Celadet Alî Bedîrxan

Me zanî ko xweseriya me, di zimanê me de ye û em bi tenê bi hînbûna xwendin û nivîsandina zimanê xwe û parastina wî, di civata miletan de, wek miletekî xweser dikarin bijîn û payedar bin.
Celadet Alî Bedîrxan (1893-1951)
Showing posts with label tîroj. Show all posts
Showing posts with label tîroj. Show all posts

2024/09/08

Klorofîl

 


Here nagîvasyonêHere lêgerînê

Lemon balm leaves
Rengê kesk ê riwek û kevzan ji ber hebûna pîgmenta klorofîlê ye.
A microscope image of plant cells, with chloroplasts visible as small green balls
Di bin mîkroskobê de, di nav xaneyên riwekê de kloroplast xuya dibin. Klorofîl di nav kloroplastan de ye.
A leaf absorbing blue and red light, but reflecting green light
Tîrojên ronahiya kesk ji ser rûyê pelê dipeke. Bi pekîna fotonan tîrojên kesk areste diguherîne ev rewş wekî şewqdan tê navkirin. Ji ber ko klorofîla nav pelê riwekê ji bilî tîrojên kesk hema hemû tîrojên ronahiyê dimijîne û tîrojên ronahiya kesk jî dipeke û tê çavê me, em pelê bi rengê kesk dibînin.

Klorofîl (bi înglîzî: chlorophyll) di xaneyên riwek, kevz û hin bakteriyan de pîgmentên bi rengê kesk in ko tîrojên ronahiyê dimijînin bo dabînkirina enerjî ji bo karlêkên fotosentezê.

Peyva klorofîl ji du peyvên grekî, “khlōros“ û ”phyllon” peyda bûye. Di grekî de ji bo keskê zerokî, peyva khlōros“, ji bo pelê riwekan jî ”phyllon” tê bikaranîn."[1]Riwek û kevz rengên xwe yên kesk ji klorofîlan werdigirin.

Taybetmendiya pîgmentan

Gava ronahî rastê madeyek tê, dibe ko tîrojên ronahiyê di nav wê madeyde derbas bibin an jî fotonên tîrojê ji rûyê madeyê bipekin û şewq bidin. Hin caran jî hin tîroj ji aliyê madeyê ve tên mijandin. Pîgment molekulên taybet in ko ronahiya bînraw dimijînin û bi rengek taybet xuya dibin. Her corek pîgmentê ronahiyên bi dirêjiya pêlê diyarkirî dimijîne. Gava ronahiya spî (ji tîrojên ronahiyên bi rengê sor, poteqalî, zer, kesk, nîlî, şîn û binefşî pêk tê) were ser pîgmentek, pîgment hinek tîrojan dimijîne lê hinekî tîroj jî ji pîgmentê şewq didin. Tîrojên kîjan ronahiyê neyê mijandin, em pîgmentê bi wê rengê dibînin. Ji ber ko pîgmenta klorofîlê ya pelên daran tîrojên ronahiya kesk namijînin, tîrojên kesk di klorofîlê de derbas dibin an jî ji klorofîlê şewq didin û tên çavên me, em pelên darê bi rengê kesk dibînin.[2]

Pêkhateya klorofîlê

Klorofîl di riwek, kevz û siyanobakteriyan de pîgmenta bingehîn e ji bo mijîna tîrojên ronahiya bînraw. Klorofîl di parzûna tîlakoîdê ya kloroplastên riwek û kevzan de cih digire. Di bakteriyên fotosentezî de klorofîl li ser rûyê navî yê parzûna xaneyê de cih digirin. Klorofîl herî zêde ronahiya sor, binevşî û şîn dimijînin.[3]

Pîgmenta klorofîlê ji xeleka porfîrîn (bi înglîzî: porphyrin) û zincîrek fîtol (bi înglîzî: phytol) pêk tê.[4] Di navenda xelaka porfîrînê de atoma magnezyumê cih digire. Porfîrîn bi yekbûna xelekên piçûktir ên ji atomên karbon û nîtrojenê pêkhati peyda dibe. Mijîna ronahiyê di beşa porfîrînê de rû dide.

Di nav kloroplastê de klorofîl bi proteînên binyadî yên parzûna tîlakoîdê ve girêdayî ne.[5] Zîncîra fîtol a klorofîlê zincîrek hîdrokarbonî ya dijav e. Karê serekî yê zincîrê, bi proteînên dijav ên li ser rûyê parzûna tîlakoîd a kloroplastê ve girêdana pîgmentê ye.[4]

Xeleka porfîrîn a klorofîlê gellek dişibe beşa hemê ya pîgmenta sor a hemoglobîna xirokên sor. Lê navenda xeleka hemoglobînê de li dewsa atoma magnezyumê, ataoma hesin cih digire.[5]

Di xaneyên riwek û kevzan de klorofîla a û klorofîla b herî zêde ye.[3] Klorofîla a herî zêde ronahiyên bi dirêjiya pêlê ya 420 nanometre û yên 670 nanometre dimijîne. Di şebenga ronahiya bînraw de beşa navbera 420 heta 670 nanometre ji aliyê klorofîla a ve baş nayê mijandin.[6]

Klorofîla b, di warê pêkhateyê de dişibe klorofîla a-yê, lê ji ber cudahiyek piçûk, şebenga mijînê ya klorofîla b-yê jî ji ya klorofîla a-yê cuda ye. Klorofîla b herî zêde ronahiyên şîn û porteqalî dimijîne. klorofîla b rasterast tevlê karlêkên fotosentezê nabe, enerjiya ko ji mijîna fotonan hatiye bidestxistin, digihîne klorofîla a-yê.[2]

Molekulên klorofîlê di parzûna tîlakoîdê de wekî fotosîstem hatine ba hev. Her fotosîstemek guşiyek ji çend hezaran pîgment lixwe digire. Koma pîgmentan, wekî antenek wergira ronahiyê kar dike û piranîya wê ji klorofîlê pêk tê.[7]

Gava foton li ser molekula pîgmentê dixe, enerjiya ji fotonê ji molekulek ber bi molekula din ve tê şandin heta ko bigihîje navenda fotosîstemê, navenda fotosîstemê ji molekulên klorofîla a-yê pêk tê. Molekulên klorofîla a li cem molekulên wergira elektronê ya yekemîn (bi înglîzî:primary electron acceptor) cih digirin. Wergira elektronê ya yekemîn elektrona klorofîla a ya ko ji aliyê enerjiya ronahiyê ve hatiye hankrin diqefêlîne. Molekulên di nav parzûna tîlakoîdê, ev enerjiya ronahiyê ji bo çêkirina ATP û NAPH-yê bi kar tînin.[7]

Corên klorofîlên fotosenteza oksîjenî

Hemû riwek, kevz û hin bakteriyên fotosentezî di pêkhateya xwe de klorofîla a lixwe digirin û ji bo fotosentezê wekî pîgmenta serekî bi kar tînin.

Di sirûştê de du cor fotosentez rû dide; fotosenteza oksîjenî (bi înglîzî: oxygenic photosynthesis) û fotosenteza neoksîjenî (bi înglîzî: anoxygenic photosynthesis).

Di fotosenteza oksîjenî de av wekî bexşînerê elektronan kar dike, klorofîl ronahiyê dimijîne û di karlêka fotosentezê de li gel xurek, oksîjen jî tê berhemanîn. Li gel hin navikseretayiyan (prokaryot), hemû riwek û kevz fotosenteza oksîjenî pêk tînin, ango di xaneyên van zîndeweran de pîgmentên klorofîlê heye.[8] Di hinek corên bakteriyan de çavkaniya elektronan ne av lê molekulên wekî hîdrojen sulfîd (bi înglîzî: hydrogen sulfide) e. Di fotosenteza van bakteriyan de oksîjen peyda nabe, klorofîlên wan jî ji klorofîlên riwek, kevz û siyanonbakteriyan piçek cuda ye û wekî bakteriyoklorofîl (bi înglîzî: bacteriochlorophyll) tên navkirin.

Ne yek lê çend corên klorofîlan heye lê di rîwek û kevzan de klorofîla a û klorofîla b, klorofîlên bingehîn in.[5] Klorofîla c û klorofîla d bi gelemperî li gel klorofîla a-yê di pêkhateya hin kevzên avî de cih digirin.[9]

Klorofîla A

Klorofîla herî berbelav e. Hemû riwek, kevz û hin bakteriyên fotosentezî di pêkhateya xwe de klorofîla a lixwe digirin û ji bo fotosentezê wekî pîgmenta serekî bi kar tînin. Klorofîla a herî zêde, ronahiyên bi rengê binefşî, şîn porteqalî û sor dimijîne.

Klorofîla B

klorofîla b pîgmenta alîkar e û rasterast tevlê karlêkên fotosentezê nabe. Ji ber cudahiyek di koma fermanî (bi înglîzî: functional group) de taybetmendiyên wê ji klorofîla a cudatir in. Klorofîla a di xeleka porfîrînê de koma metîl (—CH3) lixwe digire, di klorofîla b de li dewsa metîl, koma karbonîl (—CHO) cih digire.[10]

Klorofîla b herî zêde ronahiyên porteqalî û sor dimijîne.

Klorofîla C

Di pêkhateya kevzên deryayî yên wekî kevzên qehweyî û dîatoman detevî klorofîla a, klorofîla c jî heye. Li gor pêkhateya kîmyayî û rêjeya mijîna ronahiyê, sê corên klorofîla c hene; klorofîla C1,C2 û C3.

Klorofîla D

Di pêkhateya kevzên sor û siyanobakteriyan de cih digire. Di kûrahiya deryayê de ji bo van zîndeweran ronahiya sor dimijîne ko di karlêkên fotosentezê de were bikaranîn.

Klorofîla E

Klorofîla e klorofîlek kêmpeyda (nadîr) ye û di pêkhateya hin kevzên avê yên bi rengê zêrîn (bi înglîzî: golden algae) de tên dîtin.

Klorofîla F

Ev pîgment dikare tîrojên jêrsor (bi înglîzî: infrared) bimijîne. Tîrojên jêrsor ên bi dirêjiya pêlê ya 800 nanometre ji aliyê klorofîla f-yê ve tên mijandin û ji bo fotosentezê tên bikaranîn.[11]

Klorofîll f cara pêşîn di siyanobekteriya bi navê Halomicronema hongdechloris de hat keşfkirin. Cih û erkên wê ya di fotosîstemê de hê ne diyar e.[12]

Dîrok

Di sala 1817yê de kîmyevanên frensî Pierre-Joseph Pelletier (1788–1842) û Joseph-Bienaimé Caventou (1795–1877) cara pêşîn klorofîlê ji xaneyê îzole kirin.

Di sala 1865ê de riweknasê alman Julius von Sachs (1832–1897) bi xebatên xwe destnîşan kir ko di xaneyên pelê riwekan de fotosentez bi berpirsariya klorofîlê rû dide.

Di despêka salên 1900î kîmyevanê ûris Mikhail Tsvett (1872–1920) teknîka ko wekî kromotografî (bi înglîzî: chromatography) tê navkirin keşf kir. Bi metoda kromatografî, klorofîlên cuda ji hev cihê kir.

Pêkhateya tevahî ya klorofîla a di sala 1929î de ji aliyê kîmyavanê almanî Hans Fischer (1881–1945) ve hat diyarkirin.

Molekula klorofîlê bi aweya destkarî, cara ewil di sala 1960î de ji aliyê kîmyavanê amerîkî Robert Burns Woodward (1917–1979) ve hat çêkirin.[13]

Girêdanên derve

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
  1. ^ Chlorophyll." Vocabulary.com Dictionary, Vocabulary.com, [1]. Accessed 06 Sep. 2024.
  2. Jump up to:a b Reece, Jane B. Campbell Biology : Jane B. Reece ... [et Al.]. 9th ed., Boston, Ma, Benjamin Cummings, 2011.
  3. Jump up to:a b Lawrence, E. (2005). Hendersons dictionary of biology. Harlow: Pearson/Prentice Hall. ISBN 978-0-13-127384-9
  4. Jump up to:a b Brooker, R., Widmaier, E., Graham, L., & Stiling, P. (2017). Biology (4th ed.).
  5. Jump up to:a b c Solomon, E., Martin, C., Martin, D., & Berg, L. (2015).Biology. Stamford: Cengage Learning.
  6. ^ Tymoczko, J.L., Berg, J.M. and Lubert Stryer (2015) Biochemistry, a short course. New York: W.H. Freeman & Company, A Macmillan Education Imprint.
  7. Jump up to:a b Simon, E. J., Dickey, J.L., Reece, J. B., & Burton, R. A. (2018).Campbell Essential Biology with Physiology (6th ed.). Newyork, United States: Pearson.
  8. ^ Cullen, K. E. (2009).Encyclopedia of Life Science. Newyork: Facts On File, Inc
  9. ^ Britannica, The Editors of Encyclopaedia. "chlorophyll". Encyclopedia Britannica, 20 May. 2024, [2]. Accessed 6 September 2024.
  10. ^ Sun D, Wu S, Li X, Ge B, Zhou C, Yan X, Ruan R, Cheng P. The Structure, Functions and Potential Medicinal Effects of Chlorophylls Derived from Microalgae. Mar Drugs. 2024 Jan 27;22(2):65. doi: 10.3390/md22020065. PMID: 38393036; PMCID: PMC10890356.
  11. ^ Martijn Tros, Vincenzo Mascoli, Gaozhong Shen, Ming-Yang Ho, Luca Bersanini, Christopher J. Gisriel, Donald A. Bryant, Roberta Croce, Breaking the Red Limit: Efficient Trapping of Long-Wavelength Excitations in Chlorophyll-f-Containing Photosystem I,Chem,Volume 7, Issue 1,2021,ISSN 2451-9294,[3]
  12. ^ Kato, K., Shinoda, T., Nagao, R. et al. Structural basis for the adaptation and function of chlorophyll f in photosystem I. Nat Commun 11, 238 (2020). [4]
  13. ^ "Chlorophyll ." Chemical Compounds. . Retrieved August 15, 2024 from Encyclopedia.com: [5]

2024/08/29

Şebenga ronahiya bînraw



Here nagîvasyonêHere lêgerînê
Gava ronahiya rojê di nav prîzmaya sêgoşeyî de derbas dibe, rengên ko bi hev re ronahiya rojê pêk tînin, ji hev cihê dibin û şebenga bînraw peyda dikin

Şebenga ronahiya bînraw (bi înglîzî: visible light spectrum)beşek ji şebenga karomiqnatîsî ye ko dirêjiya pêlên tîrojên wê ji 380 heta 700 nanometre pêk tên û ji aliyê çavên mirov ve tên dîtin.[1]

Ronahiya bînraw, an jî bi kurtasî ronahî yek ji gelek corên tîrojên karomiqnatîsî ye ko ji roj û stêrkên din tên berdan.[2]

Dirêjiya pêla tîrojê û enerjiya tîrojê

 

Di tîrojek de durahiya di navbera lûtkeyên du pêlên li du hev, wekî dirêjiya pêlê tê navkirin.[3] Bi tîrojdana rojê tîrojên bi dirêjiya pêlên cuda peyda dibin. Ango ronahiya bînraw jî tê de, dirêjiya pêlê di hemû tîrojdanên karomiqnatisî de taybet in. Ji ber ko dirêjiya pêlê bo tîrojan cuda ye, enerjiya wan jî ji hev cudatir e.

Foton pirtik an jî pakêtên piçûk ên enerjiyê ne ko ronahiyê pêk tînin.[4] Ango foton yekeya ronahiyê ye.Tevî ko tîrojên ronahiyê bi şêweyê pêl rêwîtî dikin, lê di heman demê de ronahî bi şêweyê foton an jî pakêtên enerjiya karomiqnatîsî hatiye organîzekirin. Fotonên bi heman dirêjiya pêlê, xwediyê bi heman rêjeya enerjiyê ne.[5]

Têkiliya enerjiya fotonê û dirêjiya pêlê tîrojên ronahiyê berevajiyê hev in. Tîrojên ko dirêjiya pêlên wan zêde ne, kêmtir enerjî lixwe digirin. Ango herko dirêjiya pêla tîrojê kin dibe, enerjiya wê tîrojê jî zêdetir e.

Di şebenga bînraw de tîrojên ronahiya mor bi dirêjiya pêlê ya herî kurt, tîrojên ronahiya sor jî bi dirêjiya pêlê ya herî dirêj cih digirin.[4]

Rengên ronahiya bînraw

Tevîku ronahiya rojê bi rengê spî (an jî bêreng) xuya bibe jî di eslê xwe de ev ronahî gelek rengên cuda lixwe digire. Gava ronahiya spî di nav prîzmaya sêgoşeyî de derbas dibe, rengên ko bi hev re ronahiya spî pêk tînin, ji hev cihê dibin û şebenga bînraw peyda dikin.[6]Şebenga bînrav ji rengên sor, porteqalî, zer, kesk, nîlî, şîn, û binefşî pêk tê.[7]

Pîgment awêteyên (bi înglîzî:compound) endamî ne ko dikarin ronahiyên bi dirêjiya pêlê ya taybet bimijînin. Pîgment di navbera ronahiya rojê û karlêkên fotosentezê de wekî mîna pirekî navbeynkarî dikin. Ji ber dirêjiya pêlê wan, pîgment hin tîrojan namijînin, tîroj ji rûyê pîgmentê bi şewqwedanê dipekin. Ronahiya ko ji pigmentan şewq dide, rengê pîgmentê diyar dike.[5] Mînak, ji ber ko xwîna mîrov ji bilî tîrojên sor hema hemû tîrojên ronahiyê dimijîne û tîrojên ronahiya sor jî dipeke û tê çavê me, em xwînê bi rengê sor dibînin.

RengDirêjiya pêlê (nm)Frekans (THz)
Binefşî380-450670-790
Şîn450-485620-670
Nîlî485–500600–620
Kesk500-565530-600
Zer565-590510-530
Porteqalî590-625480-510
Sor625-750400-480

Çavê mirov ji bilî rengên şebenga bînraw, hin rengên din jî dibîne. Wekî mînak rengê pembeyî ne rengek şebenga ronahiya bînraw e. Bi têkilbûna du an jî zêdetir rengên cuda, rengek nû peyda dibe. Rengê pembeyî bi têkilbûna rengên sor û spî peyda dibe.

Çavkanî

  1. ^ National Aeronautics and Space Administration, Science Mission Directorate. (2010). Visible Light. Retrieved [28.08.2024], from NASA Science website: [1]
  2. ^ Rye, C., Wise, R., Jurukovski, V., Desaix, J., Choi, J., & Avissar, Y. (2017).Biology. Houston, Texas : OpenStax College, Rice University,
  3. ^ Reece, Jane B. Campbell Biology : Jane B. Reece ... [et Al.]. 9th ed., Boston, Ma, Benjamin Cummings, 2011.
  4. Jump up to:a b Solomon, E., Martin, C., Martin, D., & Berg, L. (2015).Biology. Stamford: Cengage Learning.
  5. Jump up to:a b Starr, C. (2007). Biology:concepts and applications (7th ed.). Boston, MA: Cengage Learning.
  6. ^ Postlethwait, J. H., & Hopson, J. L. (2006). Modern Biology. NY, United states: Holt Rinehart & Winston.
  7. ^ Nassau, Kurt. "colour". Encyclopedia Britannica, 29 Jul. 2024, [2]. Accessed 29 August 2024.