Celadet Alî Bedîrxan

Me zanî ko xweseriya me, di zimanê me de ye û em bi tenê bi hînbûna xwendin û nivîsandina zimanê xwe û parastina wî, di civata miletan de, wek miletekî xweser dikarin bijîn û payedar bin.
Celadet Alî Bedîrxan (1893-1951)

2022/12/31

Mendel

    Gregor Johann Mendel (1822-1884) yekem kes bû ko bi rêkûpêk lêkolîn kir li ser veguheztina taybetmendiyên bomaweyî ji bavan bo weçeyan (nifşên nû). Mendel xebatên xwe li ser riweka polkeyê (bezelye) kir û encamên taqîkirinên xwe bi rêbazên matematîkî şîrove kir. Bi van xebatên xwe Mendel bû damezînerê qanunên bingehîn ên bomaweyî yê.
Johann Mendel di 22ê tîrmeha, 1822 de, li Heinzendorf, ko wê demê beşek ji împaratoriya Hapsburgê (niha Hynčice, Komara Çek) bû, hat dinê. Bavê wî wek cotkarekî gundî debara malbata xwe dikir. Mendel, hestê hezkirina riwekan, ji diya xwe girtîbû. Du xwîşkên Mendel hebû, yek mezintirê Mendel, a din jî ji Mendel piçûktir bû. Mendel hê di piçûktiya xwe de dabû nîşankirin ko mereqdarê zanistê ye.
Di sala 1833yê de mamosteyê wî pêşniyar kir ko Mendel biçe dibistanek pêşketîtir a bi navê “Dibistana Navîn a Piarist” a li Leipnikê. (niha Lipnik). Pêşweçûnên Mendel di warê akademîk de berdewam kir, û di 1834ê de xwe li Gymnasium a li Troppau (Opava), tomar kir. Dilê Mendel hebû bibe mamoste. Piştî qedandina şeş salan li Gymnasiumê, hê divê du sal jî felsefe bixwenda ko mafê tomarkirina xwe ya zanîngehê bi dest xista. Lê dêûbavên wî nikaribûn pere dabîn bikin ji bo xwendina wî ya pêşdetir. Xwişka wî ya piçûk beşek ji cihêzê xwe da ko Mendel bikaribe xwendina xwe bidomîne. Herwisa Mendel di heman demê de ji bo qezenckirina pere, mamostetiyê jî kir û dersên taybet da hin xwendekaran. Di sala 1841ê de Mendel dest bi perwerdeya xwe ya Enstîtuya Felsefeyê ya Olmütz (niha Olomouc) kir. Mendel bi taybetî bi zanistên xwezayî re eleqedar bû.
Piştî du salên li Enstîtuya Felsefeyê, êdî mafê xwetomarkirina zaningehê bi dest xistîbû, lê ew ji ber aboriya xwe ya nebaş, ji xwendina li zanîngehê dilsar bibû. Loma ji bo debara jiyana xwe, biryara serîlêdana Keşîşxaneya Augustinian ya St.Brünn (niha Brno) da. Pêşniyara profesorê wî ew qas erênî bû ko Mendel bêyî hevpeyivîn, ji bo keşîşxaneyê hate pejirandin. Johann Mendel di cotmeha 1843yê de di keşîşxaneyê de dest bi ceribandinê(staj) kir, herwisa di vê demê de navê Gregor girt.
Di dirêjiya dema qonaxa stajê de, Mendel bi piranî mijarên klasîk dixwend, lê di demên xwe yê vala de xwendina xwe ya li ser riwek û mîneralan domand. Ji ber ko xwedîkirina pez, çandina fêkî û şerab bingeha aboriya Brno bû, wî di heman demê de pirtûkên di derbarê zanista çandiniyê jî xwend.
Serqeşeyê keşîşxaneyê C. F. Napp, lêkolînên serbixwe teşwîq dikir loma li keşîşxaneyê baxçeyek teqîkarî û herbariumek (herbarium) da avakirin.
Di sala 1847 de Mendel wek qeşe (keşîş) hat destnîşankirin. Wî heta sala 1848ê xwendina îlahiyatê domand, di wê demê de ew bû qeşeyê civata keşîşxaneyê. Lêbelê, Mendel pir şermok û hesas bû ko bi awayekî bibandor ji civatên nexweş û êşkêş re xizmet bike, û bi nexweşiya koendama demarê ket. Gunehê serqeşeyê keşîşxaneyê bi Mendel hat, wî tayîn kir ko li bajarê Znojmo (Znaim), li başûrê Moravyayê, dersên klasîk û matematîkê bide xwendekarên pola heftemîn.
Mendel karên xwe baş bi cih anî û di sala 1849ê de li Gymnasiumê Znojmo wek mamosteyê cîgir hat erkdarkirin. Ew mamosteyekî bêhnfireh bû û bi xebatên xwe li fakulteyê bandorek erenî kir. Lêbelê, ji bo ko Mendel bibe mamosteyê asayî, divê ji ezmûnek jêhatîbûnê derbas biba û bida nîşankirin ko zanyariyên wî ji bo mamostatiyê bes e.
Mixabîn, bidestxistina sertîfîkaya mamostetiyê de astengî derket. Mendel di ezmûnên xwe yên fîzîk û meteorolojiyê de bi ser ket lê di beşên zoolojî û jeolojiyê de bi ser neket.
Sedemê biserneketina wî ev bû ko ew ji avantajên xwendina zanîngehê bêpar bû. Herwisa hewl dabû ko bi tena serê xwe amadekariya azmûnê bike, lê ji ber ko wekî mamosteyê cîgir dixebitî, pirraniya demên wî bi dersdayînê derbas dibû, loma ji bo azmûnê nikarîbû bi têra xwe xwe amade bike. Digel vê bêhêvîbûnê, Mendel wek mamoste, xwedî navûdengek baş bû.Salek şûnve
wî li Dibistana Teknîkî ya Brno de li dewsa mamosteyekî nexweş, dest bi mamostetiyê dersên dîroka xwezayî kir. Di dema vê karê xwe de, Mendel bû endamê awarte ji bo beşa Zanistên Xwezayî ya Civaka Çandiniyê.
Dema ko Mendel 29 salî bû, Serqeşeyê keşîşxaneyê C. F. Napp wî şand Zanîngeha Viyanayê da ko ji bo ezmûna mamostetiyê xwe bêtir amade bike. Di heyama 1851-1853yê de, Mendel bi piranî fîzîk dixwend, lê di heman demê de dersên matematîk, kîmya, zoolojî, botanîk, fîzyolojiya riwekan û paleontolojî jî girt. Ew bi taybetî bi botanîk û duregkirina (hîbrîdkirin) riwekan re eleqedar bû, lê xwendina wî ya di warê fîzîk û matematîkê de jî bandorek mezin li xebata wî ya paşîn kir.
Di fîzîkê de wî sadetiya qanûnên xwezayî keşf kir, û di matematîkê de fêrî bikaranîna teoriya egerê (îhtîmal) û analîza îstatîstîkî bû.
Piştî ko perwerdeya xwe li Viyanayê qedand, Mendel di tîrmeha 1853yê de vegeriya keşîşxaneyê. Nayê zanîn ko çima wî di heman demê de dubare serî li ezmûne mamostetiyê nekir.
Li dibistanek teknîkî ya bi navê Realschule de ji bo Mendel karê mamostayî peyda bû. Mendel 14 sal li wir fêrî fîzîk û dîroka xwezayî kir. Mendel di heman demê de berpirsiyariya koleksiyonên zanistiya xwezayî jî girt.
Mendel di sala 1855ê de hewl da ko ji nû ve serî li azmûna mamostatiyê bide, lê ew di cara duyemîn jî têk çû. Dibe ko nexweşiya wî rê li ber serketina wî girtî be. Mendel karê mamostetiyê berdewam kir, lê, wî ne tam lê nîv mûçe werdigirt.
--Bomawe li riweka polkeyê de--
Mendel demên xwe yê vala terxan kir ko li keşîşxaneyê çend lêkolînên serbixwe pêk bîne. Di destpêka salên 1850yê de, wî di riweka polkeyê, Pisum sativum de dest bi xebatên perîna destkarî kir, da ko diyar bike ka çawa sîlfet ji nifşek diguhaze bo nifşên nû.
Di sala 1854ê de Mendel bû endamek resen a Beşa Zanistiya Xwezayî ya Civata Çandiniyê li Brno, ko navê wê paşê wekî Civata Zanistiya Xwezayî hat guhertin. Li civînên civakê de mijara duregkirina riwekan ji aliyê aboriyê ve dihat nîqaşkirin.


Mendel bi riweka polkê dest bi rêza taqiyan kir û hewl da ko çawaniya veguheztina taybetmendiyan di navbera nifşan de diyar bike. Encamên taqiyên Mendel rê li ber damezrandina qanunên bomaweyê ve kir. Mendel encamên xebatên xwe û dîtinên xwe, li ber Civata Zanistên Xwezayî de bi du konferans, di sibat û adara 1865ê de pêşkêş kir.
Mendel bi baldariyek mezin, riweka polkeyê hilbijart ko taqîkirinên xwe yê derbarê çêbûna nifşên nû saz bike.
Hin taybetmendiyên riweka polkeyê,
Riweka polke xwediyê gellek corên cihêreng e, çerxa jiyana wê kurt e, çandina wê hêsan e, pirraniya tovên wê bi serkeftî zîl didin. Riweka polkeyê bi perîna xweyî jî zêde dibe herwisa perîna wê dikare were kontrolkirin.
Mendel bi qasî du salan xebat li ser polkeyê kir û piştrast kir ko 34 celebên polkeyê yên wê di taqîkirinê de werên bikaranîn yekreg in (bi înglîzî: true breeding).
Mendel ji bo taqîkirinê 7 sîfetên polkeyê hilbijart û çawaniya veguhaztina sîfetan ji bavan bo weçeyê çavderî kir. Mendel sîfetên wisa hilbijartîbû ko rûxsarê wan di weçeyê de bi hêsanî dihat dîtin. Wekî mînak, dirêjiya qedê ( kurt-dirêj ), rengê tov (kesk - zer), rûyê tov (lûs- qurmiçî) rengê kulîlkê ( spî -mor) , cihê kulîlkan (li kotahiya qedê - li tewereyê qedê), rengê meweyê (kesk- zer), şeweyê mêweyê (givaştî – werimî).
Mendel bi mêjerek gellek zêde dane berhev kir ko şansê bandorên hawirdorê bêbandor bihêle. Di heyama heft salan de, wî çandin û lekolîna bi qasî 30,000 riwekê polke kir. Di taqîkirinên xwe de her carê çavderiya sîfetek kir.
Mendel bi perîna destkarî, riwekên polke yên rûyê tovê wan lûs, bi tozkulîlkên (polen) ji rîweka polke ya rûyê tovê wî qurmiçî ve lêk da. Riwekên ko bi vî lêkdanê peyda bibûn, hemû tovên wan lûs bû. Dema ko Mendel lêkdana beravajî pêk anî, ango riweka tovên wê qurmiçî bi tozkulîlkên riweka tovên wê lûs ve lêk da, encam neguherî, hemû weçe bi tovên lûs peyda bûn. Weçeyên bi lêkdana destpêk peyda bûne, dureg in û wekî nifşa yekem (F1) (bi înglîzî: F1 generation) tên navkirin.
Di qonaxa duyem a taqîkirinê de Mendel tovên dureg ên lûs çand baxçeyê û hîşt bo perîna xweyî rû bide. Weçeyên ji lêkdana bavanên dureg peyda bûne wekî nifşa duyem (F2) (bi înglîzî: F2 generation) tê navkirin. Ji lêkdana perîna xweyî 5474 tovên lûs û 1850 tovên qurmiçî peyda bû. Her çend ko tovên qurmiçî di nifşa berê de (F1) winda bûbûn, lê di nifşa duyem de (F2) ew ji nû ve xuya bûn.
Mendel, rûxsara ko di lêkdana yekem de hebûna xwe domand û winda nebû, wekî “zal” (bi înglîzî: dominant) bi nav kir. Herwisa rûxsra ko di nifşa yekem de winda bibû û di nifşa duyem de dîsa peyda bibû jî wekî “bezîw” (bi înglîzî: recessive) bi nav kir.
Mendel xebatên xwe domand û taqîkirina şeş sîfetên din ê riweka polkeyê jî kir. Mendel ji hemû ceribandinan heman encamê bi dest xist. Her carê, ji bo her sîfetê, rûxsarek zal rûxsara din jî bezîw bû. Ya balkêştir, di hemû weçeyên nifşa F1ê de rêjeya hokara zal a bi hokra bezîw 3 : 1 bû. Ango rûxsara zal ji rûxsara bezîw sê car zêdetir xuya dibû. Ev encam gellek girîng bû, ji ber ko heta wê rojê zanyar bawer dikirin ko taybetmendiyên bomaweyî yên bavan têkilê hev dibin, piştî têkilbûnê zanyariyên bomaweyî bi şêweyek nû lê bi heman rêjeyê de di weçeyê de xuya dibin. Encamên xebata Mendel bi awayekî zelal da nîşankirin ko rûxsarên deûbav di rûxsarên dureg de tevlihev nabin.
Mendel lêkolînên xwe domand, û rê da ko perîna xwêyî ya riwekên nifşa duyem (F2) rû bide û ji wan nifşa F3 peyda bibe. Mendel hemû weçeyên nifşa F3yê kontrol kir û encamên taqîkirinê bi hûrgilî tomar kir. Ji daneyên bi destxistî, Mendel pê derxist ko rêjeya 3 :1 a rûxsarên nifşa F2yê de xuya bibû, bi eslê xwe rêjeyek 1:2:1 a veşatî bû.
Mendel bi van xebtên xwe, hin agahiyên nû bi dest xist. Encma taqîkirinên wî dabû nîşankirin ko her sîfetêk zîndewerê bi hevkariya cotek yekeyên ji hev cihê peyda dibe.(îro êdî ev yeke wekî allel tên navkirin). Her dêûbav ji bo her sîfetek, yekîneyek diguhazîne bo weçeyê, bi vî awayî weçe ji bo her sîfetê du yeke lixwe digire. Yeke bi navbeynkariya xaneyên zayendê (gamet) tên guhaztin bo weçeyê. Ji ber ko her dêûbav ji bo her sîfetek taybet du allel lixwe digire, her yek ji van allelan bi egera % 50 ji bavan diguhaze bo weçeyê.
Mendel rêbazeke nîşankirina alfabetîk afirand ko îro jî tê bikaranîn. Her yeke an allel bi tîpek hate nîşankirin. Mînak, wî "A" ji bo rûxsarê tovên lûs û qurmiçî bikar aniye. Tîpa mezin "A" allelê zal nîşan dide, di vê rewşê de, allelê ko rûxsare lûs kod dike. Tîpa piçûk "a" jî rûxsara bezîw nîşan dide, di vê mînakê de allelê ko rûxsara qurmiçî kod dike. Ango riweka polke ( herwisa hemû zîndewerên firexaneyî) cotek allel lixwe digire, rûxsara sîfetê (tovê lûs an tovê qurmiçî) ji aliyê van herdu allelan ve tê diyarkirin.
Di polkeyê de egera hebûna yek ji sê bomawebabet (genotip) mimkin e.Ango divê allelên polkeyê yek ji sê corê van allelan bin; AA, Aa, aa. Ji vana herdu allelên ko ji heman yekeyê pêk tên (AA, aa) wekî yekreg (bi înglîzî: homozygous) tê navkirin. Allela ko ji du yekeyên cuda pêk tê (Aa) jî wekî dureg (bi înglîzî: heterozygous) tê navkirin. Bomawebabeta dureg dibe sedema peydabûna rûxsarebabeta (fenotîp) zal. Bi gotinek din, polkeyên bi bomawebabeta Aa xwediyê tovên lûs in.
Ji bo allelan bikaranîna nîşan û termînolojiyê, hêsantir kir ko mirov tiştên ko dema Mendel lêkdana polkeyan kir rave bike. Mendel bi polkeyên yekreg dest bi xebatên xwe kiribû, ango bomawebabeta polkeyan AA an jî aa bû.
Gava mendel lêkdana bavanên yekreg kir, wekî mînak, gava lêkdana polkeyên bi tovên zer bi polkeyên tovê kesk ve kir (AA x aa), hemû weçeyên nifşa yekem dureg bûn û bomawebabeta tovê wan Aa , rûxsarebabeta tovê wan jî zer bû.
Di qonaxa duyemîn a lêkdanê de, Mendel weçeyên dureg ên ji nifşa yekem (F1) wekî bavan hilbijart û lêkdanê di navbera wan da kir (Aa xAa). Ji ber ko evan herdu bavan jî xwediyê herdu alelan bûn, wan karîbûn ko alelê zal an jî allalê bezîw biguhazînin weçeyên xwe. Li gor vê rewşê di nifşa duyem de (F2) egera çêbûna sê cor bomawebabet hebû; AA, Aa û aa. Bomawebabetên AA û Aa herdu jî kar dikin ji bo peydabûna rûxsarebabeta zer, lê bomawebabeta aa dibû sedema peydabûna rûxserebabeta bezîw, ango tovên kesk peyda dibû. Tovên kesk di nifşa yekem de winda bibûn lê di nifşa duyem de dîsa peyda bibûn. Rûxsarebabeta F2 wekî: 3 zer : 1 kesk bû.
Mendel xwedan têgihîştinek berbiçav bû ko bomawebabeta 1 AA: 2 Aa: 1 aa ya di nav rûxsarebabeta 3:1 de veşartî nas bike. Ji bo piştraskirina bomawebabetan, Mendel lêkdana teqîkarî (bi înglîzî:back cross) bi kar anî. Mendel weçeya nifşa yekem (F1) a rûxsarebabetê zer bi bavanê xwe yê bezîw (aa) ve lêkda. Ji ber ko bavana yekreg a bezîw tenê dikare allelê bezîw biguhazîne weçeyê, divê hêmû weçe bi rûxsarebabeta zer peyda bibana, lê weçeyên rûxsarebabetê kesk jî peyda bû. Peydabûna rûxsarebabetê bezîw (kesk), dide nîşankirin ko bavanê din ê bi rûxsarebabetê zer, dureg e.
Bi kurtasî, Mendel bi vê lêkdana taqîkarî de piştrast kir ko hemû weçeyên nifşa yekem a bi lêkdana bavanên AA x aa peyda bûne, dureg in û bomawebabetê wan Aa ye.
Mendel piştî gellek taqîkirinan, qanuna cudabûnê (bi înglîzî: law of segregation) pêşkeş kir.
Li gor vê qanunê (zagon), cota allelan di dema çêbûna gametan de (bi dabeşbûna miyozê) ji hev cihê dibin û diçin gametên cuda. Dema pîtînê, bi yekbûna gametên mê û nêrê bi awayekî rasthatinî (tesadufî) tên ba hev û dîsa cota allelan pêk tînin.
Mendel piştî gellek taqîkirinan, rêbaza guhaztina sîfetek bo weçeyan fam kiribû. Paşê di hişê Mendel de pirsek peyda bû, gelo ne yek lê heke du sîfet di carekî de were lêkdan wê encam bi çi awayî be?
Ji bo taqîkirinê, Mendel du sîfetê yekreg bijart, rengê tovê û rûyê tovê. Rîweka bi tovê wê zer û rûyê tovê wê lûs (AABB) bi rîweka tovê wê kesk û rûyê tovê wê qurmiçî (aabb) ve lêk da. Bi lêkdana van polkeyan nifşê yekem (F1) peyda bû, hemû weçe bi rûxsarebabeta zal bûn, ango rengê tovan zer, rûyê tovan jî lûs bû. Mendel têgihîşt ko bomawebabeta wan AaBb ye, ango hemû weçeyên yekem ji bo herdu sîfetan jî dureg bûn. Mendel tovên weçeyên dureg çand û di polkeyên nû bi perîna xweyî rû da. Perîna xweyî ya weçeyên bi du sîfetan dureg, wekî lêkdana cota duregbûn (bi înglîzî: dihybrid cross) tê navkirin.
Mendel bi taqîkirina lêkdana cota duregê (lêkdana dîhîbrîd), di weçeyên duyem (F2) de tovên bi çar cor rûxsarebabet bi dest xist. Rêjeya rûxsarebabetên tovan: 9 lûs û zer : 3 lûs û kesk : 3 qurmiçî û zer : 1 qurmiçî û kesk bû. Ango dema bala xwe bidî rûxsarebabetên herdu sîfetan, ji bo her sîfetek rêjeya rûxsarebabet dîsa 3:1 e.
Ji bo ko di derheqê bomawebabetên weçeyên duyem(F2) de agahdarî werbigire, Mendel bo perîna xweyî rê da polkeyên F2. Ji vê ceribandinê, mendel dît ko di weçeyên F2 de neh bomawebabetên cihêreng hebû ko bi rêjeya 1 AABB: 2 AABb: 1 Aabb: 2 AaBB: 4 AaBb: 2 Aabb: 1 aaBB: 2 aaBb: 1 aabb pêk dihatin. Her sîfet serbixwe hema mîna lêkdana teka dûregbûn (bi înglîzî: monohîbrîd cross) allalên xwe digûhezîne weçeyan. Guheztina allelan bo sîfatek, bandor li ser guhaztina allelên sîfeta duyem nake.
Mendel heman taqîkirinê bi cotên hemû sîfetên din jî kir. Her carê cihêbûna sîfetan di weçeyên duyem (F2) de bi rêjeya rûxsarebabeta 9:3:3:3 û bi rêjeya bomawebabeta 1:2:1:2:4:2:1:2:1 pêk hat. Zanyariyên ko Mendel ji van taqîkirinan bi dest xistî, îro wekî “qanuna dabeşkirina serbixwe”(bi înglîzî: law of independent assortment) tê zanîn.
Qanûna dabeşkirina serbixwe diyar dike ko her cotek allel di dema peydabûna gametan de bi awayekî serbixwe dabeş dibin û ji hev cihê dibin. Îro em dizanin ko ev qanûn tenê dema ko du sîfetên ko têne lêkolînkirin li ser heman kromozome nebin, li ser kromozomên cihê bin, an jî heke li ser yek kromozomê bin jî divê ev herdu sîfet bi têra xwe ji hev dûr bin ko şertên qanunê were cih.
Zanyariyên ko Mendel di sala 1865ê de li ber Cîvata Zanistên Xwezayî pêşkeş kiribû, salek şûnve
di 1866ê de di kovara Civaka Zanistên Xwezayî de hatin weşandin. Ne pêşkeşên Mendel ne jî gotara li kovarê eleqeyek mezin nekişand. Kovar ne ne kovarek bi navûdeng bû loma bala kesî nekişand. Herwisa, ne endamên civakê û ne jî mirovahî ji aliyê rewşenbîrî ve ji bo metodolojiya matematîkî an jî encamên dûrûdirêj ên lêkolîna Mendel amade nebûn. Dîroknas dizanin ku teorîsyenê peresanê Charles Darwin kopiyek ji kovarê wergirtiye, lê dibe ku wî gotara Mendel qet nexwenibe. Sernavê gotara Mendel a di Kovara Civaka Zanistên Xwezayî de “Taqîkirin di duregkirina riwekan“ bû.
Kurteya hin beşên girîng ên gotarê wekî ya li jêr bû.
• Di xwezayê de diyarkerên bomaweyî taybet e ji bo her zîndewerê. Îro evan diyerkeran êdî wekî “gen” tên naskirin.
• Hebûna genan bi cot in. Her riwekek pêgihîştî ji bo her sîfetek taybet, du kopî an jî allelên genan lixwe digire.
• Allel dibe ko du cor bin, zal an jî bezîw.
• Di kesek de dibe ko du alellên heman corê an jî kopiyek ji her yekê hebe.
• Cotên genan di dema diristkirina gametan de bi awayekî yeksan ji hev cihê dibin û belavê gametan dibin. Ji ber vê yekê, her gamet tenê yek endamêk ji cota genê hildigire.
• Yekbûna gametan, ango pîtîn tesadufî ye.
Ev têgîn prensîbên bingehîn ên bomawezaniyê pêk tînin. Lê ji dema Mendel heta îro gellek rewşên îstîsnayî hatine kefşkirin.
--Meteorolojî û Mêşvanî--
Her çend ew bi taqîkirinên xwe yên di çandiniya riwekan de herî navdar bû jî, Mendel di warê meteorolojiyê de jî wekî kesek zanyarê meteorolojiyê dihat hesibandin.
Mendel endamê Civata Meteorolojiyê ya Viyanayê bû û li keşîşxaneyê çavdêriyên rojane dikir.
Di destpêka sala 1857an de, wî bi hûrgulî daneyên wekî germahiya hewayê, baran, pestoya hewayê û asta ozonê tomar kir, Herwisa Mendel di heman demê de aresteya bayê û hêza bayê jî tomar kir.
Mendel xebatên xwe di sala 1862yê de bi şeweyê grafîkan, pêşkêşî Civata Zanistên Xwezayî kir. Mendel analîzên xwe ji bo pêşbînîkirina hewayê bi kar anî û bi cotkaran ve parve kir. Di 1863 de Mendel bû endamê Civata Çandiniyê ya Brno.
Di sala 1868ê de serqeşeyê keşîşxaneyê C. F. Napp mir, li şûna wî Mendel wekî serqeşeyê keşîşxaneyê hate hilbijartin. Erkên pozîsyona wî ya nû pir wextê wî digirt, loma ji bo lêkolînên wî re hindik wext dima. Nêrînên wî yên li ser gellek mijarên siyasî ji nêrînên hikûmetê cuda bû, loma Mendel bi gelemperî kesayetiyek pir populer nebû.
Mendel di sala 1870yê de beşdarî Komeleya mêşvanan bû û li ser bomaweyiya mêşhingivan xebat kir. Wî dil dikir ko zanyariyên ji taqîkirana riweka polkeyê bi dest xistibû, li ser bomaweyiya mêşhingivan jî bi kar bîne. Lê ji ber ko reftarê cotbûna mêşhingivan aloz bû, hewldanên wî bi ser neket.
Her çiqas ew qet nezewicî bû jî, lê ji bo Mendel malbat girîng bû. Bi xwarziyên xwe re ji lîstina satrancê kêfxweş dibû. Bi hemû endamên malbatê ve di nav têkiliyêde bû. Mendel ji bo perwerdeya zaningehê ji bo sê xawrziyên xwe re pere dabîn kir. Bi vî awayî deynê xwişka xwe ya piçûk, a ku ji bo piştgirîkirina perwerdeya Mendel cihêzê xwe firotûbû da.
Tenduristiya Mendel di dawiya sala 1883 de xera bû. Gurçik û dilê wî têk çûn. Di 6ê çileya1884 de mir. Mendel beyî ko ji bo xebatên xwe yên girîng ên li ser qanunên bomaweyi ve were nasîn mir. Laşê wî li goristana Keşîşxaneyê ya li Goristana Navendî de hat veşartin
*Ev xebat li ser wîkîpediyaya kurdî jî hat zêdekirin












2022/12/20

Kromozom

 



    Kromozom (bi înglîzî: chromosome) pêkhateyek bi şeweyê dezî ye, ji kromatîn û proteînan pêk tê, kar dike ji bo embarkirin û guhaztina zanyariyên bomaweyî yên zîndeweran.
Peyva kromozom ji du peyvên grekî, ji “khrōma” û “sōma” hatiye çêkirin. Di zimanê grekî de ji bo rengê çerm, an jî ji bo renk, peyva “ khrōma” tê bikaraîn. Herwisa peyva “sōma” ji bo laş an jî ten tê bikaranîn. Kromozom bi hin corên boyaxan bi hêsanî reng digire loma vê navê lê kirine.
    Gen (bohêl) rêza nûkleotîdan e, li ser kromozoman de cih digire. Dibe ko kromozomek bi deh hezaran gen lixwe bigire. Piraniya genan zanyariyên ji bo diristkirina proteînan lixwe digirin. Hinek ji genan jî kar dikin ji bo diristkirina ARNyan.
Pêkhate û cihê kromozoman dibe sedema cudahiya serekî di navbera navikseretayiyan(bi inglizi: prokaryotes), navikrasteqînan(bi înglîzî: eukaryotes) û vîrusan de. Vîrûs pêkhateyên necandar in, kromozomên vîrûsan ji ADNyê an ji ji ARNyê pêk tê û bi awayekî gellek şidandî di nav vîrusê de cih digire.
--Kromozomê bakteriyan--
    Bakterî zîndewerên navikseratayî ne, kromozomên bakteriyan ji ADNyê pêk tê. Bakterî bi gelemperî tenê yek kromozomek bazineyî lixwe digirin. Kromozoma bakteriyê di nav sîtoplazmayê de cih digire. Li gel kromazoma bazineyî, bakterî plazmîd jî li xwe digirin. Plazmîd perçeyên xelekên piçûk ên ADN yê ne û bi hejmarek hindik gen lixwe digirin. Bakterî bi alikariya plazmîdan, xwe ji guherînên xeter ên hawirdorê diparêzin. Bi gelemperî %50yê bakteriyan yek an jî zêdetir plazmîdên bazineyî lixwe digirin.
--Kromozomê navikresteqîyan--
      Kromozomên zîndewerên navikrasteqîn ji ADN û proteînan pêk tê û di nav navikê de cih digirin. Di xaneya navikresteqîn de her kromozomek ji molekulek ADNya dirêj û proteînan pêk tê. Proteîn şeweyê kromozoman rêk dixe û alîkarî dike ji bo çalakiya genên ser kromozoman. ADN xwe li ser proteînên hîston dipêçîne, bi vî awayî zincîrên ADNyê sift dibe. Ne tenê proteîna hîston, lê proteînên ji bo duhendebûna ADNyê, ji bo çakkirina (tamîr) ADNyê û ji bo çalakiya genan jî bi kromozoman re hevkarî dikin. Tevahiya kromozomê ji molekulek ADNyê pêk tê. Ango di laşexaneyê mirov de 46 kromozom an jî 46 molekul ADN heye.
    Taybetmendiyek diyarker a her kromozomê siftbûyîna(bi înglîzî: compactness) wê ye. wekî mînak,di xaneyek mirov de 46 kromozom heye, heke hemû kromozom lidûhev werin rêzkirin, dirêjiya wan dibe 200 nm. (1mêtre= 1000000000 nanometre ye) Heke kromozomên siftbûyî werin vekirin, vê gavê dirêjiya kromozomên xaneyêk digihîje 2 metreyê. Siftbûyîna kromozoman, di dema dabeşbûna xaneyê de alîkarî dike ji bo rêkxistina hêmanên bomaweyî. Herwisa siftbûyin, di nav navikê de cihbûna kromozoman hêsantir dike.
    Hejmar, qebare û şêweyê kromozoman taybet e ji bo her corek zîndewer. Wekî mînak, mirov zîndewerek 46 kromozomî ye, lê mêşên mêwe (bi înglîzî: fruit flies) zîndewerên 8 kromozomî ne, hesp zînderên 64 kromozomî ne. Dibe ko hejmara kromozomên du cor zîndewer wekhev be, lê qabare, şêwe û genên du cor zîndewer tu car wekhev nabin.
--Corê kromozoman--
    Zîndewerên ko bi pirbûna zayendî zêde dibin, du cor kromozom lixwe digirin; kromozomên zayendê (bi înglîzî: sex chromosomes) û kromozomên laş (bi înglîzî:autosomes).
Di laşexaneyê mirov de 22 cot kromozomên laş û du kromozmên zayendê heye. Di xaneyên mirovê mê de cota kromozozma XX, di haneyên mirovê nêr de kromozomên XY, kromozomên zayendê ne. Kromozomên zayendê, bi çêbûna zayenda zîndewerê ve pêwendîdar in, zanyariyên ji bo zayenda mirov lixwe digirin. Loma sifetên (bi înglîzî: character) derbarê zayendê ji aliyê kromozomên zayendê ve tên kontrolkirin.
Herwisa hin zanyariyên nezayendî jî li ser van kromozoman de cih digirin. Kromozomên laş ji bilî sifetên derbarê zayendê, kontrola hemû sifetên bomaweyî dike.
    Zîndewerên bi pirbûna zayendî zêde dibin, di xaneyên laş (laşexane) de cotkomeleyên kromozom lixwe digirin û wekî “2n” tên navkirin. Cota kromozomên xaneyê, wekî kromozomên homolog tê navkirin. Kromozomên homolog (kromozomên lêkçûn), cotek kromozomên bi heman qebare, dirêjî û şêweyî ne. Cihê sentromerê û rêza genên li ser kromozomên homolog jî heman in. Di xaneyên mirov de, ferek kromozoma homolog ji dayikê, fera din ji bavê tê.Wekî mînak, di xaneyên mirov de 23 cot, an jî 46 kromozom heye, loma hêjmara kromozomên xaneyên laş wekî 2n= 46 tê nîşankirin. Li vir tîpa “n” cora kromozoman diyar dike. Heke di xaneyê de ji her corê cotek kromozom hebin, ango kromomozom bi cot bin, vê gavê peyva “2n” tê bikaranîn û ew xane jî wekî xaneya dîploîdî tê navkirin. Bi kurtasî, divê peyva “xaneyên laşê mirov 2n= 46 kromozom lixwe digirin” wîsa were şîrovekirin; di xaneyên laşê mirov de 46 kromozom heye lê ji ber ko ji her corek du kromozomên homolog heye, bi eslê xwe xaneyên mirov 46 heb lê 23 cor kromozom lixwe digirin.
    Ji xeynî xaneyên laş, di laşê mirovên bi temenê pêgehiştî de xaneyên taybet hene û wekî xaneyên zayendê an jî gamet tên navkirin.Di laşê mêyan de xaneyên gamet wekî hêk, di laşê nêran de xaneyên gamet wekî sperm tên navkirin. Gamet xaneyên haploîdî ne, bi miyozê çêdibin Di xaneyên zayendê, ango di sperm û hêk de komeleya kromozoman ne ji cota kromozoman lê ji tekan pêk tê,gamet ji her corê yek kromozom lixwe digirin. Ango di xaneyên zayendê de 23 kromozom heye û ev xane wekî xaneyên haploîdî tên navkirin.
--Kromatîn--
    Di dema navbera dabeşbûnan de (qonaxa înterfazê) kromozom bi şêweyê nepêçayî ne û wekî kromatîn tên navkirin. Kromotîn jî ji ADN û proteînan pêk tên. Kromatîn di navikê de belavbûyî ne û di bin mîkroskopê de baş xuya nabin. Kromatîn duhendebûna ADNyê hêsan dikin, bi vî awayê qonaxa dabeşbûna xaneyê dest pê dike. Piştî duhendebûnê ADNyê, kromotin xwe li ser xwe dipêçin û, sift dibin, pêkhateyek kurtir û stûrtir a bi şiweyî darik an jî sosîs peyda dibe, ji vê pêkhateyê re tê gotin kromozom. Ango bi eslê xwe kromozom û kromotîn heman molekûl in û heman genan lixwe digirin, lê ji ber pêçanên kromatînê, kromozom pêkhateyek kurt a darikî ye.
--Kromatîd--
    Di qonaxa înterfazê de ADN duhende dibe û hejmara ADNyên xaneyê dibe du qat (herwisa hejmara kromatîn jî dibe du qat). Loma piştî duhendebûna ADNyê lê berê dabeşbûna xaneyê, xaneya mirov ji her kromozomek du kopî lixwe digire. Her kopiyek kromozomê wekî kromatîdên xwîşk (bi înglîzî:sister chromatids) tê navkirin.
Kromozom bi mîkroskopê, herî baş di qonaxa metafazê de xuya dibin. Di vê qonaxê de kromozom wekî kromozomên metafazê (bi înglîzî: metaphase chromosome) tên navkirin. Kromozoma metafazê ji du nivên hevcot pêk tê, ji van nîvan re tê gotin kromatîd. Ji qonaxa metafazê heta destpêka qonaxa anafazê, kromotîdên xwîşk bi navbeynkariya sentromerê bi hevre girêdayî ne. Ji qonaxa S-ya înterfazê şûnve heta dawiya qonaxa anafazê, laşexaneyên mirov 46 kromozom lê 92 kromatîd lixwe digirin.
--Sentromer--
    Xala ko herdu kromatîd bi hev re tên girêdan wekî sentromer (navendebeş) tê navkirin. Sentromer beşek ji zincîra ADNyê ye ko dema dabeşbûna xaneyê de ji bo kînetokoran wekî xala girêdanê kar dike. kromozomê asayî yek sentromer lixwe digire. Sentromer di destpêka qonaxa anafaza mîtozê û anafaza duyem a miyozê de ji hev diqetin.Li gor cihê sentromerê, kromozoman dabeşê çar coran dibe.
1. Kromozomên metasentrîk
2. Kromozomên telosentrîk
3. Kromozomên akrosentrîk
4. Kromozomên submetasentrîk
    Beşên kromozomê yên ji herdu aliyên sentromerê dirêj dibin,wekî “mil”(bi înglîzî: arm) tên navkirin. Milên kromozoman, li gor cihê sentromerê wekî milên kurt an jî milên dirêj tên navkirin. Milê piçûk (kurt) bi tîpa “p” tê nîşankirin (bi înglîzî petite = piçûk). Ji ber ko di alfabeyê de li pey tîpa “p”, tîpa “q” tê, milê dirêj jî bi tîpa “q” tê nîşankirin.
--Telomer--
    Li herdu serên kromozoman de, di beşa kotahiyê de molekula ADNyê rêzek taybet a zincîra nukleotîdan lixwe digire, ev beşa ADNyê wekî telomer tê navkirin. Telomer ji dubarebûna zincîrek kurt a nukleotîdan pêk tê. Di beşa telomerê de gen cih nagirin. Her telomerek mirov bi dubarebûna zincîra şeş nukleotîdan, ji TTAGGG pêk tê. Dibe ko di telomerê de zincîra TTAGGG 100 heta 1000 caran li pêy hev dubare bibe.Telomer (ADNya telomerî) genên zîndewerê ji windabûnê diparêze.
--Karyotîp--
    Wêneyên bi mikroskopa ronakî hatiyê girtin ko tê de cotên kromozoman li gor qebare, dirêjî, şêwe û cihê sentromerên xwe, ji cota dirêj ber bi cota kurt ve rêzbûyî hatiye nîşankirin, wekî karyotîp (bi înglîzî: karyotype) tê navkirin. Karyotîp ji kromozomên metafazê tê çêkirin. Karyotîpa mirov de, 22 cotê kromozomên laş (bi înglîzî:autosomes) li gor qebareyên xwe, ji qebareya gir ber bi qebareya piçûk ve tên rêzkirin. Li gor vê rêzkirinê, cota kromozomên herî gir (dirêj) wekî kromozomên yekem, cota kromozomên herî piçûk (kurt) jî wekî kromozomên 22yem tên navkirin. Bi rêbaza karyotîpê, mirov dikare ji şêweyê neasayî an jî hejmara neasayî (kêmasî an jî zêdehî) ya kromozoman agahdar bibe. Hin nexweşiyên bomaweyî bi karyotîpê tên teşxîskirin. Wekî mînak, kesên bi nexweşiya sendroma Down in, ji kromozoma 21em ne cotek lê sê kromozom lixwe digirin.
*Ev xebat li ser wîkîpediyaya kurdî jî hat zêdekirin.







2022/12/16

Sentromer

 


    Sentromer (bi înglîzî: centromere) beşek ji zincîra ADNyê ye ko dema dabeşbûna xaneyê de ji bo kînetokoran wekî xala girêdanê kar dike.
Di qonaxa metafazê ya debeşbûna xaneyê de kromozom ji du nivên hevcot pêk tê, ji van nîvan re tê gotin kromatîd. Xala ko herdu kromatîd bi hev re tên girêdan wekî sentromer (navendebeş) tê navkirin.

    Peyva sentromer ji du peyvên grekî pêk tê, “kentron” û “meros”. Wateya kentron “navend” e, peyva meros jî ji bo peyva “beş” tê bikaranîn. Li gel peyva sentromerê, di kurdî de ji bo vê pêkhateyê peyva “navendebeş” jî tê bikaranîn.
    Sentromer di qonaxa metafazê de ,ango di kromozomên metefazê de baş xuya dibe, kromozomê asayî yek sentromer lixwe digire. Beşa sentromerê ya ADNyê bi cota nukleotîdên A-T dewlemend e.
Her yekê kromotîdên xwîşk bi duhendebûna ADNyê çêdibin, loma kopyayê hev in. Kromatîdên xwîşk bi navbeynkariya kînetokorê (bi înglîzî: kinetochore),di xala sentromerê de bi hev ve girêdayîne. Kînetokor proteînên bi şeweyê xapleyî ne. Her kromozom du kînetokor lixwe digire, her yekê wê di xala sentromere de bi kromotîdêk xwîşk ve giridayî ye. Kînetokor di navbera sentromer û rîşalên teşiyê de cih digirin.
    Dema dabeşbûna xaneyê de rişalên teşiyê di xala kînetokorê de hildiweşin û kurt dibin bi vî awayî kromatîdên xwîşk ji hev diqetin û her yek ber bi cemserek xaneyê ve diçin. Ango Sentromer di destpêka qonaxa anafaza mîtozê û anafaza duyem a miyozê de ji hev diqetin.
    Li gor cihê sentromerê, çar corê kromozoman heye.
Kromozomên ko sentromer di naverastê wan de cih digire, wekî kromozomên metasentrîk (bi înglîzî: metacentric chromosome) tên navkirin.
Heke sentromer li kotahiya kromozomê de be,vê gavê ev kromozom wekî kromozoma telosentrîk (bi înglîzî: telocentric chromosome) tê navkirin.
Hin caran jî cihê sentromerê di navbera naverast û koatahiya kromozomê de, nêzîkê kotahiya kromozomê de ye, vê gavê ev kromozom wekî kromozoma akrosentrîk (bi înglîzî: acrocentric chromosome) tê navkirin.
Herwisa heke sentromer ne di naverastê lê nêzikê naverastê de cih bigire îcar şêweyê kromozomê wekî kromozoma submetasentrîk (bi înglîzî:Submetacentric chromosome) tê navkirin.
*Ev xebat li ser wîkîpediyaya kurdî jî hat zêdekirin.







2022/12/13

Karyotîp

 

  



 Wêneyên bi mikroskopa ronakî hatiyê girtin ko tê de cotên kromozoman li gor qebare, dirêjî, şêwe û cihê sentromerên xwe, ji cota dirêj ber bi cota kurt ve rêzbûyî hatiye nîşankirin, wekî karyotîp (bi înglîzî: karyotype) tê navkirin.Karyotîp ji kromozomên metafazê tê çêkirin.
    Çavkaniya peyva karyotîp ji du peyvên yewnanî, “karyon” û “typos” pêk tê wateya karyon navika xaneyê ye, peyva typos jî ji bo şêwe an jî cor tê bikaranîn.
    Kromozomên corek zîndewerê, ji hejmar, ji qebare, ji cihê sentromerê û li gor nexşên bandên (şerîd) ser kromozomê, dikarin werin naskirin.
    Di karyotîpa mirov de, 22 cotê kromozomên laş (bi înglîzî: autosomes) li gor qebareyên xwe, ji qebareya gir ber bi qebareya piçûk ve tên rêzkirin. Li gor vê rêzkirinê, cota kromozomên herî gir (dirêj) wekî kromozomên yekem, cota kromozomên herî piçûk (kurt) jî wekî kromozomên 22yem tên navkirin. Bi eslê xwe cota kromozomên 21em ji cota kromozomên 22yem kurttir û piçûktir e lê di destpêka xebatên ser karyotîpê de zanyar cota kromozomên 22yem wekî kromozomên herî piçûk diyar kirîbûn û karyotîpa mirov bi vî awayî dabûn nîşankirin. Ev zanyariya şaş li rûyê erdê belavê her derê bû.
    Gava zanyar ji şaşiya karyotîpê agahdar bûn êdî ji bo çêkirinek karyotîpek nû pir dereng bû. Ji ber ko têkiliya nexweşiya bomaweyî ya bi navê “sendroma Down” bi kromozoma 21em hebû, navê nexweşiyê jî wekî “trîzomî 21”(bi înglîzî: trisomy 21) hatibû lêkirin. Ji bo çêkirina karyotîpek nû divê navê nexweşiya “trîzomî 21” wekî nexweşiya “trîzomî 22” bihata guhertin. Lê guhertinek wisa dibû sedema çêbûna aloziyan, loma zanyar biryar girtin, dev ji guhertina karyotîpê berdan û biryara bikaranîna karyotîpa pêşîn dan.
    Bi rêbaza karyotîpê, mirov dikare ji şêweyê neasayî an jî hejmara neasayî (kêmasî an jî zêdehî) ya kromozoman agahdar bibe. Hin nexweşiyên bomaweyî bi karyotîpê tên teşxîskirin. Wekî mînak, kesên bi nexweşiya sendroma Down in, ji kromozoma 21em ne cotek lê sê kromozom lixwe digirin.
    Heke dema dabeşbûna xaneyê de kromozom bi bo boyaxa Giemsa werin boyaxkirin, hin beşên kromozomê ko bi nukleotîdên Adenîn - Tîmîn dewlemend in, boyaxê hê pirtir dimijînin, ev beşên kromozomê tarî xuya dibe. Beşên din ên kromozomê jî kêmtir boyax dimijînîn, loma piçek ronî xuya dibin. Li gor asta mijîna boyaxa Giemsa, li ser kromozoman de bandên tarî û ronî peyda dibin. Ji ber ko hejmar û rêza nukleotîdên kromozomên zîndewerê taybet e ji bo cora zîndewerê, rêz û şeweyê van bandên li ser kromozoman de peyda dibin jî taybet e ji bo cora zîndewerê. Bandên Giemsa ji bo pênasîna kromozomên neasayî tên bikaranîn.Karyotîpa mirovên pêgihîştî bi gelemperî ji xaneyên xwînê, ji xirokên spî tê bidestxistin.
    Beşên kromozomê yên ji herdu aliyên sentromerê dirêj dibin,wekî “mil”(bi înglîzî: arm) tên navkirin. Milên kromozoman, li gor cihê sentromerê wekî milên kurt an jî milên dirêj tên navkirin. Milê piçûk (kurt) bi tîpa “p” tê nîşankirin (bi înglîzî petite = piçûk). Ji ber ko di alfabeyê de li pey tîpa “p”, tîpa “q” tê, milê dirêj jî bi tîpa “q” tê nîşankirin.
    Di nexşeya karyotîpê de kromozom wisa tên rêzkirin ko milê kin(p) ê kromozomê her tim li aliyê jorê sentromerê de, milê dirêj jî li aliyê jêrê de ye.
    Karyotîpa her corê zîndewer taybet e û ji corek din cuda ye. Ango karyotîpa mirov û ya hespê ne wekhev e. Herwisa karyotîpa mê û nêrên hemû corê jî ji hevdu pîçek cuda ye. Di karyotîpa mirovên mê û nêr ên asayî de, divê laşekromozomên mêyê û laşekromozomên nêrê wekhev bin. Lê kromozomên zayendê ji hev cuda ne. Karyotîpa mêya asayî de divê cotek ji kromozomên X hebe(XX), lê karyotîpa nêrê asayî de dive kromozomên zayendê wekî XY bin.
--Rêbaza karyotîpê--
1.Xaneyên ji bo bidestxistina karyotîpê bi madeyên taybet tên hankirn ko dabeş bibin.
2. Xane di hawirek guncav de tên çandin. Di cihê çandinê de xane di nav çend rojan de gir dibin û dabeş dibin.
3.Paşê, madeyek bi navê kolçisîn (bi înglîzî: colchicine) tevlê hawira çandinê dikin ko rîsên teşî (bi înglîzî:spindle fiberes) hilweşin û dabeşbûna xaneyan di qonaxa metafazê de were rawestandin.
4. Şilemenî (xane + xurek + kolçisîn) tê santrîfujkirin xane di bin lûleya ezmûnê de berhev dibin.
5.Xane ji lûleya ezmûnê tên tovkrin û ji bo demek di nav şorava potasyum klorur (KCl) a 0.075 molar de tên hîştin. Ev Hawir ji bo xaneyan hawirek hîpotonîk e, loma xane piçek diwerimin û ji hev dûr dikevin, herwisa kromozomên nav xaneyê jî piçek ji hev cihê dibin.
6.Trîpsîn tevlê hawirdora xaneyan dikin ko hin proteînên kromomozmê têk bişkên.
7. Ji bo pişkinîna kromozoman hinek nimûneyê xaneyan datînin ser cama slaydê (bi înglîzî: microscope slide).
8. Boyaxa Giemsa li ser xaneyan tê dilopkirin û xane bi mîkroskoba ronakî tê pişkinîn. Bi bandora Giemsa hin beşên kromozoman tarî hin beş jî bi şerîdên ronî xuya dibin. Hejmar û şêweyê şerîdên tarî û ronî yên kromozoman taybet e ji bo cora zîndewerê.
9. Dîmenên kromozomên xaneyê di bin mîkroskobê de bi awayekî zelal xuya dibin. Wêneyên kromozoman tê kişandin.
10. Wêneyên cotên kromozoman, li gor qebare û şêweyên xwe tên rêzkirin. Cotên kromozoman ji cotên dirêj (an jî cotên gir) ber bi cotên kurt (an jî cotên hûr) tên rêzkirin, bi vî awayê karyotîpa zindewerê tê bidestxistin.
    Li dij egera hin nexweşiyên bomaweyî, bi rêbaza amniosentez (bi înglîzî: amniocentesis), di mehên destpêkê ya ducaniyê de, ji şileya seravê nimûne tê girtin.
Xaneyên ji çermê korpeleyê weşiyane di nav şileya seravê de cih digirin, loma di nav şileyê de xaneyên korpeleyê jî tê bidestxistin û ji bo karyotîpa korpeleyê tên bikaranîn.
Neasayîbûna hêjmar an jî şeweyê kromozoman, nîşana nexweşiya bomaweyî ne. Wekî mînak nexweşiyên wekî trîzomî 21(sendroma Down), an jî sendroma Klinefelter (bi înglîzî: Klinefelter syndrome) di karyotîpê de bi awayekî bêşik aşîkar dibin. Hin caran di 10 heta 12 hefteyên destpêka ducaniyê de, rasterast ji memîleyên koryonî (bi înglîzî: chorionic villus) nimûneya şaneyê tê girtin. Heke di karyotîpê de hebûna nexweşiyên bomaweyî were piştraskirin, dibe ko ji bo jiberbirinê (bi înglîzî:abortion) biryar were dayin.
* Ev xebat li ser wîkîpediyaya kurdî jî hat zêdekirin.







2022/12/10

Telomer

 


Telomer (bi înglîzî: telomere).Di xaneyên navikrasteqînan de beşa kotahî ya herdu serên kromozoman e ko ji rêza koma nûkleotîdên dubarebûyî pêk tê û gen lixwe nagire.
ADN bi navbeynkariya ADN polîmeraz, zincîrên nû çêdike û duhende dibe. ADN polîmeraz tenê dikare nukleotîdek nû li aliyê serê 3′ yê nukleotîda pêş ve girê bide. Ango ADN polîmeraz tenê dikare bi aresteya 5′ ber 3′ ve zîncîrek nû çêbike. Herwisa ji bo girêdana nukleotidan jî ARN destpêk bi kar tîne.
ARN destpêk (bi înglîzî:RNA primer) ji bo girêdana nûkleotîdê, serê 3′ ava dike. Gava duhendebûn bi dawî dibe,ARN destpêk ji serê zîncîrê diqete. Cihê ARN destpêk a serê herdu zincîrên nû vala dimîne, lê li şûna ARN destpêk nûkleotîtd nayê girêdan. Ango serê 5′ a herdu zincîrên nû piçek kurt dimîne. Her cara ko ADN duhende dibe û xane dabeş dibe, ADNya xaneyê ji kurttir dibe.
Ji ber ko ADNya bakteriyan bi şêweyê bazinî ye û kotahiya ADNyê tune kurtbûna ADNyê jî rû nade. Loma pirsgirêka duhendebûna kotahîya zincîra ADN, ji bo zîndewerên navikrasteqînan(bi înglîzî:eukaryotic) taybet e.

Li herdu serên kromozoman de, di beşa kotahiyê de molekula ADNyê rêzek taybet a zincîra nukleotîdan lixwe digire, ev beşa ADNyê wekî telomer tê navkirin. Telomer ji dubarebûna zincîrek kurt a nukleotîdan pêk tê. Di beşa telomerê de gen cih nagirin. Her telomerek mirov bi dubarebûna zincîra şeş nukleotîdan, ji TTAGGG pêk tê. Dibe ko di telomerê de zincîra TTAGGG 100 heta 1000 caran li pêy hev dubare bibe.Telomer (ADNya telomerî) genên zîndewerê ji windabûnê diparêze.
Di rewşa asayî de, di nav xaneyê de sîstemek çavderiyê heye, heke ziyan bigihîje xaneyê, sistema çakbûna xaneyê tê çalakkirin. Heke çakbûn bi ser nekeve, dabeşbûna xaneyê tê rawestandin an jî xane tê kujtin.

Piştî duhendebûna ADNyê, ADNya nû piçek kurt e, ev rewş ji bo sistema çevderiyê alarm e. Bi ADNya telomerî ve girêdayî proteînên taybet heye, ev proteînan rê li ber sîstema çakbûna xaneyê digirin, bi awayê dabeşbûna xaneneyê nayê sekinandin an jî xaneya bi ADNya ziyangirtî nayê kuştin. Herwiha telomer kotahiya kromozoman diparêze û rê nade ko serê kromozomê bi serê kromozomek din ve were girêdan.

Telomer rê li ber kurtbûna ADNyê nagirin, lê windabûna genên nêzikê kotahiya ADNyê dereng dixin. Di her debaşbûnê de beşa ADNyê ya kurt dibe, ne gen e lê beşek ji telomerê ye. Li gor wê esasê, ji ber ko xaneyên temendirêj gellek caran dabeş dibin, telomerên xaneyên temendirêj ji xaneyên nû kurttir e. Kurtbûna telomer bi pîrbûna xaneyê an jî bi pîrûkalbûna mirov re tekîldar e.Telomerên xaneyê, piştî 50-80 car dabeşbûna xaneyê bi tevahî winda dibe.
Di sala 1984ê de ji amerîkayê du zanyarên zîndezaniya gerdî (bi înglîzî:molecular biology) Carol Greider û Elizabeth Blackburn enzîmek kîşf kirin û navê telomeraz li enzîmê kirin. Ev herdu zanyar dan nîşankirin ko enzîma telomeraz, nukleotîdên nû li ser telomerê zêde dike û rê li ber kurtbûna kromozoman digire.

Telomeraz ji protein û zincirek kurt a ARN pêk tê. Beşa ARN ji bo çakkirina ADNya telomerê wekî bineretî (bi înglîzî:template) kar dike. Bi gelemperî piştî jidayikbûnê diristkirina telomeraz di xaneyên laş de tê rawestin,loma telomeraz di paraniya laşexaneyên mirov de ne çalak e. Telomeraz di xaneyên gametçêker (bi înglîzî: germ cells) de çalak e û beşa telomerê ya windabûyî, disa çêdike. Ji ber vê yekê di xaneyên gametçêker de pirsgirêka kurtbûna ADNyê rû nade. Sperm û hêk her carê ji xaneyên gametçêker, bêkêmasî peyda dibin û beyî ko winda bibin, hemû genên bavan derbasî weçeyê dibe.
Li gel xaneyên gametçêker, di xaneyên bi şêrpenceyê de jî telomeraz çalak e, loma kurtbûna telomer rû nade û xane bi lezek neasayî dabeş dibin, bo demek dirêj dijîn. Piraniya şêrpenceyê mirov, wekî mînak şêrpenceya memikan, şêrpenceya pişikan, şêrpenceya prostatê, şêrpenceya kolon (rûviya stûr), şêrpenceya pankreasê de, telomeraza xaneyên şêrpenceyî çalak e.

*Ev xwebat li ser wîkîpediyaya kurdî jî hat zêdekirin.

https://ku.wikipedia.org/wiki/Telomer