Karok an jî kerû (bi înglîzî: yekjimar; fungus, pirjimar; fungi) yek ji cîhana zîndewerên tekxaneyî an jî firexaneyî yên endamên koma zîndewerên navikrasteqîn (êkaryot) in.
Ji bo karokên xwarinê bi gelemperî peyava kuvark tê bikaranîn, lê karok û kuvark ne haman tişt in, kuvark beşek ji cîhana karokan e.
Beşa zaniste ya li ser karokan xebat dike, wekî karokzanî (bi înglîzî: mycology) tê navkirin. Karokzanî liqek biyolojiyê ye. Di warê karokzaniyê de, karokzan li ser pêkhateya biyokîmyayî ya karokan, polenkirina karokan, diyarkirina bomaweya karokan, û ji aliyê mirov ve bikaranîna karokan de xebat dikin.
Kuvark, karokên havênê, kufik û Penicillium notatum a ko jê dijezîndeyî ya penîsîlîn tê çêkirin, hemû endamên cîhana karokan in. Karok di jorecîhana Êkarya (bi înglîzî: Eukarya) da cih digirin.[1]
Taybetmendî

Karok jî wekî mîna ajalan, xwenejîn (heterotrof) in. Nikarin mîna riwek, kevz û hin bakteriyan xurekên xwe bi fotosentez an jî kîmosentezê berhem bikin. Ajal xurekan dixwin û di coga herisê de bi alîkariya enzîman, xurekan hildiweşînin bo molekulên sakar. Molekulên sakar ên wekî glukoz, asîdên amînî û asîdên çewrî ji coga herisê tevlê xwînê dibin û tên guhaztin bo xaneyan. Berevajiyê ajalan, hemû karok xurekan li derveyê laşê xwe diherisînin û dimijînin nav xaneyên xwe. Ji bo vê karê, karok enzîmên xwe derdidin ser xurekên hawirdora xwe. Enzîm xurekên endamî yên aloz hildiweşîne bo xurekên endamî yên sakar. Xurekên sakar jî ji aliyê karok ve tê mijandin û di xaneyan de tên bikaranîn.[2]
Karok xurekên xwe ji madeyên endamî yên laşê organîzmayên mirî an jî zindî bi dest dixin. Madeyên endamî yên wekî dar û riwekên rizî, laşê ajalên mirî û paşmayîyên organaîzmayên zindî ji bo dabînkirina xurek çavkaniyên sereke ne.[3]
Hemû karok navikrasteqîn in (êkaryot).
Hemû karok xwenejîn in (heteretof).
Piraniya karokan firexaneyî ne, lê hindek corên tekxaneyî jî hene. Mînak, karoka havên tekxaneyî ye, lê karokên havênê bi şeweyî molge (kolonî) bi hevre dijîn.
Hin karok firenavikî ne, ango di xaneya wan de ne yek, lê zêdetir navik cih digirin.
Dîwarê xaneyên karokan kîtîn lixwe digire.
Piraniya endamên cîhana karokan neliv in. Tenê di liqê Çîtrîdîomîkota (Chytridiomycota) de gamet, qamçî lixwe digirin û dilivin.[1]
Ji ber ko karok cih naguherin, xwediyê pêkhateyên mîna reg in û xaneyên wan bi dîwarê xaneyê pêçayî ne, di salên berê de karok wekî riwek dihatin hesîbandin. Zanyar bi xebatên li ser ARN-rîbozomî ya biçûk, ARN-rîbozomî ya karokan û ya zîndewerên ji cihanên êkarya dan ber hev û diyar kirin ko karok ji riwekan pirtir, dişibin ajalan.[4]
Li cem karokan kiryara mîtozê ji xaneyên zîndewerên din cudatir rû dide. Ji ber ko di hin karokan de xane bi berbestan ji hev nahitine cihêkirin, yekeya pirbûnê ya karokan, ne xane lê navik e. Dema mîtozê de parzûna navikê hilnaweşe, rîsên teşiyê ji parzûna navikê derbas dibin û xwe bi kromozoman ve girê didin. Ji bilî karokên liqê Çîtrîdiyomîkota, xaneyên karokan sentriyol lixwe nagirin.[5]
Pêkhate
Laşê karokên firexaneyî ji tora dezîyên piçûk pêk tê. Tora deziyên karokê wekî hîf ( bi latînî: yekjimar; hypha, pirjimar; hyphae) tê navkirin. Hîf (dezîyekarok) bi şeweyê deziyê lûlelyî ne.[6] Ango hîf bi eslê xwe xaneyek lûlelyî ya liqdar e û bi sîtoplazmayê tijî ye. Dibe ko hîf bêberbest be (bi înglîzî: aseptate hypha) û firenavik be an jî bi berdestan hatibe dabeşkirin (bi înglîzî: septate hypha).[7] Bi gelemperî karokên seretayî (pîrîmîtîv) hifên biberbest an jî hîfên berbestên netemamî lixwe digirin. Di berbestên netemamî de berbest kunkirî ne, sîtoplazma ji xaneyek dikare biherike xaneya din. Herwisa ne endamok lê, hin molekul jî di nav sîtoplazmayê de ji xaneyek ber bi xaneya din ve cih diguherin. Hîfên piraniya corên karokan, hîfên biberbest in. Di hîfên bi berdestan hatine cihêkirin de, li gor cora karokê an jî li gor qonaxa geşebûn û peresîna karokê dibe ko her xane yek an jî pirtir navik lixwe bigire.[8]
Hîfên karoka kufika nanê bi berbestan nehatinê cihêkirin, loma hîfên kufika nanê ji xaneyên firenavikî pêk tên.[1]Girseya hîfên bi hev re girêdayî wekî rîsê karokê an jî mîselyum (bi înglîzî: mycelium) tê navkirin. Dibe ko mîselyuma karokek di nav axê de, ji torek çendan mêtreyan pêk were. Mîselyum ne tenê di nav axê de, lê li ser an jî di nav riwekan de, li ser madeyên endamî yên wekî nan, penêr û hwd jî geşe dibe.[5]
Hin karok, wekî mînak, karoka havênê, tekxaneyî ye û mîselyum pêk naîne.Gava di hawirdorê de bi têra xwe xurekên endamî hebin, hîfên nû tê çêkirin û mîselyuma karokê bi lez geşe dibe. Serê hîfên karokê ber bi xurekê ve dirêj dibin. Ji ber ko hîf gelek zirav û liqdar in, ji bo mijîna xurekan, rûyek fireh dabîn dikin.[7]Ango di karokên firexaneyî de, her deziyek mîselyumê, hîfek e. Hîf zincîreke xaneyan e ko ji serî heta dawî bi hev ve girêdayî ne. Di hin karokên firexaneyî de gelek hîf bi hev re tên girêdan û pêkhateyên çêkerê sporan peyda dibe.[9]
Di pêkhateya dîwarê xaneyê karokan de kîtîn heye. Kîtîn pêkhateyak qayişokî û qayim e û ji polîsakkarîdên nîtrojenî ava bûye.[2]Karok ji xaneyên êkaryotî (navikrasteqîn) pêk tên lê berevajiyê zîndewerên din ên êkaryotî, xaneyên karok haploîdî ne. Tenê di qonaxa pirbûna zayendî de ji bo demek kurt, dîploîdî ne.[4]
Karok mijer in. Xurekê xwe bi rêya mijînî werdigirin.Enzîmên herisê berhem dikin û der didin ser xurekê, xurekê li derveyê xaneyê diherisînin, paşê dimijînin nav xaneyê.
Hin corên karokan bi genîxweriyê, xwarinên xwe ji organîzmayên mirî bi dest dixin. Karok bi nîvçeregan (rhizoids) xwe bi hawirdora xwe ve girê didin.
Karok ji bo hilweşandina xurekên endamî yên li hawirdora xwe, enzîm bi kar tînin. Selulaz (cellulase), fîtaz (phytase), lîpaz (lipase), û zîlenaz (xylanase) mînakên serekî ne bo enzîmên karokan. Karok xurekên endamî yên aloz, bi alîkariya enzîman hildiweşîne bo xurekên endamî yên sakar. Deziyekarok (hîf), madeyan ji hawirdorê dimijînin. Deziyekarok di nav axê de an jî di nav qedê riwekên de dirêj dibin.
Çerxa jiyana karokan
Di çerxa jiyana karokên bi pirbûna zayendî zêde dibin de, qonaxa haploîdî û qonaxa dîploîdî li dû hev dubare dibin.Karokên firexaneyî bi zîldana sporê geşe dibin û hîf û mîselyum çêdikin. Qonaxa haploîdî bi yekbûna navikên haploîdî, ango bi karyogamiyê dawî dibe. Bi yekbûna navikên haploîdî, zîgota dîploîdî peyda dibe û qonaxa dîploîdî ya karokê dest pê dike. Dabeşbûna miyozî kromozomên zîgote dabeşê du paran dike û qonaxa haploîdî ji nû ve dest pê dike. Gamet bi mîtozê, ji pêkhateya haploîdî peyda dibin. Di piraniya corên karokan de ji bilî zîgote, hemû pêkhateyên karokê haploîdî ne.[8]
Spor
Pitiriya karokan bi navbeynkariya sporan, bi pirbûna nezayendî zêde dibin. Dibe ko spor bi kiryara zayendî bi dabeşbûna miyozê, an jî bi kiryara nezayendî, bi dabeşbûna mîtoze werin çêkirin.[9]
Sporên bi kiryara nezayendî tên çêkirin, di xaneyên tûrikî yên bi navê spordan (sporangiyum) de tên berhemkirin û wekî sporên spordanê an jî sporangiyaspor tên navkirin. Sporên bi kiryara zayendî tên çêkirin jî li gor cora liqê karokan, wekî askospor, bazîdiyospor û zîgospor tên navkirin. Herwisa sporên hin karok û kevzan jî wekî oospor tên navkirin.[10]
Spor xaneyên haploîdî ne bi dabeşbûna mîtozî karoka firexaneyî ya haploîdî çêdikin.[1]Bi gelemperî spor bi bayê belavê hawirdorê dibin. Gava spor ji bo cihek guncav tên guhaztin, zîl didin û mîselyuma karokê pêk tînin.[2] Spor pir hûrik in, loma dikare ji bo demek dirêj di atmosferê de deliqandî bimîne. Sporên karokên ko nexweşî tûşî mirov û zîndewerên din dikin, bi gelemperî bi rêka hewayê belav dibin. Sporên hin karokan jî ji aliye mêş û mûran ve tên guhaztin. Di hin karokan de spor kilik lixwe digin û bi alikariya wê cih diguharînin. Sporên bikilik wekî zoospor tên navkirin.[5]
Geşebûn
Karok bi gelemperî zîndewerên firexaneyî ne. Karokek firexaneyî di çerxa jiyana xwe de, bi du şêweyên cuda xuya dibin. Karok an di qonaxa pirbûnê de ye, an jî di qonaxa vejetayî de ye. Dema karok spor berhem dike, di qonaxa pirbûnê (bi înglîzî: reproductive stage) de tê hesîbandin. Heke karok ne di qonaxa pirbûnê de be, di qonaxa vejetayî (bi înglîzî: vegetative stage) de ye.
Di qonaxa vejetayî de karok ji hîfan pêk tê. Girseya hîfan wekî mîselyum tê navkirin. Mîselyum dikare di bin axê de, li ser axê de an jî li ser tiştên rizî de geşe bibe. Herwisa dibe ko mîselyum di nav şileyê de an jî di nav şaneyên zindî de jî geşe bibe.[5]
Hîf bi tena serê xwe pir hûrik e û bi çavên tazî nayê dîtin. Lê mîselyuma karokê dibe ko gelek mezin be.Geşe û peresîna karokan di jîngehên şil (hêmî) û piçek asîdî de hê baştir rû dide. Karok dikarin hem di hebûn hem jî di nebûna ronahiyê de geşe bibin. Li gor pêdiviya wan a bi oksîjenê, sê cor karok heye. Piraniya karokan, hewayî neçarî (bi înglîzî: obligate aerobe) ne, divê di hawirdora wan de hertim bi têra xwe oksîjen hebe.
Hinek corên karokan jî nehewayî neçarî (bi înglîzî: obligate anaerobe) ne, divê di hawirdora wan de oksîjen tune be. Wekî mînak, hinek karokên ji liqê Çîtrîdîomîkota di nav ûrê çêlekan de dijîn û tenê dikarin bi henaseya nehewayî enerjî bi dest bixin. Di hebûna oksîjenê de nikarin bijîn. Herwisa hin karok jî, bi taybetî karokên hawênê, nehewayî hilbijêrer (bi înglîzî: facultative anaerobe) in, di hebûn û tunebûna oksîjenê de dijîn, xurekên endamî bi rêçeya karlêkên bahenaseyî an jî nebahesaneyî hildiweşînin û enerjî bi dest dixin.[1]
Pirbûn
Gelek karok dikarin hem sporên bo pirbûna zayendî û hem jî sporên bo pirbûna nezayendî çêbikin. Gava karok bi pirbûna zayendî zêde dibin, du hîfên haploîdî yên guncavê hev tên ba hev û yek dibin.[5]
Pirbûna nezayendî
Pirbûna nezayendî kiryara klonkirinê ye, bi pirbûna nezayendî, zîndewerên kopiyên hev tên çêkirin.
Gelek karok dikarin hem bi pirbûna zayendî hem jî bi pirbûna nezayendî pir bibin. Bi qasî 20,000 corên karokan tenê bi pirbûna nezayendî pir dibin. Kiryara pirbûna nezayendî li cem hemû corên karokan ne yek e.[2]
Sporên nezayenî yên karokan hin caran wekî mîtospor (bi înglîzî: mitospores) jî tên navkirin. Bi çêkirina sporên bo pirbûna nezayendî, karokên ko ji bo hawirdorek taybet hatine guncandin, dikarin belavê hawirorên mîna hawirdora wan bibin.[7]
Karok bi çar rêyên sereke bi pirbûna nezayendî zêde didibin
1. Konîdiyum
2. Spordan
3. Gopikkirin (bi înglîzî: budding)
4. Parçebûn (parçebûnî) (bi înglîzî:fragmentation)
Gelek corên karokan di kotahiya hîfê de, di serê hîfên xwe de sporên bo pirbûna nezayendî berhem dikin, ji van sporan re tê gotin konîdiyum (bi latînî: yekjimar: conidium, pirjimar: conidia). Gava konîdiyum belavê hawirdorê dibin û rastê substrada (madeya endamî) guncav tên, zîl didin bo hîf û mîselyumê. Mîselyum jî hê pirtir konîdiyum çêdikin. Kufika kesk a li ser porteqalê çêdibe, mînak e bo karokên konîdiyayî.
Tek karokek dikare di dirêjiya du rojan de, di her saetek de 40 mîlyon konîdiyum berhem bike.[7] Ji ber ko pirbûn û belavbûna karokan gelekî bi lez rû dide, karok dikarin xurekan genî bikin, tûşê laşê riwek û ajalan bibin û wan nexweş bixin.
Di karokên havênê de, wekî mînak, havêna hevîrtirş de, pirbûna nezayendî bi gopikkirinê rû dide.
Hin karok di pêkhateya kîsikî ya bi navê spordan (bi înglîzî: sporangium) de sporên nezayendî berhem dikin ji van sporan re tê gotin sporên spordanê (sporangiyospor).Wekî mînak, kufika reş a nan a bi navê Rhizopus stolonifer sporên nezayendî di spordanên xwe de bi mîtozê berhem dike.
Pirbûna zayendî li cem karokan
Di pirbûna zayendî de du corên hîfên cotbûnê (deziyê bexşîner (+) û deziyê wergir(-) yek dibin û diperisin bo çêbûna zîndewerek nû. Zîndewra nû sporên zayendî berhem dike, spor ji herdu bavan jî zanyariyên bomaweyî werdigirin. Çêbûna sporên zayendî ji sê gavên li dû hev pêk tê: plazmogamy, karyogamy, û miyoz.[4]
Bi pirbûna zayendî, bomaweya karokên nû piçek diguhere. Di karokên nû de çêbûna çeşîddarî, rê dide ko karok di jîngehên cuda de cih bibin.[7]Bi gelemperî gava ji hîfên du mîselyumên cuda feremon (bi înglîzî: pheromone) tê derdan, kiryara pirbûna zayendî jî dest pê dike. Feremonên mîselyumê molekulên taybet in û ji bo pirbûna zayendî sînyal diguhazînin. Feremonên ji mîselyumê bi wergirên miselyuma din ve tên girêdan û hîf ber bi çavkaniya feremonê dirêj dibin. Gava hîfên herdu mîselyumê rastê hev tên, tevlê hev dibin û yek dibin, ji vê bûyerê re tê gotin plazmogamî.[2]
Di kiryara pirbûnê de di ajal, riwek û hin karokan de, bi yekbûna du xaneyên haploîdî (gamet) xaneyek dîploîdî (zîgot) peyda dibe. Lê di karokên bazîdiyomîkota û askomîkota de, berê ko navika bavanan yek bibin û navikek diploîdî çêbibe, qonaxa dîkaryonî (bi înglîzî: dikaryotic stage ) rû dide. Ango di xaneya dîkaryon de, du navikên haploîdî yên ji hev cuda cih digirin.[9]Qonaxa dîkaryonî beşek ji qonaxa heterokaryonî ye. Heke sîtoplazmayên xaneyan yek bibin û xaneyek bi du an jî zêdetir navikên ji hev cuda peyda bibe, ev rewş wekî heterokaryotî (bi înglîzî: heterokaryotic) tê navkirin. Dibe ko qonaxa dabeşbûnê ya navikên di xaneya heterokaryon de, ji hev cuda be, an jî dibe ko çavkaniyên navikan ji hev cuda bin.[2]
Piştî plazmogamî, qonaxa karyogamî dest pê dike. Bi karyogamî, ango yekbûna navikan, zîgota dîploîdî peyda dibe. Maweya navbera qonaxa plazmogamî û karyogamî di hemû karokan de ne yek e. Di karokên askomîkota de qonaxa dîkaryonî (1n + 1n) kurt e, tenê di çendan xaneyên pirbûna zayendî de rû dide. Di karokên bazîdiyomîkota de qonaxa dîkaryonî, piraniya jiyana karokê de didome. Hem di xaneyên pêkhateyên çêkerê sporan de, hem jî di xaneyên pêkhateyên din ên karokê de qonaxa dîkaryonî rû dide.
Ji zîgota dîploîdî bi dabeşbûna miyozî, sporên haploîdî tên çêkirin. Spor belavê jingehê dibin.Bi zîldana sporan hîf û mîselyumên nû çêdibin. Di pirbûna zayendî de bi karyogamî û miyozê çeşîddariya bomaweyî rû dide.
Polenkirin
Cîhana karokan gelek coran lixwe digire. Heta niha bi qasî 100 000 karok ji aliyê zanyaran ve hatine nasandin, lê li ser rûyê erdê hejmara corên karokan dibe ko ji 1.5 mîlyonê zêdetir bin.[1]
Li gor polenzaniya nûjen, cîhana karokan di 7 liq, 10 jêreliq, 35 pol, 12 jêrepol, û 129 koman de tê polenkirnin.[8]
Lê xebatên ser polenkirina karokan hê jî neqediyaye. Her ko di warê pêkhateya molekulên karokan de zanyariyên nû tên bi destxistin, pêdivî bi polenkirina nû dibe. Wekî minak, heta salên 1990an jî zîgomîkota di nav cîhana karokan de wekî liqek serbixwe dihat destnîşankirin. Lê zîgomîkota êdî wekî liqek (bi înglîzî: phylum) karokan nayê hesîbandin. Niha endamên zîgomîkoteyan di nav liqên mukoromîkota (mucoromycota) û zupagomîkota (zoopagomycota) de tên polenkirin.
Ji bilî polenkirina zanistî, karok li gor şêweyê çêkirina sporan jî tên polenkirin. Li gor cihê çêkirina sporan, cîhana karokan di çar beşan de tê dabeşkirin.
Zîgomîkota (zygomycota)

Wekî karokên konjugasyonê (bi înglîzî: conjugated fungi) jî tên navkirin. Karokên endama liqê zîgomîkotayê, wekî zîgomîset tên navkirin. Wekî mînak, kufika nan a bi navê Rhizopus stolonifer di vê liqê de cih digire. Kufika nan, li gel nan, li ser mêwe û sebzeyan de jî geşe dibe. Piraniya endamên zîgomîkota genîxwer in, li ser madeyên endamî yên rizî an jî genîbûyî de dijîn. Hinek corên zîgomîkotayan mişexwer in, bi taybetî mişexwerên kêzan in.[1] Hîfên zîgomîsetan bi gelemperî dîwarê xaneyê lixwe nagirin.[4]
Zîgomîkota bi gelemperî bi pirbûna nezayendî zêde dibin. Sporên nezayendî di spordanê (sporangiyum) de tên çêkirin û wekî sporên spordanê (sporangiyospor) tên navkirin. Lê gava deziyên cotbûnê yek dibin, bi pirbûna zayendî sporên zayendî yên bi navê zîgospor çêdibin. Zîgospor sporên gir û bi dîwarê stûr in. Zîgospor di jingeha guncav de bi dabeşbûna miyozî sporên haploîdî çêdikin. Bi zîldana sporan mîselyum peyda dibe.

Askomîkota (ascomycota)
Wekî karokên tûrekî (bi înglîzî: sac fungi) jî tên zanîn. Di cîhana karokan de hinek corên askomîkotayan bi xaneyek fotesentezî (kevz an jî bakterî) ve têkiliya sûdgorke (mutualîzîm) ava dikin, bi vî awayî lîken peyda dibin. Hin corên askomîkoteyan jî mişexwer an jî genîxwerên riwek û ajalan in. Hinek tekxaneyî ne lê hinek karokên liqê askomîkota jî firexaneyî ne. Karoka havênê, kuvarka goştberxik, dobelan û penîsîlyum (penicillium) hin mînakên serekî ne bo karokên liqê askomîkota.
Di askomîkotayan de pirbûna nezayendî, bi gopikkirinê, bi dabeşbûna nîvekî (bi înglîzî: fission), parçebûnê (bi înglîzî: fragmentation) an jî bi konîdiyumê rû dide. Wekî mînak, pirbûna nezayendî di karoka havênê de bi gopikkirinê, di karoka penîsîlyumê de bi konîdyumê rû dide.
Ji bo pirbûna zayendî, askomîkota di pêkhateyên tûrekî yên bi navê askus de bi dabeşbûna miyozî, sporên bi navê askospor berhem dikin. Di askusek de 4 heta 8 spor tên berhemkirin.[11]
Du cor mîselyum, mîselyuma cotbûnê ya nêr û ya mê di pirbûna zayendî de kar dikin. Di mîselyuma nêr de di beşa anterîdiyum de sperm tên çêkirin. Di mîselyuma mê de hêk di beşa askogoniyumê de tên çêkirin. Bi yekbûna anterîdiyum û askogoniyumê plazmogamî rû dide. Ji yekbûna sîtoplazmayên van pêkhateyan, askokarp (tenê ber) peyda dibe. Di nav askokarpê de xaneyên tûrîkî yên bi navê askus geşe dibin. Di askusan de bi kiryara karyogamî, zanyariyên bomaweyî yên mîselyumên nêr û mê tevlê hev dibin û zîgota dîploîdî çêdibe. Zîgota dîploîdî dest bi dabeşbûna miyozê dike, bi vî awayî di askusê de çar navikên haploîdî yên ne wekhev peyda dibin. Xaneyên navikên haploîdî bi dabeşbûna mîtozî dibin 8, parzûna xaneyê û dîwarên xaneyê li dora her navikek de çêdibe, êdî ev pêkhateyan wekî askospor tên navkirin.[2]Askospor (sporên tûrekî) belavê hawirdorê dibin, di jîngehek guncav de zîl didin bo çêkirina hîfên nû. Ji ber ko askospor bi miyozê hatibûn çêkirin, dibe ko hîfên nû, ji aliyê bomaweyê ve ji hev cuda bin.

Bazîdiyomîkota (basidiomycota)
Wekî liqek ji cîhana karokan, bazîdiyomîkota bi qasî 30 000 coran lixwe digire. Kuvark (bi înglîzî: mushroom), karoka pîşo (bi înglîzî: shelf fungi ), kuvarka fisegur (bi înglîzî: puffball mushroom) û karokên jenga riwekan (bi înglîzî: rust) hinek mînak in bo endamên liqê bazîdiyomîkotayê.[12]
Karokên endamê liqê bazîdîyomîkota, wekî bazîdiyomîset (bi înglîzî: basidiomycete) tên navkirin.[2] Di bazîdiyomîsetan de pirbûna nezayendî bi konîdyumê, bi gopikkirin an jî bi perçebûnê rû dide.
Piraniya bazîdiyomîsetan bi pirbûna zayendî zêde dibin. Sporên zayendî yên ji bazîdiyomîsetê hatine berdan, di rewşa guncav de zîl didin û hîfên haploîdî çêdibin. Pêvajoya pirbûna zayendî bi yekbûna hîfên cotbûnê dest pê dike. Du corên hîfên cotbûnê hene, deziyê cotbûnê yê negatîv û dezîyê cotbûnê yê pozîtîv. Bi yekbûna xaneyên herdu hîfan (deziyê cotbûnê yê (+) û yê (-)) mîselyuma dîkaryotî peyda dibe, ji vî bûyerê re tê gotin plazmogamy. Di hawirdora guncav de (baran, germahî) mîselyuma dîkaryotî geşe dibe û ber bi rûyê erdê ve dirêj dibe. Bi dabeşbûna mîtozî, ji mîselyuma ser erdê de pêkhateya tenê ber (bi înglîzî: fruiting body) peyda dibe. Wekî mînak, kuvarka kinkorê bi eslê xwe beşa tenê ber a karokê ye. Hîf û mîselyum di bin axê de ne. Ango gava kuvarka kinkorê ji bo xwarinê tê berhevkirin, beşek mîselyumê di bin axê de dimîne, salek din, ji mîselyumê, tenê ber ên nû (kuvarkên nû) çêdibin. Di kuvarkan de tenê ber, ji kumik û qedokeyê pêk tê. Herwisa tenê ber ê bazîdiyomîkotayan, wekî bazîdiyokarp (bi înglîzî: basidiocarp) jî tê navkirin. Di gelemperiya kuvarkan de, binê kumikê de rîşû (bi înglîzî: gills) hene. Rîşûyên kumikê bi xaneyên dîkaryotî yên bi navê bazîdiyuman (bi înglîzî: yek jimar; basidium, pirjimar; basidia) dapoşrav in. Bazîdiyum çêkerê bazîdiyosporan in. Bazîdyuma dîkaryotî bi karyogamiyê, navikên xwe yek dike û navika dîploîdî peyda dibe. Bi dabeşbûna mîyozî navika dîploîdî dabeşê 4 navikên haploîdî dibin, her yek ji van navikan diperisin bo bazîdiyosporek. Ji rişûyên kuvarkê, bi mîlyaran bazîdiyospor belavê hawirdorê dibin, di bin şert û mercên guncav de, zîl didin bo hîf û mîselyumên nû.[2]
Dîtromîkota (deuteromycota)
Bi eslê xwe liqek destkarî (bi înglîzî: artificial phylum) ye. Endamên vê liqê, wekî karokên netemamker (bi înglîzî: imperfect fungi) jî tên navkirin. Ji ber ko di çerxa jiyana hin karokan de qonaxa pirbûna zayendî rû nade, ev karok nayên polenkirin û di liqek destkarî de, di liqê dîtrîmîkota de tên cihkirin. Ango endamên vê liqê bi pirbûna zayendî ya asayî zêde nabin. Di dîtromîsetan de pirbûna nezayendî bi konîdiyumê rû dide. Wekî mînak karokên kufikê yên bi navê Aspergillus niger, di liqê dîtromîkota de tê polenkirin.
Têkiliya karokan di jîngehê de

Pirtiriya karok genîxwer in, di jingehê de madeyên endamî yên xane û şaneyên nezindî hildiweşînin bo molekulên sakar. Molekulên sakar jî ji bo çêkirina xurek, ji aliyê zîndewerên xwejîn ve tên bikaranîn. Bi vî awayî di jîngehê de çerxa xurekê ava dibe.
Karok hin caran bi zîndewerên din re têkiliya hevguzeranî (sîmbiyoz) ava dikin. Dibe ko ev sîmbîyoz bi awayî mişexwerî (parazîtî) an jî sudgorke (mutualîstî) be. Wekî mînak, ekseriyê riwekan bi karokan re di nav têkiliya sîmbiyozê de ne. Regên rîwekan bi beşa karokê ya di bin axê de, girêdan ava dikin û pêkhateya bi navê mîkorîza (bi înglîzî: mycorrhizae) peyda dibe. Bi mîkorîzayan riwek û karok alûgorkirina av û xurekan dikin, bi vî awayî herdu zîndewer (karok û riwek) dikarin bijîn.[1]
Heke serê hîfa karokê bi xaneyek fotesentezî ve girêdan ava bike, lîken (bi înglîzî: lichen) çêdibe. Dîwarê xaneya karok û xaneya fotosentezî hildiweşe û herdu xane dabeş dibin bi vî awayî lîkena firexaneyî peyda dibe. Ango lîken ji hevgirtina karok û kevz, an jî karok û bakteriyê pêk tê. Di laşê lîkenê de mêjera xaneyên karok, ji ya xaneyên fotosentezî zêdetir e. Karok xaneyên fotosentezî diparêze û ji bo wan av dabîn dike. Xaneyên fotosentezî jî bi karlêkên fotosentezê, xurekên endamî berhem dikin û xurekên xwe bi karok ve parve dikin. Ango di navbera karok û xaneya fotosentezî de pêwendiya sîmbiyozê heye, Ji ber ko hem karok, hem jî xaneya fotosentezî ji vê têkiliyê sûd digirin, ev sîmbiyoz wekî sûdgorke (mutualîzîm) tê navkirin.[9]Lîken dikarin di cihên ko derfet nadin bo jiyana zindewerên din de jî bijîn. Lîken dikarin li ser keviran bijîn. Ji ber asîd û ava lîkenan kevir hedî bi hêdî hildiweşin û tevlê çêbûna axê dibin. Gava bi têra xwe ax hat çêkirin, îcar tovên riwekan li ser axê zîl didin û riwek xwe bi regên xwe bi axê ve girê didin.[9]
Nexweşi
Sporên karokan di hawayê de belav dibin, hin caran spor bi henasegirtinê dikeve nav laşê mirov jî. Dibe ko sporên karokan di hin kesan de bibin sedema çêbûna hestiyariyê (alerjî).Hin karok hokarê nexweşiyê ne, tûşê şaneyên ajal û riwekên zindî dibin û dibin sedema sistî û jinavçûna şane û xaneyên laş.[13] Karok dikarin tûşê çerm, nînok û porê mirov bibin. Li dij nexweşiya karokan dermanên karokkuj tên bikaranîn. Gava karok tûşê riwekan dibin, geşe û peresîna riwekan têk d,ibin. Wekî mînak jenga genim, nexweşiyek karokî ye.
Girêdanên derve
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ ab c d e f g h Rye, C., Wise, R., Jurukovski, V., Desaix, J., Choi, J., & Avissar, Y. (2017).Biology. Houston, Texas : OpenStax College, Rice University,
- ^ ab c d e f g h i Reece, Jane B. Campbell Biology : Jane B. Reece ... [et Al.]. 9th ed., Boston, Ma, Benjamin Cummings, 2011.
- ^ Simon, E. J., Dickey, J.L., Reece, J. B., & Burton, R. A. (2018).Campbell Essential Biology with Physiology (6th ed.). Newyork, United States: Pearson.
- ^ ab c d Cullen, K. E. (2009).Encyclopedia of Life Science. Newyork: Facts On File, Inc
- ^ ab c d e Losos, J., Mason, K., Johnson,G., Raven, P., & Singer, S. (2016). Biology (11th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
- ^ Solomon, E., Martin, C., Martin, D., & Berg, L. (2015).Biology. Stamford: Cengage Learning.
- ^ ab c d e Brooker, R., Widmaier, E., Graham, L., & Stiling, P. (2017). Biology (4th ed.).
- ^ ab c Moore, David, Ahmadjian, Vernon, Alexopoulos, Constantine John. "fungus". Encyclopedia Britannica, 15 Apr. 2025, https://www.britannica.com/science/fungus. Accessed 4 May 2025.
- ^ ab c d e Starr, C. (2007). Biology:concepts and applications (7th ed.). Boston, MA: Cengage Learning.
- ^ McGinnis MR, Tyring SK. Introduction to Mycology. In: Baron S, editor. Medical Microbiology. 4th edition. Galveston (TX): University of Texas Medical Branch at Galveston; 1996. Available from: https://www.ncbi.nlm.nih.gov/books/NBK8125/
- ^ The Editors of Encyclopaedia Britannica. "Ascomycota". Encyclopedia Britannica, 10 Apr. 2025, https://www.britannica.com/science/Ascomycota. Accessed 14 July 2025.
- ^ The Editors of Encyclopaedia Britannica. "Basidiomycota". Encyclopedia Britannica, 18 Aug. 2023, https://www.britannica.com/science/Basidiomycota. Accessed 23 July 2025.
- ^ Takayuki Arazoe, Chapter Six - CRISPR-based pathogenic fungal genome editing for control of infection and disease,Editor(s): Vijai Singh,Progress in Molecular Biology and Translational Science, Academic Press, Volume 179, 2021, Pages 161-196, ISSN 1877-1173, ISBN 9780323853217, https://doi.org/10.1016/bs.pmbts.2020.12.016.
No comments:
Post a Comment