Celadet Alî Bedîrxan

Me zanî ko xweseriya me, di zimanê me de ye û em bi tenê bi hînbûna xwendin û nivîsandina zimanê xwe û parastina wî, di civata miletan de, wek miletekî xweser dikarin bijîn û payedar bin.
Celadet Alî Bedîrxan (1893-1951)
Showing posts with label gogî. Show all posts
Showing posts with label gogî. Show all posts

2025/01/20

Pêkhateya xaneya bakteriyê


    Bakterî zîndewrên tekxaneyî ne. Xaneya bakteriyê, xaneya prokaryotî (navikseratayî) ye. Di xaneya bakteriyê de endamokên wekî mîtokondrî, lîzozom, kloroplast hwd ên bi parzûn pêçayî tinin. Tenê rîbozom hene. Herwiha kromozom di nav sîtoplazmayê de ye û bi parzûnek pêçayî nîn e, ango di bakteriyan de navik jî tune. Nebûna navikê û piraniya endamokan, dibe ko xaneya bakteriyê wekî xaneyek sade nîşan bike. Lê bi eslê xwe pêkhateya xaneya bakteriyê aloz e. Xaneya bakteriyê dikare hemû karlêlkên metabolî yên zîndewerê pêk bîne. Hin pêkhate û karlêkên metabolî taybet in bo xaneya bakteriyê, û di xaneyên êkaryotî de ev taybetmandî tinin. Wekî mînak, bi rêçeya kemosentezê xaneya bakteriyê dikare xurekên endamî çêbike. Peptîdoglîkan tenê di dîwarê xaneya bakteriyê de heye, di xaneyên êkaryotî de tine. Xaneya bakteriyê bi çêkirina endosporê xwe diguncîne û xwe ji rewşa neyînî ya hawirdorê diparêze.

 

Şiklê xaneya bakteriyê
Bakterî zîndewerên herî piçûk in.

    Herçiqas gelek şêweyên xaneyên bakteriyan hebin jî, bi gelemperî piraniya bakteriyan yek ji sê şêweyan in; gogî (bi înglîzî: spherical (coccus)), çîlkeyî (bi înglîzî: rodlike (bacillus)) an jî lûlpêçî (bi înglîzî: spiral-shaped (spirillum)). Peykerên proteînî yên xaneyê, şêweyê xaneyê diyar dike. Wekî mînak, di bakteriyên çîlkeyî de şerîdên lûlpêçî yên proteînên dişibin aktînê (proteîna MreB) hene; heke ev proteîn neyê berhemkirin şeweyê xaneyê diguhere bo gogî.[1]

Qebareya xeneya bakteriyê

    Bakterî zîndewerên herî piçûk in. Qebareya bakteriyeke asayî, wekî mînak, ya bakteriya bi şeweyê çîlkeyî ya Escherichia coli, bi dirêjiya 2 mîkrometre (μm) û bi berayî ya 0.5 μm ye. (mîkron ji metreyê mîlyon car piçûktir e). Xaneya bi şêweyî gogî ya bakteriya Staphylococcus aureus bi tîreya 1 μm ye. Hin bakterî piçek gir in. Wekî mînak, tîreya bakteriya Azotobacter dibe ko 5 μm an jî zêdetir be. Hin bakterî jî ewqas gir in ko mirov dikare bi çavên tazî bibîne. Wekî mînak, bakteriya Thiomargarita magnifica bi berayiya 700 μm û bi dirêjiya 1 cm ye. [2]

Bergê xaneyê

    Bergê xaneya bakteriyan ji parzûna xaneyê û dîwarê xaneyê pêk tê, di hin bakteriyan de li gel van herdu pêkhateyan dibe ko çînek din a bi navê glîkokalîks jî hebe û wekî qepsûl an jî çîna lînce, xaneyê ji aliyê derveyê de pipêçîne.

Parzûna xaneyê (plasma membrane )

    Parzûna xaneya bakteriyan jî wekî parzûna xaneyên zîndewerên êkaryotî, ji coteçîna fosfolîpîd û proteînan pêk tê. Parzûn xaneyê dipêçîne û xaneyê ji hawirdorê cihê dike. Navbera hawirdor û xaneyê de alûgorkirina madeyan kontrol dike. Di parzûnê de bi rêçeyên guhaztina çalak û guhaztina neçalak, di navbera xanyê û hawirdorê de alûgorkirina madeyan rû dide. Parzûna xaneya bakteriyê jî nîvdelînbar e, madeyên ko wê ji parzûnê derbas dibin, ji aliyê parzûnê ve tên bijartin. Ji vê taybetmeniya parzûnê re tê gotin delînbariya bijarti (bi înglîzî: selectively permeable), ango parzûn rê dide hinek made ji parzûnê derbas bibin, lê rêya hin madeyan jî tê girtin.[3]

    Di sîyanobakterî û bakteriyên fotosentezî de navpoşê parzûna xaneyê locdar (qatqatî) e, hinek beşên parzûnê ber bi nav parzûnê dirêj dibin û parzûn qatqatî (qurmiçikî) xuya dibe. Qatqatbûnên beşên parzûnê navenda karlêkên fotosentezê ne. Pîgmentên fotosentezê yên wekî pîgmentên klorofîlê di nav van qatên parzûnê de cih digirin. Herwiha zincîra guhaztina elektronan jî li ser rûyê navî yê parzûnê de cih digirin.[4]

Dîwarê xaneyê (cell wall)

Stûriya dîwarê xaneyê di bakteriyên Gram pozîtîv de gelek zêde ye û madeya serekî ya dîwarê jî peptîdoglîkan e. Dîwarê xaneyên Gram negatîv ji du çînan pêk tê; çînek tenik a peptîdoglîkan û çîna stûr a derveyî.

    Di hemû bakteriyan de parzûna xaneyê bi dîwarê xaneyê ve pêçayî ye. Beşa sereke ya dîwarên xaneyên bakteriyan re tê gotin peptidoglîkan (an murein). Petîdoglîkan tenê di bakteriyan de tê dîtin. Peptîdoglîkan pêkhateyek aloz e û ji zincîrên du cor şekirên neasayî (şekirên amînî) û tetrapeptîd an jî pentapeptîdan pêk tê. Zincîrên polîsakkarîd (şekir) û olîgopeptîd bi awayekî çeprastî bi hev re girêdayî ne û wekî qefeseke parzûna xaneyê ji aliyê derve dipêçin.[5]Di xaneya bakterî de xestiya madeyên tîwawe (bi înglîzî:solute) gelek zêdeye, ango pestoya osmozî ya xaneyê zêde ye. Loma meyla xaneyê heye ko ji derve avê bigire. Dîwarê xaneyê rê nade ko xaneya bakteriyê pir av bigire, fireh bibe û biqelişe.[4] Parastina xaneyê ji gef û xeteriyên hawirdorê, yek ji erkên dîwarê xaneyê ye. Herwiha, dîwarê xaneyê şêweyê xaneyê jî diyar dike, ango şiklê gogî an jî yê çîlkeyî yên bakteriyan li gel peykerê xaneyê, ji aliyê dîwarê xaneyê ye ve tê diyarkirin.

    Şêweyê dîwarê xaneyê di hemû bakteriyan de ne yek e. Li gor stûriya çîna peptîdoglîkanên dîwarê, bakterî di nav du beşan de tên polenkirin; bakteriyên Gram pozîtîv û bakteriyên Gram negatîv.

    Di sala 1884ê de bijîjkê Danîmarkî yê bi navê Hans Christian Joachim Gram, da nîşankirin ko bi boyaxkirina dîwarê bakteriyê, mirov dikare herdu corên bakteriyan ji hev derxe.[6]Ji ber ko rêbaza boyaxkirinê ji aliyê wî ve hat keşfkirin, ev rêbaz bi paşnavê wî hat navkirin.

    Li gor rêbaza boyxkirina Gram, wekî gava yekem, boyaxa binefşî li bakteriyên ser silaydê tê dilopkirin. Paşê silayd bi avê tê şûştin. Di gava duyem de îyot li ser bakteriyan tê dilopkirin ko boyaxa binefşî di nav xaneya bakteriyan de were sabîtkirin. Paşê silayda bakteriyan bi alkolê tê şûştin ko boyaxa binefşî ji bakteriyan were dûrxistin.

    Stûriya dîwarê xaneyê di bakteriyên Gram pozîtîv de gelek zêde ye û madeya serekî ya dîwarê jî peptîdoglîkan e. Dîwarê xaneyên Gram negatîv ji du çînan pêk tê; çînek tenik a peptîdoglîkan û çîna stûr a derveyî. Çîna derveyî dişibe parzûna xaneyê, lê polîsakkarîdên bi çewrî ve girêdayî lixwe digire ko wekî lîpopolîsakkarîd (bi înglîzî: lipopolysaccharide) tên navkirin.[1]

    Piştî boyaxkirina Gram, pêşî hemû bakterî bi rengê binefşî xuya dibin lê gava bakterî bi alkolê tên şûştin, çîna çewrî ya bakteriyên Gram negatîv dihele û hildiweşe. Bi hilweşîna beşek diwarê xaneyê, boyaxa binefşî ji bakteriyê derdikeve û bakterî bêreng xuya dibe.

    Berevajî xaneyên Gram negatîv, di xaneyên gram pozîtîv de alkol dibe sedema kembûna avê û girtina kunikên (bi înglîzî: por) xaneyê, loma boyaxa binefşî di nav dîwarê xaneyê de asê dimîne û xane bi rengê binefşî xuya dibe.Wekî gava dawî, bakteriyên bêreng, ango bakteriyên ne bi rengê binefşî ne, bi rengê zefranî (bi înglîzî: safranin) an jî bi boyaxek sor a bi navê fuksîn (bi înglîzî: fuchsin) tên boyaxkirin. Bakteriyên Gram negatîv bi rengê pembeyî an jî sor xuya dibin.[7]

    Ji bo başkirina hin nexweşiyan, ji hev derxistina bakteriyan girîng e. Wekî mînak, dijezindiya (dijebakterî) bi navê penîsîlîn, di xaneya bakteriya nû, de çêkirina peptîdoglîkanan asteng dike, di encamê de bakteriyên bi dîwarê xaneyê tenik çêdibin û nikarin xaneya bakteriyê biparêzin.Ango mirov dikare bibêje ko bandora penîsîlîn li dij bakteriyên Gram pozîtîv hê xurttir e.[4]

Glîkokalîks (glycocalyx)

    Hin bakterî di xaneya xwe de madeyên lîncî berhem dikin û derdin derveyî dîwarê xaneyê. Bergê lîncî yê derdora dîwarê xaneyê wekî glîkokalîks (bi înglîzî: glycocalyx) tê navkirin. Glîkokalîks bi gelemperî ji polîsakkarîd, glîkoproteîn û glîkolîpîdan pêk tê.

    Heke derdana xaneyê li derdora dîwerê xaneyê de çînek lîncemadeya tenik û sist ava bike, ji vê glîkokalîksê re tê gotin çîna lîncî (bi înglîzî: slime layer).

    Di henek bakteriyan de derdanên glîkokalîksê li derdora diwarê xaneyê de çînek stûr a bi dîwarê xaneyê ve gîrêdayî ava dike, ji vê cora glîkokalîksê re tê gotin qepsûl (bi înglîzî: capsule).[8]Di piraniya bakteriyan de qepsûl ji polîsakkarîdan pêk tê, wekî mînak, bakteriya Streptococcus suis. Di hinek corên bakteriyan de piraniya qepsûlê ji polîpeptîdan pêk tê, wekî mînak bakteriya Bacillus anthracis. Lê di henek bakteriyan de jî qepsûl ji polîsakkarîd û polîpeptîdan pê tê, wekî mînak, Bacillus megaterium.[9]Qepsûl bi gelemberî di bakteriyên Gram negatîv de heye, lê dibe ko hin bakteriyên Gram pozîtîv jî qepsûl çêbikin.[10]

    Glîkokalîs (qepsûl an jî çîna lîncî) pêvegirêdana xaneyê bi rûxarêk ve an jî bi xaneyek din ve rêk dixe. Ava nav xaneyê diparêzê, bi vî awayî xane bêav namîne. Li dij êrîşên xaneyên hellûşêner (bi înglîzî: phagocytic cells) xaneyê diparêze. Herwiha glîkokalîks bakteriyê li dij bergiriya xanexwêyê hê bihêztir dike.[11]

Pêkhateyên derveyî

Di vê wêneyê de li ser bakteriyeke nîmûne ya bi şêweyî çîlkeyî, hemû beşên bakteriyê hatine nîşankirin.

Qamçî (flagellum)

    Di hinek bakteriyan de ji bo livîna ber bi çavkaniya xurekê an jî ji bo xwe ji dûrxistina ji gefekî hawirdorê, qamçî (bi înglîzî: yekjimar; flagellum, pirjimar;flagella) tê bikaranîn.[12]Qamçiya bakteriyan, lûleyeke lûlpêçî ye û ji polîmerên proteîna flagellîn pêk tê.[13]Dibe ko di bakteriyê de yek, du an jî zêdetir qamçî hebin. Bi gelemperî bakteriyên bi şeweyî çilkeyî xwediyê qamçî ne. Qamçî di hem dibakteriyên Gram pozîtîv de hem jî di yên Gram negatîv de hene. Qamçî dibe ko ji serikek, ji herdu serikan de an jî ji her aliyên xaneya bakteriyê dirêjê derve bibin. Wekî mînak, di bakteriya Vibrio cholerae de qamçî di serikek bakteriyê de cih digire, di bakteriya Escherichia coli de di hemû rûyên xaneyê de qamçî hene.

Gendemû (fimbriae)

    Di hinek bakteriyan de ji bo xwepêvegirêdanê bi rûxarek ve, pêkhateyên bi navê gendemû (bi îngîlîzî: fimbriae) tên bikaranîn.[11] Gendemû, ne yek, du lê bi gelek hejmaran in û hema ji hemû rûyên xaneyê ve ber bi derve wekî mîna borîkeyên pir zirav dirêj dibin. Tayên gendemûyê ji proteîna pîlî pêk tên. Di serê gendemûyan de ji bo hêsankirina girêdanê, pêkhateyek nûsek heye. Ev beşa nûsek bakteriyê bi rûxarek ve an jî bi xaneyek ve girê didin. Di hin çavkaniyan de ji bo gendemûyê peyva “pîlusên kurt” jî tê bikaranîn.

Pîlus (pilus)

    Hinek bakterî dema konjugasyonê (bi înglîzî: conjugation) de ji bo guhaztina plazmîdan, pêkhateyên bi navê pîlus (bi înglîzî: yekjimar; pilus, pirjimar; pili) bi kar tînin. Pîlus pêkhateyêk mîna borî ye, ji proteîna pîlînê pêk tê. Pîlus ji aliyê parzûna xaneyê ve tê çêkirin. Bi navbeynkariya pîlusan di navbera sîtoplazmayên du bakteriyan de girêdan ava dibe ko madeyên bomaweyî, di nav pîlusê de, ji xaneyek derbasî xaneya din bibin.[14] Pîlus jî mîna gendemûyan ji parzûna xaneyê dirêjê derve dibin û girêdana xaneyê bi rûxarek an jî bi xaneyek din ve rêk dixin. Lê pîlus ji gendemûyan dirêjtir in û hejmara wan jî ji ya gendemûyan gellek kêmtir e.

Pêkhateyên navxaneyî

Nukleoîd (nucleoid)

    Genoma bakteriyê ji ADN-ya kromozom (bi înglîzî: chromosome DNA) û ADN-ya plazmîd (bi înglîzî: plasmid DNA) pêk tê. Kromozoma bakteriyê bi eslê xwe molekulek bazinî ya ji ADN-ya cotşerîdî ye. Bi gelemperî di bakteriyê de yek kromozom cih digire, lê di hin bakteriyan de genom ji çendan kromozoman pêk tê. Wekî mînak bakteriya Brucella û Vibrio cholerae, ne yek lê çendan kromozom lixwe digirin. Herwiha di hinek corên bakteriyan de jî kromozom ne bi şêweyî bazineyî lê bi şêweyî xêzî ne. Wekî mînak, kromozomên Borrelia burgdorferi û Agrobacterium tumefaciens, kromozomên xêzî ne.[15]ADN-ya kromozom û “proteînên têkiliyê nukleoîdê” (bi înglîzî:nucleoid-associated proteins (NAPs) ), di nav xaneyê de, di beşek taybet a sîtoplazmayê de bi awayekî kombûyî cih digirin. Ji vê beşa sîtoplazmayê re tê gotin beşa nukleoîdê. Ango nûkleoîd bi eslê xwe bi parzûnek dorpêçî nîn e, lê beşek sîtoplazmayê ye ko ji giloka ADN-yê û proteînên têkiliyê nukleoîdê pêk tê. Di bakteriyan de NAPs mîna proteînên hîstonê yên xaneyên êkaryotan, rêkxistin û paketkirina kromozomê saz dike.[3]

Plazmîd (plasmid)

    Plazmîd di nav sîtoplazmayê de parçeyên hûrik ên ADN-ya cotşerîdî ya bazneyî ne. Beyî ko ji aliyê kromozoma bakteriyê ve werin kontrolkirin, dikarin bi tena serê xwe duhende bibin. Bi gelemperî xaneyên bakteriyan plazmîd lixwe digirin. Xaneyên ko plazmîd lixwe digirin, ne yek lê xwediyê sedan plazmîdan in. Di plazmîdekî de ne yek lê dibe ko bi sedan gen hebin. Bi genên ser plazmîdan de, hin caran genên ji bo sîfetên bikêr tên bidestxistin. Wekî mînak bakterî bi genên plazmîdê li dijî dermanên dijezindeyî (bi înglîzî: antibiotics) bergirî ava dikin û bandora dermanê lawaz dikin. Ango plazmîd girîng in ji bo mayina bakteriyê.[3]

    Plazmîdên bakteriyan di xebatên zanistî de tên bikaranîn. Zanyar li ser kîjan genê dixwazin lêkolîn bikin, wê genê bi rêbazên dubare pekhatî ya ADN-yê, ango bi rêbazên ADN-ya rekombînant (bi înglîzî: recombinant DNA methods), têkilê bi plazmîtê dikin. Gava plazmîd duhende dibe, kopiyên gena têkilê wê bûye jî tê çêkirin.[16]

Rîbozom (ribosome)

    Ji ber ko xane proteîn çêdikin, pêdiviya wan bi rîbozoman heye. Ango di xaneya bakteriyê de jî rîbozom hene û wergeran a ARN-peyamber li wir rû dide. Rîbozom ji proteîn û ARN-ya rîbozomî pêk tên. Rîbozomên hersê jêrecîhanan ji hev cuda ne. Di bakteriyan de rîbozom di nav sîtoplazmayê de serbest in û wekî rîbozomên 70S tên navkirin. Yekeya S, rêjeya telpbûna rîbozomê nîşan dike. Gava em dibêjin rêjeya telpbûna rîbozomên bakteriyan 70S e, divê were femkirin ko rîbozom dema di santrîfûjê de ye, di çirkeyek (sanîyekî) de 70x10 -13 mîkrometre rê diçe. Rîbozomên xaneyên êkaryotî 80S in.[3]

Înkluzyon (inclusion)

    Hinek bakterî xurek an jî hin madeyên din di nav sîtoplazmayê de embar dikin. Tenolkeyên ko ji loda xurekemade an jî ji madeyên neendamî pêk tên wekî înkluzyon (bi înglîzî: Inclusions) tên navkirin. Inkluzyon bi parzûnê pêçayî nîn in. Di hin bakteriyan de înkluzyon ji lodên proteîn an jî karbohîdratan pêk tên û wekî embara xurek kar dikin. Dibe ko înkluzyon ji loda madeyên neendamî jî pêk were. Wekî mînak, bakteriyên sulfurê di inkluzyonên hebikên sulfurê de sulfur embar dikin. Bakterî sulfurê di karlêkên metabolîzmayê de bi kar tînin.[3]

Peykerexane (cytoskeleton)

    Di xaneya bakteriyê de jî wekî mîna xaneyên êkaryotî, pêkhateyên peykerexaneyê hene. Peykerê xaneyê ji dezîyên proteînî yên nav sîtoplazmayê pêk tên. Duhendebûna bakteriyê, duhendebûna plazmîdê, livîn û cihguherîna bakteriyê bi alîkariya peykerexaneyê ve pêk tên. Herwiha peykerexane şikla (şêwe) xaneya bakteriyê jî diparêzê.[17]

    Di xaneyên navikrasteqîn de peykerexane ji sê cor proteînên serekî pêk tê; deziyê aktîn, tubulîn û dezîyê navber (bi înglîzî: intermediate filament). Di xaneya bakteriyê de ev proteîn rasterast cih nagirin, lê homologên van proteînan peykerê xaneyê pêk tînin.

    Di xaneya bakteriyê de li dewsa aktînê, proteîna MreB, li dewsa tubulînê jî proteîna FtsZ (bi înglîzî: filamentation temperature-sensitive protein Z) hene.[18]Di pêvajoya dabeşbûna xaneya bakteriyê de, dabeşbûna sîtoplazmayê ji aliyê FtsZ ve tê rêkxistin. Proteîna MreB şiklê xaneyê diyar dike.[19]

Endospor (endospore)

 Gotara bingehîn: Endospor

    Dibe ko bakterî bi madeyên kîmyayî yên ziyanbexş an jî bi germahiya bi pileya bilind ve rûbirû bîmîne. Hin corên bakteriyan, di hawirdora neguncav de bi çêkirina spora navekî (endospor) xwe ji bandora neyînî ya hawirdorê diparêzin. Di qonaxa spora navekî de bakterî ji bo demek dirêj bêyî bidestxistina xurek û av, bêdeng dimîne. Bakterî bi endosporê pir nabe, tenê xwe ji bandora neyînî ya hawirdorê diparêze. Gava şert û mercên hawirdorê ji bo bakteriyê guncav bûn, bakterî ji endosporê diguhere bo xaneya asayî.

Girêdanên derve

Çavkanî

  1. Jump up to:a b Brooker, R., Widmaier, E., Graham, L., & Stiling, P. (2017). Biology (4th ed.).
  2. ^ Kadner, Robert J. and Rogers, Kara. "bacteria". Encyclopedia Britannica, 22 Dec. 2024, [1] Accessed 17 January 2025.
  3. Jump up to:a b c d e Parker, N., Schneegurt, M., Tu, A. T., Forster, B. M., & Lister, P. (2016). Microbiology. Houston, Texas: Rice University.
  4. Jump up to:a b c Solomon, E., Martin, C., Martin, D., & Berg, L. (2015).Biology. Stamford: Cengage Learning.
  5. ^ Collins Dictionaries Peptidoglycan [2]
  6. ^ Britannica, The Editors of Encyclopaedia. "Gram stain". Encyclopedia Britannica, 3 Jan. 2025, [3] . Accessed 11 January 2025.
  7. ^ Tripathi N, Sapra A. Gram Staining. 2023 Aug 14. In: StatPearls [Internet]. Treasure Island (FL): StatPearls Publishing; 2025 Jan–. PMID: 32965827.
  8. ^ Reece, Jane B. Campbell Biology : Jane B. Reece ... [et Al.]. 9th ed., Boston, Ma, Benjamin Cummings, 2011.
  9. ^ Gao, S., Jin, W., Quan, Y. et al. Bacterial capsules: Occurrence, mechanism, and function. npj Biofilms Microbiomes 10, 21 (2024). [4]
  10. ^ Park YD, Williamson PR. Masking the Pathogen: Evolutionary Strategies of Fungi and Their Bacterial Counterparts. J Fungi (Basel). 2015 Dec 10;1(3):397-421. doi: 10.3390/jof1030397. PMID: 29376918; PMCID: PMC5753132.
  11. Jump up to:a b Rye, C., Wise, R., Jurukovski, V., Desaix, J., Choi, J., & Avissar, Y. (2017).Biology. Houston, Texas : OpenStax College, Rice University,
  12. ^ Postlethwait, J. H., & Hopson, J. L. (2006). Modern Biology. NY, United states: Holt Rinehart & Winston.
  13. ^ Berk, A., Kaiser, C. A., Lodish, H., Amon, A., Ploegh, H., Bretscher, A., & Krieger, M. (2005). Molecular Cell Biology (5th ed.). CA.
  14. ^ Cullen, K. E. (2009).Encyclopedia of Life Science. Newyork: Facts On File, Inc
  15. ^ Jakob Frimodt-Møller, Thias Oberg Boesen, Godefroid Charbon, Anders Løbner-Olesen,Chapter 14 - Bacterial chromosomes and their replication, Molecular Medical Microbiology (Third Edition), Academic Press,2024,Pages 279-307, ISBN 9780128186190[5]
  16. ^ National Human Genome Research Institute. Plasmid [6]
  17. ^ Cabeen MT, Jacobs-Wagner C. The bacterial cytoskeleton. Annu Rev Genet. 2010;44:365-92. doi: 10.1146/annurev-genet-102108-134845. PMID: 21047262.
  18. ^ Nath, D. The prokaryotic cytoskeleton. Nat Rev Mol Cell Biol 9 (Suppl 1), s19 (2010). [7]
  19. ^ Kimberly K. Busiek, William Margolin, Bacterial Actin and Tubulin Homologs in Cell Growth and Division, Current Biology,Volume 25, Issue 6,2015,Pages R243-R254, ISSN 0960-9822, [8]