Çerxa têkilbûnê (bi înglîzî: lysogenic cycle), corek çerxa duhendebûna vîrusan e ko genoma vîrusê têkilê ADN-ya xaneya xanexwê dibe, duhendebûna genoma vîrusê rû dide lê ji bo demek, vîrusên nû çênabe.[1]
Dema vîrusek tûşê xaneya xanexwê dibe, derbirîna genên vîrusê dibe sedema rêzegavan, ko jê re çerxa duhendebûna vîrusê tê gotin û di encamê de vîrusên nû çêdibin.[2]Çerxa duhendebûna vîrusan du cor in, çerxa şîbûnê û çerxa têkilbûnê.
Çerxa şîbûnê di pênc gavan de rû dide; pêvegirêdan, têketin, sentez, xwerêxistin û derpirandin.
Çerxa têkilbûnê bi şeş gavên serekî rû dide; pêvegirêdan, têketin, têkilbûn, sentez, xwerêxistin û derpirandin. Ango çerxa têkilbûnê û çerxa şîbûnê dişibin hev, lê di çerxa şîbûnê de piştî qonaxa têketinê, di qonaxa sentezê de genom û proteînên vîrusê tên çêkirin. Di çerxa têkilbûnê de piştî qonaxa têketinê, qonaxa têkilbûnê rû dide, paşê qonaxa sentezê dest pê dike. Di çerxa têkilbûnê de vîrusa tûşê xaneyê bûyê, dibe ko di qonaxa têkilbûnê de, di nav xaneya xanexwê de bi rojan, mehan an jî bi salan bêdeng bimîne.[3]
Duhendebûna bi çerxa têkilbûnê
Li vir gavên çerxa têkilbûnê, bi çerxa duhendebûna bakteriyofaja λ (lambda) û vîrusa HIV-ê tên nîşankirin. Herwiha di kiryara duhendebûnê de hin cudahiyên di navbera herdu vîrusan de jî tên ronîkirin. Bakteriyofaja lambda, vîrusek ADN-yî ya bêberg (bi înglîzî: non-enveloped), vîrusa HIV jî vîrusek ARN-yî û biberg (bi înglîzî: enveloped) e.[4] Di faja lambda de ADN cot şerîd e, di vîrusa HIV-ê de ARN tek şerîd e.
Gava 1. Pêvegirêdan (bi înglîzî:attachment)
Di vê qonaxê de proteînên vîrusê wergirên taybet ên li ser rûyê xaneya xanexwê nas dikin û li wir girê dibin. Di bakteriyofaja λ de rîşalên kilikê bi proteînên (wergir) li ser rûyê derveyî parzûna plazmayê ya bakteriya E.coli (Escherichia coli) ve girê dibin.
Di vîrusa HIV-ê de nûkên glîkoproteînî yên bergê vîrusê bi proteînên wergir ên li ser rûyê parzûna plazmayê ya t-alîkar (bi înglîzî: t-helper cell) ve tên girêdan.[2] Xaneyên t-alîkar corek ji xirokên spî yên xaneyên xwînê ne.
Gava 2. Têketin (bi înglîzî: entry-penetration)
Piştî girêdanê, genoma vîrusê dikeve nav xaneya xanexwê.Pêvegirêdana faj λ yê, dibe sedema hanbûna proteînên kalanê kilikê, kilik girj dibe û ADN ber bi nav sîtoplazmaya bakteriyê tê pladan.
Di vîrusa HIV-ê de piştî pêvegirêdanê, bergê vîrusê bi parzûna plazmayê ya xaneya xanexwê ve yek dibe, genom di nav poşera proteînî de dikeve nav sîtoplazmayê. Di nav sîtoplazmaya xaneya t-alîkar de, hinek ji proteînên poşerê ji aliyê enzîmên xaneya xanexwê ve tên dûrxistin.[5] Bi vî awayê du kopyayên ARN-ya vîrusê, molekulên enzîma întegraz û transkrîptaza pêçewane (bi înglîzî:reverse transcriptase) tên berdan nav sîtoplazmayê.
Gava genoma vîrusê dikeve nav sîtoplazmaya xaneyê, yek an jî zêdetir genên vîrusê tên derbîrandin. Derbîrîna van genan, diyar dike ka vîrus derbasî qonaxa sêyem bibe an rasterast bikeve qonaxa çarem.[2]
Vîrusa HIV û faja λ jî tê de, genoma hin vîrusan, bi kromozoma xaneya xanexwê ve yek dibin. Di van vîrusan de çerxa duhendebûnê bi qonaxa têkilbûnê didome. Lê vîrusên ko bi çerxa şîbûnê duhende dibin, beyî ko bikevin qonaxa têkilbûnê, bi qonaxa çarem, bi qonaxa sentezê, çerxa duhendebûna şîbûnê didomînin û di demek kurt de vîrusên nû didin çêkirin.Vîrusên ko tenê bi çerxa şîbûnê duhende dibin, wekî vîrusên tundrew (bi înglîzî:virulent viruses) tên navkirin.
Vîrusên ko çerxa têkilbûnê û çerxa şîbûnê duhende dibin, wekî vîrusên miyanrew (bi înglîzî: temprate viruses) tên navkirin. Ji bo bakteriyofajan, peyva bakteriyofajên miyanrew (bi înglîzî: temperate phage) tê navkirin.[4]
Gava 3. Têkilbûn (bi înglîzî: integration)
Vîrusên ko tevlê çerxa tekilbûnê dibin, genek ji bo derbirîna enzîma întegrazê lixwe digirin. Enzîma întegraz (bi înglîzî: integrase enzyme) ADN-ya xaneya xanexwêyê jê dike û genoma vîrusê tevlê kromozomê dike.
Di faja λ de ADN-ya cot şerîdî, bi ketina nav sîtoplazmayê ve, rasterast têkilê ADN-ya bakteriyê dibe. Piştî yekbûna ADN-ya vîrusê bi ADN-ya bakteriyê ve, genoma vîrusê wekî profaj (bi înglîzî: prophage) tê navkirin.[6] Dema bakterî duhende dibe, ADN-ya profajê jî tê kopîkirin û tê guhaztin bo xaneyên nû. Gava profaj bi kromozoma bakterî ve girêdayî ye, fajên nû nayên çêkirin û xaneya xanexwê jî nayê kuştin. Loma ji vê çerxa duhendebûna vîrusan re tê gotin çerxa têkilbûnê.
Ji bo demek, profaj bêdeng dimîne. Hokarên wekî tîrojên serbinefşî (bi înglîzî: ultraviolet light ) an jî hokarên din ên ko ADN-ya bakteriyê han dikin bo duhendebûnê, dibin sedema çêbûna enzîma recA proteaz (recA protease). Ev enzîm şaşiyên an jî guherînên zincîra ADN-ya bakteriyê sererast dikin. Ji ber ko profaj beşa resen a ADN-ya bakteriyê nîn e, ji aliyê recA protaz ve ji zincîra ADN-yê tê qetandin. Bi cihêbûna profajê, êdî genoma vîrusê wekî mîna genoma vîrusa tundrew, çerxa şîbûnê dide destpêkirinê.[7]
Gelo vîrusên ARN-yî genoma xwe çawa têkilê ADN-ya xaneya xanexwê dikin?.
Ji bo rûdana têkilbûnê, divê genoma vîrusê were kopîkirin bo ADN-yê. Vîrusa HIV-ê vê karê bi navbeynkariya enzîma transkrîptaza pêçewane ko di nav poşerê proteînî de xistibû nav sîtoplazmayê pêk tîne.[8] Bi libergirtina pêçewane (bi înglîzî: reverse transcription), şerîda ARN-ya vîrusê wekî kalib tê bikaranîn, şerîdek temamkerên wê tê çêkirin. Şerîda nû ya temamker û ARN-ya qalip ji bo çêkirina ADN-ya vîrusê wekî zincîrên qalib kar dikin. Bi vî awayê ADN-ya cot şerîdî ya vîrusê tê bidestxistin. Ji ber ko ev kiryar berevajiyê libergirtina asayî ye, ev karlêka enzîma transkrîptaza pêçewanê wekî libergirtina pêçewane tê navkirin.
ADN-ya cotşerîdî ya vîrusê tê guhaztin bo navika xaneya xanexwê û bi navbeynkariya enzîma întegraz, têkilê kromozoma wê dibe. Bi têkilbûnê, êdî ADN-ya vîrusê wekî provîrus tê navkirin. Vîrusên ko bi vê awayê duhende dibin jî wekî retrovîrus tên navkirin.[6]
Gava 4. Sentez (bi înglîzî: synthesis)
Di vê qonaxê de ji aliyê xaneya xanexwê ve duhendebûna genoma vîrusê û çêkirina proteînên vîrusê rû didin. Ji bo senteza beşên vîrusê, divê profaj ji ADN-ya xaneya xanexwê hatibe dûrxistin. Piştî cihêbûna ADN-ya vîrusê, enzîmên xaneya xanexwê gelek kopyayên ADN-yê çêdikin û bi libergirtina van ADN-yan, ARN-pêyamber berhem dikin. Rîbozomên xaneya xanexwê bi wergerana ARN-peyemberan, proteînên vîrusê çêdikin. Herwiha bi derbirîna hin genên genoma vîrusê, ADN-yê, kromozoma xaneya xanexwê jî tê parçekirin.
Di vîrusa HIV-ê de provîrus, ji kromozoma xaneya xanexwê naqete, di navikê de tê libergirtin bo çêkirina gelek kopyayên ARN-ya vîrusê. Ev molekulên ARN-ya vîrusê tên guhaztin bo sîtoplazmayê û li wir ji bo çêkirina proteînên vîrusê tên bikaranîn. Piraniya, ARN-yên vîrusê ji bo vîrusên nû wekî genom kar dikin.
Gava 5. Xwerêxistin (assembly)
Gava di sîtoplazmaya xaneya xanexwê de hemû beşên vîrusê hatin çêkirin, divê ev beş werin ba hev û bibin vîrîon (vîrus).
Ji bo xwerêxistina bakteriyofaja λ, proteînên vîrusê yên ko ne beşek poşerê proteînî ne, alîkarî dikin. Hinek ji van proteînan wekî enzîm kar dikin û proteînên poşerê rêk dixin. Hinek proteîn jî ji bo xwerêxistina poşerê kar dikin.
Xwerêxistina HIV-ê bi du qonaxan rû dide. Pêşî, li derdora du molekulên ARN-ya vîrusê û enzîmên întegraz û transkrîptazê, proteînên poşerê rêz dibin. Di qonaxa duyem de poşerê proteînî ya nûçebûyî, bi bergek a ji parzûna xaneyê ya xaneya xanexwê ve hatiye bidestxistin, tê dorpêçkirin. Qonaxa duyem, di gava derpirandinê de rû dide.
Gava 6. Derpirandin (bi înglîzî: release)
Ji ber ko bakterî li gel parzûna xaneyê, bi dîwerên xaneyê ve jî dorpêçî ne, ji bo derketina fajê, divê faj dîwerê xaneya bakteriyê hilweşîne û derkeve derveyî xaneyê. Fajên nûçebûyî, enzîma lîzozîm (bi înglîzî: lysozyme) berhem dikin û der didin. Lîzozîm dîwarê xaneya bakteriyê bi karlêka şîbûnê diherisînin, parzûna xaneyê diqelişe û bakterî dimire. Bakteriyofajên nû belavê hawirdorê dibin bo tûşbûna bakteriyên nû. Bi vî awayê çerxa duhendebûnê ji nû ve dest pê dike.
Derketina HIV-ê ji xaneya t-alîkar (xaneya xanexwê) bi gopikkirinê (bi înglîzî: budding) rû dide. Bi vê rêçeyê, şîbûna xaneyê rû nade, xane namire.Vîrusên nû ji parzûna xaneyê ya t-alîkar, bi şêweyê gopikan derbas dibin. Di asta derpirînê de hinek ji parzûna xaneyê, poşerê proteînê yê vîrusê dipêçîne û bergê vîrusê peyda dibe. Ango bergê vîrusê û nûkên glîkoproteînî yên vîrusa HIV-ê ji xaneya xanexwê ve peyda dibin.
Maweya bêdengiyê
Çerxa têkilbûnê bi gelemperî ji bo bakteriyofajan tê bikaranîn, lê di hin vîrusên tûşê xaneyên navikrasteqîn dibin de jî rû dide. Hin vîrusên tûşê ajal an jî riwekan dibin jî beyî ko di nav xaneyê de bi duhendebûnê pir bibin, ji bo demek dirêj di nav xaneyê de bêdeng dimînin. Ev rewşa vîrusan wekî maweya bêdengî (bi înglîzî: latency period) tê navkirin.
Mînakek ji bo vîrusên ajalan, vîrusa herpes e (bi înglîzî: herpesviruses ). Vîrusa herpes tûşê xaneyên şaneya demarê dibe û di xaneya xanexwê de beyî ko duhende bibe, hebûna xwe ji bo demek dirêj didomîne û di nav xaneyê de bêdeng dimîne. Lê hin caran, ji ber hin bandorên hawirdorê duhendebûna vîrusê dest pê dike, vîrus li derdora devê mirov an jî di endamê zayendê yê mirov de dibin sedema çêbûna peqilkên piçûk ên bi şilemenî tijî ji van peqilkan re tê gotin tamîsk an jî pelepûçk.[9]
Ne tene vîrusên ADN-yî lê di çerxa duhendebûna hin vîrusên ARN-yî de jî maweya bêdengiyê rû dide. Wekî mînak, vîrusa HIV-ê vîrusek ARN-yî ye ko di mirov de dibe sedema nexweşiya AIDS-ê.
Lê ji ber ko di xanexwêyên navikrasteqîn de vîrusên ARN-yî di sîtoplazmaya xaneyê de duhende dibin, maweya bêdengiyê li cem vîrusên ARN-yî de ne gelemper e. Vîrusa HIV-ê de enzîma întegraz û enzîma transkrîptaza pêçewane (bi înglîzî:reverse transcriptase) têkilbûna genoma vîrusê bi ADN-ya xaneya xanexwêyê ve rêk dixin.
Çerxa têkilbûnê û maweya bêdengî dişibin hev, lê çerxa têkilbûnê bi gelemperî ji bo bakteriyofajan tê bikaranîn.[10]Genên vîrusê yên bo kodkirina proteînên vîrusê, di ADN-ya xaneya xanexwê de dibe ko ji bo demek dirêj bêdeng bîmînin. Hin hokarên hawirdorê yên wekî tîrojên serbinefşî an jî tîrojên X-ê (bi înglîzî: x-rays) dibin sedema guherîna vîrusê,
Girêdanên derve
Çavkanî
- ^ Simon, E. J., Dickey, J.L., Reece, J. B., & Burton, R. A. (2018).Campbell Essential Biology with Physiology (6th ed.). Newyork, United States: Pearson.
- ^ ab c Brooker, R., Widmaier, E., Graham, L., & Stiling, P. (2017). Biology (4th ed.).
- ^ Postlethwait, J. H., & Hopson, J. L. (2006). Modern Biology. NY, United states: Holt Rinehart & Winston.
- ^ ab Reece, Jane B. Campbell Biology : Jane B. Reece ... [et Al.]. 9th ed., Boston, Ma, Benjamin Cummings, 2011.
- ^ Johnson, L. G. (1987). Biology. Dubuque, Iowa: Wm. C. Brown.
- ^ ab Solomon, E., Martin, C., Martin, D., & Berg, L. (2015).Biology. Stamford: Cengage Learning.
- ^ Wagner, Robert R. and Krug, Robert M.. "virus". Encyclopedia Britannica, 24 Oct. 2024, [1] Accessed 4 December 2024.
- ^ Parker, N., Schneegurt, M., Tu, A. T., Forster, B. M., & Lister, P. (2016). Microbiology. Houston, Texas: Rice University.
- ^ Starr, C. (2007). Biology:concepts and applications (7th ed.). Boston, MA: Cengage Learning.
- ^ Rye, C., Wise, R., Jurukovski, V., Desaix, J., Choi, J., & Avissar, Y. (2017).Biology. Houston, Texas : OpenStax College, Rice University,
No comments:
Post a Comment