2020/09/28
Tore
2020/09/25
Xaneya qoçekî

Toreya çav wergirên bînînê lixwe digire ko wekî ronahiyewergir, an jî wergirên karomiqnatîsî tên navkirin. Ronahiyewergir du cor in, xaneyên çîlkeyî û xaneyên qoçekî. Di çavê mirov de hejmara xaneyên qoçekî ji ya xaneyên çîlkeyî gellek kêmtir e, loma belavbûna van herdu cor xaneyan a li ser beşên toreyê ne wekhev e.
Beşa derve piçûk e û bi şêweyîqoçekî ye. Li wê beşê de parzûna xaneyê qat qat dibe lê qatên parzûnê mîna qatên parzûna xaneya çîlkeyî xeple nîn in û Kîsîkokên wekî mîna pêlikin.Di nav kîsikokan depîgmentên(boyax) ronahiyê cih digire. Beşa derve car caran beş bi beş tê nûkirin.
Kromofor molekulên taybet in ji boy mijîna enerjiya ronahiyê. Herwisa heke kromofor corek ronahiya bînraw nemijîne, tîrojên wê ronahiyê ji molekula kromoforê şewq didin, bi vî awayî kromofor di çavê mirov bi awayekî rengîn xuya dibe. Kromofora xaneyên çîlkeyî û qoçekî retînal e. Ango her du ronehiyewergir heman molekulê, retînalê lixwe digirin. Cudahiya di navbera xaneyên çîlkeyî û qoçekî ji ber cudahiya proteîna opsîn e. Çavê mirov çar cor opsîn lixwe digire. Ji çar cor opsînan, corek di pêkhateya xaneyên çîlkeyî de, ji boy bînîna di ronahiya kiz, sê cor jî ji boy bînîna rengîn,di pêkhateya xaneyên qoçekî de cih digirin. Cor û rêza asîdên amînî corê opsînan diyar dike . Ji boy opsîn û retînaladi xaneyên qoçekî de peyva fotopsîn (bi îngilîzî: photopsin) tê bikaranîn. Her corek opsîna xaneyên qoçekî mijîna corek ronahiyê ya bi dirêjiya pêla taybet diyar dike.2020/09/18
Şebenga karomiqnatîsî

Tîrojên karomiqnatîsî jî mîna deng, bi şêwaza pêl belav dibin. Pêlên deng di nav madeyên şile, req û di nav hewayê de derbas dibin, cudahiya pelên karomiqnatîsî ji pêlên deng ev e ko pêlên ronahiyê dikare di nav valahiyê de jî derbas bibe. Şirove
2020/09/12
Xaneya çîlkeyî
Di her çavek mirov de ji 100 mîlyonê zêdetir xaneyên çîlkeyî cih digire. Xaneyên çîlkeyî dişibin şivê darê, loma vî navê lê kirine. Xaneya çîlkeyî ji du beşên serekî pêk tê, beşa navî û beşa derve. Beşa navî endamokên xaneyê yên wekî mîtokondrî, rîbozom, dezgeha Golgî, navik hvd lixwe digire. Beşa derve taybet e boy wergirtina ronahiyê.
Gava çav bi ronahiyê ve rûbirû dimîne, 11-cis-retînal a beşa rodopsînê ji aliyê fotonên ronahiyê ve tê guhertin boy all-trans-retînalê. Ev rewş mîheng û şeweyê rodopsînê diguherîne. Guherîna rodopsînê bandor li ser cogên sodyumê yên li ser parzûna beşa derve ya xaneya çîlkeyî dike, cogên sodyumê tên girtin. Bi vî awayê bargeya elektrîkî ya nav xaneyê û derveyî xaneyê diguhere. Xaneya çîlkeyî dikeve rewşa cemsergeriye û derdana demareguhêzer (glutamet) tê sekinandin. Bi kêmbûna glutametê, cemsergeriya xaneya ducemserî hildiweşe. Îcar ji demarexaneya ducemserî demareguhêzer tê derdan. Xaneyên ducemserî bi xaneyên girêk ve girêdayî ne, loma demareguhêzer li ser xaneyên girêk bandor dike û erkê kar dide destpêkirin. Sînyalên bînînê tê şandin boy tûkila mejî. Herwisa bi guherîna rodopsînê opsîn ji retînalê diqete û bêreng dimîne ev rewş wekî rengbirin( bi înglîzî: bleaching) tê navkirin. Xaneyên çîlkeyî di dema rengbirinê de bersîva ronahiyê nadin û çalak nabin. All-trans-retînal ên ji opsînê diqetin, an tên enbarkirin an jî tê guhertin boy 11-cis-retînal, paşê boy ji nû ve çêkirina rodopsînê, tê şandin boy xaneyên çîlkeyî. Xaneyên çîlkeyî di tariyê de cardin ji opsîn û 11-cis-retînalê rodopsîn çê dike.2020/08/22
Hawêneya çav
2020/08/16
Rengîne
Rengîne, îrîs (bi îngilîzî: iris) xeleka rengîn a di aliyê pêşîya çavê mirov de. Di zimanê yewnanî de ji boy keskesorê (bi îngilîzî:rainbow) peyva iris tê bikaranîn. Rengîne firehiya bibikê rêk dixe. Bi vî awayê mêjera ronahiya dikeve nava çav kontrol dike. Her wisa çavên mirov jî rengên xwe ji rengê rengîneyê digire.
Pêkhate
Rengîne beşek ji çîna koroîd a çav e, ji beşa tenê kûlkdar(cilliary body) direj dibe. Li pêşîya rengîneyê de korniye heye, li paşiya rengîneyê de hawêne heye.
Rengîne beşa pêşî ya çavê, dabeşê du beşên biçûktir dike, odeya pêşî û odeya paşî. Odeya pêşî di navbera rengîne û korniye, oda paşî jî di navbera rengîne û hawêneyê de cih digire. Herdu ode jî bi şileya avî (aqueous humor) tijî ne. Şileya avî ji aliyê tenê kûlkdar ve tê berhemkirin û derdan. Rengîne ji du çînên lûsemasûlke û xaneyên pîgment pêk tê.
Rengê çav
Xaneyên pîgment madeyek bi navê melanîn lixwe digirin. Melanîn reng dide xaneyên pîgmentê, rengîne jî rengê xwe ji van xaneyan digire. Ango rengê çavê mirov, li gor hebûn an jî nebûna melanîn an jî li gor rêjeya xestiya melanîna nav xaneyên pîgment diyar dibe. Mêjera melanîna xaneyên çavê mirov, li gor zanyariya genetîk (bomaweyî) diyar dibe. Xestiya pîgmenta di çavên qehweyî ji ya çavên şîn zêdetir e. Xaneyên çavên reş herî zêde pîgmenta melanîn lixwe digirin. Herwisa rengîneyên mirovên bi nexweşiya albîno, an tu pîgment lixwe nagirin, an jî xaneyên pîgment pir hindik melanîn berhem dikin. Rengîneyên van kesan ne bi rengê asayî ye, ji ber kêmasiya melanînê lûleyên xwînê reng didin rengîneyê, loma çavê kesên bi nexweşiya albîno piçek pembeyî ye.
Kontrola bîbikê
* Ev xebat li ser wîkîpediyakurdî jî hat zêdekirn.
https://ku.wikipedia.org/wiki/Reng%C3%AEne
2020/08/13
Korniye












