Celadet Alî Bedîrxan

Me zanî ko xweseriya me, di zimanê me de ye û em bi tenê bi hînbûna xwendin û nivîsandina zimanê xwe û parastina wî, di civata miletan de, wek miletekî xweser dikarin bijîn û payedar bin.
Celadet Alî Bedîrxan (1893-1951)

2024/03/11

Glîkolîz

 


Di sîtoplazmaya xaneyê de bi navbeynkariya enzîman, hilweşandina glukozê bo pîruvatê wekî glîkolîz (bi înglîzî: glycolysis) tê navkirin.

Peyva glîkolîz ji du peyvên grekî; glykos û lysis pêk tê. Di zimanê grekan de peyva “glykos” ji bo şekir, şîrînî tê bikaranîn. Wateya peyva “lysis” jî dabeşkirin, helandin, parçekirin e. Ango wateya “glîkolîz” parçekirina şekir (glîkoz) e.[1]

Hemû enerjiya ko xaneyên zindî ji bo zindeçalakiyên xwe bi kar tînin, ji bendên kîmyayî yên xurekan, bi taybetî ji molekula glukozê tê dabînkirin.[2] Enerjiya kîmyayî ya nav glukozê bi çendan karlêkên kîmyayî; karlêkên oksan û kêmkirin (bi înglîzî: oxidation-reduction), ji bo çêkirina ATP tê bikaranîn.

Karlêka oksan û kêmkirin



Enerjiya di nav xurekan de embarkirî, bi karlêkên oksan û kêmkirin ên xaneyê ve tê serbestberdan. Molekulên xurekê ji bo bidestxistina enerjiyê wekî bexşînerên elektronan kar dikin.[2] Di xaneyê de bi karlêkên kîmyayî molekulên xurekê tên hilweşandin, enerjiya ji bendên kîmyayî yên xurekan hatiye berdan, bi şeweyê eletronan an jî hîdrojenan ji aliyê molekulên wergirên elektronan ve tê girtin û embarkirin ko paşê were bikaranîn. Ango xane enerjiya ji hilweşandina xurekan hatiye berdan rasterast bi kar naîne, lê di molekulên wekî ATP û nîkotînamîd adenîn dînukleotîd de (bi înglîzî: (NADH) nicotinamide adenine dinucleotide) embar dike.[2]

Di hilweşandina bendên kîmyayî yên glukozê de gava yekem glîkolîz e. Rêçeya glîkolîzê li ser bingeha karlêkên oksan û kêmkirinê rû dide.

Di karlêka kîmyayî de ji atomek an jî molekulek windakirina elektron, wekî oksan tê navkirin (bi înglîzî: oxidation). Ango gava ji atomek an jî molekulek elektron diqete, ew tê oksandin (bi înglîzî: oxidized). Atom bi tena serê xwe elekton bernade, divê atomek din an jî molekulek din jî di heman demê de elektrona hatiye berdan werbigire.

Ji aliyê atomek an jî molekulek ve wergirtina elektron wekî kêmkirin (bi înglîzî: reduction) tê navkirin. Ango karlêka oksan û kêmkirin di heman demê de rû didin.


Hin taybetmendiyên glîkolîzê

Glîkolîz rêçeya metabolî ya xaneyê ye, ji rêzeya 10 karlêkên kîmyayî pêk tê.

Bi glîkolîze, hema di hemû xaneyan de glîkoz tê hilweşandin bo du pîruvatan û enerjiya tê berdan jî di ATP-yan de tê embarkirin.[3]

Ji bo glîkolîzê pêdivî bi oksîjenê nîn e, loma hema hemû zîndewer, ji bo bidestxistina enerjiyê, glîkolîzê bi kar tînin.[4]

Di xaneyên navikseretayî û navikrasteqînan de glîkolîz di sîtoplazmaya xaneyê de rû dide.

Glîkolîz bi molekulek glîkozê ya şeşkarbonî ya bi şêweyê xelekî dest pê dike û bi du molekulên pîruvat (bi înglîzî: pyruvate) ên sêkarbonî bi dawî dibe.

Di pêvajoya glîkolîzê de piraniya enzîman ji bo karlêkên pêçewane (bi înglîzî: reverse reactions) kar dikin, ango enzîm karlêkê bi pêşve an jî bi paş ve han dike.

Glîkolîz ji du qonaxên cuda pêk tê. Di qonaxa yekem a rêçeya glîkolîzê de ATP tê xerckirin, ango di qonaxa yekem de karlêkên wîzemij rû dide.[4]Bi vî awayê glukoz tê guhertin ko ji molekulek şeşkarbonî du molekulên sêkarbonî were bidestxistin.

Di qonaxa duyem a glîkolîzê de ji molekulan, enerjî tê bidestxistin, ango karlêkên wîzederkiriner rû dide, enerjiya ji molekulan tê berdan, bi şeweyê ATP tê embarkirin. Herwisa NADH jî tê oksandin bo NAD+.

Rêçeya karlêkên glîkolîzê

Pêvajoya glîkolîzê bi du beşên sereke tê şîrovekirin; beşa yekem û beşa duyem.

Beşa yekem a glîkolîzê (Gavên pêdivîya bi xerckirina enerjiyê)

Beşa yekem a glîkolîzê ji 5 karlêkên li pêy hev pêk tê. Di vê qonaxê de molekulek glukoz tê hilweşandin bo 2 molekulên glîseraldehîd 3-fosfat (G3P). Ji bo van karlêkan pêdivî bi enerjiya ATP-yê heye. Ango evan karlêkan, karlêkên wizemij (endergonî) ne, ji bo berdewamiya karlêkê, enerjiya ji ATP-yê tê xerckirin.[5]

Gava 1.

Di gava yekem a glîkolîzê de enzîma hegzokînaz fosforîkirina (fosforîlasyon) şekira şeşkarbonî han dike. Hegzokînaz ATP -yê wekî çavkaniya fosfatê bi kar tîne. Ji ATP-yê fosfatek diqetîne û bi glukozê ve girê dide. Bi vî awayê glukoza-6-fosfat peyda dibe. Ev pêkhate bi qasî glukozê xweragir nîne, bi hesantir tevlê karlêkên kîmyayî dibe.[6]

Gava 2.

Di gava duyem a glîkolîzê de, enzîmek îzomeraz, glukoz-6 fosfatê diguherîna îzomerek wê ya bi navê fruktoz-6-fosfat. Ango enzîma îzomeraz, fosfoglukozê diguherîne bo îzomera fosfofruktozê.

Gava 3.

Di gava sêyem de fruktoz-6-fosfat ji aliyê enzîma fosfofruktokînaz (bi înglîzî: phosphofructokinase) ve tê hankirin. Ji ATP-ya duyem fosfatek tê qetandin û ji bo fosforîkirina fruktoz-6-fosfatê tê bikaranîn. Bi girêdana fosfata nû, fruktoz-1,6 dufosfat peyda dibe.

Gava 4.

Bi girêdana fosfatek nû, xweragiriya fruktoza-1,6 dufosfat hê lawaztir dibe. Di gava çaremîn a glîkolîzê de enzîma aldolaz (bi înglîzî: aldolase) çalak e. Aldolaz fruktoza-1,6 dufosfatê dabaş dike bo du îzomerên sêkarbonî: dîhîdroksîaseton-fosfat (bi înglîzî: dihydroxyacetone-phosphate) û glîseraldehîd-3-fosfat (bi înglîzî: glyceraldehyde-3-phosphate)

Gava 5.

Di pêvajoya gava pêncem de enzîmek îzomeraz dîhîdroksîaseton-fosfatê diguherîne bo îzomera wê ya bi navê glîseraldehîd-3-fosfat. Ango êdî karlêkên glîkolîzê bi du molekulên îzomerên hev, bi hebûna du glîseraldehîd-3-fosfat didome.[6]

Beşa duyem a glîkolîzê (Gavên bidesxistina enerjiyê)

Di beşa duyem de bi 5 gavan, glîseraldehîd-3-fosfat tê guhertin bo pîruvatê û ATP tê bidestxistin.

Hetanê vê gavê, bo hilweşîna glukozek, du ATP hat xerckirin, hîç ATP nehat bidestxistin û du molekulên sêkarbonî hatin çêkirin. Ev herdu molekul di beşa duyem a glîkolîzê de tên bikaranîn. Di vê qonaxê de 4 ATP tê bidestxistin lê ji ber ko ji bo hilweşandina glukozê 2 ATP hatibû xerckirin, di glîkolîzê de, ji glukozek qezenca enerjiyê 2 ATP ye. Herwisa ligel ATP-yê 2 molekulên NADH ên bi enerjiya bilind jî peyda dibin.

Gava 6.

Di gava şeşem a glîkolîzê de bi oksandina glîseraldehîd-3-fosfat, elektronên bi enerjiya bilind tên berdan, elektron ji aliyê NAD+ ve tên girtin û NADH peyda dibe. Paşê, glîseraldehîd-3-fosfat tê fosforîkirin û fosfatek din lê tê zêdekirin. Lê ji bo vê fosforîkirinê pêdivî bi ATP-yê nîn e. Bi vî awayê molekula nû ya bi navê 1,3-bîsfosfoglîserat (bi înglîzî: 1,3-bisphosphoglycerate) peyda dibe.[6]

Enzîma dîhîdrogenez ji glîseraldehîd-3-fosfatê cotek atomên hîdrojenê (2 elektron û 2 proton) diqetîne. 2 elektron û protenek tê şandin bo koenzîma NAD+. Protona din wekî iyonên hîdrojenê (H+) belavê hawirdorê dibe.[7] Ango NAD+ molekulek hîdrojenê û elektronek werdigire. Ji ber elektrona bi bargeya negatîv, bargeya NAD+ netar dibe û bi girêdana molekula hîdrojenê jî NADH peyda dibe.

Elektron gava ji glîseraldehîd-3-fosfatê tên guhaztin bo NAD+ ê, ji enerjiya potansiyela xwe pir hindik enerjî winda dikin. Ango NADH ên elektron guhêzer, bi enerjiyê dewlemend in.[7]

Berdewemiya karlêkê bi hebûna molekula NAD+ ve girêdayî ye. NADH (nîkotînamîd adenîn dînukleotîd) Loma divê di xaneyê de NADH bi oksandinê elektron berde û bibe NAD+. Heke bi têra xwe NAD+ tune be, leza karlêkên beşa duyem a glîkolîzê hêdî dibin an jî glîkolîz radiweste.

Heke di xaneyê de oksîjen hebe, NADH bi hêsanî tê oksandin. Ji NADH-ê hîdrojen tên berdan elektronên bi enerjiya bilind bi berdana hîdrojenan ji NADH-ê diqetin û NAD+ peyda dibe. Piştî glîkolîzê, hîdrojenên ji NAD+ hatine berdan, ji bo çêkirina ATP tên bikaranîn.

Heke di hawirdorê de oksîjen tûne be, oksandina NADH bo NAD+, bi rêçeya genînê rû dide.

Gava 7.

Di vê qonaxê de 1,3 bîsfosfoglîserat bi hankirina enzîma fosfoglîserat kinaz, fosfata bi enerjiya bilind dide ADP-yê ko molekulek ATP were çêkirin.

Heke enzîm ji molekulek endamî fosfatê biqetîne û wê rasterast bi ADP-yê ve girê bide, ev fosforîkirin wekî fosforîlasyona di asta substradê (bi înglîzî: substrate-level phosphorylation) tê navkirin.[1]Di 1,3 bîsfosfoglîseratê de komek karbonîl tê oksandin bo komek karboksîl, bi vî awayê 3-fosfoglîserat peyda dibe.

Gava 8.

Di gava heyştem de koma fosfta di 3-fosfoglîseratê de mayê bi hankirina enzîma îzomeraz a bi navê mutaz, ji karbona sêyem tê guhaztin bo karbona duyem û 2-fosfoglîserat peyda dibe.(3-fosfoglîserat û 2-fosfoglîserat îzomerê hev in).

Gava 9.

Di vê gavê de enzîma enolaz çalak e. Enolaz ji 2-fosfoglîseratê molekulek avê (H2O) digetîne, bi dûrxistina avê, ji ber karlêka dehîdrasyonê, di molekula mayî de cotebendek kîmyayî ava dibe. Ji ber cotebendê enerjiya potansiyel a bendê fosfatê zêde dibe û molekula fosfoenolpîruvat (PEP) (bi înglîzî:phosphoenolpyruvate) peyda dibe

Gava 10.

Di gava dawî ya glîkolîzê de karlêka kîmyayî bi enzîma pîruvat kînaz ve tê hankirin. Ji fosfoenolpîruvatê fosfatek tê qetandin û ji bo çêkirina ATP-ya duyem tê bikaranîn. Molekula mayî êdî wekî asîda pîruvî an jî pîruvat tê navkirin.[6]

Encamên glîkolîzê

Glîkolîz bi bi glukozek dest pê dike û bi du molekulên pîruvat, bi tevahî bi çar molekulên ATP û du molekulên NADH-ê bi dawî dibe.

Di destpêka glîkolîzê de, glukoza seşkarbonî ya xelekî, bi xerckirina du ATP, ji bo têkşikestinê tê amadekirin, loma herçiqas ji glîkolîzê çar ATP berhem bibin jî, di rastî de di dawiya glîkolîzê de safî du ATP tên bidestxistin.

Heke xane piştî glîkolîzê, molekulên pîruvatê hê zêdetir hilneweşîne, wê ji glukozek tenê du ATP bi dest bixe.

Li dawiya glîkolîzê, elektronên bi enerjiya bilind ên ji bendên kîmyayî yê glukozê, her ko ji wergirek elektronê diguhazin molekulek din a wergira elektronê, piraniya enerjiya xwe winda dikin. Ev enerjî dibe ko ji bo çêkirina ATP an jî ji bo çêkirina hinek bendên kîmyayî yên nû were bikaranîn. Herwisa hinek ji enerjiya elektronan jî wekî enerjiya tînê (germahî) li hawirdorê belav dibe. Piştê glîkolîzê, elektronên bi enerjiya kêmbûyî ji bo wergira dawî ya elektronê tên guhaztin.[5]

Heke molekula kotahî ya elektonan werdigire oksîjen be, ev kar wekî bahenaseya xaneyê (bi înglîzî:aerobic respiration) tê navkirin. Heke wergira kotahî ji bilî oksîjenê, molekulek neendamî be (sulfat (SO4)2-, nîtrat (NO3)-, an jî sulfur (S)) ev kar wekî nebahenaseya xaneyê (bi înglîzî: anaerobic respiration) tê navkirin.

Hin caran jî ji bo elektronan wergira kotahî molekulek endamî ye (pîruvat), vê gavê ev rêçeya metabolî wekî genîn (bi înglîzî: fermentation) tê navkirin.[5].

Ferhenga Biyolojiyê [1]

Çavkanî

  1. Biçe ser:b Brooker, R., Widmaier, E., Graham, L., & Stiling, P. (2017). Biyolojî (4th ed.).
  2. ^Biçe ser:c O'Connor, CM & Adams, JU Essentials of Cell Biology. Cambridge, MA: Perwerdehiya NPG, 2010
  3. ^ Britannica, The Editors of Encyclopaedia. "glycolysis". Encyclopedia Britannica , 20 Reşemî 2024, [1] . Gihîştin 8 Adar 2024.
  4. ^Biçe ser:b Solomon, E., Martin, C., Martin, D., & Berg, L. (2015).Biyolojî. Stamford: Fêrbûna Cengage.
  5. ^Biçe ser:c Losos, J., Mason, K., Johnson, G., Raven, P., & Singer, S. (2016). Biyolojî (11th ed.). New York, NY: Perwerdehiya McGraw-Hill.
  6. ^Biçe ser:d Rye, C., Wise, R., Jurukovski, V., Desaix, J., Choi, J., & Avissar, Y. (2017). Biyolojî. Houston, Texas: OpenStax College, Zanîngeha Rice,
  7. ^Biçe ser:b Reece, Jane B. Campbell Biyolojî : Jane B. Reece ... [et Al.]. 9th ed., Boston, Ma, Benjamin Cummings, 2011.



2024/02/21

Adenozîna trîfosfat

 

Adenozîna trîfosfat an jî adenozîna sêfosfatî (bi înglîzî: adenosine triphosphate) molekula guhêzera enerjiyê ye ko di hemû xaneyên zindî de tê dîtin.

ATP molekulek navbeynkar a gerdûnî ye.[1] Çi cor zîndewer dibe bila be, di xaneyê de ji bo zîndeçalakiyên xwe, ATP bi kar tînin. ATP enerjiya kîmyayî ya ji têkşikestina molekulên xurekê digire û enerjiya xwe ji bo zîndeçalakiyên xaneyê xerc dike.[2]

Karbohîdrat, çewrî û xurekên din rasterast wekî çavkaniya enerjiya xaneyê nayên bikaranîn. Çavkaniya bingehîn a enerjiya xaneyê ATP ye. Di xaneyan de bi henaseya xaneyê enerjiya kîmyayî ya van xurekan ji bo çêkirina ATP tê bikaranîn.[3] Molekulên ATP-yê jî ji bo çalakiyên xaneyê enerjî dabîn dikin. Enerjî ji ber hilweşandina bendên fosfatên ATP-yê peyda dibe.[4]

Pêkhateya ATP-yê

ATP bi eslê xwe nukleotîd e, ji baza adenîn, şekirê rîboz ê pênckarbonî û sê fosfatan pêk tê.

ATP molekulek gerdûnî ye, di xaneyên hemû zîndeweran de bi heman şêweyê ye û bi heman awayê kar dike. ATP bi eslê xwe nukleotîd e, ji baza adenîn, şekirê rîboz ê pênckarbonî û sê fosfatan pêk tê.[5]

Beşa ATP-yê ya ji bazek nîtrojenî û şekirek pênckarbonî pêk te, wekî nukleozît tê navkirin. Di pêkhateya ATP-yê de nukleozîta adenozîn cih digire. Ango adenozîn ji baza adenîn û şekirê pênckarbonî yê rîboz pêk tê. Pêkhateya ATP, li gel adenozîn, sê komên fosfatî jî lixwe digire, loma navê wê, adenozîna trîfosfat (adenozîna sêfosfatî) e.

Ji sê komên fosfatî ya herî nêzikê şekirê rîboz wekî alfa, koma fosfatî ya duyem wekî beta, ya herî dûrê şekirê rîboz jî wekî gama tê navkirin.[6] Bendên koma fosfatên beta û gama-yê bendên bi enerjiya bilind in. Herçiqas enerjiya van bendan zêde be jî, ev herdu bend, bendên lawaz in, bi hêsanî tên şikestin. Lawazbûna bendên navbera komên fosfatî ji ber bargeya negatîvî ya komên fosfatî ye.[7] Bargeyên negatîv hevdû tehn didin. Di molekula ATP-yê de hebûna sê bargeyên negatîv, enerjiya potensiyel a ATP-yê zêde dike. Gava fosfatek ji ATP-yê diqete, enerjiya ji bo xebatên xaneyê jî berdest dibe. Di heman demê de ATP jî hildiweşe bo ADP+ Pi (adenozîna dîfosfat + fosfata neendamî (înorganî) ).[8]

Ji ber ko du fosfatên dawî bi bendên bi enerjiya bilind bi hev re girêdayî ne. Bendên navbera van fosfatan hin caran bi sembola ( ~ ) tên nîşankirin.[3]

Li bin şert û mercên fîzîkî û kîmyayî yên laş de herdu bendên enerjiya bilind a molek ATP-yê bi qasî 14.000 kalorî enerjî lixwe digirin. Ev enerjî ji enerjiya navbera bendên asayî gelek zêdetir e, loma wekî bendên bi enerjiya bilind tên navkirin. Gava pêdiviya xaneyê bi enerjiyê hebe, bendên fosfatî yên bi enerjiya bilind, dikarin bilez ji hev biqetin û enerjiyê dabîn bikin.

Enzîm dikarin bendê di navbera koma fosfatî ya duyem û ya sêyem a molekula ATP-yê hilweşînin. Enzîm koma fosfatî ya hatiye berdan bi molekulek din ve girê dide. Gava koma fosfatî ji molekulek bo molekulek din tê guhaztin, enejiya di bendên wê de hatiye embarkirin jî bi wê re diçe.[9] Aango bi guhaztina fosfatê enerjiya ATP-yê derbasî molekulên din dibe. Molekula bi fosfatê ve hatiyê girêdan, bi enerjiya ji ATP-yê di xaneyê de dixebite.[8] Enerjiya hatiye berdan ji bo çalakiyên xaneyê yên wekî çêkirina molekulên nû, girjbûna masûlkeyan, guhaztina ragihandinên demarî û hvd tê bikaranîn.[5]

ATP çawa enerjî embar dike

ATP molekula bingehîn a enerjiyê ye ko ji bo zindeçalakiyên xaneyê tê bikaranîn.[10] Her çiqas ji bo enerjiya ji ATP-yê tê berdan, bendên fosfatî wekî çavkanî werin nîşankirin jî bi eslê xwe enerjî rasterast ji hilweşîna bendên bi enerjiya bilind ên navbera komên fosfat belav nabe. Enerjiya tê berdan ji ber guherîna potensiyala kîmyayî ya hemû beşên ATP yê.[1] Lê di ATP-yê de êmbarkirina enerjî bi hebûna sê komên fosfatê rû dide. Komên fosfatê bi bargeyê negatîv barkirî ne, loma hevdû then didin. Ji ber tehndana molekulan, bendên fosfoanhîdrat (bi înglîzî: phosphoanhydride bonds) ên komên fosfatê girê didin, lawaz in û xweragir nîn in.[11] Bendên navbera komên fosfatan bi mijarek hindik a enerjiya çalakkirinê dikarin bi hîdrolîzê hilweşin. Gava komek fosfatê ji ATP-yê digete enerjî jî tê berdan. Ji molek ATP-yê 7.3 kcal enerjî tê berdan, ev enerjî ji bo zîndeçalakiyên xaneyê tê bikaranîn.[12]

Çerxa ATP-yê

Xane biberdewamî,bênavber ATP bi kar tîne, loma divê li dewsa ATP-yên hatine xerckirin, yên nû were dabînkirin.

Dibe ko di xaneyêk masûlkeyê de di çîrkeyek de bi qasî 10 mîlyon ATP werin xerckirin û ji nûve werin çêkirin.[8] Di heman demê de bi henaseya xaneyê, molekulên sakar ên xurekê tên hilweşandin. Bi xanehenaseyê enerjî dabîn dibe, ev enerjî ji bo fosforîkirna ADP-yê tê xerckirin û hê pirtir ATP tê çêkirin. Laşê mirov rojê bi qasî 45 kîlogram ATP hîdrolîz dike, lê ji ber ko her molekulek ATP rojê bi qasî 10 hezar caran çêdibe û hildiweşe, laşê mirov tu car 45 kg ATP lixwe nagire.[13]Çêbûn û hilweşîna ATP bi awayê çerxî rû dide. Ji ADP + Pi çêbûna ATP-yê, karlêkek wizemij e (bi înglîzî:endergonic reaction) û ji aliye karlêkên wizederkiriner (bi înglîzî: exergonic reactions) ên xaneyê ve tê rêvebirin.[12]

Hîdrolîza ATP-yê bo ADP + Pi , karlêkek wizederkiriner e û enerjiya tê berdan di xaneyê de ji bo rêvebirina karlêkên wizemij ên wekî girjbûna masûlkeyan, guhaztina madeyan û hwd tê bikaranîn.[12]

Xane biberdewamî, bênavber ATP bi kar tîne, loma divê li dewsa ATP-yên hatine xerckirin, yên nû werin dabînkirin. Xane dikare ji ADP-yê ATP berhem bike. Ji gelek karlêkan, fosfata neendamî(Pi) an jî koma fosfatî yên ji molekulan hatine qetîn, bi molekula ADP-yê ve tên girêdan û ATP peyda dibe.

Di xaneyên mirov de ATP ji enerjiya xanehenaseyê (bi înglîzî: cellular respiration) tê çêkirin. Bendên kîmyayî yên xurekan, bi pêvajoya henaseya xaneyê tên şêkestin û bi enerjiya van bendan, komafosfatek li ADP-yê tê zêdekirin û ADP diguhere bo ATP . Ango enerjiya kîmyayî ya di navbera bendên kîmyayî yên xurekên wekî karbohîdrat, çewrî û hvd ji bo dubare bikaranîna ATP-yê tên bikaranîn. Gava ATP fosfatek diguhazîne molekulek din disa ADP peyda dibe bi vî awayê çerxa ATP/ ADP didome.[10][9]

Mekanîzmayên çêkirina ATP-yê

Tevahiya karlêkên kîmyayî yên xaneyê wekî metabolîzma tê navkirin. Di hinek karlêkan de berdena enerjiyê, di hinekan de jî mijîna enerjiyê rû dide. Di xaneyan de ATP di navbera karlêkên kîmyayî yên enerjî berdidin û karlêkên enerjî dimijin ve navbeynkarî dike. ATP ev karî bi guhaztina koma fosfatî pêk tîne. Koma fosfatî ya ji ATP-yê hatiye berdan, di karlêkek wizemij de bi molekulek ve girêdan ava dike, bi vî awayê ji bo wê molekulê enerjiya ji bo rêvebirina karlêka kîmyayî dabîn dike.[9]

Xane ji bo berhemkirina ATP-yê bi taybetî karbohîdrat, çewrî û proteînan bi kar tîne. Xaneyên mirov herî zêde glukozê bi henaseya xaneyê (xanehenase) têk dişkîne û ATP bidest dixe. Di xanehenaseyê de elektron ji awêteyên karlêkê tên dûrxistin, paşê enerjiya bi van elekronan ve girêdayî ji bo berhemkirina ATP-yê wize dabîn dike.[9]

Di xaneyê de enerjiya ji bo çêkirina ATP-yê, bi karlêkên wizederbiriner ên xanehenase û fotosentezê tê dabînkirin. Bi molekulek endamî ve girêdana fosfata neendamî (Pi) wekî fosforîkirin (fosforîlasyon) tê navkirin.[14]

ATP bi fosforîkirina ADP-yê çê dibe. Di xaneyên navikrasteqînan de, wekî mînak, di xaneyên riwek û ajalan de ATP di mîtokonrî û kloroplast de tê berhemkirin. Di bakteriyan de ATP li ser rûyê navî yê parzûna xaneyê de tê berhemkirin.[15]

Gava di mîtokondiriyê de ATP berhem dibe, ji mîtokondriyê belavê nav xaneyê dibe û li kîjan beşa xaneyê de pê divî pê hebe, ji bo karên xaneyê tên bikaranîn.[1]

Di xaneyên zîndeweran de fosforîkirina ATP-yê bi sê rêyan pêk tê.

1. Fosforîlasyona di asta substradê

Bi henaseya xaneyê bi fosforîlasyona di asta substradê (bi înglîzî:substrate level phosphorylation) de hinek ATP tê çêkirin. Wekî mînak, di qonaxa glîkolîz de di sîtoplazmayê de, di qonaxa çerxa Krebs de di mîtokondrî de ADP tê fosforîkirin û ATP peyda dibe.

2. Fosforîlasyona oksîdatîv

Ev cora fosforîlasyonê jî di dema henaseya xaneyê de rû dide. Xaneyên mirov herî zêde bi vê rêbazê ATP bi dest dixin. Fosforîlasona oksîdatîv (bi înglîzî:oxidative phosphorylation) di xaneyên navikrasteqînan de di mîtokondriyê de rû dide. Di fosforîlasyona oksîdadiv de zincîra guhaztina elektron (bi înglîzî:electron transport chain) tê bikaranîn.

3. Fotofosforîlasyon

Riwek, hin bakterî û hin corên arkea bakteriyan tîrojên rojê ji bo çêkirina ATP bi kar tînin. Ango bi enerjiya ronahiyê fosfatek bi ADP-yê ve girê didin. Ev fosforîkirina dema fotosentezê wekî fotofosforîlasyon (bi înglîzî: photophosphorylation) tê navkirin. Bi rêbaza fotofosforîlasyonê, enerjiya ronahiyê tê guhaztin bo enerjiya bendên kîmyayî. ATP-yên bi fotofosforîlasyonê hatine çêkirin dîsa di qonaxa “çerxa Calvin” a fotosentezê de ji bo çêkirina glukoz tên bikaranîn.[15]

Di xaneyê de bikaranîna ATP-yê

ATP bi karlêka hîdrolîzê tê hilweşandin. Bi gelemperî di hîdrolîza ATP-yê de fosfata kotahî ji ATP-yê tê qetandin. Enerjiya ji bendê fosfatê tê berdan jî ji bo zîndeçalakiyên xaneyê tê bikaranîn.

Mînakên bo hinek zîndeçalakiyên xaneyê ko enerjiya ATP bi kar tînin;[15][16]

1. Di xaneyê de ji bo çêkirina molekulên aloz ên wekî karbohîdrat, proteîn parzûna xaneyê û hwd.

2. Di xaneyên masûlkeyê de ji bo girjbûn û xavbûnê masûlkeyan.

3. Dabînkirina ragîhandinê di navbera molekulên nav xaneyê de

4. Di demarexaneyan de ji bo guhaztina demareragihandinan.

5. Di parzûna xaneyê de ji bo alûgorkirina madeyan.

6. Di duhendebûna ADN û çêkirina ARN-yê de

7. Ji bo çalakkirina enziman

8. Di dabeşbûna xaneyê de ji bo cihguhertina kromozoman

9. Ji bo parastina germahiya laş, hinek ji enerjiya ATP-yê diguhere bo enerjiya tînê û laş germ dike.

Girêdana derve

Ferhenga Biyolojiyê [3]


Çavkanî

  1. Jump up to:a b c Jones, M., Fosbery, R., Gregory, J., & Taylor, D. (2014). Cambridge International AS and A Level Biology Coursebook with CD-ROM (4th ed.). Cambridge, MA: Cambridge University Press
  2. ^ Britannica, The Editors of Encyclopaedia. "adenosine triphosphate". Encyclopedia Britannica, 1 Feb. 2024, [1]<. Accessed 15 February 2024.
  3. Jump up to:a b Schraer D.W, Stoltze H.J,(1995). Biology (6th ed.). USA: prentice Hall, ISBN 0-13-806630-2.
  4. ^ Rittner, Don, and Timothy Lee McCabe. Encyclopedia Of Biology. Facts On File, 2004.
  5. Jump up to:a b Guyton, A. and Hall, J., 2011.Guyton And Hall Textbook Of Medical Physiology. Philadelphia: Saunders Elsevier.
  6. ^ Rye, C., Wise, R., Jurukovski, V., Desaix, J., Choi, J., & Avissar, Y. (2017).Biology. Houston, Texas : OpenStax College, Rice University,
  7. ^ Postlethwait, J. H., & Hopson, J. L. (2006). Modern Biology. NY, United states: Holt Rinehart & Winston.
  8. Jump up to:a b c Simon, E. J., Dickey, J.L., Reece, J. B., & Burton, R. A. (2018).Campbell Essential Biology with Physiology (6th ed.). Newyork, United States: Pearson.
  9. Jump up to:a b c d Starr, C., & McMillan, B. (2010). Human Biology (8th ed.). Pacific Grove, CA: Brooks/Cole Publishing Company.
  10. Jump up to:a b Ireland, K. A. (2010). Visualizing Human Biology (3rd ed.). Hoboken, NJ: John Wiley & Sons.
  11. ^ Reece, Jane B. Campbell Biology : Jane B. Reece ... [et Al.]. 9th ed., Boston, Ma, Benjamin Cummings, 2011.
  12. Jump up to:a b c Losos, J., Mason, K., Johnson,G., Raven, P., & Singer, S. (2016). Biology (11th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
  13. ^ Brooker, R., Widmaier, E., Graham, L., & Stiling, P. (2017). Biology (4th ed.).
  14. ^ Britannica, The Editors of Encyclopaedia. "phosphorylation". Encyclopedia Britannica, 20 Jul. 2017, [2] Accessed 15 February 2024.
  15. Jump up to:a b c Berk, A., Kaiser, C. A., Lodish, H., Amon, A., Ploegh, H., Bretscher, A., & Krieger, M. (2005). Molecular Cell Biology (5th ed.). CA.
  16. ^ Mader, S., & Windelspecht, M. (2017). Human Biology (15th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.