Celadet Alî Bedîrxan

Me zanî ko xweseriya me, di zimanê me de ye û em bi tenê bi hînbûna xwendin û nivîsandina zimanê xwe û parastina wî, di civata miletan de, wek miletekî xweser dikarin bijîn û payedar bin.
Celadet Alî Bedîrxan (1893-1951)

2021/05/10

Hestîbûn


    Kiryara guherîna kirkirkê bo hestî wekî hestîbûn an jî çêbûna hestî (bi înglîzî: Ossification) tê navkirin. Hemû kirkirkê laş naguhere bo hestî, hinek beşên laşê mirov bi temenê pêgehiştiyê jî her dimîne kirkirk.
Di qonaxên destpêkê yên geşedana korpeleyê de, laşê korpeleyê ji perdeyên rîşalî û kirkirka ron (hîalîn) pêk tê. Di laşê korpeleyê de hestîbûn bi temenê 8-12 hefteyî de dest pê dike. Hestîbûn kirkirkê qalib digre û ji wî qalibê kirkirkê, şêweyî hestî awa dibe. Lê ne hemû hestî ji guherîna kirkirkê çê dibin, hinek hestî rasterast ji xaneyên bineratî yên bestereşaneyê, ango ji xaneyên mezenşîm (bi înglîzî: mesenchyme) tên çêkirin.
    Di laşê mirov de bi du awayî hestîbûn rû dide.
1.Hestîbûna di navbera perdeyan (bi înglîzî: Intramembranous ossification)
2. Hestîbûna di nav kirkirkê (bi înglîzî: endochondral ossification)
Her çiqas ev herdu rêk ji hev gelek cuda bin jî, li dawiya hestîbûnê, pekhateya hestiyên ko ji herdu rêkan çê dibin heman e.
-Hestîbûna di navbera perdeyan -
    Çavkaniya hestîbûnê çîna xaneyên mezenşîm e. Xaneyên mezenşîm, xaneyên bineratî yên bestereşaneyê ne. Ji ber ko bestereşane ji xane û madeya binyad pêk tê, li derdora çîna xaneyên mezenşîm jî madeya binyad heye. Hestiyên pan ên kiloxê, hestiyên hinarikê (bi înglîzî: zygomatic bone), çeneya jorîn, çeneya jêrîn û hestiyên pirikê (bi înglîzî: collarbone) bi hestîbûna di navbera perdeyan ve ava dibin.
    Di destpêka pêvajoya hestîbûnê de, xaneyên mezenşîmê nêzî hev dibin û li hîn beşan çînên stûr ava dikin. Ji xaneyên beşên stûrbûyî ya mezenşîmê, hinek xane diguherin bo mûlûleyên xwînê, hinek xane jî diguherên bo xaneyên pêşengê hestî (bi înglizî: osteoprogenitor / osteogenic cells). Xaneyên pêşeng jî paşê diguherin bo xaneyên çêkerê hestî (bi înglîzî: osteoblast). Koma xaneyên çêkerê hestî wekî navanda hestîbûnê tê navkirin. Di qonaxa hestîbûnê de ne yek, lê gelek navendên hestîbûnê bi awayekî hevbeş kar dikin.
Xaneyên çêkerê hestî osteoîd der didin. Osteoîd madeya binyad (matrîks) a hîn nereqbûyî ye. Di nav çend rojan de bi kombûna xwêyên kalsiyumê, osteoîd req dibe. Bi reqbûna osteoîdê, xaneyên çêkerê hestî di nav osteoîdê de asê dimînin, paşê van xaneyan diguherin bo xaneyên hestî. Her ko xaneyên çêkerê hestî diguherin bo xaneyên hestî, pêşengê xaneyên hestî yên derdorê jî diguherin boy xaneyên çêkerê hestî.
    Gava xaneyên çêkerê hestî ostoîd der didin derdora mûlûleyen xwînê, osteoîd dibe sedema çêbûna matrîksa kêranan (bi înglîzî: trabecular matrix) û hestiyê îsfencî. Xaneyên çêkerên hestî yên li ser rûyê hestiyê îsfencî jî diguherin û dibin bergê hestî. Paşê, bergê hestî jî li ser hestiyê îsfencî çînek hestiyê pitew çê dike.
     Hestîbûna di navbera perdeyan, di laşê korpeleyê 2-3 mehî de dest pê dike, heta ko temenê pêgehiştiyê didome.
Ji dayikbûnê (dema zayînê) de kilox û hestiyên pirik ên dergûşê bi tevahî req nîn in. Herwisa hestiyên kiloxê li hîn beşan bi hev re girêdayî nîn in. Ev rewş, li coga zayînê de derbasbûna dergûşê hêsantir dike.
Bi kurtasî, mirov dikare bi pênc gavan, hestîbûna di navbera perdeyan bi awayekî kurt rave bike.
1.Xaneyên mezenşîm diguherin bo xaneyên çêkerê hestî û di navendên hestîbûnê de kom dibin.
2. Xaneyên çêkerê hestî, osteoîd der didin, bi kombûna xweyên kalsiyumê, xaneyên çêkerê hestî di nav osteoîdê de asê dimînin û diguherin bo xaneyên hestî (osteosîd)
3. Hestiyê îsfencî û bergê hestî çê dibe.
4. Li ser hestiyê îsfencî, hestiyê pitew çê dibe.
5. Lûleyên xwînê moxê sor çê dikin.
-Hestîbûna di nav kirkirkê-
    Di hestîbûna nav kirkirkê de, hestî cihê kirkirka ron (hîalîn) digire. Bi eslê xwe kirkirk naguherin bo hestî, lê kirkirk ji bo çêbûna hestî wekî qalib kar dikin. Her ko kirkirk hildiweşe cihê vala ji aliyê hestî ve tê dagirkirin bi vî awayî hestîyê nû li şûna kirkirkê cih dibe. Hestîbûna di nav kirkirkê li gor hestîbûna navbera perdeyan, ji bo demek dirêjtir didome.
Hestiyên dirêj bi rêka hestîbûna di nav kirkirkê çê dibin. Herwisa hestiyên binî yên kiloxê, wekî mînak; hestiyê bêjingî (bi înglîzî: ethmoid bone) jî bi heman rêkê çê dibin.
    Çêbûna hestiyên dirêj 6 heta 8emîn hefteya ducaniyê de dest pê dike. Pêşî, hinek ji xaneyên mezenşîm diguherin bo xaneyên kirkirkê (chondrocytes). Xaneyên kirkirkê kirkirkepeykerê ava dikin. Kirkirkepeyker pêşenga hestiyepeykerê ye. Çêbûna kirkirkê bi çêbûna bergê kirkirk (bi înglîzî: perichondrium) didome. Bergê kirkirk, perdeyek bestereşaneyê ye ko rûyê kirkirkê dapoş dike. Her ko diçe di kirkirkê de hê pirtir matrîks (madeya binyad) çê dibe û qabareya xaneyên kirkirkê yên di navenda kirkirkê zêde dibe. Lê di matrîksê de kombûna xwêyên kalsiyumê, rê li ber xurek û madeyên pêwist digire, xaneyên kirkirkê bêxurek dimînin û dimirin. Bi mirina xaneyan, di nav kirkirkê de hin valahî peyda dibin. Lûleyên xwînê ber bi nav valahiyê dirêj dibin û cih dibin. Bi vî awayî cihên vala hê firehtir dikin. Bi navbeynkariya lûleyên xwînê, xaneyên pêşengê hestî û xaneyên hilweşînerê hestî (bi înglîzî: osteoclasts) jî digihîjin nav kirkirkê. Piraniya xaneyên pêşeng diguherin û dibin xaneyên çêkerê hestî. Bi çalakiya xaneyên hilweşînerê hestî û xaneyên çêkerê hestî , ji matrîksa reqbûyî, hestiyê îsfencî çê dikin. Xaneyên hilweşînerê hestî hinek ji hestiyê îsfencî têk dişkîne bi vî awayî kelêna moxê (bi înglîzî: medullary cavity) peyda dibe.
    Her ko kirkirk geş dibe hê pirtir mûlûleyên xwînê di kirkirkê re diçin. Têreçûna lûleyên xwînê ya nav kirkirkê, bergê kirkirkê çalak dike û diguherine bo bergê hestî. Xaneyên çêkerê hestî yên li bergê hestî, li derdora kirkirkê, li beşa doxê (bi grekî: diaphysis) de gerdeniya hestiyê pitew (bi înglîzî:compact bone collar) ava dikin.
    Dema temenê korpeleyê gihîşt du an jî sê mehî, geşbûna xaneyên hestî û leza çekirina hestî zêdetir dibe. Li kûrahiya gerdeniya hestî (bi înglîzî: bone collar) de navenda hestîbûnê ya yeeû didin, li aliyê din ve jî xaneyên kirkirk û şaneya kirkirkê li cemserên hestî de geşbûna xwe didomînin. Di heman demê de li beşa doxê de hestî cihê kirkirkê digire. Gava ko avakirina hestiyepeykerê korpeleyê çû serî, kirkirk tenê li du cihên hestî de dimîne. Di beşa gehê de rûyê hestiyên gehê bi kirkirka gehê (bi înglîzî: articular cartilage) dapoşî dimîne. Herwisa hinek kirkirk jî di navbera cemserê hestiyê û doxê hestiyê de dimîne û wekî lewheya geşê (bi înglîzî: epiphyseal plate) tê navkirin. Lewheya geşê ji dayikbûnê heta temenê pêgehiştiyê dirêjbûna hestiyan dabîn dike. Ango hestîbûn piştî ji dayikbûnê jî didome. Lewheyên geşê ji bo çêbûna hestî navendên duyem ên hestîbûnê ne. Navendên duyem a hestîbûnê heta temenê 21 saliyê çalak dimînin. Lê her ko mirov ji zaroktiyê derbasî temenê pêgehiştiyê dibe, çalakiya lewheya geşê ji ber bandora hormona geşê û hormonên zayendê kêm dibe. Paşê li kirkirka lewheya geşê jî hestîbûn rû dide, êdî ji vê gavê şûn ve dirêjbûna hestî radiweste.

* Ev xebat li ser wîkîpediyaya kurdî jî hat zêdekirin. https://ku.wikipedia.org/wiki/Hest%C3%AEb%C3%BBn











2021/04/24

Kirkirk


Kirkirk, kirkirok an jî kirkirage (bi îngilîzî: cartilage)
Kirkirk, corek bestereşaneyê ye ko heta hestîbûn rû bide, hestiyepeykerê korpele (embriyo) pêk tîne û hebûna xwe di hestiyepeykerê mirovên temenê pêgehiştî de jî didomîne. Peykerekoendama mirov ji hestî û kirkirkê pêk tê, bi taybetî kirkirk li gehan de, rûyê hestiyê dirêj dadipoşe û livîna hestiyan hêsantir dike. Ji xeynî hestiyên pan ,gelemperiya hestî bi rêbaza hestîbûnê ji kirkirkê çê dibin.
Kirkirk corek ji bestereşaneya palpişt e (bi îngilîzî: Supporting connective tissue). Bestereşane ji xaneyan û madeya binyad a derdora xaneyan pêk tê. Madeya binyad (bi îngilîzî: ground substance) pêkhateyek nexaneyî (noncellular) yê û wekî matrîks (bi latînî: matrix) jî tê navkirin. Madeya binyad ji aliyê xaneyên bestereşaneyê ve tê derdan. Pêkhateya madeya binyad (matrîks) cora bestereşaneyê diyar dike. Wekî mînak madeya binyad a valahiya navbera xaneyên hestiyan req e, lê madeya binyad a kirkirkê nîvreq e. Loma hestî req in natewin û naçêmînin lê kirkirk qaîşokî ne.
Pêkhate
Xaneyên kirkirk madeya binyad a nîvreq der didin, madeya binyad (matîks) xaneyên kirkirkê dorpêç dike xane di nav pêkhateyên mîna golên biçûk de asê dimînin. Ji van golên biçûk re tê gotin kelên an jî lakun (bi înglîzî:/latînî: lacuna) . Xaneyên kirkirkê hin madeyên kîmyayî berhem dikin û der didin navbera madeya binyad, bi vî awayî rê nadin ko lûleyên xwînê di navbera xaneyên kirkirkê de geş bibin. Ango kirkirk, bestereşaneya nelûleyî ye (avascular), lûleyên xwînê û lûleyên lîmfê li xwe nagire. Xurek û oksîjen rasterast bi navbeynkariya lûleyên xwînê nagihîje xaneyên kirkirkê, divê xurek, oksîjen û madeyên pêwist, pêşî di nav madeya binyad de derbas bibin û bi belavbûnî (bi îngilîzî: diffusion) xwe bigihînin xaneyan. Loma birînên kirkirkê zû baş nabin. Herwîsa kirkirk demar jî li xwe nagire, ango ji ber tunebûna demarexaneyên êşanewergir, mirov êşa kirkirkan hest nake.
Matrîks û xaneyên kirkirkê
Madeya navber (matrîks) a kirkirkê nîvreq e û rîşal li xwe digire. Di nav şaneya kirkirk, di kelênan de xaneyên kirkirkê hene. Xaneyên kirkirkê wekî kondrosît (bi îgilîzî: chondrocytes) tê navkirin. Xaneyên kirkirkê di nav kelênên ji hev cûdayî de cih digirin. Valahiya navbera kelênan bi madeya binyad tijî ye ji vê beşê re matrîks tê gotin. Matrîks (madeya derûdor û navbera xaneyan) û rîşalên kirkirkê ji aliyê xaneyên kirkirkê ve tên çêkirin. Matrîksa kirkirkê, rîşalên kolojen û rîşalên qaîşokî (elastîn) li xwe digire.
Corên kirkirkan
Li gor cor û rêzbûna rîşalan, kirkirk sê cor in; kirkirka ron(hîalîn), kirkirka rişalî, kirkirka qaîşokî
Kirkirka ron (hîalîn)
Kirkirka ron ( bi îngilîzî: hyaline cartilage) bi rengê spî-şîn, şûşeyî û nîvron (nîvçe zelal) e. Piraniya kirkirkên laş ji kirkirka ron(hîalîn) pêk tê lê kirkirka ron kirkirka herî lawaz e. Peyva “hyalin” ji peyva “hyalinus” a latînî derbasî îngilîzî bû ye, ev peyv di zimanê latînî de ji boy tiştên şûşeyî û ron (zelal) hatiye bikaranîn. Kirkirka ron gelek ji rîşalên kolojen li xwe digire.
Xaneyên kirkirka ron bi awayekî komên biçûk di nav kelênên (hêlîn) xaneyan de cih digirin. Madeya binyad a kirkirka ron, nîvreq û lûs e. Kirkirka ron çemînbarî û palpiştiya laş dabîn dike. Cemserê hestiyên dirêj li hêla geha bizêw de, bi kirkirka hîalîn (ron) dapoşrav in, bi vî awayî lêkxişandina hestiyan kêm dibe. Herwisa serê difin, borrrihewa ya mirov û serê parsûyan jî kirkirka hîalîn li xwe digirin. Hestiyepeykerê laşê korpeleyê li destpêkê ne ji hestî lê ji kirkirka ron pêk tê, paşê kirkirk li hin beşan diguhere û hestîbûn di laş de rû dide. Li cemserê hestiyên dirêj de lewheya geşê heye, ev lewhe ji kirkirka ron pêk tê, ji zaroktiyê heta temenê pêgihîştinê xaneyên lewheya geşê dabeş dibin û xaneyên nû yên kirkirkê çê dikin. Bi pêvajoya hestîbûne, ji xaneyên kirkirkê, xaneyên hestî ava dibe, her ko diçe dirêjiya hestî zêde dibe. Bi vî awayî bejna mirov dirêj dibe.
Kirkirka qaîşokî
Di kirkirka qaîşokî (bi îngilîzî: elastic cartilage) de xaneyên kirkirkê nezî hev in, valahiya navbera xaneyan( bi îngilîzî: intercellular space) kêm e. Kirkirka qaîşokî, ji ber ko xwediyê rîşalên qaîşokî yên bi rengê zerokî ye, wekî kirkirka zer jî tê navkirin. Xaneyên kirkirka qaîşokî ji yên kirkirka ron zêdetir in, loma valahiya navbera xaneyên kirkirka qaîşokî jî ji ya kirkirka ron kêmtir e. Perrê guh, coga ostakî ya guh û li qirrikê de zimanê kirkirokê, ji kirkirka qaîşokî pêk tê.
Kirkirka rîşalî
Kirkirka ko xwediyê xaneyên herî kêm, kirkirka rîşalî ye (bi îngilîzî: fibrocartilage). Xaneyên kirkirka rîşalî ji hevdu dûr in, loma valahiya navbera xaneyan a kirkirka rîşalî li gor kirkirkên din herî zêde ye. Gurzên rîşalên kolojen ên matrîksê, zexmtî dide kirkirka rîşalî. Loma kirkirka rîşalî li hember zext û pestoya hawirdorê li ber xwe dide.
Xepleyên navbera hestiyên birrbirreya piştê ji kirkirka rîşalî çê bûyî ne. Herwisa cihê ko jê û bester bi hestî an jî bi masûlkeyan ve giredayî ne, ji kirkirka rîşalî pêk tê. Ji xeynî vana, geha nebizêw a navbera hestiyên rûw jî kirkirka rîşalî li xwe digire.
Bergê kirkirk
Ji xeynî kirkirkên rîşalî û kirkirkên gehî, ango kirkirka ron a li cemserê hestiyên gehê sînoviyal, hemû kirkirk bi perdeyek dapoşrav in, navê vê perdeyê bergê kirkirk e (bi latînî: perichondrium). Bergê kirkirk ji du çînan pêk tê; çîna derve beşa rîşalî ya bestereşaneya şidayî ye. Çîna navî beşa xaneyî ye. Çîna rîşlalî erkê parastin û palpiştinê bi cih tîne. Herwisa çîna rîşalî, perdeya kirkirkê bi kirkirk û pêkhateyên din ve girê dide.
Çîna xaneyî ya bergê kirkirk, xaneyên bineretî (chondroblasts) li xwe digire. Xaneyên bineratî xaneyên çêkerê kirkirkê ne, pewîst in ji bo geşbûn û berdewamiya kirkirkê pêwist e ji bo geşbûn û berdewamiya kirkirkê.
* Ev xebat li ser wîkîpediyaya kurdî jî hat zêdekirin.





2021/04/08

Hestiyê Pitew



Hestiyê pitew (bi îngilîzî: compact bone) yek ji du corê şaneya hestî ye.

Hestî ji du şaneyên sereke pêk te, şaneya hestiyê pitew û şaneya hestiyê îsfencî.
Rûyê derveyî hestiyan bi çînek req dapoşrav e, ev çîna hestî wekî hestiyê pitew tê navkirin. Hestiyê pitew şaneyek çirr, req û lûs e. Doxa hestiyên dirêj ji şaneya hestiyê pitew pêk tê. Kêlena nav doxa hestî, moxê hestî li xwe digire. Hestiyê pitew li bin bergê hestî de cih digire, hestiyê diparêze û zexmtiyê dide hestiyê. %80yê giraniya hestiyê laş ji hestiyê pitew pêk tê.
Pêkhateya hestiyê pitew di bin mîkroskobê de.
Şaneya hestiyê pitew ji çînên bazinî yên tenik pêk tê. Çînên bazini wekî perik tên navkirin. Perik (bi îngilîzî: lamellae) li derdora cogên navendî de bi awayekî yeknavendî rêz dibin. Coga navendî û koma perikên dora wê, bi hev re wekî lûle an jî sîstema havers (bi îngilîzî: osteon / Haversian system) tê navkirin. Lûle di hestî de bi awayekî paralelê hev û paralelê doxa hestî dirêj dibin.
Beşên sîstema Haversê
Di hestiyê pitew de sîstema Havers (lûle) ji coga Havers, perikên yeknavendî, xaneyên hestî û cogikan pêk tê.
Coga Havers
Di navenda sîstema Havers de cogek lûleyî dirêj dibe, ev cog wekî coga Havers an jî coga navendî (bi îngilîzî: Haversian canal, central canal) tê navkirin. Di nav coga Havers de, lûleyên xwînê, lûleyên lîmfê û demar hene. Bi navbeynkariya lûleyên xwînê, xurek û oksîjen ji bo xaneyên hestî tê dabînkirin.
Perikên yeknavendî
Perikên yeknavendî (bi îngilîzî: concentrîc lamellae), xelekên bestereşaneya hestiyê ne. Perik li derdora coga Havers de bi şêweyek yeknavendî cih digirin. Hejmara perikên yeknavendî li hemû lûleyan de ne yek e. Perik rîşalên kolojen li xwe digirin. Rîşalên kolojen ên perikên cînar, di heman alî de dirêj nabin. Wekî minak heke rîşalên kolojen ên perikek ber bi çepê jor ve dirêjî be, rîşalên perika cînar ber bi rastê jor ve dirêj dibe. Rêzbûn û dirêjbûna rîşalan a bi şeweyê dijalî, zexmtiya hestiyê zêdetir dike. Xaneyên hestî (bi îngilîzî: osteocytes) di nav kelênan(lacunae) de, di navbera perikên cînar de cih digirin. Perik li gel rîşalên kolojen, xweyên kalsiyum û fosfor jî li xwe digire, reqbûna hestî ji ber kombûna xwêyan a li navbera rîşalan e.
Cogik
Li şaneya hestiyê pitew de her kelênek bi navbeynkariya cogên gelek biçûk bi kelênên din ve girêdan ava dike, ji van cogên hûrik re tê gotin cogik (bi îngilîzî: canaliculi). Xaneyên hestî yên di nav kelênan, niçikên sîtoplazmaya xwe di cogikan de dirêjê xaneyên din dikin, bi vî awayî di navbera xaneyan de ragihandin çê dibe. Herwisa di navbera coga Havers û xaneyên hestî de alûgorkirina xurek, gaz, mîneral û madeyên paşmayî jî bi rêya cogikan rû dide. Ango cogik him xaneyên hestî bi hev re girê didin, him jî xaneyên hestî bi coga Havers ve girê didin.
*Ev xebat li ser wîkîpediya ya kurdî jî hat zêdekirin.





2021/04/04

Bergê Hestî

 

Bergê hestî (bi îngilîzî: periosteum), perdeyek zexm a li ser rûyê hestiyan e.

Hestî bi perdeyek du çînî dapoşrav e. Navê vê perdeyê "bergê hestî" ye. Bi yewnanî navê bergê hestî “periosteon” e, wateya peri “li derdor”, wateya osteon jî “hestî” ye. Bergê hestî, perdeyek bi hêz e, di bergê hestî de lûleyên xwînê, lûleyên lîmfê û demar hene. Bergê hestî, hestiyê ji hawirdorê diparêze, lûleyên xwînê û demaran bi hestî ve girê dide, ji bo başkirina hestiyê şikestî û ji bo stûrkirina hestiyê, xaneyên nû dabîn dike.
Çîna derve ya bergê hestî wekî çîna rîşalî (bi îngilîzî: fibrous layer) tê navkirin û ji bestereşeneya şidayî (bi îngilîzî:dense connective tissue), pêk tê. Çîna navî ya bergê hestî wekî çîna xaneyî (bi îngilîzî: cellular layer) tê navkirin û ji xaneyên çêkerê hestî (osteoblast) pêk tê.
Çîna derve rîşalên kolojen û rîşalên demar li xwe digire. Gava ziyan digihîje hestî, hestî diderize an jî dişikê, demarexaneyên hestê demareragihandin dişînin demaxê. Bi vî awayê êşa hestî li mirov peyda dibe. Herwisa çîna derve gelek lûleyên xwînê jî li xwe digire. Lûleyên xwînê ji bergê hestî şax didin û belavê nav hestî dibin, bi vî awayî ji xaneyên hestî re xurek dabîn dikin.
Çîna navî ya bergê hestî ji xaneyên çêkerê hestî (bi îngilîzî: osteoblasts) pêk tê. Xaneyên çêkerê hestî dabeş dibin û diguherin bo xaneyên hestî (bi îngilîzî: osteocytes). Li gel stûrbûna hestî, şikestin an jî derizên hestî jî ji aliyê van xaneyan ve tên başkirin.
Xaneyên bergê hestî dikarin dabeş bibin û çînên nû li hestî zêde bikin, loma bergê hestî, tîreya hestî zêde dike, hestî stûr dibe.
Jê (bi îngilîzî: tendon) û bester (bi îngilîzî: ligament) bi navbeynkariya bergê hestî, bi hestiyan ve tên girêdan. Ji xeynî beşa hestiyê ya ko bi hestiyek din ve geh ava dike, hemû rûyê hestî bi bergê hestî dapoşrav e. Rûyê beşa gehê ya hestî bi kikrkirk dapoşrav e.
* Ev xebat li ser wîkîpediya kurdî jî hat zêdekirin





2021/03/12

Geh


 Geh an jî cumge (bi îngilîzî: joint)

Peykerekoendam ji boy girêdana masûlke, endam û çerm rûyek req ava dike. Herwisa yek ji karê sereke ya peykerekoendamê jî parastina endam û pêkhateyên laş e. Lê li gel destekkirin û parastinê, peykerekoendama mirov bi navbeynkariya gehan, çemînbarî û livîna laş jî rêk dixe.
Bi gelemperî cihê ko du an jî pirtir hestî digehêjin hev wekî geh tê navkirin. Geh çemînbarî û livîna peykerê hêsan dike. Herwisa rê dide bo avabûna girêdanan di navbera hestiyan de. Li gel girêdana hestî bi hestî re, dibe ko gehek bi girêdana hestî bi kirkirk re, hestî bi masûlke ve an jî hestî bi diran ve jî pêk were.
Geh bi du awayî tên polenkirin, li gor pêkhate û li gor erkên xwe.
Pêkhateya gehê, diyar dike ko hestî bi çi awayê bi hev re girêdayî ne. Li gor pêkhateyên xwe sê cor geh heye, geha rîşalî, geha kirkirkî û geha sînoviyal. Di vê polenkirinê de geh tên polenkirin, li gor cora bestereşaneya ko hestiyan bi hev re girê didin an jî hebûna valahî di navbera hestiyên gehê de. Herwisa geh li gor erkên xwe jî tên polenkirin. Ev polenkirin li gor asta livîna gehê çê dibe. Li gor vê polenkirinê jî sê cor geh heye, geha nebizêw, geha livoka sinordar û geha bizêw.
Geha rîşalî
Geha rîşalî (bi îngilîzî: fibrous joint), ev gehê ko hestiyên gehê raste rast bi hev re girêdayî ne û di navbera hestiyên gehê de valahî an jî kirkirk tune. Hesti bi navbeynkariya rîşalên bestereşaneyê bi hev re girêdayî ne. Wekî mînak, gehên navbera hestiyên kiloxê û gehên navbera diran û hestiyê çêneyê gehên rîşalî ne. Herwisa li beşa jêrê mil de hestiyê kewere û hestiyê enîşkê li gel hev dirêj dibin, doxên van herdu hestiyan jî bi geha rîşalî bi hevre girêdayî ne. Gehên rîşalî gehên nebizêw (bi îngilîzî: fixed joint) in. Ango hema bêje qet nalivin an jî pir hindik dilivin.
Geha kirkirki
Geha kirikirkî (bi îngilîzî: cartilaginous joint ) bi navbeynkariya kirkirkê, hestiyan bi hevre girê dide, loma vî navê lê kirine. Gehên kirkirkî bi gelemperî gehên livoka sinordar (bi îngilîzî: semimovable joint) an jî gehên nebizêw in e. Serê parsûyan bi navbeynkariya kirkirkê bi hestiyê sîngê ve girêdayî ye, ev geh gehek lîvoka sinordar e. Herwisa navbera hestiyên birrbirreya piştê de xepleyên kirikirk hene bi vî awayê gehên birrbirreyê dikarin bi awayekî sinordar bilivin. Hestiyên rûv ên piştêna hewzê li aliyê pêşiyê laş de digehijin hev û bi navbeynkariya kirkirkê bi hev re girêdayî dimînin. Geha rûv ji xeynî dema ducaniya dayikê, gehek nebizêw e. Bejna mirov ji dayikbûnê heta temenê pêgehiştinê dirêj dibe. Bi eslê xwe dirijbûna bejnê ji ber dirêjbûna hestiyan e. Beşa ko hestî dirêj dibe wekî perê cemserê hestî (bi îngilîzî: epiphyseal plate) tê navkirin. Li vir xaneyên kirkirk dabeş dibin, diguherin û dibin hestî. Di hestiyên dirêj, li beşa serî yê hestî de kirkirk di navbera hestiyan de cih digire. Ango di cemserê hestîyên dirêj de geha kirkirakî heye, lê ev geh geha nebizêw e. Kirkirka li perê cemserê hestiyên dirêj di temenê 17 -20 salî de bi tevahî winda dibe herdu beşên hestî digehijin hev û geha kirkirkî winda dibe.
Geha sînoviyal
Gehên laşê mirov herî zêde ji gehên sînoviyal (bi îngilîzî: synovial joints) pêk tên. Gehên sînovîyal firsend didin hestiyan ko bi awayekî serbest bilivin. Ango gehên sînoviyal, gehên bizêw in (bi îngilîzî: movable joints). Gehên milê, enîşkê, zend û çokê mînakin ji bo gehên sînoviyal. Serê hestiyên li gehê sinoviyal, bi kelêna gehê ji hev hatine cudakirin. Ango di navbera hestiyan de valahî heye. Hemû gehên sînoviyal hin pêkhateyên hevbeş li xwe digirin. Evana; Qapsûla gehê, kelêna gehê, şileya gehê, kirkirkên gehê û bester in.
Qapsûla gehê
Gehên sînoviyal bi qapsûlek du çînî dorpêçî ne, jê re dibijên qapsûla gehê (bi îngilîzî: articular capsule). Çîna derve ya qapsûlê ji bestereşaneya rîşalî pêk tê û wekî çîna rîşalî (bi îngilîzî: fibrous layer) tê bi navkirin. Çîna rîşalî zexmtiya gehê dabîn dike ko hestiyên gehê ji hev dûr nekevin. Çîna navî ya qapsûlê wekî perdeya sînoviyal(bi îngilîzî: synovial membrane) tê navkirin. Perdeya sînoviyal, beşên bê kirkirk ên rûyê navî ya gehê rûpoş dike.
Kelên û şileya gehê
Gehên sinoviyal, valahiyek bi şileya sînoviyal tijîkirî li xwe digirin. Ji vê valahiyê re tê gotin kêlena gehê(bi îngilîzî: joint cavity). Kelêna gehê hestiyên gehê ji hev dûr digire. Kirkirkên gehê û şileya gehê ya kelêna gehê lêkxişandina hestiyan kêm dike. Şileya gehê (bi îngilîzî: synovial fluid) li xaneyên perdeya sînoviyal, ji plazmaya xwînê tê parzûnkirn û derdan.
Şileya gehê sê erkên sereke bi cih tîne;
1. Şileya gehê, rûyê kirkirkên hestiyên gehê xijokî dike bi vî awayî serê hestiyan ji lêkxişandinê diparêze.
2. Şileya gehê ji bo xaneyên kirkirkên gehê xurek dabîn dike, madeyên ziyanbexş ji xaneyan dûr dixe.
3. Şileya gehê hêza darbeyan dimijîne, pestoya darbeyan belavê ser rûyê kirkirkên gehê dike.
Kirkirkên gehê
Serê hestiyên gehê bi kirkirk dapoşrav e. Kirkirk ji bo gehê rûyek lûs dabîn dike. Bi vî awayî lêkxişandina hestiyên gehê kêm dibe. Kirkirk nîvçereq e, pestan û darbeyên hawirdorê dimijînê hestiyên gehê ji bandora neyînî ya giraniya laş diparêze. Li rûyê hestiyên gehên zarokan de stûriya çîna kirkirkê bi qasî 7 mm ye,her ko temenê mirov zêde dibe, kirkirk tenik dibe, qaîşokiya wê kêm dibe. Kirkirk lûleyên xwînê li xwe nagirin, loma xaneyên kirkirka gehê xurekên xwe bi navbeynkariya şileya gehê dabîn dikin.
Besterên gehê
Hestiyên gehê bi besteran bi hev re girêdayî ne. Bester (bi îngilîzî: ligament) bandên zexm ên bestereşaneya rîşalî ne. Bester, gehê destek dike, livîna asayî ya gehê hêsantir dike û lê rê li ber livînên neasayî an jî ji hev dûrketina hestiyan digire.
Gehên sînoviyal ji aliyê masûlke û jêyên masûlkeyan ve jî tên destekkirin. Jê (bi îngilîzî: tendon) dişibin besteran. Bester hestî bi hesti ve girê dide lê jê masûlke bi hestî ve girê dide. Jê û masûlke jî mîna bester destek didin gehê.
* Ev xebat li ser wîkîpediyaya kurdî jî hat zêdekirin







2021/03/02

Pelepeyker


Pelepeyker (bi îngilîzî: appendicular skeleton) beşek ji koendama peykerê ya mirov e.

Pelepeyker ji

1. Piştêna sîngê,
2. Mil û destan,
3. Ling û pêyan
4. Piştêna hewzê
pêk tê.
-- Piştêna sîngê (Kemera sîngê) --
Hestiyên ko herdu milan bi tewerepeykerê ve girê didin, piştêna sîngê (kemera sîngê) pêk tînin. Piştêna sîngê du cor hestî, hestiyê pirika mil û defe (hestiyê bêrokê) li xwe digire. Ango piştêna sîngê mirov jj du hestiyên pirikê û du hestiyên berokê bi tevahî ji çar hestiyan pêk tê.
Hestiyê pirika mil (bi îngilîzî: collarbone/clavicle) hestiyek dirêj e û bi şeweyî -S ye. Seriyekî wî bi beşa tewerepeyker a hestiyê sîngê ve girêdayî ye, seriyê din jî bi defeyê (hestiyê bêrokê) ve girêdayî ye. Ji ber ko hestiyê pirikê di navbera pelepeyker û tewerepeykerê de mîna pire, girêdan ava dike, vê navê girtiye.
Defe (bi îngilîzî: shoulder blade/scapula) hestiyek pan û sêgoşeyî ye û her wekî hestiyê bêrokê jî tê navkirin. Defe li aliyê piştê qefesa sîngê de, li ser parsûyên jorîn de cih digire. Di navbera parsû û defeyê de masûlke hene. Defe (hestiyê bêrokê) ji aliyê hestiyê pirikê ve tê destekkirin. Herwisa defe bi hestiyê baskê mil ve jî girêdayî ye.
Hestiyên pirika mil û hestiyên bêrokê ango piştêna sîngê, ji boy masûlkeyên mil û piştê, rûyê girêdanê peyda dikin.
Beşa çepê û ya rastê ya piştêna sîngê bi hevdu re girêdayî nîn in. Loma her beş ji hevdu cuda, bi awayekî xweser dikare kar bike. Pirika her beşê bi navbeynkariya gehek bizêw bi tewerepeykerê ve girêdayî ye. Ev rewş firsend dide tewahiya piştêna sîngê ko bi hesanî bilive û bi vî awayê jî livîna her mil û sermilê hêsantir bike.
-- Mil û dest --
Her mil û destek mirov ji 30 hestiyan pêk e. Hestiyên mil û dest bi gehên bizêw bi hev re girêdayî ne.
Mil ji du beşan pêk tê, jorê mil û jêrê mil. Jorê mil ji hestiyek, jêrê mil ji du hestiyan pêk tê. Hestiyê beşa jorê mil wekî hestiyê bask (hestiyê bazû) (bi îngilîzî:humerus) tê navkirin. Hestiyê baskê hestiyê herî dirêj û stûr e hestiyê mil e. Hestiyê baskê bi seriyekî xwe ve bi hestiyê bêrok ve girêdayî ye, serê din ê hestiyê baskê jî li hêla enîşkê, bi herdu hestiyên jêrê mil ve girêdayî ye. Ji herdu hestiyên jêrê mil, hestiyêyê stûr û kintir, wekî kewere (bi îngilîzî: radius) tê navkirin. Kewere li aliyê tiliya mezin a dest de cih digire. Hestiyê dirêjtir û ziravtir ê jêrê mil jî wekî hestiyê enişkê (hestiyê zende) (bi îngilîzî: ulna) tê navkirin. Hestiyê enîşkê li aliyê tiliya qilîçkê ya dest de cih digire. Hestiyên jêrê mil, ango kewere û hestiyê enîşkê li kêleka hev ji enîşkê heta zendê dirêj dibin û bi hestiyên meçeke yên dest ve girê dibin. Hestiyên meçeke heîşt in. Li zendê destê de bi du rêzên bi awayekî çar û çar rêz dibin. Meçeke, hestiyên kin in. Rêza aliyê jêrê mil bi kewereyê re, rêza aliyê dest jî bi hestiyên şeyê dest ve girêdayî ne. Hestiyên şeyê dest pênc in û li kefa dest de cih digirin. Her yekî ji şeyên dest, bi tiliyekî ve girêdayî ye.
Hestiyên tiliyên destê 14 ne. Tiliya mezin ji du hestiyan, tiliyên din ji sê hestiyan pêk tên.
-- Piştêna hewzê --
Piştêna hewzê an jî piştêna qorikê (bi îngilîzî: pelvic girdle / hip) pêkhateya bi şeweyê bazinî ye li jêrê zikê mirov de cih digire. Piştêna hewzê ling û pêyan bi tewerepeykerê ve girê dide. Ji ber ko piştêna hewzê li bin giraniya laş de ye û berpirse ji bo livîna laş, piştêna hewzê bi besterên zexm, bi tewerepeykerê ve girêdayî ye. Di beşa ko hersê hestiyên qorikê; kemax, rûv û hestiyê qûnê bi hev re tên girêdan, kortikek (çalik) taybet heye ji bo girêdana hestiyê ran. Hestiyên ran bi navbeynkariya besteran bi piştêna hewzê ve girêdayî ne.
Piştêna hewza mirov ji hestiyên qorikê (bi îngilîzî: hip bones), hestiyê sêbende û hestiyê qilênce pêk tê. Hestiyê qorikê cot in. Her yek ji hestiyê qorikê ne yek, lê ji sê hestiyên bi hevre zeliqî pêk tên. Hersê hestiyên qorikê; hestiyê kemaxe (bi înglîzî: ilium), hestiyê rûv (bi înglîzî: pubis) û hestiyê qûnê (bi înglîzî: ischium) ne. Di temenê mindaliyê de di navbera hersê hestiyan de kirkirk heye, lê di temenê 13-15 saliyê de hersê hestî yek dibin û wekî hestîyê qorikê tê navkirin.
Kemax
Ji hersê hestiyên qorikê yê herî gir hestiyê kemaxê ye. Hestiyê kemaxê li herdu kêlekên hewzê ber bi jor û paşiyê ve dirêj dibin û li paşiyê laş bi sêbendê re bi gehek nebizêw (nelivok) ava dikin. Geha sêbende û kemaxê gehek zexm e û darbeyên ji giraniya laş kêm dike. Hestiyê kemaxê bi alikî ve sêbendeyê ve girêdayî ne li aliyê jêr jî bi hestiyên rûv û qûnê ve girêdayî ne. Hestiyên kemaxê ji herdu aliyên qorikê ber bi navtengê dirêj dibin. Heke mirov destên xwe li herdu kêlêkê de dayine ser qorika xwe, mirov bi hêsanî dikarê perên hestiyê kemaxê hest bike. Ev beşa kemaxê ko mirov bi dest hest dike, wekî taca hestiyê kemaxê tê navkirin. Ji ber ko şêweyê vê beşê dişibe baskê balîndeyan, ev beşa kemaxê wekî baskê kemaxê tê navkirin.
Hestiyê qûnê
Hestiyê qûnê li jêr û ber bi aliyê paşîyê piştêna hewzê de cih digire. Bi hestiyê rûv û kemaxê ve girêdayî ye. Gava mirov li ser qûnê rû dinê, giraniya mirov dikeve ser van hestiyan.
Hestiyê rûv
Beşa pêşî ya piştêna hewzê ji hestiyên rûv pêk te. Hestiyên rûv bi hestiyê kemaxê ve girêdayî ne û ji herdu aliyan ber bi aliyê pêşiyê laş dirêj dibin. Li pêşiyê de digihîjin hev û bi navbeynkariya kirkirkê, bi gehek nebizêw girêdan ava dikin. Ango herdu hestiyên qorikê li aliyê paşî de bi sêbendê ve, li aliyê pêşî jî bi hev re girêdayî ne. Bi vî awayî di nav laş de pêkhateyek mîna hewz an jî legen ava dikin, ji vê pêkhateyê re tê gotin pîştêna hewz an jî piştêna legen.
Piştêna hewzê destek dide endam û pêkhateyên nav zikekelênê. Herwisa giraniya laş ji birrbirreya piştê diguhêzîne ser ling û pêyan. Hestiyên piştêna hewzê ji bo jê û masûlkeyên lingan rûyek req ava dike.
Piştêna hewzê ya jin û zilaman ne yek e. Dema ji dayikbûnê, dergûş di nav hestiyên qorikê derbas dibe. Loma divê firehiya piştêna hewzê bi têra xwe zêde be ko serê dergûşê tê de derbas bibe. Bi gelemperî piştêna hewza jinan ji hestiyên siviktir pêk tê. Herwisa hewza jinan bi qasî ya zilaman ne kur e û hê pirtir bi şêweyî bazinî ye.
-- Ling û pê --
Rêzbûn, cih û hêjmara hestiyên ling û pê mîna yên hestiyên mil û dest in. Lê ji ber ko hestiyên ling û pê erkê kişandina giraniya laş û livînê bi cih tînin, piçek mezintir in û dibe ko gehên wan jî ji yên mil û dest piçek cuda bin. Her ling û peyek ji 30 hestiyan pêk tê.
1 ran, li beşa hêtê mirov de cih digire.
1 kulavê çokê, li aliyê pêşiyê çokê de cih digire.
1 qamîşe û 1 telezime, li beşa çîpê de cih digirin.
7 hestiyên bazinê pê
5 hestiyên şeyê pê
14 hestiyên pêçiyê
Ran
Beşa hêta lingê mirov de hestiyek heye bi navê hestiyê ran (bi îngilîzî: femur). Ran wekî hestiyê hêtê jî tê navkirin. Ran ji qorikê heta çokê dirêj dibe. Li çokê, serê jêrînê ran bi hestiyê çîpê ve girêdan ava dike. Ran bi hestiyê qorikê, geha qorikê ava dike, bi qamîşe (hestiyê çîpê) jî geha çokê ava dike. Herdu gehên ran jî gehên bizew (livok) in. Hestiyên ran giraniya laş bi navbeynkariya hestiyên çîpê, diguhêzinin pêyan. Loma ran hestiyê herî gir, dirêj û yê herî giran e di laşê mirov de. Serê jorîn ê ran glover e û bi kortika hestiyê qorikê ve girêdayî ye.
Kulavê çokê
Li çokê li aliyê pêşîyê geha çokê de hestiyek sêgoşeyî heye bi navê hestiyê kulavê çokê (bi îngilîzî: patella / kneecap). Hestiyê kulavê çokê, bi hestiyên din ve girêdayî nîn e, di nav jêyên masûlkeyên hêtê (ran) de cih digire, li aliyê jêrê jî bi besterên hestiyên çîpê ve girêdayî ye. Kulavê çokê geha çokê diparêze. Herwisa jeyên masûlkeyên çarserî bi alîkariya hestiyê kulavê çokê bi lêkxişandinek kêmtir, bi hêsanî xij dibe û ziyan nade hestî û kirkirkên li çokê.
Qamîşe û Telezime
Beşa lingê ya ji çokê heta bazinê pêyê, wekî çîp tê navkirin. Du hestiyên çîpê hene, qamîşe (bi îngilîzî: tibia) û telezime (bi îngilîzî: fibula). Herdu hestiyên çîpê li gel hev bi awayekî paralel ji çokê heta pêyê dirêj dibin.
Qamîşe
Li çîpê de hestiyê ko barê giraniya laş dikişîne qamîşe ye. Ji hestiyê ran şûnve, hestiyê duyemîn ê herî dirêj e. Qamîşe li aliyê nav çîpan de cih digire, li kêleka wî, telezîme li aliyê derveyê çîpan de dirêj dibe. Serê jorê qamîşeyê bi hestiyê ran ve giredayî ye. Di navbera herdu hestiyan dê geha çokê heye.
Serê jêrê qamişeyê bi bazinê pê ve girêdayîye. Niçikek ji serê qamîşeyê dirêj dibe, ev niçik gûzika hundir a pê ava dike.
Telezime
Telezime hestiyê herî zirav ê ling e. Serê jorê telezimeyê bi qamîşeyê ve girêdayîye, serê jêr jî bi hestiyên bazinê pê ve girêdayî ye. Gûzika derve ya pê, ji niçika serê hestiyê telezime pêk tê. Li ser telezime bandora giraniya laş tune ye. Ango erkê vî hestiyê ne ji bo destekkirina giraniya laş e. Lê ji bo gellek masûlkeyan rûyê girêdanê dabîn dike.
Hestiyên pê ji hestiyên bazinê pê, şeyên pê û pêçiyan pêk tê.
Heft hestiyên bazinê pê (bi îngilîzî:tarsal bones) hene. Ji vana hestiyê paniyê yê herî gir e. Hestiyên bazinê pê dişibin hestiyên meçeke yên destê. Lê şêwe û rêzbûna hestiyên bazinê pê piçek cuda ye. Hestiyên bazinê pê ji du rêzan pêk tê rêza yekem ji sê hestiyan pêk tê û bi hestiyên çîpê ve girêdayî ne. Rêza duyem ji çar hestiyan pêk tê û bi hestiyên şêyên pê ve girêdayî ne.
Hestiyên bazinê wekî beşek pê kar dike. Bi alîkariya van hestiyan, bazinê pê dikare giraniya laş bikişîne.
Hestiyên şeyê pê (bi îngilîzî: metatarsal bones) pênc in, di navbera hestiyên bazinê pê û pêçiyan de cih digirin. Serê hestiyê şeyê ya bi pêçiya mezin ve girêdayî, pîçek gir e, ji vê beşê re tê gotin girêka pê.
Pêçî (bi îngilîzî:toe) ji 14 hestiyên pêçiyê (bi îngilîzî: phalanges) pêk tên. Hestiyê pêçiyan jî wek hestiyên tiliyan rêz dibin. Pêçiya mezin (pêçiya beranê) ji du hestiyên pêçiyê pêk tê. Her yek ji pêçiyên din ji sê hestiyên pêçiyê pêk tên.
*Ev xebat li ser wîkîpediya ya kurdî jî hat zêdekirin.









2021/02/11

Qefesa sîngê

 



Qefesa sîngê beşek ji tewerepeyker a koendama peykerê ye. Qefesa sîngê ji 12 heb birrbirre, 12 cot parsû, kirkirkên parsûyan û hestiyê sîngê pêk tê. Birrbirreyên sîngê li aliyê paşî, parsû li herdu kêlekê û hestiyê sîngê jî li aliyê pêşiya qefesa sîngê de cih digirin. Qefesa sîngê bi eslê xwe kelênek e ko di nav wê de dil û pişik cih digirin. Karê serekî ya qefesa sîngê parastina dil, pişik, borrîhewa û soriçikê ye. Qefesa sîngê destek dide hestiyên piştêna sîngê. Herwisa ji bo navpençik, masûlkeyên piştê, yên sîngê, yên stû û milan bingeha girêdanê ye.
Ji ber şêweyê rêza parsûyan û hebûna kirkirkan, gehên qefesa sîngê gehên lîvoka sinordar in. Loma qebereya qefesa sîngê sabît nîn e. Qebareya qefesa sîngê ji ber girjbûn û xavbûna navpençikê û masûlkeyên navbera parsûyan, diguhere. Guherîna qebareya qefesa singê, ango kêmbûn û zêdebûna qebareya wê, derfet dide bo girtin û dayina henaseyê.
Hestiyê sîngê
Di laşê mirovên pêgehiştî de hestiyê sîngê hestiyek dirêj û pan e, li ser dîwarê pêşîya qefesa sîngê de di navbera parsûyan de cih digire. Li gel parsûyan, dil û pişikan diparêze. Hestiyê sîngê ji sê hestiyên bi hev re zeliqî pêk tê û dişibe xencerek. Hestiyê beşa jorîn hestiyê herî fire ye, dişibe destika xencerê û wekî manubriyum (manubrium) tê navkirin. Hestiyên pirika mil yên pelelpeykerê bi manubriyumê ve girêdayî ne. Herwisa kirkirkên cota parsûyên yekem jî bi manubriyumê ve girêdan ava dikin. Hestiyê ko dişibe devê xencerê, hestiyê duyem a hestiyê sîngê ye. Ev hestî hestiyê herî dirêj ê hestiyê singê ye û wekî ten (bi îngilîzî: body) tê navkirin. Ten bi beşa jêrê manubriyumê ve girêdayî ye. Ji xeynî parsûyên serbest (parsûyên 11. û 12.) parsûyên duhem heta dehem bi beşa ten a hestiyê sîngê ve bi navbeynkariya kirkirkên parsûyan giradayî ne. Hestiyê seyêm a hestiyê sîngê dişibe serê xencerê. Ev hestî wekî niçika zîfoîd ( xiphoid) tê navkirin.. Niçika zîfoîd heta dawiya temenê 40 saliyê, wekî kirkirk e, paşê hestîbûna wî rû dide. Niçika zîfoîd li kotahiya hestiyê singê de cih digire, li aliyêkî ve bi hestiyê tenê ve girêdayî ye, serê vî yê din bi masûlkeyên navpençikê ve girêdayî ye.
Parsû
Parsû hestiyên dirêj, kevaneyî û pan in. Parsû li aliyê paşîya qefesa sîngê, ji herdu aliyên birrbirreyên sîngê ber bi pêşiyê, heta hestiyê sîngê dirêj dibin. Ango dîwarê qefesa sîngê bi eslê xwe bi beşdariya hestiyên parsû pêk tê. Parsû kelêna singê (singekelên) ava dike. Kêlena singê jî pişik, dil, borrrihewa, soriçik û piraniya kezebê diparêze. Hemû mirov, mêr û jin xwediyê 12 cot parsûyan e. Hemû cotên parsûyan li aliyê piştê, rasterast bi birrbirreyên sîngê ve girêdayî ne.
Parsû li gor birrbireyên sîngê tên navkirin. Ango parsû bi kîjan birrbirreyê ve girêdayî be navê vî hestiyê digire. Serê parsûyan li aliyê paşiyê sîngê de bi birrbirreyên singê yên T1- T12 yan ve girêdayî ne. Ango cota parsûya yekem bi birrbirreya sîngê ya yekem (T1) ve, cota duyem bi birrbirreya duyem (T2) ve,....cota parsûya 12mîn jî bi bi birbirreya 12mîn (T12) ve girêdayî ye. Piraniya parsûyan li aliyê pêşiya sîngê de bi navbeynkariya kirkirkên parsû, bi hestiyê sîngê ve girêdayî ne.
7 cot parsûyên mirov, wekî parsûyên rasteqîn, 5 cotên parsûyan jî wekî zirparsû tên navkirin. Her yek ji parsûyên rasteqîn bi navbeynkariya kirkirkên parsûyê, rasterst bi hestiyê sîngê ve girêdayî ne.
Sê cotên zirparsû (parsûyên 8.,9.,û 10.) pêşî bi kirkirkê parsûya 7em ve girêdan ava dikin, paşê bi navbeynkariya kirkirka parsûya 7emîn hersê parsû bi hestiyê sîngê ve tên girêdan, ango sê coten zirparsû yek bi yek, rasterast bi hestiyê sîngê ve girê nabin.
Du cotên zirparsû bi hestiyê sîngê ve girêdayî nîn in, loma wekî parsûyên serbest tên navkirin.
* Ev xebat li ser wîkîpediyaya kurdî jî hat zêdekirn.