2020/11/24

Çêja şîrîn

 

Çêja şîrîn an jî tama şîrîn yek ji pênc corên çêjê ye.

Mirov bi navbeynkariya xaneyên çêjewergir, çêja xurekan ji hev derdixe. Xaneyên çêjewergir, li gel xaneyên palpişt û xaneyên binçîne, di nav çêjegopkeyan de cih digirin.
Çêja xurekan bi navbeynkariya kîmîkewergirên xaneyên çêjewergir tê nasîn. Ji boy naskirina çêja xurekê, divê xurek di nav lîkê de bihele û bikeve nav çêjegopkeyan.
Her corek xaneya çêjewergir, bi rêbazek taybet molekulên çêjdar dinase. Pênc çêjên serekî ji aliyê çêjewergirên mirov ve tên nasîn.
Evana; çêja şor, çêja tirş, çêja tal, çêja umamî û çêja şîrîn e.
Bi gelemperî awêteyên endamî (bi îngilîzî: organic compounds) yên nav xurekan dibin sedema çêbûna hestê çêja şîrîn. Glukoz, fruktoz, sukroz, glîserol, alkol mînak in ji boy awêteyên kîmyayî ko şîrîniya wan ji aliyê çêjewergirên boy çêja şîrîn ve tên naskirin.
Wergirên çêja şîrîn, corek ji“wergirênbi proteîna-G ve gêrêdayî” ne.
Şekirên nav xurekan, ên wekî glukoz, fruktoz, sukroz di nav lîkê de dihelên. Bi vî awayê li derdora çêjegopkeyan de xestiya molekulên şekir zêde dibe. Molekula şekir gava rastê wergira guncav a li ser parzûna xaneyê te, bi wergirê ve girê dibe . Piştê girêdanê, proteîna-G ji wergirê diqete. Serbestmayina binebeşên proteîna-G, adenîl sîklazê çalak dike, bi vî awayê di nav xaneyê de rêzereaksiyonan dide destpêkirin. Adenîl sîklaz, adenozîna sêfosfatî (Adenosine triphosphate (ATP)) hander dike ko biguhere û ji wê, molekula cAMPpeyda bibe. Molekula adenozîna yekfosfatî ya sîklîk ( bi îngilîzî: cyclic adenosine monophosphate (cAMP)) di nav xaneyê de wekî peyambera duyem kar dike. cAMP cogên potasyumê digire û berevajîbûna cemsergiriya xaneya çêjewergirê dide destpêkirin. Li dawiya van gavan, ji xaneyê demareguhêzer tê derdan.
Ev rêbaz ji boy wergirtina çêja şîrîn a şekirên asayî ye. Lê ji boy çêja şîrîn a ji madeyên din, wergirek din a ji wergirên bi proteîna-G ve giredayî çalak dibe. Wekî mînak, sakkarîn şîrîndarek çêkirî (sentetîk) ye. Gava sakkarîn bi wergira çêja şîrîn ve girê dibe, di nav xaneya çêjewergir de enzîma fosfolîpaz C çalak dike ko IP3( Inositol trisphosphate) û DAG (diacylglycerol) berhem bike. Bi zêdebûna IP3, retîkûlûma endoplazmî kalsiyum (Ca+2) der dide nav sîtoplazmayê. Herwisa zêdebûna DAG jî dibe sedema çalakbûna PKA (Protein Kinase A). PKA cogên potasyumê digire. Ev rewş berevajîbûna cemsergiriya xaneya çêjewergir dide destpêkirinê û ji xaneyê demareguhêzer tê derdan.
Derdana demareguhêzer demarexaneya hestê çalak dike. Demarexaneya hestê sînyalên kîmyayî yên ji molekula çêja şîrîn, bi şêweyê demareragihandin, ji ziman ber bi demax ve dişîne. Sînyalên çêjtinê pêşî digihîjin talamusê, ji wir jî tên guheztin boy navenda çêjtinê ya tûkila mejî. Têgihîştina çêjtinê di mejî de peyda dibe.
* Ev xebat li ser wîkîpedyaya kurdî jî hat zêdekirin.
https://ku.wikipedia.org/.../%C3%87%C3%AAja_%C5%9F%C3%AEr...






2020/11/22

Çêja tal

 

Çêja tal an jî tama tal, yek ji pênc corên çêjê ye.

Mirov bi navbeynkariya xaneyên çêjewergir ên nav çêjegopkeyan da, çêja şîrîn, çêja şor, çêja tirş, çêja umamî û çêja tal hest dike. Çêjegopke li ser rûyê ziman de di nav goçkeyan de an jî bi awayek serbest, li ser esmanê dev, gewrî û li ser zimanê kirkiragî de cih digirin. Ji boy nasîna çêjan, divê molekulên çêjdar di nav lîkê de bihele û bikeve nav çêjegopkeyan.
Taybetiya çêja tal
Bi gelemperî heke çêja xurekek hinekî şor, şîrîn an jî tirş be, xurek hê tamxweş dibe. Lê ji boy çêja tal rewş ne heman e. Heke di nav xurekek de çêja tal hebe, ji taliya xurekê mehdê mirov tê girtin û mirov dev ji xwarina wê xurekê ber dide.
Ne hertim, lê bi gelemperî xurekên jêhrdar tal in. Wergirên xaneyên jo boy çêja tal dikare heta 100 molekulên çêjdar ên ji hev cuda binase û ji hev derxe. Bi vî awayê jiyana mirov ji xurekên jêhrdar tê parastin.
Asta derîzankê (bi îngilîzî: threshold level) ya hestê çêjtinê li mirov, ji boy çêja tal, gellek nizm e. Di nav xurekan de bi rêjeyek pir hindik ji awêteyên tal hebe, koendama çêjtinê ya mirov, dîsa jî dikare bi hêsanî çêja tal binase. Wekî mînak, awêteyek bi navê kînîn(quinine), yek ji awêteyênherî tal e. Kînîn ji qaşilê darek bi navê dara sînçonayê (cinchona)tê bi destxistin. Heke di nav xurek de xestiya kînînêbi rêjeya serê lîtreyek 25 mîkromolar (25 μmol/L) an jî zêdetir be, mirov dikare taliya xurekê hest bike.
Lê asta derîzankê ya ji boy çêja şirîn li gor çêja tal, gellek bilind e. Wekî mînak, heke di nav xurek de rêjeya xestiya şekirê çayê (sukroz) ji 10000 μmol/L kêmtir be, wê gavê şîrîniya xurekê nayê hestkirin. Herwisa gava li mirov çêja tal peyda dibe, taliya devê mirov li gor çêja tirş, şor û şîrîn hê derengtir winda dibe.
Bi taybetî du komên awêteyan endamî (bi îngilîzî: organic compaunds) dibin sedema peydabûna çêja tal. A yekem, awêteyên endamî yên ji zincîrek dirêj pêk tên û azot(N) lixwe digirin, a duyem, koma alkaloîdan e.
Alkaloîd ji riwekan tê bi destxistin. Wekî mînak, nîkotîna nav tûtina cixarê, kafeîna nav qehwê an jî kînîn (quinine) madeyên alkaloîd in. Her wisa taliya hin derman jî ji ber hebûna alkaloîdan e. Wekî mînak aspirîn alkaloîd lixwe digire loma çêja aspirînê tal e.
Rêbaza hestkirina çêja tal
ji boy têgihîştina çêja tal, molekula çêjdar bi wergirên taybet ên çêjewergirê ve girêdan ava dike. Navê van wergiran “wergirên bi proteîna-G ve gêrêdayî” ye (bi îngilîzî: G-protein-coupled receptors). Ji boy naskirina çêja şîrîn yek, lê ji boy naskirina çêja tal, ji 30yê zêdetir cor wergir li ser çêjewergirên mirov de cih digirin.
Gava molekulên çêja tal (peyambera seratayî) bi wergirên ser parzûna xaneya çêjewergir ve girê dibin, binebeşên protina-G ji wergirê diqetin û belavê nav sîtoplazmayê dibin. Binebeşên proteîna-G di nav xaneya çêjewergir de peyambera duyem dide destpêkirin, pêştê rêzereaksiyonan, cogên potasyumê tê girtin ko potasyumên nav sîtoplazmayê, dernekevêndervayê xaneya çêjewergir. Di heman demê de retîkûlûma endoplazmî jî kalsîyum (Ca+2) der dide nav xaneyê. Bi vî awayê di xaneya çêjewergir de berevajîbûna cemsergiriyê rû dide. Ji xaneya çêjewergir demareguhêzer tê derdan. Demareguhêzer jî demarexaneyên hestê çalak dike û erkêkar dide destpêkirin. Ango sînyalên kîmyayî yên ji molekula çêja tal te veguherandin boy sinyalên elektrîkê. Sînyal bi şeweyê demareragihandin ber bi mejî ve tê şandin.
* Ev xebat li ser wîkîpediyaya kurdî jî hat zêdekirin








2020/11/20

Çêja şor

 Çêja şor an jî tama şor yek ji pênç corên çêjê ye.

Mirov bi navbeynkariya xaneyên çêjewergir ên di nav çêjegopkeyan de, çêja xurekan digire.
Çêjegopkê pêkhateyên hêlkeyî ne, kîmîkewergirên ji boy nasîna molekulên çêjdar lixwe digirin. Çêjegopke li ser rûyê ziman, li esmanê dev, li ser rûyê zimanê kirkiragî û li ser rûyê gewrî de cih digirin.
Ji boy rûdana hestê çêjkirinê, divê molekulên çêjdar ên di nav xurekan, di nav lîkê de bi têra xwe bihele û di kunika çêjê de derbasî nav çêjegopkeyê bibe, li wir rastê wîrdememîleyên xaneya çêjewergiran were. Piştî berevajîbûna xaneya çêjewergir, divê ji xaneya çêjewergir, demareguhêzer bêne derdan ko di demarexaneya hestê de erkê kar bide destpêkirin. Ji van gavan şûn ve demarexaneyên hestê, ragihandinên ji molekulên çêjdar, bi şeweyê demareragihandin ber bi lakêşemoxê, paşê ber bi talamusê, ji wir jî ber bi tûkila mejî ve dişînin. Têgihîştina çêja şor di navenda çêjtinê ya tûkila mejî de peyda dibe.
Hestê çêja şor bi gelemperî ji ber Îyonên sodyumê (Na+) peyda dibe. Çavkaniya serekî ya sodyumê, xwêya sifreyê ye. Xwê ji îyonên sodyum û klorê (NaCl) pêk tê. Xwêya nav xurekan, di nav lîkê de dihelê û bendên kîmyayî yên navbera îyonên xwêyê diqete, loma îyonên Na+ û Cl- bi awayekî serbest di nav lîkê de belav dibin. Ji xeynî NaCl, hin xwêyên din jî dibin sedema çêbûna hestê çêja şor. Xaneya çêjewergir a çêja şor di dema asayî de, ango gava mirov tiştek xwêyî naxwe, di asta cemsergiriyê de ye. Dema mirov xurekek bixwê (şor)dixwe, îyonên sodyumê di nav lîke de dikeve nav çêjegopkeyan, bi vî awayê xestiya îyonên sodyumê li derdora wirdememîleyên (kûlkên çêjtinê) xaneyên çêjewergir de zêde dibe. Loma Na+ ji derveyê xaneyê bi navbeynkariya cogên sodyumê,diherike nav xaneyê. Bi vî awayê di xaneya çêjewergir de berevajîbûna cemsergiriyê rû dide. Bi berevajîbûna cemsergiriyê, cogên kalsiyumê ve dibin, kalsiyum ber bi nav sîtoplazmayê diherrike. Di nav xaneyê de zêdebûna iyonên sodyum û kalsiyumê xaneya çêjewergirê hander dike ko demareguhêzer der bide. Bi derdana demareguhêzer demarexaneyên hestê yên bi çêjewergiran ve girêdayî çalak dibin. Wateya çalakbûna demarexaneya hestê, destpêkirina erkê kar e. Ango sînyalên elektrîkî bi şêweyê demareragihandin ber bi navenda çêjtinê tên guhêztin.
Çêja şor ne tenê ji xwêya sifreyê lê ji xwêyên din jî peyda dibe. Xwêyên li jêr, li gor asta şorbûna (şorayî) wan hatine rêzkirin. Şoriya xwêyên magnezyumê a herî kêm e.
Xweyên potasyum, xwêyên kalsiyum, xwêyên sodyum, xwêyên lîtyum û xwêyên magnezyum
*Ev xebat li ser wîkîpedyakurdî jî hat zêdekirin