Şebenga ronahiya bînraw (bi înglîzî: visible light spectrum)beşek ji şebenga karomiqnatîsî ye ko dirêjiya pêlên tîrojên wê ji 380 heta 700 nanometre pêk tên û ji aliyê çavên mirov ve tên dîtin.[1]
Ronahiya bînraw, an jî bi kurtasî ronahî yek ji gelek corên tîrojên karomiqnatîsî ye ko ji roj û stêrkên din tên berdan.[2]
Di tîrojek de durahiya di navbera lûtkeyên du pêlên li du hev, wekî dirêjiya pêlê tê navkirin.[3] Bi tîrojdana rojê tîrojên bi dirêjiya pêlên cuda peyda dibin. Ango ronahiya bînraw jî tê de, dirêjiya pêlê di hemû tîrojdanên karomiqnatisî de taybet in. Ji ber ko dirêjiya pêlê bo tîrojan cuda ye, enerjiya wan jî ji hev cudatir e.
Foton pirtik an jî pakêtên piçûk ên enerjiyê ne ko ronahiyê pêk tînin.[4] Ango foton yekeya ronahiyê ye.Tevî ko tîrojên ronahiyê bi şêweyê pêl rêwîtî dikin, lê di heman demê de ronahî bi şêweyê foton an jî pakêtên enerjiya karomiqnatîsî hatiye organîzekirin. Fotonên bi heman dirêjiya pêlê, xwediyê bi heman rêjeya enerjiyê ne.[5]
Têkiliya enerjiya fotonê û dirêjiya pêlê tîrojên ronahiyê berevajiyê hev in. Tîrojên ko dirêjiya pêlên wan zêde ne, kêmtir enerjî lixwe digirin. Ango herko dirêjiya pêla tîrojê kin dibe, enerjiya wê tîrojê jî zêdetir e.
Di şebenga bînraw de tîrojên ronahiya mor bi dirêjiya pêlê ya herî kurt, tîrojên ronahiya sor jî bi dirêjiya pêlê ya herî dirêj cih digirin.[4]
Tevîku ronahiya rojê bi rengê spî (an jî bêreng) xuya bibe jî di eslê xwe de ev ronahî gelek rengên cuda lixwe digire. Gava ronahiya spî di nav prîzmaya sêgoşeyî de derbas dibe, rengên ko bi hev re ronahiya spî pêk tînin, ji hev cihê dibin û şebenga bînraw peyda dikin.[6]Şebenga bînrav ji rengên sor, porteqalî, zer, kesk, nîlî, şîn, û binefşî pêk tê.[7]
Pîgment awêteyên (bi înglîzî:compound) endamî ne ko dikarin ronahiyên bi dirêjiya pêlê ya taybet bimijînin. Pîgment di navbera ronahiya rojê û karlêkên fotosentezê de wekî mîna pirekî navbeynkarî dikin. Ji ber dirêjiya pêlê wan, pîgment hin tîrojan namijînin, tîroj ji rûyê pîgmentê bi şewqwedanê dipekin. Ronahiya ko ji pigmentan şewq dide, rengê pîgmentê diyar dike.[5] Mînak, ji ber ko xwîna mîrov ji bilî tîrojên sor hema hemû tîrojên ronahiyê dimijîne û tîrojên ronahiya sor jî dipeke û tê çavê me, em xwînê bi rengê sor dibînin.
Reng | Dirêjiya pêlê (nm) | Frekans (THz) |
---|---|---|
Binefşî | 380-450 | 670-790 |
Şîn | 450-485 | 620-670 |
Nîlî | 485–500 | 600–620 |
Kesk | 500-565 | 530-600 |
Zer | 565-590 | 510-530 |
Porteqalî | 590-625 | 480-510 |
Sor | 625-750 | 400-480 |
Çavê mirov ji bilî rengên şebenga bînraw, hin rengên din jî dibîne. Wekî mînak rengê pembeyî ne rengek şebenga ronahiya bînraw e. Bi têkilbûna du an jî zêdetir rengên cuda, rengek nû peyda dibe. Rengê pembeyî bi têkilbûna rengên sor û spî peyda dibe.
- ^ National Aeronautics and Space Administration, Science Mission Directorate. (2010). Visible Light. Retrieved [28.08.2024], from NASA Science website: [1]
- ^ Rye, C., Wise, R., Jurukovski, V., Desaix, J., Choi, J., & Avissar, Y. (2017).Biology. Houston, Texas : OpenStax College, Rice University,
- ^ Reece, Jane B. Campbell Biology : Jane B. Reece ... [et Al.]. 9th ed., Boston, Ma, Benjamin Cummings, 2011.
- ^ ab Solomon, E., Martin, C., Martin, D., & Berg, L. (2015).Biology. Stamford: Cengage Learning.
- ^ ab Starr, C. (2007). Biology:concepts and applications (7th ed.). Boston, MA: Cengage Learning.
- ^ Postlethwait, J. H., & Hopson, J. L. (2006). Modern Biology. NY, United states: Holt Rinehart & Winston.
- ^ Nassau, Kurt. "colour". Encyclopedia Britannica, 29 Jul. 2024, [2]. Accessed 29 August 2024.