Celadet Alî Bedîrxan

Me zanî ko xweseriya me, di zimanê me de ye û em bi tenê bi hînbûna xwendin û nivîsandina zimanê xwe û parastina wî, di civata miletan de, wek miletekî xweser dikarin bijîn û payedar bin.
Celadet Alî Bedîrxan (1893-1951)

2020/08/22

Hawêneya çav

 

Hawêne, adese, niske an jî mercek ( bi îngilîzî: lens) pêkhateyek şûşeyî, zelal (ruhnik), qaîşokî û bi herdu rûyê xwe, rûyê pêş û paş qoqiz e.
Ji boy bînîna( dîtin) tiştekî, divê tîrojên ronhiyê li ser wê tiştê bikeve, ji wê tiştê şewq bide û bigihîje çîna toreya çav. Ango ji boy hestê bînînê, ronahî şert e.

Pêkhateya hawêneya çav

Di nav her çavekî mirov de hawêneyek heye. Hawêne li paş bîbikê de cih digire, bi awayekî dardekirî, bi kûlkemasûlkeyên bazneyî ve girêdayî ye. Di navbera hawêne û kûlkemasûlkeyên bazneyî de bendikên hilawestiner heye, ango hawêne bi navbeynkariya wan bendikan, bi kûlkemasûlkeyan ve girêdayî ye.
Hawêne û korniye proteînên taybet lixwe digirin, navê van proteînan, krîstalîn e.( bi îngîlîzî: crystallin). Xaneyên hawêneyê ji bilî proteînên krîstalîn, tu endamok lixwe nagirin, loma xane zelal in, tîrojên ronahiyê bi awayekî hêsanî di nav xaneyan de derbas dibe. Herwiha hawêne lûleyên xwînê jî lixwe nagire, xaneyên hawêneyê xurek û oksîjenê ji şileya avî( bi îngilîzî: aqueous humor) digirin. Zelaliya hawêneyê ji ber nebûna lûleyên xwînê û endamokan e. Hawêneya çavê mirov bi herdu rûyên xwe qoqiz e( bi îngilîzî: convex), lê rûyê aliyê paşî hê pirtir qoqiz e. Hawêne û tenê kûlkdar, çavê dabeşê du kelênan dikin. Valahiya di navbera korniye û hawêne wekî kelêna pêşî tê navkirin. Kelêna pêşî bi şileya avî tijî ye. Valahiya pişt hawêneyê jî wekî kelêna paşî tê navkirin kelêna paşî li gor kelêna pêşî xwediyê qebareyek mezintir e û bi şileya şûşeyî( vitreous humor) tijî ye. Şileya şûşeyî destek dide çîna toreyê û tîrojên ronahiyê ji hawêneyê diguhêzîne ser toreyê. Herwisa şeweyî gogî ya çav jî ji ber hebûna vê şileyê ye.

Erkê hawêneya çav

Mirov carna li tiştên nêzîk, carnan ji li yên dûr dinêre, durahiya navbera tiştan û çav guherbar e, lê ji boy bînînê, divê her car tîrojên derûdor rasterast bikeve ser çîna toreya çav. Karê serekî ya hawêneyê, arastekirina ronahiyê li ser çîna tore û çalika navendî ye. Ango bi rêkxistina hawêneyê, li gel guherbariya durahiya çavkaniya ronahiyê, tîrojên ronahiyê dîsa jî dikevin ser çîna toreyê. Hawêne ji boy vê erkê, qoqiziya xwe diguherîne û tîrojan ditewîne (dîşkîne).
Tîrojên ronahiya hawirdorê, cara pêşîn dikevin ser korniyeyê û di korniyeyê de tên şikestin, tîroj wekî gurzekî ronahiyê, ji korniyeyê derbasî bîbikê dibin, ji wir jî tên ser hawêneyê.
Şêweyî hawêneyê ji aliyê kûlkemasûlkeyan ve tê rêkxistin. Kûlkemasûlke qoqiziya haweneyê diguherînin. Gava mirov li tiştek nezîkê xwe dinêre, wekî mînak, gava pirtûk dixwîne, külkemasülke yên dora hawêneyê girj dibin, bendên hilawestiner sist dibin, hawêne hê pirtir qoqiz debe. Heke mirov li cihek, an jî tiştek li dûr binêre, kûlkemasûlke xav dibin, îcar bendikên hilawestîner tên şidandin û hawêneyê ber bi xwe ve dikişînin, loma qoqiziya hawêneyê kêm dibe, hawêne tenik dibe. Bi zêdekirin û kêmkirina qoqizatiya hawêneyê, tîrojên ronahiyê wisa tên şikestin (tewîn) ko bi awayekî piçûktir û serberjêr (ters), raste rast dikevin ser çîna toreyê.
Heke hawêne zêde qoqiz be, gava tîrojên ronahiyê di nav da derbas dibin, pir ditewin(dişikên), bi kêmbûna qoqiziya hawêneyê, tewîna tîrojan jî kêm dibe.

Tîrojên ronahiyê di dema derbasbûna ji nav hawêneya qoqiz de, piçek ditewin, tên nezîkê hev û li ser xalek de digihîjin hev. Ango ronahî ji aliyê hawêneyê ve tê tîşkokirin. Durahiya navbera hawêne û xala ko tîrojên ronahiyê hatine tîşkokirin, Wekî tîşkoya hawêneyê tê navkirin. Ji ber ko tîşko li paş hawêneyê çê dibe, ev tîşkoya rasteqîn e. Lê heke tîroj di hawêneyek rûçal de derbas bibin, îcar tîroj ji hev dûr dikevin û belav dibin. Di haweneyên rûçal de tîşkoya hawêneyê tîşkoyek xeyalî ye û li pêş hawêneyê çê dibe.
Di rewşa asayî de, ango heke di çavê mirov de nexweşî an jî têkçûna hawêneyê tune be, wê gavê tîşkoya hawêneyê raste rast tê ser çîna toreyê.

Têkçûna hawêneya çav

Piştî temenê 45-50 saliyê, bi gelemperî qaîşokiya hawêneyê kêm dibe. Kûlkemasûlkeyên bazneyî girj dibin, bendên hilawestîner jî sist dibin lê hawêne bi têra xwe qoqiz nabe. Ji ber wê rewşê, tîrojên ronahiyê yên ji derdora nezikê çav kêm ditewin, bi awayekî rast nakevin ser toreyê loma nexweşiya çav a bi navê piresbîtî li herdu çavên mirov peyda dibe. Ji boy kesên bi çavên piresbît, berçavkên rû qoqiz tên bikaranîn. Navê wan berçavkan di nav gel de wekî berçevka xwendinê jî tê navkirin.

Hin caran jî hawêne mat dibe, zelaliya hawêneyê winda dibe, hawêne bi rengê spî xuya dibe. Ev rewş wekî nexweşiya ava spî (katarak) tê navkirin. Bi gelemperî nexweşiya ava spî di çavek de peyda dibe, çavê din sax dimîne. Ji boy çareseriya nexweşiyê, hawêneya resen a çavê bi ava spî, bi hawêneyek destkar ve tê guhertin.

*Ev xebat li ser wîkîpedyakurdî jî hat zêdekirin.
https://ku.wikipedia.org/wiki/Haw%C3%AAneya_%C3%A7av







2020/08/16

Rengîne

 

Rengîne, îrîs (bi îngilîzî: iris) xeleka rengîn a di aliyê pêşîya çavê mirov de. Di zimanê yewnanî de ji boy keskesorê (bi îngilîzî:rainbow) peyva iris  tê bikaranîn. Rengîne firehiya bibikê rêk dixe. Bi vî awayê mêjera ronahiya dikeve nava çav kontrol dike. Her wisa çavên mirov jî rengên xwe ji rengê rengîneyê digire.

Pêkhate

Rengîne beşek ji çîna koroîd a çav e, ji beşa tenê kûlkdar(cilliary body) direj dibe. Li pêşîya rengîneyê de korniye heye, li paşiya rengîneyê de hawêne heye.

Rengîne beşa pêşî ya çavê, dabeşê du beşên biçûktir dike, odeya pêşî û odeya paşî. Odeya pêşî di navbera rengîne û korniye, oda paşî jî di navbera rengîne û hawêneyê de cih digire. Herdu ode jî bi şileya avî (aqueous humor) tijî ne. Şileya avî ji aliyê tenê kûlkdar ve tê berhemkirin û derdan. Rengîne ji du çînên lûsemasûlke û xaneyên pîgment  pêk tê. 

Rengê çav

Xaneyên pîgment madeyek bi navê melanîn lixwe digirin. Melanîn reng dide xaneyên pîgmentê, rengîne jî rengê xwe ji van xaneyan digire. Ango rengê çavê mirov, li gor hebûn an jî nebûna melanîn an jî li gor rêjeya xestiya melanîna nav xaneyên pîgment diyar dibe. Mêjera melanîna xaneyên çavê mirov, li gor zanyariya genetîk (bomaweyî) diyar dibe. Xestiya pîgmenta di çavên qehweyî ji ya çavên şîn zêdetir e. Xaneyên çavên reş herî zêde pîgmenta melanîn lixwe digirin. Herwisa  rengîneyên mirovên bi nexweşiya albîno, an tu pîgment lixwe nagirin, an jî xaneyên pîgment pir hindik melanîn berhem dikin. Rengîneyên van kesan ne bi rengê asayî ye, ji ber kêmasiya melanînê lûleyên xwînê reng didin rengîneyê, loma çavê kesên bi nexweşiya albîno piçek pembeyî ye. 

Kontrola bîbikê


Di naverasta rengîneyê de kunek, bi rengê reş heye, navê wê bîbik e. Bîbik ji boy tîrojên ronahiyê derîçe ye. Ronahî bi rêya bîbikê dikeve nav çav. Bîbik di ronahiya zêde de teng dibe, ronahiya kêm de fire dibe. Firebûn û tengbûna bîbikê bi alîkariya masûlkeyên lûs, bi awayekî xwenewîst rû dide. Du cor rîşalemasûlke ji boy guhertina firehiya bîbikê kar dikin. Masûlkeyên bazneyî û masûlkeyên tîrojî (radial muscle).  Masûlkeyên bazneyî masûlkeyên gûşer in (bi îngilîzî: sphincter muscle), masûlkeyên tîrojî jî masûlkeyên veker in (bi îngilîzî: dilator muscle). Bîbika çav bi girjbûna masûlkeyen bazneyî teng dibe, bi girjbûna masûlkeyên tîrojî jî fire dibe. Guherina ronahiya hawirdorê bandor li ser girjbûn û xavbûna masûlkeyan dike. Heke li hawirdorê ronahî zêde bibe, wê gavê masûlkeyên bazneyî girj dibin, bi vî awayê tîreya bîbikê kêm dibe. Bi tengbûna kuna bîbikê, kêmtir ronahî derbazî nav çav dibe, çîna tore ya çav ji egera ziyana tîrojên ronahiya zêde, tê parastin. Na, heke ronahiya hawirdorê kêm bibe, îcar masûlkeyên bazneyî xav dibin masûlkeyên tîrojî girj dibin. Bi wî awayî bîbik fire dibe, bi têra xwe ronahî dikeve hundirê çav. Çalakiya masûlkeyên rengîneyê ji aliyê demarekoendama xweyî ve tê kontrolkirin.  Beşa sîmpasawî ya demarekoendama xweyî ji boy girjbûna masûlkeyên tîrojî demareragihandin dişîne rengineyê, bîbika çav fire dibe. Beşa parasîmpasawî jî ji boy girjbûna masûlkeyên bazneyî sinyal dişîne rengîneyê bi vî awayî tengbûna bîbika çav rû dide.


* Ev xebat li ser wîkîpediyakurdî jî hat zêdekirn.

https://ku.wikipedia.org/wiki/Reng%C3%AEne




2020/08/13

Korniye

 

Korniye an jî perdeya çav (bi îngilîzî:cornea) pêkhateyek ron e di beşa pêşi ya çav de. Goga çav ji aliyê çîna reqe (spîka çav) ve pêçayî ye. Li aliyê pêşî de reqe diguhere, dibe wekî perdeyek ron. Ev beşa reqeyê wekî korniye tê navkirin. Pêkhateya di navbera reqe û korniye jî, wekî lîmbus (bi îngilîzî: limbus) tê navkirin. Ango lîmbus, reqeyê bi korniyeyê ve girê dide.

Erk û Pêkhate

Du erkên serekî yê korniye heye, parastina çav û tîşkokirin (bi îngilîzî:focusing) û derbaskirina tîrojên ronahiyê ber bi odeya pêşî ya çav. Korniye ji du çînên rûkeşeşane pêk tê. Di navbera herdu çînan de rîşalên kolojen ( bi îngilîzî: collagen fibers) wek navberemade cih digire. Korniye ber bi aliyê derveyî çav ve qoqiz e (bi îngilîzî: convex). Ronahî, pêşî di nav korniyeyê de derbasî çav dibe. Tîrojên ronahiyê gava di nav korniye de derbas dibin piçek ditewin ko tîroj ber bi torê ve were arastekirin. Di çavê mirov de li du beşan de tîrojên ronahiyê tên tîşkokirin, peşî di korniyeyê de, paşê di hawêneyê de. Tîşkoya hawêneyê guherbar e, li gor durahiya çavkaniya tîrojên ronahiyê, şeweyî hawêneyê tê guhertin, bi vî awayê pileya tîşkoya hawêneyê jî diguhere. Şêweyî korniyeyê neguherbar e, loma tîşkokirina wê jî sabît e. Korniye bergekî parêzer e. Rengîne, bîbik û odeya pêşî ji aliyê korniye ve tên dapoşîn û parastin. Tîreya korniye bi asoyî 12 mm, bi stûnî 11 mm ye. Di korniyeyê de lûleyên xwînê tune, loma divê ji boy xaneyên herdu çînên rûkeşeşaneyê bi awayek alaternatîf xurek bêne dabînkirin. Ji boy çîna derve, xurek û oksîjen ji hêsîrê çav (rondik) tê bi destxistin. Hêsîrê çav ji aliyê rijênên hêsîrê ve tê berhemkirin û derdan. Di nav odeya pêşî ya çav de şileya avî heye, çîna navî ya rûkeşeşaneya korniyeyê, xurek û oksîjenê ji wê şileyê peyda dike . Korniye li dij êş, pesto, serma û temasê gellek hestiyar e. Di navenda korniyeyê de hê pirtir êşanewergir hene loma ew beş hê zûtir û pirtir diêşe .

* Ev xebat li ser wikipediyakurdi jî hat zêdekirin
https://ku.wikipedia.org/wiki/Korniye




2020/08/06

Hevsengî


Hevsengî (bi îngilîzî: balance, equilibrium ) ji boy rastkirin an jî parastina pozîsyona laş, belavkirina giraniya laş a bi awayekî yeksanî.

Li gel erkê nasîna dengan, parastina hevsengiya laş jî bi alîkariya guhê navî pêk tê.

Bi alîkariya hestê hevsengiyê, mirov dikare li ser lingê xwe bisekine û li erdê nekeve. Ango hestê hevsengiyê laşê mirov ji xeteriyê diparêze, karên rojenê yê mirov hêsantir dike. Hevsengiya laş bi hevkariya mejîk, guhê navî, çav û masûlkeyên peykerê tê parastin. Heke hevsengiya laş ne rêkxistî be, dewxa mirov tê, li mirov gêjî peyda dibe, dibe ko mirov nikaribe li ser lingan bisekine an jî dibe ko mirov biverişe. Bi taybetî dema rêvîtiyê de ev rewş hê pirtir rû dide. Hin mirov gava di erebê an ji di keştiyê de rêvîtî dikin, hevsengiya laşê wan serûbin dibe, gêjî û hestê verişînê li wan peyda dibe.

Di guhê navî de pênc pêkhate berpirsiyar in ji boy dabînkirin û parastina hevsengiya laş, evana sê cogên kevaneyî û du kîsikok in. Cogên kevaneyî û kîsikok bi navbeynkariya dalanê bi hev re girêdayî ne û wekî dezgeha dalanî (bi îngilîzî: vestibular apparatus) tê navkirin. Dezgeha dalanî bi şileya endolîmf tijî ye. Li guhê navî, beşa dalanê de mûxane hene, mûxane bi eslê xwe mîkanîkewergirin û dişibin mûxaneyên endamê Cortî yê di nav lûlpêçê de, lê erkê van mûxaneyan ne ji boy wergirtina pêlên deng, lê ji boy dabînkirina hevsengiya laş e.

Erk û pêkhateya cogên kevanî

Di her guhekî mirov de sê cogên kevaneyî heye. Cogên kevaneyî pêkhateyên lûleyî ne, li ser dalanê de wisa cih bûne ko di navbera her yekê de goşeya 90 pile heye. Cogên kevaneyî li gor cihê(pozîsyon) xwe tên navkirin.
1. coga pêşî (coga jorî)
2. coga paşî
3. coga asoyî (coga teniştê)
Coga pêşî û ya paşî bi awayek stûnî, a teniştê jî bi awayek asoyî bi kîsikê utrîkilê( utricle) ya hundirê dalanê ve girêdayî ne. Her yek ji cogên kevaneyî ji kîsikê utrikilê dest pê dike û disa li utrikilê dawî dibe. Ji herdu seriyên lûleya her cogê, seriyek teng e ya din li nezikê qulika utrikilê piçek fire û werimî ye. Ev beşa fire ya coga kevaniyê wekî ampul( ampulla)tê navkirin. Li nav ampulê de hestewergirên hevsengî yê coga kevaneyî heye.

Livîna goşeyî( bi îngilîzî: angular motion) ya serî, a ber bi jor û jêr, pêş û paş, çep û rast ji aliyê hersê cogên kevaneyî ve tê hestkirin.

Coga kevaneyî ya asoyî, livîna serî ya ji hêla rastê ber bi ya çepê an jî ji hêla çepê ber bi aliyê rastê ve dinase. Wekî mînak, kurdên misliman li dawiya nimijê de silav didin “Esselâmu aleykum ve rahmetûllah” û serê xwe ber bi aliyê rastê ve vedigerînin, paşê ji aliyê rastê ber bi aliyê çepê dizivirînin. Di vê demê de coga kevaneyî ya asoyî ji livîna serî agahdar dibe.

Coga jorî (coga pêşî), livîna serî ya ber bi pêş û paş dinase. Wekî mînak, gava mirov serê xwe dihejîne û dibêje erê erê.

Coga paşî, livîna serî ya ji sermilêk heta ya dinê dinase. (stû ber bi rastê an jî çêpê ditewe) wekî minak, gava av dikeve guhê mirov, mirov serê xwe ber bi sermile ve ditewîne.

Di nav ampulên hersê cogên kevaneyî de pêkhateyek bi navê kupul(cupula) heye, kûlkên mûxaneyên hestê hevsengiyî di nav kupulê de cih digirin. Kupul pêkhateyek nermokî ya mîna jel e. Ji ber herika endolîmfa nav cogên kevanî, kupul bi hêsanî dilive û kûlkên mûxaneyan ditewîne.

Erk û pekhateya kisikên dalanê

Dalan du kîsikok lixwe digire navê van kîsikokan utricle û saccule e (bilêvkirin: utrîkil û sekul). Di nav van kîsikokan de mûxane hene, cihê(pozîsyon) serî ji aliyê van herdu kisikokan ve tê hestkirin. Ango livîna serî ji aliyê cogên kevanî, pozisyona serî ji aliyê utrîkil û sekul ve tê hestkirin. Hestewergirên van herdu kîsokokan ji boy hestkirina tawdana hêllî (bi îngilîzî: linear acceleration) ye. Wekî mînak, tewdana erdkêşê cureyek ji tewdana hêllî ye. Çavê mirov girtî be an jî mirov di cihekî tarî be, dîsa ji mirov bi alîkariya van kîsikan hest dike ko kîjan alî jêr, kîjan alî jor e. Hestewergir di nav utrîkilê de bi awayê asoyî, di sekulê de bi awayê stûnî cih bûne. Ango di navbera hestewergirên herdu kîsikokan da goşeya 90 pile heye.

Di nav utrîkil û sekulê de pêkhateyek heye bi navê makul (macula). Makul li gel xaneyên din mûxaneyan ji lixwe digire. Makul jî bi perdeyek nermokî dapoşî ye. Navê vê perdeyê, perdeya otolîtî e. Kûlkên mûxaneyan di nav perdeya otolîtî de dirêjkî ne. Perdeya otolîtî belûrên kalsiyuma karbonat(CaCO 3) lixwe digire. Hêza erdkêşê bandor li ser pirtikên kalsiyuma karbonatê (kevirên guh) dike.
Ji ber ko rêzbûna hestewergiran di nav utrîkil û sekul de ne yek e, şeweyî çalakbûna wan jî ji hev cuda ye. Hestewergirên utrîkilê bi tewdana asoyî (horizontal acceleration) çalak dibin. Wekî mînak, gava mirov di erebê(otomobîl) de diçe ji ber kêmbûn an jî zêdebûna leza otomobîlê tewdan çê dibe, utrîkil li gor vê tewdanê ji pozîsyona serî û laş agahdar dibe. Hestewergirin sekulê taybet in ji boy wergirtina tewdana stûnî ( vertical acceleration). Wekî mînak, gava mirov di esansorê (elevator) de hildikişe an jî dadikeve tewdana stûnî çê dibe, sekul ji vê guherînê agahdar dibe. Tewdan dibe sedama tewîna kûlkên mûxaneyan, bi vî awayê mûxane erkê kar dide destpêkirin.

Rêbaza rêkxistina hevsengiya laş

Gava mîrov dilive di heman demê de serê mirov jî dilive an jî pozîsyona serî diguhere. Livîana serî dibe sedama livîna şileya endolîmfê ya Cogên kevanî, utrîkil û sekulê. Endolîmf jî mûxaneyan ditewîne. Tewîna mûxaneyan hestewergirên mîkanîkî yên li ser parzûna mûxaneyan çalak dike û ji boy alûgorkirina iyonan cogên parzûnê ve dike. Alûgorkirina iyonan, erkê kar dide destpêkirin. Ango enerjiya pestoya şileyê ji boy enerjiya elektrîkê tê veguherîn ( hesteveguherandin). Bi erkê kar demareragihandin ji mûxaneyan tê guhêztin boy demarên hevsengiyê(demarên dalanî). Bi navbeynkariya demarên hevsengiyê demareragihandin digihîje lakşemoxê, ji wir jî tê şandin boy mejîkê.
Mejîk li gel guhê navî, ji çav, masûlke û gehan jî demareragihandin werdigire. Mejîk hemû ragihandinan rêk dixe, tekûz dike, paşê dişîne tûkila mejî, masûlke û gehan. Bi vî awayê heke pozisyona laş de guherîn hebe, bi alîkariya masûlke û gehan ji boy pozîsyona nû ya laş hevsengî tê avakarin. Bi rêkxistina hevsengiyê, pozîsyona laş ji boy rewşa nû tê guhertin ko mirov li ser lingan bimîne û nekeve erdê. Her çiqas serê mirov bilive jî çavên mirov dikarin rasterast li xalek sabît binêrin. Bi vî awayê gava pozîsyona laş diguhere, çav hê jî bi awayekî çalak ji derdor agahî digirin.

Heke mirov çavên xwe bigire û li dora xwe 5- 6 caran bizivire, paşê bisekine û çavên xwe veke, gêjayî li mirov peyda dibe, mirov li erdê dikeve, nikare li ser piyan bisekine. Sedema vê rewşê xirabûna hevsengiya laş e.
Gava mirov li dora xwe dizivire, wekî hemû beşên laş, cogên kevaneyî jî bi serê mirov re dizivire. Di nav cogên kevaneyî de şileya endolîmf heye. Di destpêka zivirînê de ji ber tewdana erdkêşê endolîmf di cihê xwe de dimînê. Ango cogên kevaneeyî dilivin lê endolîmfa nav cogan paşê dilive. Ev rewş dibe sedema tewîna mûxaneyan û destpêkirina erkê kar. Di demek kurt de endolîmf jî dilive, leza zivira endolîmf û cogên kevaneyî yeksan dibe, mûxaneyên tewandî rast dibin. Îcar li dawiya zivirê, gava mirov disekine, cogên kevaneyî jî disekinin, lê herrika şileya endolîmfê di nav cogan de ji boy demek kurt didome. Endolîmf bi livîna xwe mûxaneyan disa ditewîne û erkê kar dide destpêkirin. Demareragihandin tê şandin boy mejîkê. Ango ji mejîkê wetrê serî he jî dizivire. Lê di heman demê de çav û masûlke jî demareragihandin dişînin mejîkê û mejîkê jî rawestana laş agahdar dikin. Ev rewş dibe sedema çêbûna tevlihevî di mejîkê de. Mejîk ji aliyekî de hewl dide ko pozîsyona laşê rawsetî rast bike, di heman demê de jî ragihandin dişîne masûlke û çavan bo berdewamiya zivira laş. Ji ber vî tevliheviyê mirov nikare bi hêsanî li ser piya bisekine, dewxa mirov tê û mirov dikeve erdê. Demek şûn ve livîna endolîmfê disekine, îcar li gel çav û masûlkeyan, ji guhê navî jî agahiya rawestîna laş digihîje mejîkê. Mejîk jî ragihandin dişîne masûlke, geh û çavan ji boy serastkirina pozîsyon û parastina hevsengiya laş.
Rêwîtiya di erebeyê an jî di keştiyêde endolîmfê bi awayek ne asayî dilivîne demareragihandin bi awayek tevlihev digihîje mejîkê. Demareregihandinên ji guhê navî ji mejîkê re dibêjin serî û laş dilive, lê ragihandinên ji çav û masûlkeyan jî ji mejî re dibêjin serî û laş rawestî ye. Loma di rêwîtiyê de dewxa hin mirovan tê û diverişin. Di rewşek wisa da divê mirov li kêleka şofêr runê û li aliyê pêşiya erebê mêze bike. Bi vî awayê çav jî êdî ji mejîk re dibêjin serî û laş dilive.

* Ev xebat li ser wîkîpediyakurdî jî hat zêdekirin.
https://ku.wikipedia.org/wiki/Hevseng%C3%AE…


2020/07/26

Bihîstin

Bi navbeynkariya guh, veguherandina pêla dengê boy demareragihandinê wekî bihîstin tê navkirin..
Hemû deng di nav hewayê de dibin sedema çêbûna pêlên dengê an jî lerizînê. Pêlên deng di nav hewayê de di çirkeyek(saniye) de 332 metre cih diguherîne, ango leza deng di nav hewayê de 332metre/çirke ye.
Pêvajoya bihîstinê
1. Wergirtina pêlên deng.
2. Veguherandina enerjiya pêlên deng boy erkê kar.
3. Gihandina pêlên deng boy demax.
4. Di tûkila mejî de şîrovekirina pêlên deng û têgihîştina bihîstinê.
1.Wergirtina pêlên deng
Kiryara bihîstinê ji guhê derve dest pê dike, di beşa bihîstinê ya tûkila mejî de dawî dibe. Şêweyî perrê guh, girtin û komkirina pêlên dengan hêsantir dike. Perrê guh pêlên dengan ber bi coga bihîstinê araste dike. Li dawiya coga bihîstinê de perdeya guh heye. Pêlên deng gava rastê perdeya guh tên, dibin sedema lerizîna perdeyê. Ango enerjiya pêlên dengê ji boy lerizandina perdeya guh tê xerckirin. Hestîkên bihîstinê bi perdeya guh ve girêdayî ne, loma leriza perdeyê di heman demê de hestikên bihîstinê jî dilerizîne. Lerizên perdeyê ji çakûç derbasî dezgehê dibe ji wir jî derbasî zengûyê dibe. Zengû bi kuna hêlkeyî ve girêdayî ye. Ji zengû leriza pêlên deng digihîjin ser kuna hêlkeyî. Bi vî awayê leriza perdeyê ber bi guhê navî ve tê guhêztin. Tundiya leriza pêlên dengên hewayê li guhê naverast de bi qasî 17- 20 car tê zêdekirin paşê derbasî guhê navî dibe. Li aliyê derveyî kuna hêlkeyî de zengû, li aliyê navî jî şileya endolîmf heye. Endolîmf di nav coga lûlpêçê( coga naverast) de ye. Lerizên zengû kuna hêlkeyî ber bi aliyê navî pal dide, kuna hêlkeyî jî şileya nav coga naverastê tehn dide, şile cih diguherîne. Bi vî awayê leriza pêlên dengê tên veguherandin boy pêlên pestoya şileyê.
2. Veguherandina enerjiya pêlên deng boy erkê kar
Pêlên pestoyê li guhê navî, di kuna hêlkeyî de dest pê dike û di nav şileya perîlîmfê ya coga serî (dalanî) de pêl bi pêl pêş ve diçe. Di vê gavê de perdeya dalanî jî ji ber pestoyê dilerize. Leriza perdeyê dibe sedama çêbûna pêlên pestoyê di nav şileya endolîmfê ya coga naverastê. Pêlên pestoyê perdeya binî ya coga naverastê dilivîne. Li ser perdeya binî de endamê Corti heye. Endamê Corti hestewergirên mîkanîkî yen ji boy wergirtina deng lixwe digire. Ji ber livîna perdeya binî, kûlkên mûxaneyên endamê Corti ditewin(diçemin). Bi tewîna kûlkan, mûxane demareguhêzer der dide, demareguhêzer di demearexaneyên bihîstinê de erke kar didin destpêkirin. Bi vî awayê pelên dengê tên veguherandin boy demareragihandinê.
3. Gihandina pêlên deng boy demax
Demareragihandin bi demarên bihîstinê ber bi talamusê ve tê guhêztin. Piştî tekuzkirinê, demareragihandin tê şandin ji boy beşa bihîstinê ya tûkila mejî.
4. Di tûkila mejî de şîrovekirina pêlên deng û têgihîştina bihîstinê.
Şîrovekirin û têgihîştina deng di pila cênikê (cênikepil) ya mejî de rû dide. Hinek ji pêlên pesto ya şileya lûlpêçê heta kuna baznî didome, gava pêlên pestoyê li ser rûyê kuna baznî dixin, enerjiya pelên pestoyê tê xerckirin.
Li gor hejmara mûxaneyên tewandî tundiya deng tê şîrovekirin. Heke gellek mûxane ji ber pestoya endolîmfê hatîbin tewandin, mejî vê reweşê wekî dengek bilind hest dike. Perdeya binî ya lûlpêçê, li nezikê kuna hêlkeyî de teng e û li gor beşên din şidayî (req) ye. Herwisa li hêla serikê lûlpêçê de perdeya binî hê firetir û qaîşokî( nerm) ye. Loma her beşêk lûlpêçê taybet e ji boy frekansek diyarkirî ya deng. Dengên bi frekansa bilind li nezikê kuna hêlkeyî, yên bi frekansa nizim li nêzîkê serikê lûlpêçê de tên veguherandin.
Diyarkirina hêla dengê
Gava dengek tê guhê mirov, mirov dikare bi du rêbazê bingehîn hêla çavkaniya dengê diyar bike.
1. Di wergirtina pêlên dengê de çêbûna cudahiya demê.
2. Tundiya dengê
Heke çavkaniya deng rasterast li pêşî an jî li paşiya mirov be, durahiya çavkaniya deng ji boy herdu guh yeksan e. Loma deng di heman demê de digihîje guhan. Lê heke çavkaniya deng li aliyê çepê an jî rastê be, vê gavê guhek nezîkê çavkaniya deng dibe, guhê din piçek dûrî çavkaniyê dimîne. Wekî mînak, heke çavkaniya deng nezîkê guhê rastê be, deng berê digihîje guhê rastê, paşê digihîje guhê çepê. Derengketina wergirtina deng, ji aliyê mejî ve ji boy diyarkirina hêla dengê tê bikaranîn.
Heke deng ji aliyê rastê an jî çepê were, tundiya dengê ji boy herdu guhan yeksan nabe. Wekî mînak, heke çavkaniya deng li aliyê rastê be û tundiya wî jî 80 desîbel be, deng berê digihîje guhê rastê. Di navbera guhê rastê û ê çepê de serê mirov heye, pêlên dengê gava rastê serî tên, serî wekî mîna berbestek, rê li ber pêlên dengê digire, loma tevahiya deng derbasî aliyê çepê nabe, tundiya deng kêm dibe. Ango guhê rastê dengek bi tundiya 80 desîbelê werdigire lê guhê çepê heman dengê ji 80 desîbelê kêmtir werdigire. Cudahiya navbera tundiya deng ji boy diyarkirina çavkaniya deng tê bikaranîn. Ev herdu rêbaz ji boy diyarkirina çavkaniya dengên lê hêla çep û rastê ye, lê mirov dikare çavkaniya dengên ji hêla jor, jêr, paş û pêşî jî diyar bike. Ev kar, karê perrê guh e. Şêweyî perrên guh ji boy berhevkirina dengan taybet e. Perrên guh, li gor hêla çavkaniyê, tundiya deng rêk dixin, paşê aresteyê coga bihîstinê dikin. Ango li ser perrên guh, bandora dengê ji hêla pêşî tê, û dengê ji hêla jore tê ne wekhev e, loma ji aliyê perrên guh ve berhevkirin û arestekirina van dengan ji hev cuda ye. Ev rewş jî ji boy diyarkirina hêla dengan tê bikaranîn.
* Ev xebat li ser wîkîpedyakurdî jî hat zêdekirin.
https://ku.wikipedia.org/wiki/Bih%C3%AEstin








2020/07/18

Guhê navî




Guhê navî (bi îngilîzî: inner ear) endamên bihîstinê û hevsengiyê lixwe digire.
Di guhê navî de pêkhateya bi navê labîrent heye. Labîrent ji cog û kîsikên bi hev re girêdayî pêk tê. Labîrent ji du çînan, çîna hestî û çîna perdeyî pêk tê. Wekî mîna lûleyên di nav lûleyan de, çîna hestî li aliyê derve, çîna perdeyî jî li aliyê hûndir ve torek ava dikin. Ango di hundirê labîrenta hestî de labîrenta perdeyî heye. Guhê derve û guhê naverast bi hewayê, lê guhê navî bi şileyê tijî ye.
Guhê navî, labîrent ji sê beşên serekî pêk tê,
1.dalan ( bi îngilîzî: vestibule)
2.cogên kevaneyî (bi îngilîzî: semicircular canals)
3.lûlpêç (bi îngilîzî: cochlea)
Dalan
Beşa herî nezikê guhê naverast e. Li ser dîwarê aliyê guhê naverast a dalanê de, kuna hêlkeyî û kuna bazinî cih digire. Dalan du kîsikok lixwe digire navê van kîsokan utricle û saccule e (bilêvkirin: utrîkil û sekul). Di nav van kîsikokan de mûxane hene. Mûxane corekî hestewergir e. Mûxaneyên nav kîsikokan, bi navbeynkariya mîkanîkewergirên xwe, li gor arasteya rakêşê(erdkêşî), hevsengiya laş rêk dixin. Dalan di navbera cogên kevaneyîî û lûlpêçê de cih digire.
Cogên kevanî
Ji sê lûleyên bi şeweyî kevan pêk tê. Devê cogan vedibe nav dalanê. Hersê cog wisa cih bûne ko, livîna kiloxê ya bo her alî, jorê, jêrê,çepê, rastê û xwarê hest dikin. Parastina hevsengî erkê cogên kevaneyî ye. Ango cogên kevaneyî û mejîk hevsengiya laş rêk dixin û diparêzin.
Lûlpêç
Şeweyî lûlpeçê dişibe qalikê şeytanokê. Aliyê binî ya lûlpêçê fire ye û bi dalanê ve girêdayî ye, aliyê serik jî ko ye.
Panîbirgeh(bi ingilîzî: cross-section) a lûlpêçê ji du perde û sê cogan pêk tê.
Coga serî an jî coga dalanî( bi îngilîzî: scala vestibuli)
coga naverast an jî coga lûlpêçî ( bi îngilîzî: cochlear duct)
coga binî an jî coga perdeyî (bi îngilîzî: scala tympani)
coga serî ji kuna hêlkeyî dest pê dike heta serikê lûlpêçê dirêj dibe. Coga serî bi şileya perîlîmf tijî ye.
Coga naverast(coga lûlpêçî) bi şeweyî sêgoşehî ye, di navbera coga serî û ya binî de dirêj dibe.
Coga lûlpêçî ji labîrenta perdeyî pêk tê û bi şileya endolîmf tijî ye. Hestewergirên bihîstinê di coga lûlpêçî de cîh digirin.
Coga binî jî bi şileya perîlîmf tijî ye, coga binî li dûmahika coga dalanî, ji serikê lûlpêçê dest pê dike û di kuna baznî de bi dawî dibe. Ango herdu cog bi hev re girêdayî ne.
Endamê Corti
Li ser rûyê jorîn a coga bînî de xaneyên rûkêş bi awayekî taybet rêz dibin ji boy avakirina endamê Corti. Endamê Corti( wekî “kortî”tê bilêvkirin) endamê hestê bihîstinê ye. Ev endam ji aliyê zanyarê îtalî Alfonso Corti (1822-1876) ve hatiye kefşkirin. Di nav endamê Corti de mûxane hene. Mûxane mîkanîkewergir in. Livîna endamê Corti dibe sedema tewîna(çemîn) mûxaneyan. Li mûxaneyan de erkê kar ava dibe, ji mûxaneyan derdana demareguhêzar dest pêdike, demareguhêzer bandor li ser demarên bihîstinê dike .
* Ev xebat liser wîkîpedyakurdî jî hat zêdekirin
https://ku.wikipedia.org/wiki/Guh%C3%AA_nav%C3%AE





2020/07/14

Guhê naverast


Guhê naverast bi eslê xwe kelên e di navbera perdeya guh û lûlpeçê de. Kelêna guhê naverast bi hewa tijî ye, di nav hestiyê cênikê de cih digire.
Li dumahika coga bihîstênê û li destpeka guhê naverast de perdeya guh heye. Ev perde, guhê derve ji guhê naverast cuda dike.
Guhê naverast ji hestikên bihîstinê, masûlkeyên bihîstinê û coga ostakî pêk tê.
Hestîkên bihîstinê
Li guhê naverast sê hestiyên pir hûrik hene. Dirêjiya her hestiyek ji santîmek kintir e. Ji van hestiyan re hestîkên bihîstinê (bi îngilîzî:Auditory ossicles) tê gotin. Hestikên bihîstinê, hestiyên herî hûrik in di laşê mirov de. Hestîkên bihîstinê di navbera perdeya guhê û guhê navî de mîna pirek kar dike. Hestîk ji perdeya guhê, li pêy hev dirêjî kuna hêlkeyî dibin. Navê hestîkên bihîstinê çekûç, dezgeh û zengû ye. Hestîkên bihîstinê li gor şeweyî xwe hatinê navkirin.
Hestîkên bihîstinê hêza pêlê dengan berztir dike û ber bi guhê navî dişîne. Gava pêlên dengê li ser perdeya guhê dixin, perde dilerize, lerîza perdeyê derbasî hestikê çekûç, dezgeh û zengû dibe. Tîreya perdeya guhê 20 carê tîreya zengû ye. Loma pestoya li perdeya guhê jî li li ser kuna hêlkeyî 20 car zêde ye. Pêlên dengê dema digihîje kuna hêlkeyî tundiya deng 20 car zêdetir dibe.
Çekûç
Hestikê çekûç (bi latînî: malleus) ji aliyê destikê ve bi perdeya guh ve girêdayî ye. Serê wî jî bi dezgehê re geha livok (bi îngilîzî: movable joint) ava dike.
Dezgeh
Hestîkê dezgeh(bi latînî: incus), hestîkê çekûç bi hestîkê zengû ve girê dide. Dezgeh bi alîkariya pekhateyên rîşalî, li aliyê rûyê paş a kelêna guhê naverast ve girêdayî ye.
Zengû
Hestîkê zengû (bi latînî: stapes) di navbera dezgeh û lûlpêçê de cih digire. Zengû bi aliyê serî ve bi dezgehê ve girêdayî ye, bi aliyê binî ve bi kuna hêlkeyî ve girêdayî ye. Zengû hestîkê herî piçûk e.
Masûlkeyên guhê naverast
Du masûlkeyên peyker bi hestîkên bihîstinê ve girêdayî ne.
Masûlkeya yekem bi îngilîzî wekî tensor tympani , a duyem jî wekî stapedius tên navkirin,
Masûlkeya tensor tympani bi navbeynkariya hestîkê çêkûç bi perdeya guh ve girêdayî ye. Ev masûlke perdeya guh dikişîne û dirêj dike, bi vî awayê rûyê perdeyê tê şidandin boy bersîvdayina pêlên dêngan.
Masûlkeya stapedius bi hestikê zengû ve girêdayî ye. Kontrola rêjeya lerizîna zengû dike. Rê nade zengû ko bi awayek tund bilerize, bi vî awayê kuna hêlkeyî û lûlpêçê ji egera ziyangirtinê diparêze.
Coga ostakî
Guhê naverast bi nevbaynkariya cogek, bi gewrî ve girêdayî ye. Navê vê cogê, coga ostakî ye, dirêjiya wê bi qasî 4 cm ye. Bi navbeynkariya coga ostakî hewa ji gewrî diçe heta kelêna guhê naverast.
Pelên dengê yên ji aliyê guhê derve li ser perdeya guh de dibin sedema çêbûna pestoyê, coga ostakî ji aliyê hundir ve hewayê ji gewrî ber bi pişta perdeya guh dişîne û pestoya ser perdeyê kêm dike. Bi eslê xwe pesto kêm nabe lê li herdu alî de pestoyên bi heman hêzê hevdu hevseng dikin.
Bi erebê an jî bi balafirê daketina ji qada bilind ber bi qada nizim, dibe sedema zêdebûna pestoya hewayê li ser rûyê derve ya perdeya guh. Ji ber zêdebûna pestoyê, perdeya guh ber bi guhê naverast diwerime ev rewş hin caran dibe sedema guhêşê, lê bi gelemperî hesta guhxitimî bi mirov ve peyda dibe. Coga ostakî di rewşa asayî de girtî ye, bawîşkanîn, daqurtandin, an jî cutin cogê ve dike, bi vî awayê hewa hê hesantir di coga ostakî de derbasî guhê naverast dibe. Li dij dengê berz, divê mirov devê xwe vekirî bihêle. An na dibe ko pestoya tekalî ya ji guhê derve ziyan bide perdeya guhê.
* Ev xebat li ser wîkîpediyakurdî jî hat zêdekirin.
https://ku.wikipedia.org/wiki/Guh%C3%AA_naverast







2020/07/12

Guhê derve


    Bihîstin, hestê nasîna dengan e. Bi eslê xwe bihîstin, ji veguherandina pêlên dengê ji boy enerjiya elektrîkê û şandina wê ya ber bi demarekoendam navendî pêk tê.
Deng corek enerjî ye. Deng pêla pesto (bi îngilîzî: pressure wave ) ye ko ji lerizîna molekulan peyda dibe.
Pêlên dengê gava di nav hawîrên wekî hewa an jî avê de derbas dibin, dibin sedema zêdebûn û kêmbûna pestoyê li hawirdorê. Yekeya pestoya dengê, desîbel(dB) e (bi îngilîzî: decibel). Ji boy peyvîna asayî, hêza dengê mirov bi qasî 60 desîbel e. Dengên ji 100dB zêdetir dibe ko ziyan bide bihîstina mirov. Dengên ji 120 desîbelê zêdetir perdeya guhê mirov diêşîne.
Di çirkeyek(saniye) de hejamra lerizîna ber bi pêş û paş ve ya pirtikên hawîrê wekî frekans tê navkirin. Ango frekans hejmara pelên dengê yê di dirêjiya çirkeyekê de ye.
Frekansa dengê bi yekeya hertz(Hz) tê pîvandin. Guhê mirov dengên 20 heta 20000 hertzê dibihîsine. Bi gelemperî frekansa dengê mirov( peyvîn) di navbera 300 û 3500 hertz e.

Pêkhateya guhê mirov

Guh endama bihîstin û parastina hevsengiyê ye. Guhê mirov ji sê pişkên serkî pêk tê; guhê derve, guhê naverast û guhê navî. Guhê derve pêlên dengan berhev dike û ber bi guhê naverast ve dişîne. Ji vîr jî ber bi guhê navî tê şandin. Li guhê navî enerjiya pêlê dengan tên veguherandin boy demareragihandin û bi navbeynkariya demarên bihîstinê ber bi beşa bihîstinê ya tûkila mejî ve tê guhêztin.

Guhê derve

Guhê derve (bi îngilîzî:outer ear) ji perrê guh û coga bihîstinê (coga guh) pêk tê. Karê serekî yê guhe derve, wergirtina dengan e. Perrên guh pêkhateyên kirkiragî ne, rûyê wan biçal û mirtik e. Kevaneyên li ser perrên guh dişibe tîpa C yê, pêlên dengê yên ji hawirdorê, ber bi coga bihîstinê bi alîkariya van kevanan tê arastekirin.
Li pirraniya ajalên şîrder de perrên guh ji aliyê masûlkeyan ve bi awayêk xwevîstî ( bihemdê xwe) ber bi aliyê deng ve tê livandin, bi vî awayê çavkaniya deng hesantir tê nasîn. Lê masûlkêyên guhê mirov ber bi korbûnê ne, loma mirov nikare mîna pisîkek an jî seyek (kûçik) perrên guhê xwe bilivîne.
Coga bihîstinê ji perrê guh, dirêjî perdeya guh dibe. Dirêjiya coga guhê bi qasî 2,5 cm e. Rûyê cogê bi pestê perrê guhê ve raxistî ye. Pestê(çerm) coga bihîstinê rijên û mûyên guhê lixwe digire. Rijên li gel enzîma lîzozîmê, madeyek wek şima der didin. Lîzozîm li dij bakterî û hokarên nexweşiyê bergirî ava dike. Şimaya guh û mûyên guh jî rê li ber hokarên nexweşiyê, toz û mêş û kêzikan digire ko nekevin nav guhê mirov.
Perdeya guh, guhê derve ji guhê naverast cuda dike. Perdeya guh bi şêweyî hêlkeyî ye û ber bi aliyê guhê naverast ve piçek qoqiz e. Deng û hewaya nav coga bihîstinê li ser perdya guh zext dikin û perdeya guh dilerizînin.
Pelên dengê, perdeya guh pir hindik dilerzîne, wekî mînak, gava mirov bi dengek asayî dipeyive, (bi hêza dengê ya kêmzêde 60dB) rûyê perdeya guhê bi qasî tîreya molekula hîdrojenê dilerize.
* Ev xebat li ser wîkîpediyakurdî jî hat zêdekirin.
https://ku.wikipedia.org/wiki/Guh%C3%AA_derve




2020/07/03

Koendama hestê


Koendama hestê beşek ji koendama demarê ye. Koendama hestê ji hestewergir, xaneyên hestê, demarên hestê û ji beşên mejî yên ko bi hestê re têkildar e, pêk tê. Hestewergir kartêkirê tespît dike. Demarexane zanyariyên (agahî) derbarê kartêkirê diguhêzînê demaxê. Li demaxê, di hin beşên tûkila mejî de agahiyên kartêkirê tê tekûzkirin, şîrovekin û cîbicîkirin. Ji boy kartêkirên derveyî laş, koma hestewergiran di nav endamên hestê de cih digirin. Wekî mînak, ji boy wergirtina bêhnê, koma kîmîkewergirên behnê di difinê mirov de cih digire. Kartêkir bi eslê xwe corek enerjî lixwe digire. Ev enerjya kartêkiran, hestewergiran çalak dike. Enerjiya kartêkiran bi şêweyî erkê kar wekî peyamek, li ser rûyê parzûna demarexaneyan de, ber bi demaxê ve tê guhêztin.
Çar gavên serekî yên koendama hestê
1. Wergirtina kartêkirê,
2. Guherandina kartêkirê bo erkê kar,
3. Gihandina demareragihandinê boy mejî
4. Şîrovekirin û têgihîştina kartêkirê di mejî de
Wergirtin
Ji boy hestkirinê, gava yekem çalakbûna hestewergiran e. Çalakbûna hestewergiran jî piştê pêşwazîkirna kartêkiran rû dide. Gava hestewergir bi kartêkirên wekî yên mîkanîkî, kîmyayî, germahî hwd. rûbirû dimîne, enerjiya kartêkirê bandor li ser parzûna xaneya hestewergirê dike, hestewergir ji qonaxa erkê bêhnvedanê, derbasî qonaxa erkê kar dibe.
Hestewergir nikare ji her dûrayî (mesafe) kartêkir werbigire. Mesafeya herî dûr a ko hestewegir hê jî dikare kartêkirê werbigire, ji boy hestewergirê wekî qada wergirtinê tê navkirin. Qada wergirtênê ya hestewergiran ne yek e. Hin hestewergir kartêkirên ji laş pir dûr in jî werdigire. Wekî mînak, roniyewergirên çavê mirov dikare ronahiya stêrkên pir dûr ji werbigire. Lê mîkanîkewergirên bin pestê mirov, hema gava kartêkir rasterast temasê pestê dike, wê gavê kartêkirê werdigirin.
Hesteveguherandin
Kartêkir ne yek cor e, ji ber vê yekê enerjiya wan jî ne yek cor e. Dibe ko kartêkirek enerjiya ronahiyê lixwe bigire, a din enerjiya pestanê lixwe bigire. Di hestewergiran de
enerjiya kartêkiran bo enerjiya elektrîkê ya destpêkirina erkê kar ve tê veguherîn. Li ser parzûna hestewergiran de veguherîna enerjiya kartêkiran, wekî hesteveguherandin (bi îngilîzî: sensory transduction) tê navkirin. Hesteveguherandin bi du awayê rû dide.
Rêbaza yekem ji aliyê xaneyên taybet ve tê birêveberin. Demarexaneya hestê û xaneya taybet bi hev re dixebitin. Xaneya taybet an jî kotahiya xaneya taybet a ji bo kartêkira diyarkirî, kartêkirê tespît dike. Ji ber ko xaneya taybet bi demarexaneya hestê ve bi navbeynakriya gehînkeyan ve di nav têkiliyêde ye, çalakbûna xaneya taybet rê li ber çalakbûna xaneya hestê jî ve dike, ango li ser parzûna xaneya hestê erkê kar dest pê dike. Demarexaneya hatî( demarexaneya hestê) kartêkirê bi şêweyî demareragihandinê, dişîne koendama demara navendî. Wekî mînak; di çavê mirov de xaneyên taybet hene ji boy hesteveguherandinê. Ev xaneyên taybet wekî ronahiyewergir kar dikin. Enerjiya kartêkira ronahiyê vediguherîne erkê kar û dişîne demarexaneya hatî.
Di rebaza duyemê de demarexaneya hestê rasterast enerjiya kartêkirê ji bo erkê kar bi kar tîne. Li van demarexaneyan de dendrît an jî serê xaneyê bi awayek serbest di nav şaneyan de dirêj dibe. Ango dendrîdên van demarexaneyan bi xaneyên din ve girêdayî nîn in bi awayekî serbest bi kartêkiran ve rûbirû dimînin. Wekî mînak li bin pestê mirov de êşanewergir hene, êşane wergir ji dendrîdên serbest pêk tên, kartêkirên dibin sedema çêbûna êşê, ji aliyê serê serbest a demarexaneya hestê ve tên wergirtin.
Kodkirin û gihandina ragihandinên hestê
Hemû corên kartêkiran dibin sedema çêbûna erkê kar li hestewergiran de. Erkê kar yek cor e, li ser esasê guherîna bargeyê elektrîkê ya li nava xaneyê û derdora xaneyê rû dide. Ango kartêkirên deng, tam, bêhn êş hvd. hemû bi bi şeweyî erkê kar tên guhêztin, lê di mejî de her kartêkir bi awayek cuda tên şîrovekirin. Mejî tê digihîje ko erkê kar ji guh tê, ji ziman tê an jî difin tê.
Ji aliyê koendama hestê ve çar taybetmendiyên ragihandinên hestê tên kodkirin:
1. cora kartêkirê,
2. cihê kartêkirê a li qada wergirtinê de,
3. maweya (dirêjî, wext) kartêkirê,
4. tundiya (xurtî) kartêkirê.
Ji ber vê yekê erkê kar a li tewereyên hestewergiran de tê guhêztin, tenê corekî kartêkir kod dike. Bi vî awayê hestkirin hesantir dibe. Wekî minak, hestewergirên bihîstinê bi beşa bihîstinê ya tûkilê mejî ve girêdayî ne, dema demareragihandinên hestewergirê bi navbeynkariya demarên hestê xwe digehêjînin mejiyê, mejî vê ragihandinê wekî deng şîrove dike.
Têgihîştin
Di asta wergira kartêkiran de çalakbûna hestewergiran, wekî hestkirin tê navkirin.
Her corekî hestewergir ji boy corekî hestê ye. Ango hestewergir taybet e ji boy hestê diyarkirî. Ji aliyê mirov ve şîrovekirina hestê, wekî têgihîştin (bi îngilîzî: perception) tê navkirin. Bingeha tegihîştinê çalakbûna hestewergiran e, lê têgihîştin ne li asta hestewergiran lê li asta mejî de çê dibe.
Mejî li gor rêya gihandina hestê, kartêkiran ji hev derdixe. Erkê kar ji hestewergirê bi navbeynkariya demarexaneyên taybet, tên şandin boy demarekoendama navendî. Ev demarexaneyan ji boy hestek diyarkirî taybet in û bi demarexaneyên diyarkirî yên dirkepetikê, an jî yên mejî ve gehînke ava dikin.
Ji xeynî demareragihandinên ji hestewergirên behnê, hemû demareragihandinên ji boy mejî tên şandin, bê ko bigihîje mejî, pêşî ber bi talamusê ve tên arastekirin. Polenkirina hestewergiran li talamusê de rû dide. Demareragihandin ji aliyê talamusê ve tê şandin boy beşa guncav a tûkila mejî. Ji boy her corek hestê beşek taybet a tûkila mejî heye. Li tûkila mejî de şîrovekirina hestê, ango têgihîştin çê dibe.
* Ev xebat li ser wîkîpediyakurdî jî hat zêdekirn.
https://ku.wikipedia.org/wiki/Koendama_hest%C3%AA




2020/06/29

Hestewergir


Hestewergir (bi îngilîzî :sensory receptors), xaneyên taybet in ji boy nasîna kartêkiran.

Hestewergir dibe ko xane, demarexane an jî beşên xaneyê be.Hestewergir bersîva kartêkirên wekî ronahî, germî, pesto, bêhn, êş û hwd. dide û enerjiya kartêkiran bi şeweyî erkê kar diguhêzîne demarekoendama navendî.
Guherînên li nav laş an jî ji hawirdorê laş wekî kartêkir ( bi îngilîzî:  stimulant) tê navkirin.
Ji boy berdewamiya jiyanê, divê zindewer ji hawirdorê kartêkir bigire û di demarekoendama navendî de şîrove bike, paşê bersîva guncav bide. Bi vî awayê zîndewer ji guherînan agahdar dibe û li dij guherînên xeter xwe diparêze, ji guherînên sûdbexş jî sûd werdigire. Kartîkêrên ji hawirdorê ne yek lê gellek cor in. Divê ji boy her corekî kartêkir corekî hestewergir hebe. Ango hestewergir taybet e ji boy kartêkirek dîyarkirî. Hestewergir ne tenê kartêkirên hawirdorê, lê yên laş jî digirin. Mirov bi navbeynkariya van wergiran ji rewşa laş agahdar dibe. Wekî mînak, heke rêjeya oksîjena nav xwîna mirov kêm bibe , pestoya xwînê mirov biguhere, birînek di laşê mirov de çêbe, an jî germahiya laşê mirov biguhere, wergirên laş hemû guherînan digire û bi şêweyî erkê kar dişîne demarekoendama navendî. Li DKN ragihandin tên tekûzkirin, paşê ji boy vegeriyana rewşa asayî ango ji boy rekxistina hevsengiya navkî, bersîva guncav tên şandin boy endam û şaneyan.
Di nav endamên hestê de hejmara hestewergiran ji beşên din ên laş zêdetir e. Her kartêkirek corek enerjiyê lixwe digire. Hestewergir enerjiya kartêkirên ji nava laş an jî yên jingehî hatî digire û diguherine boy erkê kar.
Mirov hay ji hin kartêkiran dibe lê nikare hemû kartêkirên hawirdorê werbigre. Loma her kartêkir di mirov de hestkirin peyda nake, ji boy çêbûne hestkirinê, divê kartêkira hestê ji aliyê hestewergiran ve bêne girtin û hetanê tûkila mejî bêne şandin. Hêstkirin li wir rû dide.
Hestên wekî bihistin, ditin, bêhnkirin, tamkirin(çêjtin), berkewtin(temas) ji aliyê mirovan ve tên girtin . Berkewtin hestek aloz e. Hesta berkewtinê mirov bi hestên wekî êş, pesto û germahiyê dihesîne. Ji xeynî van hestan, hin hestewergir jî, mirov pê bi hestên hevsengiyê, şidaniya masûlkeyan û rewşa gehan dihesîne. Bi vî awayê haya mirov ji çalakiya laşê xwe dibe.
Hestewergirên laşê mirov, li gor nasîna kartêkiran tên dabeşkirin, li gor vê esasê di laşê mirov de hestewergir ên serekî şeş cor in;
mîkanîkewergir, ronahiyewergir, kîmîkewergir, germiyewergir, êşanewergir û ozmozewergir. Hinek ji van hestewergiran kartêkirin derveyî laş werdigirin, wekî mînak ronahîwergir. Hinek hestewergir jî tenê kartêkirin ji nav laş werdigirin, wekî mînak ozmozewergir guherîna avê ya nav xwînê wekî kartêkir werdigire. Lê piraniya hestewergiran hem ji nav hem jî ji derveyî laş kartêkir werdigirin. Wekî mînak; kîmîkewergirên li ser zimanê mirov kartêkirên tamê(çêjê) digirin, lê kîmîkewergirin li ser rûyê lûleyên xwînê, guherîna rêjeya karbonadioksîda nav xwînê wekî kartêkir werdigirin.
Mîkanîkewergir
Mîkanîkewergir bersîva livîn, pestan(pesto), berkewtin(temas) û tundî dide. Ango ev kartêkirên ji livîn, pestan û tundiyê werdigire. Li pest û guh ê mirovan de hejmara wan zêde ye.
Ronahiyewergir
Ronahiyewergir li çavên mirov de bersîva guherînên ronahiyê dide.
Kîmîkewergir
Kîmîkewergir bersîva madeyên kîmyayî didin. Li ser ziman û li difinê mirov de hejmara kîmîkewergiran zêde ye. Hestên bêhnkirin û tamkirin(çejkirin) ji ber çalakbûna kîmîkewergiran peyda dibe.
Germiyewergir
Germiyewergir çavderiya pileya germahiya devrûberê laş dikin, bersîva guherînên pileya germahiyê didin. Du corên germiyewergir heye, sarewergir û germewergir . Hejmara germahiyewergir li pest, kezeb, masûlke û hîpotalamuse de zêde ye
Êşanewergir
Êşanewergir demarexaneyên taybet in ji boy wergirtina êşê. Wekî mînak êşa diran, êşa zik. Eşanewergir hema li aliyê hundir û derveyî laş de cih digirin.

Ozomozewergir
Ozomozewergir : bersîva guherîna xestiya xwînê dide, ji boy rekxistina rêjeya ava xwînê kar dike. Hesta tîbûnê ji ber çalakiya ozmozewergiran peyda dibe. Di hîpotalamusê û di gûrçikan de bi hejmarek zêde ozmozewergir heye.
* Ev xebat li ser wîkîpediyakurdî jî hat zêdekirin. https://ku.wikipedia.org/wiki/Hestewergir