Celadet Alî Bedîrxan

Me zanî ko xweseriya me, di zimanê me de ye û em bi tenê bi hînbûna xwendin û nivîsandina zimanê xwe û parastina wî, di civata miletan de, wek miletekî xweser dikarin bijîn û payedar bin.
Celadet Alî Bedîrxan (1893-1951)

2025/07/28

Karok

 

    Karok an jî kerû (bi înglîzî: yekjimar; fungus, pirjimar; fungi) yek ji cîhana zîndewerên tekxaneyî an jî firexaneyî yên endamên koma zîndewerên navikrasteqîn (êkaryot) in.

Ji bo karokên xwarinê bi gelemperî peyava kuvark tê bikaranîn, lê karok û kuvark ne haman tişt in, kuvark beşek ji cîhana karokan e.

Beşa zaniste ya li ser karokan xebat dike, wekî karokzanî (bi înglîzî: mycology) tê navkirin. Karokzanî liqek biyolojiyê ye. Di warê karokzaniyê de, karokzan li ser pêkhateya biyokîmyayî ya karokan, polenkirina karokan, diyarkirina bomaweya karokan, û ji aliyê mirov ve bikaranîna karokan de xebat dikin.

Kuvark, karokên havênê, kufik û Penicillium notatum a ko jê dijezîndeyî ya penîsîlîn tê çêkirin, hemû endamên cîhana karokan in. Karok di jorecîhana Êkarya (bi înglîzî: Eukarya) da cih digirin.[1]

Taybetmendî

Li gor polenzaniya nûjen, cîhana karokan di 7 liq, 10 jêreliq, 35 pol. 12 jêrepol, û 129 koman de tê polenkirnin.

Karok jî wekî mîna ajalan, xwenejîn (heterotrof) in. Nikarin mîna riwekkevz û hin bakteriyan xurekên xwe bi fotosentez an jî kîmosentezê berhem bikin. Ajal xurekan dixwin û di coga herisê de bi alîkariya enzîman, xurekan hildiweşînin bo molekulên sakar. Molekulên sakar ên wekî glukozasîdên amînî û asîdên çewrî ji coga herisê tevlê xwînê dibin û tên guhaztin bo xaneyan. Berevajiyê ajalan, hemû karok xurekan li derveyê laşê xwe diherisînin û dimijînin nav xaneyên xwe. Ji bo vê karê, karok enzîmên xwe derdidin ser xurekên hawirdora xwe. Enzîm xurekên endamî yên aloz hildiweşîne bo xurekên endamî yên sakar. Xurekên sakar jî ji aliyê karok ve tê mijandin û di xaneyan de tên bikaranîn.[2]

Karok xurekên xwe ji madeyên endamî yên laşê organîzmayên mirî an jî zindî bi dest dixin. Madeyên endamî yên wekî dar û riwekên rizî, laşê ajalên mirî û paşmayîyên organaîzmayên zindî ji bo dabînkirina xurek çavkaniyên sereke ne.[3]

Hemû karok navikrasteqîn in (êkaryot).

Hemû karok xwenejîn in (heteretof).

Piraniya karokan firexaneyî ne, lê hindek corên tekxaneyî jî hene. Mînak, karoka havên tekxaneyî ye, lê karokên havênê bi şeweyî molge (kolonî) bi hevre dijîn.

Hin karok firenavikî ne, ango di xaneya wan de ne yek, lê zêdetir navik cih digirin.

Dîwarê xaneyên karokan kîtîn lixwe digire.

Piraniya endamên cîhana karokan neliv in. Tenê di liqê Çîtrîdîomîkota (Chytridiomycota) de gamet, qamçî lixwe digirin û dilivin.[1]

Ji ber ko karok cih naguherin, xwediyê pêkhateyên mîna reg in û xaneyên wan bi dîwarê xaneyê pêçayî ne, di salên berê de karok wekî riwek dihatin hesîbandin. Zanyar bi xebatên li ser ARN-rîbozomî ya biçûk, ARN-rîbozomî ya karokan û ya zîndewerên ji cihanên êkarya dan ber hev û diyar kirin ko karok ji riwekan pirtir, dişibin ajalan.[4]

Li cem karokan kiryara mîtozê ji xaneyên zîndewerên din cudatir rû dide. Ji ber ko di hin karokan de xane bi berbestan ji hev nahitine cihêkirin, yekeya pirbûnê ya karokan, ne xane lê navik e. Dema mîtozê de parzûna navikê hilnaweşe, rîsên teşiyê ji parzûna navikê derbas dibin û xwe bi kromozoman ve girê didin. Ji bilî karokên liqê Çîtrîdiyomîkota, xaneyên karokan sentriyol lixwe nagirin.[5]

Pêkhate

Laşê karokên firexaneyî ji tora dezîyên piçûk pêk tê. Tora deziyên karokê wekî hîf ( bi latînî: yekjimar; hypha, pirjimar; hyphae) tê navkirin. Hîf (dezîyekarok) bi şeweyê deziyê lûlelyî ne.[6] Ango hîf bi eslê xwe xaneyek lûlelyî ya liqdar e û bi sîtoplazmayê tijî ye. Dibe ko hîf bêberbest be (bi înglîzî: aseptate hypha) û firenavik be an jî bi berdestan hatibe dabeşkirin (bi înglîzî: septate hypha).[7] Bi gelemperî karokên seretayî (pîrîmîtîv) hifên biberbest an jî hîfên berbestên netemamî lixwe digirin. Di berbestên netemamî de berbest kunkirî ne, sîtoplazma ji xaneyek dikare biherike xaneya din. Herwisa ne endamok lê, hin molekul jî di nav sîtoplazmayê de ji xaneyek ber bi xaneya din ve cih diguherin. Hîfên piraniya corên karokan, hîfên biberbest in. Di hîfên bi berdestan hatine cihêkirin de, li gor cora karokê an jî li gor qonaxa geşebûn û peresîna karokê dibe ko her xane yek an jî pirtir navik lixwe bigire.[8]

Hîfên karoka kufika nanê bi berbestan nehatinê cihêkirin, loma hîfên kufika nanê ji xaneyên firenavikî pêk tên.[1]Girseya hîfên bi hev re girêdayî wekî rîsê karokê an jî mîselyum (bi înglîzî: mycelium) tê navkirin. Dibe ko mîselyuma karokek di nav axê de, ji torek çendan mêtreyan pêk were. Mîselyum ne tenê di nav axê de, lê li ser an jî di nav riwekan de, li ser madeyên endamî yên wekî nan, penêr û hwd jî geşe dibe.[5]

Hin karok, wekî mînak, karoka havênê, tekxaneyî ye û mîselyum pêk naîne.Gava di hawirdorê de bi têra xwe xurekên endamî hebin, hîfên nû tê çêkirin û mîselyuma karokê bi lez geşe dibe. Serê hîfên karokê ber bi xurekê ve dirêj dibin. Ji ber ko hîf gelek zirav û liqdar in, ji bo mijîna xurekan, rûyek fireh dabîn dikin.[7]Ango di karokên firexaneyî de, her deziyek mîselyumê, hîfek e. Hîf zincîreke xaneyan e ko ji serî heta dawî bi hev ve girêdayî ne. Di hin karokên firexaneyî de gelek hîf bi hev re tên girêdan û pêkhateyên çêkerê sporan peyda dibe.[9]

Di pêkhateya dîwarê xaneyê karokan de kîtîn heye. Kîtîn pêkhateyak qayişokî û qayim e û ji polîsakkarîdên nîtrojenî ava bûye.[2]Karok ji xaneyên êkaryotî (navikrasteqîn) pêk tên lê berevajiyê zîndewerên din ên êkaryotî, xaneyên karok haploîdî ne. Tenê di qonaxa pirbûna zayendî de ji bo demek kurt, dîploîdî ne.[4]

Karok mijer in. Xurekê xwe bi rêya mijînî werdigirin.Enzîmên herisê berhem dikin û der didin ser xurekê, xurekê li derveyê xaneyê diherisînin, paşê dimijînin nav xaneyê.

Hin corên karokan bi genîxweriyê, xwarinên xwe ji organîzmayên mirî bi dest dixin. Karok bi nîvçeregan (rhizoids) xwe bi hawirdora xwe ve girê didin.

Karok ji bo hilweşandina xurekên endamî yên li hawirdora xwe, enzîm bi kar tînin. Selulaz (cellulase), fîtaz (phytase), lîpaz (lipase), û zîlenaz (xylanase) mînakên serekî ne bo enzîmên karokan. Karok xurekên endamî yên aloz, bi alîkariya enzîman hildiweşîne bo xurekên endamî yên sakar. Deziyekarok (hîf), madeyan ji hawirdorê dimijînin. Deziyekarok di nav axê de an jî di nav qedê riwekên de dirêj dibin.

Çerxa jiyana karokan

Di çerxa jiyana karokên bi pirbûna zayendî zêde dibin de, qonaxa haploîdî û qonaxa dîploîdî li dû hev dubare dibin.Karokên firexaneyî bi zîldana sporê geşe dibin û hîf û mîselyum çêdikin. Qonaxa haploîdî bi yekbûna navikên haploîdî, ango bi karyogamiyê dawî dibe. Bi yekbûna navikên haploîdî, zîgota dîploîdî peyda dibe û qonaxa dîploîdî ya karokê dest pê dike. Dabeşbûna miyozî kromozomên zîgote dabeşê du paran dike û qonaxa haploîdî ji nû ve dest pê dike. Gamet bi mîtozê, ji pêkhateya haploîdî peyda dibin. Di piraniya corên karokan de ji bilî zîgote, hemû pêkhateyên karokê haploîdî ne.[8]

Spor

Pitiriya karokan bi navbeynkariya sporan, bi pirbûna nezayendî zêde dibin. Dibe ko spor bi kiryara zayendî bi dabeşbûna miyozê, an jî bi kiryara nezayendî, bi dabeşbûna mîtoze werin çêkirin.[9]

Sporên bi kiryara nezayendî tên çêkirin, di xaneyên tûrikî yên bi navê spordan (sporangiyum) de tên berhemkirin û wekî sporên spordanê an jî sporangiyaspor tên navkirin. Sporên bi kiryara zayendî tên çêkirin jî li gor cora liqê karokan, wekî askospor, bazîdiyospor û zîgospor tên navkirin. Herwisa sporên hin karok û kevzan jî wekî oospor tên navkirin.[10]

Spor xaneyên haploîdî ne bi dabeşbûna mîtozî karoka firexaneyî ya haploîdî çêdikin.[1]Bi gelemperî spor bi bayê belavê hawirdorê dibin. Gava spor ji bo cihek guncav tên guhaztin, zîl didin û mîselyuma karokê pêk tînin.[2] Spor pir hûrik in, loma dikare ji bo demek dirêj di atmosferê de deliqandî bimîne. Sporên karokên ko nexweşî tûşî mirov û zîndewerên din dikin, bi gelemperî bi rêka hewayê belav dibin. Sporên hin karokan jî ji aliye mêş û mûran ve tên guhaztin. Di hin karokan de spor kilik lixwe digin û bi alikariya wê cih diguharînin. Sporên bikilik wekî zoospor tên navkirin.[5]

Geşebûn

Karok bi gelemperî zîndewerên firexaneyî ne. Karokek firexaneyî di çerxa jiyana xwe de, bi du şêweyên cuda xuya dibin. Karok an di qonaxa pirbûnê de ye, an jî di qonaxa vejetayî de ye. Dema karok spor berhem dike, di qonaxa pirbûnê (bi înglîzî: reproductive stage) de tê hesîbandin. Heke karok ne di qonaxa pirbûnê de be, di qonaxa vejetayî (bi înglîzî: vegetative stage) de ye.

Di qonaxa vejetayî de karok ji hîfan pêk tê. Girseya hîfan wekî mîselyum tê navkirin. Mîselyum dikare di bin axê de, li ser axê de an jî li ser tiştên rizî de geşe bibe. Herwisa dibe ko mîselyum di nav şileyê de an jî di nav şaneyên zindî de jî geşe bibe.[5]

Hîf bi tena serê xwe pir hûrik e û bi çavên tazî nayê dîtin. Lê mîselyuma karokê dibe ko gelek mezin be.Geşe û peresîna karokan di jîngehên şil (hêmî) û piçek asîdî de hê baştir rû dide. Karok dikarin hem di hebûn hem jî di nebûna ronahiyê de geşe bibin. Li gor pêdiviya wan a bi oksîjenê, sê cor karok heye. Piraniya karokan, hewayî neçarî (bi înglîzî: obligate aerobe) ne, divê di hawirdora wan de hertim bi têra xwe oksîjen hebe. 

Hinek corên karokan jî nehewayî neçarî (bi înglîzî: obligate anaerobe) ne, divê di hawirdora wan de oksîjen tune be. Wekî mînak, hinek karokên ji liqê Çîtrîdîomîkota di nav ûrê çêlekan de dijîn û tenê dikarin bi henaseya nehewayî enerjî bi dest bixin. Di hebûna oksîjenê de nikarin bijîn. Herwisa hin karok jî, bi taybetî karokên hawênê, nehewayî hilbijêrer (bi înglîzî: facultative anaerobe) in, di hebûn û tunebûna oksîjenê de dijîn, xurekên endamî bi rêçeya karlêkên bahenaseyî an jî nebahesaneyî hildiweşînin û enerjî bi dest dixin.[1]

Pirbûn

Gelek karok dikarin hem sporên bo pirbûna zayendî û hem jî sporên bo pirbûna nezayendî çêbikin. Gava karok bi pirbûna zayendî zêde dibin, du hîfên haploîdî yên guncavê hev tên ba hev û yek dibin.[5]

Pirbûna nezayendî

Pirbûna nezayendî kiryara klonkirinê ye, bi pirbûna nezayendî, zîndewerên kopiyên hev tên çêkirin.

Gelek karok dikarin hem bi pirbûna zayendî hem jî bi pirbûna nezayendî pir bibin. Bi qasî 20,000 corên karokan tenê bi pirbûna nezayendî pir dibin. Kiryara pirbûna nezayendî li cem hemû corên karokan ne yek e.[2]

Sporên nezayenî yên karokan hin caran wekî mîtospor (bi înglîzî: mitospores) jî tên navkirin. Bi çêkirina sporên bo pirbûna nezayendî, karokên ko ji bo hawirdorek taybet hatine guncandin, dikarin belavê hawirorên mîna hawirdora wan bibin.[7]

Karok bi çar rêyên sereke bi pirbûna nezayendî zêde didibin

1. Konîdiyum

2. Spordan

3. Gopikkirin (bi înglîzî: budding)

4. Parçebûn (parçebûnî) (bi înglîzî:fragmentation)

Gelek corên karokan di kotahiya hîfê de, di serê hîfên xwe de sporên bo pirbûna nezayendî berhem dikin, ji van sporan re tê gotin konîdiyum (bi latînî: yekjimar: conidium, pirjimar: conidia). Gava konîdiyum belavê hawirdorê dibin û rastê substrada (madeya endamî) guncav tên, zîl didin bo hîf û mîselyumê. Mîselyum jî hê pirtir konîdiyum çêdikin. Kufika kesk a li ser porteqalê çêdibe, mînak e bo karokên konîdiyayî.

Tek karokek dikare di dirêjiya du rojan de, di her saetek de 40 mîlyon konîdiyum berhem bike.[7] Ji ber ko pirbûn û belavbûna karokan gelekî bi lez rû dide, karok dikarin xurekan genî bikin, tûşê laşê riwek û ajalan bibin û wan nexweş bixin.

Di karokên havênê de, wekî mînak, havêna hevîrtirş de, pirbûna nezayendî bi gopikkirinê rû dide.

Hin karok di pêkhateya kîsikî ya bi navê spordan (bi înglîzî: sporangium) de sporên nezayendî berhem dikin ji van sporan re tê gotin sporên spordanê (sporangiyospor).Wekî mînak, kufika reş a nan a bi navê Rhizopus stolonifer sporên nezayendî di spordanên xwe de bi mîtozê berhem dike.

Pirbûna zayendî li cem karokan

Di pirbûna zayendî de du corên hîfên cotbûnê (deziyê bexşîner (+) û deziyê wergir(-) yek dibin û diperisin bo çêbûna zîndewerek nû. Zîndewra nû sporên zayendî berhem dike, spor ji herdu bavan jî zanyariyên bomaweyî werdigirin. Çêbûna sporên zayendî ji sê gavên li dû hev pêk tê: plazmogamy, karyogamy, û miyoz.[4]

Bi pirbûna zayendî, bomaweya karokên nû piçek diguhere. Di karokên nû de çêbûna çeşîddarî, rê dide ko karok di jîngehên cuda de cih bibin.[7]Bi gelemperî gava ji hîfên du mîselyumên cuda feremon (bi înglîzî: pheromone) tê derdan, kiryara pirbûna zayendî jî dest pê dike. Feremonên mîselyumê molekulên taybet in û ji bo pirbûna zayendî sînyal diguhazînin. Feremonên ji mîselyumê bi wergirên miselyuma din ve tên girêdan û hîf ber bi çavkaniya feremonê dirêj dibin. Gava hîfên herdu mîselyumê rastê hev tên, tevlê hev dibin û yek dibin, ji vê bûyerê re tê gotin plazmogamî.[2]

Di kiryara pirbûnê de di ajal, riwek û hin karokan de, bi yekbûna du xaneyên haploîdî (gamet) xaneyek dîploîdî (zîgot) peyda dibe. Lê di karokên bazîdiyomîkota û askomîkota de, berê ko navika bavanan yek bibin û navikek diploîdî çêbibe, qonaxa dîkaryonî (bi înglîzî: dikaryotic stage ) rû dide. Ango di xaneya dîkaryon de, du navikên haploîdî yên ji hev cuda cih digirin.[9]Qonaxa dîkaryonî beşek ji qonaxa heterokaryonî ye. Heke sîtoplazmayên xaneyan yek bibin û xaneyek bi du an jî zêdetir navikên ji hev cuda peyda bibe, ev rewş wekî heterokaryotî (bi înglîzî: heterokaryotic) tê navkirin. Dibe ko qonaxa dabeşbûnê ya navikên di xaneya heterokaryon de, ji hev cuda be, an jî dibe ko çavkaniyên navikan ji hev cuda bin.[2]

Piştî plazmogamî, qonaxa karyogamî dest pê dike. Bi karyogamî, ango yekbûna navikan, zîgota dîploîdî peyda dibe. Maweya navbera qonaxa plazmogamî û karyogamî di hemû karokan de ne yek e. Di karokên askomîkota de qonaxa dîkaryonî (1n + 1n) kurt e, tenê di çendan xaneyên pirbûna zayendî de rû dide. Di karokên bazîdiyomîkota de qonaxa dîkaryonî, piraniya jiyana karokê de didome. Hem di xaneyên pêkhateyên çêkerê sporan de, hem jî di xaneyên pêkhateyên din ên karokê de qonaxa dîkaryonî rû dide.

Ji zîgota dîploîdî bi dabeşbûna miyozî, sporên haploîdî tên çêkirin. Spor belavê jingehê dibin.Bi zîldana sporan hîf û mîselyumên nû çêdibin. Di pirbûna zayendî de bi karyogamî û miyozê çeşîddariya bomaweyî rû dide.

Polenkirin

Cîhana karokan gelek coran lixwe digire. Heta niha bi qasî 100 000 karok ji aliyê zanyaran ve hatine nasandin, lê li ser rûyê erdê hejmara corên karokan dibe ko ji 1.5 mîlyonê zêdetir bin.[1]

Li gor polenzaniya nûjen, cîhana karokan di 7 liq, 10 jêreliq, 35 pol, 12 jêrepol, û 129 koman de tê polenkirnin.[8]

Lê xebatên ser polenkirina karokan hê jî neqediyaye. Her ko di warê pêkhateya molekulên karokan de zanyariyên nû tên bi destxistin, pêdivî bi polenkirina nû dibe. Wekî minak, heta salên 1990an jî zîgomîkota di nav cîhana karokan de wekî liqek serbixwe dihat destnîşankirin. Lê zîgomîkota êdî wekî liqek (bi înglîzî: phylum) karokan nayê hesîbandin. Niha endamên zîgomîkoteyan di nav liqên mukoromîkota (mucoromycota) û zupagomîkota (zoopagomycota) de tên polenkirin.

Ji bilî polenkirina zanistî, karok li gor şêweyê çêkirina sporan jî tên polenkirin. Li gor cihê çêkirina sporan, cîhana karokan di çar beşan de tê dabeşkirin.

Zîgomîkota (zygomycota)

Wekî karokên konjugasyonê (bi înglîzî: conjugated fungi) jî tên navkirin. Karokên endama liqê zîgomîkotayê, wekî zîgomîset tên navkirin. Wekî mînak, kufika nan a bi navê Rhizopus stolonifer di vê liqê de cih digire. Kufika nan, li gel nan, li ser mêwe û sebzeyan de jî geşe dibe. Piraniya endamên zîgomîkota genîxwer in, li ser madeyên endamî yên rizî an jî genîbûyî de dijîn. Hinek corên zîgomîkotayan mişexwer in, bi taybetî mişexwerên kêzan in.[1] Hîfên zîgomîsetan bi gelemperî dîwarê xaneyê lixwe nagirin.[4]

Zîgomîkota bi gelemperî bi pirbûna nezayendî zêde dibin. Sporên nezayendî di spordanê (sporangiyum) de tên çêkirin û wekî sporên spordanê (sporangiyospor) tên navkirin. Lê gava deziyên cotbûnê yek dibin, bi pirbûna zayendî sporên zayendî yên bi navê zîgospor çêdibin. Zîgospor sporên gir û bi dîwarê stûr in. Zîgospor di jingeha guncav de bi dabeşbûna miyozî sporên haploîdî çêdikin. Bi zîldana sporan mîselyum peyda dibe.

Askomîkota (ascomycota)

Wekî karokên tûrekî (bi înglîzî: sac fungi) jî tên zanîn. Di cîhana karokan de hinek corên askomîkotayan bi xaneyek fotesentezî (kevz an jî bakterî) ve têkiliya sûdgorke (mutualîzîm) ava dikin, bi vî awayî lîken peyda dibin. Hin corên askomîkoteyan jî mişexwer an jî genîxwerên riwek û ajalan in. Hinek tekxaneyî ne lê hinek karokên liqê askomîkota jî firexaneyî ne. Karoka havênê, kuvarka goştberxik, dobelan û penîsîlyum (penicillium) hin mînakên serekî ne bo karokên liqê askomîkota.

Di askomîkotayan de pirbûna nezayendî, bi gopikkirinê, bi dabeşbûna nîvekî (bi înglîzî: fission), parçebûnê (bi înglîzî: fragmentation) an jî bi konîdiyumê rû dide. Wekî mînak, pirbûna nezayendî di karoka havênê de bi gopikkirinê, di karoka penîsîlyumê de bi konîdyumê rû dide.

Ji bo pirbûna zayendî, askomîkota di pêkhateyên tûrekî yên bi navê askus de bi dabeşbûna miyozî, sporên bi navê askospor berhem dikin. Di askusek de 4 heta 8 spor tên berhemkirin.[11]

Du cor mîselyum, mîselyuma cotbûnê ya nêr û ya mê di pirbûna zayendî de kar dikin. Di mîselyuma nêr de di beşa anterîdiyum de sperm tên çêkirin. Di mîselyuma mê de hêk di beşa askogoniyumê de tên çêkirin. Bi yekbûna anterîdiyum û askogoniyumê plazmogamî rû dide. Ji yekbûna sîtoplazmayên van pêkhateyan, askokarp (tenê ber) peyda dibe. Di nav askokarpê de xaneyên tûrîkî yên bi navê askus geşe dibin. Di askusan de bi kiryara karyogamî, zanyariyên bomaweyî yên mîselyumên nêr û mê tevlê hev dibin û zîgota dîploîdî çêdibe. Zîgota dîploîdî dest bi dabeşbûna miyozê dike, bi vî awayî di askusê de çar navikên haploîdî yên ne wekhev peyda dibin. Xaneyên navikên haploîdî bi dabeşbûna mîtozî dibin 8, parzûna xaneyê û dîwarên xaneyê li dora her navikek de çêdibe, êdî ev pêkhateyan wekî askospor tên navkirin.[2]Askospor (sporên tûrekî) belavê hawirdorê dibin, di jîngehek guncav de zîl didin bo çêkirina hîfên nû. Ji ber ko askospor bi miyozê hatibûn çêkirin, dibe ko hîfên nû, ji aliyê bomaweyê ve ji hev cuda bin.

Bazîdiyomîkota (basidiomycota)

Wekî liqek ji cîhana karokan, bazîdiyomîkota bi qasî 30 000 coran lixwe digire. Kuvark (bi înglîzî: mushroom), karoka pîşo (bi înglîzî: shelf fungi ), kuvarka fisegur (bi înglîzî: puffball mushroom) û karokên jenga riwekan (bi înglîzî: rust) hinek mînak in bo endamên liqê bazîdiyomîkotayê.[12]

Karokên endamê liqê bazîdîyomîkota, wekî bazîdiyomîset (bi înglîzî: basidiomycete) tên navkirin.[2] Di bazîdiyomîsetan de pirbûna nezayendî bi konîdyumê, bi gopikkirin an jî bi perçebûnê rû dide.

Piraniya bazîdiyomîsetan bi pirbûna zayendî zêde dibin. Sporên zayendî yên ji bazîdiyomîsetê hatine berdan, di rewşa guncav de zîl didin û hîfên haploîdî çêdibin. Pêvajoya pirbûna zayendî bi yekbûna hîfên cotbûnê dest pê dike. Du corên hîfên cotbûnê hene, deziyê cotbûnê yê negatîv û dezîyê cotbûnê yê pozîtîv. Bi yekbûna xaneyên herdu hîfan (deziyê cotbûnê yê (+) û yê (-)) mîselyuma dîkaryotî peyda dibe, ji vî bûyerê re tê gotin plazmogamy. Di hawirdora guncav de (baran, germahî) mîselyuma dîkaryotî geşe dibe û ber bi rûyê erdê ve dirêj dibe. Bi dabeşbûna mîtozî, ji mîselyuma ser erdê de pêkhateya tenê ber (bi înglîzî: fruiting body) peyda dibe. Wekî mînak, kuvarka kinkorê bi eslê xwe beşa tenê ber a karokê ye. Hîf û mîselyum di bin axê de ne. Ango gava kuvarka kinkorê ji bo xwarinê tê berhevkirin, beşek mîselyumê di bin axê de dimîne, salek din, ji mîselyumê, tenê ber ên nû (kuvarkên nû) çêdibin. Di kuvarkan de tenê ber, ji kumik û qedokeyê pêk tê. Herwisa tenê ber ê bazîdiyomîkotayan, wekî bazîdiyokarp (bi înglîzî: basidiocarp) jî tê navkirin. Di gelemperiya kuvarkan de, binê kumikê de rîşû (bi înglîzî: gills) hene. Rîşûyên kumikê bi xaneyên dîkaryotî yên bi navê bazîdiyuman (bi înglîzî: yek jimar; basidium, pirjimar; basidia) dapoşrav in. Bazîdiyum çêkerê bazîdiyosporan in. Bazîdyuma dîkaryotî bi karyogamiyê, navikên xwe yek dike û navika dîploîdî peyda dibe. Bi dabeşbûna mîyozî navika dîploîdî dabeşê 4 navikên haploîdî dibin, her yek ji van navikan diperisin bo bazîdiyosporek. Ji rişûyên kuvarkê, bi mîlyaran bazîdiyospor belavê hawirdorê dibin, di bin şert û mercên guncav de, zîl didin bo hîf û mîselyumên nû.[2]

Dîtromîkota (deuteromycota)

Bi eslê xwe liqek destkarî (bi înglîzî: artificial phylum) ye. Endamên vê liqê, wekî karokên netemamker (bi înglîzî: imperfect fungi) jî tên navkirin. Ji ber ko di çerxa jiyana hin karokan de qonaxa pirbûna zayendî rû nade, ev karok nayên polenkirin û di liqek destkarî de, di liqê dîtrîmîkota de tên cihkirin. Ango endamên vê liqê bi pirbûna zayendî ya asayî zêde nabin. Di dîtromîsetan de pirbûna nezayendî bi konîdiyumê rû dide. Wekî mînak karokên kufikê yên bi navê Aspergillus niger, di liqê dîtromîkota de tê polenkirin.

Têkiliya karokan di jîngehê de

Karoka kufikê li ser xoxa rizî de geşe dibe. Di dirêjiya şeş rojan de, her 12 saetan carek, wêneyek hatiye girtin.

Pirtiriya karok genîxwer in, di jingehê de madeyên endamî yên xane û şaneyên nezindî hildiweşînin bo molekulên sakar. Molekulên sakar jî ji bo çêkirina xurek, ji aliyê zîndewerên xwejîn ve tên bikaranîn. Bi vî awayî di jîngehê de çerxa xurekê ava dibe.

Karok hin caran bi zîndewerên din re têkiliya hevguzeranî (sîmbiyoz) ava dikin. Dibe ko ev sîmbîyoz bi awayî mişexwerî (parazîtî) an jî sudgorke (mutualîstî) be. Wekî mînak, ekseriyê riwekan bi karokan re di nav têkiliya sîmbiyozê de ne. Regên rîwekan bi beşa karokê ya di bin axê de, girêdan ava dikin û pêkhateya bi navê mîkorîza (bi înglîzî: mycorrhizae) peyda dibe. Bi mîkorîzayan riwek û karok alûgorkirina av û xurekan dikin, bi vî awayî herdu zîndewer (karok û riwek) dikarin bijîn.[1]

Heke serê hîfa karokê bi xaneyek fotesentezî ve girêdan ava bike, lîken (bi înglîzî: lichen) çêdibe. Dîwarê xaneya karok û xaneya fotosentezî hildiweşe û herdu xane dabeş dibin bi vî awayî lîkena firexaneyî peyda dibe. Ango lîken ji hevgirtina karok û kevz, an jî karok û bakteriyê pêk tê. Di laşê lîkenê de mêjera xaneyên karok, ji ya xaneyên fotosentezî zêdetir e. Karok xaneyên fotosentezî diparêze û ji bo wan av dabîn dike. Xaneyên fotosentezî jî bi karlêkên fotosentezê, xurekên endamî berhem dikin û xurekên xwe bi karok ve parve dikin. Ango di navbera karok û xaneya fotosentezî de pêwendiya sîmbiyozê heye, Ji ber ko hem karok, hem jî xaneya fotosentezî ji vê têkiliyê sûd digirin, ev sîmbiyoz wekî sûdgorke (mutualîzîm) tê navkirin.[9]Lîken dikarin di cihên ko derfet nadin bo jiyana zindewerên din de jî bijîn. Lîken dikarin li ser keviran bijîn. Ji ber asîd û ava lîkenan kevir hedî bi hêdî hildiweşin û tevlê çêbûna axê dibin. Gava bi têra xwe ax hat çêkirin, îcar tovên riwekan li ser axê zîl didin û riwek xwe bi regên xwe bi axê ve girê didin.[9]

Nexweşi

Sporên karokan di hawayê de belav dibin, hin caran spor bi henasegirtinê dikeve nav laşê mirov jî. Dibe ko sporên karokan di hin kesan de bibin sedema çêbûna hestiyariyê (alerjî).Hin karok hokarê nexweşiyê ne, tûşê şaneyên ajal û riwekên zindî dibin û dibin sedema sistî û jinavçûna şane û xaneyên laş.[13] Karok dikarin tûşê çermnînok û porê mirov bibin. Li dij nexweşiya karokan dermanên karokkuj tên bikaranîn. Gava karok tûşê riwekan dibin, geşe û peresîna riwekan têk d,ibin. Wekî mînak jenga genim, nexweşiyek karokî ye.

Girêdanên derve

  1. Jump up to:a b c d e f g h Rye, C., Wise, R., Jurukovski, V., Desaix, J., Choi, J., & Avissar, Y. (2017).Biology. Houston, Texas : OpenStax College, Rice University,
  2. Jump up to:a b c d e f g h i Reece, Jane B. Campbell Biology : Jane B. Reece ... [et Al.]. 9th ed., Boston, Ma, Benjamin Cummings, 2011.
  3. ^ Simon, E. J., Dickey, J.L., Reece, J. B., & Burton, R. A. (2018).Campbell Essential Biology with Physiology (6th ed.). Newyork, United States: Pearson.
  4. Jump up to:a b c d Cullen, K. E. (2009).Encyclopedia of Life Science. Newyork: Facts On File, Inc
  5. Jump up to:a b c d e Losos, J., Mason, K., Johnson,G., Raven, P., & Singer, S. (2016). Biology (11th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
  6. ^ Solomon, E., Martin, C., Martin, D., & Berg, L. (2015).Biology. Stamford: Cengage Learning.
  7. Jump up to:a b c d e Brooker, R., Widmaier, E., Graham, L., & Stiling, P. (2017). Biology (4th ed.).
  8. Jump up to:a b c Moore, David, Ahmadjian, Vernon, Alexopoulos, Constantine John. "fungus". Encyclopedia Britannica, 15 Apr. 2025, https://www.britannica.com/science/fungus. Accessed 4 May 2025.
  9. Jump up to:a b c d e Starr, C. (2007). Biology:concepts and applications (7th ed.). Boston, MA: Cengage Learning.
  10. ^ McGinnis MR, Tyring SK. Introduction to Mycology. In: Baron S, editor. Medical Microbiology. 4th edition. Galveston (TX): University of Texas Medical Branch at Galveston; 1996. Available from: https://www.ncbi.nlm.nih.gov/books/NBK8125/
  11. ^ The Editors of Encyclopaedia Britannica. "Ascomycota". Encyclopedia Britannica, 10 Apr. 2025, https://www.britannica.com/science/Ascomycota. Accessed 14 July 2025.
  12. ^ The Editors of Encyclopaedia Britannica. "Basidiomycota". Encyclopedia Britannica, 18 Aug. 2023, https://www.britannica.com/science/Basidiomycota. Accessed 23 July 2025.
  13. ^ Takayuki Arazoe, Chapter Six - CRISPR-based pathogenic fungal genome editing for control of infection and disease,Editor(s): Vijai Singh,Progress in Molecular Biology and Translational Science, Academic Press, Volume 179, 2021, Pages 161-196, ISSN 1877-1173, ISBN 9780323853217https://doi.org/10.1016/bs.pmbts.2020.12.016.

2025/04/25

Bestereşane

 



Here nagîvasyonêHere lêgerînê
Di laşê mirov de şaneya herî zêde û berbelav, bestereşane ye.

Bestereşane an jî şaneya bester (bi înglîzî: connective tissue), yek ji çar corên şaneyên ajalan e.

Her wekî ji navê wê jî diyar e, bestereşane di laşê ajalan de erkê bestinê (girêdanê) bi cih tîne. Beşên laş bi hev re girê dide û destek dide laş. Di laşê mirov de şaneya herî zêde û berbelav, bestereşane ye.[1]Bestereşane hemû beşên laş bi hev re girê dide, palpişta laş dike, şane û endaman ji hev cihê dike ko pêkhate bikaribin erkên xwe bi cih bînin. Her wisa embarkirin û guhaztina xurek û madeyên pêwîst, alîkariya bo dabînkirina bergiriya laş û saxkirina birînan, hin jî karên serekî yên bestereşaneyê ne.[2]

Pêkhate

Bestereşane çendan cor in, lê di hemû coran de sê pêkhate hevbeş e; xane, madeya bingehîn û rîşalên proteînê. Li gor erkê şaneyê, şêwe û mêjara van pêkhateyan jî ji hev cuda ne.

Matrîksa bestereşaneyê

Xaneyên bestereşaneyê di nav matrîksêk de belavî ne. Matrîks ji madeyên derveyê xaneyê (bi înglîzî: extracellular materials) pêk tê. Bi gelemperî matrîks ji aliyê xaneyên bestereşaneyê ve tê berhemkirin. Piraniya matrîksê ji madeya bingehîn (bi înglîzî: ground substance) pêk tê. Di nav madeya bingehîn de rîşalên proteînî cih digirin. Ango matrîks ji madeya bingehîn û rîşalên proteînî pêk tê.[3] Bestereşane ji matrîks û xaneyên bestereşaneyê pêk tê. Madeya bingehîn bi gelemperî şile ye, lê dibe ko di hin şaneyan de madeya bingehîn req be, wekî mînak, şaneya hestî.[4] Ji bilî şaneya xwînê û lîmfê, di hemû bestereşaneyan de xaneyên sereke fîbroblast in. Fîbroblast di nav şaneyê de sabît nîn in û dikarin cih biguherin. Fîbroblast dikarin bi dabeşbûna mîtozê pir bibin. Di hin bestereşaneyan de xaneyên wekî makrofaj, lîmfosît û hin caran jî lêkosît jî cih digirin.[5]

Rîşalên bestereşaneyê

Ji bilî xwîn û lîmfê, hemû corên bestereşaneyê rîşal lixwe digirin. Dibe ko rîşal di nav matrîksê de bi awayekî şidî an jî sîstî cih girtibin. Rîşal ji bestereşaneyê re palpiştî û qayimî dabîn dikin. Cor û mêjara rîşalan, cor û asta qayimî ya besterşaneyê diyar dike.[6]

Bestereşane sê cor rîşal lixwe digire; rîşala kolojen (bi înglîzî: collagen fiber), rîşala kayişokî (bi înglîzî: elastic fiber) û rîşala torî (bi înglîzî: reticular fiber).[7]Rîşalên bestereşaneyê ji aliyê xaneyên fîbroblast ve tên çêkirin.[8]

Di bestereşaneyan de herî zêde rîşalên kolojen hene. Rîşalên kolojen ji proteîna kolojenê pêk tên. Kolojen gelek zexm e. Rîşalên kolojen pêlpêlkî ne û çemînbariya wan kêm e, lê gelek qayim in. Gava şane ji ber hêzek tê kişandin, an jî tê tepisandin, rîşal nahêlên ziyan bigihîje şaneyê.[9]

Rîşalên kayîşokî ji proteîna elastîn pêk tên.[9]Taybetmendiya serekî ya elastînê ev ko heke were kişandin, bi bandora hêzê dirêj dibe lê paşê dikare vegere şikla xwe yê resen. Wekî mînak, çermê mirovê ciwan bi rîşalên qayişokî dewlemend e.

Rîşalên torî bi eslê xwe rîşalên kolojen in, lê pir zirav in û liqdar in. Hema di hemû beşên laş de hene lê di endamên wekî kezeb û sipilê de hê pirtir in.[10]

Madeya bengihîn

Madeya bingehîn di nav hemû valahiyên navbera rîşal û xaneyên bestereşaneyê de cih digire. Li gel av û xwêyan, piraniya madeya bingehîn ji proteoglîkanan pêk tê. Proteoglîkanên madeya bingehîn %5 ji proteînan û %95 ji polîsakkarîdan pêk tê. Polîsakkarîd û proteîn bi hevdu re bi bendên kovalendî girêdayî ne.[11]Madeya bingehîn dibe ko şile (xwîn), nîvçereq (kirikirk) an jî req (hestî) be.

Xaneyên bestereşaneyê

Her corek besterşaneyê xaneyek taybet lixwe digire. Wekî mînak, besterşaneya serekî xaneyên fîbroblast lixwe digirin. Çewriyeşane, xaneyên çewriyê (bi înglîzî: adipocytes), şaneya kirkirk kondrosît, şaneya hestî osteosît, şaneya xwîn jî xirokên spî û xirokên sor lixwe digirin. Xaneyên besterşaneyê bi gelemperî rasterast bi hev re temas nakin, di navbera xaneyan de matrîks heye.[6]

Bestereşaneya embriyonî

Hemû corên bestereşaneyê ji çîna mezodermê çêdibin. Mezenşîm (bi înglîzî: mesenchyme) bestereşaneya yekem e ko di mezoderma embriyoyê de diperise. Hemû bestereşaneyên din ji xaneyên bineratî (bi înglîzî: stem cells) yên mezenşîmê peyda dibin. Guşiyên xaneyên mezenşîmê belavê laş dibin, di temenê gihîştiyê de, li dewsa xaneyên mirî an jî ziyangirtî yên bestereşaneyê. xaneyên nû peyda dikin.

Corek din a bestereşaneya embriyonî di navikebendikê de çêdibe û wekî bestereşaneya lîncî tê navkirin. Ev şane piştê jidayikbûnê, tune dibe lê hinek xaneyên mezenşîmê ji bestereşaneya lîncî belavê laş dibin.[4]

Bestereşaneya serekî

Di laşê mirov de bestereşaneya herî berbelav, bestereşaneya sist e.

Bestereşaneya sist

Di ajalên birbiredar (bi înglîzî: vertebrate) de besterşaneya herî berbelav, bestereşaneya sist e. Ev şane, rûkeşeşaneyê bi şaneyên binê wê ve girê dide û cih û pozîsyona endaman sabît dike.[12] Di bestereşaneya sist de xaneyên şaneyê di nav matrîksê de belavî ne û xestiya madeya bingehîn a matrîksê zêde ye. Madeya bingehîn a bi şêweyî jelatîn bi rîşalên proteînî tê zeximkirin. Lê rêjeya rîşalan ji rîşalên bestereşaneya şidî kêmtir e. Rîşalên kolojen li gel rîşalên qayişokî û torî, di nav matrîksê de bi awayekî sist û hevdûr cih digirin. Ev rewş ji bo lûleyên xwînêdemar û pêkhateyên din cih dabîn dike.[13]

Çemînbariya bestereşaneya sist zêde ye.[14] Hema di hemû beşen laş de bestereşaneya sist heye, lê bi taybetî li derûdora lûleyên xwînê û lîmfê de, di coga herisê de, di navbera masûlkeyan de bestereşaneya sist zêde ye û qayîmî û qaîşokiyê dabîn dike.[15]Bi gelemperî, rûkeşeşane xurekên xwe ji bestereşaneya sist dabîn dikin.

Di salên berê de bestereşaneya sist, wekî bestereşaneya torî (bi înglîzî: reticular), bestereşaneya çewrî (bi înglîzî: adîpose tissue) û bestereşaneya kunkunî (bi înglîzî: areolar) dihat polenkirin. Lê êdî bestereşaneya çewerî wekî liqek besterşaneya taybet tê hesibandin. Bestereşanaya kunkinî û torî jî di nav bestereşaneya sist de tên nîşankirin. Hin caran li dewsa bestereşaneya sist, peyva bestereşaneya kunkinî jî tê bikaranîn.

Bestereşaneya şidî

Di besterşaneya şidî de rîşal gelek zêde ne.

Besterşaneya şidî hin caran wekî besterşaneya rîşalî (bi înglîzî: fibrous connective tissues) jî tê navkirin.[5]Di matrîksa bestereşaneya şidî de rêjeya madeya bingehîn kêm e û rîşalên kolojen gelek in, loma bestereşaneya şidî qayîm (zexim) e.[16]

Li gor bestereşaneya sist, di bestereşaneya şidî de xestiya (çîrî) rîşalan gelek zêde ye. Dibe ko rîşalên bestereşaneya şidî bi awayekî rêkûpêk bin. Wekî mînak, di jê (bi înglîzî: tendon) û besteran (bi înglîzî: ligaments) de rîşal bi paralelê hev dirêj dibin. [17] Jê, masûlkeyan bi hestî ve girê didin, bester hestiyê bi hestiyek din ve girê didin.[3]

Di hin corên bestereşaneya şidî de rîşal bi awayekî bêrêkûpêk cih digirin. Di bestereşaneya şidî ya bêrêkûpêk de rîşal rêzkirî nîn in, bi awayekî serbest di matrîksê de cih digirin. Bi vî awayî şane dikare di her arasteyê de bergirî û qayîmî dabîn bike. Wekî mînak, rîşalên çîna dermîs a çerm û rîşalên perdeya dil (perîkardiyum), bergê gurçik û bergê masûlkeyan.

Di hin besterşaneyên şidî de mêjera rîşalên qayişokî zêde ye, ji vê şaneyê re tê gotin bestereşaneya qayişokî. Di laş de bi taybetî cihên ko firehbûn û tengbûn li dû hev rû didin de bestereşaneya qayîşokî heye. Wekî mînak şaneyên pişikê û xwînberên sereke ji vê şaneyê lixwe digirin.[9]

Bestereşaneya taybet

Şaneya çewrî, kirkirk, hestî, xwîn û lîmf corên bestereşaneya taybet in. Her yek ji van şaneyan li gor erkê xwe hatine guncandin, loma şikil û pêkhateya xane û matrîksa van şaneyan ji hev cuda ne.[7]

Bestereşaneya çewrî

Di xaneyên çewriyeşaneyê de çewrî tê embarkirin.

Bestereşaneya çewrî di çewriyexaneyên (bi înglîzî: adipocytes-adipose cells) nav matrîksîde de çewrî (rûn) embar dikin. Çewriyexane jî ji fîbroblstan çêdibin. Rîşalên çewriyeşaneyê gelek hindik e.[5]

Çewriyeşane du cor in, çewriyeşaneyên spî û çewriyeşaneyên qehweyî. Xaneya çewriyeşaneya spî dilopek çewrî, ya çewriyeşaneyên qehweyî jî çendan dilopên çewrî embar dikin. Rêjeya karlêkên metabolî di çewriyexaneyên qehweyî de li gor yên spî, hê zêdetir in. Çewriyeşaneya qehweyî di laşên nûza (pitik) de hê pirtir e.[15]

Şaneya çewrî wekî mîna balîfek, endamên laş ji darbeyên hawirdorê û sermaya hawirdorê diparêze. Ji bo dabînkirina enerjiyê, bestereşaneya çewrî wekî çavkaniya xurekê tê bikaranîn. Gava pêdivî bi enerjiyê heye, çewriyexane trîglîserîdê hildiweşîne û asîdên rûnê berdide nav xwînê.[12]

Xaneyên çewriyeşaneyê nikarin dabeş bibin. Ango hejmara xaneyên çewrî di laşê mirov de hema sabît e. Gava mirov qelew dibe hejmara xaneyên çewriyeşaneyê zêde nabe, lê qebareya xaneyê bi dilopa rûn zêde dibe, xane diwerime û gir dibe. Bi xerckirina dilopên rûnê, çewriyexane piçûk dibe.[7]

Hormona bi navê leptîn ji aliyê şaneya çewrî ve tê berhemkirin û derdan. Leptîn di mejî de navenda kontola madê (îşteh) rêk dixe. Şaneya çewrî herî zêde di binê çermê mirov de, li derdora gurçikan de û li ser rûyê dil de heye.[10]

Bestereşaneya kirkirk

Qayimiya kirkirkê ji ber rîşlên kolojenê ye.

Şaneya kirkirk û şaneya hestî cora bestereşaneya palpişt (bi înglîzî: supportive connective tissue) a besterşaneya taybet in. Şaneya kirkirk (bi înglîzî: cartilage tissue) ji xaneyên kondrosît (bi înglîzî:chondrocytes) û matrîksa nîvçereq a lastîkî pêk tê. Qayimiya kirkirkê ji ber rîşlên kolojenê ye. Rîşalên kolojen ji aliyê kondrosîtan ve tên çêkirin û di matrîksê de cih digirin. Xaneyên kirkirkê di matrîksê de, di nav kelênên piçûk de cih digirin, ji van kelênan re tê gotin lakun (bi înglîzî: lacunae). Dibe ko lakun yek, du an jî çar xaneyan lixwe bigire. Di şaneya kirkirk de lûleyên xwînê, lîmf û demar tune ne. Xaneyên kirkirkê (kondrosît) xurek û oksîjenê bi difuzyonê ji matrîksê dabîn dikin.[9]

Bestereşaneya hestî

Şaneya hestî bestereşaneya herî req e. Endamên laş ji ziyanên hawirdorê diparêze, destek dide laş, xaneyên xwînê çêdike û hin mîneralan embar dike.[4]

Matrîksa şaneya hestî req e û bi gelemperî rîşalên kolojenê lixwe digire. Rîşal di nav madeya bingehîn a mîneralbûyî de noqbûyî ne. Madeya bingehîn a hestiyeşaneyê bi ekserî ji kalsiyum fosfatê pêk tê. Xaneyên hestî (bi înglîzî: osteocytes) jî wekî mîna xaneyên kirkirkê, di nav lakun de cih digirin. Şaneya hestî do cor in, hestiyeşaneya pitew (bi înglîzî: compact bone tissue) û hestiyeşaneya isfencî (bi înglîzî: spongy bone tissue). Di besterşaneya hestî de lûleyên xwînê û demar hene.[18] Loma di rewşa bîrîndarbûn an jî şikestina hestiyan de, bi gelemperî di demek kurt de hestî baş dibin.[4]Hestiyên mirov bi kiryara hestîbûnê ji kirkirkê çêdibin.

Bestereşaneya xwîn

Şaneya xwîn û şaneya lîmf cora bestereşaneya herikbar (bi înglîzî: fluid connective tissue) a bestereşaneya taybet in. Plazmaya xwînê, matrîksa şaneya xwînê ye. Di matrîksê de li dewsa rîşalan, proteînên rîşalê cih digirin, madeya bingehîn jî şileya xwînê ye. Xaneyên xwînê di nav plazmayê de cih digirin. Xurek, xwê, gaz, hormon û madeyên paşmayî di nav plazmayê de tên guhaztin. Xaneyên şaneya xwînê, xirokên sor û xirokên spî ne. Herwisa perikên xwînê jî di nav plazmayê de cih digirin.[6]Xaneyên xwînê ji aliyê moxê hestî ve tên çêkirin. Xirokên sor oksîjenê ji pişikan diguhazîne tevahiya laş. Xirokên spî ji bo dabînkirina bergiriya laş kar dikin. Perikên xwînê jî di dema birîndarbûnê de di karlêkên xwînmeyînê de cih digirin.[4]

Bestereşaneya lîmf

Lîmf matrîsek şile û xirokên spî lixwe digire. Lîmfeşane hin molekul û şileyê ji valahiya navbera xaneyan werdigire û bi navbeynkariya lûleyên lîmfê heta dil diguhazîne û tevlî xwînê dike. Şaneya lîmfê bo avakirina bergiriya laş kar dike. Herwisa çewriyên di rûviyan de hatine mijîn. bi şaneya lîmfê tê guhaztin bo xwînê.

Girêdanên derve

Çavkanî

  1. ^ Ireland, K. A. (2010). Visualizing Human Biology (3rd ed.). Hoboken, NJ: John Wiley & Sons.
  2. ^ Starr, C. (2007). Biology:concepts and applications (7th ed.). Boston, MA: Cengage Learning.
  3. Jump up to:a b Starr, C., & McMillan, B. (2010). Human Biology (8th ed.). Pacific Grove, CA: Brooks/Cole Publishing Company.
  4. Jump up to:a b c d e Betts, J., Desaix, P., Johnson, E., Johnson, J., Korol, O., & Kruse, D. et al. (2017). Anatomy & physiology. Houston, Texas: OpenStax College, Rice University,
  5. Jump up to:a b c Rye, C., Wise, R., Jurukovski, V., Desaix, J., Choi, J., & Avissar, Y. (2017).Biology. Houston, Texas : OpenStax College, Rice University,
  6. Jump up to:a b c McKinley, M., & O'Loughlin, V. (2011). Human Anatomy (3rd ed.). New York, NY: McGraw-Hill
  7. Jump up to:a b c Losos, J., Mason, K., Johnson,G., Raven, P., & Singer, S. (2016). Biology (11th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
  8. ^ Cullen, K. E. (2009).Encyclopedia of Life Science. Newyork: Facts On File, Inc
  9. Jump up to:a b c d Solomon, E., Martin, C., Martin, D., & Berg, L. (2015).Biology. Stamford: Cengage Learning.
  10. Jump up to:a b Mader, S., & Windelspecht, M. (2017). Human Biology (15th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
  11. ^ "Blue Histology – Connective Tissues". https://www.lab.anhb.uwa.edu.au/mb140/CorePages/Connective/Connect.htm]School of Anatomy and Human Biology - The University of Western Australia
  12. Jump up to:a b Reece, Jane B. Campbell Biology : Jane B. Reece ... [et Al.]. 9th ed., Boston, Ma, Benjamin Cummings, 2011.
  13. ^ Fox, Stuart Ira.Human Physiology. McGraw-Hill Education, 2016.
  14. ^ Brooker, R., Widmaier, E., Graham, L., & Stiling, P. (2017). Biology (4th ed.).
  15. Jump up to:a b Waugh, A., Grant, A., Chambers, G., Ross, J., & Wilson, K. (2014).Ross and Wilson anatomy and physiology in health and illness (12th ed.). Edinburg: Elsevier.
  16. ^ Johnson, L. G. (1987). Biology. Dubuque, Iowa: Wm. C. Brown.
  17. ^ Kamrani P, Marston G, Arbor TC, et al. Anatomy, Connective Tissue. [Updated 2023 Mar 5]. In: StatPearls [Internet]. Treasure Island (FL): StatPearls Publishing; 2025 Jan-. Available from: [1]
  18. ^ SEER Training Modules, Module Name. U. S. National Institutes of Health, National Cancer Institute. 25.04.2025 [2].