-”Guhdarên
hêja, ji boy nexweşek bi xwîna ABRh(+), pêdivî bi xwînê heye,
ên ku komeleya xwîna wan AB Rh(+) e, ji kerema xwe bila demildest
serî li nexweşxaneya Zaningeha Dîcleyê
bidin.”
Bêguman mîna her kesî, wê jî di radyoyê de bangewaziyek wisa bihîstî ye.
Di laşê mirovek gihîştî de bi qasî 5 lître xwîn heye. Dibe ku mêjera xwîna mirov ji ber nexweşiyên wekî kêmxwîniyê, şêrpenceya xwînê an jî ji ber niştergeriyê, birindarbûne kêm bibe. Heke ji xwîna mirov bi qasî 1,5 lître kêm bibe, mirov bi metirsiya mirinê rû bi rû dimîne. Loma divê xwîn bidin kesên wiha. Ango pêdivî bi xwînguhaztinê çê dibe. Xwîna mirov şaneyek sirûştî ye, tenê di laşê mirov de tê dirûstkirin. Ango guhastina xwîn di navbera du mirov de rû dide, ê ku xwînê dide wekî xwînbexş bi nav dibe, ê ku xwînê digirê jî wekî xwînwergir tê bi navkirin. Hin caran xwîn raste rast ji xwînbexş tê destxistin, lê bi gelemperî xwîna xwînbexş di navendên xwînê(banqeyên xwînê) de tê embarkirin. Gava pêdiviya mirovek bi xwînê hebe, xwîn ji wî navendê tê peydakirin.
Rêbaza
xwînbexşînê;
Dema
mirov ji boy xwînbexşînê serî li navendên xwînê dide, divê
pêşî bersîva hin pirsan bide. Gellek pirsên nivîskî ji
xwînbexş tê pirsîn. Bi wî awayê bizîşk ji egera hebûna
nexweşiyên xwînbexş agahdar dibe. Heke hin nexweşî an jî egera
nexweşiyê bi xwînbexş ve hebe, rê li ber xwînbexşînê tê
girtin. Lê heke di laşê xwînbexş de nîşanên nexweşiyê tune
be, vê gavê pizîşk derbasî qonaxa duyemîna xwînbexşînê
dibe.
*Divê
ta ya laşê kesên xwînbexş di rêjeya asayî de be ango
germahiya laş li derdora 36 - 37 sentîgrad pile be.
*Divê
pestoya xwîna xwînbexş di asta asayî de be.
*Divê
xwînbexş ne birçî be.
Heke
hemû şert û merc li cih be, vê gavê pizîşk ji boy pişkinîna
mêjera xwînê û komeleya xwîna xwînbexş, ji xwînhênera milê
xwînbexş hinek xwîn digire. Bi taqiya(test) hemogramê, pêkhateyên
xwînê tê jimartin. Bi jimartinê, rêjeya xirokên sor, xirokên
spî û perikên xwînê diyar dibe. Ji boy xwînbexşînê divê
rêjeya van pêkhateyan di asta asayî de be. Heke ne wisa be ango
xwîna xwînbexş kêm be, ji wî kesê xwîn nayê girtin. Ji van
gavan şûnde êdî heke hemû şertên xwînbexşînê di cih de
bin, xwîna xwînbexşê digirin. Xwîn bi gelemperî ji xwînhênera
milê mirov ve tê girtin. Bi navbeynkariya lûleyên plastîk xwîn
di nav kisikê plastîk de tê berhevkirin. Mirov her carek dikare bi
qasî 450 mîlîlître (nezikê nîv lîtreyê) xwîn bibexşîne.
Piştî xwînbexşînê, divê xwînbexş bi qasî 10 xulek rûnê an
jî vezele û bihênvede. Şilemeniya(plazma) xwînê di nav 1-2
rojan de dîsa digihîje asta asayî ya berê xwîn bexşînê. Di
nav 6-12 hefteyan de moxê hestî xaneyên nû çê dike, bi vî
awayê rêjeya xaneyên xwînê jî digihîje asta asayî. Kesên bi
temenê 18- 65 salî ü ji 50 kîloyê girantir, dikarin sê mehan
carek xwîn bibexşînin.
Rêbaza xwînwergirê:
Xwîna
bexşandî dibe ku bi awayek tevayî bidin xwînwergir. Wê gavê
kisikê xwînê li jorê xwînwergir de tê dardakirin. Bi derzîyek
xwînhênera milê xwînwergir tê kunkirin. Bi alikariya
rakêşê(erdkêşê), xwîn dilop bi dolop ji kîsikê ber bi laşê
xwînwergir diherike. Di be ku 450 mîlîlître xwîn bi qasî du
seetê(demjimêr) de bê guhastin.
Lê
bi gelemperî piştî bexşîna xwînê, xwîn tê parzûnkirin,
pêkhateyên xwînê yên wekî xirokên sor, xirokên spî, perikên
xwînê û plazmaya xwînê ji hev tên cudakirin. Bi vî awayê
xwîna xwînbexşek ji boy gelek xwînwergiran tê bikaranîn.
Wekî
minak heke li kesek nexweşiya kêmxwînî(anemî) hebe, ji boy vî
kesê pêdivî bi xirokên sor heye lê pêkhateyên din ên xwînê
ne hewce ye. Loma ne xwîna tevayî, lê tenê xirokên sor didin ew
kesê. Perikên xwînê jî didin kesên bi nexweşiya şêrpenceyê
ketiye.Ji
boy guhastina xwîn an jî pêkhateyên xwînê, divê komeleya xwîna
xwînbexş û xwînwergir guncîn(guncav) bin. Heke xwîna wergir û
xwîna xwînbexş neguncîn bê, xwîna xwînwergir topel dibe û
xwînwergir bi egera mirinê rû bi rû dimîne.
Di rewşên asayî de xwînwergir bi kîjan komeleya xwînê bê, ew cure xwîn diguhazînin laşê xwînwergir. Wekî minak heke mirovek bi komeleya xwîna A Rh(+) be( xwendina wî: “A er aş pozîtîv”) û pêdiviya wî bi xwîngusatinê hebe, xwîna bexşerên A Rh(+) didin vî kesê. Lê hin caran dibe ku xwîna pêdivî pê heye bi dest nekeve, vê gavê xwînek ji komeleyek din tê guhastin. Her komeleyên xwînê li hev nayên, piranî car xwîna xwînbeş a ne guncîn di laşê xwînwergir de topel dibe û jiyana xwînwergir dikeve bin xeterê.
Hin komeleyên xwînê li hev diguncin heke xwînguhestin li gor vî
zanyariyê be, ziyanek giran nagihîje xwînwergir.Li
gor sîstema ABO û Rh’ê guncîna komeleyên xwînê wiha ye;Kesên
bi xwîna komeleya O li gel komeleya O, dikare xwîn bide komeleyên
A, B, û AB yê, loma kesên bi xwîna komeleya O wekî xwînbexşên
giştî tê binavkirin. Kesên bi komeleya xwîna AB, dikare ji hemû
komeleyan xwîn bigire, loma ev kesan wekî xwînwergirên giştî bi
nav dibin. Li gor sîstema Rh’ê, kesên Rh(+) dikarê ji Rh(+) û
Rh(-) an xwîn bigire. Kesên Rh(-) tenê ji kesên Rh(-) xwîn
digire.
FERHENGOK
No comments:
Post a Comment