Celadet Alî Bedîrxan

Me zanî ko xweseriya me, di zimanê me de ye û em bi tenê bi hînbûna xwendin û nivîsandina zimanê xwe û parastina wî, di civata miletan de, wek miletekî xweser dikarin bijîn û payedar bin.
Celadet Alî Bedîrxan (1893-1951)
Showing posts with label mirov. Show all posts
Showing posts with label mirov. Show all posts

2022/09/24

Navikebendik

         Navikebendik, an jî navikepetik (bi înglîzî: umbilical cord) pêkhateyek lûleyî ye di navbera korpele û plasentayê de.

    Di dirêjiya ducaniyê de hema hemû şane, endam û koendamên embriyoyê di nav malzaroke diperisin û geşe dibin. Hinek endam û koendam hê ko embriyo an jî korpele di nav malzarokê ye, çalak dibin. Lê hinek endam û koendam piştî ji dayikbûnê dest bi çalakbûnê dikin. Wekî mînak ji qonaxa embriyoyê pê ve dil, lûleyên xwînê û xwîn diperise, dillêdan dest pê dike. Xwîn di nav lûleyên xwînê de dihirike, di hemû endam û şaneyên laş de belav dibe û dîsa vedigere dilê embriyoyê. Pişikên embriyoyê hene lê çalak nîn in, pişik û coga henaseyê bi şileya seravê tijî ne, loma alûgorkirina gazên henasedanê pêk nayê. Gurçikên embriyoyê hene lê çalak nîn in, ango madeyên paşmayî yên nav xwîna embriyoyê nayên parzûnkirin. Herwisa koendama herisê, koendama bergiriyê ya embriyoyê jî di dirêjiya ducaniyê de çalak nîn e.
Bi kurtasî, ji ber ko hin endam û koendamên wê çalak nin in, ji bo geşebûn û peresînê, pêdiwiya embriyoyê bi endam û koendamên dayikê heye. Navikebendik embriyoyê bi navbeynkariya plasentayê bi dayikê ve girêdide bo alûgorkirina madeyan.

    Her ko embriyo di nav malzarokê de geşe dibe û diperise, pêdiwiya wê ya bo xurek û alûgorkiraina gazên henaseyê jî zêdetir dibe. Xwîna kemoksîjenî û madeyên paşmayî bi cotek xwînberên navikebendikê ji laşê korpele ber bi plasentayê ve tên guhaztîn. Oksîjen û xurekê ji xwîna dayikê jî derbasî plasentayê dibin ji wir jî bi navbeynkariya xwînhênera navikepetikê ber bi korpeleyê ve tên guhaztin.
--Pêkhateya navikebendikê--
Di hefteya pêncem a ducaniyê de navikebendik dirist dibe.
Navikebendik pêkhateyek nerm, qaîşokî û badayî ye. Rûyê wê yê derve lûs e û bi seravê dapoşî ye. Navikebendik ji navika embriyoyê ber bi navenda plasentayê dirêj dibe. Dirêjiya navikebendikê 50 heta 60 cm, tîreya lûleya navkebendikê bi qasî 1 cm e.Masûlkeyên navikebendikê nîn e,lê lûleyên xwînê yên navikebendikê lûsemasûlke lixwe digirin.

Bi eslê xwe navikebendik gurzek lûleyên xwînê yê û bi perdeya lûleyî ya seravê dorpêçî ye. Elentoyis lûleyên xwînê pêk tîne, lûleyên xwînê jî dibin beşek ji navikebendikê. Li gel elentoyîsê tûrikê zerikê jî di çêbûna navikebendikê de cih digire.
Navikebendik bi perdeya seravê dorpêçî ye,valahiya navbera lûleyên xwînê û seravê bi bestereşaneya lîncî tijî ye. Bestereşaneya lîncî (bi îngilîzî: mucous connective tissue) yek ji du corên şaneyên embriyonî ye. Şaneya embriyonî ya duyem jî şaneya mezenşîm (mesenchyme) e. Di nav bestereşaneya lîncî de li gor mezenşîmê, hê pirtir ji rîşalên proteînên negihîştî cih digire. Bestereşaneya lîncî tenê di nav navikebendikê de cih digire.
Piştî ji dayikbûnê, dergûş hê bi navikebendikê bi plasentayê ve girêdayî ye. Plasenta jî bi navpoşê malzarokê ve girêdayî ye. Gava korpele bi awayekî asayî dest bi henasedanê kir, girê li navikebendikê tê avêtin û navikebendik tê jêkirin, bi vî awayî dergûş ji dayikê tê cudakirin.
Navikebendika nûza bi rengê şîna vekirî ye. Piştî ji dayikbûnê bi qasî 5 cm ji dûrê zikê korpeleyê navikebendik tê girêdan û jêkirin. Beşa bi korpeleyê ve girêdayî mayî, diçilmise, ziwa dibe û rengê wê reş dibe. Bi gelemperî di nav 3 hefteyan de paşmayiya navikebendikê diqete û şopa wê wekî çalek bazinî di zikê dergûşê de xuya dibe, ji vê beşê çalikê re tê gotin navik.
--Erkê navikebendikê--
Karê serekî yê navkebendikê guhaztin e. Madeyên paşmayî, an jî ziyanbexş ji laşê korpeleyê bi navbeynkariya navikebendikê ber bi plasentayê ve tên guhaztin ko li wir tevlê xwîna dayikê bibin. Xurek û madeyên sûdbexş jî ji xwîna dayikê derbasî plasentayê dibin, bi navbeynkariya navikebendikê ber bi laşê korpeleyê ve tên guhaztin.
Plasenta xwîna korpeleyê bi navbeynkariya xwînberên navikebendikê werdigire. Mûlûleyên nav memîleyên koriyonî paşmayiyan ji xwîna korpeleyê parzûn dikin. Ji xwîna dayikê ya li derdora memileyan, oksîjen û xurek derbasî mûlûleyên xwînê yên navikebendikê dibin, ji wir jî bi navbeynkariya xwînhênera navikebendikê xwîna têroksîjen û xurek vedigerin laşê korpeleyê.
--Embarkirina xwîna navikebendikê--
Navikebendik bi xaneyên bineretî (bi înglîzî: stem cells) dewlemend ê. Hin caran bavanê dergûşê daxwaz ji pisporan dikin ko hinek ji wan xaneyên bineretî ji xwîna navikebendikê bêne berhevkirin.
Xaneyên bineretî di hawîrek guncav de tên embarkirin. Dibe ko dergûş di pêşerojê de rastê hin nexweşîyan were, xaneyên bineretî ji bo saxkirina hin nexweşiyan tên bikaranîn. Wekî mînak nexweşiya şêrpenceya xwînê ango lusemî (leukemia) dikare bi xaneyên bineratî yên navikebendikê were başkirin.
*Ev xebat li ser wîkîpediyaya kurdî jî hat zêdekirin.
https://ku.wikipedia.org/wiki/Navikebendik










2022/09/08

Gastrulasyon û peydabûna çînên diristker

 

    
    Gastrulasyon (bi înglîzî: gastrulation) pêvajoyek guherîna blastoçikildanê ye bo embriyoya sê çînî. Di qonaxa gastrulasyonê de embriyo jî wekî gastrula tê navkirin.
Embriyoya mirov di qonaxa blastoçikildanê de ji du beşan pêk tê: koma xaneyên navî an jî xaneyên embryoblast (bi înglîzî:inner cell mass / embryoblast) û li derdora wan jî xaneyên trofoblast (bi înglîzî:trophoblast cells) pêk tê. Peresîn û geşebûna embriyoyê ji gorankariya xaneyên embryoblasat rû dide.
    Hefeya duyem a peresîna embriyoya mirov de, bi çeqîna blastoçikildanê, di koma xaneyên navî (embriyoblast) yên blastoçikildanê de gorankarî rû dide. Bi roja heştemînê şûnve xaneyên embriyoblast dest pê bi gorankariyê dikin û diguherin bo du çînan. Ev herdu çîn, xepleyek pehn (flat disc) pêk tînin, ji vê pêkhateyê re dibêjin xepleya embriyonî (bi înglîzî: embryonic disc). Valahiya(kelên) seravê di navbera xepleya embriyonî û çîna trofoblast de peyda dibe. Çîna aliyê valahiya blastoçikildanê ji xaneyên şeşpalû (bi înglîzî: cuboidal cells) pêk tê û wekî çîna hîpoblast (bi înglîzî: hypoblast layer) tê navkirin. Çîna duyem wekî çîna epîblast (bi înglîzî: epiblast layer ) tê navkirin. Ev çîn li aliyê valahiya seravê ( amniotic cavity) cih digire û ji xaneyên stûnî pêk tê. Hema tevahiya xane û şaneyên korpeleyê ji çîna epîblast diperise.
    Di hefteya seyem a peresîna embriyoyê de, di blastoçikildanê de, ji xaneyên xepleya embriyoyî ya du çînî , xepleyek sê çînî peyda dibe.
Li dawiya qonaxa blastoçikildanê, piştî guhertina şêweyî xaneyan, koçkirin û cihguhertina xaneyan, xaneyên blastoçikildanê dubare rêz dibin û şêweyî bingehîn ê laşê emriyoyê pêk tînin. Ev çalakiyên xaneyên blastoçikldanê wekî gastrulasyon tê navkirin, bi gastrulasyonê sê çînên diristker ên yekem (bi înglîzî: primary germ layers) peyda dibe. Ango çînên diristker di pêvajoya gastrulasyonê de, ji gorankariya xaneyên blastoçikildanê peyda dibin. Di qonaxa gastrulayê şûnve, blastoçikildan diguhere bo embriyoya bi tenîştên hevyek (bi înglîzî: bilateral symmetry). Bi peydabûna teniştên hevyek di laşê embriyoyê de cara ewil hêlên pêş û paş (bi înglîzî: anteroposterior), pişt û zik (dorsoventral) bi awayekî zelal kifş dibe.
--Pêvajoya gastrulasyonê--
    Di destpêka gastrulasyonê de li ser rûyê epîblastê de çalek zirav peyda dibe, ev çala zirav wekî xêza pêşîn(bi înglîzî: primitive streak) tê navkirin. Xane di xêza pêşîn de ji çîna epîblastê diqetin û ber bi navbera epîblast û hîpoblastê koç dikin. Xaneyên navbera van herdu çînan, diguherin bo çîna diristker a yekem û wekî çîna naverast (bi înglîzî:mesoderm layer) tên navkirin. Hin xaneyên ji epiblastê qetiyanê û koç kirine, zorê didin hipobalstê û cihê wê diguherînîn,li şûna hîpolastê de çîna navî (bi înglîzî: endoderm layer) ava dikin. Xaneyên koç nekirine û di çîna epîblaste de mane, çîna derve (bi înglîzî: ectododerm layer)
pêk tînin.
    Herçiqas çavkaniya hersê çînên diristker çîna epîblast be jî, peresîn û çarenûsa xaneyên her çînê, ji hev gellek cuda ye.
Gava sê çînên diristker peyda dibin, pêkhateya sê çînî êdî ne gastrula lê wekî embriyo tê navkirin. Ango ji gavên zîgot,morula,blastoçikildan,xepleya embriyoyî û gastrula şûnve embriyo çêdibe.
    Gastrulasyon di embriyoyên hemû ajalan de bi yek awayî pêk nayê. Wekî mînak mêjera zerika hêkê bandor li ser şêweyî gastrulasyonê dike, loma gastrulasyona embriyoyên isfenc ji ya balindeyan cuda ye. Li gel hin cudatiyan,kirdara gastrulasyona embriyoyên hemû cor ajalan bi hin gavên hevbeş rû dide.
Di gastrulasyona hemû cor ajalan de,
-Xane dilivin û cih diguherin.
-Şêweyî xaneyan diguhere.
-Girêdana xaneyê bi xaneyên din an jî bi molekulên derveyî xaneyê ve diguhere.
-Bi gastrulasyonê xaneyên nezî rûyê blastulayê ber bi aliyê hundirê balstulayê koç dikin, di hemû ajalên birrbirredar de sê çînên xaneyan tê avakirin. Cihbûna ev hersê çînên xaneyan, derfet dide xaneyan ko xane bi awayekî nû bi hev re têkevin nav tekiliyê û endamên laş dirist bikin.
--Çînên diristker ên embriyoyê--
    Çînên diristker ji xaneyên bineratî (bi înglîzî:stem cells) pêk tên. Ango li gor çalakbûna cora genên liser kromozomên xanayan, di xaneyên çînên diristker de gorankarî rû dide, xane diguherin bo şane û endamên laş.
Çîna derve (Çîna ektoderm)
    Çîna derve (bi înglîzî:ectoderm layer) ya embriyoya mirov diguhere bo diristkirina mû,epîdermîsa çerm, nînok, rijênên xwêdanê, korniye ya çav,hawêneya çav, rûkeşeşaneya (di rûpoş an jî navpoşê şaneyan de) endamên hestê, navpoşê kelêna difinê, navpoşê dev,çîna mîna ya diranan, navpoşê coga komê (bi înglîzî: anal canal). Herwisa koendama demarê(demax, dirkepetik,demar, xaneyên Schwann hwd),rûkeşeşaneya rijênê hîpofîz û kiroka rijenê adrenal jî ji aliyê xaneyên çîna derve ve tên çêkirin.
Çîna naverast (Çîna mezoderm)
    Xaneyên çîna naverast di ajalên birrbirredar(vertebrates) de diguhere bo diristkirina masûlke, besterşane,piştebendik (bi înglîzî:notochord), xwîn, kirkirk, hestî,moxê hestî,şaneya lîmfê. Herwisa rûkeşeşaneya navpoşê lûleyên xwînê,lûleyên lîmfê,navpoşê kelênên laş, gurçik, malzarok, endamên zaûzê, tûkila adrenalê û dermîsa çerm ji aliyê xaneyên çîna naverast ve tên diristkirin.
Çîna navî (çîna endoderm)
    Çîna navî rûkeşeşaneyên navpoşê gewrî, coga ostakî,aloq,rijênê tîroîd,rijênê paratîroîd û rijênê tîmus dirist dike. Herwisa rûkeşeşane ya qirrikê, ya borrîhewa û pişikan, ya coga herisê (ji bilî dev û komê), ya mîzdankê, ya zêyê û malzarokê jî ji aliyê çîna navî ve tên diristikirin. Rijênên wek pankreas û kezeb jî ji vê çînê tên diristkirin.
*Ev xebat li ser wikipediyaya kurdî jî hat zêdekirin.







2022/03/23

Paşragihandina erenî

 

    Paşragihandina erenî (bi înglîzî: positive feedback); mekanîzmayek taybet e ko bi xurtkirina bandora kartêkirê, lezandin an jî bihêztirkirina zîndeçalakiyê dabîn dike.
    Ji rijênek derdana hormon, di laş de bersîvek sirûştî peyda dike. Hin pêkhateyên vê bersîvê bi ragihandinên xwe bi awayekî rasterast an jî nerasterast bandor dikin li ser heman rijênê hormonçêker, ev rewş wekî paşragihandin tê navkirin. Di laşê zîndeweran de koendama hormonan û koendama demar, bi hev re bo çerxa paşragihandinê kar dikin. Di piraniya paşragihandinan de erkê sereke yê hormonan e. Lê di laşê mirov de hin çerxên paşaragihandinê tenê bi navbeynkariya koendama demarê rû dide. Wekî mînak; germahiya laşê mirov bi mekanîzmaya paşaragihandinê tê rêkxistin. Di rêkxistina germahiya laş de ne hormon lê koendama demar kar dikin bo dabînkirina hevsengiyê.
Du corê paşragihandinê heye; paşragihandina neyînî û paşragihandina erenî
    Paşragihandina neyînî ji bo rêkxistina hevsengiya navekî kar dike. Bi bandora paşragihandina neyînî aresteya çalakiyê diguhere. Ango heke tiştek di laş de zêde bûye, wê kêm dike, na heke kêm bûye wê zêde dike û asta wê tiştê nêzîkê xala asayî dike. Di laşê zîndeweran de piraniya zîndeçalakî bi paşragihandina neyînî tên kontrolkirin.
--Rêbaza paşragihandina erenî--
    Berevajiyê paşragihandina neyînî, paşragihandina erenî di laşê mirov de hevsengiyê rêk naxe, lêza çalakiyê kêm nake, lê bandora kartêkirê xurt dike. Ango erkê paşragihandina erenî, ne ji bo dabînkirina sabitmayina rewşa laş û hevsengiya navekî ya laş e. Di mekanîzmayên paşragihandina erenî de bandora kartêkira destpêkê gav bi gav zêde dibe, loma her ko kartêkir çalakiya xwe didomîne, di şane an jî endama armanc de bertek jî her ko diçe zêde dibe.
Paşragihandina erenî bandor li ser çalakiya destpêkirî dike, ango zîndeçalikiyê ji nûve nade destpêkirin. An berdewamiya çalakiyê dabîn dike an jî leza çalakiyê zêde dike bi vî awayê çalakiyê taw dike (bi înglîzî: to accelerate)
Di laşê zîndeweran de hejmara zindeçalakiyên ko bi navbeynkariya paşragihandina erenî rû didin, hindik in.
--Mînakên paşragihandina erenî di laşê mirov de--
Hin mînakên paşragihandina erenî di laşê mirov de:
• Di dema birîndarbûyînê de rûdana xwînmeyînê,
• Di dema zayînê (zarokanîn) de girjbûna masûlkeyên malzarokê.
• Kontrola derdana şîrê dayikê bi şîrmijîna dergûşê
• Kontrola hêkdanê bi zêdebûna rêjeya hormona êstrocênê
    Dema di laş de birindarbûn rû dide, lûleyên xwînê dipelixin an jî diqelişin. Di nav xwînê de perikên xwînê (bi latinî: platelets) heye. Perikên xwînê li derdora beşa ziyangirtî de kom dibin. Derdanên kîmyayî yên ji perikên xwînê bi paşragihandina erenî hê pirtir perikên xwînê li ser xwe kom dikin. Paşê koma perikan bi rêzeçalakiyên kîmyayî, bi meyîna xwînê, li ser birînê qalikek ava dikin û rê li ber xwînberbûnê tê girtin.
    Dema zayînê (zarokanîn) ji ber paldana serê dergûşê, li dîwarê stuyê malzarokê de pesto peyda dibe, pesto wekî kartêkirek kar dike. Wergirên li stuyê malzarokê(bi latînî: cervix) kartêkirê ber bi demaxê dişîne. Ji demax, hormona oksîtosîn (bi grekî: oxytocin) tê derdan bo girjbûna malzarokê. Girjbûna malzarokê pestoya li stuyê malzarokê zêdetir dike, pestoya stuyê malzarokê jî dîsa wergiran han dike ko ji hîpotalamusê hê pirtir oksîtosîn were berhemkirin û bi navbeynkariya hîpofîzê were derdan. Derdana oksîtosînê masûlkeyên malzarokê hê pirtir girj dike, masûlkeyên girjbûyî, dergûşê ber bi zêyê pal didin. Bi vê awayê masûlkeyên stuyê malzarokê hê pirtir vedikêşin, pestoyek hê zêdetir peyda dibe, ev pesto jî dîsa ji aliyê wergiran ve ber bi demax ve tê şandin. Ev çerx heta dawiya zayîna dergûşê didome. Piştê zayînê, kartêkir (vekêşina stuyê malzarokê) namîne, loma derdana oksîtosînê jî radiweste. Di vê mînakê de em dibînin ko paşragihandina erenî alîkarî dike bo temambûna çalakiyê, heke masûlkeyên malzarokê bi têra xwe girj nebin, zayîna dergûşê (çalakî) jî temam nabe.
    Şîrê dayikê jî bi paşragihandina erenî tê derdan. Li derdora gopika memikê de wergir hene. Gava dergûş memik dimije, wergir sinyal dişînin hîpotalamusê. Hîpotalmus, hîpofîza pêş han dike bo derdana prolaktînê, hîpofîza paş jî han dike bo derdana oksîtosînê. Ev herdu hormon bi navbeynkariya xwînê digihîje memikan. Prolaktîn berhemkirina şîr, oksîtosîn jî derdana şîr rêk dixe. Her ko şîr tê derdan, dergûş jî memikan dimije û hîpotalamusê han dike. Bi vê awayê çerxa paşragihandina erenî didome heta ko di memikan de şîr nemîne an jî dergûş dev ji mijînê berde, paşê derdana şîr diqede.
    Di qonaxa çikildanê ya çerxa mehane de ji ber hormona derpirandinê, ji hîpofîza pêş hormonên FSH û LH tê derdan. Hormona FSH û LH di hêkdankê de bandor li çikildanan dike û perisîna çikildnan dest pê dike. Ji xaneyên granuloza yên çikildanan, hormona êstrocen tê derdan. Êstrocen bi paşragihandina erenî bandor li hîpotalamusê dike ko hê pirtir ji hormona derpirandina der bide. Bi derdana hormona derpirandinê hê pirtir FSH û LH ji hîpofîzê tê derdan. Derdana FSH û LH jî dibe sedema derdana hê pirtirîn êstrocen. Ev rewş dibe sedema zêdebûna xestiya LHyê. Çerxa paşragihandina erenî heta hêkdananê didome.
*Ev xebat li ser wîkîpediyaya kurdî jî hat zêdekirin.




2020/11/22

Çêja tal

 

Çêja tal an jî tama tal, yek ji pênc corên çêjê ye.

Mirov bi navbeynkariya xaneyên çêjewergir ên nav çêjegopkeyan da, çêja şîrîn, çêja şor, çêja tirş, çêja umamî û çêja tal hest dike. Çêjegopke li ser rûyê ziman de di nav goçkeyan de an jî bi awayek serbest, li ser esmanê dev, gewrî û li ser zimanê kirkiragî de cih digirin. Ji boy nasîna çêjan, divê molekulên çêjdar di nav lîkê de bihele û bikeve nav çêjegopkeyan.
Taybetiya çêja tal
Bi gelemperî heke çêja xurekek hinekî şor, şîrîn an jî tirş be, xurek hê tamxweş dibe. Lê ji boy çêja tal rewş ne heman e. Heke di nav xurekek de çêja tal hebe, ji taliya xurekê mehdê mirov tê girtin û mirov dev ji xwarina wê xurekê ber dide.
Ne hertim, lê bi gelemperî xurekên jêhrdar tal in. Wergirên xaneyên jo boy çêja tal dikare heta 100 molekulên çêjdar ên ji hev cuda binase û ji hev derxe. Bi vî awayê jiyana mirov ji xurekên jêhrdar tê parastin.
Asta derîzankê (bi îngilîzî: threshold level) ya hestê çêjtinê li mirov, ji boy çêja tal, gellek nizm e. Di nav xurekan de bi rêjeyek pir hindik ji awêteyên tal hebe, koendama çêjtinê ya mirov, dîsa jî dikare bi hêsanî çêja tal binase. Wekî mînak, awêteyek bi navê kînîn(quinine), yek ji awêteyênherî tal e. Kînîn ji qaşilê darek bi navê dara sînçonayê (cinchona)tê bi destxistin. Heke di nav xurek de xestiya kînînêbi rêjeya serê lîtreyek 25 mîkromolar (25 μmol/L) an jî zêdetir be, mirov dikare taliya xurekê hest bike.
Lê asta derîzankê ya ji boy çêja şirîn li gor çêja tal, gellek bilind e. Wekî mînak, heke di nav xurek de rêjeya xestiya şekirê çayê (sukroz) ji 10000 μmol/L kêmtir be, wê gavê şîrîniya xurekê nayê hestkirin. Herwisa gava li mirov çêja tal peyda dibe, taliya devê mirov li gor çêja tirş, şor û şîrîn hê derengtir winda dibe.
Bi taybetî du komên awêteyan endamî (bi îngilîzî: organic compaunds) dibin sedema peydabûna çêja tal. A yekem, awêteyên endamî yên ji zincîrek dirêj pêk tên û azot(N) lixwe digirin, a duyem, koma alkaloîdan e.
Alkaloîd ji riwekan tê bi destxistin. Wekî mînak, nîkotîna nav tûtina cixarê, kafeîna nav qehwê an jî kînîn (quinine) madeyên alkaloîd in. Her wisa taliya hin derman jî ji ber hebûna alkaloîdan e. Wekî mînak aspirîn alkaloîd lixwe digire loma çêja aspirînê tal e.
Rêbaza hestkirina çêja tal
ji boy têgihîştina çêja tal, molekula çêjdar bi wergirên taybet ên çêjewergirê ve girêdan ava dike. Navê van wergiran “wergirên bi proteîna-G ve gêrêdayî” ye (bi îngilîzî: G-protein-coupled receptors). Ji boy naskirina çêja şîrîn yek, lê ji boy naskirina çêja tal, ji 30yê zêdetir cor wergir li ser çêjewergirên mirov de cih digirin.
Gava molekulên çêja tal (peyambera seratayî) bi wergirên ser parzûna xaneya çêjewergir ve girê dibin, binebeşên protina-G ji wergirê diqetin û belavê nav sîtoplazmayê dibin. Binebeşên proteîna-G di nav xaneya çêjewergir de peyambera duyem dide destpêkirin, pêştê rêzereaksiyonan, cogên potasyumê tê girtin ko potasyumên nav sîtoplazmayê, dernekevêndervayê xaneya çêjewergir. Di heman demê de retîkûlûma endoplazmî jî kalsîyum (Ca+2) der dide nav xaneyê. Bi vî awayê di xaneya çêjewergir de berevajîbûna cemsergiriyê rû dide. Ji xaneya çêjewergir demareguhêzer tê derdan. Demareguhêzer jî demarexaneyên hestê çalak dike û erkêkar dide destpêkirin. Ango sînyalên kîmyayî yên ji molekula çêja tal te veguherandin boy sinyalên elektrîkê. Sînyal bi şeweyê demareragihandin ber bi mejî ve tê şandin.
* Ev xebat li ser wîkîpediyaya kurdî jî hat zêdekirin