Xaneyên çîlkeyî (bingilîzî: rod cells) corek ji ronahiyewergirên çavê mirov e.
Ronahiya hawirdor di korniye û hawêneyê de tê şikestin û tîroj li ser toreyê tên tîşkokirin. Çîna toreya çav, jo boy wergirtina ronahiyê, demarexaneyên taybet, ango ronahiyewergir lixwe digire. Ronahiyewergir hestewergirên ji boy hestê bînînê ne. Du cor ronahiyewergir di çîna toreyê de cih digirin. Yek ji wan xaneyên çîlkeyî ne (bi îngilîzî: Rod cells) a din jî xaneyên qoçekî (bi îngilîzî: cone cells) ne. Ev herdu cor hestewergir navên xwe ji şêweyên xwe digirin.
-Pêkhate-

Beşa derve ya xaneya çîlkeyî de, parzûna xaneyê qatên bi şeweyê xeple(dîsk) pêk tîne. Bi vî awayê rûyê parzûnê hê firehtir dibe ji boy mijîna ronahiyê. Di nav xepleyan de pîgmenta rodopsîn cih digire.
Rodopsîn corek ji proteînên heste ye ko boyax (pîgment) lixwe digire û enerjiya ronahiyê vediguherine sinyalên elektrîkê. Rodopsîn ji proteînek bêreng a bi navê opsîn û 11-cis-retînal(11-cis-retînaldehîd) pêk tê. 11-cis retînal pîgment lixwe digire. Retînal ji vîtamîna A çê dibe.
-Çalakbûna xaneyên çîlkeyî-
Di tariyê de opsîn bi retînala cis-11 ve tê girêdan û rodopsîn çê dibe. Gava girêdan rû da, îcar molekula GMP( guanozîna yek fosfatî) cogên îyonên li ser parzûna xaneya çîlkeyî ve dike. Iyonên sodyumê dikevîn nav xaneyê. Ev rewş wekî berevajîbûna cemsergeriyê (bi îngilîzî:depolarization) tê bi navkirin. Xaneyên çîlkeyî di demên berevajîbûna cemsergiriyê de demareguhêzer a bi navê glutamet( bi îngilîzî: glutamate) der dide .Xaneyên çîlkeyî bi xaneyên ducemserî ve bi navbeynkariya gehînkeyê girêdayî ne. Glutamet li ser parzûna xaneyên ducemserî de cemsergeriya hîper (bi îngilîzî:hyperpolarization) ava dike. Bi vê awayê rê li ber demarexaneyan ve tê girtin ko sinyalên bînînê bişînin xaneyên girêk (xaneyên ganglîon). Loma mirov di tariyê de tiştek nabîne.

Hestiyariya xaneyên çîlkeyî ji boy ronahiyê gelek zêde ye, bi gelemperî xaneyên çîlkeyî ne li navend lê li derdora navenda toreyê de zêde ne. Xaneyên çîlkeyî ji boy bînîna çêweyî (herdu kêlekên çav) û binîna di ronahiya kiz (lawaz) de tên bikaranîn. Di mejî de têgihîştina bînîna reş û spî an jî gewr ji aliyê xaneyên çîlkeyî ve tên rêkxistin.
-Nexweşî-
Heke di xaneyên çîlkeyî de bi têra xwe rodopsîn berhem nebe, çalakiya xaneyên çîlkeyî têk diçe. Têkçûna xaneyên çîlkeyî dibe sedema çêbûna nexweşiya şevkoriyê. Bi eslê xwe nexweşiya şevkorî, nexweşiyek bomaweyî(genetîk) ye. Lê kêmasiya vîtamîna A jî dibe sedama çêbûna nexweşiyê. Xaneyên çîlkeyî ji nav sîtoplazma û xepleyên pîgmentê de vîtamîna A digirin û rodopsîn berhem dikin. Ji ber ko retînal ji vîtamîna A berhem dibe, heke di laşê mirov de bi têra xwe vîtamîna A tune be xaneyên çîlkeyî nikarin rodopsîn berhem bikin loma nexweşiya şevkorî li mirov peyda dibe.
* Ev xebat li sedr wîkîpedyakurdî jî hat zêdekirin
No comments:
Post a Comment