Celadet Alî Bedîrxan

Me zanî ko xweseriya me, di zimanê me de ye û em bi tenê bi hînbûna xwendin û nivîsandina zimanê xwe û parastina wî, di civata miletan de, wek miletekî xweser dikarin bijîn û payedar bin.
Celadet Alî Bedîrxan (1893-1951)
Showing posts with label navik. Show all posts
Showing posts with label navik. Show all posts

2023/12/09

Wergeran

 


    Pêvajoya çêkirina proteînan bi xwendina zanyariyên bomaweyî yên di zincîra ARN-peyamber de bi şeweyî kodon şîfrekirî, wekî wergeran (bi înglîzî: translation) tê navkirin.

2 ji 3 beşên madeyên endamî yên xaneyê ji proteînan pêk te. Ji bo çêkirina proteînan xane gelek enerjî û madeyên xav xerc dike. Dema di xaneyê de bi têra xwe xurek an jî enerjî tune be, xane nikare çêkirina proteînan di asta asayî de bidomîne

--Taybetiyên bingehîn ên wergeranê--

Piştê libergirtinê, zanyariyên li ARN-peyamber a ji ADN-yê hatiye kopîkirin, ji bo avakirina rêzeyek taybet a firêpeptîd (bi înglîzî: polypeptide) tê bikaranîn. Ji bo wergeranê, ARN-peyamber wekî qalib kar dike. Wergeran di rîbozoman de rû dide. Bi wergeranê, asîdên amînî di rîbozomê de, li gor zanyariyên bomaweyî yên ADN-yê ko bi qonaxa libergirtinê bi şêweyên rêzeya kodonan derbasî ARN-peyamberê bibûn, bi rêzeyek taybet bi hev re tên girêdan û polîpeptîdek peyda dibe. Çêbûna bendên peptîdî yên navbera asîdên amînî yên polîpeptîdê ji aliyê ARN-rîbozomî ve tê hankirin. Asîdên amînî yên bo çêkirina poroteînek nû ji sîtoplamaya xaneyê tê bi destxistin.

Dema wergeranê, bazên (nukleotîd) ARN-peyamberê sisê bi sisê tên xwendin. Li zincîra ARN-peyamber de rêzeya sê nukleotîdên li dû hev, wekî kodon tê navkirin. Kodon asîdek amînî destnîşan dike, ango kodon ji bo asîda amînî şîfre ye. Wekî mînak kodona ji bo asîda amînî ya fenîlalanîn, 5'- UUC- 3' ye.

Sedema ko kodon ne yek an jî du, lê ji sê bazan pêk tê, bi matemetîkê hê baştir tê şîrovekirin. Çar cor baz (A,U,G,C) di pêkhateya ARN-peyamberê de cih digirin. Di xaneyê de herî kêm 20 cor asîda amînî heye. Ango divê herî kêm 20 cor şîfre hebe ko her asîdek amînî were şîfrekirin. Heke ji bo şîfrekirina asîdek amînî yek nukleotîdek (baz) bihata bikaranîn wê gavê tenê 4 şîfre peyda dibû û 16 asîdên amînî nedihatin şîfrekirin (A= sîda amînî ya yekem, U= aa ya duyem, G= aa ya sêyem û C= aa ya çarem).
Heke du baz ji bo şîfrekirinê bihatina bikaranîn, (4*4) wê gavê 16 şîfre dihat bidestxistin, lê şîfrekirina çar asîdên amînî rû nedida. (AA= asîda amînî ya yekem, AU= aa ya duyem, AC= aa ya sêyem, AG= aa ya çarem, UU= aa ya pêncem, UA aa ya şeşem......)
Heke ji bo şîfrekirinê 3 cor baz werin bikaranîn (4*4*4), vê gavê 64 şîfre tên bidestxistin. Ev hêjmar jî ji bo 20 corên asîda amînî têr e.

Li ser zincîra ARN-peyamberê de; rêzeya kodonên ji bo destnîşankirina asîdên amînî, kodona destpêk û kodona westanê bi tevahî wekî “koda bomaweyî” (bi inglîzî: genetic kod) tê navkirin. Koda bomaweyî ji 64 kodonan pêk tê. 61 kodon pişkdar in ji bo diyarkirina asîdên amînî. 3 kodon, kodonê westan (westanekodon) in. Westanekodon kar dikin bo rawestandina kirdarê wergeranê û tu asîdek amînî diyar nakin, loma ji bo kodona westan, dijekodon tune. Kodonek koda bomaweyî jî wekî “kodona destpêk” tê navkirin, kodona destpêk asîda amînî ya metîonîn destnîşan dike.

Kodonek dikare tenê yek cor asîdek amînî diyar bike. Lê du an jî zêdetir cor kodon dikarin bo heman asîda amînî şîfre bidin. Wekî mînak kodona GGU bo asîda amînî ya glîsîn şîfre ye. Lê glîsîn ne tenê ji aliyê kodona GGU ve tê şîfrekirin. Kodonên GGC, GGA û GGG jî şîfre didin glîsînê.

Xaneyên bakteriyan navik lixwe nagirin, ADN û rîbozomên wan di nav sîtoplazmayê de cih digirin, loma hê ko libergirtin bi dawî nebûye, li ARN-peyamberê wergeran jî dest pê dike. Di xaneyên navikrasteqînan de libergirtin di navikê de rû dide, ARN-peyamber derbasî sîtoplazmayê dibe, paşê wergeran dest pê dike.

Di xaneyên navikrasteqîn (êkaryot) de her ARN-peyamberek tenê ji bo çêkirina yek corek proteîn şîfreya zanyariyên bomaweyî lixwe digire. Rîbozom kulavê 5′ nas dike, li ser ARN-peyamberê ber bi serê 3′ cih diguherîne, gava rastê kodona AUG yê tê, wergeran dest pê dike, şîfre ji bo çêkirina proteînek tê bikaranîn. Ango ji bo her corek proteîn, ARN-peyamberek bi genek taybet şîfrekirî tê avakirin.

Piştî gavên libergirtin û wergeranê, molekula ko ji rêzeya asîdên amînî peyda dibe, bi eslê xwe ne proteîn, lê firepeptîd( polîpeptîd) e. Proteîn dibe ko ji gorana yek an jî zêdetir firepeptîdan pêk were. Hinek proteîn ji du an jî zêdetir firepeptîdên wekhev pêk tê, ango ji bo çêbûna proteînê yek gen şîfre dide ARN-peyamberê. Hinek proteîn jî ji du an jî zêdetir cor firepeptîdan pêk tên,hejmara cora genên ji bo çêbûna van proteînan kar dikin, bi qasî hejmara coro firepeptîdên wê proteînê ne. Wekî mînak hemoglobîn proteînek taybet e di xirokên sor ên xaneyên xwînê de. Hemoglobîn ji çar fireptîdan pêk tê (du firepeptîdên α û du firepetîdên β) . Ango ji bo çêbûna proteîna hemoglobînê, pêdivî bi du cor gen û çar firepeptîdan heye

Di pêvajoya wergeranê de li gel ARN-peyamber, pêdivî bi rîbozom, ARN-guhêzer, asîda amînî, hin hokarên proteînî (hokarên destpêkirinê, hokarên dirêjbûne, hokarên berdanê) û hinek enzîman heye.

--Rîbozom--

Rîbozom ji bo wergera koda bomaweyî û çêkirina firepeptîdê, ARN-peyamber a qalib, ARN-guhêzer, û firepetîda nû tê çêkirin bi hev re digire.

Rîbozom ji proteîn û ARN-rîbozomî pêk tê. Her rîbozomek ji du binebeşan pêk tê, binebeşa gir û binebeşa piçûk. ARN-rîbozomî bi proteînên taybet ve yek dibe û pêkhateya bi navê “rîbonukleoproteîn“ peyda dibe. Herdu binebeşên rîbozomê ji rîbonukleoproteîn pêk tên. Dema çêkirina proteîn dest pê dike, herdu binebeş yek dibin û rîbozom peyda dibe.

Rîbozomên, herwiha binebeşên navikrasteqînan ji yên bakteriyan girtir in. Rîbozomên navikrasteqînan 80S in, ji binebeşên 40S û 60S pêk tên, ên bakteriyan jî 70S in û ji binebeşên 30S û 50S pêk tên. Lê ribozomên hemû zîndeweran ji bo çêkirina proteînan, bi heman awayî kar dikin. Dema çêkirina proteînê de rîbozom, di navbera dijekodona ARN-guhêzer û kodona ARN-peyamber ve hevgirtin û guncanîtiyê hêsantir dike.

Li gel rîbozomên serbest ên di nav sîtoplazmayê, rîbozomên li ser retîkûlûma endoplazmî ya zivir jî dikarin zanyariyên li ser ARN-peyamberê wergerînin û proteîn çêkin. Proteîna nûçêbûyê dibe ko di nav sîtoplazmayê de bimîne û ji bo çalakî an jî pêkhateya xaneyê were bikaranîn. Rîbozomên li ser retîkûlûma endoplazmî, proteînên nûçebûyî dişînin nav retîkûlûma endoplazmî, proteîn li wir li gor erkê xwe tên guhertin.

Şikil û pêkhateya taybet a rîbozomê ji ber erkê wê ye. Du erkên bingehîn ên rîbozomê heye, vekirina şîfreya ARN-peyambera hatiye kopîkirin û avakirina bendê peptîdî.
Vekirina şîfre (deşîfre), li binebeşa piçûk a ribozomê de rû dide. Ji bo avakirina bendên peptîdî, pêdivî bi enzîma peptîdîl tranferaz (bi înglîzî:peptidyl transferase) heye, ev enzîm di binebeşa gir a rîbozomê de cih digire. Ji bo her asîdek amînî enzîmek peptîdîl transferaz heye.
Li ser rîbozomê çar qadên ji bo girêdanê heye. Qadek (cih) ji bo gêrêdana ARN-peyamber, sê qad jî ji bo girêdana ARN-guhêzer e.

ARN-guhêzer a hilgirê asîdek amînî ji sîtoplazmayê tê rîbozomê û bi qada-A (bi înglîzî: A site, aminoacyl site) ve tê girêdan.
Qada-P (bi înglîzî: P site, peptidyl-tRNA site) ARN-guhêzerê bi zincîra firepeptîda tê çêkêrin ve digire.
ARN-guhêzer a asîda amîniya xwe li zincîra firepeptîdê zêdekiriye, ji qada-E (bi înglîzî: E site, exit site) rîbozomê diterikîne.
Di rîbozomek de her carê tenê du ARN-guhêzerên bi asîda amînî barkiri cih digire.(Di qada- A û di qada-P)


--ARN-guhêzer (ARN-g)--

Kodonên molekula ARN-peyamber ji bo asîdên amînî şîfre ne, lê ARN-peyamber nikare rasterast asîdên amînî yên bi şîfreyê hatiye diyarkirî nas bike û bi wan re girêdan ava bike. Ango ji bo zanyariyên di ARN-peyamberê bo çêkirina proteînan were bikaranîn, pêdivî bi molekulek navbeynkar heye, ev molekul jî ARN-guhêzer e.
Asîdên amînî yên nav sîtoplazmayê, li gor rêzeya şîfreyên ARN-peyamberê, ji aliyê ARN-guhêzer ve ji bo avakirina zincîrek firepeptîd tên guhaztin bo rîbozoman.
Di pêvajoya wergeranê de, xane peyama bomaweyî şîrove dike, û li gor wê firepeptîdek ava dike. Peyama bomaweyî di molekula ARN-peyamber de bi şeweyî rêzeyên kodonan in. ARN-guhêzer jî werger in. Xane di sîtoplazmaya xwe de hertim ji hemû 20 corên asîdên amînî, bi têra xwe embar dike. ARN-guhêzer ji sîtoplazmaya xaneyê, asîdek amînî hildigire û diguhazîne ribozomê. Rîbozom asîdên amînî bi hev re girê dide û rêzeyek taybet a zincîrek firepeptîd peyda dibe.

Molekulên ARN-guhêzer ne yek cor in, her corek ARN-guhêzer kodonek taybet a ARN-peyamberê werdigerîne bo asîdek amînî ya taybet. Gava ARN-guhêzer nêzikê rîbozomê dibe, kotahiya serê 3' yê ARN-guhêzer bi asîdek amînî ya taybet ve girêdayî ye, serê din jî sêyaniya nukleotid ên bi nave dijekodon lixwe digire. Dijekodon temamkerê kodona ARN-peyamber e û li gor koda bomaweyî, her dijekodonek asîdek amînî li firepeptîdê zêde dike an jî wergeranê radiwetstîne. Wekî mînak, kodona UUU ya ARN-peyamber wekî şîfreya bo asîda amînî ya fenîlalanîn tê wergerîn. Ji bo wê kodonê nukleotîdên temamkerên ARN-guhêzer AAA ye, ango dijekodona AAA û kodona UUU temamkerê hevdu ne. ARN-guhêzer a ko dijekodona AAA lixwe digire, di kotahiya serê 3' de asîda amînî ya fenilalanin hildigire.

--Çalakkirin û guhaztina asîda amînî--

Ji bo çêkirina firepeptîdek bi rêzeyek diyarkiri, divê du mercên bingehîn ên kîmyayî werin bicihanîn.
1. Ji bo hêsankirina avakirina bendên peptîdî, divê koma karboksîlî ya her asîdek amînî were çalakkirin.
2. Divê di navbera her asîdek amînî ya nû û zanyariya di ARN-peyamber de şîfrekirî de girêdanek were avakirin.
Di qonaxa destpêka çêkirina proteîn de, bi girêdana asîda amînî ya bi ARN-guhêzer ve ev herdu merc tênin cih.
Girêdana asîda amînî ya rast a bi ARN-guhêzera rast ve gelek girîng e. Ev bûyer ne di rîbozomê de, lê di sîtoplazmayê de rû dide. Ji 20 asîdên amînî her yek, bi xerckirina enerjiya ATP, bi ARN-guhêzerek taybet ve bi bendên hevbeş (kovalendî) tê girêdan. Ji bo gêrêdanê, enzîma amînoasîl ARN-g sentetaz (bi înglîzî: aminoacyl tRNA synthetases) kar dike. ARN-guhêzera bi asîda amînî ve girêdeyî, wekî ARN-guhêzera bargeyî (bi inglîzî: charged tARN) tê navkirin.


Ji bo girêdana asîdek amînî bi ARN-guhêzer ve, herî kêm corek ji amînoasîl ARN-guhêzer sentetaz kar dike. Ango di xaneyê de ji zêdetirê 20 corên vê enzîmê heye. Hejmara cora enzîma amînoasîl ARN-g sentetaz di hemû corên zîndeweran de ne yek e.
Her yek ji ARN-g sentetaz navê xwe ji asîda amînî ya taybet a bi ARN-guhezerê ve tê girêdan digire. Wekî mînak, alanîl ARN-g sentetaz, asîda amînî ya alanînê nas dike û wê bi yek ji çar ARN-guhêzerên bi dijekodona alanînê (CGA,CGG,CGU,CGC) ve girê dide

Enzîma amînoasîl ARN-g sentetaz bi çar gavên serekî asîdek amînî bi ARN-guhêzer ve girê dide.

1. Asîda amînî ya taybet û ATP (adenozîna sê fosfatî) bi enzîmê ve tên girêdan. Asîda amînî bi ATP-yê ve dikeve reaksiyonê, serê koma karboksîlî ya asîda amînî bi AMP (adenozîna tek fosfatî) ve tê girêdan. Di heman demê de du fosfat bi şêweyî pîrofosfat (bı inglizi: pyrophosphate) tên berdan. Di navbera asîda amînî û AMP-yê de bendên bi enerjiya asta bilind ava dibe.Pêkhateya ji asîda amînî û AMP pêk tê, wekî asîda amînî ya çalakkirî tê navkirin.

2. Asîda amînî ya çalakbûyî, bi enzîme ve girêdayî dimîne, paşê ARN-guhêzer jî bi enzîmê ve dibeste.

3. Asîda amînî ji AMP tê cihêkirin û tê guhaztin bo serê 3′ yê ARN-guhêzerê. Bi vî awayî ARN-guhêzera bargeyî peyda dibe û AMP ji enzîmê cihê dibe. Asîda amînî ya bi ARN-guhêzer ve girêdayî hin caran wekî amînoasîl ARN-g (bi înglîzî:aminoacyl–tRNA) jî tê navkirin.

4. ARN-guhêzera bargeyî (amînoasîl ARN-g) ji enzîmê tê berdan

Wergeran jî wekî mîna libergirtinê ji sê pêngavên sereke pêk tê, destpêkirin, dirêjbûn û dawîbûn. Pêdiviya hersê pêngavan jî bi hokarên proteînî heye. Herwisa di hinek qonaxên destpêkirin û dirêjbûnê de pêdivî bi enerjiyê jî heye. Enerjî ji hilweşîna GTP (guanozîna sêfosfatî) û ATP tê bidestxistin.

--Destpêkirin--

Ji bo qonaxa destpêkirinê, pêdivî bi rîbozom, hokarên destpêkirinê, ARN-peyamber, ARN-g destpêker û enerjiya ji GTP (guanîna sê fosfatî) heye.

Qonaxa destpêkirinê; ARN-peyamber, ARN-guhêzer a hilgirê asîda amînî ya yekem û herdu binebeşên rîbozomê tîne ber hev.

Pêvajoya destpêkirinê cihê kodona rast a wê wergeran dest pê bike diyar dike, bi vî awayî li dawiya wergeranê firepeptîdek bi asîdên amînî yên di rêzeya rast de peyda dibe.

Gava yekem a destpêkirinê de ARN-peyamber li aliyê serê 5' bi binebeşa piçûk a rîbozomê ve girê dibe. Di xaneyên navikrasteqîn de kulavê 5' alîkariya binebeşa piçûk dike ko bi ARN-peyamberê ve were girêdan.
Binebeşa piçûk li ser ARN-peyamberê ber bi serê 3' ve diçe, heta ko rastê kodona AUG were. Ji bo çêkirina proteîn (firepeptîd) AUG kodona destpêk e .
ARN-guhêzerek taybet a destpêker jî bi kodona destpêkê girê dibe. Di xaneyên navikrasteqînan de ARN-guhêzer a destpêker, asîda amînî ya metîonîn hildigire, bi dijekodona xwe ya UAC, bi kodona AUG ya destpêk ve dibeste.

ARN-peyambera bakteriyan kulavê 5' lixwe nagire, lê beşek taybet a bi navê “cihê girêdana rîbozomê” lixwe digire. Cihê girêdana rîbozomê (bi înglîzî: ribosome-binding site ) wekî “rêzeya Shine-Dalgarno”jî tê navkirin. Cihê girêdana rîbozomê 5 - 9 nukleotîdên berê (jorê) kodona AUG de ye .Wekî mînak, li ser ARN-peyamber a bakteriya E. coli de, cihê girêdanê bi rêzeya 5′-AGGAGGU-3′ e. Binebeşa piçûk a rîbozomê li wir girê dibe û bi vî awayî cihê kodona destpêkirinê diyar dibe.

Di xaneya bakteriyan de ARN-guhêzera destpêker corek din a metîonînê hildigire. Ji asîda formîlî, koma formîl bi koma amînî ya metîonîn ve girê dibe û fMet (N-formylmethionine) peyda dibe. Herwisa di xaneyên bakteriyan de sê cor proteînên hokara destpêkirinê (IF1, IF2 û IF3) kar dikin, lê di xaneyên navikrasteqînan de bi qasî 10 corên hokara destpêkirinê heye (eIF2 (3 binebeş), eIF3, eIF4 (4 binebeş), eIF5).
Wekî gava duyem, binebeşa gir a rîbozomê û binebeşa piçûk yek dibin û rîbozoma çalak peyda dibe. ARN-guhêzer a destpêker di qada-P ya rîbozomê de cih dibe.

--Dirêjbûn--

Di qonaxa dirêjbûnê de asîdên amînî yek bi yek li ser zincîra polîpeptîdê tên zêdekirin. Rêzeya peptîdê ji ji aliyê rêza kodonên ARN-peyamberê ve tê diyarkirin. Qonaxa dirêjbûnê ji sê gavên serekî pêk tê;
1. Li qada- A yê de girêdana ARN-guhêzera bargeyî
2. Avakirina bendê peptîdî
3. Cihguhertin (bi înglîzî: translocation)

Dijekodona ARN-guhêzerek nû ya bi asîdek amînî barkirî, bi kodona ARN-peyamber ve di qada-A ya rîbozomê de tê girêdan. Ji bo girêdana kodon û dijekodona guncav, proteînên bi navê “hokarên dirêjbûnê” alîkarî dikin. Di xaneya bakteriyan de sê cor hokarên dirêjbûnê heye(EF-Tu, EF-Ts û EF-G).Herwisa xanyên navikrasteqîn jî ji hokarên dirêjbûnê sê cor lixwe digirin(eEF1α, eEF1βγ û eEF2). Heke dijekodona rast di qada-A de cih bûbe, wê gavê di navbera asîda amînî ya qada-P û ya qada-A de bendê peptîdî ava dibe û dîpeptîdek çêdibe. Dîpeptîd xwe bi ARN-guhêzer a qada-A ve girê dide. Paşê bi alîkariya hokarek dirêjbûnê, rîbozom li ser ARN-peyamberê ber bi serê 3' ve piçek dilive û cihê xwe bi qasê kodonek diguherîne. Ji bo cihguherînê (bi înglîzî: translocation) pêdivî bi hokarek dirêjbûnê û bi enerjiya GTP heye.
Bi livîna rîbozomê kodona destpêkê di qada-E de cih dibe û ARN-guhêzer a destpêk, rîbozomê diterikîne. Kodona duyem di qada-P de cih dibe. Qada-A jî ji aliyê kodona sêyem ve tê tijîkirin. Dijekodona ARN-guhêzer a nû ya asîdek amînî hilgirtî, di qada-A ya rîbozomê de bi kodona sêyemîn a ARN-peyamber ve tê girêdan. Bi vî awayî asîdên amînî yek bi yek li asîda amînî ya destpêk tên zêdekirin.

Di rîbozomê de leza zêdekirina asîdek amînî li ser zincîra firepeptîdê, wekî rêjeya wergeranê (bi înglîzî: translation rate) tê navkirin. Di germahiya 37°C de rêjeya wergerana bakteriyan di çîrkeyek de bi qasî 15 asîdên amînî ye. Di xaneyên navikrasteqîn de leza wergeranê hêdî ye, wekî mînak di xirokên sor ên xaneyên xwînê de rêjeya wergeranê di çîrkeyek de 2 asîdên amînî ye.

--Dawîbûn--

Di qonaxa dirêjbûnê de heke yek ji kodonên UGA, UAG, UAA di qada-A ya rîbozomê de cih bibe, dirêjbûn radiweste. Ji ber ko kodonên UGA, UAG, UAA asîdek amînî diyar nakin, ango ji bo asîdek amînî şîfre lixwe nagirin, êdî asîdek amînî ya nû li firepeptîdê nayê zêdekirin. Ev hersê kodon wekî westanekodon tên navkirin. Kodona westanê ne ji aliyê ARN-guhêzerek lê ji aliyê proteînek a bi navê “hokara berdanê” (bi înglîzî: release factor) ve tê naskirin.

Qonaxa dawîbûnê di bakterî û xaneyên navikrasteqînan de bi heman awayî rû dide. Lê bakterî ji bo nasîna kodona westanê du cor hokarên berdanê (RF1 û RF2) bi kar tînin, xaneyên navikrasteqîn tenê yek hokarek (eRF ) lixwe digire.
Di xaneya bakteriyê de RF1 kodona UAA an UAG nas dike. RF2 jî kodona UUA an UGA nas dike.

Gava hokara berdanê li ser kodona westanê ya li qada -A girê dibe, enzîma peptîdîl transferaz (bi înglîzî: peptidyl transferase) çalak dibe. Peptîdîl transferaz li dewsa asîdek amînî, molekulek avê li peptîdîl-ARN-guhêzerê zêde dike. Ev reaksiyon kotahiya karboksîlî ya firepeptîdê ji ARN-guhêzera di qada-P yê hildiweşîne. Zincîra firepeptîd a nûçêbûyî, ARN-guhêzer û ARN-peyamber rîbozomê diterikînin, herdu binebeşên rîbozomê ji hev cihê dibin.

--Polîrîbozom--

Bi gelemberî ne yek lê gelek rîbozom di heman demê de li ser heman ARN-peyamberê de karê wergeranê bi rêve dibin, ev rewş wekî polîrîbozom an jî polîzom tê navkirin. Polîzom li gel xaneyên navikrasteqînan, di xaneya bakterî de jî rû dide.
Di wêneyên bi mîkroskoba elektronî ya xaneyan de li ser ARN-peyambera tê wergerandin de rîbozom bi şeweyî guşî xuya dibin.

--Di mîtokondrî û kloroplast de çêkirina proteînan--

Di xaneyê de ji bilî sîtoplazmayê, endamokên mîtokondrî û kloroplast jî dikarin ji bo xwe hinek proteîn çêbikin.
Kromozom û rîbozomên mîtokondrî û kloroplastan dişibe yên bakteriyan. Loma di van endamokan de pêvajoya çêkirina proteînan dişibe ya naviksereteyiyan (prokaryot). Lê mîtokondrî û kloroplast nikarin hemû proteînan berhem bikin, piraniya proteînên xwe ji sîtoplazmayê werdigirin. Di xaneyên memikdaran de mîtokondrî dikare bi qasî 10 cor proteîn çêbike. Riwek dikarin di kloroplastên xwe de bi qasî 50 cor proteîn çêbikin.

*Ev xebat li ser wîkîpediyaya kurdî jî hat zêdekirin.
https://ku.wikipedia.org/wiki/Wergeran_(biyoloj%C3%AE)



2022/12/13

Karyotîp

 

  



 Wêneyên bi mikroskopa ronakî hatiyê girtin ko tê de cotên kromozoman li gor qebare, dirêjî, şêwe û cihê sentromerên xwe, ji cota dirêj ber bi cota kurt ve rêzbûyî hatiye nîşankirin, wekî karyotîp (bi înglîzî: karyotype) tê navkirin.Karyotîp ji kromozomên metafazê tê çêkirin.
    Çavkaniya peyva karyotîp ji du peyvên yewnanî, “karyon” û “typos” pêk tê wateya karyon navika xaneyê ye, peyva typos jî ji bo şêwe an jî cor tê bikaranîn.
    Kromozomên corek zîndewerê, ji hejmar, ji qebare, ji cihê sentromerê û li gor nexşên bandên (şerîd) ser kromozomê, dikarin werin naskirin.
    Di karyotîpa mirov de, 22 cotê kromozomên laş (bi înglîzî: autosomes) li gor qebareyên xwe, ji qebareya gir ber bi qebareya piçûk ve tên rêzkirin. Li gor vê rêzkirinê, cota kromozomên herî gir (dirêj) wekî kromozomên yekem, cota kromozomên herî piçûk (kurt) jî wekî kromozomên 22yem tên navkirin. Bi eslê xwe cota kromozomên 21em ji cota kromozomên 22yem kurttir û piçûktir e lê di destpêka xebatên ser karyotîpê de zanyar cota kromozomên 22yem wekî kromozomên herî piçûk diyar kirîbûn û karyotîpa mirov bi vî awayî dabûn nîşankirin. Ev zanyariya şaş li rûyê erdê belavê her derê bû.
    Gava zanyar ji şaşiya karyotîpê agahdar bûn êdî ji bo çêkirinek karyotîpek nû pir dereng bû. Ji ber ko têkiliya nexweşiya bomaweyî ya bi navê “sendroma Down” bi kromozoma 21em hebû, navê nexweşiyê jî wekî “trîzomî 21”(bi înglîzî: trisomy 21) hatibû lêkirin. Ji bo çêkirina karyotîpek nû divê navê nexweşiya “trîzomî 21” wekî nexweşiya “trîzomî 22” bihata guhertin. Lê guhertinek wisa dibû sedema çêbûna aloziyan, loma zanyar biryar girtin, dev ji guhertina karyotîpê berdan û biryara bikaranîna karyotîpa pêşîn dan.
    Bi rêbaza karyotîpê, mirov dikare ji şêweyê neasayî an jî hejmara neasayî (kêmasî an jî zêdehî) ya kromozoman agahdar bibe. Hin nexweşiyên bomaweyî bi karyotîpê tên teşxîskirin. Wekî mînak, kesên bi nexweşiya sendroma Down in, ji kromozoma 21em ne cotek lê sê kromozom lixwe digirin.
    Heke dema dabeşbûna xaneyê de kromozom bi bo boyaxa Giemsa werin boyaxkirin, hin beşên kromozomê ko bi nukleotîdên Adenîn - Tîmîn dewlemend in, boyaxê hê pirtir dimijînin, ev beşên kromozomê tarî xuya dibe. Beşên din ên kromozomê jî kêmtir boyax dimijînîn, loma piçek ronî xuya dibin. Li gor asta mijîna boyaxa Giemsa, li ser kromozoman de bandên tarî û ronî peyda dibin. Ji ber ko hejmar û rêza nukleotîdên kromozomên zîndewerê taybet e ji bo cora zîndewerê, rêz û şeweyê van bandên li ser kromozoman de peyda dibin jî taybet e ji bo cora zîndewerê. Bandên Giemsa ji bo pênasîna kromozomên neasayî tên bikaranîn.Karyotîpa mirovên pêgihîştî bi gelemperî ji xaneyên xwînê, ji xirokên spî tê bidestxistin.
    Beşên kromozomê yên ji herdu aliyên sentromerê dirêj dibin,wekî “mil”(bi înglîzî: arm) tên navkirin. Milên kromozoman, li gor cihê sentromerê wekî milên kurt an jî milên dirêj tên navkirin. Milê piçûk (kurt) bi tîpa “p” tê nîşankirin (bi înglîzî petite = piçûk). Ji ber ko di alfabeyê de li pey tîpa “p”, tîpa “q” tê, milê dirêj jî bi tîpa “q” tê nîşankirin.
    Di nexşeya karyotîpê de kromozom wisa tên rêzkirin ko milê kin(p) ê kromozomê her tim li aliyê jorê sentromerê de, milê dirêj jî li aliyê jêrê de ye.
    Karyotîpa her corê zîndewer taybet e û ji corek din cuda ye. Ango karyotîpa mirov û ya hespê ne wekhev e. Herwisa karyotîpa mê û nêrên hemû corê jî ji hevdu pîçek cuda ye. Di karyotîpa mirovên mê û nêr ên asayî de, divê laşekromozomên mêyê û laşekromozomên nêrê wekhev bin. Lê kromozomên zayendê ji hev cuda ne. Karyotîpa mêya asayî de divê cotek ji kromozomên X hebe(XX), lê karyotîpa nêrê asayî de dive kromozomên zayendê wekî XY bin.
--Rêbaza karyotîpê--
1.Xaneyên ji bo bidestxistina karyotîpê bi madeyên taybet tên hankirn ko dabeş bibin.
2. Xane di hawirek guncav de tên çandin. Di cihê çandinê de xane di nav çend rojan de gir dibin û dabeş dibin.
3.Paşê, madeyek bi navê kolçisîn (bi înglîzî: colchicine) tevlê hawira çandinê dikin ko rîsên teşî (bi înglîzî:spindle fiberes) hilweşin û dabeşbûna xaneyan di qonaxa metafazê de were rawestandin.
4. Şilemenî (xane + xurek + kolçisîn) tê santrîfujkirin xane di bin lûleya ezmûnê de berhev dibin.
5.Xane ji lûleya ezmûnê tên tovkrin û ji bo demek di nav şorava potasyum klorur (KCl) a 0.075 molar de tên hîştin. Ev Hawir ji bo xaneyan hawirek hîpotonîk e, loma xane piçek diwerimin û ji hev dûr dikevin, herwisa kromozomên nav xaneyê jî piçek ji hev cihê dibin.
6.Trîpsîn tevlê hawirdora xaneyan dikin ko hin proteînên kromomozmê têk bişkên.
7. Ji bo pişkinîna kromozoman hinek nimûneyê xaneyan datînin ser cama slaydê (bi înglîzî: microscope slide).
8. Boyaxa Giemsa li ser xaneyan tê dilopkirin û xane bi mîkroskoba ronakî tê pişkinîn. Bi bandora Giemsa hin beşên kromozoman tarî hin beş jî bi şerîdên ronî xuya dibin. Hejmar û şêweyê şerîdên tarî û ronî yên kromozoman taybet e ji bo cora zîndewerê.
9. Dîmenên kromozomên xaneyê di bin mîkroskobê de bi awayekî zelal xuya dibin. Wêneyên kromozoman tê kişandin.
10. Wêneyên cotên kromozoman, li gor qebare û şêweyên xwe tên rêzkirin. Cotên kromozoman ji cotên dirêj (an jî cotên gir) ber bi cotên kurt (an jî cotên hûr) tên rêzkirin, bi vî awayê karyotîpa zindewerê tê bidestxistin.
    Li dij egera hin nexweşiyên bomaweyî, bi rêbaza amniosentez (bi înglîzî: amniocentesis), di mehên destpêkê ya ducaniyê de, ji şileya seravê nimûne tê girtin.
Xaneyên ji çermê korpeleyê weşiyane di nav şileya seravê de cih digirin, loma di nav şileyê de xaneyên korpeleyê jî tê bidestxistin û ji bo karyotîpa korpeleyê tên bikaranîn.
Neasayîbûna hêjmar an jî şeweyê kromozoman, nîşana nexweşiya bomaweyî ne. Wekî mînak nexweşiyên wekî trîzomî 21(sendroma Down), an jî sendroma Klinefelter (bi înglîzî: Klinefelter syndrome) di karyotîpê de bi awayekî bêşik aşîkar dibin. Hin caran di 10 heta 12 hefteyên destpêka ducaniyê de, rasterast ji memîleyên koryonî (bi înglîzî: chorionic villus) nimûneya şaneyê tê girtin. Heke di karyotîpê de hebûna nexweşiyên bomaweyî were piştraskirin, dibe ko ji bo jiberbirinê (bi înglîzî:abortion) biryar were dayin.
* Ev xebat li ser wîkîpediyaya kurdî jî hat zêdekirin.







2022/09/24

Navikebendik

         Navikebendik, an jî navikepetik (bi înglîzî: umbilical cord) pêkhateyek lûleyî ye di navbera korpele û plasentayê de.

    Di dirêjiya ducaniyê de hema hemû şane, endam û koendamên embriyoyê di nav malzaroke diperisin û geşe dibin. Hinek endam û koendam hê ko embriyo an jî korpele di nav malzarokê ye, çalak dibin. Lê hinek endam û koendam piştî ji dayikbûnê dest bi çalakbûnê dikin. Wekî mînak ji qonaxa embriyoyê pê ve dil, lûleyên xwînê û xwîn diperise, dillêdan dest pê dike. Xwîn di nav lûleyên xwînê de dihirike, di hemû endam û şaneyên laş de belav dibe û dîsa vedigere dilê embriyoyê. Pişikên embriyoyê hene lê çalak nîn in, pişik û coga henaseyê bi şileya seravê tijî ne, loma alûgorkirina gazên henasedanê pêk nayê. Gurçikên embriyoyê hene lê çalak nîn in, ango madeyên paşmayî yên nav xwîna embriyoyê nayên parzûnkirin. Herwisa koendama herisê, koendama bergiriyê ya embriyoyê jî di dirêjiya ducaniyê de çalak nîn e.
Bi kurtasî, ji ber ko hin endam û koendamên wê çalak nin in, ji bo geşebûn û peresînê, pêdiwiya embriyoyê bi endam û koendamên dayikê heye. Navikebendik embriyoyê bi navbeynkariya plasentayê bi dayikê ve girêdide bo alûgorkirina madeyan.

    Her ko embriyo di nav malzarokê de geşe dibe û diperise, pêdiwiya wê ya bo xurek û alûgorkiraina gazên henaseyê jî zêdetir dibe. Xwîna kemoksîjenî û madeyên paşmayî bi cotek xwînberên navikebendikê ji laşê korpele ber bi plasentayê ve tên guhaztîn. Oksîjen û xurekê ji xwîna dayikê jî derbasî plasentayê dibin ji wir jî bi navbeynkariya xwînhênera navikepetikê ber bi korpeleyê ve tên guhaztin.
--Pêkhateya navikebendikê--
Di hefteya pêncem a ducaniyê de navikebendik dirist dibe.
Navikebendik pêkhateyek nerm, qaîşokî û badayî ye. Rûyê wê yê derve lûs e û bi seravê dapoşî ye. Navikebendik ji navika embriyoyê ber bi navenda plasentayê dirêj dibe. Dirêjiya navikebendikê 50 heta 60 cm, tîreya lûleya navkebendikê bi qasî 1 cm e.Masûlkeyên navikebendikê nîn e,lê lûleyên xwînê yên navikebendikê lûsemasûlke lixwe digirin.

Bi eslê xwe navikebendik gurzek lûleyên xwînê yê û bi perdeya lûleyî ya seravê dorpêçî ye. Elentoyis lûleyên xwînê pêk tîne, lûleyên xwînê jî dibin beşek ji navikebendikê. Li gel elentoyîsê tûrikê zerikê jî di çêbûna navikebendikê de cih digire.
Navikebendik bi perdeya seravê dorpêçî ye,valahiya navbera lûleyên xwînê û seravê bi bestereşaneya lîncî tijî ye. Bestereşaneya lîncî (bi îngilîzî: mucous connective tissue) yek ji du corên şaneyên embriyonî ye. Şaneya embriyonî ya duyem jî şaneya mezenşîm (mesenchyme) e. Di nav bestereşaneya lîncî de li gor mezenşîmê, hê pirtir ji rîşalên proteînên negihîştî cih digire. Bestereşaneya lîncî tenê di nav navikebendikê de cih digire.
Piştî ji dayikbûnê, dergûş hê bi navikebendikê bi plasentayê ve girêdayî ye. Plasenta jî bi navpoşê malzarokê ve girêdayî ye. Gava korpele bi awayekî asayî dest bi henasedanê kir, girê li navikebendikê tê avêtin û navikebendik tê jêkirin, bi vî awayî dergûş ji dayikê tê cudakirin.
Navikebendika nûza bi rengê şîna vekirî ye. Piştî ji dayikbûnê bi qasî 5 cm ji dûrê zikê korpeleyê navikebendik tê girêdan û jêkirin. Beşa bi korpeleyê ve girêdayî mayî, diçilmise, ziwa dibe û rengê wê reş dibe. Bi gelemperî di nav 3 hefteyan de paşmayiya navikebendikê diqete û şopa wê wekî çalek bazinî di zikê dergûşê de xuya dibe, ji vê beşê çalikê re tê gotin navik.
--Erkê navikebendikê--
Karê serekî yê navkebendikê guhaztin e. Madeyên paşmayî, an jî ziyanbexş ji laşê korpeleyê bi navbeynkariya navikebendikê ber bi plasentayê ve tên guhaztin ko li wir tevlê xwîna dayikê bibin. Xurek û madeyên sûdbexş jî ji xwîna dayikê derbasî plasentayê dibin, bi navbeynkariya navikebendikê ber bi laşê korpeleyê ve tên guhaztin.
Plasenta xwîna korpeleyê bi navbeynkariya xwînberên navikebendikê werdigire. Mûlûleyên nav memîleyên koriyonî paşmayiyan ji xwîna korpeleyê parzûn dikin. Ji xwîna dayikê ya li derdora memileyan, oksîjen û xurek derbasî mûlûleyên xwînê yên navikebendikê dibin, ji wir jî bi navbeynkariya xwînhênera navikebendikê xwîna têroksîjen û xurek vedigerin laşê korpeleyê.
--Embarkirina xwîna navikebendikê--
Navikebendik bi xaneyên bineretî (bi înglîzî: stem cells) dewlemend ê. Hin caran bavanê dergûşê daxwaz ji pisporan dikin ko hinek ji wan xaneyên bineretî ji xwîna navikebendikê bêne berhevkirin.
Xaneyên bineretî di hawîrek guncav de tên embarkirin. Dibe ko dergûş di pêşerojê de rastê hin nexweşîyan were, xaneyên bineretî ji bo saxkirina hin nexweşiyan tên bikaranîn. Wekî mînak nexweşiya şêrpenceya xwînê ango lusemî (leukemia) dikare bi xaneyên bineratî yên navikebendikê were başkirin.
*Ev xebat li ser wîkîpediyaya kurdî jî hat zêdekirin.
https://ku.wikipedia.org/wiki/Navikebendik










2021/10/19

Miyoz


Miyoz, dabeşbûna miyozî an jî kêmedabeşbûn (bi grekî: meiosis) corek ji dabeşbûna xaneyê ye ko di makexaneyên hêk, sperm û sporan de rû dide.

Dabeşbûna mîyozî û pîtandin du bingehên serekî ne bo pirbûna zayendî.
Ji bo pirbûna zayendî pêdivî bi xaneyên herdu zayendê (ner û mê) heye. Ango divê xaneya hekê bi ya spermê vê were pîtandin. Yekbûna navika hêkê bi navika spermê ve wekî pîtandin tê navkirin. Her çiqas wêçe ji yekbûna navikên du xaneyan pêk were jî hejmara kromozomên xaneyên weçeyê ne du qat li bi qasî kromozomên her bavanek e.
Xaneya sperm û ya hêkê xaneyên taybet in û wekî gamet tên navkirin. Di laşê mirov de gamet di hêkdanka mêyan an jî di gunên nêran de ji xaneyên gametçêker, bi dabeşbûna miyozî tên çêkirin.
--Hejmara kromozomên zîndeweran--
Di zanista polenzaniyê (bi înglîzî: taxonomy) de koma zîndewerên ko ji bavanên hevbeş peydabûne û dikarin bi zaûzêya nav xwe de, weçeyên nestewr (bi înglîzî: fertile) peyda bikin, wekî cor tê navkirin. Hejmara kromozomên endamên corê heman e. Wekî mînak hemû mirovên ser erdê corek e (Homo sapiens) û di xaneyên her mirovek de 46 kromozom heye. sîr (Allium sativum) corek riweka bi 16 kromozomî ye. Hirç (Ursus arctos) corek ajala 74 kromozomî ye. Her wekî di van mînakan de hatiye nîşankirin, hejmara kromozomên her corek taybet e ji bo hemû endamên koma wê corê û di nifşên nû yên corê de naguhere.
Di laşê mirov de li gor erkê xwe, du cor xane heye. Xaneyên laş (bi înglîzî: somatic cells) û xaneyên gametçêker (bi înglîzî: germ cells). Laşexane bi dabeşbûna mîtozî hejmara xwe zêde dikin, hemû şane û endamên laş ji laşexaneyan pêk te. Xaneyên gametçêker di hêkdank an jî gunên mirov de cih digirin bi dabeşbûna miyozê xaneyên zayendê, ango sperm û hêk çêdikin.
Di laşexaneyan de (xaneyên laş) komeleya kromozom cot in. Cota kromozoman wekî kromozomên homolog tê navkirin. Kromozomên homolog (kromozomên lêkçûn), cotek kromozomên bi heman qebare, dirêjî û şêweyê ne. Cihê sentromerê û rêza genên li ser kromozomên homolog jî heman in. Di xaneyên mirov de, ferek kromozoma homolog ji dayikê, fera din ji bavê tê. Wekî mînak, di xaneyên mirov de 23 cot, an jî 46 kromozom heye, loma hêjmara kromozomên xaneyên laş wekî 2n= 46 tê nîşankirin. Bi eslê xwe di xaneyê de li gor şewe, dirêjî û zanyariyên bomaweyî 23 cor kromozom an jî 23 kromozomên homolog heye. Li vir tîpa “n” cora kromozoman diyar dike. Heke di xaneyê de ji her corek kromozom cotek hebin, ango kromomozom bi cot bin, vê gavê peyva “2n” tê bikaranîn û ew xane jî wekî xaneya dîploîdî tê navkirin. Bi kurtasî, divê peyva “xaneyên laşê mirov 2n= 46 kromozom lixwe digirin” wîsa were şîrovekirin; di xaneyên laşê mirov de 46 kromozom heye lê ji ber ko ji her corek du kromozomên homolog heye, bi eslê xwe xaneyên mirov 46 heb lê 23 cor kromozom lixwe digirin, ango laşexane kromozomên cot komeleyî lixwe digire.
Ji xeynî xaneyên laş, di laşê mirovên bi temenê pêgehiştî de xaneyên taybet hene û wekî xaneyên zayendê an jî gamet tên navkirin. Di laşê mêyan de xaneyên gamet wekî hêk, di laşê nêran de xaneyên gamet wekî sperm tên navkirin. Gamet xaneyên haploîdî ne û taybet in bo pirbûna zayendî. Di xaneyên haploîdî de koma kromozoman ne bi cot lê tek in. Ango gamet kromozomên homolog lixwe nagirin. Wekî mînak gametên mirov 23 kromozom lixwe digirin û wekî n= 23 tên nîşankirin. Ango koma kromozomên sperm an jî hêk kromozomên tek komeleyî lixwe digirin, .
Heke sperm û hêk ji komeleya cot kromozoman pêk bihata, piştê pîtandinê wê, hejmara kromozomên weçeyê ducar biba.
Wekî mînak, xaneyên hespan 64 kromozom lixwe digirin. Makexaneyên hêk û spermên hespan jî her wekî xaneyên laş 64 kromozom lixwe digirin. Heke li makexaneyan de miyoz rû nedeya û makexaneya spermê bi makexaneya hêkê ve hatiba pîtandin,wê gavê zîgotek bi 128 kromozomî peyda dibû. Ango ji hesp û mehînek 64 kromozomî, caniyek 128 kromozomî peyda dibû. Helbet tu car tiştek wisa nabe, hejmara kromozomên her zîndewerek taybete bo cora wê û neguhêrbar e. Ango divê kromozomên caniyê (weçe) jî wekî mîna bavanê xwe 64 kromozom bin.
Di pirbûna zayendî de, ji bo hejmara kromozomên weçeyê neguhere, sabît bimîne, pêşî kromozomên xaneyên gametçêker ên sperm û hêkê bi dabeşbûna miyozê dadikeve nîve.
Bi dabeşbûna miyozî kromozomên homolog ji hev cihê dibin her ferekê ji cota homologan diçe xaneyek, bi vî awayê ji xaneya dîploîdî xaneyên haploîdî peyda dibin. Ango bi dabeşbûna miyozî kromozomên makexaneyê dadikeve nîvê, loma dabeşbûna miyozî wekî kêmedabeşbûn jî te navkirin. Gamet ji van xaneyên haploîdî çêdibin. Bi dabeşbûna miyozî, ji makexaneyek çar xane çêdibe, lê ev her çar xane ne kopyayên hev in ji hêla bomaweyî ve ji hev cuda ne. Di hêkdankên mirov de makexaneyên hêkê yên bi 46 kromozomî hene. Lê makexaneya hêkê bi dabeşbûna miyozî hêka bi 23 kromozomî çêdike. Loma xaneya hêka mirov bi 23 kromozom e. Herwisa li gunan de makexaneyên spermê 46 kromozomî ne, bi dabeşbûna miyozî ji her makexaneyê çar spermên bi 23 kromozozmî peyda dibe.
--Dema dabeşbûna miyozî li cem zîndeweran--
Berevajiyê mîtozê, dabeşbûna miyozî bi dirêjiya jiyana zindeweran de an jî di hemû xaneyên wan de rû nade. Wekî mînak, di xaneyên zarokan de miyoz rû nade, lê kengê zarok gihîşt 12-14 salî û balix bû, dabeşbûna miyozî jî dest pê dike. Ango miyoz di laşê mirovên bi temenê pêgehiştî de dest pê dike, ji bo jinan, hetanê dema menapozê, ji bo mêran jî heta dawiya jiyanê didome. Ev rewş jo bo ajal û riwekan jî wisa ye, lê dema gehiştîbûna ajalan li gor her corên ajal corbicor ê. Wekî mînak, miyoz di laşê hespê bi temenê 12-15 mehî, pezê 5-7 mehî, gayê 6-12 mehî de dest pê dike. Kulîlk endama zayendî ya riwekên kulîlkdar e. Bi gelemperî dema biharê, riwekên kulilkdar, kulilikên xwe vedikin bi bişkivina kulîlkan, dabeşbûna miyozî jî rû dide. Ango di kulîlkên riwekan de miyoz bi gelemperî salê carek rû dide.
Miyoz coreyek dabeşbûna xaneyên navikrasteqîn (eukaryotic cell ) e. Bi dabeşbûna miyozî ji makexaneyên dîploîdî, xaneyên haploîdî (gamet) tên çêkirin. Di tevahiya miyozê de ADN (asîda deoksîrîbonukleyî) carek duhende dibe, sîtoplazma û navik du car dabeş dibin. Dabeşbûna miyozî ji du qonaxên serekê pêk tê,Miyoz I ( Miyoza yekem) û Miyoz II (miyoza duyem ) . Ev herdu qonaxên sereke jî, qonaxên profaz, metafaz, anafaz û telofazê lixwe digirin. Qonaxa înterfazê di destpêka qonaxa miyoza yekem de heye lê di miyoz II de tune.
--Pêvajoya dabeşbûna miyozî--
-Qonaxa înterfazê-
Berê dabeşbûna miyozî, makexaneya hêkê an jî ya spermê di qonaxa navberê de ango înterfazê da ye. Înterfaza miyozî, mîna ya mîtozî ye. Qonaxa înterfaz ji sê jêrqonaxan pêk tê; G1,S, G2 .
Di qonaxa G1 de makexane gir dibe,di xaneyên ajalan de sentrîol duhende dibin. Bi vî awayê du sentrozom çêdibin. Xaneyên riwekan sentrozom lixwe nagirin.
Di qonaxa S de hemû ADN yên kromatîdan xwe duhende dikin, bi vî awayê mêjera ADN zêde dibe, û dibe du qat. Ango kromatîdên xwîşk di vî qonaxê de çêdibin. Ber bi dawiya qonaxa interfazê,di qonaxa G2 de makexane bi têra xwe proteîn, enzîm û ATP çêdike. Girbûna xaneyê didome,êdî xane ji bo dabeşbûnê amade ye.Di qonaxa interfazê de zanyariyên genetîkî hê jî bi şiklê kromatînên dirêj û zirav in. Kromatîn di nav navikê de bi qalika navikê dorpêçî ye.
-Qonaxa Profaz I (qonaxa amadehî)-
Parzûna navikê dihele û perçê dibe, sentrozom ber bi cemserên xaneyê dilivîn û rîsên teşiyê(bi înglîzî: spindle fiber) çêdikin. Kromatînên mûyokî xwe li ser xwe dipêçin, kurt û stûr dibin. Kromatîn êdî wekî kromozom tên navkirin. Kromozomên homolog li hember hev dirêj dibin, genên allel ên li ser kromotîdên nexwîşk tên ba hev. Ev rewş wekî cotbûn an jî sînapsîs tê navkirin. Di navbera kromatîdên nexwîşk ên kromozomên homolog de di hin cihan de temas çêdibe. Ev cihê têkiliyê wekî kîazma bi nav dibe (pirrjimara wî kîazmata ye). Di xala kîazmayê de parçe guherîn (crossing over) çêdibe. Bi parçe guherînê, parçeyên kromotîdên nexwîşk ên beramberê hev cih diguherin.
Bandora parçe guherînê li ser çeşîddariya nifşên nû de
De em bibêjin malbatek bi çar zarok heye. Herçî çar zarok jî ji heman dê û bavê ne, lê zarok kopyayên hev nin în, raste rast naşibin hevdu û bavanên xwe. Sedema ev rewşê, pirbûna zayendî ye. Dema çêbûna gametan de, parçe guherîn li hin kromozoman pêk tê. Hejmara kromozomên wê parçe biguherînin li gor şansê yê. Ango parçe guherîn her car di heman kromozom û navbera heman genan da pêk nayê, loma herçî gamet ji heman kesê çêbin jî naşibin hevdu.
Mînak;
Ji bo zaroka yekemîn a malbatê de bila makexaneya spermê de parçe guherîn di navbera çar homologan de pêk wêre, bila makexaneya hêkê jî bi pênc kromozomên homolog parçe biguhere û bi pîtîna ev hêk û spermê bila zaroka yekem çêbê. Ji bo zaroka duyem jî ji makexaneyên hêkê û spermê, gametên nû tên çêkirin, de em bibêjin îcar di navbera şeş kromozomên homolog ên spermê de parçe guherîn çêbe û parçe guherîna hêkê jî di navbera çar homologên wê de rû bide. Bi pîtandina van gametan zaroka duyemîn çêdibe, îcar ji ber ko rêza genên li ser kromozomên zaroka duyemînê ji ya yekemîn cuda ye, her du zarok allelên piçek cuda lixwe digirin loma jî naşibin hevdu. Ew rewş ji bo hemû zarokên malbatê heman e. Divê neyê jibîrkirin ko xaneyên mirov ne ji 5-6an lê 23 cot homolog lixwe digirin û her cara miyozê de dibe ko navbera gelekî ji van kromozoman da parçe guherîn rû bide.
Bandora sê hokar li ser lêçûniya bavanan heye.
1. Di qonaxa profaz I ê de parçe guherîn (crosssing over).
2. Di qonaxa metafaz I ê de şêweyê rêzbûna kromozomên homolog û di qonaxa anafaz I ê de ji hev cihêbûna van kromozomên homolog
3. Bi tesadûfî pîtandina hêkê ya bi spermê.
-Qonaxa metafaz I (qonaxa beramberî)-
Kromozomên homolog li naverasta xaneyê de li ser xêza ekvatorî de bi beramberê hev rêz dibin. Şeweya rêzbûna kromozomên homolog dibe sedema bi çeşîddariya gametan. Sentrozom êdî gihîştine cemseran, di navbera sentrozoman de rîsên teşîyê çê bûye. Her yekê ji kromozomên homolog xwe bi rîsê teşiyê ve girê dide, ev girêdan di xala sentromerê de pêk te. Di heman demê de kînetokorên herdu kromatîdên xweng xwe ber bi heman cemserê ve vedigerînin. Bi vî awayê herdu kînetokor bi yek mîkrotubla kînetokorî(rîsê teşiyê) ve tên girêdan. Ev rewş ji metafaza mîtozê gellek cuda ye. Di qonaxa metafaza mîtozî de ne kromozom, lê her yeka kromatîdên xwîşk, xwe bi risê teşiyê ve girê dide. Ji ber ko di metefaza miyozê de kromozomên homolog li hember hev rêz dibin, di qonaxa anafaz I ê de ne kromatîd, lê kromozom ji hev cihê dibin. Ji cota kromozomên homolog, ferek diçe cemserek, fera din jî diçe cemserê din. Cihêbûna kromozomên bi awayek tesadîfî rû dide, ev rewş wekî dabeşbûna serbixwe (bi înglîzî: independent assortment) tê navkirin. Loma ji miyoza her bavanek, her car gametên bomaweyiya wan piçek ji hev cuda peyda dibe.
-Qonaxa Anafaz I (qonaxa cihêbûn)-
Bi dirêjbûna mikrotubulên cemserî, xane jî dirêj dibe. Di destpêka vê qonaxê de her ferek kromozomên homolog ji hev cihê dibe. Bi kinbûna rîsê teşiyê (mîkrotubula kînetokorî) her ferek kromozomên homolog ber bi cemserek dilive. Dabeşbûna mîtozî de di qonaxa anafazê de ne kromozomên homolog, lê kromatîdên xwîşk ji hev cihê dibin. Gava kromozomên bi du kromatîdên xwîşk digihîjin cemseran, dawî bi anafaz I tê. Dawiya qonaxa anafaza yekemê de, hejmara kromozoman dadikeve nîvê. Eger xaneya ko tê de miyoz rû dide, makexaneya gametên mirov ba,wekî mînak, makexaneya hêkê ba, wê gavê 23 kromozomên makexaneyê ji dayik, 23 kromozom jî ji bav dihat. Dema anafazê I de hemû kromozomên dayikê ber bi cemserek, hemû kromozomên ji bav jî ber bi cemsera din naçe. Belavbûna kromozoman li gor rêzbûna wan a di qonaxa metafaz I ê pêk tê. Wekî mînak, dibe ko 8 kromozomên dê û 15 kromozomên bav biçe cemserek, 15 kromozomên dê û 8 kromozomên bav jî biçe cemsera din. Li gel metafaz I ê, ev rewş jî dibe sedema çêbûna gametên ji hev cuda.
-Qonaxa telofaz I (qonaxa kotahî)-
Di vî qonaxê de di her cemserekî de nîvê kromozomên homolog heye. Her kromozom hê jî ji du kromatîdên xwîşk pêk tê. Rîsên teşiyê hildiweşin û winda dibin. Bi çêbûna qelîştoka dabeşînê, parvekirina sîtoplazmayê (sîtokînez) dest pê dike. Li dora kromozomên herdu alî de parzûna navikê çê dibe. Bi dawiya qonaxa telofaz I ê, sîtokînez diqede û xaneyên haploîdî çê dibin. Di miyoza hin zîndeweran de dibe ko piştî sîtokînezê li dora kromozomên xaneyên nû, parzûna navikê çê nebe û miyoz II dest pê bike. Ev rewş wekî înterkînez bi nav dibe.
--Miyoz II--
Li dawiya miyoz I,ji makexaneya dîploîdî du xaneyên haploîdî çê dibin. Ev herdu xane bi miyoz II dibin çar.
Qonaxa miyoz II ji serî heta dawî wekî mîna dabeşbûna mîtozî rû dide. Lê di pêşiya profaz II de qonaxa înterfazê tune ye. Ango di tevahiya dabeşbûna miyozî de înterfaz û duhendebûna ADNyê carek, sîtokînez du car rû dide.
-Profaz II-
Di qonaxa profaz II de kromatîn xwe li dor xwe dipêçînin, gilok dibin û hê pirtir kin û qalind dibin. Navikok winda dibe, parzûna navikê perçe dibe.Sentromerên her du kromatîdên xwîşk xwe bi hev re girê didin. Kromatîdên xwîşk bi alikariya proteînek, bi navê proteîna kohesîn (Cohesin) xwe li hev digirin û êdî wekî kromozom tên navkirin. Li sentrozoman de çêkirina rîsên teşiyê (mîkrotubul) dest pê dike. Sentrozom ji hev cihê dibin û her yek ber bi cemserek xaneyê ve diçin.
-Metafaz II-
Sentrozom li her du cemserên xaneyê de cih dibin. Kromozom hê pirtir xwe li dor xwe dipêçînin. Bi vî awayê kromozom kintir û qalindtir dibin.Kromozom li ser xêza ekvatorî ya xaneyê de rêz dibin. Ev xêza ekvatorî wekî ‘sêniya metafazê’ bi nav dibe. Her yeka kromatîdên xwîşk bi mîkrotubulên kînetokorî(rîsên teşî) yên dijber ve tê girêdan.
-Anafaz II-
Mîkrotubulên cemserî ji herdu cemseran ve xwe dirêj dikin. Gava li hev diqelibin(rastê hev tên),hevdu tehn didin bi vi awayê xane dirêj dibe. Bi qelişîna proteîna Kohesîn a navbera kromatîdên xwîşk, ji hev cihêbûna kromatîdan jî dest pê dike. Mîkrotubulên kînetokorî di serê bi kînetokor ve girêdayî de xwe hildiweşînin û kin dibin kromatîd li ser mîkrotubulan ber bi cemserê tevdigerin. Her yeka kromatîdên xwîşk en ji hev qetiyanê, edî wekî kromozom tên navkirin.
-Telofaz II-
Bi vî qonaxê ve di nav her xaneyek de du navik çê dibin.
Li derdora navikan parzûna navikê peyda dibe. Mîkrotubulên kînetokorî û yên nekînetokorî (Mîkrotubulên cemserî) hîldiweşin. Di nav navikan da navikok cardin çê dibin. Kromatînên badayî yên kromozoman xwe ve dikin û zirav û dirêj dibin. Bi dawiya telofazê, dabeşbûna navikê (karyokînez) diqede û du navik peyda dibe. Piştê dabeşbûna navikê dabeşbûna sîtoplazmayê dest pê dike. Bi sîtokînezê, ji her xaneyek haploîdî, du xaneyên haploîdî peyda dibe. Bi dawîbûna miyozê, ji makexaneyêk dîploîdî, 4 xaneyên haploîdî çê dibe. Ev herçar xaneyên keç jî, ji aliyê zanyariyên genetîkî ve ji hev cuda ne.
*Ev xebat li ser wîkîpediyaya kurdî jî hat zêdekirin














2021/07/12

Lûsemasûlke





Gelo te qet hûr û rûvî xwariye? Xwarina hûr û rûvî di nav Kurdan da xwarinek tamxweş e. Goştê hûr û rûviyê naşibe goştê sor ne wîsa? Goştê hûr û rûviyê bi gelemperî ji lûsemasûlkeyan pêk tê.
Lûsemasûlke an jî masûlkeya lûs (bi înglîzî: smooth muscle) yek ji sê corên masûlkeyan e.
Xaneyên lûsemasûlkeyê hêldar nîn in. Ango di bin mîkroskobê de deziyên masûlkerîşalan wekî beşên ronî û tarî xuya nabin, loma navê lûsemasûlke lê kirine. Rengê lûsemasûlkeyan bi qasî yên peykeremasûlkeyan sor nîn e.
Lûsemasûlke ji xaneyên şeweyê teşiyî pêk tê, navenda xaneyê stûr e, herdu serikên xaneyê tûj e. Her xaneyek de yek navik heye, navik di navenda xaneyê de cih digire. Lûsemasûlke masûlkeya xwênewîst e. Ango ne li gor xwestaka mirov, lê li gor ragihandinên demarekoendama xweyî tê kontrolkirin.
Xaneyên lûsemasûlke jî ji rîşalan pêk tê, loma xaneyên wê jî wekî masûlkerîşal tên navkirin. Masûlkerîşalên lûsemasûlkeyê ji rîşalên hûrik pêk tên. Tîreya rîşlên lûsemasûleyan bi qasê 1 heta 5 mîkrometre, dirêjiya wan jî bi qasî 20 heta 500 mîkrometre ye. Xaneyên lûsemasûlkeyê jî deziyên aktîn û miyozînê li xwe digirin, lê rêzbûna deziyan ne mîna yên peykeremasûlkeyê ne. Leza girjbûn û xavbûna lûsemasûlkeyan ji ya peykeremasûlkeyan hêdîtir e. Ji ber ko ji xeynî dil, hema hemû endamên hinavê lûsemasûlke li xwe digirin, hin caran lûsemasûlke wekî masûlkeyê hinav (bi înglîzî: viceral muscle) jî tê navkirin.
Pirraniya endamên laş lûsemasûlke li xwe digirin. Hinek beşen laş ko lûsemasûlke li xwe digirin ;
1.Dîwarên endamên wekî soriçik, gede û rûviyan.
2.Cogên rijênên herisê.
3.Borrîhewa, liqeborriheva, borrîkêhewa û sikildanokên hewayê.
4.Borrîmîz, mîzldank, mîzerê.
5. Dîwarên lûleyên xwînê.
6. Di çerm de masûlkeyên repkirina mûyan
7. Rijênên şîr, di koendama zawzê de beşên wekî rijênê prostat, mindaldan (malzarok), kîsikê gunan (tûrikê gun)
8. Di çav de rengîne û tenê kûlkdar
--Erkên lûsemasûlkeyê--
Di koendama dilelûleyê de erkên lûsemasûlekeyê,
Lûsemasûlkeyên li ser dîwarên lûlêyên xwînê, pesto û herrika xwîna endam û beşên laş rêk dixe.
Di koendama henaseyê de erkên lûsemasûlekeyê,
Girjbûn û xavbûna lûsemasûlkeyên coga henaseyê, tîreya coga henaseyê diguherînin, bi vî awayê herrika hewaya henasegirtin û henasedayînê rêk dixin.
Di koendama herisê de erkên lûsemasûlekeyê,
Lûse masûlkeyên coga herisê bi girjbûn û xavbûnê, xurekemadeyan ji gewriyê heta tortorikê diguhêzînin. Enzîmên herisê û xurekan li nav hev dixin. Derfet didin ji bo mijîna xurekên herisbûyî. Di hêla guşeran (sphincters) de lûse masûlke bi guvaştinê, guşerên gedeyê digire bi vî awayê xurek ji bo demek dirêj di nav gedeyê de dimînin, ev rewş firsend dide bo herisa mekenîk û ya kîmyayî ya xurekan. Her wisa xurekên neherisbûyî jî di tortorîkê de tên embarkirin. Li kotahiya tortarîkê de kom (pind) heyê, guşerên komê dema derketina destavê tên vekirin lê di demen din de ji bo embarkirina pîsayî guşerên ji lûsemasûlke girtî ne.
Di koendama mîzê de erkên lûsemasûlekeyê,
Di gurçikan de lûsemasûlkeyên dîwarên lûleyên xwînê , herrika xwîna nav gurçikê û parzûnkirina di glomerulusê de rêk dixe. Lûsemasûlkeyên borrîmîzan , mîza nav gurçikan ber bi mizildankê pal didin. Herwisa lûsemasûlkeyên mîzdankê jî mîzê bi navbeynkariya rêya mîzê (mîzerê) ber bi derveyê laş davêje.
Di koendama zawzê de erkên lûsemasûlekeyê,
Di laşê nêran de guhêztin û derdana sperm û rijênan. Di laşê mêyan de arastekirina spermên wergirtî bi ber bi coga zawzê . Ji hêkdankê heta malzarokê guheztina hêkê. Dema ji dayikbûnê, ji malzarokê paldana dergûşê.
--Corên lûsemasûlkeyan--
Du corên sereke yên lûsemasûlkeyan heye;
lûsemasûlkeyên tek yekeyî û lûsemasûlkeyên fire yekeyî
--Lûsemasûlkeyên tek yekeyî--
Coga herisê,coga henaseyê, mîzdank, malzarok, borrîmîz, lûleyên xwînê, coga zeravê hvd lûsemasûlkeyê tek yekeyî (bi înglîzî: single unit smooth muscle) li xwe digirin. Bi sedan hezar xaneyên lûsemasûlkeyê gişt bi hev re wekî mîna yek xaneyêk girj dibin û xav dibin. Lûsemasûlkeyên tek yekeyî bi şêweyê koma gurzan an jî wekî berg di endaman de cih digirin. Xaneyên lûsemasûlkeyê tek yekeyî bi girêdanên navber (bi înglîzî: gap junctions) bi hev re di nav têkiliyê de ne. Ango parzûna xaneyên lûsemasûleyên tek yekeyî bi girêdanên navber li gelek beşan de bi hev re girêdayî ne. Erkê kar bi navbeynkariya girêdanên navber ji xaneyek derbasî xaneyên din dibe. Loma lûsemasûlkeyên van endaman bi awayekî hemahengî girj dibin, bi vî awayê hemû xaneyên masûlkeyê bi carekî ve, wekî tek yekeyek girj dibin.
Wekî mînak; di xaneyên lûsemasûlkeyê mîzdankê de, di hemû xaneyan de erkê kar di heman demê de rû dide. Her çiqas ji bo her xaneyek rîşalên demar tune be jî, demareragîhandina ji yek demarê dikare bi navbeynkariya girêdanên navber belavê hemû xaneyan bibe. Hemû xane bi hemahengî girj dibin, qebareya mîzdankê kêm dibe, pestoya mîza nav mîzdankê zêde dibe. Mirov bi mîzkirinê mîzdankê vala dikê û pestoya wê kêm dike.
--Lûsemasûlkeyên fire yekeyî--
Xaneyên vê cora lûsemasûlkeyê jî hev cuda ne, ango bi girêdanên navber bi hev re girêdayî nîn in. Her xaneyek dikare bi awayekî serbixwe bixebite. Bi gelemperî her masûlkexaneyêk wekî mîna masûlkerîşalên peykeremasûlkeyê, bi kotahiya demarekî ve gîrêdayî ye. Rûyê derve yên xaneyên lûsemasûlkeyên fire yekeyî bi perdeyek tenik dapoşrav e. Perde dişibe perdeya binyat (bi înglîzî: basement membrane) û ji kolojen û glîkoproteînan pêk tê. Xane bi hebûna perdeyê ji hev cûda dimînin û erkê kar ji xaneyek nikare derbasî yeka din bibe.
Taybetmendiya herî girîng ji bo xaneyên lûsemasûlkeya fire yekeyî ev e ko girjbûn û xavbûna her xaneyek ne li gor çalakiya xaneyên din, lê bi awayekê serbixwe rû dide û çalakiya wan tenê ji aliyê demareragihandinan ve tê rekxistin. Kûlkemasûlkeyên çavê, masûlkeyên rengîneya çavê, herwîsa di çerm de masûlkeyên repker ên mûyê mînak in ji bo lûsemasûlkeyên fire yekeyî.
--Pêkhate û girjbûna xaneya lûsemasûlkeyê--
Xaneya lûsemasûlke, deziyên barîk û stûr li xwe digire. Her wisa proteînên aktîn û miyozîn jî di pêkhateya lûsemasûlkeyê de cih digirin. Pêkhateya van herdu proteînan dişibin proteînên aktîn û miyozîna peykeremasûlkeyê. Li deziyê barîk de aktîn û tropomiyozîn heye lê troponîn tune, loma pêvajoya girjbûna xaneyên lûsemasûlkeyê ji ya peykeremasûlkeyê cuda ye. Di xaneyên lûsemasûlkeyê de sarkomer tune deziyên aktînê ne bi hêla Z lê bi tenên çîr (bi înglîzî: dense bodies) ve girêdayî ne. Tenên çîr wekî mîna hêlên Z yên peykeremasûlke û dilemasûlkeyê kar dikin û bi sarkolemayê ve girêdayî ne. Tenên çîr li ser xêzek de rezbûyî nîn in, loma dema girjbûnê, xaneya masûlkeyê bi şêweyê lûlpêç ba dibe û kin dibe.
Deziyên lûsemasûlkeyê ji yên peykeremasûlkeyê dirêjtir in. %90ê xaneya lûsemasûlkeyê bi dezî û tenên çîr dagirtî ye. Di xaneyên lûsemasûlkeyê de lûlekên T tune, qebareya retîkûlûma endoplazmî jî ne bi qasî yên xaneyên peykeremasûlkeyê zêde ye. Loma, ji bo girjbûnê, iyonên kalsiyumê li gel retîkûlûma sarkoplazmî, ji şileya derveyê xaneyê jî tê dabînkirin.
Lûsemasûlke ji peykeremasûlkeyan hêdîtir girj dibin, lê gava girj dibin, bo demek dirêjtir dikarin wekî girjbûyî bimînin. Aktîn û miyozînên lûsemasûleyê hema wekî mîna yên peykeremasûlkeyê kar dikin. Ango aktîn li ser miyozînan dixilîskin. Ji bo girjbûnê, pêdiviya xaneyên lûsemasûlkeyê bi îyonên kalsiyumê û ATPyê heye.
Di xaneyên lûsemasûlkeyê de bi navê kalmodulîn (bi înglîzî: calmodulin )proteînek peyamber heye, ev proteîn dişibe troponîna peykeremasûlkeyê. Dema masûlkexane neçalak in, ji derve kalsiyum derbasî nav xaneyan nabe û bi kalmodulînê ve girê nabe, loma masûlkexane di rewşa bêdengiyê de dimîne. Gava masûlkexane ji aliyê demarexane, hormon an jî ji aliyê hêzên din ve tên handerkirin, li parzûna xaneya lûsemasûlkeyê de berevajîbûna cemsergirî (bi înglîzî:depolarization) rû dide û kalsiyum bi navbeynkariya cogên kalsiyumê, ji şileya navbera xaneyan ber bi hundirê xaneyê ve diherike. Herwisa di heman demê de retîkûlûma sarkopazmî jî hinek kalsiyum der dide nav sarkoplazmaya xaneyê. Di xaneya lûsemasûlkeyê de asta berevajîbûna cemsergirî çiqas zêde be, herrika kalsiyûmê ya ber bi nav xaneyê jî ewqas zêde dibe, di nav xaneyê de xestiya kalsiyumê çiqas zêde bibe, girjbûna masûlkeyê jî hê bi hêztir dibe. Di nav sarkoplazmayê de zêdebûna kalsiyumê di masûlkexaneyê de rêzeçalakiyan dide destpêkirin.
Zincîra sivik a miyozînê (bi înglîzî: myosin light-chain ) navê proteînek taybet e di xaneyên lûsemasûlkeyê de, di nav xaneyê de hebûna zincîra sivik a miyozînê dibe ko bi fosfat ve girêdayî be an jî bi awayekî serbest be. Bi zincîra sivik a miyozînê ve girêdana fosfatan, ji aliyê kalmodulîn ve tê rêkxistin. Girêdana fosfatê wekî fosfatîbûn(bi inglizi: phosphorylation) tê navkirin. Ji bo fosfatîbûnê, li gel kamodulîn û kalsiyumê, enzîmek jî navbeynkarî dike. Enzîma bi navê kînaza zîncîra sivik a miyozînê (bi înglîzî: light-chain kinase (MLCK) ji aliyê kalsiyum-kalmodulîn ve tê çalakkirin. Enzîma kînaza zîncîra sivik a miyozînê, fosfatîbûnê dide destpêkirin û zincîra sivik a miyozînê bi molekûlên fosfatê ve girê dibin. Bi fosfatê ve girêdana zincîra sivik, ji bo destpêkirina pêvajoya girjbûnê gava yekem a girîng e. Di heman demê de kalmodulîn bi proteîna kaldesmon ( bi înglîzî: caldesmon) ve girê dibe, ev pêkhateya nû tropomiyozîna li ser deziyê barîk ji cihê girêdana miyozînê dûr dixe. Ev rewş rê li ber avakirina panî pireyê ve dike. Fosfatîbûna panîpireyên miyozînê rê dide serikê miyozînê ko bi aktînê ve girê bibe. Rêjeya fosfatîbûna zincîrên sivik ên miyozînê hêza girjbûn û maweya girjbûna lûsemasûlkeyê diyar dike.
Girjbûna lûsemasûlkeyê li gor peykeremasûlkeyê gelek hêdî rû dide, lê lûsemasûlke zû nawestin û bi gelemperî bo demek dirêj çalak dimînin. Pêdiviya lûsemasûlkeyan a bi enerjiya ATPyê ji ya peykeremasûlkeyan kêmtir e, loma lûsemasûlke bêrawestan û bêwestan dikarin bo demek dirêj çalak bimînin.
Ji bo xavbûna lûsemasûlkeyan, cogên kalsiyumê yên li ser parzûna masûlkexaneyan tên girtin, kalsiyuma nav sarkoplazmayê bi navbeynkariya pompeyên kalsiyume ber bi derveyî xaneyê ve tên pompekirin. Bi vî awayê di nav xaneyê de xestiya kalsiyumê kêm dibe, kalmodulîn ji kînaza zîncîra sivik a miyozînê diqete, dawî li çalakiya eznîmê tê. Enzîma fosfataza zincîra sivik a miyozînê ( bi înglîzî: myosin light-chain
phosphatase ( MLCP ) fosfatên bi miyozînê ve girêdayê, ji miyozînê diqetîne. Dûrxistina fosfatan panîpireyê hildiweşîne, bi vî awayê masûlke xav dibe. Hêza girjbûn û xavbûna hemû lûsemasûlkeyan ne yek e. Di xaneyê de xestî û çalakiya du enzîman; kînaza zincîra sivik a miyozînê û fosfataza zincîra sivik a miyozînê hêz û leza girjbûna lûsemasûlkeyê diyar dikin.