Celadet Alî Bedîrxan

Me zanî ko xweseriya me, di zimanê me de ye û em bi tenê bi hînbûna xwendin û nivîsandina zimanê xwe û parastina wî, di civata miletan de, wek miletekî xweser dikarin bijîn û payedar bin.
Celadet Alî Bedîrxan (1893-1951)
Showing posts with label xwîn. Show all posts
Showing posts with label xwîn. Show all posts

2023/06/17

Asîda amînî

 

    Asîda amînî an jî tirşa amînî (bi înglîzî: amino acid) yekeya pêkhateya proteînan ê.
Navê asîda amînî ji navê du koman, koma amînî û koma asîda karboksîlê pêk tê.
Her çiqas navê wan asîda amînî be jî, hemû asîdên amînî ne asîdî ne. Asîda glutamî (glutamic acid) û asîda aspartî (aspartic acid) taybetmendiyên asîdê lixwe digirin loma wekî asîd tên hesibandin.
    Di laşê mirov de gellek erkên asîdên amînî hene. Di pêkhateya proteînan de cihgirtin, erkê sereke yê asîdên amînî ye. Lê di xaneyê de asîdên amînî ji bo çêkirina bazên nîtrojenî yên nukleotîdên ADN, ARN-yê jî tên bikaranîn. Herwisa hin hormon û demareguhêzer (neurotransmitter) jî ji asîdên amînî peyda dibin.
    Ji bo kurtenavê asîda amînî sê tîp an jî tîpek tê bikaranin. Wekî mînak kurtenavê asîda amînê ya alanîn “Ala”, an jî “A” ye ( Alanîn= Ala= A). Herwisa peyava asîda amînî jî bi kurtî wekî “aa” tê nivîsin.
--Pêkhateya asîda amînî --
    Di hemû asîdên amînî de karbonek navendî heye, ev karbon bi çar bendan bi molekulan ve girêdayî ye û wekî karbona alfa tê navkirin. Bendek karbonê bi hîdrojenê ve girêdayî ye, benda duyem bi koma karboksîlê, a sêyem bi koma amînê ve giredayî ye. Van hersê bêş di pêkhateya hemû asîdên amînî de hevpişk in. Benda çaremîn a karbona navendî bi zincîra talî (koma guhêrbar) ve girêdayî ye. Zincîra talî wekî koma fermanî (bi înglîzî: functional group) tê navkirin û bi tîpa R tê nîşankirin.
    Cudahiya asîdên amînî ji ber cora koma fermanî ye. Ango di xaneyên mirov de 21 corên koma fermanî (R) heye. Her asîdek amînî, koma fermaniyek bêhempa lixwe digire. Di hin aa de koma fermanî sade ye. Wekî mînak zincîra talî ya asîda amînî ya glîsîn (glycin) tenê ji hîdrojenek pêk tê. Zîncîra talî di asîdên amînîyên din de aloztir e. Zincîra talî di hinek aa de çeqdar e, di hinek aa de xelekî ye.
--Hejmara asîdên amînî--
    Li gor pirraniya çavkaniyan, di pêkhateya proteînên mirov de 20 cor asîdên amînî cih digire. Di van salên dawî de di xaneyên zîndeweran de du asîdên amînî yên nû hat keşfkirin. Ji vana asîda amînî ya bi navê seleonosîstîn (bi înglîzî: selenocysteine) di sala 1986ê de hat keşfkirin, ev aa di xaneyên mirov de cih digire, lê asîda amînî ya bi navê pîrolîzîn (bi înglîzî: pyrrolysine) a ko di sala 2002 de hat kefşkirin di pêkhateya proteînên mirov de cih nagire. Ango di xaneyên zîndeweran de herî zêde 22 cor asîdên amînî heye, lê di proteînên xaneyên mirov de 21 cor aa heye.
    Di pêkhateya hin proteînan de ji bilî 21 asîdên amînî, hin asîdên amînî yên neasayî jî cih digirin. Ev asîdên amînî ji guhertina asîdên amînî yên asayî tên çêkirin. Wekî mînak, di pêvajoya dirustbûna kolojenê de, asîda amînî ya lîzîn û ya prolîn tên guhertin bo asîdên amînî yên hîdroksîlîzîn (bi înglîzî: hydroxylysine) û hîdroxsîprolîn (bi înglîzî: hydroxyproline). Ev herdu asîdên amînî yên nû, di navbera bendên peptîdî yên kolojenê de girêdanên çeprast ava dikin. Bi vî awayî molekula kolojenê zexmtir dibe, kolojen xurtî û qewînî dide kirkirk û hestiyan.
--Çavkaniya asîdên amînî yên laşê mirov--
    Baweriya gellek zanyar ev e ko asîdên amînî yek ji molekulên pêşîn in ko li ser ruyê erdê peyda bûnê. Wisa tê pêşbinîkirin ko cara ewil, asîdên amînî di deryayê de peyda bûne.
Ji bo asîdên amînî yên laşê mirov du çavkanî heye. Mirov di xaneyên xwe de ji molekulên din (asîdên çewrî, glukoz) asîdên amînî berhem dike. Herwisa xurekên bi proteînî jî çavkaniya duyem e ji bo dabînkirina asîdên amînî.
    Li gel hin istisnayan, riwek û zîndewerên navikseretayî (bakterî û arke), dikarin hemû corên asîdên amînî di xaneyên xwe de ji molekulên din berehem bikin. Ajal di xaneyên xwe de ne hemû lê dikarin hinek asîdên amînî berhem bikin. Asîdên amînî yên ko di xaneyên ajalan de nayên berhemkirin wekî asîdên amînî yên bingehîn (bi înglîzî: essential amino acids ) tên navkirin.
Mirov asîdên amînî yên bingehîn ji xurekên biproteînî bi dest dixe. Goşt bi proteînan dewlemende. Gava mirov goştê ajalek dixwe, proteînên wê ajalê werdigire. Di laşê mirov de proteîn ji aliyê koendama herisê ve tê heriskirin. Ji hilweşîna proteînan, asîdên amînî peyda dibe. Asîdên amînî tevlê xwîna mirov dibe û di xaneyan de ji bo çêkirina proteînên mirov tên bikranîn.
    Hejmara asîdên amînî yên bingehîn ji bo zarokan 10, ji bo mirovên pêgihiştî 9 e.
Îzolusîn (isoleucine), lusîn (leucine), lîzîn (lysine), metîonîn (methionine), fenîlalanîn (phenylalanine), tireonîn(threonine), trîptofan (tryptophan), valîn (valine), û hîstîdîn (histidine) 9 asîdên amînî yên bingehîn in ji bo mirovên pêgihiştî. Zarok li gel van 9 aa, nikarin bi têra xwe asîda amînî ya arjînîn (arginine) jî di xaneyên xwe de berhem bikin.
--Asîdên amînî û rêkxistina pH-ya hawîrdorê--
    Asîdên amînî di gîraweya pH-ya nêtar (neutral) de bi gelemperî bi şêweyê îyonên ducemser in. Ango di xaneyê de koma karboksîl (—COOH) hîdrojenek dide û dibe îyona (—COO )-. Herwisa koma amîn (—NH2) jî hîdrojenek digire û dibe îyona —NH3+. Bi vî awayî koma karboksîlî ya asîda amînî bi bargeya negatîf, koma amînî jî bi bargeya pozîtîf tê barkirin.
Ji ber ko koma karboksîl û koma amîn a asîdên amînî hîdrojen berdidin an jî hîdrojen werdigirin, asîdên amînî wekî rêkxistinerê pH-yê (buffer) kar dikin û xaneyê ji guherîna pH-yê diparêzin.
Asîdên amînî wekî molekulên amfoter (amphoteric) tên navkirin. Di hawirdora asîdî de koma amînî ya asîda amînî mîna baz (tift) bi asîda hawîrdorê dikeve reaksiyonê û asîdiya hawirdorê hinek kêm dike. Herwisa di hawirdorek alkalî de koma karboksîl jî mîna asîd bi baza hawîrdorê dikeve reaksiyonê û asta alkalîbûna hawirdorê hinek kêm dike. Ango asîdên amînî ji ber taybetmendiyên xwe yên amfoterî, pH-ya hawirdorê rêk dixin.
    Hemû asîdên amînî di şileya laş a derdora pH-ya ≈ 7- 7.4 de bi şêweyê iyonî ne. Koma karboksîlê bi bargeya negatîf, koma amînî jî bi bargeya pozîtîf barkiriyê.
Heke di molekulek de bargeya negatîf a komek û bargeya pozatîf a koma heman molekulê yeksan bin ew molekul wekî molekula zwîtterîon (bi almanî: zwitterion) tê navkirin. Peyva “zwitter” di zimanê almanî de ji bo rewşa duregbûnê an jî hermafrodîtiyê tê bikaranin. Hemû asîdên amînî di pH-yek taybet de zwîtterîon in. Asîdên amînî yên necemsergir û yên cemsergir û nebibargeyî di laş de di rewşa zwîtterîon de ne. Asîdên amînî yên cemsergir ên bargeyî jî di pH-yek diyarkirî de digihîjin asta zwîtterîonê. Zwîtterîoniya asîdên amînî kar dike bo rêkxistina pH-ya xaneyê an ji şileya laş.

--Corên asîdên amînî li gor rewşa cemsergiriyê--
    Ji ber ko di hin beşên proteînê de, di navbera zincîrên talî de girêdan ava dibe, pêkhateya kîmyayî ya zincîra talî girîng e ji bo pêkhateya proteînê. Ango zincîra talî (koma fermanî) bandor li ser şêweya proteînê dike.Asîdên amînî li gor taybetmendiya kîmyayî ya zîncîra talî tên polenkirin. Di zîncîra talî de rewşa dabeşbûna bargeyên karabe ya bi şeweyê neyeksanî,wekî cemsergirî tê navkirin.
--Asîdên amînî yên necemsergir--
    Pirraniya asîdên amînî zincira talî ya necemsergir (bi îngîlîzî: nonpolar) lixwe digirin. Neh asîdên amînî zincira talî ya necemsergir lixwe digirin. Koma-R ya van asîdên amînî -CH2 an jî -CH3 lixwe digirin. Alanîn, valîn, lusîn, îzolusîn, prolîn, fenîlalanîn, metîonîn, trîptofan û glîsîn asîdên amînî yên necemsergir in.
--Asîdên amînî yên cemsergir û bibargeyî--
    Hin asîdên amînî cemsergir in (bi înglîzî: polar) û zincîra talî ya bargeyî (bi înglîzî: charged) ya bi bargeya pozîtîf an jî ya bi bargeya negatîf lixwe digirin. Di vê komê de şeş asîdên amînî cih digire. Zincîra talî ya van asîdên amînî îyonê asît an jî îyonê baz lixwe digirin. Lîzîn, arjîn, pîrolîzîn û hîstîdîn asîdên amînî yên bi taybetmendiya baz (tift) in. Asîda glutamî û asîda aspartî jî asîdên amînî yên bi taybetmendiya asîd in.
-Asîdên amînî yên cemsergir û nebargeyî-
    Hinek ji asîdên amînî cemsergir in lê zincîra talî ya nebargeyî (bi înglîzî:uncharged) lixwe digirin. Koma asidên amînî yên cemsergir ên nebargeyî ji şeş asîdên amînî pêk tê. Sîstîn, tîrozîn, glutamîn, asparajîn, trîonîn, serîn û selenosîstîn aa yên cemsergir ên nebargeyî ne. Ji xeynî sîstînê, di pêkhateya zincîra talî ya van asîdên amînî de oksîjen an jî koma hîdroksîl (OH) cih digire.
--Asîdên amînî yên aromatî--
    Zincîra talî ya hin asîdên amînî, molekulek xelekî ya şeşgoşeyî lixwe digre, ji van asîdên amînî re tê gotên asîdên amînî yên aromatî (bi înglîzî: aromatic amino acids). Ji koma asîdên amînî yên necemsergir, fenîlalanîn û trîptofan di vê kome de jî tê polenkirin. Herwisa tîrozîn jî li gel koma asîdên amînî yen cemsergir ên bêbargeyî, di vê komê de jî tê polenkirin.
--Dijavbûn û avxwazbûna asîdên amînî--
    Asîdên amînî li gor taybetmendiya dijavbûn an jî avxwazbûna koma fermanî (koma talî), di du beşan de tên polenkirin. Asîdên amînî yên dijav (bi înglîzî: hydrophobic) û asîdên amînî yên avxwaz (bi înglîzî: hydrophilic). Asîdên amînî yên dijav, molekulên avê then (pal) didin, loma di hawirdorek avî de aa ya dijaw, di aliyê navî yê proteînê de, ji avê dûr cih dibe. Asîdên amînî yên dijav di hawirdora avî ya bi bi pH-ya nêtar (pH ≈ 7) de îyonîbûn (ionize) nabin, di avakirina bendên hîdrojenî de cih nagirin. Asîdên amîni yên necemsergir dijav in.
Asîdên amînî yên avxwaz di hawirdora avî de çalak in, li aliyê derveyê proteînê de cih digirin û dikarin bendên hîdrojenê ava bikin. Asîdên amînî yên cemsergir avxwaz in. Asîdên amînî yên avxwaz dabeşê sê koman dibin; aa yên cemsergir ên bêbargeyî, aa yên cemsergir ên bi koma talî ya bi bargeya pozîtîf (asîdî), aa yên cemsergir ên bi koma talî ya bi bargeya negatîf (bazî (tiftî).
    Asîdên amînî yên ko di koma talî de koma karboksîlê lixwe digirin û bi bargeya negatîf barkirî ne aa yên asîdî ne.(asîda glutamî û asîda aspartî). aa yên ko di koma talî de koma amînî lixwe digirin û bi bargeya pozîtîf barkirînê aa yên bazî (tiftî) ne. Pîrolîzîn, lîzîn, hîstîdîn û arjînîn aa yên bi taybetmeniya bazî ne. Ji ber ko di asîdên amînî yên asîdî û bazî de koma talî cemsergir e, koma talî yê van asîdên amînî jî avxwaz e.
* Ev xebat li ser wîkîpediyaya kurdî jî hat zêdekirin.





2023/03/21

Hemofîlî


    Hemofîlî (bi înglîzî: hemophilia) nexweşiyek bomaweyî ya xwînberbûnê ye, ji ber kêmasiya çêkirina hokarên xwînmeyînê peyda dibe.
    Gava mirov birîndar dibe, bi gelemperî xwînberbûn jî dest pê dike û ji beşa birîndarî xwîn diherike derveyî lûleyên xwînê û derveyî laş. Divê rê li ber xwînberbûnê were girtin ko di laş de kêmasiya xwîn rû nede.
    Di kesên asayî (sax) de, sîstema xwînmeyînê xwînberbûnê kontrol dike. Bi pêvajoya xwînmeyînê di demek kurt de li derdora birînê, ji şileya xwînê, meyîna xwînê rû dide, xwîna meyandî hişk dibe û devê birînê digire. Bi vî awayî xwînberbûn tê sekinandin.
Lê di hin kesan de ji ber sedemên cor bi cor meyîna xwînê rû nade û xwînberbûn ji bo demek dirêj didome.
    Hemofîlî corek ji nexweşiyên xwînberbûnê ye ko ji ber têkçûna xwînmeyînê peyda dibe. Di laşê mirov de ji ber têkçûna xwînmeyînê, bi serekî sê cor xwînberbûn rû dide.
1.Xwînberbûna ji ber kêmasiya vîtamîna K.
2.Xwînberbûna ji ber kêmasîya perikên xwînê (bi înglîzî: platelet deficiency).
3.Hemofîlî
Corên hemofîliyê
Di kesên bi nexweşiya hemofîlî de allela ko proteînên taybet (hokar) ên bo xwînmeyînê didin çêkirin ne çalak e. Loma di kesên nexweş de xwînmeyîn bi awayekî asayî rû nade.
Li gor neasayîbûn an jî kêmasiya hokarên xwînmeyînê, sê corên sereke yê hemofîliyê heye; hemofîliya A, hemofîliya B û hemofîliya C.
Neasayîbûn an jî kêmasiya hokara VIII (bi înglîzî: factor VIII) dibe sedema hemofîliya A.
Kêmasiya hokara IX (factor IX) dibe sedema çêbûna nexweşiya hemofîliya B.
Ev herdu cor hemofîlî jî nexweşiyek bomaweyî ne û di kromozoma X-ê de ji ber neasayîbûna allela ko proteînên xwînmeyînê dide çêkirin peyda dibe.
Hemofîliya C ji ber têkçûna genek li ser kromozoma 4mîn rû dide. Allela vê genê kar dike ji bo çêbûna hokara XI (factor XI). Ji ber ko nexweşiyek bi kromozoma laşî ve girêdayî ye, hemofîliya C di mê û nêran de bi heman rêjeyê peyda dibe.
    Di nav mirovên civakekî de, ji hersê cor hemofîliyan , hemofîliya A herî zêde, hemofîliya C jî herî kêmtirîn tê dîtin.
    Ji ber ko di laşê nexweşên bi hemofîliyê de meyîna xwînê an qet rû nade, an jî pir hindik rû dide, ev nexweşî wekî nexweşiya xwînberbûnê jî tê navkirin. Dibe ko xwînberbûna hemofîliyê ji ber birindariyê, di birînek derveyê laş de dest pê bike. Herwisa xwînberbûn dibe ko di nav laş jî, bi gelemperî li derdora gehan de rû bide. Ji ber xwînberbûna hemofîliyê hin caran dibe ko di mirov de nexweşiya kêmxwînî ya giran peyda bibe.
Nîşanên hemofîliyê
Di laş de xwînberbûna xwe bixwe
Ji ber kişandina diran an jî ji ber birînên nekûr û asan, xwînberbûna demdirêjî.
Di coga herisê de an ji di koendama mîzê de xwînberbûn.
Di gehan de piştê xwînberbûnê, êş û werimî.
Di nav mîzê de hebûna xwînê.
Bomaweyî
    Hemofîlî ji ber allelek neasayî ya bezîw a bi kromozoma X-ê ve girêdayî ve peyda dibe û wekî kêmasiya yek an jî zêdetir proteînên xwînmeyînê tê terîfkirin.
    Hê ji demên kevnar ve mirovahî pê derxistiye ko hin nexweşî di nêran de hê pirtir bandordar in. Wekî mînak, rêjeya nexweşiya rengkorî û hemofîlî di mê û nêrên heman civakê de ne wekhev in. Ev herdu nexweşî jî li gor mêyan, di nav nêrên civakê de belavtir e. Ev herdu nexweşî jî ji ber allela bezîw a têkçûyê ya bi kromozoma X-ê ve girêdayî peyda dibin.
    Mêyên ji bo allela nexweşiyê dureg in, ji ber hebûna allela zal, di wan de tu nîşanên nexweşiyê dernakeve, ew hilgirê nexweşiyê ne.
    Di mêyan de kromozomên zayendê, kromozomên homolog in û ji cotek kromozoma X-ê pêk tê.
Tenê gava mê ji bo allelên nexweşiyê yekreg be, ango allelên li ser herdu kromozomên X-ê jî allelên neasayî yên bezîw bin, wê gavê mê bi nexweşiyê dikevin. Ango ji bo peydabûna keçek nexweş, divê keçik hem ji dayika xwe, hem jî ji bavê xwe allela têkçûyî werbigire. Heke keç ji bavanek allela têkçûyî, ji bavanê din allela asayî werbigire, bi nexweşiyê nakeve, lê wekî hilgirê nexweşiyê tê navkirin.
    Di nêran de kromozomên zayendê, kromozomên homolog nîn in. Nêr kromozomek X û kromozomek Y-yê wekî kromozomên zayendê lixwe digirin.
Heke kur ji dayika xwe, bi navbeynkariya kromozoma X-ê allela têkçûyî werbigire, kur bi nexweşiyê dikeve. Na heke ji dayikê allela asayî werbigire, vê gavê tûşî nexweşiyê nabe. Ji ber ko kur ji bavê xwe kromozoma Y-yê werdigirin, kur nexweşiyên bi kromozoma X-ê ve girêdayî tenê ji dayikê werdigirin. Herwisa ji bo tekçûnên bi kromozoma X-ê ve girêdayî de, kur hilgir nabin, an nexweş in, an jî sax in.
Başkirina (tedawî) hemofîliyê
Nexweşî bi tevahî nayê başkirin, lê heke hokarên xwînmeyînê bidin kesen nexweş, bandora neyînî ya nexweşiyê kêm dibe. Ji bo hokarên xwînmeyînê du çavkaniyên sereke heye
Çavkaniya yekem, xwîna mirovên sax e. Hokara VIII an jî hokara IX a ji mirovên sax hatiye bidestxistin, bi derzîkirinê tevlê xwîna nexweşê dikin. Hokarên ji derve hatine girtin di çend saetan de çalak dibin. Hokara nav xwînê di beşa birîndarî de pêvajoya xwînmeyînê dide destpêkirin. Hokar bi qasî 3 roj di laş de çalak dimîne.
Ji bo bidestxistina hokarên xwînmeyînê, heta van salên dawî, yekane çavkanî xwîna mirovên sax bû, lê êdî hokarên VIII û IX ên xwînmeyînê, bi xebatên endezyariya bomaweyî (bi înglîzî: genetic engineering) bi rêbaza teknolojiya ADN-ya dubare pêkhatî (bi înglîzî: recombinant DNA technology) jî li derveyî laşê mirov, bi alîkariya bakteriyan tê berhemkirin.
* Ev xebat li ser wîkîpediyaya kurdî jî hat zêdekirin.





2023/03/04

Nexweşiya Fenîlketonurî






    Fenîlketonurî (bi înglîzî: (phenylketonuria (PKU)) nexweşiyek bomaweyî ya sîfeta laşî ya bezîw e, ji ber kêmasî an jî tunebûna enzîma fenîlalenîn hîdroksîlaz peyda dibe.
    Di tomara reçelek a nexweşiya fenîlketonurî de, kesên hilgir, kesên tûşbûyî û kesên sax cih digire. Kesên bi vê nexweşiyê ne, ango bi nexweşiyek sîfeta laşî ya bezîw in, bi gelemperî bavanên wan hilgirê wê nexweşiyê ne. Ango herdu bavan jî allela têkçûyê bi awayekî dureg lixwe digirin, loma bavan asa xuya dibin lê bi egera %50yê allela têkçûyî diguhazînên weçeyan. Ji bavanên hilgir, bi egera %25ê weçeya tûşbûyî, bi egera %50yê weçeya hilgir û bi egera %25ê weçeya sax peyda dibe.
    Nexweşiya fenîlketonurî ji ber kêmasiya metabolîzmaya asîda amînî peyda dibe. Ev nexweşî ji ber têkçûna allela li ser kromozoma 12mîn pêk tê. Allela zal ji bo diristkirina enzîma fenîlalanîn hîdroksîlaz (phenylalanine hydroxylase) kar dike. Di kesên tûşbûyî de herdu allel jî bezîw in, loma bi têra xwe enzîm çênabe. Enzîma fenîlalanîn hîdroksîlaz, di kezebê de asîda amînî ya fenilalanînê (bi înglîzî: phenylalanine) diguherîne bo asîda amînî ya tîrozînê (bi înglîzî: tyrosine). Ji ber nebûna enzîmê, di laşê kesên bi nexweşiya fenîlketonurî de fenîlalenîn bi rêjeyek bilind berhev dibe, hinek jî tê guhertin bo fenîlketonê (wekî fenîlpurîvat jî tê navkirin). Fenîlketon (phenylketon) ziyan dide demarekoendama navendî.
    Nexweşiya fenîlketonurî an jî bi kurtî PKU, cara pêşîn di sala 1934ê de ji aliyê bijîşkê norwecî Asbjørn Følling ve hat şîrovekirin. Følling di xebatên xwe de destnîşankir ko di mîza kesên bi vê nexweşiyê ne, xestiya fenîlpurîvat (fenîlketon) zêde ye û ji mîza van kesan bêhna kufikî bilind dibe.
Hin nîşaneyên nexweşiya fenîlketonuriyê
• Derengmayîn an jî paşketin di peresîna koendama demarê de.
• Têkçûna jîriyê.
• Di mil û lingan de livînên bêhemdî, ricifîn.
• Ji laş rabûna bêhna kufikê.
• Di mêjera pîgmentên çerm de kêmasî.
    Di dirêjiya ducaniyê de fenilalanîna nav laşê korpelê ji aliyê enzîmên dayikê ve tê têkşikestin, loma zarokên tûşbûyî wekî kesên sax ji dayik dibin. Lê di nav çend mehan de, dema dergûşiyê de kombûna fenîlketon û hin madeyên din ên jahrî, ziyan dide koendama demarê û nîşanên nexweşiyê li zarok de peyda dibe.
    Ji bo taqîkirinê ji paniya nûzayê çend dilop xwîn tê wergirtin ko di nav xwînê de xestiya fenilalanîn were tespîtkirin.
    Jina ducanî ya bi nexweşiya fenîlketonuriyê dibe ko ji ber asta bilind a fenilalenîna nav xwîna xwe, bibe sedema têkçûna geşebûn û peresîna korpeleyê. Dibe ko korpele bi awayekî bomaweyî tûşê vê nexweşiyê nebû be, ango kesek sax be, lê fenilalenîn ji xwîna dayikê bi navbeynkariya plasentayê derbasî laşê korpeleyê dibe û peresîna korpeleyê têk dibe.
    Kesên bi nexweşiya fenîlketonurî, divê di xwarinin xwe de cihê zêde nede xurekên bi asîda amînî ya fenilalenîn dewlemend e. Herwisa li gel xurekên sirûştî, di nav madeya şîrînker a bi navê aspartam de gellek fenîlalenîn heye.
    Her çiqas nexweşiyên bomaweyî bi temamî nayên saxkirin jî, heke kesên bi nexweşiya fenîlketonurî, pîştî jidayikbûnê zû werin tesbitkirin û bi xurekên kêmfenîlalenîn werin xwedîkirin, dibe ko tu xeteriyên nexweşiyê di van kesan de peyda nebe.
*Ev xebat li ser wîkîpediyaya kurdî jî hat zêdekirin.







2023/02/15

Fire allelî

 



    Fire allelî (bi înglîzî: multiple alleles), di koma corek zîndeweran de ji bo sîfetek diyarkiri, hebûna sê an jî zêdetir çeşîdên allelan e.
    Di xaneyên dîploîdî de her gen du allel lixwe digire, her allelek li ser kromozomên lêkçû de di xalên taybet (lokûs) ên li hemberî hev de cih digire. Gregor Mendel di xebatên xwe yên li ser riweka polkeyê de sîfetên xwediyê du genên cîgir (allel) bi kar anîbû. Loma ji Mendel wetrê zîndewer, ji bo sîfetek diyarkirî herî zêde du allelên cuda lixwe digirtin.
    Îro êdî em dizanin ko herçiqas zindewerek diploîdî, ji bo her sîfetek (gen) diyarkirî du allel lixwe bigire jî, di rewşa fire allelî de, di koma cora wê zîndewerê (populasyon) de ji bo heman genê, çeşîdên allelan ji duduyan zêdetir e. Ango di encamê xebatên Mendel de ne xeletî, lê kêmasî hebû.
    Bi gelemperî hejmara allelan li gor rêzikên li jêr tê rêvebirin.
- Gamet (xaneya hêkê an jî sperm) ji bo her sîfetek yek cor allel lixwe digire.
-Zîndewerek an jî xaneyek dîploîdî ji bo her genek (sîfet) du allel lixwe digirin. Dibe ko herdu allel wekhev bin an jî ji hev cuda bin.
-Koma corek zîndeweran (populasyon) ji bo sîfetek dibe ko du an jî pirtir allelên cuda lixwe bigirin.
    Sîstema ABO ya komeleya xwînê, mêşê mêweyê (bi înglîzî:fruit fly) de çêbûna rengê çav, çêbûna rengê pûrt di pisîkan de û di hin corê kîvroşkan de çêbûna rengê pûrt, hin mînakên ji bo fire alleliyê ne.
--Di sîstema ABO-yê de çêbûna komeleyên xwînê --
    Li gor sîstema ABO-yê, di koma mirovan de komeleya xwînê çar cor e (A, B, AB û O) û ji aliyê sê allelan ve tê kontrolkirin. Di mirovek de ji van hersê allelan herî zêde du allelên ji hev cuda heye.
    Gena (allel) komeleya xwînê diyar dike, şîfre dide bo çalakiya enzîman ko karbohîdratan bi proteînên ser rûyê xirokên sor ve girê bide. Bi yekbûna karbohîdrat û proteînan, pêkhateya glîkoproteîn peyda dibe.
Molekulên glîkoproteînî, ji bo dijetenên nav plazmaya xwîna mirov, wekî madeyek dijepeydaker e. Komeleya xwîna mirov jî li gor hebûn an jî tunebûna van dijepeydakerên li ser rûyê xirokên sor, diyar dibe.
    Gena ko şîfre dide enzîmên bo komeleya xwînê, bi tîpa I tê nîşankirin. (Isohemagglutinin : navê dijetenên nav plazmaya xwînê di sîstema ABO a xwînê de. Bi dijepeydakerên ser rûyê xirokên sor ve xwe girê didin û xwînê dimeyînin).
Sê allelên vê genê heye; IA,,IB û IO. Allela IA li ser xirokên sor de zedekirina galaktozamînê dabîn dike. Allela IB li ser rûyê xirokên sor de galaktozê dide girêdan. Allela IOli ser xirokên sor karbohîdrat nade zêdekirin. Kromozomê mirovek ji van hersê allalan tenê dikare du allel werbigire.
    Dibe ko ji bo komeleya xwînê, allelên mirovek yek ji van cotan be IA IA, IB IB, IA IB, IA IO, IB IO, IO IO . Ango di koma mirov de ji bo komeleya xwînê 6 bomawebabet heye, lê kesek (mirovek) ji van şeş bomawebabetan, tenê yekî lixwe digire.
Herwisa Allala IA û IB hevzal in û ev herdu allel li ser allela IO zal in. Li gor vê rewşê, di koma mirovan de ji bo komeleya xwînê 4 rûxsarebabet heye.
Kesen ko allelên IA IA an jî IA IO lixwe digirin, komeleya xwîna wan A ye.
Kesên ko bi allelên IB IB an jî IB IO ne, komeleya xwîna wan B ye.
Kesên ko allelên IA IB lixwe digirin, komeleya xwîna wan AB ye.
Heke mirovek allelên IO IO lixwe bigire, vê gavê komeleya xwîna wî O ye.
*Ev xebat li ser wîkîpediyaya kurdî jî hat zêdekirin.










2022/10/06

Ducanî

 


    Di malzaroka dayikê de hebûn û peresîna yek an jî zêdetir weçeyan wekî ducanî an jî zikpirrî (bi înglîzî: pregnancy) tê navkirin. Ji bo ajalan ji dewsa ducaniyê peyva avisî tê bikaranîn.
Jiyana mirov bi pîtînê dest pê dike. Hêkexane bi spermê ve tê pîtandin. Hêka pîtandî ango zîgot dest bi dabeşbûnê dike. Bi dabeşbûna mîtozî, xaneyên nû peyda dibin, embriyo bi zêdebûna xaneyan geşe dibe, xaneyên nû diperisin bo şane û endaman.
Di destpêka ducaniyê de hêkexaneya pîtandî (zîgot) ji yek xaneyêk pêk tê. 9 meh piştî pîtînê hejmara xaneyan digihîje mîlyaran û korpeleyek bi bejna 50 cm, bi garaniya 3 - 4 kîlogram peyda dibe. Ev hemû guherîn di laşê dayikê de pêk tên. Di dirêjiya ducaniyê de, zîgot pêşî di coga hêkê de, paşê di nav malzarokê de geşe dibe û diperise. Laşê dayika ducan jî ji serî heta dawiya ducaniyê rastê hin guherînan tê. Guherînên laşê dayikê ji bo berdewamiya ducaniyê ye û amadekariyên ji bo xwedîkirina korpeleyê ye û piştî jidayikbûnê xwedîkirina dergûşê ye. Derdana hin hormanan, firehbûna malzarokê, rawestîna çerxa mehaneyê, girbûna rijênên şîrê û hwd mînak in ji bo hin guherînên di laşê dayika ducan de rû didin.
Ji bo mirov, egera ducanmayînê di temenê pêgihîştinê (herzekarî), bi destpêkirina çerxa mehaneyê dest pê dike, di salên menapozê de bi dawî dibe.
Bi eslê xwe ducanî ne bi pîtîna hêkexaneyê lê bi çeqîna embriyoyê dest pê dike. Hêkexaneya ji hêkdankê hatiye berdan, heke di nav coga hêkê de rastê spermê were, pîtîn rû dide. Divê zîgot bi qonaxa şeqbûnê dabeş bibe û pêkhateyek firexaneyî ya bi navê blastoçikildan peyda bibe. Heke blastoçikildan xwe di nav navpoşê malzarokê de biçeqînê, êdî pêvajoya ducaniyê dest pê dike. Ango ji bo ducanîmayinê pîtîna hêkexaneyê ne bes e, divê çeqîna blastoçikildanê jî rû bide. Dema ducanîbûnê de di laşê dayikê û embriyoyê de gellek gorankarî rû didin.
--Qonaxên geşebûn û peresîna mirov--
Peresîna mirov dabeşê du beşên serekî dibe, peresîna pêşzayînê (bi înglîzî:prenatal development) û peresîna paşzayînê (bi înglîzî:postnatal development).
Peresîna pêşzayînî
Piştî pîtîne, ji destpêka peydabûna embriyoyê û peresîna korpeleyê ya heta jidayikbûnê, wekî qonaxa peresîna pêşzayînî tê navkirin. Ango peresîna di dema ducaniyê de rû dide, peresîna pêşzayinê ye. Wekî hemû ajalan, laşê mirov jî ji yek xaneyek diperise. Xaneya hêkê bi navika xaneya spermê ve yek dibe û zîgot (hêkexaneya pîtandî) peyda dibe. Peydabûna zîgotê, destpêka qonaxa peresîna pêşzayînî ye.
Peresîna pêşzayînî dabeşê sê beşa dibe.
Peresîna di dirêjiya du hefteyên destpêkê ya piştî pîtînê, wekî qonaxa pêşembriyoyî (bi înglîzî: pre-embryonic stage) tê navkirin. Di vê qonaxê de dabeşbûna zîgotê rû dide, zîgot li pê hev dabeş dibe,ji vê kiryarê re tê gotin şeqbûn. Bi şeqbûnê hejmara xaneyan zêde dibe û gorankariya xaneyan dest pê dike.
Ji hefteya sêyem heta hefteya 8em a ducaniyê de weçe wekî embriyo tê navkirin. Li dewsa qonaxa embriyoyî, hin caran ev qonax wekî “qonaxa çêbûna endaman” (bi înglîzî: period of organogenesis) jî tê navkirin. Di qonaxa embriyoyî de hema hemû endaman laş dirist dibin.
Maweya ji hefteya 9em heta jidayikbûnê ya peresînê jî wekî qonaxa korpeleyî (bi înglîzî: fetal period) tê navkirin. Di vê qonaxê de ji bo weçeyê, êdî ne peyva embriyo lê peyva korpele(bi înglîzî:fetus) tê bikaranin. Di qonaxa korpeleyî de şane û endam diperisin,laşê korpeleyê geşe dibe.
--Maweya ducaniyê--
Bi gelemperî maweya ducaniyê bi qasî neh meh e. Maweya ducaniyê bi du awayê tê diyarkirin.
1. Roja dawîn a xwîndîtina dawî wekî destpêka ducaniyê tê hesîbandin. Li gor vê hesabê maweya ducaniya mirov bi qasî 40 hefte ye.
2.Lê heke qonaxa hêkdananê ya dawî wekî destpêka ducaniyê were pejirandin, vê gavê mawaya ducaniyê 38 hefte ye.
Ango maweya ducaniyê ji pîtîna hêkê şûnve 38 hefte an jî ji xwîndîtina dawî şûnve 40 hefte ye.
Di nav laşê dayikê de maweya peresîna weçeyê ji bo hemû memikdaran ne yek e. Wekî mînak, avisiya mişkan 3 hefte, avisiya fîlan jî bi qasî 22 meh ê.
Pêvajoya ducaniya mirov dabeşê sê sêyekan (bi înglîzî: trimesters) dibe Her sêyek bi qasî 13 hefte ye.
Maweya ducaniyê û maweya qonaxên ducaniyê di hemû çavkaniyan de ne yek e, lê nêzikê hev in. Li gor hin çavkaniyan maweya qonaxên ducaniyê bi mehan tê navkirin li gor vê esasê, ji pîtînê heta dawiya meha 3em a ducaniyê wekî sêyeka yekem, ji meha 4em heta dawiya meha 6em a ducaniyê wekî sêyeka duyem û ji meha 7em a ducaniyê heta jidayikbûnê jî wekî sêyaka sêyem tê navkirin.
Lê di hinek çavkaniyan de jî maweya qonaxên ducaniyê bi hefteyan tê navkirin. Li gor vê esasê,
1 heta 12 hefteyên ducaniyê sêyeka yekem, 13 heta 25 hefteyên ducaniyê sêyeka duyem û 26 heta 38 hefteyên ducaniyê jî wekî sêyake sêyem tê navkirin.
--Qonaxa pêşembriyoyî û qonaxa embriyoyî ya peresînê (1-8 hefte)--
Hefteyên 1 heta 4ê ducaniyê de,
Peresîna du hefteyên pêşîn, wekî peresîna pêşembriyoyî tê navkirin. Hêkexane di coga hêkê de rastê spermê tê û pîtîn rû dide. Hêka pîtandî (zîgot) dest bi dabeşbûnê dike û pêkhateyek firexaneyî ya bi navê blastoçikildan peyda dibe. Hefteyek piştî pîtinê, blastoçikildan xwe bi rûyê navpoşê malzarokê ve girê dide, ev bûyer wekî çeqîn tê navkirin. Hefteya duyemîn a ducaniyê de plasenta dirist dibe. Çînên diristker ên yekem û piştebendik diperise.
Di hefteya çarem a ducaniyê de êdî çêbûna endaman (bi înglîzî: organogenesis) dest pê dike. Kelênên pêşîn yê demaxê, û kelênên laşê embriyoyê diperise, demarîbûn (bi înglîzî: neurulation) dest pê dike. Diristbûna lûleyên xwînê dest pê dike. Di tûrikê zerikê, elentoyis û koriyonê de xwîn dirist dibe.Dil dirist dibe û dest bi lêdanê dike. Embriyo xuya dibe. Coga pêşîn a herisê peyda dibe. Gopikên ling û mil peyda dibin. Çav û guh dest bi peresînê dikin. Kilik peyda dibe. Di dawiya hefteya çarem a ducaniyê de dirêjiya embriyoyê bi qasî 5 mîlîmetre ye.
Hefteyên 5 heta 8ê ducaniyê de,
Dirêjiya embriyoyê bi qasî 3 cm û giraniya wê jî bi qasî gramek e. Mil û ling diyar dibe. Dil diperise û dibe çar çavî. Difin diperise û pehn xuya dibe. Palikên çav bi hev re zeliqî ne, çav ji hev dûr in. Hestîbûn dest pê dike. Di kezebê de berhemanîna xaneyên xwînê dest pê dike. Gorankariya endamên zaûzê yên derve pêk tê. Lûleyên xwînê yên serekî dirist dibin. Endamên navî peresîna xwe didomin. Kilik winda dibe.
--Qonaxa korpeleyî ya peresînê--

Hefteyên 9 heta 12yê ducaniyê de
Bejna korpeleyê bi qasî 7.5 cm, giraniya wê bi qasî 30 gram e. Serê korpeleyê bi qasî nîvê bejna wê yê. Ango di vê qonaxa peresînê de serê korpeleyê li gor laşê wê gelek gir xuya dibe. Demax geşebûnê didome. Rûyê korpeleyê fireh e. Çav girtî nê û ji hev dûr in. Guhên derve diperisin. Hestîbûn didome. Mil geşe dibin û digihîjên dirêjiya xwe ya asayî, lê ling hê bi têra xwe dirêj nîn in. Dillêdan dikare were bihîstin. Ji endamên zaûzê yên derve, zayenda korpeleyê diyar dibe. Li gel kezebê, moxê sor ê hestiyê, tîmus û sipil jî xaneyên xwînê berhem dikin. Koendamên laş peresîna xwe didomin. Korpele di cihê xwe de dilive lê livînên korpeleyê ji aliyê dayikê ve nayên hestkirin.
Hefteyên 13 heta 16yê ducaniyê
Bejna korpeleyê bi qasî 18 cm, giraniya wê jî bi qasî 100 gram e. Serê wê li gor laşê wê piçûktir e. Çav nezî hev dibin û di cihê xwe yên maînde de cih dibin. Ling dirêj dibin. Korpele hê pirtir dişibe mirov. Koendamên laş bi lez diperisin.
Hefteyên 17 heta 20ê ducaniyê
Bejna korpeleyê 25-30 cm, giraniya wê 200-450 gram e. Rêjeya qebareya serî û ya laş lihevhatî ye. Bijangên çavan û por xuya dibin. Geşebûn hêdî dibe lê dirêjbûna lingan didome. Laşê korpeleyê bi mûyên zirav û nerm dapoşî ye. Piştî jidayikbûnê ji bo dabînkirina germahiya laşê korpeleyê, di laşê korpeleyê de çewriyê qehweyî (bi înglîzî:brown fat) tê berhemkrin û embarkirin. Êdî dayik hest bi livîna korpeleyê dibe.
Hefteyên 21 heta 25ê ducaniyê
Bejna korpeleyê 27-35 cm, giraniya wê 550-800 gram e. Çermê korpeleyê qurmiçî ye û bi rengê pembeyî ye. Sikildanokên pişikan fireh dibin.
Hefteyên 26 heta 29ê ducaniyê
Korpele bi dirêjiya 32-42 cm û bi graniya 1100- 1350 gram e.
Rêjeya qebareya serî û laşê korpeleyê asayî dixuyê. Çavên korpeleyê vekirî ne. Nînokên pêyê xuya dibin. % 3.5 ê giraniya laşê korpeleyê ji çewrî pêk tê. Ji ber zêdebûna çewriyê hin qurmiçiyên çerm winda dibin. Korpeleyên kur de (korpeleyên nêr), gun ber bi tûrikê gun ve dadikevin. Çavkaniya sereke ya berhemkirna xaneyên xwînê moxê sor e. Koendama demarê ya navendî bi têra xwe diperisê, loma heke ji dayikbûnek pêşwext rû bide, egera saxmayina korpeleyê heye. Lê divê korpele li nexweşxaneyê, di bin çawderiya bijîjk de be.
Hefteyên 30 heta 34ê ducaniyê
Bejna korpeleyê 42-45 cm, giraniya wê 2000-2300 gram e. Çerm lûs e û bi rengê pembeyî ye. Korpele di nav malzarokê de bi ser berjerî cih dibe, ango serê korpeleyê, ber bi stûyê malzarokê ye. Refleks peyda dibin. %8ê giraniya laş ji çewrî pêk tê. Heke jidayikbûna pêşwext rû bide, egera jiyîna korpeleyê zêde ye.
Hefteyên 35–38ê ducaniyê
Bejna korpeleyê gihîştiye 50 cm û giraniya wê jî 3000-4000 gram e. Çerm bi rengê pembeyî-şînî ye. Bi nêzîkbûna jidayikbûnê, leza geşebûnê kêm dibe.% 16yê giraniya laş ji çewrî pêk tê. Di korpeleyên kur de, gun di nav tûrikê gun de ne. Geşebûn û peresîna korpeleyê piştî jidayikbûnê jî didome.
--Nîşanên ducanmayinê--
Nîşanên ducanmayînê di hemû jinan de ne heman e, dibe ko dayikêk hema di destpêka ducaniyê de bi hemû nîşanên ducanmayinê ve rûbirû bibe lê li dayikêk din de hinek nîşan neyên dîtin.
Nîşana serekî ya ducanmayinê rawestina qonaxa xwînditinê (bi înglîzî: menstrual period) ye. Heke li pêy hev du car çerxa mehane (bi înglîzî:menstrual cycle) têk biçe û xwîndîtin rû nede, dibe ko dayik ducan mabe. Lê rûnedana xwîndîtinê bi tena serê xwe ne bes e ko mirov bibêje ducanî dest pê kiriye an na. Hin caran ji bo sedemên cuda jî dibe ko bêyî rûdana ducaniyê ahenga têkçûna xwîndîtinê rû bide. Loma dayikên ko bi têkçûna xwîndîtinê re rûbirû mane, divê ji aliyê bijîjk ve were kontolkirin ko gelo rawestîna xwîndîtinê ji ber ducanmayînê ye an ji ber nexweşiyekî ye.
Di xwînê de an jî di nav mîzê de hebûna hormona koriyonî ya henderê gonadan (bi înglîzî: human chorionic gonadotropin (hCG)) nîşana ducanmayinê ye. Ji xeynî van nîşanan, di hefteyên pêşîn ên ducaniyê de, dil lihevketin (bi taybetî serê sibehê), bilindbûna taya laş, sergêjî an jî dewx çûyîn jî dibe ko wekî nîşanên ducanmayînê bin.
--Gorankariyên laşê dayikê di ducaniyê de--
Laşê dayikê hema bi ducanimayinê dest bi guherînê dike. Gorankariyên laşê dayikê ji bo destekkirina tenduristiya dayikê û ya embriyoyê ye. Hemû beşên laşê wê hê pirtir kar dike. Mînak, divê dilê dayikê xwînê li gel laşê diyikê ji bo plasentaya korpeleyê jî pompe bike, loma dilê dayikê %30 zêdetir xwîn pompe dike.
Sêyeka yekem (12 hefteyên pêşîn a ducaniyê) de guherîn ji derve yê laş de nayin sehkirin.
Dayik di hefteyên destpêka ducaniyê de hê pirtir westiyayî hest dike. Rewşên wekî dil li hev ketin, qebz (zikgîrî), zû zû mîzkirin, guherîn di memikan de, hestên wekî xwesteka zêde ji bo hin xurekan, dewx çûyîn an jî sergêjî û zikwerimî di dayikê de peyda dibin.
Sêyeka duyem (hefteyên 13-25 ê ducaniyê) de navteng stûr dibe, zikê dayikê gir dibe û dayik êdî wekî ducan xuya dibe.
Zikgîrî, dilekize (bi înglîzî: heartburn), sistiya herîskirinê (bêhezmî), girbûna memikan didome, xwesteka xwarinê zêde dibe, dest, ling, gozek û rû piçekî diwerimin. Livînên korpeleyê ji aliyê dayikê ve tê hestkirin.
Giraniya dayikê zêde dibe,%30yê zêdebûna giraniyê ji ber korpele, plasenta û şileya seravê ye. %60 zêdebûna giraniyê jî ji zêdebûna qebareya xwînê, zêdebûna çewriyê laş û ji kombûna şileya laş pêk tê.
Sêyeka sêyem (hefteyên 26-40ê ducaniyê) de qebareya laşê dayikê zêde dibe. Gêşebûna herî bilez di seyeka sêyem de rû dide. Pizdan (korpele + plasenta + navkebendik û serav) gir dibe û navpençika dayikê tehn dide. Tengasîya henasedanê, westiyayibûn, livîna dayikê de dijwarî, di raketinê de zehmetî û zû zû mîzkirin, rû dide. Bi gelemperî di dirêjiya ducaniyê de giraniya dayik her hefte bi qasî 450 gram zêde dibe.
*Ev xebat li ser wîkîpediyaya kurdî jî hat zêdekirin.







2022/09/24

Navikebendik

         Navikebendik, an jî navikepetik (bi înglîzî: umbilical cord) pêkhateyek lûleyî ye di navbera korpele û plasentayê de.

    Di dirêjiya ducaniyê de hema hemû şane, endam û koendamên embriyoyê di nav malzaroke diperisin û geşe dibin. Hinek endam û koendam hê ko embriyo an jî korpele di nav malzarokê ye, çalak dibin. Lê hinek endam û koendam piştî ji dayikbûnê dest bi çalakbûnê dikin. Wekî mînak ji qonaxa embriyoyê pê ve dil, lûleyên xwînê û xwîn diperise, dillêdan dest pê dike. Xwîn di nav lûleyên xwînê de dihirike, di hemû endam û şaneyên laş de belav dibe û dîsa vedigere dilê embriyoyê. Pişikên embriyoyê hene lê çalak nîn in, pişik û coga henaseyê bi şileya seravê tijî ne, loma alûgorkirina gazên henasedanê pêk nayê. Gurçikên embriyoyê hene lê çalak nîn in, ango madeyên paşmayî yên nav xwîna embriyoyê nayên parzûnkirin. Herwisa koendama herisê, koendama bergiriyê ya embriyoyê jî di dirêjiya ducaniyê de çalak nîn e.
Bi kurtasî, ji ber ko hin endam û koendamên wê çalak nin in, ji bo geşebûn û peresînê, pêdiwiya embriyoyê bi endam û koendamên dayikê heye. Navikebendik embriyoyê bi navbeynkariya plasentayê bi dayikê ve girêdide bo alûgorkirina madeyan.

    Her ko embriyo di nav malzarokê de geşe dibe û diperise, pêdiwiya wê ya bo xurek û alûgorkiraina gazên henaseyê jî zêdetir dibe. Xwîna kemoksîjenî û madeyên paşmayî bi cotek xwînberên navikebendikê ji laşê korpele ber bi plasentayê ve tên guhaztîn. Oksîjen û xurekê ji xwîna dayikê jî derbasî plasentayê dibin ji wir jî bi navbeynkariya xwînhênera navikepetikê ber bi korpeleyê ve tên guhaztin.
--Pêkhateya navikebendikê--
Di hefteya pêncem a ducaniyê de navikebendik dirist dibe.
Navikebendik pêkhateyek nerm, qaîşokî û badayî ye. Rûyê wê yê derve lûs e û bi seravê dapoşî ye. Navikebendik ji navika embriyoyê ber bi navenda plasentayê dirêj dibe. Dirêjiya navikebendikê 50 heta 60 cm, tîreya lûleya navkebendikê bi qasî 1 cm e.Masûlkeyên navikebendikê nîn e,lê lûleyên xwînê yên navikebendikê lûsemasûlke lixwe digirin.

Bi eslê xwe navikebendik gurzek lûleyên xwînê yê û bi perdeya lûleyî ya seravê dorpêçî ye. Elentoyis lûleyên xwînê pêk tîne, lûleyên xwînê jî dibin beşek ji navikebendikê. Li gel elentoyîsê tûrikê zerikê jî di çêbûna navikebendikê de cih digire.
Navikebendik bi perdeya seravê dorpêçî ye,valahiya navbera lûleyên xwînê û seravê bi bestereşaneya lîncî tijî ye. Bestereşaneya lîncî (bi îngilîzî: mucous connective tissue) yek ji du corên şaneyên embriyonî ye. Şaneya embriyonî ya duyem jî şaneya mezenşîm (mesenchyme) e. Di nav bestereşaneya lîncî de li gor mezenşîmê, hê pirtir ji rîşalên proteînên negihîştî cih digire. Bestereşaneya lîncî tenê di nav navikebendikê de cih digire.
Piştî ji dayikbûnê, dergûş hê bi navikebendikê bi plasentayê ve girêdayî ye. Plasenta jî bi navpoşê malzarokê ve girêdayî ye. Gava korpele bi awayekî asayî dest bi henasedanê kir, girê li navikebendikê tê avêtin û navikebendik tê jêkirin, bi vî awayî dergûş ji dayikê tê cudakirin.
Navikebendika nûza bi rengê şîna vekirî ye. Piştî ji dayikbûnê bi qasî 5 cm ji dûrê zikê korpeleyê navikebendik tê girêdan û jêkirin. Beşa bi korpeleyê ve girêdayî mayî, diçilmise, ziwa dibe û rengê wê reş dibe. Bi gelemperî di nav 3 hefteyan de paşmayiya navikebendikê diqete û şopa wê wekî çalek bazinî di zikê dergûşê de xuya dibe, ji vê beşê çalikê re tê gotin navik.
--Erkê navikebendikê--
Karê serekî yê navkebendikê guhaztin e. Madeyên paşmayî, an jî ziyanbexş ji laşê korpeleyê bi navbeynkariya navikebendikê ber bi plasentayê ve tên guhaztin ko li wir tevlê xwîna dayikê bibin. Xurek û madeyên sûdbexş jî ji xwîna dayikê derbasî plasentayê dibin, bi navbeynkariya navikebendikê ber bi laşê korpeleyê ve tên guhaztin.
Plasenta xwîna korpeleyê bi navbeynkariya xwînberên navikebendikê werdigire. Mûlûleyên nav memîleyên koriyonî paşmayiyan ji xwîna korpeleyê parzûn dikin. Ji xwîna dayikê ya li derdora memileyan, oksîjen û xurek derbasî mûlûleyên xwînê yên navikebendikê dibin, ji wir jî bi navbeynkariya xwînhênera navikebendikê xwîna têroksîjen û xurek vedigerin laşê korpeleyê.
--Embarkirina xwîna navikebendikê--
Navikebendik bi xaneyên bineretî (bi înglîzî: stem cells) dewlemend ê. Hin caran bavanê dergûşê daxwaz ji pisporan dikin ko hinek ji wan xaneyên bineretî ji xwîna navikebendikê bêne berhevkirin.
Xaneyên bineretî di hawîrek guncav de tên embarkirin. Dibe ko dergûş di pêşerojê de rastê hin nexweşîyan were, xaneyên bineretî ji bo saxkirina hin nexweşiyan tên bikaranîn. Wekî mînak nexweşiya şêrpenceya xwînê ango lusemî (leukemia) dikare bi xaneyên bineratî yên navikebendikê were başkirin.
*Ev xebat li ser wîkîpediyaya kurdî jî hat zêdekirin.
https://ku.wikipedia.org/wiki/Navikebendik