Celadet Alî Bedîrxan

Me zanî ko xweseriya me, di zimanê me de ye û em bi tenê bi hînbûna xwendin û nivîsandina zimanê xwe û parastina wî, di civata miletan de, wek miletekî xweser dikarin bijîn û payedar bin.
Celadet Alî Bedîrxan (1893-1951)

2022/01/31

Êstrocen

 Êstrocen an jî îstrocîn (bi înglîzî: estrogen) navê gelemperî ye bo koma hormonên zaûzê ya mêyan..

Êstrocen navê koma hormonên mêye ye, sê êstrocenên serkî heye, estradîol, estron û estrîol. Ji vana estradîol ya serdest e. Ji ber ko êstrocen navê ne yek, lê navê koma hormona ye, dive ev peyv wekî pirjimar bêne bikaranîn. Mînak êstrocenên xwînê, êstrocenên hêkdankê hvd. Pirraniya çavkaniyên zanistî hormonên êstrocenê bi awayek yekjimar bi kar tînîn loma em jî tevlê wan dibin.
Êstrocen ji koma hormonên steroîdî ye. Steroîd çewrî ne lê ji rûnan cuda ne. Molekulên streoîdî ji çar xelekên hîdrokarbonên bi hev re girêdayî pêk tê. Procesteron, êstrocen û testosteron mînakin bo hormonên steroîdî.Her yekê van hormonan 4 xelekên hîdrokarbonê lixwe digirin. Di her corek hormona steroîdî de hejmar û cora koma erkdar (bi înglîzî: functional group) ne yek e, loma hormonên steroîdî jî ne yek in. Hormonên steroîdî bi gelemperî ji kolesterolê tê berhemkirin. Hormonên stereoîdî ji tûkila rijênê adrenal, ji hêkdank, ji malbiçûk û gunan de tê berhemkirin û derdan. Temenê nîvbûnê (bi înglîzî: half life)bo êstrocen bi qasî 30 heta 60 xulek e.Di hêkdankan de derdana êstrocenê di temenê pêgihîştinê de dest pê dike, di menapozê de bi dawî dibe.
-- Erkê êstrocenê --
*Êstrocen bandor li ser hêkdank, zê, cogên hêkê, malzarok û memikan dike.
*Perisîna endamên zaûzêyê rêk dixe.
*Di dema hêkdananê (ovulation) de rêjeya êstrocenê di asta herî bilind de ye.
*Êstrocen di hêkdankan de çikildana hêkê han dike bo perisînê.
*Êstrocen hîpofîzê han dike bo derdana hormonên FSH û LHyê.
*Dema xaneya hêkê ji hêkdankê tê berdan, xaneya hêkê di nav coga hêkê de ber bi malzarokê tê arastekirin.
*Bi hebûna êstrocenê di coga hêkê de çînek stûr a masûlkî çêdibe, bi girjbûn û xavbûna van masûlkeyan, xaneya hêkê û sperm di nav coga hêkê de tên guhêztin.
*Di dema perisîna çikildanê de stûrbûna navpoşê malzarokê han dide.
*Ji bo mijîna kalsiyûmê pêdivî bi êstrocenê heye.
*Di temenê pêgihîştinê de li mêyan hormona êstrocen, bandor li ser geşbûna hestiyan dike.
* Êstrocen di memikan de hejmara rijên û cogên şîrê zêde dike. Her wisa di memikan de embarkirina çewrî jî erkê êstrocenê ye.
-- Çêbûna taybetiyên zayendî yên duyem --
Êstrocen li mêyan de dibe sedema peydabûna taybetiyên zayendî yên duyem (bi înglîzî:secondary sex characteristics).Heta temenê pigihîştinê, di laşê nêr û mêyan de rêjeya estrocenê hema yeksan e. Loma laşê zorokên mê û nêr ji hev cuda xuya nabin. Di temenê pêgihîştinê de di laşê mêyan de rêjeya êstrocenê zêde dibe, ji ber vê sedemê di temenê pêgihîştinê şûnve laşê neran û mêyan ji hev cuda xuya dikin.
*Bi gelemperî hestiyên mêyan ji yê nêran biçûktir û kintir dimînin.
*Li bin çermê mêyan de hê pirtir çewrî tê embarkirin.
*Li piştena hewzê (bi înglîzî : pelvic girdle) ya mêyan de firehbûn rû dide.
*Memik gir dibin.
*Ji xeynî rûv û binçeng,mûyên laşê mêyan hindik û lawaz dimîne.
*Di qirrika mêyan de zengilok biçûk e û dengejê kin in, loma dengê mêyan tiz e (bi înglîzî:high pitched)
*Êstrocen di çerm de çalakiya rijênên çewrî dide kêmkirin, loma di temenê pêgihîştinê de di laşê mêyan de pizik hindik in.
*Ji ber bandora êstrocenê çermê mêyan li gor yê nêran hê pirtir nerm û lûs e.
-- Çavkaniyên êstrocenê di laşê mêyan de --
Di temenê korpeleyî û zarokî de hinek êstrocen di tûkila rijênên adrenal de tê berhemkirin û derdan. Êstrocena rijênê adrenalê giring e bo rêkxistina hestîbûnê (bi îngilîzî:ossification) di temenê pêgihîştinê de. Lê di temenê pêgihîştênê şûnve piraniya êstocena mêyan di hêkdankan de ji çikildanan tê derdan. Hinekî êstrocen ji aliyê tenê zer tê berhemkirin û derdan. Di dema ducaniyê de ji hevalbiçûkê gellek êstrocen tê derdan.
-- Çavkaniyên êstrocenê di laşê nêran de --
Rijênê adrenal, gun û kezeb çavkaniyên êstrocenê ne di laşê nêran de.
Hinek êstrocen ji tûkila rijenê adrenal tê derdan.%20 êsterocena nêran di gunan de tê berhemkirin û derdan. Êstrocen di xaneyên Sertoli de ji testosteronê tê berhemkirin. Êstrocen girîng e bo çêkirina sperman(spermatocenîs). %80yê êstrocenê di kezebê de ji hormonên din tê berhemkirin.
-- Guhêztina êstrocen di nav xwînê de --
Piraniya êstrocenê bi navbeynkariya proteînên nav plazmaya xwînê ve tê guhêztin. Êstrocen herî zêde bi proteîna albumîn ve, hinekî êstrocen jî bi proteîna globulînê ve girêdayî tên guheztin. Girêdana êstrocen û proteînan, girêdanek lawaz e, ango dikarin bi hêsanî ji hev biqetin. Herwisa hinek êstrocen jî bi awayekî serbest di nav plazmaya xwînê de tê guhêztin. Êstrocen hormonek dijav e (bi înglîzî: hydrophobic) loma dikarin di nav parzûna xaneyê de bi hesanî derbasê nav xaneyê bibin. Gava êstrocen rastê endama armanc tê hinek êsrocen ji proteînan diqetin, li gel êstrocenên serbest ji parzûna xaneya endama armanc derbasê sîtoplazmayê dibin. Di nav sîtoplazmaya xaneyên armanc de proteînên taybet hene û wekî wergirên êstrocenê tên navkirin. Êstrocenên serbest di nav sîtoplazmayê de bi wergirên êstrocenê ve tên girêdan û ber bi navika xaneyê tên guhêztin ko çêkirina proteînan rêk bixe. Globulîn û albûmîn bi êstrocen ve girê dibin ko asta rêjeya êstrocenên serbest ji nişka ve pir zêde nebe.
--Rêkxistina derdana êstrocenê--
Derdana êstrocenê ji aliyê hormona handerê çikildanê (FSH) ve tê rêkxistin. Gava di xwînê de rêjeya êstrocenê kêm bibe, ji hîpotalamusê hormona derpirandinê (bi înglîzî: gonadotropin-releasing hormone (GnRH)) tê derdan. Hormona derpirandinê hîpofîzê han dike bo derdana FSHyê. Di hêkdankan de çikildanên hêkê heye. Li ser parzûna xaneyên çikildanê de wergirên FSHyê hene. FSH bi wergiran ve girê dibe û ji xaneyên granuloza û xaneyên teka(bi înglîzî: theca cells) derdana êstrogen dest pê dike. Heke rêjeya êstrocenê di xwînê de pir zêde bibe, êstrocen bi paşragihandina neyînî bandor li ser hîpotalamus û hîpofîzê dike, derdana FSH û LH tê kêmkirin. Herwisa xaneyên granuloza hormona înhîbîn jî berhem dikin û der didin. Înhîbîn jî derdana FSH û LHyê dide kêmkirin, bi vî awayê derdana êstocenê jî tê kêmkirin.
-- Êstrocen û dermanên rêgirê ducaniyê --
Piraniya dermanên bo rêgirtina ducaniyê êstrocena destkarî (sentetik) û progesterona destkarî lixwe digirin. Temenê nîvbûnê yê hormonên destkarî zêde ye. Ango hormonên destkarî ji bo demek dirêj di laş de çalak dimînin. Hebên van hormonan, bi paşragîhandina neyînî bandor li ser çerxa hêkdankê dike. Dermanên rêgirê ducaniyê ji hîpotalamusê derdana hormonê derpirandinê didin rawestandin. Bi vî awayê ji hîpotalamusê derdana FSH û LHyê tê sekinandin. Ji ber kêmasiya rêjeya FSHyê perisîna hêk û çikildanê têk diçe. Ji ber rêgirtina derdana Lhyê,çikildan naqelişe û hêkdanan (ovulation) rû nade, xaneya hêkê çênabe. Heke di cogên hêkê de xaneya hêkê tune be, sperm rastê xaneya hêkê nayê, pîtîn rû nade. Ango egera ducanmayînê namîne.
* Ev xebat li ser wîkîpediyaya kurdî jî hat zêdekirin









2022/01/25

Hormona handerê tenê zer (LH)


Hormona handerê tenê zer (bi înglîzî: luteinizing hormone (LH)) hormonek gonadotropî ye, ji hîpofîza pêş a mê û nêran tê derdan û hêkdank û gun ji xwe re dike armanc. Kuratenavê hormona handerê tenê zer “LH” ye. Di destpêkê de ji zanyaran wetrê LH tenê di laşê mêyan de tê berhemkirin û bandor li ser çêbûna tenê zer dike. Loma ji ber erkê wê ya di laşê mêyan de, ev hormon wekî hormona handerê tenê zer hatiyê navkirin. Îro êdî em dizanin dama mirov dikeve temenê pêgihîştinê, LH di laşê mê û nêran detê berhemkirin. Ji hîpotalamusa nêr û mêyan, hormona derpirandinê (bi înglîzî: gonadotropin-releasing hormone (GnRH)) tê derdan, bi bandora hormona derpirandinê, ji hîpofîza pêş LH tê berhemkirin û derdan. --Pêkhate-- Hormonên ko çalakiya hêkdank û gunan han dikin û rêk dixin, wekî hormonên gonadotiropîn tên navkirin. LH û FSH hormonên gonadotropîn in. LH ji polîpeptîdan û koma karbohîdratê pêk tê ango LH hormonek glîkoproteînî ye. LH jî wekî mîna FSH ji du beşan pêk te, glîkoproteîna-α û glîkoproteîna-β. Polîpeptîda-α ji 89 asîdên amînî, polîpeptîda-β jî ji 115 asîdên amînî pêk tê. --Di laşê mêyan de-- LH perisîna tenê zer (bi latînî: corpus luteum) han dide. Ji tenê zer hormona êstrocen, procesteron û înhîbîn tên derdan. Her ko xaneya hêkê di çikildanê de diperise, xaneyên çikildanê hê pirtir ji hormona êstrocen der didin. Zêdebûna rêjeya êstrocena xwînê, li ser hîpotalamus û hîpofîzê bandorek paşaragihandina erenî dike, Ji hîpofîzê bi mêjerek zedê LH tê derdan, di xwînê de asta LH ji nişkê ve zê dibe. Ji ber zêdebûna asta LHyê, çikildan diqelişe, xaneya hêkê ji hêkdankê der dikeve û derbasê coga hêkê dibe. Ji wê gavê şûnve paşargîhandina eranî bi dawî dibe. Piştî hêkdanê (bi înglîzî: ovulation), paşmayîyên çikildanê di hêkdankê de dimînin û diguherên bo tenê zer. Ji tenê zer procesteron û êstrocen tê derdan evan hormonan bi paşaragihandina neyînî derdana LH û FSHyê kêm dikin. --Di laşê nêran de-- Bandor li gunan dike bo berhemanîna testosteronê, testosteron giring e ji bo perisîna sperman û peydabûna taybetiyên zayendî yên duyem. Di gunan de xaneyên Leydig heye. Xaneyên Leydig di navbera spermeborrîkeyan de cih digirin. LH bi wergirên xaneyê leydig girê dibe û derdana testosteronê rêk dixe. Loma di nêran de li dewsa LH, hin caran “hormona handerê xaneyên navber” (bi înglîzî:intersti-tial cell stimulating hormone (ICSH))tê bikaranîn. Testosteron jî bi paşragihandina erenî û neyînî berhemanîn û derdana LH û FSHyê rêk dixe. Dema rêjeya testosteron di xwînê de kêm be, çalakiya hîpotalamus û hîpofîzê zêde dibe bo derdana FSH û LHyê, her ko LH zêde dibe di xaneyên leydig de berhemanîna testosteron zêde dibe. Bi zêdebûna rêjeya testosteronê, rê li ber berhemanîna LH Û FSH tê girtin. Bi vî awayê hormonên testosteron û LH rêjeya hev rêk dixin. *Ev xebat li ser wîkîpediyaya kurdî jî hat zêdekirin.
https://ku.wikipedia.org/wiki/Hormona_hander%C3%AA_ten%C3%AA_zer




2022/01/21

Hormona handerê çikildanê (FSH)

 


    Hormona handerê çikildanê (FSH)

Hormona handerê çikildanê (bi inglîzî: follicle-stimulating hormone (FSH)) yek ji gonadotropînan e ko di hîpofîza pêş a mê û nêran de tê berhemkirin û derdan. --Pêkhateya FSH-- Koma hormonên ko di hîpofîza pêş de tên derdan û bandor li ser rijênên zaûzê (hêkdank an jî gun) dikin, wekî gonadotiropîn tên navkirin. Hormona handerê çikildanê(FSH) û hormona handerê tenê zer (LH), hormonên gonadotropîn in. Ji bo hormona handerê çikildanê, kurtenavê FSH tê bikaranin. FSH hormonek proteînî ye, ji zincîra polîpeptîdan pêk te, lê ji ber ko koma karbohîdrat jî li zincîra polîpeptîdan girêdayî ye, FSH wekî hormona glîkoproteînî tê navkirin. Glîkoproteîna FSH ji du polîpeptîdan pêk tê; bêşa-α û bêşa-β. Bêşa-β ji 118 asîdên amînî, bêşa-α jî ji 92 asîdên amînî pêk tê. FSH bi bandora hormona derpirandinê (bi înglîzî: gonadotropin-releasing hormone (GnRH)) di hîpofîza pêş de tê berhemkirin û derdan. Temenê nîvbûnê (bi înglîzî: half-life) bo FSH bi qasî 3 heta 4 saet e. Ango FSH di laş de tê têkşikestin û her 3-4 saetan carek, mêjara wê dadikeve nîvê. Bi vê awayê bandora wê jî kêm dibe. FSH li nêran û mêyan de bi temenê pêgihîştênê şûnve, di heman cihê de; di hîpofîzê de tê berhemkirin û derdan, lê endama armanc ji bo FSH a mê û nêrê ne yek e. FSH navê xwe ji erkê xwe ya di laşê mêyan de digire. Di hêkdankan de bandor li ser perisîna çikildanan dike, loma ev hormon wekî hormona handerê çikildanê tê navkirin. Bi temenê pêgihîştinê şûnve di laşê mê û nêran de rêjeya FSHyê zêde dibe. Ji bo derdana FSHyê, ji hîpotalamusê hormona derpirandinê (GnRH) tê derdan, ev hormon hîpofîzê han dike bo derdana FSH. Hormona handerê çikildanê ji hîpofîzê, bi navbeynkariya xwînê ber bi rijênên zaûzê ve tê veguhêztin. --Erkê FSH di laşê nêran de-- Ji bo FSHya nêran endama armanc gun e. FSH ji hîpofîzê bi navbeynkariya xwînê tê guhêztin bo gunan. Di gunên nêran de bandora FSHyê li ser xaneyên Sertolî yên li dîwarê spermeborrîkeyan e. FSH bi wergirên ser xaneyên Sertolî ve tê girêdan û spermatogenesîsê dide destpêkirin. FSH û testosteron bi hev re kar dikin bo perisîna xaneyên spermê. Herwisa FSH xaneyên Sertolî han dike bo derdana hormona înhîbîn. Înhîbîn bandor li hîpofîzê dike û rê li ber derdana FSH digire, bi vî awayê derdana FSH tê rêkxistin. --Erkê FSH di laşê mêyan de-- Endama armanc a FSHya mêyan hêkdank e. FSH di nav xwînê de ji hîpofîzê digihîje hêkdankan. FSH di hêkdankan de perisîna xaneya hêkê û çikildanan han dide. Xaneyên hêkê bi xaneyên granuloza dorpêçî ne. Li ser xaneyên granuloza wergirên taybet hene ji bo FSHyê. FSH bi wergirên li ser xaneyên granuloza ve tê girêdan û perisîna xaneya hêkê û çikildanê dide destpêkirin. Her wisa FSH ji çikildanan, derdana hormona êstrocen jî han dike. Ji xaneyên çikildanê li gel hormona êstrocenê, hormona înhîbîn jî tê berhemkirin. Înhîbîn derdana FSHyê kêm dike. --Rêkxistina asta FSHya xwînê-- Rêjeya FSHya nav xwînê bi rêbaza paş ragîhandinê tê rêkxistin. Di laşê mêyan de: Di mêyan de derdana FSH ji aliyê hormona êstrocîn, procesteron û înhîbîn ve tê rêkxistin. Gava rêjeya êstrocena nav xwînê piçek nizm be, ev rewş hîpotalamusê han dike bo derdana FSHyê, eva paşragihandina erenî ye (bi înglîzî: positve feedback). Lê dema asta rêjeya êstrocen an ji înhibina xwînê bilind dibe, vê gavê bi paşragîhandina neyînî (bi înglîzî: negative feedback) rê li ber derdana hormona derpirandinê tê girtin. Yek ji rêbazên rêgirtina ducaniyê jî bi navbeynkariya heban, avakirina paşragihandina neyî ya destkarî ye. Dermanên ji hormona êstrocen û procesteron pêk tê, bi şêweyê heb tên bikaranin. Gava ev heban tên xwarin, di xwîna mêyê de rêjeya êstrocen zêde dibe. Bi kêmbûna FSH û LHê xaneya hêkê û çikildan naperisin, bi vî awayê egera rûdana dûcaniyê namîne. Di laşê neran de: Heke di xwînê de asta rêjeya testosteron bilind bibe, ev rewş rê li ber hîpotalamusê digire ko hormona derpirandinê der nede. Bi kêmbûna derdana hormona derpirandinê, ji hîpofîzê derdana FSH jî kêm dibe. Herwîsa zêdebûna testosteronê jî bandora paşaragihandina neyînî dike ji bo derdana FSH. Heke asta testosteronê ya nav xwînê bilind be, testosteron bi tena serê xwe dikare jî hîpofîzê derdana FSHê rawestîne. Gava xaneyên Sertolî tên handerkirin, ji van xaneyan hormona Înhîbîn tê derdan. Hormona înhîbîn bi paşragîhandina neyînî derdana FSHê dide rawestandin. *Ev xebat li ser wîkîpediyaya kurdî jî hat zêdekirin. https://ku.wikipedia.org/wiki/Hormona_hander%C3%AA_%C3%A7ikildan%C3%AA




2022/01/18

Oogenesîs



    Di laşê mêyan de pêvajoya çêbûna xaneya hêkê wekî oogenesîs an jî ovogenesîs tê navkirin.
Oogenesîs bi xaneyên bineratî yên hêkdankê dest pê dike. Xaneyên bineratî yên hêkdankê wekî xaneyên çêkera hêkê tên navkirin.
Pêvajoya çêkirina hêkan berê zayînê dest pê dike. Çawa ko di laşê korpeleyê de endamên wekî dil, gede, mejî hwd çêdibin herwisa cotek hêkdank jî çêdibe. Di nav hêkdankê de xaneyên çêkera hêkê bi dabeşbûna mîtozî, hejmara xwe zêde dikin. Di ducaniya 4-5 mehî de di hêkdankên korpeleyê de hejmara xaneyên çêkera hêkê digihîje 1-2 milyonan. Paşê xaneyên çêkera hêkê dest bi dabeşbûna miyozê dikin.
Miyoza xaneyên çêkera hêkê, li dawiya qonaxa profaza yekem de radiweste. Di wê qonaxê de xaneyên çêkerê hêkê êdî wekî oosîta yekem tên navkirin. Oosîta yekem bi xaneyên granuloza dorpêçî ye û ev pêkhate wekî çikildan tê navkirin.
Çikildan heta destpêka temenê pêgihîştinê neçalak e. Dema ji dayikbûnê de di hêkdankên zaroka mê de, her çikildanek, oosîda yekem lixwe digire.
Di dirêjiya temenê zaroktiyê de di hêkdankan de hinek çikildan hildiweşin û oosîtên yekem dimirin, lê bi qasî 400 hezar ji oosîtên yekem heta 12-14 sal bi awayek neçalak di hêkdankan de dimînin.
Bi destpêka temenê pêgihîştinê, ji hîpofîzê hormona handerê çikildanê(FSH) tê berhemkirin û derdan. Di xwînê de bilindbûna rêjeya asta FSHê hêkdankê han dike û her meh ji hêkdankek, hinek çikildanên neçalak dest bi perisînê dike û miyoza yekemê didomînin.
Di despêkê de bi qasî 20 çikildan dest bi perisînê dikin lê ji vana tenê yek çikildan dimîne û hêkek gihîştî peyda dike. Bi geşbûna çikildanê, miyoza yekem a oosîta yekem jî bi dawî dibe.
Li dawiya miyoza yekem de du xane peyda dibe. Qebareyê herdu xaneyan ne yek e. Sîtoplazmaya xaneyekî zêde ye loma qebareya wê jî gir e. Ev xaneya gir wekî oosîta duyem(bi înglîzî: secondary oocyte) tê navkirin. Sîtoplazmaya xaneya din hindik e loma, ew xaneyek biçûk e û wekî xaneya cemsereten a yekem tê navkirin.
Oosîda duyem û cemseretena yekem dest bi miyoza duyem dikin. Oosîda duyem ji qonaxên profaz û metafaza miyoza duyem derbas dibe û radiweste. Bi bandora hormona handerê tenê zer (LH), çikildana oosîta duyem diqelişe û oosîta duyem ji hêkdankê ber bi coga hêkê tê berdan.
Heke pîtîn rû bide, oosîda duyem dest bi dabeşbûnê dike û piştî qonaxên anafaz û telofaza miyoza duyem, xaneya hêkê (ovum) û cemseretena duyem peyda dibe. Cemseretena duyem jî wekî mîna a yekem sîtoplazmaya wê hindik e loma cemseretena duyem jî biçûk e û nayê pîtandin. Dibe ko cemseretena yekem jî bi miyoza duyem dabeşê du xaneyan dibe , ev herdu xane jî wekî cemseretenên duyem tên navkirin.
Li dawiya oogenesîsê de ji xaneyek çêkera hêkê, piştî miyozê, xaneyek hêkê û sê xaneyên cemsereten peyda dibe. Hemû xaneyên cemsereten tên hilweşandin. Bi gelemperî, piştî temenê pêgîhîştinê her meh çikildanek tenê bi tewahî diperîse û hêkexaneyek gehiştî çêdibe.
Cudahiyên çêbûna xaneya hêkê û xaneya spermê
Oogenesîs û spermatogenesîs corên çêbûna xaneyên gametê ne. Ango li dawiya herdu pêvajoyan jî ji xaneyên dîploîdî, xaneyên haploîdî çêdibin. Lê di navbera oogenesîs û spermatogenesîs de gellek cudahî heye.
-Oogenesîs di hêkdankên mêya de spermatgenesîs di gunên nêrê de rû dide.
-Mîrovê nêr ê bi temenê pêgihîştî dikare heta dawiya jiyana xwe her roj spermên nû çêbike. Mîrova mê tenê di temenê korpeleyê de dikare oosîtên yekem çêdike.
-Bi kiryara spermatogenesîsê ji xaneyek çêkerê sperm ve bi dabeşbûna miyozê, çar xaneyên sperm çêdibe. Li dawiya oogensîsê ji xaneya çêkerê hêkê tenê yek hêka çalak peyda dibe.
-Pêkhate û qebareyên xaneyên sperm û hêkê jî ji hev cuda ye. Sperm li gor xaneya hêkê gellek biçûk in û bi navbeynkariya kilikê dikarin cih biguherin. Hêk gellek sîtoplazma û xurek lixwe digire loma gellek gir e û bi gelemperî bi awayekî çalak nalive.
-Piştê dawîbûna spermatogenesîsê sperm ji gunan tê derkirin. Lê oogenesîs di hêkdankê de dest pê dike di coga hêkê de heke sperm hebe bi dawî dibe.
* Ev xebat li ser wîkîpediyaya kurdî jî hat zêdekirin.






2022/01/10

Coga hêkê

 

    Coga hêkê an jî coga Falloppio (bi înglîzî: oviduct / Fallopian tube / uterine tube ) cotek cog in ji herdu aliyên malzarokê derdikevin û ber bi hêkdankan ve dirêj dibin.

--Pêkhateya coga hêkê--
Cogên hêkê di zekekelênê de cih digirin. Cogên hêkê ji herdu aliyên malzarokê, di navbera biniya malzarokê û laşê malzarokê dirêjê derve dibe. Dirêjiya cogên hêkê bi qasî 10 -13 cm e û tîreya wan 0.5 – 1.2 cm e.
Coga hêkê ji sê beşan pêk tê: kovik, kûp û îsthmus
Kovik (bi latînî :infundibulum)
Cogên hêkê nêzikê hêkdankê ne lê bi hêkdankê ve girêdayî nin in, di navbera hêkdank û coga hêkê de valahiyek heye. Serê serbest a coga hêkê dişibe kovikê. Ji kovikê pêkhateyên mîna tilî ber bi hêkdankê dirêj dibin, evana wekî poxik (bi latînî: fimbriea) tên navkirin. Poxik hêka ji hêkdankê hatiyê berdan digire û ber bi nav coga hêkê araste dike.
Kûp (bi înglîzî: ampulla)
Di zimanê latînî de ji bo kûpên biçembil ên ji axê hatine çêkirin re peyva 'amphora' tê bikaranîn. Di zimanê înglîzî de amphora guheriye û bûye ampulla.Beşa naverasta coga hêkê, di serî de fireh e lê her ko ber bi malzarokê dirêj dibe, ziravtir dibe û dişibe kûpê loma ev beş wekî ampulla tê navkirin. Pîtîna hêkê li vir rû dide. Ango sperm ji zêyê heta kûpê ajne dikin ko rastê hêkê werin.
Îsthmus
Di zimanê yewnanî de ji bo pêkhateya zirav a di navbera du pêkhateyên fireh de peyva “isthmos” tê bikaranîn. Beşa coga hêkê ji kûpê şûnve heta malzarokê zirav e, ev beşa zirav, wekî isthmus tê navkirin. Dirêjiya isthmusê bi qasî 2cm e.
--Dîwarê coga hêkê--
Dîwarê cogên hêkê ji sê çînan pêk tê. Çîna derve wekî betan tê navkirin. Di vê çînê de bester cih digire. Çîna naverast ji lûsemasûlkeyan pêk tê. Çîna navî ango navpoşê cogên hêkê, bi rûkeşexaneyên kûlkdar dapoşrav e.
Gava hêk di nav coga hêkê de ye, kûlkên rûkeşexaneyan û masûlkeyên cogê, hêkê ber bi malzarokê pal didin.
--Erkê coga hêkê--
Coga hêkê ji hêkdankê hêkê digire û bi livîna perîstaltî ya lûsemasûlkeyan û bi kulkên rûkeşexaneyan ber bi malzarokê pal dide. Derdanên coga hêkê, xurek dabîn dike ji bo hêk û sperman. Coga hêkê ji malzarokê sperman digûhêzînê bo hêkê. Ji hêkadankê hêkê digûhezîne bo pîtîna bi spermê ve. Hawirdorek guncav dabîn dike bo pîtîna hêkê û dabeşbûna hêka pîtandî. Pîtîna hêkê di nav coga hêkê de rû dide. Hêka pîtandî dest bi dabeşbûnê dike, û bi navbeynkariya kûlk û masûlkeyên cogê, ber bi malzarokê dilive bo çeqînê.
--Girêdana cogên hêkê--
Girêdana cogên hêkê (bi înglîzî: tubal ligation) yek ji rêbazên rêgirtina ducaniyê ye. Bi vê rêbazê, ji hêkdankê hêk dîsa çê dibe lê ji ber ko rastê sperman nayê, hêk nayê pîtandin û ducanî rû nade. Gellek corên niştergeriya girêdana cogên hêkê heye. Bi gelemperî cogên hêkê tên girêdan bi vî awayê cog dixitime, sperm li alîkî, hêk jî li aliyê din a cogê dimîne û rastê hev nayên. Hin caran jî cogên hêkê tên birrîn û devê cogan tê girêdan. Herwisa dibe ko hin caran jî cogên hêkê bi tevahî ji laş were derxistin.
* Ev xebat li ser wîkîpediyaya kurdî jî hat zêdekirin.







2022/01/05

Malzarok



 

Malzarok an jî mindaldan (bi latînî: uterus) endamek koendama zaûzê ya mêyan e. Di hewzekelênê de, di navbera mîzdank û tortorîkê de bi şeweyê hîrmiyek serbijêr dirêj dibe. Dîwarê malzarokê bi lûsemasûlkeyan, navpoşê malzarokê bi lûleyên xwînê û rijênên lincê devlemend e. Di dirêjiya ducaniyê de, perisîna embriyo û korpeleyê di nav malzarokê de rû dide. Hinek bester, malzarokê di nav hewzekelênê de bi hestiyên piştena hewzê ve girê dide, bi vî awayê cihê malzarokê sabît dibe.
--Anatomiya malzarokê-- Bi gelemperî qebareya malzarokê ya mêya neducanî bi qasî kulmek guvaştî ye. Dirêjiya malzarokê bi qasî 7.5cm, firehiya wê 5 cm e stûriya dîwarê wê 2.5 cm e. Giraniya malzarokê bi qasî 40-50 gram e. Malzarok ji sê beşên sereke pêk tê; biniya malzarokê,laş û stûyê malzarokê Biniya malzarokê (bi latînî: fundus) Beşa ko li aliyê jorê devê cogên hêkê dimîne wekî binîya malzarokê tê navkirin. Ev beş bi şêweyê qubeyî ye. Laş (bi înglîzî: body) Beşa serekî ya malzarokê ye, ji asta cogên hêkê dest pê dike her ko ber bi jêr diçe, teng dibe, heta devê navî yê stûyê malzarokê dirêj dibe. Çeqîn û perisina embriyoyê di nav rûyê navî yê beşa laş de rû dide. Stûyê malzarokê (bi latînî: cervix) Li aliyê jêr de malzarok teng dibe û ber bi nav zêyê dirêj dibe, beşa teng wekî stûyê malzarokê tê navkirin. Stûyê malzarokê pêkhateyek lûleyî ye, di beşa herî jêrê malzarokê de cih digire, malzarokê bi zêyê ve girê dide. Beşa nêzikê malzarokê wekî devê navî tê navkirin. Beşa nêzîkê zêyê jî wekî devê derve tê navkirin. Coga stûyê malzarokê di navbera devê navî û devê derve de cih digire. Stûyê malzarokê lince made der dide. --Pêkhateya dîwarê malzarokê-- Dîwarê malzarokê ji sê çînan pêk tê. Çîna derve wekî betanê malzarokê (bi latînî: perimetrium) tê navkirin. Çîna naverast wekî masûlkeya malzarokê (bi latînî: myometrium), çîna navî jî wekî navpoşê malzarokê (bi latînî: endometrium) tê navkirin. Betanê malzarokê (çîna derve) Di zimanê latînî de ji bo malzarokê peyva ‘mētra’ tê bikaranîn herwisa pêşgira ‘peri’ jî ji bo derdor, dorhêl tê bikaranin. Ango “perimetrium” bi wateya tişta li derdora malzarokê, an jî tişta ko malzarokê dipêçe tê bikaranîn. Ev pêkhate bi kurdî wekî “betanê malzarokê” tê navkirin. Betanê malzarokê li aliyê pêşî de, beşa binî û beşa laş a malzarokê dadipoşe û dirêjê ser mîzdankê dibe. Li aliyê paşiyê de, betanê malzarokê hemû beşên malzarokê dadipoşe û ber bi tortorîkê ve dirêj dibe. Di herdu kêlekan de, biniya malzarokê tenê bi betanê malzarokê dapoşî ye, betan ji vir ber bi cogên hêkê dirêj dibe. Betanê malzarokê ji rûkeşaşaneya pahn a tekrêzî (bi înglîzî: simple squamous epithelium) û bestereşaneyê pêk tê. Betan şile der dide û malzarokê ji lêkxişandina hawirdorê diparêze. Masûlkeyên malzarokê (çîna naverast) Çîna naverast ji çînek stûr a lûsemasûlkeyan pêk tê û wekî masûlkeyên malzarokê tê navkirin. Piraniya malzarokê ji masûlkeyan pêk tê. Rîşalên masûlkeyên malzarokê bi şeweyî dirêjkî, çeprastî û bazinî li ser dîwarê malzarokê de cih digirin. Rîşalên masûlkeyê bi lûleyên xwînê dewlemend in. Bi dirêjiya ducaniyê de her ko mindal di nav malzarokê de gir dibe, masûlkexane jî dirêj dibin û malzarokê fireh dikin. Dema zarokbûnê (zarokanînê) jî masûlke girj dibin û dergûşê ber bi coga zayinê pal didin. Piştê ducaniyê di nav şeş mehan de,dirêjî û qebareya masûlkeyên malzarokê dadikeve rewşa xwe ya asayî. Navpoşê malzarokê (çîna navî) Çîna navî ya dîwarê malzarokê wekî navpoşê malzarokê tê navkirin. Navpoşê malzarokê perdeyek lincî ye, bi rijênên lincê û bi lûleyên xwînê dewlemend e. Navpoşê malzarokê ji bestereşane û rûkeşeşaneyê pêk tê. Li gor erkên xwe di navpoşê malzarokê de du çîn heye. Çîna li ser masûlkeyên malzarokê, çîna bingehîn e. Çîna bingehîn li gel bestereşaneyê, xaneyên rûkeşeşaneyê jî lixwe digire. Çîna li aliyê kelênê malzarokê, çîna çalak e û ji xaneyên rûkeşeşaneyê û lûleyên xwînê pêk tê. Bi bandora hormonên progesteron û estrogen ji çîna bingehîn xaneyên nû çê dibe û çîna çalak stûr dike ko çeqîna embriyo rû bide. Her wisa bi çerxa mehane her meh beşek ji xaneyên çîna çalak dimirin, ji malzarokê tên qetandin û avêtin . Ango heke ducanî rû nedabe, beşa çalak a navpoşê malzarokê her meh piçek stûr dibe, paşê dîsa tenik dibe. Li gel derdana lince madeyê, navpoşê malzarokê ji bo hêk û sperman jî hin madeyan der dide. Şileya derdana navpoşê malzarokê ji av, hesin, potasyum, sodyum, klor, glukoz û proteînan pêk tê. Glukoz xurek e ji bo sperm û hêkê. Proteîn çeqîna embriyoyê ya nav navpoşê hêsan dike. Madeyên din ên şileya derdanê, hawirdorek guncav dabîn dike bo hêk û sperman. --Erkê malzarokê-- Hêk di nav coga hêkê de tê pîtandin. Hêka pîtandî bi dabeşbûnê, hêjmara xaneyên xwe zêde dike û wekî embriyo digihîje nav malzarokê. Embriyo noqê navpoşê malzarokê dibe. Bi noqbûna embriyoyê, rûkeşeşaneya navpoşê malzarokê, embriyoyê dipêçine. Bi vî awayê bi dirêjiya ducaniyê de malzarok piştgiriya peresîna embriyo û korpeleyê dike. Li dawiya ducaniyê, girjbûna lûsemasûlkeyên malzarokê, dergûşê ber bi coga zayînê tehn dide. Di her çerxa mehaneyê de li gel hêka nepîtandî beşek ji navpoşê malzarokê tê qaşkirin û avêtin. *Ev xebat li ser wîkîpediyaya kurdî jî hat zêdekirin.
https://ku.wikipedia.org/wiki/Malzarok