Celadet Alî Bedîrxan

Me zanî ko xweseriya me, di zimanê me de ye û em bi tenê bi hînbûna xwendin û nivîsandina zimanê xwe û parastina wî, di civata miletan de, wek miletekî xweser dikarin bijîn û payedar bin.
Celadet Alî Bedîrxan (1893-1951)
Showing posts with label lêkdan. Show all posts
Showing posts with label lêkdan. Show all posts

2023/02/05

Zalbûna netemam

 



    Bi lêkdana bavanên yekreg ên ko ji bo sîfetek diyarkirî rûxsarên wan dijhev in, peydabûna weçeyên dureg ên bi rûxsarebaeta navencî ya bavan, wekî zalbûna netemam (bi înglîzî: incomplete dominance) tê navkirin.
    Li gor bomaweya Mendelî, her sîfetek bi du allelan diguhazê weçeyê. Heke herdu allel ne wek hev bin, di navbera allelên sîfetê de pêwendiya zalbûn û bezîwbûnê çêdibe. Ango heke weçê ji bo sîfetek diyarkirî dureg be, allelek li ser allela din zalbûna tam ava dike û di rûxsarebabeta weçeyên yekem (F1)de xuya dibe. Rûxsara allela bezîw jî di weçeyên yekem de veşartî dimîne. Ev rewş wekî qanuna zalbûnê (bi înglîzî: law of dominance) tê navkirin. Di riweka polkeyê de 7 sîfetên ko Mendel li ser wan taqîkarî kir, ji bo her sîfetê, ji cota allelên cuda yek zal a din jî bezîw bû.
    Di zalbûna netemam de, di weçeyên dureg de, ji herdu allelan yek li ser a din zal nîn e, loma rûxsarebabeta weçêya dureg, navinciyê rûxsarebabeta herdu bavanên yekreg e.
    Her çiqas guhaztina hin sîfetan bo weçeyê li gor qanuna zalbûnê rû bide jî, ev qanun ne ji bo hemû sîfetên ajal û riwekan e. Xebatên li ser bomaweya sîfetên gellek zîndeweran daye nîşankirin ko cota allelên cuda yên bo heman sîfetê, dibe ko li hember hev zalbûnek temam nîşan nedin.
    Sîfetên wekî pileya (perde) dengê mirov, rengê çavê mirov û xingaliya porê mirov hin mînak in ko bi zalbûna netemam ve tên birêvebirin. Herwisa di hin cor pisîkan de dirêjiya kilikê (doçik), di hin cor mirîşkan de çebûna rengê pûrtê û di hin riwekan de çêbûna rengê kulîlkê jî mînak in bo hin rûxsarebabetan ko bi zalbûna netemam tên rêkxistin..
--Zalbûna netemam di riweka berêvarê de--
    Riwekek kulîlkdar heye, wekî riweka berêvarê an jî riweka saet çar (bi înglîzî: four-o’clock plant) tê navkirin. Ev riwek kulîlkên xwe dema esrê, nêzikê evarê ve dike, kulîlk heta serê sibehê vekîrî dimînin. Bi roj kulîlkên vê riwekê girtî ne.
    Bomawezanist û riweknasê Almanî Carl Correns di sala 1905ê de di riweka berêvarê de zalbûna netemam keşf kir.
Di riweka berêvarê de guhaztina sîfeta rengê kulîlkê ne li gor bomaweya Mendelî rû dide. Di kulîlka berêvarê ya dureg de, di navbera herdu allelan de zalbûn û bezîwbûn rû nade. Rengê kulîlka weçeyê bi zalbûna netemam diyar dibe. Di riweka berêvarê de ji bo rengê kulîlkê, rûxsarebabetên hevdij ên yekreg ên herdu bavanan jî bandor li ser çêbûna rûxsarebabeta weçeyan dike. Kulîlkên Weçeyên F1ê bi rûxsarebabeta navincî peyda dibe. Ango rûxsarebabeta weçeyan ji ya bavanan cuda ye. Di zalbûna netemam de rûxsarebabetên nû peyda dibe.
    Di riweka berêvarê de kulîlka sor û kulîlka spî yekreg in. Heke riweka kulîlksor bi perîna xweyî were lêkdan, hemû weçeyên yekem(F1) bi kulîlkên sor peyda dibin. Heke riweka berêvarê ya kulîlk spî bi perîna xweyî were lêkdan, vê gavê hemû weçeyên yekem bi kulîlkên spî peyda dibin. Bi lêkdana riweka kulîlksor bi ya kulîlkspî ve weçeyên pembeyî yên dureg peyda dibin. Rengê pembeyî rûxsarebabeta navencî ye.
    Heke di navbera weçeyên yekem ên bi kulîlkpembeyî de lêkdan rû bide, vê gavê weçeyên duyem (F2) ên bi 1/4 kûlîlkên sor, 1/4 kulîlkên spî û 2/4 kûlîlkên pembeyî peyda dibin. Ango rengê spî û sor di weçeyên yekem de têkilê hev nabin. Di pêvajoya lêkdana duyem de di dema çêbûna gametan de, allelên weçeyên yekem li gor qanuna dabeşkirina serbixwe ji hev cihê dibin û belavê gametan dibin.
    Di bomaweya Mendelî de, ango di zalbûna temam de de rûxsarebabeta weçeyên duyem 3: 1 e. Lê di zalbûna netemam de rêjeya rûxsarebabeta F2(weçeyên duyem) 1:2:1 e, ango ne du cor lê sê cor rûxsarebabet peyda dibe. Di zalbûna netemam de rêjeya rûxsarebabet û ya bomawebabetê heman e.
    Di zalbûna netemam de tenê allelek ji bo diristkirina proteînan kar dike, allela din neçalak e.
Allela bo rengê sor ji bo berhemkirina pîgmenta sor, diristbûna proteînên pêwist rêk dixe. Di riweka sor de cotek allel kar dikin bo berhemkirina pîgmenta sor. Di kulîlka spî de cotek allelên neçalak heye, pîgment nayê berhemkirin loma kulîlk bi rengê spî xuya dibin.
Di weçeyên dureg de %50yê proteînan ji aliyê allela bo rengê sor ve tê diristkirin. Ji ber ko allela din neçalak e, mêjera proteîn ji bo berhemkirina pîgmenta sor têr nake, loma rûxsarebabeta weçeyên dureg bi rengê pembeyî peyda dibe.
* Ev xebat li ser wîkîpediyaya kurdî jî hat zêdekirin.



2023/01/26

Lêkdana Taqîkarî

    Di bin çavderiyê de bi awayekî kontrolkirî cotkirina du tekên dij zayend ên heman corê, wekî lêkdan (bi înglîzî: cross) tê navkirn.

    Lêkdana tekek (kesek) bi rûxsara zal û bomawebabeta nediyar, bi tekek bi rûxsara bezîw û bi bomawebabeta yekreg, wekî lêkdana teqîkarî (bi înglîzî: test cross) tê navkirin.
    Lêkdana taqîkarî cara pêşîn ji aliyê Gregor Mendel ve hat bikaranîn û di ware bomawezaniyê de wek amûrek girîng hebûna xwe heta îro domand.
    Gava sîfetek bi du allelen cuda tê temsîlkirin û allelek li ser allela din zal be, kesê ko bi rûxsarebabeta bezîw e, bomawebabeta wî yekreg (bi înglîzî: homozygous) e . Ango heke herdu allelên zîndewerê allela bezîw bin, di wê zîndewerê de rûxsarebabeta bezîw xuya dibe.
Heke di zîndewerê de rûxsarebabeta zal xuya bibe, dibe ko bomawebabeta wê tekreg an jî dureg (bi înglîzî: heterozygous) be.
    Lêkdana taqikarî rêbazek e ji bo diyarkirina bomawebabeta nediyar a rûxsara zal. Bi vê rêbazê, yekregbûn an jî duregbûna bomawebabeta nediyar a sîfetê diyar dibe.
Wekî mînak, di rîweka polkeyê de sîfeta rengê kulîlkê bi du allelan tê temsîlkirin, loma kulîlkên polkeyê dikarin bi du rûxsarebabetan xuya bibin; mor an jî spî. Herwisa allela mor zal e, allela spî bezîw e.
Heke kulîlkên polkeyê spî bin, mirov dikare pêşbîniya bomawebabeta kulîlkê bike, ji ber ko di kulîlkên polkeyê de rûxsarebabeta spî, rûxsarebabeta bezîw e, divê bomawebabeta kulîlkên spî jî (aa), ango yekreg bin. Lê heke kûlîlkên polkeyê mor bin, bomawebabeta wan nayê zanîn. Dibe ko bomawebabet (AA ) an (Aa) be, ji ber ko mor rûxsarebabeta zal e, di herdu bomawebabetê de jî kulîlk mor in.
Ji bo diyarkirina bomawebabeta kulîlkên mor divê lêkdana taqîkarî were sazkirin. Ango divê polkeya kulîlk-mor (allela zal), bi polkeya kulîlk-spî (allelên bezîw) ve were lêkdan.
Di vê lêkdanê de ji ber ko rûxsarebabeta spî bezîw e, rûxsarebabeta kulîlkên spî (aa) yekreg e, loma kulîlkên spî tenê yek cor gamet çêdikin.
Bomawebabeta kulîlkên mor ne diyar e, dibe ko yekreg an jî dureg bin. Loma divê di lêkdana taqîkarî de herdu eger jî werin hesibandin.
Egera yekem:
Dibe ko bomawebabeta nediyar yekreg be, ango (AA) be. Di vê rewşê de ji polkeya kulîlk-mor, ji bo rengê kulîlkê tenê yek cor allel (A) çêdibe.
Ji lêkdana polkeya kulîlk-mor, bi polkeya kulîlk sipî ve (AA x aa), hemû weçeyên yekem (F1) bi rûxsarebabeta mor û bi bomawebabeta (Aa) yên dureg peyda dibin.
Egera duyem:
Dibe ko bomawebabeta nediyar dureg be, ango allelên (Aa) lixwe bigire. Vê gavê lêkdana (Aa) x (aa) rû dide
Encamê lêkdanê : %50yê weçeyên yekem bi kulîlkên rûxsarebabeta spî û bomawebabeta yekreg (aa), %50yê weçeyan jî bi kulîlkên rûxsarebabeta mor û bomawebabeta dureg (Aa) in.
    Bi kurtasî, heke bomawebabeta rûxsarebabeta zal (mor) yekreg be, hemû weçeyên yekem (F1) dureg in û bi rûxsarebabeta mor in. Na, heke bomawebabeta rûxsara zal dureg be, îcar nîvê weçeyên yekem bi rûxsarebabeta bezîw û bi bomawebabeta yekreg (aa) peyda dibin. Nîvê din ê weçeyên yekem jî bi rûxsarebabeta zal û bi bomawebabeta dureg (Aa) peyda dibin.
*Ev xebat li ser wîkîpediyaya kurdî jî hat zêdekirin.







2023/01/06

Allel

 



Allel, yek ji du an jî zêdetirê genên cîgir (alternatîv) e li ser kromozomê homolog, di xalek diyarkirî (lokus) de cih digire. Herwisa hin caran ji dewsa allel, peyva allelomorf jî tê bikaranîn
Bi kurtasî, şêweyên cuda yên genek (bohêl) diyarkirî wekî allel tên navkirin.
Cudahiyên di navbera endamên zîndewerên heman corê, wekî çeşîddarî tê navkirin. Çeşîddariya bomaweyî ji ber hebûna allelen cuda peyda dibe.
Guhertoyên (varyant) genên alternatîv, ango allel, çeşîddariya şeweyê sîfetê ango çeşîddariya rûxsarê zêde dikin.
Di sîfetên dureg de rêza zincîra ADNya her allelek ji hev piçek cuda ye. Di xaneyên dîploîdî de her gen du allel lixwe digire, her allelek li ser kromozomên homolog de di xalên taybet (lokûs) ên li hemberî hev de cih digire.
Allel bi şêweyê cot kar dikin lê dibe ku zêdetirê du allelan jî bandorê li çêbûna rûxsarebabeta sîfetek diyarkirî bikin. Allela ko xwe di rûxsarebabeta zîndewerê de nîşan dide û çêbûna rûxsarebabeta allela din a heman genê asteng dike, wekî allela zal tê navkirin.
Allela ko li hember allela zal, di rûxsarebabetê de xuya nabe û veşartî dimîne, wekî allela bezîv tê navkirin. Heke herdu allelên heman genê jî bezîw bin, vê gavê allelê bezîw, xwe di rûxsarebabeta zîndewerê de nîşan dide.
Heke herdu allelên genekî wekhev bin, ango rêza ADNya wan heman bin, ji bo vê sîfetê, zîndewer wekî yekreg (bi înglîzî:homozygous) tê navkirin. Heke herdu allel ji hev cuda bin, zîndewer ji bo vê sîfetê wekî dureg (bi înglîzî: heterozygous) tê navkirin. Li gor bomaweyiya Mendelî, yek ji herdu allelan dibe allelê zal û di rûxsara zîndewerê de xwe nîşan dide. Allela din bezîw e û di rûxsara zîndewerê de xuya nabe.
Allel li ser kromozomê de bi tîpan tên nîşankirin. Wekî mînak, ji bo sîfetê rengê kulîlka polkeyê du allel hene, Allelek zanyariyên ji bo rengê mor lixwe digire, allela din zanyariyên ji bo rengê spî hildigire. Heke allel zal be bi tîpa girdek tê nîşankirin, allelê bezîw jî bi heman tîpê lê bi tîpa hûrdek tê nîşankirin. Ji ber ko di kulîlka riweka polkeyê de rengê mor li ser rengê spî zal e, allelên rengê kulîlka polkeya dureg wekî Pp tên nîşankirin (P = purple ). Li gor vê rewşê kulîlkên bi rengê mor yekreg an jî dureg in, allelên PP an jî allelên Pp lixwe digirin. Kulîlkên bi rengê spî yekreg in û allelên pp lixwe digirin
Heke zîndewer ji bo sîfetek diyarkirî yekreg be, hemû gametên (sperm an jî hêk) zîndewerê ji bo wê sîfetê yek cor allel lixwe digire. Heke zîndewer xwediyê sîfetek dureg be, vê gavê zîndewer du cor allel lixwe digire û egera gametek a bi yek ji wan allelan %50 ye.
Mendel bi taqîyên ser riweka polkeyê hin zanyariyên derbarê allelan de bi dest xist. Mendel ji encama taqiyên xwe diyar kir ko ;
1. Ji bo her sîfetek du allel heye
2. Allel di hemû nifşên nû de yekgirtiya xwe diparêzin, beyî ko têkilê hev bibin, ji bavan diguhazin bo weçeyan.
3. Di hebûna allela zal de, allela bezîw veşartî dimîne û di rûxsarebabeta zîndewerê de xuya nabe.Ji vê rewşê re tê gotin zalbûna tevav.
Piştî Mendel, zanyar zêdetir lêkolînên bomaweyî li ser riwek û ajalên din kirin û nîşankirin ko allel xwediyê hê zêdetir taybetmendiyan in.Di be ko di navbera cota allelên ser kromozomên homolog de ji bilî zalbûna tevav bi çendan rêyên din jî têkilî çêbibe.
Zanyariyên bomaweyî ya mirov ji ya polkeyên Mendel aloztir e. Hinek rûxsarebabetên mirov ji allelê zal peyda dibin. Lê pirraniya allelên mirov li gor rêbaza zalbûn û bezîwbûnê bandor li hev nakin.
Zalbûna netevav, hevzalbûn û fire allelî hin zanyariyên derbarê allelan in ko piştî Mendel hatin keşfkirin. Ev beşa bomaweyiyê, wekî bomaweyiya neMendelî tê navkirin.
Zalbûna netevav
Heke di navbera allelên dureg ên genek diyarkirî de têkiliya zalbûn û bezîwbûn rû nede, ev rewş wekî zalbûna netevav (bi înglîzî: incomplete dominance) tê navkirin. Di zalbûna netevav de rûxsarebabeta weçeyê ji rûxsarebabeta herdu bavanan cuda ye. Wekî mînak, heke riweka qerenfîlê ya bi kulîlkên sor bi qerenfîla kûlîk spî ve were lêkdan rûxsarebabeta hemû weçeyen yekem (F1) bi rengê pembeyî xuya dibe. Rûxsara pembeyî navenciya rengê sor û spî ye.
Hevzalbûn
Heke bandora herdu allelan jî li ser rûxsarebabeta weçeyê xuya bibe ev rewş wekî hevzalbûn (bi înglîzî: codominance) tê navkirin. Cudahiya hevzalbûnê ji zalbûna netevav ev e ko, rûxsarebabetên herdu bavanan jî di rûxsarebabata weçeyê de xuya dibe.
Wekî mînak ji cotbûna gayê reş bi çêleka spî ve, golika belek, ango golika bi pûrtê rengê reş û spî peyda dibe.
Fire allelî
Mendel di xebatên xwe de sîfetên xwediyê du genên cîgir bi kar anîbû. Herçiqas zîndewerek dîploîdî dikare ji bo genekê tenê du alel hilbigire jî, dibe ko di koma heman zîndeweran de ji duduyê zêdetir allel hebe.
Heke sîfetek xwediyê sê an jî zêdetir genên cîhgir be, ev rewş wekî fire allelî (bi înglîzî: multiple alleles) tê navkirin. Wekî mînak, sîfeta komeleya xwîna mirov ji aliyê sê allelan ve, allelên A,B,O ve tê kontrolkirin. Komeleya xwîna mîrovek ji van sê allelan herî zêde du cor allel lixwe digire.
* Ev xebat li ser wîkîpediyaya kurdî jî hat zêdekirin

https://ku.wikipedia.org/wiki/Allel