
Kulavê reqê an jî kalîptra (bi înglîzî: root cap - calyptra) çînek parêzvan a bi stûriya çendan xaneyan e û serikê regê mîna gûzvanê dadipoşîne.[1]
Erk û pêkhate
Xaneyên merîstema lûtkeyî yên serikê regê, ji aliyê kulavê regê ve tên parastin.[3] Kulavê regê mîna gûzvanê serikê regê dadipoşîne. Gava reg di nav axê de dirêj dibe, kulavê regê axê pal dide û ji bo regê rê vedike. Ji ber ko rasterast bi axê re rûbirû dimîne, peritîna xaneyên kulavê regê zû rû dide, loma kulavê regê bi berdewamî tê nûkirin.[4]
Kulavê regê ji du cor xaneyan pêk tê: li aliyê navî xaneyên stûnî (bi înglîzî: columella cells ), û li aliyê derve jî xaneyên teniştî (bi înglîzî: lateral cells) xaneyên stûnî dorpêç dikin.[5]
Xaneyên teniştî

Heybera Golgî ya xaneyên teniştî madeyek lîncî ya bi navê musîjel (bi înglîzî: mucigel) berhem dikin û derdidin. Musîjel hawirdorek xijok ava dike, barê kulavê regê siviktir dike, loma serikê regê di nav axê de bi navbeynkariya musîjelê bi hêsanî dirêj dibe. Herwisa musijel xaneyên kulavê regê ji lêkxişandina axê diparêzê.[5]
Musîjel bi karbohîdrat û asîdên amînî dewlemend e, di axa derdora serikê regê de hawirek lîncî ava dike. Hin bakterî dikarin di vê hawirdorêde bi asayî bijîn.[6] Wekî mînak, bakteriyên çespandina nîtrojenê, bakteriyên sûdbexş in û dikarin molekula nîtrojena serbest (N2) bigirin û biguherînin bo awêteyên nîtrojenî yên wekî amonyak (NH3), nîtrît (NO2-) û nîtratan (NO3–) û bidin hin riwekan.[5]
Xaneyên stûnî
Kulavê regê ji bo têgihîştina temas, pesto, hêm û erdkêşê jî kar dike.[7]Berveçûna erdî (bi înglîzî: geotropism) ya regê ji aliyê xaneyên kulavê regê ve tê kontrolkirin. Bersîvdana serikê regê ber bi arasteya erdkêşê, ji aliyê xaneyên stûnî ve tê dabînkirin. Di xaneyên stûnî yên kulavê regê de, vakuolên gir tune. Xaneyên stûnî gellek amîloplast (bi înglîzî: amyloplast) lixwe digirin. Erkê serekî yê amîloplastan, çêkirin û embarkirina nîşayê ye. Gava arasteya serikê regê ber bi erdkêşê ye, di xaneyên stûnî de amîloplast li kenarên xaneyê de berhev dibin. Heke ji ber hin sedeman arasteya serikê regê biguhere (wekî mînak, reg rastê kevirek were û piçek ber bi jor dirêj bibe) cihê amîloplastan diguhere, amîloplast ji ber hêza erdkêşê li aliyê jêrê xaneyê de berhev dibin. Xaneyên stûnî bi ragîhandina sînyalên elektrîkî, xaneyên beşa dirêjbûnê ya regê han dikin. Di beşa dirêjbûnê de xaneyên aliyê jor dirêj dibin loma reg ber bi jêr ve ditewe.[5]
Heke kulavê regê ji serikê regê were dûrxistin, merîstema lûtkeyî ya regê kulavek nû çêdike. Lê heta kulavê nû were çêkirin, arasteya geşeya regê ne ber bi erdkêşê ye, arasteya geşê bi awayekî tesadûfî ye.[1]
Girêdanên derve
Çavkanî
- a b Solomon, E., Martin, C., Martin, D., & Berg, L. (2015).Biology. Stamford: Cengage Learning.
- ^ Britannica Editors. "root". Encyclopedia Britannica, 13 Oct. 2025, [1] Accessed 21 November 2025.
- ^ Taiz, L. and Zeiger, E. (2002) Plant Physiology. 3rd edn. Sinauer Associates.
- ^ Rye, C., Wise, R., Jurukovski, V., Desaix, J., Choi, J., & Avissar, Y. (2017).Biology. Houston, Texas : OpenStax College, Rice University,
- ^ a b c d Losos, J., Mason, K., Johnson,G., Raven, P., & Singer, S. (2016). Biology (11th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
- ^ SMauseph. (1998). Botany An Introduction To Plant Biology. Jones & Bartlett Pub
- ^ TY - JOUR AU - Barlow, Peter PY - 2002/12/01 SP - 261 EP - 286 T1 - The Root Cap: Cell Dynamics, Cell Differentiation and Cap Function VL - 21 DO - 10.1007/s00344-002-0034- Journal of Plant Growth Regulation