Hemû
tişt an jî guherîn ko li hawîrdora
zîndewer
de peyda dibe û koendama
demar a zîndewerê
hander dike boy
têkeve
tevgerê û li dij vê guherînê bersîv bide, wekî kartêkir (bi
îngilîzî: stimulus) tê navkirin. Mirov
ji kartêkirên hawirdorê bi navbeynkariya hestewergiran hayadar
dibe.
Wergirtina
ragihandinek elektrîkî,
kîmyayî an jî mekanîkî
ji demarexaneyek din, an jî wergirtina kartêkirek ji hawirdorê,
dawî li qonaxa cemsergiriyê,
ango erkê bêhnvedanê tîne. Xerabûna
erkê parzûnê (bi
îngilîzî: membrane
potential) dibe sedema çêbûna demareragihandinê.
Ji tûmika tewereyê ber bi kotahiya tewereyê li ser parzûna
tewereyê de veguhaztina demareragihandin,
wekî erkê
kar
tê navkirin(bi îngilîzî:action potential).
Alûgorkirina iyonên sodyum
(Na+)
û
potasyumê(K+)yên li herdu aliyên parzûnê dibe sedema guherîna cemsergiriya
xaneyê. Guherîna cemsergiriyê jî dibe sedema peydabûna herrika
elektrîkê, erkê kar ji herrika elektrîkî peyda dibe.Erkê
kar li demarexaneyan de dibe sedema çêbûna demareragihandinê,
lê li xaneyên masûlkeyan de dibe sedema girjbûna masûlkeyan.
Demarexane
bi dirustkirina sinyalên elektrîkî, bertek nîşan dide ji boy hin
kartêkiran. Erkê kar, ragihandinên demarî an jî sînyalên
demarî ne ko li ser parzûna tewereyê de tên veguhaztin.
Rêbaza "hemû yan hîç"
Demarexane li dij kartêkiran li gor rêbaza “hemû yan
hîç” (îngilîzî: all or none) bertek nîşan dide
bi. Her kartêkir nikare cemsergeriya xaneyê hilweşîne, ji boy
destpêkirina erkê kar divê hêza kartêkir ji asta derazînkê
(bi îngilîzî: threshold level) ya demarexaneyê bilindtir be.
Kartêkirên ko hêza wan ji asta derazînkê kêmtir in, nabin
sedema çêbûna erkê kar, lê heke asta hêza kartêkir bi asta
derazînkê re wekhev be, an jî ji asta derazînkê zêdetir be erkê
kar dest pê dike. Gava hêza kartêkir ji asta derazînkê pir
zêdetir be jî, şêwe û hêza erkê kar naguhere.
Berevajîbûna cemsergeriyê
Kartêkir
an jî sinyalên ji hawirdorê, bandor li ser parzûna demarexaneyê
dikin û dibin sedema vebûna hinek cogên sodyumê. Dema erkê
bêhnvedanê de xestiya iyonên sodyumê li rûyê derveyî parzûnê
ji ya nav xaneyê 10 car zêdetir e.
Loma bi vebûna cogan, sodyum ji devera xestiya bilind (derveyî
parzûnê), ber bi devera xestiya nizim ve di nav cogên iyonî yên
sodyumê de diherikin. Bi hatina iyonên sodyumê, di wê beşa
tewereyê de bargeyê nava xaneyê dibe pozîtîv, û bargeya nav
xaneyê ji -70mV ber bi -55mV ve zêde dibe. Lê hê jî erkê kar
dest pê nake. Ji boy destpêkirina erkê kar divê guherîna bargeya
elektrîkî ya nav xaneyê heta astek diyarkirî bidome. -55mV ji bo
destpêkirina erkê kar asta derazînkê(asta şêmûkê) ye, heke
bargeya nav xaneyê ji -55mV zêdetir bibe, wê gavê hê pirtir ji
cogên sodyumê vedibin û erkê kar ango guhaztina iyonan a li ser
parzûnê dest pê dike. Di asta derazînkê de cemsergeriya parzûnê
hildiweşe ev rewş wekî berevajîbûna cemsergiriyê (bi
îngilîzî: depolarization) tê navkirin. Pêçewanebûna cemsergirî
ji ber cudahiya xestiya sodyumê rû dide, iyonên sodyumê bi
belavbûnî, bê ko ATP xerc bike ji parzûnê derbasî nav xaneyê
dibe. Ango bargeyên parzûna demarexaneyê dema erkê kar de,
berevajiyê dema erkê bêhnvedanê ye, nava tewereyê pozîtîv,
derveyî parzûna tewereyê bi bargeyê negatîv barkirî ye. Di
qonaxa erkê kar de, xestiya Na+ li nav xaneyê zêde ye, xestiya
potasyumê jî li derveyî xaneyê zêde ye.
Hilweşîna cemsergeriyê
ango guherîna erkê parzûnê bi carekî de, li tevahiya rûyê
tewereyê de rû nade. Cogên sodyumê ji tûmika tewereyê heta
kotahiya tewereyê li ser parzûna tewereyê de rêzbûyî ne. Vebûna
cogên sodyumê di laşê xaneyê de, ji tûmika tewereyê dest pê
dike, ji parzûnê derbasbûna sodyume dibe sedema çêbûna herrika
elektrîkê. Elektrîk cogên sodyumê yên cîran hander dike ji boy
vebûnê. Gava cogên sodyumê yên jêrdestê voltajê yên cîran
vedibin, cemsergiriya wê beşa tewereyê hildiweşe, îcar ev rewş
dibe sedema çêbûna herrika elektrîkê, ev herrika elektrîkê jî
hin cogen din ên sodyumê yen jêrdestê voltajê hander dike. Bi vî
awayê erkê kar ji tûmika tewereyê dest pê dike gav bi gav ber bi
tewerekotahiyê didome. Arasteya erkê kar ji laşê xaneyê ber bi
tewerekotahiyê yek alî ye.
Ragihandina bazdar
Li
tewereyên bi bergê maylînî pêçayî, erkê kar di gireyên
Ranvier de çê dibe. Bergê maylînî rê nade ji boy guhaztina
iyonan, loma erkê kar ji gireya Ranvier a pêş, baz dide giriya
Ranvier a paş. Ew veguhaztina li ser parzûna tewereyê wekî
ragihandina bazdar tê navkirin( bi îngilîzî: saltatory
conduction).
Xane
bi ragihandina bazdar, hê kêmtir ATP xerc dike û erkê kar hê
lêztir rû dide.
Girêyên
Ranvier cogên jêrdestê voltajê yên sodyum û potasyumê lixwe
digirin. Leza
veguhaztina demareragihandin li tewereyên bê bergê maylînî de
çîrkeyek de bi qasî mêtreyek e. Tewereyên bi bergê maylînî
demareragihandinan bi leza 100 metre serê çîrkeyek de diguhazînin.
Herwiha
erkê kar li tewereyên
stûr(qalind) de
li gor tewereyên zirav hê leztir tê ragihandin.
Vegeryana cemsergirî
Her
ko iyonên sodyumê diherrikin nav xaneyê, bargeya xaneyê ji -55mV
diguhere, heta +40 mV . Cemsergeriya demarexaneyê di bargeya +40mV
de bi tevahî hildiweşe.
Xane
tenê di qonaxa erkê bêhnvedanê de ji boy wergirtina kartêkir
amade ye, loma divê demarexane demildest vegere qonaxa erkê
bêhnvedanê, ango divê li ser rûyê parzûna demarexaneyê de
cemsergirî dubare bê avakirin. Di
heman demê de cogên potasyumê yên jêrdestê voltajê jî
vedibin. Ji
ber ko xestiya potasyumê li nav xaneyê de
zêde ye,
iyonên potasyumê ji xaneyê, ber bi derve belavbûnî
dibin.
Bi
derketina iyonên potasyumê, bargeya hundirê xaneyê cardin ber bi
negativê diguhere.
Belavbûniya
potasyumê didome heta xestiya potasyumê li herdu aliyê parzûnê
de yeksan dibe. ji ber kêmbûna iyonên potasyumê bargeya
xaneyê ji
cemsergeriya
asayî ya
-70mV
kêmtir dibe. Bi
vî awayê dawî li erkê kar tê,
lê
xane hê jî cemsergiriyê ango erkê bêhnvedanê ava nake.
Gava
asta bargeya nav xaneyê gihîşt +40mV,
cogên sodyumê tên girtin û
heta dawiya vegeriyana cemsergeriyê girtî dimînin,
loma xane di vê demê de nikare
ji
hawirdorê kartêkir werbigire.
Vê
dema xaneyê
wekî
maweya
nehêlanî
(bi
îngilîzî refractory
period)
tê navkirin.
Pompeya sodyum-potasyumê
Pompeyên
alûgorkirina sodyum-potasyumê kar dikin ji boy vegeriyana
cemsergiriyê. Pompeya sodyum- potasyumê ji boy
alûgorkirina iyonan enerjiya ATP xerc dike. Ango Sodyum û potasyum
bi veguhaztina çalak di parzûna demarexaneyê de tên alûgorkirin.
Pompeya
sodyum -potasyume her carêk sê iyonên sodyumê derdixe derveyî
parzûnê, di heman demê de ji derveyî parzûnê du iyonên
potasyumê digire nav xaneyê. Bi çalakiya pompeyên sodyum
-potasyumê rêjeya iyonên sodyum û potasyumê li herdu aliyê
parzûna demarexaneyê de digihîje asta asayî ya erkê bêhnvedanê.
Ji vî gavê şûn de êdî xane amade yê ji boy wergirtina
kartêkirek nû.
* Ev xebat li ser wîkîpediyakurdî jî hat zêdekirin: https://ku.wikipedia.org/wiki/Erk%C3%AA_kar