Çerxa şîbûnê (bi înglîzî: lytic cycle) yek ji du corên çerxa duhendebûna vîrusan e ko li dawiya çerxê de xaneya xanexwê hildiweşe û dimire.
Ji ber ko di qonaxa dawî ya çerxê de xaneya xanexwê bi şîbûnê parçe dibe (dihele) û vîrus (vîrîon) bi carek ve belavê hawirdorê dibin, ev çerx wekî çerxa şîbûnê tê navkirin.[1] Çerxa şîbûne bi gelemperî ji bo pirbûna bakteriyofajan (vîrusên tenê tûşî bakteriyan dibin) tê bikaranîn, lê hin vîrusên din jî bi çerxa şîbûnê duhende dibin. Wekî mînak vîrusa îflîca mindalan (bi înglîzî:poliovirus)[2]
Qonaxên çerxa duhendebûna vîrusan
Di piraniya vîrusan de çerxa duhendebûnê ji pênc gavên serekî pêk tê.[3]
1.Pêvegirêbûn (attachment):
]Di vîrusan de glîkoproteînên bergê an jî proteînên taybet ên poşerê wekî proteînên girêdanê kar dikin. Proteînên girêdanê bi awayekî kîmyayî, wergirên taybet ên li ser parzûna xaneya xanexwêyê nas dikin, û vîrûsê bi xaneyê ve girê didin. Ango heke proteînên girêdanê yên vîrusê, li ser parzûna xaneyek de restê wergirên guncav werin, vîrus bi navbeynkariya proteînên girêdanê, xwe bi wergirên xaneyê ve girê dide. Proteînên girêdanê yên vîrusê taybet e ji bo wergirên xaneya xanexwê, loma vîrus tenê hin corên xaneyan wekî xaneya xanexwê bi kar tînin.
2.Têketin (penetration):
Genoma vîrusê (ADN an jî ARN) ji parzûna xaneyê derbasî nav sîtoplazmaya xaneya xanexwêyê dibe.
3. Duhendebûn û sentez (replication and synthesis):
ADN an jî ARN-ya vîrusê, ji bo çêkirina asîdên nukleyî û proteînên vîrusê, kiryarên libergirtin û wergeranê ya xaneya xanexwêyê digirin bin kontrola xwe.
4. Xwerêxistin (assembly):
Hemû parçeyên nûçêbûyî (asîda nûkleyî, enzîm, poşer hwd) bi hev re tên yekkirin û vîrusek nû peyda dibe.
5. Derpirandin (release):
Xaneya xanexwê hildiweşe, vîrusên nû duhendebûne, ji xaneyê tên berdan, di vê qonaxa li derveyê xaneyê de, vîrus wekî vîrîon tê navkirin.[3]
Çerxa şîbûnê di bakteriyofajan de
Vîrusên ko tenê dikarin tûşê bakteriyan bibin û di nav xaneya bakteriyê de duhende bibin, wekî bakteriyofaj (bi înglîzî:bacteriophage) an jî bi kurtî wekî faj (phage) tên navkirin.[4]
Piştî tûşbûnê, bakteriyofaj di nav xaneya xanexwê de tê duhendekirin, bi zêdebûna hejmara fajên nû, şîbûneya xaneya xanexwê rû dide, xane hildiweşe û vîrus belavê havirdorê dibin.[5]
Ango di çerxa şîbûnêyê de bakterî dimire. Bakteriyofajên ko tenê bi çerxa şîbûneyê duhende dibin (zêde dibin), wekî fajên tundrew (bi înglîzî: virulent phage) tên navkirin.
Pêkhateya bakteriyofajê
Di nav bakteriyofajan de herî zêde li ser bakteriyofaja T4ê de xebatên zanistî hatiye kirin. Loma li vir bakteriyofaja T4 wekî mînak tê nîşankirin. Faj T4 tûşê bakteriya ya Escherichia coli dibe. Faj T4 taybetmendiyên vîrusên lûlpêçî (bi inglîzî: helical) û firerûyî (bi înglîzî: polyhedral) lixwe digirin, loma ji van vîrusan re tê gotin vîrusên aloz. Serê van vîrusên aloz dişibe vîrusên bîstrûyî (bi înglîzî: icosahedral), kilikên wan jî dişibe vîrusên rîşalî.[6]
Faj T4 ji sê beşên serekî; ji serî, stû û kilikê pêk tê. Di baktriyofaja T4ê de genoma vîrusê, ango ADN di nav serê firerûyî de cih digire. Kilik bi kalanê kilikê ve pêçayî ye. Kalanê kilikî girjok e û bi şeweyî lûlpêçî ye. Li kotahiya kilikê de binik cih digire. Rîşalên kilîkê bi binikê ve girêdayî ne. Di faj T4ê de şeş heb rîşalên kilîkê hene û ji bo naskirina xaneya xanexwê wekî wergir kar dikin.Y[7]
Pêvajoya çerxa şîbûnê
Çerxa şîbûnê ya duhendebûna bakteriyofajê bi nasîna xaneya xanexwê dest pê dike. Bakteriyofaj bi rîşalên kilikê, bakteriyê (xaneya xanexwê) nas dike û xwe bi wergirên ser rûyê xaneyê ve girê dide. Piştê pêvegirêbûnê, têketina genomê dest pê dike.Kilika fajê di nav dîwar û parzûna bakteriyê de derbas dibe, hin enzîm û ADN-ya fajê, bi girjbûnên kalanê kilikê, ber bi sîtoplazmaya bakteriyê tên paldan.[8] Ango kilik wekî cogek kar dike, ADN-ya di beşa serîyê vîrusê de ye, diguhazîne nav xaneya xanexwêyê.[9]Rîşalên kilikê, kilik û poşerê fajê nakeve nav bakteriyê.
Li gel ADN-yê, vîrus enzîma endonukleaz jî dişîne nav xaneyê. Ev enzîm ADN-ya bakteriyê hûr dike. ADN-ya fajê, bakteriyê dike bin kontrola xwe û qonaxa duhendebûn û sentez dest pê dike. Di vê qonaxê de genoma bakteriyofajê, xaneya bakteriyê ji bo berhemkirina beşên vîrusên nû (kapsomer, ADN, kalan, rîşalên kilikê,enzîmên fajê) bi kar tîne.[8]
Di qonaxa xwerêxistinê de, beşen vîrûsê bi hev re tên girêdan û vîrusên nû peyda dibin. Di qonaxa derpirandinê de, enzîmên şîbûnê (bi înglîzî: lytic enzymes) yên ji aliyê fajê ve hatibûn çêkirin, parzûna xaneya bakteriyê hildiweşînin. Bi hilweşîna parzûn û dîwarê xaneyê, vîrusên nû (vîrîon) bi nişka ve û carekê de ji xaneya bakteriyê tên derpirandin.Vîrusên hatine derpirandin, tûşê xaneyên din dibin û çerx ji nû ve dest pê dike. Çerxa duhendebûna vîrusê ji qonaxa pêvegirêdanê heta qonaxa derpirandinê di nav 20 heta 60 xulekan de rû dide.[10]
Girêdanên derve
Çavkanî
- ^ Reece, Jane B. Campbell Biology : Jane B. Reece ... [et Al.].9th ed., Boston, Ma, Benjamin Cummings, 2011.
- ^ Daley JK, Gechman LA, Skipworth J, Rall GF. Poliovirus replication and spread in primary neuron cultures. Virology. 2005 Sep 15;340(1):10-20. doi: 10.1016/j.virol.2005.05.032. PMID: 16009390.
- ^ ab Starr, C. (2007). Biology:concepts and applications (7th ed.). Boston, MA: Cengage Learning.
- ^ Kasman LM, Porter LD. Bacteriophages. [Updated 2022 Sep 26]. In: StatPearls [Internet]. Treasure Island (FL): StatPearls Publishing; 2024 Jan-. Available from: [1]
- ^ Zhang M, Zhang T, Yu M, Chen YL, Jin M. The Life Cycle Transitions of Temperate Phages: Regulating Factors and Potential Ecological Implications. Viruses. 2022 Aug 28;14(9):1904. doi: 10.3390/v14091904. PMID: 36146712; PMCID: PMC9502458.
- ^ Rye, C., Wise, R., Jurukovski, V., Desaix, J., Choi, J., & Avissar, Y. (2017).Biology. Houston, Texas : OpenStax College, Rice University,
- ^ ap ML, Rossmann MG. Structure and function of bacteriophage T4. Future Microbiol. 2014;9(12):1319-27. doi: 10.2217/fmb.14.91. PMID: 25517898; PMCID: PMC4275845.
- ^ ab Parker, N., Schneegurt, M., Tu, A. T., Forster, B. M., & Lister, P. (2016). Microbiology. Houston, Texas: Rice University.
- ^ Losos, J., Mason, K., Johnson,G., Raven, P., & Singer, S. (2016). Biology (11th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
- ^ Solomon, E., Martin, C., Martin, D., & Berg, L. (2015).Biology. Stamford: Cengage Learning.
No comments:
Post a Comment