Celadet Alî Bedîrxan

Me zanî ko xweseriya me, di zimanê me de ye û em bi tenê bi hînbûna xwendin û nivîsandina zimanê xwe û parastina wî, di civata miletan de, wek miletekî xweser dikarin bijîn û payedar bin.
Celadet Alî Bedîrxan (1893-1951)
Showing posts with label erkê kar. Show all posts
Showing posts with label erkê kar. Show all posts

2021/06/17

Gehînkeya Demarûmasûlke

 






Gehînkeya demarûmasûlke (bi înglîzî: neuromuscular junction ) cihê taybet e ko tewerekotahiya demarexaneyê û masûlkerîşal rastê hev tên.
Gehînkeya demarûmasûlke, gehînkeyek kîmyayî ye di navbera demarexane û masûlkexaneyê de. Peykeremasûlke di bin bandora koendama demarê de kar dikin. Demareragihandinên ji demax an jî ji dirkepetikê dibin sedema girjbûna peykeremasûlkeyê. Rîşalên demarexaneyê bi masûlkerîşalan ve gehînkeya kîmyayî ava dikin. Di her masûlkerîşalek peykeremasûlkeyê de, ji bo girêdana demarexaneya livînê, gehînkeya demarûmasûlke heye. Ango her peykeremasûlkeyek ji aliyê demarexaneya livinê tê kontrolkirin.
Demarexaneyên livînê ji demax an jî ji dirkepetikê ragîhandinên demarî digihînin masûlkerîşalan. Dawiya beşa tewereyê demarexaneyê wekî tewerekotahî tê navkirin. Beşa sarkolemaya masûlkerîşalê ya ko bi kotahiya tewereyê ve di nav têkiliyêde ye wekî lewheya serê ya livînê ( bi înglîzî: motor end plate) tê navkirin.
Tewere raste rast bi lewheya serê ya livînê re temas nake. Di navbera kotahiya tewereyê û ya sarkolemayê de valahiyek biçûk heye, ji re dibêjin gehînkeqelîş . Sînyalên elektrîkî bi şeweyê erkê kar ji laşê demarexanêyê derbasî tewereyê dibin, heta kotahiya tewereyê tên guhêztin. Erkê kar li tewerekotahiyê de dibin sedema hilweşîna cemsergiriya parzûnê, ango berevajîbûna cemsergirî rû dide.
Bi berevajîbûna cemsergiriyê cogên kalsiyumê yên li ser kotahiya tewereyê ve dibin. Paşê, kalsiyumên li derdorê ber bi nav tewerekotahiyê diherikin. Bi hatina kalsiyumê, ji çikildanên gehînkeyê ya demarexaneya livînê, demareguhêzera (neurotransmitter) asetîlkolîn tê derdan. Astîlkolîn (ACh) belavê nav gehînkeya demarûmasûlkeyê dibe. Li ser rûyê sarkolemayê de wergirên asetîlkolînê hene. Asetîlkolîn bi van wergiran ve girê dibe. Bi girêdana asetîlkolînê, cogên wergirê asetîlkolînê ve dibin, Îyonên sodyumê diherikin nav masûlkerîşalê. Ev rewş dibe sedema hilweşîna cemsergiriya masûlkerîşalê. Di masûlkerîşalê de erkê kar dest pê dike. Di nav sarkoplazmaya masûlkerîşalalan de tora lûlekên berwarkî heye, ev tor wekî lûlekên T (bi îngilîzî: T tubule) tên navkirin. Dema demareguhêzer digihîje ser rûyê sarkolemayê, sînyal bi navbeynkariya lûlekên T belavê nav sarkoplazmayê dibe. Lûlekên T erkê kar digihînin retîkûlûma sarkoplazmî. Cogên kalsiyumê yên retîkûlûma sarkoplazmiyê ve dibin, kalsiyuma embarkiri ji retîkûlûma sarkoplazmî belavê nav masûlkerîşalokan dibe û rêzeçalakiyin ji bo girjbûna masûlkeyê dest pê dike.
Gava asetîlkolîn li ser wergirên asetîlkolînê dimînin cogên sodyumê jî vekirî dimînin, ango masûlerîşal çalak dimîne. Lê divê piştî ragihandinê,heta demareragihandinek nû, divê çalakiya masûlkeyê jî raweste. Ji bo girtina cogên sodyumê dive asetîlkolîn ji gehînkeqelîşê bêne dûrxistin. Di gehînkeqelîşê de enzîmek heye bi navê asetîlkolînesteraz (bi înglîzî: acetylcholinesterase). Ev enzîm hilweşînerê asetîlkolînê ye. Enzîma asetîlkolînesteraz, asetîlkolînê hildiweşîne bo asetîl û kolînê. Hinek ji asetîlkolînê jî bê ko bên hilweşandin, ji gehînkeqelîşê ber bi kotahiya tewereyê tê mijandin. Bi vî awayê cogên sadyumê yên li ser sarkolemaya masûlkerîşalê tên girtin ko çalakiya masûlkeyan raweste.
*Ev xebat li ser wîkîpediyaya kurdî jî hat zêdekirin.


2020/11/22

Çêja tal

 

Çêja tal an jî tama tal, yek ji pênc corên çêjê ye.

Mirov bi navbeynkariya xaneyên çêjewergir ên nav çêjegopkeyan da, çêja şîrîn, çêja şor, çêja tirş, çêja umamî û çêja tal hest dike. Çêjegopke li ser rûyê ziman de di nav goçkeyan de an jî bi awayek serbest, li ser esmanê dev, gewrî û li ser zimanê kirkiragî de cih digirin. Ji boy nasîna çêjan, divê molekulên çêjdar di nav lîkê de bihele û bikeve nav çêjegopkeyan.
Taybetiya çêja tal
Bi gelemperî heke çêja xurekek hinekî şor, şîrîn an jî tirş be, xurek hê tamxweş dibe. Lê ji boy çêja tal rewş ne heman e. Heke di nav xurekek de çêja tal hebe, ji taliya xurekê mehdê mirov tê girtin û mirov dev ji xwarina wê xurekê ber dide.
Ne hertim, lê bi gelemperî xurekên jêhrdar tal in. Wergirên xaneyên jo boy çêja tal dikare heta 100 molekulên çêjdar ên ji hev cuda binase û ji hev derxe. Bi vî awayê jiyana mirov ji xurekên jêhrdar tê parastin.
Asta derîzankê (bi îngilîzî: threshold level) ya hestê çêjtinê li mirov, ji boy çêja tal, gellek nizm e. Di nav xurekan de bi rêjeyek pir hindik ji awêteyên tal hebe, koendama çêjtinê ya mirov, dîsa jî dikare bi hêsanî çêja tal binase. Wekî mînak, awêteyek bi navê kînîn(quinine), yek ji awêteyênherî tal e. Kînîn ji qaşilê darek bi navê dara sînçonayê (cinchona)tê bi destxistin. Heke di nav xurek de xestiya kînînêbi rêjeya serê lîtreyek 25 mîkromolar (25 μmol/L) an jî zêdetir be, mirov dikare taliya xurekê hest bike.
Lê asta derîzankê ya ji boy çêja şirîn li gor çêja tal, gellek bilind e. Wekî mînak, heke di nav xurek de rêjeya xestiya şekirê çayê (sukroz) ji 10000 μmol/L kêmtir be, wê gavê şîrîniya xurekê nayê hestkirin. Herwisa gava li mirov çêja tal peyda dibe, taliya devê mirov li gor çêja tirş, şor û şîrîn hê derengtir winda dibe.
Bi taybetî du komên awêteyan endamî (bi îngilîzî: organic compaunds) dibin sedema peydabûna çêja tal. A yekem, awêteyên endamî yên ji zincîrek dirêj pêk tên û azot(N) lixwe digirin, a duyem, koma alkaloîdan e.
Alkaloîd ji riwekan tê bi destxistin. Wekî mînak, nîkotîna nav tûtina cixarê, kafeîna nav qehwê an jî kînîn (quinine) madeyên alkaloîd in. Her wisa taliya hin derman jî ji ber hebûna alkaloîdan e. Wekî mînak aspirîn alkaloîd lixwe digire loma çêja aspirînê tal e.
Rêbaza hestkirina çêja tal
ji boy têgihîştina çêja tal, molekula çêjdar bi wergirên taybet ên çêjewergirê ve girêdan ava dike. Navê van wergiran “wergirên bi proteîna-G ve gêrêdayî” ye (bi îngilîzî: G-protein-coupled receptors). Ji boy naskirina çêja şîrîn yek, lê ji boy naskirina çêja tal, ji 30yê zêdetir cor wergir li ser çêjewergirên mirov de cih digirin.
Gava molekulên çêja tal (peyambera seratayî) bi wergirên ser parzûna xaneya çêjewergir ve girê dibin, binebeşên protina-G ji wergirê diqetin û belavê nav sîtoplazmayê dibin. Binebeşên proteîna-G di nav xaneya çêjewergir de peyambera duyem dide destpêkirin, pêştê rêzereaksiyonan, cogên potasyumê tê girtin ko potasyumên nav sîtoplazmayê, dernekevêndervayê xaneya çêjewergir. Di heman demê de retîkûlûma endoplazmî jî kalsîyum (Ca+2) der dide nav xaneyê. Bi vî awayê di xaneya çêjewergir de berevajîbûna cemsergiriyê rû dide. Ji xaneya çêjewergir demareguhêzer tê derdan. Demareguhêzer jî demarexaneyên hestê çalak dike û erkêkar dide destpêkirin. Ango sînyalên kîmyayî yên ji molekula çêja tal te veguherandin boy sinyalên elektrîkê. Sînyal bi şeweyê demareragihandin ber bi mejî ve tê şandin.
* Ev xebat li ser wîkîpediyaya kurdî jî hat zêdekirin








2019/12/21

Tewere




        Tewere, rîşaledemar an jî akson (bi îngilîzî: axon) beşekî demarexaneyê yê. Xaneya demar bi şeweyê liqdar e, li gel gellek liqin kurt, bi gelemperî liqek dirêj jî ji parzûna xaneyê ber bi derveyî demarexaneyan dirêj dibe. Ev liqê dirêj wekî tewere tê  navkirin. Ango tewere liqê dirêjtirîn ê demarexaneyê ye ko demareragihandinan vediguhazîne dûrê laşexaneya demarexaneyê.

Anatomiya tewereyê

        Bi gelemperî xaneyên demar yek an jî du tewere lixwe digirin, lê hin demarexane bê tewere ne. Wekî mînak di çîna koroyîdî ya çavê mirov de bi navê amacrine hin xaneyên demar hene ko bê tewere ne.
Dirêjiya tewereyê li hin demarexaneyan ji metreyek dirêjtir e.
Tewere pêkhateyek rîşalî ye, lê kotahiya tewereyê liqdar e.


         Tewere ji laşê demarexaneyê dirêj dibe, beşa demarexaneya ko tewere jê derdikeve wekî tûmika (tepik) tewereyê tê navkirin. Herwisa tûmika tewereyê wekî kerta peşîn (seretayî) jî tê navkirin Kartêkir ji hawirdorê bi navbeykariya dendirîtan tên wergirtin û ber bi laşê xaneya demar ve tên şandin. Kartêkir ji laşexaneyê di beşa kerta pêşîn de bi şeweyê erkê kar (bi îngilîzî: action potential) derbasî tewereyê dibe. Kartêkir li ser parzûna laşê xaneyê de erkê kar peyda dike. Laşexane kartêkiran bi şêweyê demareragihandin arasteyê tewereyê dike. 
         Tewereyê hin xaneyên demarê bi pêkhateyek çewrî dorpêçî ye. Ev pêkhate wekî bergê maylînî tê navkirin. Bergê maylînî, tewereyan ji hev dadibirrine, herwisa guhaztina erkê kar leztir dike. Ji xeynî xaneyên demarekoendama navendî, bergê maylînî yê tewereyê demarexaneyan ji xaneyên Schwann pêk tê. Lê bergê maylînî yên xaneyên demarekoendama navendî ji xaneyên olîgodendrosît pêk tê. Xaneyên olîgodendrosît xaneyên palpiştin ji bo demarexaneyan. 

          Di navbera rêza xaneyên Schwann de, ango di navbera du bergên maylînê de,  hin beşên tewereyê bêmaylînî ye, ev beşên navbera bergê maylînî wekî girêya Ranvier tê navkirin. Kotahiya tewereyê liqdar e, serê van liqan wekî kotahiya tewereyê (bi îngilîzî: axon terminal) an jî demarekotahî bi nav dibe. Erkê kar li demarakotahî de bi dawî dibe, ragîhandin ji tewereyê bi awayekî kîmyayî derbasî xaneyek din dibe. Kotahiyên teweryê bi xaneyên paşgehîn ve raste rast bi temasê de nîn in. Di navbera kotahiya tewereyê û parzûna xaneya paşgehîn de valahî heye. Ev devera ko kotahiya demarexane û xaneya paşgehîn rastê hev tên, wekî gehînkeya demarî an jî gehînke (bi îngilîzî:synapse) tê navkirin.

Erkê Tewereyê

          Tewere erkê guhaztina demareragihandin pêk tînê, ji laşêxaneyê ber bi dûrê demarexaneye. Kartêkirên ji hawirdorê hatine girtin, bi şeweyê demareragihandin, bi riya tewereyê, tên veguhaztin bo xaneyek din. Dibe ko ev xaneya din xaneyek demar, xaneyek masûlke an jî xaneyek rijênê be. Li tewereyê demareregîhandin bi şeweyê erkê kar dirûst dibe. Li tewereyê erkê kar bi çalakiya elektrîkî pêk tê. Erkê kar di parzûna tewereyê de li beşên girêyên Ranvier de bi alûgorkirina îyonên sodyum(Na+) û potasyumê( K+) çê dibe. Heke ji ber darbeyek, ziyan bigehîje tewereyê û tewere birîndar bibe, xaneyên Schwann palpişta tewereyê dikin û cihê ziyangirtî baş dikin.


           Hin caran koendama bergiriya mirov li dij bergê maylînî ya tewereyê bergirî dabîn dike. Ji koendama bergiriya van mîrovan wetrê, bergê maylînê ne beşek ji laşê mirov e, loma divê were tunekirin. Bi taybetî xaneyên T yên lîmfê, êrîşê bergê maylînî ya xaneyên demarekoendama navendî dike. Ji ber têkşikestina bergê maylînî, demareragihandin têk diçe an jî pir hêdî tê guhaztin. Hin caran dibe ko ne tenê bergê maylînî, lê tevahiya demarexaneyê jî bimre. Ev rewş dibe sedema reqbûna gellek demarxaneyan, loma navê nexweşiyê fire reqbûna demarerîşal e (bi îngilîzî:multiple sclerosis (MS))