên navî peresîna xwe didomin. Kilik winda dibe.
--Qonaxa korpeleyî ya peresînê--
Hefteyên 9 heta 12yê ducaniyê de
Bejna korpeleyê bi qasî 7.5 cm, giraniya wê bi qasî 30 gram e. Serê korpeleyê bi qasî nîvê bejna wê yê. Ango di vê qonaxa peresînê de serê korpeleyê li gor laşê wê gelek gir xuya dibe. Demax geşebûnê didome. Rûyê korpeleyê fireh e. Çav girtî nê û ji hev dûr in. Guhên derve diperisin. Hestîbûn didome. Mil geşe dibin û digihîjên dirêjiya xwe ya asayî, lê ling hê bi têra xwe dirêj nîn in. Dillêdan dikare were bihîstin. Ji endamên zaûzê yên derve, zayenda korpeleyê diyar dibe. Li gel kezebê, moxê sor ê hestiyê, tîmus û sipil jî xaneyên xwînê berhem dikin. Koendamên laş peresîna xwe didomin. Korpele di cihê xwe de dilive lê livînên korpeleyê ji aliyê dayikê ve nayên hestkirin.
Hefteyên 13 heta 16yê ducaniyê
Bejna korpeleyê bi qasî 18 cm, giraniya wê jî bi qasî 100 gram e. Serê wê li gor laşê wê piçûktir e. Çav nezî hev dibin û di cihê xwe yên maînde de cih dibin. Ling dirêj dibin. Korpele hê pirtir dişibe mirov. Koendamên laş bi lez diperisin.
Hefteyên 17 heta 20ê ducaniyê
Bejna korpeleyê 25-30 cm, giraniya wê 200-450 gram e. Rêjeya qebareya serî û ya laş lihevhatî ye. Bijangên çavan û por xuya dibin. Geşebûn hêdî dibe lê dirêjbûna lingan didome. Laşê korpeleyê bi mûyên zirav û nerm dapoşî ye. Piştî jidayikbûnê ji bo dabînkirina germahiya laşê korpeleyê, di laşê korpeleyê de çewriyê qehweyî (bi înglîzî: brown fat) tê berhemkrin û embarkirin. Êdî dayik hest bi livîna korpeleyê dibe.
Hefteyên 21 heta 25ê ducaniyê
Bejna korpeleyê 27-35 cm, giraniya wê 550-800 gram e. Çermê korpeleyê qurmiçî ye û bi rengê pembeyî ye. Sikildanokên pişikan fireh dibin.
Hefteyên 26 heta 29ê ducaniyê
Korpele bi dirêjiya 32-42 cm û bi graniya 1100- 1350 gram e.
Rêjeya qebareya serî û laşê korpeleyê asayî dixuyê. Çavên korpeleyê vekirî ne. Nînokên pêyê xuya dibin. % 3.5 ê giraniya laşê korpeleyê ji çewrî pêk tê. Ji ber zêdebûna çewriyê hin qurmiçiyên çerm winda dibin. Korpeleyên kur de (korpeleyên nêr), gun ber bi tûrikê gun ve dadikevin. Çavkaniya sereke ya berhemkirna xaneyên xwînê moxê sor e. Koendama demarê ya navendî bi têra xwe diperisê, loma heke jidayikbûnek pêşwext rû bide, egera saxmayina korpeleyê heye. Lê divê korpele li nexweşxaneyê, di bin çawderiya bijîjk de be.
Hefteyên 30 heta 34ê ducaniyê
Bejna korpeleyê 42-45 cm, giraniya wê 2000-2300 gram e. Çerm lûs e û bi rengê pembeyî ye. Korpele di nav malzarokê de bi ser berjerî cih dibe, ango serê korpeleyê, ber bi stûyê malzarokê ye. Refleks peyda dibin. % 8ê giraniya laş ji çewrî pêk tê. Heke jidayikbûna pêşwext rû bide, egera jiyîna korpeleyê zêde ye.
Hefteyên 35–38ê ducaniyê
Bejna korpeleyê gihîştiye 50 cm û giraniya wê jî 3000-4000 gram e. Çerm bi rengê pembeyî-şînî ye. Bi nêzîkbûna jidayikbûnê, leza geşebûnê kêm dibe.% 16yê giraniya laş ji çewrî pêk tê. Di korpeleyên kur de, gun di nav tûrikê gun de ne. Geşebûn û peresîna korpeleyê piştî jidayikbûnê jî didome.
*Ev xebat li ser wîkîpediyaya kurdî jî hat zêdekirin.







2022/10/26

Zarokanîn

 

Li dawiya ducaniyê de, ji malzaroka dayikê derkirina yek an jî zêdetir korpele wekî zarokanîn (bi înglîzî: childbirth /parturition) tê navkirin. Ji bo ajalan peyva zayîn tê bikaranîn. Piştî jidayikbûnê, êdî korpele wekî nûza (bi înglîzî: newborn) tê navkirin.
Di dema ducaniyê de korpele di hawirdorek avî, di nav şileya seravê de dijî. Korpele di bin parastina dayikê de ye û heta dawiya pêvajoya zarokanînê, hemû pêdiviyên korpeleyê ji aliyî dayikê ve tên dabînkirin. Di rewşa asayî de ducaniya 9 mehî bi zarokanînê dawî dibe. Piştî jidayikbûnê, korpele di hawirdorek zuha de, hema hemû pêdiviyên xwe bi tena serê xwe dabîn dike. Ango divê piştî jidayikbûnê, hemû endam û koendamên nûza çalak bibin û destek bidin bo berdewemiya jiyana wî. Pirraniya endamên korpeleyê heta dawiya zarokanînê an hîç çalak nin in, an jî çalakiya wan sinordar e. Gava jidayikbûn rû dide, hemû endam û koendamên korpeleyê dest bi çalakiya asayî dikin.
Wekî mînak; bere ko navikebendik were jêkirin, divê pişik dest bi alûgorkirina gazên henaseyê bikin. Bi mijîna şîrê, divê koendama herisê dest bi çalakiyê bike. Divê dil bi têra xwe û bi pestoya guncav xwînê pompe bike. Divê çerm, laşê korpeleyê ji ziyanên hawirdorê biparêze û divê çîna çewriya binçerm germahiya laşê rêk bixe. Lê ji bo rûdana van çalakiyan, divê korpele ji malzarokê were derxistin, ango divê zarokanîn rû bide. Destpêkirina pêvajoya zarokanînê bi hankirina hormonên korpeleyê rû dide, lê paşê hormon û koendama demarê ya dayikê pêvajoya zarokanînê birêve dibe. Pirraniya zarokanînan bi awayekî asayî rû didin, korpele ji malzarokê derbasî coga zarokanînê dibe û ji zêyê derdikeve derve.
--Nîşanên zarokanînê--
Di dirêjiya ducaniyê de di coga stûyê malzarokê de bergirkek ji lîncî peyda dibe. Bergirk devê malzarokê girtî dihêle. Bi qasî 1-2 roj berê destpêkirina zarokanînê, ev bergirk sist dibe û li gel hinek xwînê, ji stûyê malzarokê der dikeve. Hilweşîna bergirkê, nîşana nêzîkbûna dema zarokanînê ye. Di heman demê de hestiyariya masûlkeyên malzarokê ya bo oksîtosînê zêde dibe.
Bi qasî mehek berê rûdana zarokanînê, di malzarokê de girjbûnên hêdî û lawaz dest pê dike. Paşê, hêza girjbûna masûlkeyên malzarokê roj bi roj zêdetir dibe û êdî wekî girjbûnên zarokanînê tên navkirin. Hokara ko dibe sedema destpêkirina girjbûnên zarokanînê hê jî tam nayê zanîn. Lê hin nîşanên girîng hene ko sinyêlên bo destpêkirina zarokanînê, ji korpeleyê tên şandin. Carek pêvajoya zarokanînê dest pê kir, êdî girjbûna malzarokê û firehbûna stûyê malzarokê bandorek girîng a erenî li ser zarokanînê dikin.
Ber bi nêzikbûna zarokanînê oksîtosîn bi awayekî xurttir bandor li malzarokê dike, êdî li gel girjbûnên bihêz, êşa (sancî) zarokanînê jî zêde dibe. Gava zarokanîn dest pê dike, girjbûna malzarokê her 3 heta 30 xulekê de carek rû dide û bi qasî 20 heta 40 çîrkeyan didome. Lê ber bi dawiya qonaxa zarokanînê de, dubarebûna girjbûna malzarokê di her 1.5 – 2 xulekê de rû dide û her girjbûnek bi qasî xulekek didome.
Di qonaxa sêyeka sêyema(bi înglîzî: third trimester) a ducaniyê de, serê korpeleyê arasteyê stûyê malzarokê dibe. Di destpêka ducaniyê de, ji ber pestoya serê korpeleyê perdeya seravê diqelişe, şileya seravê ji nişka ve vala dibe. Hatina avê yek ji nîşanên herî girîng e ko pêvajoya zarokanînê hatiye destpêkirin.
--Pêvajoya zarokanînê--
Rêbaza zarokanînê di sê qonaxan de rû dide:
qonaxa yekem dema berê zarokanînê ye û wekî firehbûna stûyê malzarokê (bi înglîzî: dilation) tê navkirin.
Qonaxa duyem, bûyerên dema zarokanînê lixwe digire û wekî derkirina korpeleyê (bi înglîzî: expulsion) tê navkirin
Qonaxa sêyem piştî jidayikbûna korpeleyê dest pê dike û wekî derkirina pizdanê (bi înglîzî: afterbirth /placental stage) tê navkirin.
Qonaxa firehbûnê
Zarokanîna asayî, zarokanîna ji zêyê ye (bi înglîzî: vaginal delivery) .De zarokanîna asayî de korpele ji coga stûyê malzarokê derbasî zêyê dibe ji wir jî jidayik dibe. Loma divê tîreya stûyê malzarokê bi têra xwe fireh bibe ko serê korpeleyê di nav de derbas bibe. Di pêvajoya zarokanînê de qonaxa firehbûna stûyê malzarokê, qonaxa herî dirêj e û bi gelemperî bi qasî 6 heta 12 saet didome. Lê ev mawe di hemû dayikan de ne yek e. Ducaniya cara yekem de firehbûna stûyê malzarokê hêdî rû dide, lê heke dayik berê jî zarok anîbe, dibe ko ev dem kurttir be.
Ber bi dawiya sêyeka sêyem, asta bilind a êstrocenê dibe sedema peresîna wergirên oksîtosînê di malzarokê de. Di vê demê dê serê korpele ber bi stûyê malzarokê ve araste dibe. Dema serê korpeleyê stûyê malzarokê tehn dide, şaneyên stûyê malzarokê ji hev tên kişandin, ji ber hêza kişînê hestewergir han dibin û demareragihandin dişînin hîpotalamusê. Hîpotalamus hîpofîza paş han dike bo derdana hormona oksîtosînê. Oksîtosîn lûsemasûlkeyên li diwarê malzarokê girj dike. Di heman demê de plasenta prostoglandîn der dide nav malzarokê. Prostoglandîn girjbûna masûlkeyan xurttir dike.
Di qonaxa firehbûnê de stûyê malzarokê kin dibe, tenik dibe û fireh dibe. Sistbûna stûyê malzarokê her ko zêde dibe, devê stûyê malzarokê bi qasî 10 cm fireh dibe. Ev firehbûn girîng e ji bo derketina korpele û pizdanê. Di vê qonaxê de di malzarokê de girjbûnên bihêz dest pê dike, ji van girjbûnan re tê gotin “girjbûnên zarokanînê”. Girjbûnên zarokanînê ji binê (fundus) malzarokê dest pê dike, ber bi stûyê malzarokêr didome. Bi vî awayî serê korpeleyê ber bi stûyê malzarokê ve tê tehnkirin. Paldana serê korpeleyê dibe sedema firehbûna stûyê malzarokê û coga zarokanînê. Gava serê korpeleyê stûyê malzarokê tehn dide, di navbera korpele û hawirdora derveyî laşê dayikê de perdeya seravê cih digire. Ji ber pestoya paldana serê korpeleyê, perdeya serav diqelişe û şileya serav ji zêyê diherike derve. Bi nemana şileya seravê, korpele êdî ji hin ziyanên hawirdorê nayê parastin, loma divê ji malzarokê derkirina korpeleyê di demek kurt de, di nav 24 saetan de dest pê bike. Hin caran zarokanîn ji qonaxa yekem derbasî qonaxa duyem nabe, vê gavê ji bo lezandina pêvajoya zarokanînê oksîtosîna destkarî didin dayikê ko zarokanînê bidome.
Qonaxa derkirina korpeleyê
Qonaxa derkirina korpeleyê gava serê korpeleyê dikeve coga zarokanînê dest pê dike û bi jidayikbûnê dawî dibe.
Di qonaxê de êşgirtina zarokanînî her ko diçe tundtir dibe. Li gel girjbûnên malzarokê, masûlkeyên zikê dayikê jî dest bi girjbûnê dikin loma korpele hê bihêztir ber bi stûyê malzarokê ve tê tehnkirin. Serê korpeleyê ji coga zarokanînê derbas dibe û ji zêyê der dikeve derve. Pêşî beşek piçûk ji serê korpeleyê ji coga zarokanînê der dikeve,rûyê korpeleyê ber bi aliyê dirkepetika dayikê de dizivire û serê korpeleyê di coga zarokanînê de derbas dibe. Paşê sermil, mil û dest û tewahiya laş ji coga zarokanînê derbas dibe. Bi vî awayî tewahiya korpeleyê ji dayikê derdikeve, korpele li derveyî laşê dayikê bi navbeynkariya navkebendikê bi dayikê re girêdayî dimîne.
Bi gelemperî ev qonax bi qasî 2 saet didome, lê dibe ko derketina korpeleyê hin caran hê derengtir an jî hê zûtir rû bide. Zêdetirê %95ê zarokanînan de, pêşî ne ling, lê serê korpeleyê ji coga zarokanînê de derdikeve derve.
Qonaxa derkirina pizdanê
Di vê qonaxê de pizdan (plasenta + navkebendik û serav) ji malzarokê tê avêtin.
Piştî zarokanînê bi gelemperî di nav 10 heta 15 xulekan de plasenta ji malzarokê diqete û cihê dibe. Plasenta, navikebendik û perdeya servavê ji coga zorokanînê de derdikevin, bi vî awayî pêvajoya zarokanînê diqede.
--Rêkxistin girjbûna malzarokê bi sîstema paşragihandina erenî--
Sîstema paşragihandina erenî (bi înglîzî:positive feedback) bandor li ser pêvajoya zarokanînê dike. Gava korpele bi têra xwe geşe dibe û diperise, an go ber bi dawiya sêyek a sêyam a ducaniyê, serê korpeleyê ber bi stûyê malzarokê araste dibe.
Dema serê korpeleyê bi stûyê malzarokê ve temas dike, û tehn dide, masûlkeyên malzarokê ji hev tên kişandin.
Hestewergirên li stûyê malzarokê, pestana ji ber tehnkirina serê korpeleyê hest dikin û sînyal dişînîn hîpotalamusê. Hîpotalamus jî hîpofîza paş han dike bo derdana oksîtosînê.
Oksîtosîn bi wergirên taybet ên lûsemasûlkeyên malzarokê ve tên girêdan. Bi bandora oksîtosînê, girjbûnên malzarokê hê xurttir dibe.
Xurtbûna girjbûna masûlkeyan, korpeleyê ber bi stûyê malzarokê ve hê pirtir tehn dide û pestoya li stûyê malzarokê berztir dibe. Zêdebûna pestoyê, hê pirtir hestewergir han dike. Ji hestewergiran hê pirtir sînyal tê şandin bo hîpotalamusê. Hîpotalamus jî hê pirtir oksîtosîn dide derdan. Ev çerx heta dawiya zarokanînê didome.
--Bandora hormonan li ser zarokanînê--
Hormonên dayikê
1. Oksîtosîn
2. Prostaglandîn
3. Kortîzol (cortisol)
4. Relaksîn (relaxin)
Hormonên korpeleyê
1. Oksîtosîn
2. Kortîzol
3. Prostaglandîn
Hormonên plasentayê
1. Êstrocen
2. Procesterone
3. Prostaglandîn
Oksîtosîn
Oksîtosîn lûsemasûlkeyên malzarokê dide girjkirin bi vî awayî zarokanînê han dike. Ber bi dawiya qonaxa ducaniyê de, li diwarê malzarokê de bi bandora êstrocenê hejmara wergirên oksîtosînê zêde dibe. Loma malzarok hê pirtir hestiyar dibe bo oksîtosînê. Herwiha oksîtosîn navpoşê malzarokê han dike bo derdana prostaglandînan.
Prostaglandîn (prostaglandins)
Prostaglandîn molekulên taybet in ko di xaneyê de ji asîda çewrî ya bi navê asîda arekîdonîk (bi înglîzî:arachidonic acid) tê bi destxistin.
Gelek cor û erkên prostaglandînan heye, ji vana prostaglandina bi navê PGE2 taybet e bo xurtkirina girjbûna masûlkeyên malzarokê. Prostaglandîn xestiya kalsiyuma nav xaneyên lûsemasûlkeyê zêde dike, loma girjbûna masûlkeyan bihêztir dibe.
Di dema ducaniyê de ji şaneyên malzarokê, perdeyên korpeleyê (bi înglîzî:fetal membranes) û ji plasentayê prostaglandîn tê derdan.
Kortîzol (cortisol)
Di dema zarokanînê de ji hîpotalamusê bi rêjeyek zêde ji hormona derpirandina tûkila adrenal(bi înglîzî: corticotropin-releasing hormone (CRH)) tê deredan. Ev hormon, ji tûkila rijênê adrenalê kortîzol dide derdan. Kortîzol girjbûna malzarokê zêde dike û alîkariya dayikê dike ko dema zarokanînê li dij stresê dayik li ber xwe bide.
Rîlaksîn (relaxin)
Rîlaksîn di destpêka ducaniyê de di hêkdankê dayikê de, ji tenê zer (corpus luteum) tê derdan. Lê di dema zarokanînê de ji plasentayê û ji rijênên şîrê, bi rêjeyek zêde rîlaksîn tê derdan.
Rîlaksîn stûyê malzarokê nerm dike. Herwiha ji bo firehbûna stûyê malzarokê, besterên (bi înglîzî: ligament) di navbera hestiyên rûvê sist dike ko derbasbûna korpeleyê hêsan bibe. Rîlaksîn li malzarokê de wergirên oksîtosînê zêdê dike. Bandora procesteronê ya ji bo negirjbûna malzarokê betal dike. Di laşê dayikê de geşebûna rijênên memikan (geşebûna memikan) jî bi alîkariya rîlaksînê rû dide.
Êstrocen
Êstrocen û procesteron di dirêjiya qonaxa ducaniyê de bênavber tên derdan. Lê gava dema zarokanînê nêzik dibe, derdana progesteron kêm dibe û derdana êstrocenê jî zêde dibe. Êstrocen hêza girjbûna malzarokê zêde dike, li ser diwarê malzarokê de wergirên oksîtosînê zêde dike.Herwisa êstrocen malzarokê han dike ko hê bileztir prostaglandîn berhem bike.
Procesteron
Ji destpekê heta meha heftem a ducaniyê rêjeya procesterornê zêde ye û rê li ber girjbûna malzarokê digire. Herwiha procesteron rê li ber berhemanîna enzîma bo berhemkirina prostaglandînê (PGE2) jî digire.
Ji meha heftêmê şûnve asta rêja procesterona xwînê êdî zêde nabe û hinek dadikeve. Lê di heman demê de di xwîna dayikê de asta êstrocenê hê jî bilind dibe. Zêdebûna êstrocenê û kêmbûna procesteronê masûlkeyên malzarokê hê pirtir hestiyar dike ji bo kartêkirin ko girjbûna masûlkeyên malzarokê han dikin.Kêmbûna procesteronê, girjbûna malzarokê zêde dike û berhemkirina prostaglandînê han dike.
--Sezeryan--
Hin caran li dewsa zarokanîna asayî, bi niştergeriya sezeryen (bi înglîzî: cesarean section) korpele ji malzarokê tê derxistin. Sezeryan ne şeweyek asayî ya zarokanînê ye. Gava jiyana dayikê an jî ya korpeleyê di bin metirsiyê de be û zarokanîna asayî ya ji zêyê negengaz be, rêbaza sezaryan tê bikaranîn.
Wekî mînak:
Dibe ko serê korpeleyê pir gir be û nikaribe di nav coga zarokanînê de derbas bibe.
Hin caran navikebendik li stûyê korpeleyê de badayî dimîne û nahêle korpele jidayik bibe.
Dibe ko serê korpeleyê arasteyê stûyê malzarokê nebûbe û lingê korpeleyê ketibe coga zarokanînê
Di neştergeriya sezeryanê de, beşa zikê dayikê ya di navbera navik û jorê rûv de tê qelîştin, paşê dîwarê malzarokê tê jêkirin û korpele tê derxistin.
*Ev xebat li ser wîkîpediyaya kurdî jî hat zêdekirin.







2022/10/13

Oksîtosîn

  HORMONA OKSÎTOSÎN

    Oksîtosîn di laşê nêr û mê yan de di demarexaneyên derdanî (bi înglîzî:neurosecretory cells) yên hîpotalamusê de tê berhemkirin, di hîpofîza paş de tê embarkirin û derdan. Herwisa li gel demaxê, li gun, malzarok û plasentayê de jî oksîtosîn tê berhemkirin û derdan.
Oksîtosîn hormonek pepetîdî ye û ji neh asîdên amînî pêk tê.Temenê nîvbûnê ya oksîtosînê bi qasî 6 xulek e. Di laşê mêyan de oksîtosîn bandor li ser girjbûna malzarokê û rijênên şîrê dike.
--Oksîtosîn û zarokanîn--
Di dirêjiya ducaniyê de derdana oksitosînê ji aliyê êstrocen û procesteronê ve tê astengkirin. Di dawiya ducaniyê de derdana herdu hormonan ji nişka ve dadikeve û derdana oksîtosînê jî zêde dibe.
Ber bi qonaxên dawî yên ducaniyê de peresîna korpeleyê temam dibe. Di diwarê malzarokê de hejmara wergirên oksîtosînê zêde dibe. Loma hestiyariya malzarokê bo oksîtosînê zêdetir dibe. Oksîtosîn stûyê malzarokê sist dike, loma stûyê malzarokê fire dibe û dergûş dikeve coga zarokanînê. Firehbûna stûyê malzarokê jî derdana oksîtosînê zêde dike.
Dema serê dergûşê bi stûyê malzarokê ve temas dike, wergirên stûyê malzarokê han dibin û demareragihandin dişînin bo hîpotalamusê. Hîpotalamus hê pirtir oksîtosîn berhem dike û der dide. Di nav xwînê de zêdebûna rêjeya oksîtosînê, girjbûna masûlkeyên malzarokê bihêztir dike û dergûş ber bi coga zarokanînê ve tê tehnkirin. Oksîtosîn bandor li ser plasentayê dike û ji plasentayê prostaglandin dide derdan. Prostaglandîn girjbûna masûlkeyên malzarokê hê xurttir dike.
--Oksîtosîn û derdana şîr--
Oksitosîn girjbûna xaneyên lûsemasûlkeyê yên derdora rijênên şîrê han dike, bi vî awayê şîr ji gopik memikê diherike.
Ji bo derdana oksîtosînê kartêkira (bi înglîzî: stimulus ) sereke, mijîna memikan e.
Li derdora gopika memikê de gellek ji wergirên temasê hene. Gava nûza (dergûş) gopika memikê dimije,wergirên temasê han dibin. Wergir demareragihandin dişînin hîpotalamusê. Hîpotalamus ji mijînê agahdar dibe û sinyal dişine hîpofîza paş ko oksîtosîna embarkirî der bide nav xwînê.
Gava oksîtosîn bi navbeynkariya xwînê digihîje rijênên şîrê, xaneyên navpoşê cogên rijênên şîrê girj dike, şîr ji cogên şîrê ber bi gopika memik diherike, der dikeve derve.Heke mijîna dergûşê bidome, di demarexaneyên hîpotalamusê de oksîtosîna nû tê berhemkirin û tê şandin bo hîpofîza paş.
Li gel mijînê, deng, bêhn an jî dîmena korpeleyê jî dibe sedema derdana oksîtosînê.
Piştî zarokanînê, heta ko dergûş ji şîr tê berdan û ango dawî bi şîrmijîna dergûş tê, bi qasî çend mehan derdana oksîtosînê jî didome. Di vê demê da derdana oksîtosînê qebareya malzarokê bi qasî malzaroka jina neducan kêm dike.
--Derdana oksîtosînê bi rêbaza paşragihandina erenî--
Di dema zarokanînê de an jî di dema şîrmijîna dergûşê de derdana oksîtosînê bi rêbaza paşragihandina erenî (bi înglîzî:positive feedback) tê rêkxistin.
Oksîtosîn di qonaxa zarokanînê de bi rêbaza paşragihandina erenî bi awayekî bênavber tê derdan.
Oksîtosîn girjbûna masûlkeyên malzarokê han dike û serê korpeleyê ber bi stûyê malzarokê ve tehn dide. Ji ber tehndanê, şaneya malzarokê ji hev tên kişandin. Kişîn wekî kartêkirek bandor li ser wergiran dikin. Wergir bi sînyalên demarî hîpotalamusê ji rewşê agahdar dike. Hîpotalamus hê pirtir oksîtosîn berhem dike û bi navbeynkariya hipofîza paş ve der dide nav xwînê. Zêdebûna rêjeya oksîtosînê lez û tundiya girjbûna malzarokê zêdetir dike, korpele hê bihêztir ber bi stûyê malzarokê ve tê tehnkirin. Serê korpeleyê stûyê malzarokê fireh dike, loma şaneya stûyê malzarokê hê pirtir ji hev tên kişandin, ev rewş hê pirtir wergir han dike. Wergir jî hîpotalamusê han dikin ko hê pirtir oksîtosîn berhem bike. Bi kurtasî, firehbûna stûyê malzarokê, ji hîpofîza paş oksîtosîn dide derdan. Oksîtosîn jî girjbûna malzarokê han dike, ev rewş jî stûyê malzarokê hê pirtir fireh dike. Ev çerxa paşragihandina erenî heta zarokanînê didome.
Oksîtosîn li gel mêyan di laşê nêran de jî tê berhemkirin û derdan. Di laşê mêyan de ne tenê dema dûcaniyê de lê mêyên neducan jî oksîtosîn berhem dikin û der didin.
Di laşê mêyên neducan de dema têkiliya zayendî de, oksîtosîn tê derdan. Oksîtosîn malzarokê girj dike, guheztina sperman a ber bi cogên hêkê hêsantir dike.
Di laşê nêran de derdana oksîtosînê di dema avêtinê (bi înglîzî: ejaculation) de zêde dibe. Oksîtosîn di laşê nêran de bi taybetî lûleya guhêzer girj dike bo deravêtina sperman.
*Ev xebat li ser wîkîpediyaya kurdî jî hat zêdekirin.





2022/10/09

Sîstema diyarbûna zayendê

 


Sîstema XY ya diyarbûna zayendê

Di peresîna embriyoyê de rêbaza peydabûna zayenda weçeyê wekî sîstema diyarbûna zayendê (bi inglîzî: sex-determination system) tê navkirin.
Zayenda hin zîndeweran li gor şert û mercên hawirdorê diyar dibe. Wekî mînak zayenda corek kûsî yên bi navê Emys obicularis li gor germahiya hawirdorê diyar dibe. Heke germahiya hawirdorê ji 30°C yê zêdetir be, ji hemû hêkan çêjikên mê der dikevin. Lê heke germahiya hawirdorê ji 25°C yê kêmtir be, vê gavê ji hemû hêkan çêjikên nêr der dikevin. Gava germahiya hawirdorê 28.5°C be, îcar nîvê çêjik nêr, nîvê çêjik jî wekî mê ji hêkan derdikevin.
Lê agahiyên bo diyarkirina zayenda mirov, memikdar, û pirraniya ajalan ne li gor hawirdorê, lê wekî zanyariyên bomaweyî li ser kromozomên dayik û bavê de derbasî weçeyê dibe.
Bi kromozoman diyarbûna zayenda zîndeweran bi 5 şeweyî rû dide.
1.Sîstema XY ya diyarbûna zayendê (bi înglîzî: XY sex-determination system)
2.Sîstema ZW ya diyarbûna zayendê (bi înglîzî: ZW sex-determination system)
3. Sîstema X0 ya diyarbûna zayendê(bi înglîzî: X0 sex-determination system)
4. Sîstema haplodîploîdî ya diyarbûna zayendê (bi înglîzî: Haplodiploidy)
5. Sîstema hevbenda kromozoman a diyarbûna zayendê( bi înglîzî: compound chromosomal mechanisms)
Li gel mirov, zayenda pirraniya memikdaran, hin masî, xişok û kêzikan li gor sîstema XY tê diyarkirin. Di sîstema XY-yê de nêr kromozomên zayendê yên XY, mê kromozomên XX lixwe digirin û zayenda weçeyê ji aliyê kromozoma Y-yê ve tê diyarkirin.
Her xaneyên laşê mirov 46 kromozom (23 cot) lixwe digire. Ji vana 22 cot kromozom wekî “kromozomên laş” (bi înglîzî: somatic chromosomes / autosome) tên navkirin. Erk û pêkhateyên 22 cotên kromozomên laş di xaneyên nêran û mêyan de heman e. Cota din a kromozoman jî wekî “kromozomên zayendê” (bi înglîzî: gonosome / sex chromosomes) tê navkirin. Zayenda mirov ji aliyê kromozomên zayendê ve tê diyarkirin.
Li gor vê esasê hejmara kromozomên xaneyên mêyan (44+ XX) e, û ya nêran (44+ XY) e. Ango di xaneyên mirovê nêr û mêyan de kromozomên zayendê ji hev cuda ne.
Sperm û hêk bi dabeşbûna mîyozî ji xaneyên gametçêker (bi înglîzî: germ cells) tên bi destxistin. Xaneyên gametçêker bi dabeşbûna miyozî hejmara kromozomên xwe dadixînin nîve. Ji xaneya çêkerê hêkê, bi miyozê hêkexaneya (22 + X) kromozomî peyda dibe. Ji xaneya çêkerê spermê du cor sperm peyda dibin, spermên bi kromozomên (22 + X) û spermên bi kromozomên (22 + Y)(--12a). Ango li gor cora kromozoma zayendê, hêkexaneyên mê yê yek cor e, lê di nêran de xaneyên sperm du cor in.
Dema pîtînê de, 23 kromozomên hekexaneyê bi 23 kromozomên spermê ve yek dibin û zîgota 46 kromozomî peyda dibe. Heke xaneya hêkê (22 + X) bi sperma (22 + Y) ve yek bibe, embriyo ya bi (44+ XY) kromozomî dirist dibe, vê gavê zayenda embriyoyê nêr e.
Lê heke hekêxane bi sperma (22 + X) kromozomî ve yek bibe, îcar embriyoya bi (44+ XX) kromozomî çêdibe û zayenda embriyoyê mê ye. Ango diyarbûna zayende di dema pîtînê de rû dide.
Hebûna kromozoma Y-yê dibe sedema çêbûna zayenda nêrtiyê. Kromozoma Y ji kromozoma X-ê piçûktir û kintir e. Li ser kromozoma X-ê de bi qasî 1090 gen cih digire, lê tenê bi qasî 80 genên kromozoma Y-yê heye.
Zanyarê emerîkî Theophilus Painter, di salên 1920 dan de da nîşankirin ko zayenda mirov û memikdaran ji aliyê kromozomên X û Y ve tê diyarkirin û kromozomên diyarkerê zayendê, di sperman de cih digirin.
Di sala 1990î komek lêkonlînê ya ji Britanyayê li ser kromozoma Y-yê de genek kifş kir. Ev gen ji bo peresîna gunan kar dikir. Wê genê wekî SRY( sex-determining region of Y) ango “beşa Y-yê ya diyarkirina zayendê” nav kirin. Heke di embriyoyê de ev gen tune be, li dewsa gunan, hêkdank diperisin, ango embriyo bi zayenda mê diperise. SRY, ji bo rêkxistina genên din, proteînên taybet dide diristkirin. Bi vî awayî ji bo diyarbûna zayenda nêrtiyê gellek gen kar dikin.
*Ev xebat li ser wîkîpediyaya kurdî jî hat zêdekirin.